kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

43
Sormey Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Hejmar: 11 / Adar, Nîsan - 2016 Dosyaya Hejmarê: Wêje / Wekî Rehjenîyeke Jîyanê... Wekî Reh- jenîyeke Êşê Gerînendeyê Giştî: Nihad Iskan Desteya Sernivîskarîyê: Ebas Mûsa, Evdo Şêxo, Soz Hec Yûnis, Bihar Mirad, Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Kurdî: Evdo Şêxo Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Erebî: Ebas Mûsa Derhênerê Dîtbarî û Rûpelsaz: Şivanê Dêrikî Çapxane: Sîmav Kovara Sormeyê Tel: (+963) 0938 408 206 (+963) 0999 656 125 e-mail: [email protected] Facebook: Sormey Magazine Twitter: Kovara Sormeyê Mafê çapkirina gotaran ê komîteya weşana Kovara Sormeyê ye, lê nivîskar berpirsyarên naveroka nivîsên xwe ne. Rêzkirina nivîsan girêdayî hin egerên teknîkî ye Naverok Gotina Sormeyê: Wêje; Destê Ku Kevir Ji Ser Dilê Merivanîyê Radike / 2 Xoşman Qado: Wêje Bayê Guherînê Geş dike / 5 Evdo Şêxo: Werger, Xwêya Ziman / 10 Hisên Zêdo: Sozdarî Di Wêjeya Kurdî De / 18 Malva Elî: Sawêr Di Zin- danan De Bê Dizgîn in / 23 Akinmulegun T. Emman- uel: Wêje Wekî Amûreke Guhertinê Di Dibistan û Civakê De / 27 Kakşar Oremar : Heſtê Salên Komarekê û Berde- wamîya Dozekê -I / 33 Bindarûk / 41 SORMEY Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandê Hejmar: 11 / Adar, Nîsan-2016

Upload: -kovara-sormeye

Post on 30-Jul-2016

342 views

Category:

Documents


30 download

DESCRIPTION

Daneya elektronîk a hejmara yazdehan a Kovara Sormeyê. Dosyaya Hejmarê: Wêje / Wekî Rehjenîyeke Jîyanê... Wekî Rehjenîyeke Êşê - Gotina Sormeyê: Wêje; Destê Ku Kevir Ji Ser Dilê Merivanîyê Radike. - Xoşman Qado: Wêje Bayê Guherînê Geş dike. - Evdo Şêxo: Werger, Xwêya Ziman - Hisên Zêdo: Sozdarî Di Wêjeya Kurdî De. - Malva Elî: Sawêr Di Zindanan De Bê Dizgîn in. - Akinmulegun T. Emmanuel: Wêje Wekî Amûreke Guhertinê Di Dibistan û Civakê De. - Kakşar Oremar : Heftê Salên Komarekê û Berdewamîya Dozekê.

TRANSCRIPT

Page 1: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SormeyKovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye

Hejmar: 11 / Adar, Nîsan - 2016

Dosyaya Hejmarê: Wêje / Wekî Rehjenîyeke Jîyanê... Wekî Reh-jenîyeke Êşê

Gerînendeyê Giştî:Nihad Iskan

Desteya Sernivîskarîyê: Ebas Mûsa, Evdo Şêxo, Soz Hec Yûnis, Bihar Mirad,

Sernivîskarî û Serrastkirina Beşê Kurdî: Evdo ŞêxoSernivîskarî û Serrastkirina Beşê Erebî: Ebas Mûsa

Derhênerê Dîtbarî û Rûpelsaz: Şivanê Dêrikî

Çapxane: Sîmav

Kovara SormeyêTel: (+963) 0938 408 206 (+963) 0999 656 125e-mail: [email protected]: Sormey MagazineTwitter: Kovara Sormeyê

Mafê çapkirina gotaran ê komîteya weşana Kovara Sormeyê ye, lê nivîskar berpirsyarên naveroka nivîsên xwe ne.

Rêzkirina nivîsan girêdayî hin egerên teknîkî ye

Naverok

Gotina Sormeyê: Wêje; Destê Ku Kevir Ji Ser Dilê Merivanîyê Radike / 2

Xoşman Qado: Wêje Bayê Guherînê Geş dike / 5

Evdo Şêxo: Werger, Xwêya Ziman / 10

Hisên Zêdo: Sozdarî Di Wêjeya Kurdî De / 18

Malva Elî: Sawêr Di Zin-danan De Bê Dizgîn in / 23

Akinmulegun T. Emman-uel: Wêje Wekî Amûreke Guhertinê Di Dibistan û Civakê De / 27

Kakşar Oremar : Heftê Salên Komarekê û Berde-wamîya Dozekê -I / 33

Bindarûk / 41

SORMEYHavênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê

Kovareke Hizirî-Çandî ya Dumehane ye

Ji Weşanên Sazîya Çarçirayê ya Çandê

Hejmar: 11 / Adar, Nîsan-2016

Page 2: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

2 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Wêje; Destê Ku Kevir Ji Ser Dilê Merivanîyê Radike

P

Wekî derbasek, me got em ê pişta du sê gotinan bişikînin…

Di nava hişkî û bêgîyana jîyana madî de, wêje her dem dibe amûra vegotina hestên tevlihev ên merivan û sêwiran-dina wêneyê vebeyandina êş, keser, zeh-metî, evîn, xweşî, kelecan û şademergîya merivan.

Di dîroka merivanîyê de, her gav wêje bûye navgîna hestên diltezîn û xwedûrki-rina ji vegotina hiphişk a bêgîyan, an ku heger zanist dikare rastîyan bi rengekî rasterast bibêje û li derîyê aqil bide, wêje dikare rastîyan bixe qalibekî hestyar û narîn û li derîyê dil bide, paşê dil û hiş bi rengekî kubar bi hev ve girê bide û hin ra-man û nêrînên cuda bi şêwazeke qebûlbar biavêje ser terazûya aqil.

Piştî du mehên din ên xebata amadeki-rina Sormeyê, êdî kovar bi naverokeke têrûtijî li ber destên xwînerên hêja ye.

Di dosyaya vê hejmarê -hejmara yaz-dehan- de, me xwest em balê bikişînin ser mijara wêjeyê û girîngîya wê di nava civakê de. Ji ber berfirehîya mijara wêjeyê jî, me mijara dosyaya hejmarê li ser çend biran dabeşand da ku em karibin giranîyê bidin gengeşekirina xalên sereke yên girê-dayî rewşa wêjeya Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyeyê.

Di xala wêje û guherînê de, di nivîsa bi navê “Wêje Bayê Guherînê Geş Dike” de, nivîskar Xoşman Qado balê dikişîne ser giranîya rola wêjeyê di hişyarkirina

gel de û wê wekî şoreşeke guherînê bi nav dike. Nivîskar her wisa wêjekaran wekî danerên dîrok û hebûna gel dide nasîn û ji me re şirove dike bê çawa barê civakî yê herî navendî dibe para wêjekaran.

Li hêla din, girêdayî xala wêje û sozdarîyê, bi nivîsa xwe ya li jêr serenavê “Sozdarî Di Wêjeya Kurdî De”, nivîskar Hisên Zêdo mijara giîng a sozdarîya wê-jeyê tev dide. Nivîskar qonaxên sereke yên wêjeya Kurdî û hêmanên sozdarîya wê di parastina kesayetî û nasnameya gelê Kurd de ronî dike.

Wekî din, di nivîsa bi navê “Werger, Xwêya Ziman” de, nivîska Evdo Şêxo berê pênûsa xwe dide biwara wergerê di wêjeya Kurdî de û kil û kêmasîyên wergêrîya Kur-dî, gavên pêwîst, biserketin û têkçûnên vê bizavê li ber çavan radixe.

Nivîseke din a cihêwaz û nêvnas ku cîyê xwe di vê hejmara Sormeyê de gir-tiye, gotara nivîskar Malva Elî ye. Bi go-tara xwe ya bi navê “Sawêr Di Zindanan De Bê Dizgîn in”, Malva Elî behsa hêçana xwe ya azarkêş di zindan û girtîgehên Rejîma Beisê ya Sûrîyeyê de dike û balê dikişîne ser xebata wêjeyî li jêr sîya re-jîmên zorbaz ku dibe egera jankêşî, ke-serkêşî û îşkencekêşîyê. Nivîskarê gotarê yê ku pareke ciwanîya xwe di zindanên Beisê de derbas kiriye, bi kûrî behsa wan rojan dike û dide ber hêçanên hin ni-vîskarên din ên ku di heman kêlîyên çetin re derbas bûne û bîranînên xwe bi rengekî wêjeyî vegotine.

Page 3: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 3

Di beşê nivîsên wergerandî de, di lê-kolîna Akinmulegun T. Emmanuel a bi navê “Wêje Wekî Amûreke Guhertinê Di Dibistan û Civakê De” de, ku ji hêla Bihar Mirad ve hatiye wergerandin, em lêkolîneke balkêş dixwînin ku rola wê-jeyê di pêkanîna guherînê de dinimîne û pêwîstîya hînkirina wêjeyê di çakkirina xwendekaran de eşkere dike.

Herî dawî, li derveyî dosyaya hejmarê, bi boneya heftêsalîya damezirandina Ko-mara Kurdistanê ya Mehabadê, nivîskar Kakşar Oremar deftera wê rûdana girîng a dîroka gelê Kurd vedike û me dibe wan rojên hem xweş û hem trajîk ên têkoşî-na domdar a gelê Kurd. Nivîsa ku dê di

du hejmarên Sormeyê de were weşandin (hejmara yazdehan û ya û duwazdehan); giranîyê dide belîkirina kîtekîtên sernixu-manî û paşperdekirî yên wan rojan.

Kovara Sormeyê, bi reng û rewşa xwe, bi mijarên xwe yên rengereng, dixwaze bibe dengekî çand û hizira civakî ya Ro-javayê Kurdistanê û pencereyeke piçûk di avahîya vî welatê şer û pevçûnan de veke; da ku dilê me qasekê vêsa xwe bigire û ke-virê li ser vî dilî were rakirin… reng e ku ev jî bi destê wêjeyê bibe.

Sernivîskarîya Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê

Page 4: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

4 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Dosyaya Hejmarê

Wêje / Wekî ReHjenîyeke jîyanê... Wekî ReHjenîyeke êşê

Page 5: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 5

Wêje yek ji karên nivîskar e, ji lew re yê ku vî karî dike, bi çi navê be jî, bi heman

rolê radibe û heman erk jê tê xwestin. Di vê nivîsê de, tenê em ê bal bikişînin ser rola nivîskarîyê di hişyarkirina civakê û pêkanîna guherînê de. Wekî din, em ê balê bikişînin ser hindek nimûneyên ber-biçav ên ku di dîroka gelên xwe de xwe-dî bandor bûn. Nivîskarî li ser dirêjahîya dîrokê û bi hemû celebên xwe yek ji hê-manên belavkirina hişyarîyê ye, lê rol û bandora wê ji dem û cihekî heta bi dem û cihekî din ve têne guhertin.

Şoreşa çand û wêjeyê şoreşa ronîkirina mejî ye, çi ku bêyî ronîkirina ramanê ci-vak çaksaz nabe û dê wêje nikarîbe bi erka xwe ya rizgarkirina civakê ji desthi-ladarîya paşketinê rabe. Wêje vîna jiyanê diafirîne û her wisa cemawer han dide da ku serî li dijî sitemkaran hildin. Ji lew re wêjekar wijdanê miletê xwe ye û tenê dengê wî di civakê de cihê xwe dibîne da ku rewşa civaka xwe zelal bike û wê ber bi hişyarîyê ve bibe. Ev yeka han jî dihêle ku yê sitemkar û zordar ji wêjevkaran bitirse, ji ber ku ew xwedî pênûsine pîroz in û bi nivîsandina xwe hewl didin da ku poxên

Wêje Bayê Guherînê Geş dike(Wêje û Civak Di Nava Têkilîyeke Hevpar De ne)

PXoşman Qado

Şoreşa Wêjeyê Şoreşa Guherînê ye

Page 6: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

6 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

desthiladarîya seqet û xapînok eşkere bi-kin; ji lew re sitemkar û zordar dixwazin wan ber bi alîyê xwe ve bikişînin.

Wêje yek ji hêmanên sereke yên pê-kanîna guherînan di civakê de ye, çi ku têkilîya di navbera zanîn, wêje û civakê de têkilîyeke hevpar e û cihê bandorê jî tê de xuya ye. Li gor vê yekê, têkilîya wêjekar jî di civakê de li gor xurtbûna jihevdûrbûn an jihevnêzîkbûna vê têkilîyê tê destnî-şankirin. Ev wê wateyê dide ku wêje di çavkanîya xwe ya destpêkê de ne li ser bin-geha xweyîtîyê avakirî ye, nexasim heta ku raman û nêrîn geş dibin; ji ber ku tê zanîn wêje dîyardeyeke civakî ye, ew jî ji ber ku deqa wêjeyî bi giranî vedigere şêweyê se-retayî yê jîyan û civakê.

“Heger karê guherînê di civakê de -her çi kar be jî- celebekî karîger ê çekê dide ser milê me da ku ku bi rola xwe ya sere-ke rabe, ê wêjekar zimanê xwe dike çeka lidarxistina şoreşa xwe û rojeveke nû di-afirîne da ku jîyaneke dadmend û miro-vane bo mirov peyda bike; ew mirovê ku di nava şerekî civakî yê dijwar ê ji hemû hêlan ve dijî.”1

Wêjekar Dîrok û Hebûna Gelê Xwe Dinivîse

Di wêjeya Yûnanistanê de, Destana “Îlyada û Odîseya”yê yek ji deqên wêjeyî yên herî giranbiha ye û li gor gelek rex-negiran, tiştê xuya di vê destanê de ew ku ne bi hestê takekesane re diaxêve lêbelê ew bi hestê komcivatê re diaxêve -gelek rexnegir di wê gumanê de ne ku Homer bi tena xwe ev destan nivîsîye. Ev kar ye-kem karê wêjeyî yê dîroka Yûnanistanê ye û li ser dirêjahîya sedsalan bûye bingeha perwerdehî û hînkirinê, her wisa bûye stûna nirx û nêrîtên civakê, çi ku wekî kanîya hemû huneran hatiye pejirandin.

Çaxa ku nivîskar di pêşkêşkirina dozên ku dide pêş rastgo be, di şêweyê xwe de zîrek be û di derbirîna nêrînên xwe de wê-rek be; helbet dê di gihandina dengê xwe de biserketî be û dê bandora wî jî ya li ser civakê di asta herî bilind de be. Ji lew re cihêwazîya hindek nivîskaran berbiçav e, ji ber ku bandorek wan a rastîn li ser xwî-neran heye, her wisa li ser tevgera civakê, sîyaseta dewletê, xweşbûna xwendinê û qezenckirina ji ziman û şêweyên cihêrng ên hunerî di nivîsîna wêjeyê de. Di vê warî de, gelek nimûneyên hêja di dîroka gelan de hene, yek jê nivîskar Fransiz Voltaire (1694-1778) ku yek ji nivîskarên bandor-dar bû, bandora wî li ser welatîyên Fran-sayê hebû û rê li pêşîya Şoreşa Fransizî vekir. Li Rusyayê jî berhemên wêjeyî yên Maksîm Gorkî (1868-1936) yên girêdayî kul û derên rencberan rê li pêşîya Şoreşa Cotmehê di sala 1917an de vekir. Her wisa berhemên romannivîsê Îngilîz Geo-rge Orwell (1903-150) ên ku bal kişan-diye ser mijarên sitem û sedemên hejarî û erzankirina mafên mirovan. Jixwe gelek nimûne di dîroka wêje û nivîskarîya Kur-dî de jî hene, yek jê Ehmedê Xanî (1650-1707) ye ku di doza hişyarkirina netewe-ya Kurd di berhemên xwe de biriye pêş û bal kişandiye ser giranbihayîya neteweya Kurd li hemberî neteweyên ku welatê Kurdan dagir kiriye.

“Li gor welatên Ewropayê ên din, wêje ji mêr ve bi piranî û giranî li Fransayê be-lav bûye lêbelê tev wilo jî, tu carî berî se-dsala 18an ev pratîka ramanî ya ku wan xwe li ser ava kiribû nehatibû xuyan, her wisa berî vê demê, ev cihê ku wan ji xwe re girtibû negihaştibûnê. Li gor nêrîna min, berî niha, wêjekarên civaka me di vê atmosferê de nejîyane û me tu hempa li cihekî din nedîtiye.”2

Page 7: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 7

Wêje Bi Hemû Celebên Xwe Têkil-dara Hişyarkirinê ye

Di destpêka dabeşkirina wêjeyê de ji hêla fîlezofan ve, Platon helbest wekî sê celeban nîşan kir: Çîrok, çavlêkirin û her du tev li hev. Her du celebêên pêşîn na-kevin çarçoveya takekesane lê celebê ku ji her duyan pêk tê, dengê helbestkar bi xwe ye ku li ser zimanê welatîyên civakê tê gotin, mîna helbesta destanî. Arîsto-telesê ku bandoreke berbiçav li zanist û wêjeya rojavayî û rojhilatî kiriye, helbest li gor girêdana wê bi civakê re dabeşan-diye: Destanî, trajedî û komedî. Ew di-bêje ku helbesta destanî ji bo tevahîya mirovan e û armanca wê çandina sincên bedew e. Wekî din, armanca helbesta tra-jedî paqijkirina wijdan e û armnac helbet-sa komedî  perwerdekirina mirov di rêya rexne, ken û tinazîyê re ye.

Têkilîya di navbera civak û wêjeyê de têkilîyeke gotûbêjane ye; hîmên avabûn û pêşketina wê cihê xwe li gor derûdora kesê wêjekar digire. Wekî din, guher-tinên civakî celebekî nû yê pabendîyeke girêdayî rewşên civakî û sîyasî da pêş, ku tim tê guhastin û guhertin çi ku ew bi xwe domandineke hebûnî ye. Pabendî jî girêdayî ew têgiha ku wêjekar xwe li gor

wê di civakê de dibîne û xwe ji bo dozên wê mijûl dike da ku dibe parçeyekî jîyana wî ya rojane. Wêjekar tim di nava tevger û nakokîyê de dijî, ji ber ku cudahîya di nav-bera rewşa heyî û ya çaverêkirî/pêdivîdar derdixîne. Jixwe ev nakokî bi xwe normal e, çi ku ew tu carî bi rewşa civaka xwe qayîl nabe, heger li ser asta sîyasî be, an ya civakî û yan çandî be. Ji lew re ew tim li beran-berî mijarên ramanî hestyar e û tim di rêya pirsên xwe yên hebûnî û yên li ser mijarên guherîn û ayindeyê re li lihevhatinekê di navbera rastînî û rewşa heyî de digere.

Wêjekar dikare hemû pirsgirêkên ci-vaka xwe bibîne, ji ber ku ew çavdêr e û li vir gerek e ji her tiştî haydar be. Wekî ku Marquez dibêje: “Divê nivîskar tiştê di nav zibil û gilêşê de jî nas bike.” Ji lew re nivîskar beşdarî bilindkirina asta hiş-yarîya civaka dibe, ew jî di rêya dahînan û afirînerîya karê xwe re, ji ber ku ew rew-şa pirsgirêkan di civakê de şirove dike û agahîyan jî dide.

Wêjekar civaka xwe li hişyarîyê datî-ne, çi ku ew dahînanê bi giştî dinimîne û prosesa nivîskarîyê dibe mîna veda-neke hişyarîya di civakê de. Li dirêjahî-ya dîrokê, nivîskarî kargeha hişyarîya civakê bû û rola wêjekaran di avakirina şaristanîtîya nûjen de berbiçav bû.

Page 8: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

8 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

“Her dem mijûlên dozên girêdayî desthiladarîyê bûn. Ev bi xwe ne mijarên ku wan herî zêde guh didanê. Gotarên wan ên ku giranî dida mijara koka civakê, şêweyên wê yên seretayî, mafên sereke yên welatîyan û mafên desthiladarîyê her rojê dihatin gotûbêjkirin.”3

Çaxa ku em li ser nivîskarîyê diaxê-vin, em di heman demê de li ser hişyarîyê jî diaxêvin. Jixwe tê nasîn ku wêjekar pêşengên civaka xwe ne, ji ber ku ew şo-reşger û têkoşer in û hişyarîya civakên xwe li ser têgiha azadî û pêşketinê ava dikin. Her ku rola wêjekar di avakirina hişyarî-ya civakê de bandordar û çalak be û ji bo hemû beşên civakê be; asta hişyarîya ci-vakê bilind dibe û her wisa hestê rexne-girîyê jî zelaltir dibe.

Ji hêla dîrokî ve, heger em li tevger û pêşketina civakan binêrin, em ê bibînin ku hizirên mirov bûne egera birêvebirina guhastinên mezin ên şaristanîtîya miro-vahîyê û wêjekar bûne beşdarên hişyarî û guherînê, çi ku her guherînek ji encama bîrokekê yan jî ji encama ramanên kesên xwedî bîr û bawerî pêk hatine; ew kesên ku li ber xwe daye û jîyana xwe kiriye qelenê geşkirin û pêşketina jîyanê di civakê de.

Gelek nav hene ku xwedî bandoreke mezin bûn di nivîskarîyê de û mirovahî ji qonaxa paşketinê veguhastiye qonaxa ronakbîrî û pêşketinê, lêbelê li vir pirsek xwe dide pêş: Ew kîjan nivîskar e yê ku dikare bi vê rolê rabe û di hişyarkirina ci-vaka xwe de baldar be? Bêguman ne her wêjekar dikare bi vê rolê rabe, çi ku divê wêjekar xwedî bîr, bawerî û armanc be, her wisa divê xwedî raman be da ku karibe gu-herîneke cihêwaz pêk bîne. Ji lew re hêz û xurtbûna gotinê dibe wekî hêz û xurtbûna guleyê; lê tenê ji bo avakirin û guherînê.

“Fonksiyoneliya wêjeyê jî ji vê taybe-tiya wê tê. Bi vê fonksiyoneliyê, wêje dibe

dînamîkeke veguherîna civakê. Ji loma jî di pêvajoyên veguherîn an jî şoreşên hemû civakan de wêje xwedî bandor û fonsiyoneke xurt e. Him li ser civaka xwe him jî li ser civakên dî bandorê dike.”4

Ji ber ku karê wêjeyî karekî weha ye ku bi xwendinê têkûz dibe, xwînerî gerek e da ku wateya vî karî cihê xwe di civakê de bibîne û bibe xwedî bandor. Îcar bandora wêjeyê di guherînê de ji civakekê heta bi civakeke dine tê guhertin, ew jî li gor asta xwendinê û hejmara xwîneran. Xwînerên Rusyayê dibêjin: “Her ku em çîrokeke Çexov dixwînin, em hest dibin ku em baştir in.”

Karê wêjeyê bi prosesa xwendinê pêk tê. Nivîskar nivîsên xwe naxwîne, ji ber ku ew di rêya xwendina karê xwe re tiştekî nû naafirîne; çi ku di xwendinê de objek-tîva xwîner pêk tê ku ev xal li cem nivîskar peyda nabe, ji ber ku ew tim di karê xwe de alîgirê xwe ye. Xwîner di rêya xwendinê re wateya hebûnê dide karê wêjeyî. Dîsa di vê xwendinê de, xwîner karê wêjeyî mîna hebûneke xwezayî nas dike, an ku bivê-nevê, karê wêjeyî karekî hêmanên xwe li ser xwîner diçespîne. Xwîner ne tenê karê wêjeyî di rêya ziman re nas dike, lêbelê di rêya bêdengî û gotûbêjekirina biwêjan re jî; keda xwîner nola keda nivîskar e, rola wî rûdayîn e, ne kontrolkirin e.5

Dengbêjîya Kurdî Wêjeya Guherînê ye

Heger em ji xwe bipirsin; gelo di civa-ka me ya Kurdî de, kî ji van nivîskaran re dixwîne? Serê me hebekî tevlihev dibe, çi ku heger bersiv erênî be, dê pirs veguhe-re pirseke din; gelo çima bandora wan di avakirina hişyarîya civakî de ne xuya ye? Nexwe ew ne ji bo avakirina hişyarîyeke civakî dinîvîsin, ew tenê ji bo qayîlkirina kesayetîyên xwe û da ku xwe ji hev re wekî

Page 9: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 9

hişmend û bîrweran bidin nasîn dinivî-sin, ji lew re em dibînin ku ew tenê ve-dengên armancên xwe yên kesane ne. Ev yek bi xwe jî xalekê dide nîşan, ku çi qas nirxê pirtûk û xwendinê di civaka me de erzan e, her wisa tunebûna çanda çapkirin û weşangerîyê hiştiye ku çanda xwendinê di asta xwe ya herî nizm de be.

Bi dehan destan di dîroka jîyana gelê Kurd de hene û bi hebûna xwe bando-reke pir mezin li ser hiş û hestên mirovê Kurd û civaka Kurdî kiriye, çi ji alîyê tê-gihaştina civakî ve û çi ji alîyê têgihaşti-na bûyerên ku di hundirê wê de dihate ziman. Jixwe wêjekarê herî mezin di bî-rewerîya Kurdî de dengbêj e û dengbêj roleke berbiçav di civaka Kurdî de lîstiye, çi ku ew mîna çavdêrekî dihate naskirin. Dengbêjîyê jî cihê xwe wekî dibistanekê di civakê de girtibû. Mîna hemû rêbazên wêjeyî yên civaka rojhilatî, ji bilî desn û hestan, pêwîstîya kesê dengbêj bi gelek taybetmendîyên cuda hebû: Gerek bû ku xwedî nêrîn û ramanine cihêwaz bûya, ji ber ku ew di nava gund û bajaran de di-gerîya û hest û gotinên xwe tanîn ziman, ji lew re bandora wî li ser hiş û bîrwerîya civakê cihekî taybet digirt. Çaxa ku em aniha li ser kilamên dengbêjan rawestin, em ê bibînin bê çi qas mijarên sereke yên girêdayî guherînên civakî tê de peyda di-bin û çendî destanên mîna Memê Alan, Kela Dimimê, Derwêşê Ebdî, Gênc Xelîl û bi dehan destan û serpêhatîyên din ên hêjayî lêkolîn û liserrawestandinê di nav wan kilaman de cî digirin, da ku em zani-bin heta çi astê ev destan û serpêhatî bûne bingeha avakirina civaka Kurdî.

Sê hêmanên sereke yên dengbêjîya Kurdî hene ku ew bi xwe hêmanên gu-herînên di civakê de ne; ew jî mirov, jin û xweza ne. Mirov cihê xwe mîna mijareke sereke ya vê gerdûnê di dengbêjîyê de gir-

tiye. Ev mirov bûye lehengê jîyan û civakê ji ber ku ew xwedî hêz e û dikare bi qo-naxa guherênê bigihîne serî. Jin jî mîna zindîwereke heyî û xwedîbandor hatiye nîşandan, bûye cihê pesindayîn, bedew-bûn û qeşengîyê lê ne bi wateyeke pûç. Jin bi xwe û li ser zimanê xwe karîbû hest, bawerî û nêrînên xwe bîne ziman, ji ber ku ew xwedî kesayetîyeke karîger bû û tu carî xwe dûrî rola mêr a di civakê de nedî-tiye. Îroj jî ew raman cihê xwe bi berfirehî di hemû qadan de dibîne. Her wisa xweza jî yek ji mijarên girîng ên dengbêjîyê ye, çi ku xweza cihê resenîya mirovahîyê ye û her ku mirov dûrî wê dikeve, nasnameya xwe ya mirovane winda dike û pê re ji rola xwe ya di guherînê de jî dûr dikeve.

Nivîskarî roleke pir mezin di destnî-şankirina nirxan de digerîne, ji ber ku ew rêya herî paqij a her civakekê ye; ji lew re ev tişt girêdayî asta rastgoyî û dirustîya nivîsên nivskar a ji bo bilindkirina asta hişyarîyê di civakê de ye, da ku welatekî bedew ava bike, ne ku karê xwe bike qur-banê qayîlkirina desthiladarîyekê da ku berjewendîyên xwe qezenc bike, ku wê gavê nivîskar dibe xapînok û bi rola xwe ya rastîn ranabe.

Jêder:

1. Îlham Elsinabî, malpera Elcimiîye Eldiwelîye Lilmutercimîn Weluxewîyîn Elereb, 17.12.2008.2. Eledeb Welsewra Elfrensîye (Wêje û Şoreşa Fransizî), Alexis de Tocqueville, wergera ji bo zimanê Erebî: Îdrîs Bikyihya, gotar ji vê pirtûkê hatiye wergirtin: L’ancien régime et la révolution, édition Gallimard, 1967, p229-241.3. Heman jêdera navbihurî.4. Wêje û Helwest, Îrfan Amîda, malpera Berojê.5. Jean-Paul Sartre, Ma Eledeb (Wêje Çi ye?), werger: Dr. Mihemed Xinêmî Hilal, Dar Nehdet Misir Liltebi Welneşir, Qahîre, 1952, R43.

Page 10: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

10 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Werger, Xwêya Ziman

PEvdo Şêxo

Pêşgotin

Heger nivîskarî wekî şêwazeke payeberz a derbirîn, afiran-din û bibelgekirina raman,

hest û nêrînan û her weha veguhastina bûyeran tê nasîn, werger jî wekî şêwaze-ke veguhastina wan raman û bûyeran ji zimankî resen bo zimanekî armancbar tê pejirandin. Li vir jî, werger, di gelek waran de, ji bin nîrê veguhastinê derdikeve û dipeke qada jinûvenivîsandin û jinûveafirandinê û dibe alava vexepartina dara zimanekî.

Ziman, xodîka gîyan, hişmendî, nîgaş-dank, bîrewerî û hêçanên gelan e û werge-radina ji zimanekî tê wateya vejîyandina van xûy û rewiştan di canê zimanê ku lê tê wergerandin (zimanê armanc) de.

Ev kurtelêkolîna han, balê dikişîne ser çend xalên hunera wergerê, pêngavên avakirina wergereke serketî û sergihayî, her weha rewşa wergera zimanê Kurdî û hin metirsî û şaşîtîyên ku wergera Kurdî rûlirûyî wê ye. Vê nivîsê giranî daye ser wergera ji bo zaravayê Kurmancî û ya ji zaravayê Kurmancî û xwe nêzî zaravayên din ên Kurdîyê, nemaze zaravayê Soranî, nekiriye, ew jî ji ber cudahîya di navbera rewşa her du zaravayan de, cudahîya di navbera derfetên li pêş her duyan de û nîrên sîyasî yên ku Kurmancîyê -bi tay-betî- dixin bin barê rewşeke taybet a jar û perîşan de.

Nivîskarê Serbest û Wergêr Destgirêdayî:

“Wergêr nivîskarek e, an ku karê wî ew e ku ramanan bi rêya hin peyvên li-hevhatî û darêjtî arasteyî xwînerekî bike. Cudahîya di navbera wî û nivîskar de ew e ku ramanên ku ew li hev tîne û dadirêje, ne ramanên wî ne, lê yên yekî din in.”(1)

Heger em nivîskarî û wergerandinê be-rawirdî hev bikin, yekem tişt ku em rastî wî tên, serbestîya nivîskar û çarçoveya ber-teng a tevgera wergêr e. Çi ku derîyê afi-randin û derhînanê bi temamî li pêş nivîs-kar vekirî ye û carinan beş û birên mijarê bi xwe, wî ber bi hin warên nû ve dibin, çi ku ew ne girtîyê ramanên berî nivîsînê ye û di nava pêvajoya nivîsînê de, pênûsa wî di-kare ber bi hêleke din ve bişemite û hin hi-zir û alîyên veşartî yên mijarê tev bide. Be-revajî wî, wergêr ji vê serbestîya afirandin û derhînanê bêpar e, çi ku ew girtîyê ve-guhastina raman, hest û nêrînên resen ên nivîskar e, nemaze heger werger di warekî zanistî yan hizirî de be, ku wî çaxî peyam pir girîng e, her gotinek xwedî giranîyekê ye û her hevokek xwedî derbirîneke raste-rast û hestyar e, îcar wergêr nikare gelekî ji xeta nivîskar dûr bikeve û nikare xwe ji bend û zincîrên wî rizgar bike.

“Rastîya beloq a ku roka wê nikare were perdekirin û tu kes nikare wê man-del bike ew e ku ziman û hizir ji hev nayêne cudakirin û tu nivîskar nikare bibêje ku wî tiştek nivîsîye ku berê pê ra-mîyaye û hîn ji wê rêçê derneketiye; çi ku pêvajoya nivîskarîyê bi xwe pêvajoyeke

Page 11: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 11

kifşkirina ramanan e û danîna peyvan li ser kaxezê pêvajoya dahînaneke hizirî ye, ne pêvajoya rokirin û dakirina ramanan e. Bi gotineke din, nivîskar, di dema nivî-sînê de, hin ramanên nû tîne -her çendî têkilîya wan bi mijara sereke re ne ew qasî hevgirtî be jî- û nivîskarîya wî di çarço-veya nivîsîna ramanên berî nivîsînê de tenê namîne.”(2)

Nexwe peywira bingehîn a wergêr ew e ku van raman, mijar û nêrînên nivîsa resen biparêze û wergerîne ser zimanekî din (zimanê armanc), lê divê dab, nêrît, çand, şaristanîtî û gîyanê her du zimanan (zimanê ku jê tê wergerandin û zimanê armanc) bêne parastin, ku jixwe ev e az-mûna herî giran a wergêrîyê. Ev yeka han jî ne ew qasî hêsan e, lê pêdivîya wê bi kes û azmûneke dûrûdirêj heye, çi ku gerek e nivîsa wergerandî wekî nivîskeke resen û rewanbêj ji hêla xwîneran ve were peji-randin. Ev xal jî girêdayî hêçana wergêr a bi salan e, ji ber ku çi qasî wergêr jîrek be û di her du zimanan de kûr çûbû -ku ev yek jî xaleke sereke ye, divê di karê werge-randinê de jî kûr çûbe û ji şaşîtîyên xwe û hevrêyên xwe fêr bûbe.

Wergêrê Bîyan an Dafika Nezanîyê:

“Heger pisporîya her du zimanan ji hêla wergêr ve karekî jêneveger be, gerek e deq û nivîsên ku wan werdigerîne jî baş fêm bike, jixwe bikaranîna ferhengan û pirtûkên rêzimanê jî -her çi qasî baş û hewce be jî- têra vî warî de nakin; divê wergêr ji zanistên serdema xwe haydar be. An ku pêdivîya wergêr ne tenê bi hunerên girêdayî hevoksazî û rêzimannasîyê heye, lê divê ji gelek zanyarîyên der barê vê cîha-na ku em tê de dijîn de agahdar be û dûrî nezanîyê be.”(3)

Divê wergêr xwedî zanîneke berfireh be, da ku karîbe nivîsên cihêreng û di war-ên celebceleb de wergerîne, çi ku her çi qasî wergera taybetmend hebe jî, werger ni-kare xwe di çarçoveyeke berteng de zinda-nî bike. Divê wergêrê jîrek û pispor karîbe xwe li hemû kelemên zanînê bide, nebe dîlê warekî tenê û -wekî mînak- nebêje ku ew tenê nivîsên wêjeyî werdigerîne û nêzî nivîsên zanistî, qanûnî, pizîşkî.. hwd nabe, ji ber ku heye mijara wêjeyî bi xwe tijî term û qalibên qanûnî, zanistî yan pizîşkî be, ji ber vê yekê divê wergêr giranîyê bide zanî-

Page 12: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

12 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

na zanyarî û agahîyên giştî yên cihêreng; çi ku “peyv eynika zanyarîyan in û ziman eynika ramanan e”.

Her kes dizane ku zimanê îroj, şaxên xwe berdane nava bi sedan warên ku nayêne hejmartin û êdî ziman nema li ber çend peyv, biwêj, gotinên pêşîyan û der-birînên rojane yên jîyana asayî disekinin. Vê serdema teknolojîyê ziman daye ber lehîya xwe û zimanê ku nikarîbe wekî bendavekê li ber vê lehîyê raweste û nika-rîbe van zanist û zanînan bi wergerandinê daqurtîne, dê av û av biçe û cîyê şopa wî hîç nemîne. Li vir jî rola sereke û pêşeng a wergêran e ku bişên zimanên xwe nûjen bikin û ji zanînê têr bikin.

Zimanê Kurdî û Werger:

Di tevdana mijara wergera di Kurdîyê/Kurmancîyê de, pirsa sereke ya ku der-dikeve pêşberî me ve e: Gelo ji bo rewşa îroyîn a Kurdîyê -nemaze rewşa Kurman-cîyê- divê giranîya wergerandinê biçe ser kîjan alîyî? An ku li gor derfetên berdest û heyî yên weşangerîya zimanê Kurdî, divê çi bê wergerandin û çima? Pêdivîya

Kurdan/zimanê Kurdî herî zêde bi kîjan celebên wergeran heye.

Wekî tê zanîn, piranîya wergera Kurdî dikeve çarçoveya wergerandina berhemên wêjeyî de, di rêza duduyan de berhemên dîrokî û sîyasî tên û berhemên ku herî kêm têne wergerandin, berhemên zanistî ne.

Di warê wergerandina berhemên wê-jeyî de, di serî de roman, çîrok, helbet û şano têne wergerandin; an ku qelsîyeke berbiçav di warê wergerandina pirtûkên rexneya wêjeyî, hunera nivîskarîyê, te-rorîyên wêjeyê… hwd de heye.

Li vir, hemin ku wergêrên Kurd gi-ranîya xebata xwe daye wergerandina

berhemên wêjeyî, divê meriv vê pirsê ji xwe bike: Gelo divê wergêrên Kurd herî zêde kîjan celebê berhemên wêjeyî wer-gerînin? Heger em bibêjin roman -wekî mînak, divê kîjan roman bêne wergeran-din û çima?

Piranîya berhemên ku têne wergeran-din, ên klasîkên cîhanê ne û hayê tevgera wergerê ya bi zaravayê Kurmancî ji berhe-mên nû yên giregirên cîhanê nîne! Helbet

Page 13: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 13

wergerandina klasîkan pir girîng e, ziman têr dike û valahîyeke berbiçav di pirtûkxa-neya Kurmancîyê de tijî dike, lê gerek e xweş were zanîn ku ev berhem zêde ji hêla xwînerên Kurd ve nayêne xwendin, çi ku ji ber serdestîya zimanên dagirker û ban-dora mezin a pêvajoya bişaftinê ser jîyana Kurdan, xwînerên Kurd xwendina van berheman bi zimanê dagirkeran hêsantir û berdesttir dibînin -ev yek pir li cem ni-vîskarên Kurdîyê bi xwe belî ye.

Nexwe divê çi bê wergerandin?Di serî de divê berhemên nû û yên ku

nehatine wergerandin bo zimanên serdest (Tirkî, Erebî û Farisî) bêne wergerandin, ji ber ku derfet û şansê xwendina wan bilindtir e. Yanî gerek e berhemên nû yên nivîskarên cîhanî yên binavûdeng û her weha berhemên nû yên hin nivîskarên nenaskirî -lê li jêr merca ku berhem xwedî asteke bilind be û sûdê bigihîne wêjeya Kurdî- wergerin ser zimanê Kurdî, çi ku di vê rêyê re, Kurdî dikare xwe li qad û celebên nû rakişîne û şêwazên nûjen ên wêjeyê bişopîne.

Di vî warî de, em dikarin çend mînakên biserketî yên wergera berhemên cîhanî yên bo Kurmancîyê bidin. Mînaka pêşîn şanonameya “Dayîk”ê ya Karl Çapek e ku Zagrosê Haco ew ji zimanê Çekî werge-randiye ser zimanê Kurdî. Li gor ku min şopandiye, wergera berhemê ne bi zimanê Tirkî û ne jî bi zimanê Erebî heye; heger hebe jî, zêde nehatiye xwendin û belavki-rin -tevî ku berhem pir hêja, navdar û biserketî ye. Werger bi Kurmancîyeke baş hatiye kirin û êdî xwînerên Kurd ên erebîzan û tirkîzan -ên ku zimanê Kurdî jî zanin- dikarin wergera vê berhemê bi zimanê Kurdî tenê bixwînin.

Xala din a ku bala meriv di warê wergerandina bo zimanê Kurdî de dik-işîne ew e ku xwînerê Kurd guh nade

pirtûkên wergerandî û her dem berhemên wergerandî wekî berhemine astnizm bi nav dike. Dilê wî bêhtir dibije pirtûkên danînê/nivîskarîyê. Li ba xwînerê Kurd, pêşdarazek der barê wergerê de heye: “Pi-ranîya wergeran xerab in û bi kêrî xwend-inê nayên,” an “zimanê wergeran dûrî gîyanê Kurdî ye, zimanekî mekanîk e û zêde akademîk e”...hwd.

Bi bawerîya min, her çi qasî xwînerên Kurmancîyê di çend têbînî û rexneyên xwe de mafar bin jî, gerek e were zanîn ku jixwe werger berfirehkirina qada bi-karanîna ziman e û armancek ji armancên sereke yên wergerê ew e ku ziman li war û şêwazên nû bihêçîne û wî ji zimanê ro-jane yê dubarekirî û berteng xelas bike. Helbet ev nayê wateya ku ziman ji koka xwe, hevoksazîya xwe, gencîneya xwe ya biwêjî û folklorîk dûr bikeve, lê werg-er bi awayekî ji awayan, çirandina kirasê xwedubarekirin û xweçarçovekirinê ye, ku ziman ji rikehê rizgar dike û wî li es-manan hildifirîne. Çi ku wekî ku her dem tê gotin, zimanê nivîskî ji zimanê devkî dewlemendtir e û dikare asoyeke nû li ber bipêşvebirina çand û wêjeyê veke.

Li hêla din, wekî çawa hayê nivîskarên Kurd ji berhemên hev nîne, hayê wergêran jî ji wergerên hev nîne. Wergêrên Kurd hev naşopînin û sûdê ji şaşîtîyên hev wer-nagirin. Kelemeke din jî ew e ku wergêrên Kurd huner û zanista wergerê bi rengekî akademîk nexwendiye. Wergera Kurdî bi giranî -wekî nivîskarîyê- bi dilxwazî tê kirin û her û her wekî erkekî neteweyî tê pejirandin. Jixwe ne pêwîst e ku her wergêrekî yan nivîskarekî, wêje bi rengekî akademîk xwendibe lê gerek e xwedî zanîneke berfireh a di warê wêjeyê de be û gerek e karîbe keleya zanîna xwe ya wêjeyî û ya di warê zanyarîyên giştî de bi destên xwe ava bike.

Page 14: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

14 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Li hêla din, trajedîya bindestîya Kurd-istanê û qedexebûna zimanê Kurdî dibe asteng li pêş damezirandina sazîyên ku bi barê wergerê ve radibin, çi ku ji berê ve hatiye gotin ku “alaya te li ku li ba be, zimanê te li wir xurt e.” Dîsa jî, tevî ku çend sal di ser ragihandina Birêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re der-bas bûne; hîn tu sazîyên ziman ên çalak, nemaze yên wergerê, nehatine avakirin, ku ev jî zexelî û kêmasîyên birêveber, partî û rêxistinên Kurdan di warê vejîyandina zimanê Kurdî û destpêkirina proseseke xurt a wergerandinê de belî dike.

Di dema serdestîya Ereban/Misil-amnan de, nemaze di heyama Ebasîyan de, tevgera wergerê roleke mezin di dew-lemendkirina zimanê Erebî û geşepêdana hizirî ya dema Peyrewtîya Îslamî de gerand, ku wekî mînak, wergerandina berhemên felsefeyî ji zimanê Yûnanî, felsefeyeke Îslamî da avakirin.

“Di destpêka Komara Turkiyeyê de, Hasan Alî Yucelê wezîrê perwerdehiyê, wergêr digirtin û berhemên fransî û al-manî û ingilîzî bi wan didan wergeran-din. Bi qasî ku ji pêşgotina ku wî bi xwe nivîsandiye, tê fahmkirin, ew dixwaze wêjeyê bîne zimanê turkî û zimanê turkî jî xurttir bike.

Em dibînin ku îroj hin weşangerên me yên kurd jî berhemên edebî ji zimanên bi-yanî werdigerînin zimanê turkî ku mirov

bivê nevê vê pirsê ji xwe dike: Gelo ew xi-zmeta çi dikin? Ji ber ku werger xizmeta zimanekî dike û pireyan di navbera wî û zimanên din de datîne. Kurdek divê berî her tiştî xema zimanê xwe bixwe…” (4)

Wate ji ber ku destek û piştgirî tuneye, her kes xwe bernade warê wergerandina ji bo zimanê Kurdî.

Rewşa Başûrê Kurdistanê gelekî cu-datir e, çi ku her çi qasî rewş ne ew çend geş be jî, lê tevgera wergerê gelekî bi pêş ve çûye û bi hezaran berhemên celebce-leb ji zimanê cîhanê hatine wergerandin, lê dîsa jî meriv tê dibîne ku werger bi gi-ranî ji zimanên Erebî û Farisî pêk tê (Li Silêmanîyê ji zimanê Farisî û li Hewlêrê jî ji zimanê Erebî), an ku zimanên dagirke-ran hîn jî heta radeyekê şopa xwe kolaye; helbet ez vê yekê dibêjim ji ber ku gerek e werger -nemaze wergerandina berhemên hizirî- bi giranî ji zimanên cîhanê yên xwedîbandor ên mîna Îngilîzî, Fransizî û Spanyolî were kirin, ji ber ku berhemên baş bi wan zimanan têne nivîsîn û êdî Ereb û Faris bi xwe berê xwe didin wergerandina ji wan zimanan.

Wergera Ji Zimanê Kurdî:

Ji bo zimanê Kurdî, alîyekî girîng ê wergerê, wergera ji zimanê Kurdî ye. Ev werger dikare bawerîya bi şîyana zimanê

Page 15: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 15

Kurdî bide rûniştandin û çavên cîhanê bikişîne ser çand, kelepûr, zanîn û tevge-ra afirandina merivane ya gelê Kurd. Lê mixabin, ev alîyê han pir şikestî maye û di quncekî teng de hatiye paşguhkirin.

Wekî rastîyeke tehl, piranîya wergerên ku ji zimanê Kurdî têne kirin, ji Kurdan re tên kirin û ev xwelîliserîyeke giran e; xwebişaftina bi zanabûn e. Wekî mînak: Wergera Erebî ya romana “Rojek Ji Ro-jên Evdalê Zeynikê” ya romannivîsê gor-behişt Mihemed Ozun, pêşî li Helebê û vê dawîyê li Şamê hate çapkirin û herî zêde li nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate belavkirin, min wergera Erebî ya vê romanê li cem bi dehan Kurdan dîtiye, her çi qasî zimanê Kurdî wî çaxî li Rojava qedexe bû û pirtûkên Kurdî nedigihaştin ber destên xwînerên Kurd, lê dîsa jî belavkirina wergera Erebî ya romaneke Kurdî di nav Kurdan de karekî tirsnak û ne aqilane ye. Yanî tiştî aqilane û mentiqî ew bû ku ev roman ji Ereban re bihata wergerandin û ji hêla weşanxaneyeke Ereb ve, li welatekî Ereban, bihata weşan-din da ku gelê Ereb wêjeya Kurdî ji nêz ve nas bike û zanîbe bê Kurd çi dinivîsin, ne ku li beşekî Kurdistanê û ji Kurdan re were wergerandin!

Kurt û Kurmancî, em ji zimanê xwe werdigerînin ji bo em bi zimanên serdest bixwînin.

Li vir ez naxwazim keda wergêrê hêja li erdê bixim û naxwazim mercên giran ên wê heyamê paşguh bikim -ku zimanê Kur-dî li Rojava û Sûrîyeyê qedexe bû, lê dîsa divê wergera berhemekê ji zimanekî bin-dest bo zimanekî serdest bi hestyarî bê ki-rin û gerek e dûrî şêwaza xwebişaftinê be.

Wekî mînakeke biserketî jî, em dikarin behsa wergerandina romana “Xadim” a Selahedîn Bulut û Mîrnameya Jan Dost bikin ku li Ebû Dabîya Mîrîtîyên Erebî

yên Yekbûyî hatiye çapkirin û belavki-rin, an ku ew ji xwînerên Ereb re hatiye pêşkêşkirin.

Her weha em dikarin behsa du mî-nakên din ên biserketî bikin, ku ew jî wergerandina du berhemên romannivîs Şener Ozmen e. Her du berhemên Şener Ozmen “Rojnivîska Spînoza” û “Pêşba-zîya Çîrokên Neqedîyayî” ji hêla wergêr Abdullah Koçal ve hatine wergerandin bo zimanê Tirkî û hatine weşandin ji hêla weşanxaneyeke Tirk a navdar ve ku ew jî Weşanxaneya Evrenselê ye. Her çendî Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li jêr mer-cên bişaftina zimanê Tirkî yê dagirker jî dikarin wê berhemê bi Tirkî bixwînin, lê xwînerên ku bûne armanca sereke ya wergera Tirkî ya van her du romanan, xwînerên Tirk in.

Di vî warî de, qelsîya herî berbiçav û giran ew e ku berhemên Kurdî pir kêm werdigerin ser zimanên din ên cîhanê, yanî gerek e wergera ji zimanê Kurdî heta radeyeke mezin ji çarçoveya wergera bo her sê zimanên dagiker derkeve û berê xwe bide zimanên cîhanê yên herî berbelav, nemaze Îngilîzî, Fransizî, Spanyolî, Rûsî… hwd.

Çend Metirsîyên Wergera Ji Bo Zimanê Kurdî:

Metirsîya herî giran a ku derdikeve pêşberî wergera ji bo zimanê Kurdî, afi-randina peyv û biwêjan e li gor mentiqê zimanê ku jê tê wergerandin (zimanê or-jînal) an bi giranî li gor mentiqê her sê zi-manên ku li Kurdistanê serdest in.

Di wergerandina ji bo Kurdîyê de, hin wergêr zehmetîya tunebûna ferhengine baş û kêmbûna peyv û terman dikişînin,

Page 16: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

16 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

îcar neçar dimînin ku peyvan darêjin û biafirînin, her yek li gor zimanekî serdest. Rojava û Başûr li gor mentiqê Erebî, Ba-kur li gor Tirkî û Rojhilat li gor Farisî û Kurdên Ermensitan û Kafkasyayê li gor mentiqê Rûsî.

Wekî mînak, di gelek werger û nivîsên nivîskar û wergêrên Bakurê Kurdistanê de, derbirîna “ez lê gerîyam” bi wateya “tele-fonkirin”ê bi kar tê, ku rasterast ji mentiqê Tirkî hatiye wergirtin û heger ne Kurdekî Bakurî be, qet jê fêm nake. Nivîskarên Ro-java heman hevokê weha dibêjin: “Min jê re lê xist”, ku ew jî li gor mentiqê Erebî ha-tiye çêkirin, lê hevoka ku li gîyanê Kurdî tê ev e: “Min telefonî wî kir.”

Dîsa ji ber şaşîtîyên wergera kambax, hin peyv û termên sosret derketine holê, ku cîyê pêkenînê ne. Peyva herî beloq û pêkenok jî, peyva “peymangeh” e ku li gor wergereke motemot a peyva Erebî (mei-hed /معهد) hatiye çêkirin! Ev peyva çêkirî bi berfirehî li Rojava û Başûr tê bikaranîn tevî ku çend hevwateyên wê yên xwerûkurdî yan bîyan hene, wekî (dersxane, xwendegeh, enstîtû... hwd).

Wekî din, di wergerên ku ji hêla wergêrên Bakurê Kurdistanê ve têne ki-rin, peyvên Erebî yên tirkîkirî (Osmankî) bi berfirehî têne bikaranîn, ku vê dawîyê zêde ji hêla xwendekar û akademîsyenên beşên Kurdî yên zanîngehên Tirkîyeyê ve bi berfirehî têne bikaranîn. Li jêr, ez ê bi dehan peyvan wekî mînakên bikara-nîna peyvên Erebî di wergerên wergêrên Bakurê Kurdistanê de raber bikim û ez ê bergind û wateyên wan ên Kurmancî jî di nava du kevanan de binivîsim da ku ez dîyar bikin ku wateyên van peyvan di Kurmancîyê de hene lê wergêr peyvên ji zimanê Erebî bi kar anîne!!! Jixwe ev

peyv hemû di wergera berhemeke tenê de hatine bikaranîn û tew ev berhem jî ji Îngilîzî hatiye kirin, ne ji Tirkî: “Tedarik (xwegihandin, amadekirin), muxalefet (dijberî, berhingarî), fetihkirin (dagir-kirin, desteserkirin), mubalexe (fîşal, zêdebêjî), miweqet (demdemî), mukafat (xelat), zurîyet (dunde/zirîyet), Îtaet (ser-nermî/serçemandin), îzdîham (hêwirze, gelemşe, gêleşok), dewrîye (pagerî, ni-jde), mustehcen (pişêw, bêşerm), îltîma-sî (lavakirin, tikakirin, xwestin), fihûş (qûnekî, forqîtî), şexs (kes, meriv), teseruf (reftar, kirin), daîre (warxan, gerîngeh), reşîdbûn (gihaştin), xirûr (pozbilin-dî), îmhakirina/mehûkirin (jinavbirin, tunekirin, maşandin), bêîtibar (bênirx), îdam (bidardekirin/bidarvekirin), ede-bîyat/edeb (wêje, tore), bêşiûr (bêhest, dilkevir), muhteşem (nuwaze, şîrîn, xweş-kok), îcadkirin (afirandin, hilberandin, çêkirin), îmtîyaz (takemafî), masûmîyet (bêgunehî), mukemel (têkûz, sergihayî), mimkun (pêkan, gengaz), tasfîyekirin (kuştin, bêdengkirin), îhtîmal (dibetî, bilan), sefahat (debengî, baletî, kêmaqilî, bodelebûn, gêlbûn), îstîsna (awarte), îxfalkirin (paşguhkirin, feramûşkirin), cazîbe (rakêşî, balkêşî), mecbûr (neçar), muhafize (parastin), mehcûb (paşperde, veşartî, nedîyar, nebelî), muşkile (kêşe), muhafiz (parastkar), cuzam (nexweşîya gurîbûnê/kotîbûnê), iffet (pakî, paqijî), muhtemelen (dibe ku, heye ku, reng e ku), teredut (dudilî).»(5) Jixwe divê baş were dîyarkirin ku piranîya van peyvan di Erebîyê de heman wateyê nadin, yanî Os-manîyan ev peyv ji zimanê Erebî û Farisî wergirtine, qermiçandine, li gor Osmankî û Tirkîya xwe saz kirine û wergêr û ni-vîskarên me yên Bakurî tên ku van peyvên qermiçî li Kurmancîyê bikin bar!

Page 17: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 17

Paşgotin:

Wekî peyveke dawî, werger navgîneke girîng a xurtkirin, bihêzkirin û bipêşve-birina ziman e, nemaze ji bo zimanekî ku rêya vejîyandina xwe ji nû ve vedike û dewsa pêyên xwe li meydana zimanên cîhanê çêdike. Li hêla din, divê wergêr şarezatîya xwe ya di warê rêziman, rastni-vîsîn û folklora her du zimanan (zimanê resen û zimanê armanc) de bi pêş ve bibe û gencîneya xwe bi biwêjên her du zima-nan tijî bike. Divê wergêr bi wijdan be, keda nivîskar li erdê nexe û bi tu rengî dest di tevin û hizirên nivîskar de werne-de. Wergêrê Kurd dikare di warê ziman de teknîk û hunera xwe berpêş bike (li vir jî li gor gîyanê zimanê Kurdî, an ku berhe-mekê li Kurdîyê bîne), lê nabe ku rengê xwe bi ser rengê nivîskar bixe. Berhem a nivîskar e, ne ya wergêr e, wergêr mirêk e… û divê mirêkeke paqij be, da ku wer-gerandin di zimanê Kurdî de nebe kesera ser keserê.

Jêder û Referans:

(1). Mihemed Enanî (2000), Fen Eltercema (Hu-nera Wergerandinê), Elşerika Elmisrîya Elalemîya Lilneşir/Longman, çapa pêncan, Qahîra, rû: 5-6.(2). Heman jêdera navbihurî, rû: 6-7.(3). Heman jêdera navbihurî, rû: 9.(4). Îbrahîm Seydo Aydogan: Werger û Hin Pirsgirêkên Wergerê Di Kurmanciyê De, Kovara Zendê ya Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, hej: Bihar û Havîna 2008an, Stenbol, rû: 31-39. (5). Ev hemû peyvên Erebî yên tirkîkirî (Os-mankî), di wergera Kurdî ya ji zimanê Îngilîzî ya romana “Hezar û Neh Sed û Heştê û Çar”ê ya George Orwell re derbas bûbûn, lê piranîya wan di edîtorîyê de hatin kurmancîkirin.

Page 18: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

18 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Sozdarî Di Wêjeya Kurdî De

P

Hisên Zêdo

Wêje, hunera ravekirina xweşik û bedew e. Wêje, hemû bûyer, hest, raman û

xeyalan di nava jîyana mirovan de bi awa-yekî nivîskî yan devikî pêk tîne, lê dema ku girêdana wêjeyê bi civak û netewe yê re çêdibe, dibe wêjeyeke sozdar.

Bi wêjeyeke sozdar, piranîya dîro-ka civaka Kurdan hatiye ezberkirin û bi şêwazeke devikî gihaştiye roja me ya îroj. Dîroka civaka Kurdan her çi qasî kevin be jî, kêm hatiye nivîsandin û bi awayekî devikî, bi rêya çanda gel a devokî, hatiye parastin û bibelgekirin, ji ber vê ye ku girêdanên wêjeya Kurdî di qonaxên xwe yên pêşî de bi berjewendîyên civakê re bû û sozdarîya wê ya bi civakê re xurt bû.

Hebûna sozdarîyê ya ji mêj ve di wêje-ya Kurdî de hiştiye ku wêje rola bibelge-kirina dîroka Kurdan û wêjeyê bi hev re

bigerîne û her weha koka zimanê Kurdî jî biparêze.

Heger em bi hûrbînî li ser wêjeya Kur-dî rawestin, em ê bibînin ku wêjeya Kurdî di sê qonaxên bingehîn re derbas bûye. Di her qonaxekê de sozdarîyeke balkêş tê de peyda bûye.

Qonaxa Yekem:

Qonaxa yekem a ku wêjeya Kurdî tê re derbas bûye, qonaxa damezirandina felse-feya Avestayê bû, ku tê de wêjeya Kurdî bi zimanên kevin, ên herêma Mezopo-tamyayê dihate nivîsandin û parastin, lê piranîya beşên wê yên nivîskî di wê qo-naxê de bi zimanê Arî hatiye nivîsandin, mîna pirtûka Avestayê ya ku nivîsên wê bi zimanekî helbestî hatine hûnandin û bi dengên bilind û rind, ji alîyê helbestkaran ve, di koşk û serayên Împeratorîya Sasanî-

Page 19: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 19

yan de hatine xwendin. Berî hatina Misli-manîyê û damezirandina dewleta Îslamê, hejmara pirtûkên Kurdî pir bû û piranîya wan wekî helbestan hatibûn nivîsandin, lê bi hatina ola Îslamê û êrîşên desthilat-darên wê yên li dijî bajarên Kurdistanê re, dawî li wê qonaxê hat.

Bi behaneya ku pirtûk û belgeyên Kur-dî rêya gawirîyê şanî xelkê didin, berpirs-yarên desthilatdarîya dewleta Îslamê yên wê demê, biryara avêtina belge û pirtûkên Kurdî di çeman de da, lêbelê hin ji wan pirtûkan ji nava ava çeman hatin rizgarki-irn ku ew jî du beş bûn: Beşek ji pirtûkên olî pêk dihat; ola Medîyan, Avesta, Zend, Kurd û hin belgeyên din. Beşê din ê wan pirtûkên ku ji çeman hatin derxistin girê-dayî ayîn, sîyaset, zanist, tendirurstî, wêje, dîrok, çîrok û karûbarên dewletan bû, ku navên wan jî weha ne: Datistanê Dînik, Artarî, Wêrefname, Karname Redeşêrî Babekan, Zerîran, Datstan Rêdek, Xusre Wekotan, Wiştirenek Name, Xotay Name, Xwayî Name, Rustem Name... hwd.* Ni-vîsên van pirtûkan wêjeyî bûn, ji ber ku wêje di wê demê de zimanê civakê bû.

Ol, sîyaset, felsefe û hemû zanistên din ên wê demê bi zimanê wêjeyî dihatin xwendin û vegotin, ev jî teqez dike ku di heyama berî damezirandina dewleta Îs-lamê de, girêdana wêjeyê bi hemû beşên civakê re xurt bû û wêjeyeke sozdar bû bi civaka xwe re.

Qonaxa Duyem:

Bi damezirandina dewleta Îslamê re, qonaxa duyem a wêjeya Kurdî dest pê kir. Di wê qonaxê de, wêjeya Kurdî bi awayekî takekesî hatiye nivîsandin û ketiye jêr ban-

* Ferhenga Mehabadê, çapa yekemîn, Hewlêr, Çapxaneyî Kurdistan.

dora zimanê Erebî. Piranîya nivîs û ezber-kirinên wê demê ketine bin bandor bê-jeyên Erebî û gelek caran bi zimanê Erebî bi xwe hatine nivîsîn û parastin, ew jî mîna helbestên Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî.

Di helbestên her du helbestkarên na-vbihurî de, bandora zimanê Erebî pir û belî bû.

Helbestkarê Kurd Melayê Cizîrî (1567-1631) ji zaroktîya xwe de tev li xwendina medreseyên olî bûye û fêrî çar zimanan bûye ku ew jî ev in: Tirkî, Farisî, Kurdî û Erebî. Lêbelê wî giranî daye zimanê Erebî û dîwaneke helbestên ji 121 helbestan bi tîpên erebî nivîsîye. Di helbestên Melayê Cizîrî de hezkirina Xweda rengê sozdarîyê wergirtiye.

Helbestkarê Kurd Feqîyê Teyran di sala 1302an de li gundê Miskê yê girêdayî Herêma Colemergê ji dayîk bûye. Feqîyê Teyran bi helbestên xwe yên berevanîya di ber çîna xizanan de hatiye naskirin û her weha li ser evînê jî nivîsîye. Helbestkar Feqîyê Teyran tu carî ji Mîr û desthilat-daran re nenivîsîye, ji ber vê yekê ye ku ci-vaka wê demê bi giştî guh li ber helbestên wî dêrane. Di helbestên xwe de, Feqîyê Teyran bang li hemû gelên herêma Mezo-potamyayê dikir ku wekhevî û biratîyê di nav hev de rûnînin. Feqîyê Teyran di sala 1375an de çûye ber dilovanîya Xwedê, lê gelek helbestên xweşik û sozdar bi civakê re li dû xwe hiştine. Helbestên Feqîyê Teyran ketine se zimanan û civaka Kurdî heta niha jî wan helbestan tîne ziman û hin ji wan helbestan jî li ser zimanê hu-nermendan bûne stran, ku ev jî sozdarîya helbestên Feqî bi civakê re dide eşkereki-rin, çi ku piştî bi sedan salan jî, hîn civak vî helbestkarî wekî kurê xwe yê sozdar dibîne, wekî çawa ew bi helbestên xwe sozdarê civakê bû; îroj civakê dibe sozda-ra helbestên wî û lê xwedî derdikeve.

Page 20: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

20 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Yek ji hîm û navdarên wê qonaxê, hêja Ehmedê Xanî ye. Ehmedê Xanî giranî daye ravekirina pêwîstîya nivîsîna bi zima-nê Kurdî û der barê vê yekê de weha gotiye: “Da xelq nebêjitin ko Ekrad. Bême’rifet in, bêesil û bunyad” Ehmedê Xanî di sala 1651ê de hatiye ser rûyê dinyayê. Ew li ge-lek bajar û bajarokên Kurdistanê gerîyaye heta ku gihaştiye bajarê Bazîdê û bi ar-manca ku bingeha perwerdehîya bi zima-nê Kurdî deyne, dibistanek li wî bajarî ji zarokên Kurdan vekiriye. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li bajarê Bazîdê koça dawî kiriye. Berhemên Ehmedê Xanî yên nav-dar di nava Kurdan de ev in: Mem û Zîn, Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê.

Di berhemên Ehmedê Xanî de xweş dîyar e ku wî wêjeyeke Kurdî ya sozdara civak û neteweya Kurd daye pêş; tersî wê-jeya wê demê ku ketibû bin bandora ola Îslamê û bi zimanê Erebî dihate nivîsîn û parastin û tenê sozdarî bi civaka xwe ya berteng re dikir.

Di qonaxa duyem de, ku wêjeya Kurdî tê re derbas bûye, sozdarîyeke balkêş ha-tiye nimandin. Di her du qonaxên pêşî de jî piranîya wêjeya Kurdî bi awayekî xwe-zayî sozdara civaka xwe bû.

Ji ber gelek sedeman wê demê, wêje sozdarîya xwe daye pêş. Sedema yekem a wê sozdarîyê ew e ku Kurd li xakeke çîyayî jîyane. Vê yekê wêje neçar dikir ku ji çarçoveya civaka xwe dernekeve, êşa civakê wekî çavkanîya xwe bigire destan û di rêya çîrok, stran û dengbêjîyê re bibêje. Sedema duyem girêdayî zengînbûna xaka Kurdan bû. Vê sedemê hiştiye ku Kurd her dem rastî êrîş û şeran bêne, wêje jî dîsa neçar maye ku ji êşa civakê re bibe pişt û di tengayîyê de li kêleka gel be. Van her du sedeman hiştiye ku piranîya berhe-mên wêjekarên Kurd ên navdar di her du qonaxan de bi şêweyekî sozdar bi civakê re derkeve pêş.

Di her du qonaxan de, beşekî wêjeya kurdî hatiye nivîsîn lêbelê beşê din ê wêjeya kurdî hatIye jiberkirin û şêweyên sozdarîya bi civakê re di beşê jiberkirî de jî pir heye.

Jiberkirina stran, serpêhatî û çîrokên Kurdî di rabihurîya dîrokê de hiştiye ku zimanê Kurdî jî li ser koka xwe bimîne û bi dûmahîya dîrokê re winda nebe.

Qonaxa Sêyem:

Qonaxa sêyem a ku wêjeya Kurdî tê re derbas bûye, ji nêzî sed salî û heta roja me ya îroj diajo.

Wêjeya Kurdî ji sed salî û bi vir de, ne tenê maye sozdara civaka xwe , lê di dest-pêka sedsala bîstan de, li ser destê gelek helbestkar û navdarên Kurd bû sozdara neteweya xwe jî; ew jî li jêr bandora agirê venemirî yê şoreşên Kurdî û hişyarîya hestên neteweyî. Wêjeya kurdî ji qonaxa jiberkirinê ya devikî derbasî qonaxa nivî-sîna bi zimanê Kurdî bû.

Di vê qonaxê de, sozdarîya wêjeya Kurdî ya bi neteweya Kurd re û nivîsîna wêjeyê bi zimanê Kurdî hişt ku wêjeya Kurdî di sedsala dawî de di nava guher-tinên berbiçav de bijî û hêdî hêdî ji nû ve bandorê li ser sazkirin û rûniştandina zi-manê Kurdî jî bike.

Ji berî sed salî û bi vir de, zimanê Kurdî derbasî pêvajoyeke nû bû, ew jî nivîsîna bi tîpên Latînî bû. Ev gava han hişt ku wê-jeya Kurdî jî gaveke mezin ber bi nivîsîna wêjeyeke sozdar ve biavêje. Li vir eşkere dibe ku wêje û ziman hevbandorên hev in, pêşketina yekê bandorê li yê din dike û wî be xwe re bi pêş ve dibe. Meriv dikare bibêje ku wêje û ziman tacêwîyên hev in ku jixwe hevgirêdan û hevpêşketina wan vê yekê piştrast dike.

Page 21: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 21

Guhertinên berbiçav ên ji alîyê tevlê-bûna sozdarîyeke neteweyî di helbestên Kurdî de û nivîsîna wêjeyê yên bi zimanê Kurdî -ku ji sed salî û bi vir de çêbûne- di berhemên gelek nivîskarên Kurd de belî dibe, mîna Mela Ehmedê Namî, Qedrî Can, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes… hwd.

Naskirina jîyan û berhemên van nav-daran û sozdarîya wan a bi neteweya wan re, qonaxa wêjeya Kurdî ya dawî bi soz-darîyê dide nasîn.

Helbestkar Mela Ehmedê Namî di sala 1906an de li gundê Arbetê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ji dayîk bûye û di gelek dibistanên olî de perwerde bûye. Mela Ehmedê Namî di pûtedana bi zimanê Kurdî de pêşeng bû û helbastên xwe jî bi zimanê Kurdî nivîsîne. Di vî warî de, ban-dora helbestakarîya Cegerxwîn lê bûye. Mela Ehmedê Namî di kovarên Hawar û Ronahîyê de nivîsandiye, nivîskarîya wî daye ser rêça wêjeyeke sozdar a balkêş û ji ber helwestên xwe yên sozdarên neteweya

gelê Kurd, gelek caran ji alîyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye binçavkirin. Wekî din, Mela Ehmedê Namî di sala 1927an de, di Komeleya Xoybûnê de bi rêxis-tin bûye. Ew di sala 1975an de, li bajarê Qamişloyê çûye ber dilovanîya Xwedê û gelek berhemên wêjeyî yên sozdarên ci-vak û neteweya Kurd li dû xwe hiştine, yên çapkirî Dîwana Helbestan a bi navê “Daxwazname”yê û pirtûka “Agirê Sîne-ma Amûdê”, ên neçapkirî û li bende çapki-rinê ne jî ev in: Ferhenga Kurdî-Erebî bi navê “Kozar”ê, Rêzimana Kurdî-Erebî û Bîranînên Namî bi navê “Çiko Li Bîr im”.

Helbestkar Qedrîcan (1916-1972) jî yek ji helbestkarên sozdar ên neteweya Kurd in. Qedrîcan jî helbest, çîrok û go-tarên xwe bi giranî di Kovara Hawarê de nivîsîne.

Osman Sebrî di sala 1905an de li gun-dê Narincê yê bi ser Semsûra Bakurê Kur-distanê ve ji dayîk bûye. Osman Sebrî di xortanîya xwe de di ber doza gelê Kurdî de têkoşîneke mezin daye meşandin. Ew

Page 22: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

22 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

yek ji damezirînerên Rêxistina Xoybûnê bû, a ku di dawîya sedsala bîstan de li ser destên Bedirxanîyan hatiye dameziran-din. Osman Sebrî piştî 88 salan ji têkoşîna xwe ya di ber doza gelê Kurd de, çûye ber dilovanîya Xwedê, lê li şûna xwe berhe-mên wêjeyeke sozdar û binirx hiştine, mîna: Bahoz, Derdê Me, Çar Leheng û du berhemên der barê alfabeya zimanê Kurdî de.

Osman Sebrî der barê neteweyê de weha digot: “Neteweya ku ji xwe hez dike û xwe nas dike, ew e a ku ji zimanê xwe hez dike.”

Helbestkar Cegerxwîn (1903-1984) sozdarê doz û çarenivîsa gelê xwe bû û bawerîya wî bi nivîsîna bi zimanê Kur-dî dihat. wî li ser vê yekê weha digot: “Eger ez bi zimanê bîyanî binivîsînim, wê zimanê me bi demê re bimire, lê eger ez bi zimanê xwe binivîsînim, wê neteweyên din jî bi zimanê me bixwînin û binivîsînin.” Helbestkar Cegerxwîn yek ji damezirînerên Komeleya Xoybûnê bû û di rêya wê rêxistinê re xwestiye xeteke neteweparêz û helbesteke Kurdî ya nûjen li Rojavayê Kurdistanê belav bike.

Cegerxwîn 8 dîwanên helbestan li dû xwe hiştine ku tê de çîroka têkoşîna Kurdan vegotiye û şerê mîr û oldarên ku xwe di bin kirasê Misilmanîyê de veşartî bûn kiriye. Ew di helbestên xwe de dil-sozîya doza mirovatîyê û hemû gelên bindest daye pêş, pişta neteweyên têkoşer ên dema xwe -ên mîna gelên Vîetnam û Filistînê- girtiye.

Cegerxwîn di sala 1984an de çûye ber dilovanîya Xwedê, lê berhemên wî yên sozdarên gelê Kurd re wekî mîrateke bêhempa ji wêjeya Kurdî re man.

Helbestkarê Kurd Şêrko Bêkes (02.05.1940 - 04.08.2013) xwedî 18 berhemên helbestê ye û her weha du şano-name bi şêweyekî helbestî nivîsîne. Şêrko Bêkes di helbestên xwe de azarkêşya gelê Kurd ê Kurdistana Başûr bi şêwazeke tay-bet hûnaye. Wî gelekî li ser komkujîyên Helebçe û Enfalê nivîsîye û di helbestên wî de sozdarîyeke neteweyî ya eşkere û dilsoj heye.

Di qonaxa dawî ya wêjeya Kurdî, pi-ranîya xebatkarên wêjeya Kurdî wekî ni-vîskarên sozdar ên neteweya xwe hatine nasîn.

Di her sê qonaxên navbihurî yên wê-jeya Kurdî de, piranîya nivîskarên Kurd kirasê sozdarîyê li wêje û berhemên xwe kiriye, lewma bandora her se qonaxan li ser rewşa me ya îroyîn jî heye.

Di roja me ya îroj de, nivîsîna helbes-tê cîyekî sereke di wêjeya Kurdî de digire, her weha wêjeya Kurdî nikare xwe dûrî sozdarîyê bixîne, ji ber ku îroj wêjeya Kurdî di mercên bidestxistina mafên ne-teweyî re derbas dibe û li jêr bandora wê têkoşînê ye; têkoşîna Kurdan a ji bo aza-dîyê. Vê yekê jî hiştiye ku wêjeya Kurdî ya niha bêhtir bide ser rêça sozdarîyê, çi ku hestên neteweyî û mirovane ji hêlekê ve û sozdarîya di wêjeyê de du cêwîyên hev û pincara avekê ne.

Page 23: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 23

Sawêr Di Zindanan De Bê Dizgîn in

P

Malva Elî

Dibe ku wêjeya zindanan neynika jîyana girtîyan be û hemû kêlîyên ku di nav

êş, tenêtî û sawêran re derbas dikin bi şêweyekî hûnandî rabe bike û piranîya wêjeya zindanan wekî roman an jî wekî bîranînên kesane bide nivîsîn.

Rengvedana jîyana zindanîyan di ro-manan de xwendkaran di gera êş û xem-gînîyê de gêj dike, ew jî tê wê wateyê ku zindan rûbereke bê rûdêm û reng e û heger asoyên mirovên di girtîgehan de ji berezîvan xurtir nebin, nikarin ji mirinê derbas bibin.

Loma divê mirovê zindankirî hêzê bide hiş, gîyan û hestên xwe heta xwe bi-gihêjînê jîyaneke zindî di nava kêferata hevsengîya bi mirinê re de, ji ber ku hemû cureyên wêjeyê mirov didin nasîn, an ku rengvedana têkilî û nêzîkbûna di navbe-ra mirov û mirov de, di navbera mirov û

derûnîya wî de û di navbera derûdora mi-rov a xwezayî û civakî de carcaran xewn-dekarê vê wêjeyê dibe beşekî berhemê.

Di dawîya sala 2008an de, li navenda ewlekarîyê li Şama payetexta Sûrîyeyê -ku girêdayî lêpirsîna der barê partîyên sîyasî de bû, di kêlîyên destpêkê de çaxa ku ez

derbasî odeya fermanderê hêzên ewle-karîyê bûm , romana “Xemsû Deqaiq We Gesib/Tenê Pênc Xulek” a nivîskara Sûrî-yeyî Hîba Eldebax hate bîra min. Vê carê ne wekî xwînerekî romanê, lêbelê wekî kesayetîyeke sereke ya di nava rûpelên romanê de; ew jî dema ku fermanderê ewlekarîy digot û dubare dikir: “Tenê 30 xulek in û tu dê biçî.”

Di dawîya sala 2008an de ez ji alîyê navenda ewlekarîya taybetî partîyên sîyasî ve hatibûm girtin, ku ew navend şaxekî navenda giştî ya ewlekarîya leşkerî ya Sûryayê bû. Sedema girtinê jî girêdayî

Page 24: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

24 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

çalakîyên min ên sîyasî û rewşenbîrî di Komîteya Nûbiharê bû, ku wê komîteyê giranî dida bipêşvebirina çanda Kurdî. Sedema din jî ew bû ku min alî partîyên sîyasî yên Kurdî di karûbarên çapkirina pirtûk, kovar û rojnameyên Kurdî de di-kir, ku wê demê ez berpirsyarê weşanxa-neyekê bûm.

Ji xwîneran we ye ku wêjeya zinda-nan tenê di quncikên girtîgehan de hati-ye nivîsîn, an jî tenê der barê êş û azarên zindanîyan û kêlîyên jîyana wan a bi derû-dora wan a nû re de tê nivîsîn. Di vî warî de, reng e ku berhema bi navê “Elnîdaa Elexîr Lilhurîye (Ewraq Alsicin)/Banga Dawî ya Azadîyê (Kaxezên Zindanê)” ya nivîskar û dijberê sîyasî yê Sûrîyeyî Hebîb Îsa wekî bangewazîyekê ji raya giştî re û şirovekirina rewşa girtîgehên vî welatî dide nasîn.

Xwendina min a gelek romanên ku mijara wan wêjeya zindanan bû, hişt ku ez hemû kêlîyên xwe yên di zindanê de bi sawêran re derbas bikim û hevokên xwe, gotin bi gotin, bidin ber bêjinga bijarti-neke hûrbîn. Ev yek ne hêsan bû, ji ber ku bersivên kin di odeya lêpirsînê de,

despêka êşên celebceleb bû û ya balkêş ew bû ku lêdan û îşkence wekî geştyarîyê dihatin; nemaze piştî îşkenceya derûnî, çaxa ku wan gef li min dixwar û digot: “Heger tu navê rayedarên partîyên Kurd ên berpirsên vê çapemenîyê eşkere nekî, em ê hemû endamên malbata te bînin zindanê!!”

Wê çaxê êdî ez ketibûm dilqê nivîska-ra Sûrîyeyî Hîba Eldebax û min; gewde û derûnîya min bûbû mîna yên wê dema ku efser gef li wê jî dixwar û digot: “Heger tu cihê birayê xwe yê endam Rêxistina Îxwan Elmuslimîn (Rêxistina Birayên Misilman) eşkere nekî, em ê dayîk û bavê te jî bînin zindanê.”

“Tenê 30 xulek in û tu dê biçî,” fer-mander gelek caran ev hevok dubare di-kir û min jî navê romana Eldebax “Xemsû Deqaiq We Hesib/Tenê Pênc Xulek” di naxê xwe de dubare dikir, lê min nikarîbû bawer û angaşt bikim ku dê 30 xulekên min wekî 5 xulekên Hîba Eldebax bibin neh salên dirêj, tevî ku hayê min jê hebû dema ku wan belgeya veguhastina min dinivîsî ku dê min ji navenda ewlekarî-ya taybetî partîyan bişînin navneda El-

Page 25: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 25

mentîqayê ya bi nav û deng li bajarê Şamê, da ku di dû re bême tawanbarkirin bi navtêdana hestên tîrebaz û têkbirina hev-girtina niştimanî bêyî ku tu belge di destê wan de hebin.

Di nava pênc meh û bîst rojan de, wan ez ji zindanekê vediguhastim zindaneke din; ji navenda taybetî partîyan heta bi Girtîgeha Elmentîqayê, Navenda Filistînê ya bi nav û deng û herî dawî Gitîgeha Ed-rayê ya navendî li derûdora bajarê Şamê.

Der barê veguhastinê de, tenê kesê ku romana “Elqewqea” ya nivîskarê Sûrîyeyî Mistefa Xelîfê xwendibe, dizane çawa qonaxên veguhastina girtîyan di nava zin-danan de gîyanê wan wekî destarê dihêre.

“Elqewqea/Qalik” romaneke weha ye ku kirasê Rejîma Beisê vajî dike û dîyar dike bê ev rejîm heta çi radeyê ji prensîpên mirovahîyê dûr e. Çîroka vê romanê gir-tina ciwanekî Sûrîyeyî yê Xirîstîyan ve-dibêje ku bi tawana endamtîya Rêxistina Birayên Misilman hatiye girtin. Di ro-manê de, piştî bi dawîkirina xwendina xwe ya di warê derhînerîya sînemayî de li Fransayê, ev ciwanê Xirîtîyan biryarê dide ku vegere welatê xwe, lêbelê ew nizane ku pêkenokek bi serokê rejîma Sûrîyeyê yê wî çaxê dê wî ji ciwanekî Xirîstîyan bike ke-sekî tundrê û navê wî di lîsteya xwestîyan a hemû balefirxaneyên vî welatî de belav bike da ku paşê were girtin û bi tawana endamtîya rêxistineke Îslamî ya radîkal, sêzdeh salên jîyana xwe di zindanan de derbas bike.

Di van sêzdeh de salan de, ew hemû rengên êşê dibîne. Ji bilî êş û îşkenceya ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve, birîneke din li birînên wî zêde dibe çaxa ku ji alîyê hevalên xwe yên hucreya zinadanê ve bi Xwedênenasîyê tê tewanbarkirin û ew wî wekî gawir dibînin.

Di romana “Elqewqea/Qalik” de, êşê derî hêza mirovan e. Bêhna mirinê ji nav rêzên romanê difûre û girêdaneke sermedî bi dîwaran ve heye. Girêdana bi dîwarên zindanê ve ji encama nepejiran-dina hizir û ramanên lehengê romanê ji hêla girtîyên radîkal e, îcar têkilîya wî tenê bi dîwaran re tê avakirin û bîranînên jîyana xwe ya kevin bi dîwar re bi par ve dike, wekî ku di kêlîyên dawî yên jîyana xwe de bijî.

Piştî du salan ji derketina min a zindanê, min ev roman xwend, heç weku ji nû ve qonaxên jîyana zindana xwe bijîm, ji ber ku gelek wêneyên hevbeş di navbera bûyerên vê romanê û jîyana min a di zin-danê de hebûn. Wekî nimûne, astengîyên Mistefa Xelîfe bi hevalên xwe yên radîkal re wekî vexwarina fincanek jehr derbas ki-riye, heman astengî min dîtine lê bi şêwe-yekî din, ew jî nepejirandina xewnên min ên Kurdî ji hêla radîkalên îslamîst û her wisa nijadperestên Ereb ve, ji hêlek din ve wan rewatîyek dida zindankirina min, çi ku wan Kurdîtîya min wekî tawan didît.

Tevî tengbûna odeya zindanê, min wekî pîneyekî cihêwaz di nav zindanîyan de xuya dikir, êş û azarên hevbeş tu derfet ji lêbihurînê re peyda nedikir.

Xaçerêyeke din jî di navbera azmû-na min û romana “Elqewqea/Qalik” de hebû, ew jî geştyarîya xweşûştinê bo. Di zindanê de, mafê her girtîyekî hebû ku di hefteyê de du caran canê xwe bi ava sar bişo lê di rêya çûn û hatinê de, girtî ne-çar dima ku di bin barana qamçîyan de bimeşe.

Lê xaçerêya herî biêş tenahî bû. Li navenda Filistînê, cureyekî îşkenceyê heye ku navê Teşbîhê lê tê kirin; an ku kesê girtî bi rojan çavgirtî, destgirêdayî û li ser pê-yan di dalaneke zindanê de dimîne. Para min ji Teşbîhê 34 roj bû.

Page 26: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

26 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Vê tenahîyê, tenahîya romannivîs Mistefa Xelîfê ya di odeya zindanê de anî bîra min. Çaxa ku derfeta wî ya têkilî-danîna bi derveyî hucreyê re çêdibû, tenê kunek di dîwarê odeyê de hebû, wê kunê meydana îşkence û lêdanê li ber çavên wî radixist û tenahîyeke girantir a tijî wê-neyên îşkenceyê lê dikir barê ser bar.

Ji ber ku hemû rejîmên zorbaz dixwa-zin dijberên xwe yan jî kesên ku xêzên sor ên nîşankirî derbas kirine li gor pîvanên xwe bidin nasîn, girtîyên sîyasî û ramanê wekî tawankarên sezakirî didin nasîn an jî wekî eroînfiroşan, ev jî xelekeke din a îşkenceya derûnî ye di zindanên van rejî-man de.

Çaxa ji zindana Edrayê hatin veguhastin ji bo dadwerê lêpirsînê yê yekem ê Şamê, heman wêneyê ku min

di romana “Ya Sahibî Elsicin” a nivîskar û helbestkarê Urdunî Eymen Eletom de xwendibû hate ber çavên min; çaxa ku wan Eymen Eletom li dadgehê bi tawanên sezayî yên kirêt ve tawanbar dikirin, çi ku rejîma Urdunê helbestkarîya Eletom a azadîxwaz wekî tawanekê li dijî ewlehîya welat dinirxand.

Ev yek jî nirxên mirovahîyê yên di civakên Rojhilata Navîn de û hemû sloganên daxwazkirina azadîyê di van welatan de red dike.

Nivîsîna van azmûnan peyamek e ji bo mirovahîyê, her wisa wekî waneyekê ye da ku nifşên li bende pêla girtina sîyasî sûdê jê wergire û ji hêleke din ve şiroveki-rina wêneyê rastîn ê zindanên Rojhelata Navîn e.

Page 27: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 27

Wêje Wekî Amûreke Guhertinê Di Dibistan û Civakê De*

P

Akinmulegun T. EmmanuelBeşê Hînkirina Zimanê Îngilîzî yê Zanîngeha

Deryaya Navîn a Rojhilatî, Famagusta, Bakurê Qibrisê

* navê resen ê lêkolîne: Literature an Instrument of Change in Schools and the Society. Çavkanîya lêkolîne: http://www.academia.edu/9058031/LITeRaTURe_an_InSTRUMenT_OF_CHanGe_In_SCHOOLS_anD_THe_SOCIeTy

Puxte

Girîngîya vê lêkolênê ew e ku mijareke pêwîst seh dike; mi-jara bêsincîya di nav şagirdên

dibistanê de. Lêkolîn dibîne ku wêje amûreke rastkirina vê bêincîyê ye; wilo lêkolîn roleke pir çalak dide wêjeyê da ku me ber bi şêweyekî hizirînê yê çaktir ve bibe. Heger em serpêhatîyên civakên din nas bikin, em dikarin vê armancê pêk bînin. Lêkolîn her weha dide xuyakirin

ku wêje dikare sincên şagirdan çak bike. Bêrûmetkirin û jihevketina ku di civak û dibistanê de di nav şagirdan de heye têvil e; zorbazî, xapîn, xweperestin û dizîya

pereyan. Ev hemû dikarin werin çakki-rin û çareserkirin heger mamosta wêjeyê bi şagirdan bide hînkirim û sincên ku di wêjeyê de hatine wesfdan bi wan bide têgihaştin. Xebatên biazmûn (emperîkal) ên ku di vê lêkolînê de hatine nirxandin, didin xuyakirin bê ka çawa wêje dikare şerûdî û garisîyê di rêya ravekirina sincan di dibistanê de berbest û kêm bike. Di vî warî de, pêşnîyarek derdikeve pêş di warê çawanîya gerandina rola wêjeyê ya hêja di çakkirina mirovan de.

Peyvên Sereke:

Xebata wêjeyî, bêsincî, civak, dibistan.

Page 28: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

28 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Pêşgotin:

Civak û dibistan bi şerûdî û garisîya mirovatîyê hatine pîskirin û wilo ev tişt dihêle ku bêsincî di şûnwarê me de şax vede. Bêsincî di gelek waran de şax ve-dide, ew li her derê heye, di sîyaset, çand, hikûmet û heta di hînkirinê de jî heye.

Ev lêkolîne giranÎyê dide qewam û reftarên li dibistanê, ji ber ku piranîya şerûdîya ku di civakê de heye li dibistanê hatiye bixwedîkirin û rêberên civaka ay-indeyê dawî ji van dibistanan têne der.

Wêje li dibistanê tê hînkirin û ar-manc hînkirina wê ew ku azmûn li ser bingeha wê çêbibin. Mebesta tenha ya xwndina wan her azmûn e. Ne çi pirtûka ku mirov bixwîne dikare sûdê jê wergire, tenê wêjeyeke hizirdar û kûr dikare sûda xwendina pirtûkekê bigihîne mirov. Di rêya xwendina karê wêjeyî û helbestî re, mirov dikare jîyanê fêm bike. Divê xwen-dina wêjeyê were handan û nirxê wê were naskirin, mebesta sereke ya vê lêkolînê ev e. Karên wêjeyî, ên helbestkarên gewre û dêrîn ên wekî Plto Sapph, Horace û Vig-il, Soneyên Shakespeare, helbestên John Keats ên giranbiha, Wordsworth,T enny-son û William Blake,Wole Soyinke, Klaek, Ngogi, berhemine nemir û neguhêrbar in. Di rêya xwendin û mijûlbûna bi karên wê-jeyî û helbestî yên gewre re, mirov dikare jîyanê fêm bike û binirxîne.

Bi rastî wêje hatiye sînorkirin da ku tenê kursekî hînkirinê be. Bêguman wêje jîyanê bi ravekirina serpêhatîyan zengîn dike. Allen (1993) dide dîyarkirin ku wêje ji çandekê bêhtir û ji awayekî jîyanê zêdeter ji şagirdan re dide belîkirin û wan hêzdar dike da ku bi şêweyên jîyanê re biguncin û meşq bibin an jî xwe li gor şêweyên jîyanê yên ku ew xwe ji nişka ve tê de bibînin biguherin.

Rexneyeke Wêjeyî:

Wêje ziman bi awayekî taybet bi kar tîne. Wêje ji nîgaşê (xeyal) tê hûnan-din. Heger wêje bi awayekî guncan were hînkirin, ew dikare alî bi mirov re bike da ku nêrîna xwe der barê jîyanê de ava bike û her wisa alî mirov bike da ku xwe di warê sincî de bi pêş ve bibe. Mc Gregor û Bright (1970) dibêjin wêje di hînkirinê de parçeyê sereke ye, ji ber ku ew asta têgi-haştina mirov bilind dike, serpêhatîyên mirov watedar dike û serpêhatîyê bi xwe jî kûr û fireh dike.

Pêwîstîya Wêjeyê:

“Wêje ne tenê sincan şirove dike lêbelê ew lê zêde dike jî. Ew jîyanê zengîn û wate-dar dike. Em dikarin bibêjin ku wêje jîyana me -ya ku bûye wekî erdekî beyar- av dide.”

C. S. Lewis

Ev jêwergirtina jorîn, wesifdana herî guncan a girîngîya wêjeyê di jîyana me de rave dike. Wêje ne tenê rastî û alozîyên jîyana xelkê wesif dide, ew li ser zêde dike jî.

Bi vî awayî, wêje ne tenê nimînendeya tiştê ku ew wesif dide ye, lêbelê ew dibêje bê ka tişt divê bi çi awayî bin; ew nirxekî li tiştan zêde dike û dihêle mejîyê mirov bi wan mijûl bibe.

Wêje penageha nîgaşa me re ye. Ew rêyeke sêwirandin û têkûzkirina kesaye-tîya mirov e; da ku tu xwe -wekî mirov- li gor hêvîyên xwe pêk bînî. Astill (1991) dibêje ku rol û girîngîya wêjeyê ji ber sê xalan e; rexnegirtin, avakirin û çareserki-rin. Ew her wisa dibêje em dikarin wêjeyê bi kar bînin da ku em guhertinê derbasî jîyan û civakê bikin.

Page 29: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 29

Rexne Li Xebatên Biazmûn ên Têkildar:

Di hinek lêkolînên têkildarî mijara çawanîya bikaraîna wêjeyê wekî amûreke rastkirin û çakirina civakê de, Derick Ariyan (1999) li ber wê ramanê daye ya dibêje ku wêje roleke girîng di jîyana me û civakê bi tevahî de digerîne. Di karê wî yê li jêr navê “Roman: Ew Neynikê Didin Xwezayê” de; wî giranîya xwe daye ser du romanên Îngilîzî yên ji sedsala hejdem ve: “The Monk”a Gregory Lewis û “Oroono-ko”ya Arpha Behn.

“The monke“ romaneke weha ku behsa hîzî û bêsincîya rebenekî Katolîk dike, yekî ku ji kirasê rebenekî rêzdar derketiye û bûye mirovekî kirêt. Dema ev roman hate weşandin, gelek gengeşe û cerenîx derketin holê, ew jî ji ber mijarên ku cî di romanê de girtibûn: Regez, kuştin û têkilîya zayendî ya di navbera xiziman de. Belkî tiştên herî qirêj di wê romanê de durûtî, nepakî û bêbextîya di mala Xwedê de bûn.

“Oroonoko”ya Aphra Behn bêzarîya ji koletîyê û bazirganîya koleyan şirove dike. Behn, di rêya lehengê romana “Oroo-noko”yê re, ji me re dibêje bê ka gerek e em çi bikin. Hin şêwe û teknîkên ku wî di wesifdana bûyer û kesayetîyên romanê de bi kar anîne, rewşa jîyana koleyan tîne ber çavên me û dihêle ku em bi êş û azara koleyan bihisin. Ew roman rengvedaneke pak a rastîya jîyana koleyan e.

Di karê Robert Moponde yê ji bo Zanîngeha Witwatersê de, di romana wî ya li jêr navê “Under the Tongue” ya ku sala 1996an hatiye weşandin de, êş û îşkenceya ku keçikeke piçûk dikişîne û destdirêjîya zayendî ya bi zorê ji hêla bavê wê ve tê nimandin, . Di romanê de, ev destdirêjî dihêle ku êşa keçika piçûk komî ser hev bibe çi ku wê nikarîbû êşa xwe bîne der an bibêje kesî. Roman mînakek e, ew tawana ku keçika piçûk di civakê de rûberî wê dibe eşkere dike. Ev lêkolîn dide eşkerekirin bê çawa wêje civakê vedi-beyîne û dibe xodîka wê û her wisa çawa alaveke civakê saz dike. Ev lêkolîn, wêjeyê di avakirina kesayetîya şagirdan a di dibis-tanê de bi kar tîne.

Page 30: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

30 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Pêwîstîya Lêkolînê:

Girîngîya naveroka vê lêkolînê ji girîngîya civak û şagirdan e, ji ber ku civaka tirsonek û azad dikare jîyaneke biserketî û hedar bijî. Çawa em dikarin jîyaneke wisa bi dest bixin? Divê di rêya berbestkirina bêsincîya li nava dibistanan re be, ji ber ku sinc pêşî ji dibistanê dest pê dike. Divê wêje bi şêweyê xwe yê hazir bibe amûreke qayîlkirin û guhertinê.

Metodolojî:

Kesên ku bûne armanca vê lêkolînê, mamosta bûn. Mamostayên dibistana ame-dehîyê a devera Akokoyê ya wîlayeta Ondoyê ya Nîjeryayê. Ji ber ku hejmareke mezin a niştecihan li wê deverê heye, lêkolîn li ser çar dibistanan hatibû çêkirin. Hejmara ma-mostayan çil bû. Dibistan û mamosta bi rengekî bêserûber, an ku çawahato, hatibûne hilbijartin. Pirsyarnameyek der barê wêje wekî amûreke guhertinê di dibistanê de ha-tibû amedekirin. Bersivên pirsan bi “erê” yan “na” bûn”. Pirsyarname bi vî rengî hatibû binavkirin: Pirsyarnameya Mamostayan a Der Barê Wêje Wekî Amûreke Guhertinê De.

Encam

Pirsyarnameyeke der barê rol û girîngîya wêjeyê de hatibû amedekirin. Pirsyarname dipirsî bê ka wêje dikare bibe amûreke guhertina jîyana mirovan. Pirsên pirsyarnameyê ev bûn:

1. Gelo dê xwendina wêjeyê sincên şagirdan baştir bike?2. Wêje dikare bibe amûreke şirovekirina qewamên civakê?3. Şêwaza mamostayan a hînkirina wêjeyê, sincên di berhema wêjeyî de dinimîne?

Bersiv jî weha bûn:1. Bersiv didin xuyakirin ku “erê” 338 in û “na” 62 bûn. Ev hejmareke baş e. Bersivkaran daye zanîn ku xwendina wêjeyê dikare rolekê di

çakkirina sincên şagirdan dibistana amedehîyê de bigerîne.

na%% erêHejm“na”

Hejm“erê”

Hejmmamostayan

Dibistan

89244610Dibistana Esedo ya Amedeyî, Iwaro Oka128864410Dibistana st. Patriksm Iwaro Oka

168484210Dibistana Oroke ya Amedeyî, Akunbga Okoko2674133710Dibistana ajuta ya amedeyî, aghagi Okoko623383116940Sercem

Gelo dê xwendina wêjeyê sincên şagirdan baştir bike?

Page 31: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 31

2. 350 “erê” û 50 “na” bersivên li ser pirsa duwem bûn.Ev jî dide xuyakirin ku hejmareke pir a bersivkaran erênî bûn. Wan dîtiye ku wêje

dikare bibe amûreke şirovekirina qewamên civakê.

3. Rêjeyeke mezin a mamostayan dîtiye ku şêwaza mamostayan a hînkirina wêjeyê, sincên di berhema wêjeyî de dinimîne.

Gengeşekirin:

Dê xwendina wêjeyê sincên şagirdan çak bike. Ravekirina nêrênên mamostayan a der barê rola wêjeyê di jîyana me û tevahîya civakê de vî tiştî dîyar dike. Encaman daye zanîn ku dê xwendina wêjeyê bêguman sincên şagirdan çak bike. Wêje her wisa civakê bi awayekî pak vedibeyîne û rengê wê vedide. Wêje girîng e ji ber ku ew dîyardeyên civakî, sîyasetê û hizirên nû şirove dike.

na%% erêHejm“na”

Hejm“erê”

Hejmmamostayan

Dibistan

128864410Dibistana Esedo ya Amedeyî, Iwaro Oka128864410Dibistana st. PatriksmIwaro Oka109054510Dibistana Oroke ya Amedeyî, Akunbga Okoko168484210Dibistana ajuta ya amedeyî, aghagi Okoko

503502517540SercemWêje dikare bibe amûreke şirovekirina qewamên civakê?

na%% erêHejm“na”

Hejm“erê”

Hejmmamostayan

Dibistan

208022810Dibistana Esedo ya Amedeyî, Iwaro Oka4060141610Dibistana st. PatriksmIwaro Oka157552510Dibistana Oroke ya Amedeyî, Akunbga Okoko157552510Dibistana ajuta ya amedeyî, aghagi Okoko90290269440Sercem

Şêwaza mamostayan a hînkirina wêjeyê, sincên di berhema wêjeyî de dinimîne?

na%% erêHejm“na”

Hejm“erê”

Hejmmamostayan

Dibistan

356471310Dibistana Esedo ya Amedeyî, Iwaro Oka

356571310Dibistana st. Patriksm Iwaro Oka

158531710Dibistana Oroke ya Amedeyî, Akunbga Okoko

455591110Dibistana ajuta ya amedeyî, aghagi Okoko

130290265440SercemAya wêje di nava seta pirtûkên dibistanê de waneyeke girîng e?

Page 32: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

32 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Allen (1993) dide dîyarkirin ku wêje ji çandekê bêhtir û ji awayekî jîyanê zêdeter ji şagirdan re dide belîkirin û wan hêzdar dike da ku bi şêweyên jîyanê re biguncin û meşq bibin an jî xwe li gor şêweyên jîyanê yên ku ew xwe ji nişka ve tê de bibînin biguherin. Bi vî awayî, em dikarin bibêjin ku divê xwendina wêjeyê ji alîyê hikûmet, dibistan û xelkê ve were handan.

Kutahî

Encamên vê lêkolînê destekekê didin angaştên vê lêkolînê; angaştên der barê rol û girîngîya wêjeyê di dibistanên me de. Îcar tiştekî pir xweş ku tu bibînî xelk jî der barê girîngîya wêjeyê de hemraman in.

Qewîtî:

Lêkolîn giranîyê dide rol û girîngîya wêjeyê di çakkirina sincên şagirdan de; ev yek jî li ser bingeha encamên lêkolînê. Ev qewîtîyên jêrîn hatine pêşkêşkirin ji bo ku wêje roleke girîng di başkirina sincên şa-girdan de bigerîne. Qewîtî jî ev in:

1. Divê wêje waneyeke seta pirtûkên dibistanê be.

2. Divê pirtûkên wêjeyê ji alîyê hikûmet û dibistanê vê bêne danîn û pey-dakirin.

3. Divê wezareta hînkirinê semîner-an der barê wêjeyên de ji mamostayên dibistanê re li dar bixe da ku zanyarîyên wêjeyî yên mamostayan bi pêş ve bibe.

4. Divê destûr bê dayîn ku pisporên wêjeyê, wêjeyê hîn bikin.

Lêveger û Çavkanî:[1] A Journal of Nigerian Literature, ( Janu-ary-June 2008) Volume 4. Number 1[2] Allen, A. (1993). “Diversity in Education” In B Cullan (ED) Facts and Fiction Literature Ac-crosCurriculum Newmark: DE International Read-ing Association.[3] Ani Callistus O. (2006). “The Role of liter-ature in Nation Building”. Journal of Languages andLiterature, Vol. 2, No 1.[4] Egbe D. I. (1981) “Learning English from Lit-erature”. In unoh, s. (ED) Junior Literature-In-En-glish.Ibadan: Oxford University Press. (OUP)[5] Encyclopedia Americana (1980) 5th Edition. London: Macmillan Ltd[6] Ezema P.A (2002) “Factors Militating Against the Teaching and Learning of English literature InRural Area”. Journal of studies in curriculum. 3(2) pg 23-34[7] Marlow H. Building Nation in Igiligi E and Ogenyi S. (2002). Literature for Enjoyment. Enu-gu:Computer Edge Publishers.[8] Onwukene T. (1985) “Reading in the Literary Arts. The role of Literature in National Develop-ment inUdo S. et al.” Literacy and Reading in Nigeria Vol. 2. Zaria Institute of Education (ABU)[9] Research in African Literatures Volume 38, Number 2, Summer 2007.

Page 33: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 33

Dozeke ku xwedî temenekî çend sedsalî ye, nikare bê sekinandin. Nextê wê berde-

wamîyê jî bi xwînê hatiye dayîn. Ji ber wê jî îro ne tenê li Mehabad, lêbelê li Amed, Cizîr, Gever, Wan, Kobanî, Silopî û çar hêlên axa Kurdistanê hîn jî doza sîyasî bedewam e. Bi sedan sal derbas bûn, xe-wnên Kurdan nêzî rastîyê dibin û xeyalên dagirkerên Kurdistanê jî vala derdikevin. Em niha vê rastîyê baştir li bakur û roja-vayê Kurdistanê dibînin.

Li pey çar serîhildanên Kela Dim-dimê (ji zivistana sala 1609an heta havîna 1610an), Şoreşa Şêx Ubeydulayê Nehrî (1880), Şoreşa Simkoyê Şikak ( Ji 1905an heta 1930î) û Şoreşa Qedemxêra Lek (1919-1921) vê carê bi avakirina Komara Kurdistanê re derfeta wê yekê ji Kurdan re çêbûbû ku ji bo pêkanîna desthilat-darîyeke modern tê bikoşin. Ew derfet di şert û mercên pir girîng û tevlihev ên salên Şerê Cîhanî yê Duyem (1939-1945)

û hevrikîya serkêşên cîhanê hatibû pêş. Çaveranîyeke weha pêşverû ji civakeke paşverûmayî ne hêsan bû, lê serkêşên tevgerê ji derfetên herî piçûk sûdên herî mezin bi dest xistin û rûpeleke nû di dîro-ka sîyasî ya azadîxwazîya Kurdistanê de vekir. Wan li Mukrîyanê dest pê kir û Me-habad bû navenda kar û çalakîyên rêxist-ineke nû ya bi navê “Komeley Jîyanewey Kurd” ku bi du tîpên J. K dihate naskirin. Dewlemend, şêx, axa, çîna rewşenbîr, co-tyar û gundî di bin sîya wê tevgerê de bû-bûn yek û dixwest ew jî wekî netewe bigi-hin hemû armancên xwe. Tevî ku Pêşewa Qazî dereng kete nava J. Kyê, lêbelê piştî hatina wî ya di sala 1944an de, birêve-berîya tevgerê kete destê wî. Bi liber-çavgirtina daxwazên demê û rewşa sîyasî ya li cîhan, herêm û Kurdistanê, J. Kyê cihê xwe da PDKyê. Pê re jî di bin seroka-tîya PDKyê de, di roja 22.01. 1946an, li qada Çiwarçirayê Komara Kurdistanê hate ragihandin.

Heftê Salên Komarekê û Berdewamîya Dozekê - I

P

Kakşar Oremar

Page 34: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

34 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Kesayetîya Qazî Mihemed (1900-1947):

Bêy naskirina Qazî Mihemed, em ni-karin nasnameya komara sala 1946an a Kurdistanê baş nas bikin. Di serkêşîya xebata wan salan de, Qazî xwedî roleke piralî bû. Ew xwende, rewşenbîr, ziman-zan û li gor derfetên wê demê haydarî rewşa sîyasî ya Îran, Kurdistan û cîhanê bû. Ew zanayekî olî yê naskirî bû ku karê qezawetê li pey bavê xwe nemir Qazî Elî li Mehabadê bi rê ve dibir. Di biryardayînê de kesekî xwedîprensîp bû û dema biryara dawî der barê pirsgirêkekê de dida, êdî kesî nikarîbû wê biryara wî biguherîne. Di nû-ciwanî û ciwanîya xwe de kesekî fîdakar, nefispiçûk û tevî navdarî û dewlemendîya xwe ya malbatî qet û qet xwe ji çîna be-lengaz û hejarên civakê dûr nedikir. Nas-navê “Pêşewa” berî çêbûna komarê ji hêla xelkê ve jê re hatibû dîyarkirin. Di xweşî û nexweşîyan de li kêleka hemwelatîyên xwe bû. Di pişt re dema ku komar têk çû, ew dîsa jî di nav gel de ma û dest ji wan berneda. Bawerîya wî bi gotin, biryar, soz, axaftin û wê sonda ku roja ragihandina komarê dabû xelkê herêmê hebû.

Wî ji her kesî re peyitand ku rastî evîn e, evîn jî hêz û jîyana azad e. Rêbaza Qazî rêbazeke şoreşger bû ku dest bi nivîsî-na rûpeleke nû ya dîrokê kir, ji ber wê jî ew rêbaz bû pareke zindîmayî ya dîrokê. Hafiza dîrokê tu carî şaş nake. Mizgînîya dîrokê ji me re ev e ku dê îro rêhevalên rêbaza Pêşewa di şoreşa xwe ya li rojava û bakurê Kurdistanê bi ser bikevin; ew rêbaza ku ji hêla lîderên giranbiha ve tê meşandin. Vê mizgînîya dîrokî tevî hebû-na kesên fedakar dê biserketinê bike para me. Sedema sereke ya vê rastîyê jî ew e ku ew di rojên herî giran de li pêşîya gel di-meşin.

Sazîyên komarê

Di wan çend salên ku pareke piçûk a axa Rojhilatê Kurdistanê piştî desttêw-erdana hêzên hevpeyman û hevgirtî bo nava sînorên Îranê ji bin desthilatdarîya dîkator Rizaxanê Pehlewî (1987-1944) rizgar bûbû, di serî de rewşenbîr û çalak-gerên sîyasî dest bi kar û xebateke berfireh kir ku bi rêyên curbicur asta rewşenbîrîya civakê bilind bikin. Şano, vegotina dîroka Kurdistanê di nava komên ciwanan de, nasandina rêber û kesayetîyên navdar ên wekî Selahedînê Eyûbî, Şêx Seîd, Sim-koyê Şikak û belavkirina deng û behsên rojane ku li Îran û cîhanê diqewimîn, tev bûn sedem ku gel li dora tevgera nû ya bi navê J.Kyê kom bibe. Wan ji destpêka sala 1940î ve zemîn amade kiribû ku bi çêbûna dewletê re sazîyên wan ên amade hebin da ku di dema pêwîst de xizmeta xelkê bikin. Çapxane û xwendingehên Kurdî hebûn. Mînaka sazîyekê “Şare-darîya Bajarê Mehabadê” bû. Şaredarê bajarê Mehabadê nemir Mîrza Xenî Xûs-rewî bû ku bi rêyên wekî namenivîsînê li ser çareserkirina pirsgirêkên sotemenîya xelkê bajar û herêmê disekinî. Avedanîya bajar û paqijkirina kuçe û kolanên bajar ji hêla şaredarîyê ve çêdibûn.

Xelîl Fetahî Qazî serokê Gerînge-ha Duxanyatê (Titûn û çixareyan ) a Mehabadê bû. Titûna xelkê ji hêla wê gerîngehê ve dihate kirin û biryar ew bû ku di dawîya salê de bo derve bê firotin, lê xayînîya Sovyetê ew derfet ji wan stand. Li pey têkçûna komarê, ew titûn tev şan-din Tehranê.

Hemû berpirs û birêveberên koma-rê bi şev û roj dixebitîn ku sîstemekê di nava sînorên desthilatdarîya xwe de ava bikin. Pêngavên mezin di warên aborî, perwerdehî û civakî de hatin avêtin.

Page 35: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 35

“Hişyarîya civakî” giha asteke pir bilind û piranîya çînên civakê bi dil û can ji hikûmeta xwe hez dikir. Wan dizanî ku heger ev meş rêya xwe bidomîne dê rojên xweş bi xwe re bîne. Hêvîyên xelkê wekî gulên gulzarekê bişkivîbûn; gulzara ku parêzvanên wê hebûn. Sedem jî ew bû ku pêşengên tevgerê ne diz û derewîn bûn, ew di ber xizmeta gel de bûn. Dema ku komar têk çû û desthilatdarên gendel dîsa vegerîyan ser serê xelkê, wan zanî ka cudahîya di navbera Qazî û gendelên li Tehranê de çi ye. Hingê ev rastî jî hate peyitandin ku Qazî Mihemed gulek li berîyeke hişk bû. Li pey darizandina wî ya leşkerî, gotinên wî yên balkêş û dîrokî û şehadeta wî ya serfirazane, dost û dijmin li ser vê rastîyê wekî hev difikirin ku Qazî di xweşî û nexweşîyan de hêla gelê xwe yê bindest berneda.

Jinên Kurd û Komara Kurdistanê

Ji roja yekê ya karê hikûmeta Kurdis-tanê, jin di qada xebatê de bûn. Dîmenên ku ji roja ragihandina komarê ji arşîva Sovyeta berê derketine vê rastîyê didin rûniştandin ku di wê şahîya dîrokî de keç û jinên Kurd xwedî rol bûn. Ên ku di wê roja nûranî de axivîn: Xanim Şasul-tan Fetahî Qazî, Kubra Ezîmî, Weyleme Seyadîyan û çend kesên din bûn.

Wan xwendekar ji her devera Kurd-istanê dişandin derve ku bixwînin û bi qedandina xwendina xwe re bibin pispor û xizmeta welatê xwe bikin. Ji wan hinek jî ji bakurê rojhilatê Kurdistanê bûn. Kes-ên wekî Seyîd Ebdulezîz Şemzînî, Seyîd Mûsa Gîlanîzade, Seyîd Seîd Huseynî (ji Selmas-Şipîranê), Seyîd Hemîd Sadatê Nehrî, Seyîd Mihemed Cemalî Sadatî Nehrî, Seyîd Ezîz Sadatî Nehrî (her sê ji gundê Kûraneyê yê herêma Somayê bûn).

Page 36: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

36 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

Wê Rojê…

Wê rojê bi hezaran pêşmerge ji wî serî heta serê din ê şeqama bajar sekinîbûn. Komên zarokan xwe amade dikir ku marşên neteweyî bibêjin. Çekdarên ku ji tevger û çavên wan eşqa welatperwerîyê xuya bû û xemila wê sekina wan jî alaya Kurdistanê bû ku tevî sê rengên kesk, spî û sor bi gulegenim û pênûsekê hatibû xe-milandin. Bi çêbûna komarê re tema xe-meke giran li ser jîyana Kurdan verevîya, Kurdan xwe wekî miletekî azad his dikir. Ji ber wê jî bi hemû kêmasîyan re jîyan derbas dikir û gotina wan di çaxên weha de ev bû: “Li pey van rojên nexweş û gi-ran, rojên xweş jî hene, divê em sebirê bikin…” Yanî êdî rojên reş cîyê xwe dabû ronahîyê. Ew roj bi sedan sal bû ku wekî roja herî xweş a Kurdan dihate binavkirin.

Pêşewa Qazî, Jin û Perwerdehî

Li cem Pêşewa Qazî, tiştekî eşkere ew bû ku welat û çêkirina sîstemeke ku xwedî jêrxanên bihêz be, bi perwerdehî,

hînkirin û hevotin dê kar û xebata şev û rojan misoger bibe. Wî bihayekî mezin dida xalên ku jêrxana bihêz a sîstema desthilatdarîyê li ser ava dibû. Lê xwezîya wî sîstemeke weha bû ku dûrî gendelîya kargêrîyê be û xwedî nasnameyeke rastîn a demokratîk be. Ji mirovên bêkar û ten-bel hez nedikir û tim weha digot: “Cîyê tenbel û bêkaran di dunyayê de nîne. Kar, xemil û rewşa jîyanê ye. Niha bixebitin ku di rojên nexweş û qewimandinê de em tev nekevin nava tengasîyê û welatê xwe bi mal û canê xwe biparêzin...”

Jin di sîstema komarê de azad bûn. Rê ji wan re vekirî bû ku biaxêvin, kar bikin û di sîstema perwerdêehîy de xwedî rol bin. Ew rê, berevajî xwesteka gelek şêx û zanayên olî, ji hêla Qazî ve li ber jinê hatibû vekirin. Wî berî her kesî ji hevjî-na xwe Mîna Îskenderî xwest ku mil bi milê wî dakeve nav qada xebatê û wan ta-boyan civakî yên di rêya jinê de bişikîne da ku jin rola xwe di warê sîyasetê de jî bigerîne. Mîna xanimê jî wekî seroka giştî a Yekîtîya Jinên Kurd dest pê kir û bi he-ter bû ku jinên Kurd jî mîna yên Sovyetê mil bi milê mêran kar bikin, bixwînin û

Page 37: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 37

pêş bikevin. Wê di axaftineke xwe de ji keç û jinên Kurd re weha got: “Van rojan, ez dibînim ku bav û dayîk, di mijara şan-dina kur û keçên xwe bo xwendingehan de, rûxweşîyeke cîyê teqdîrê didin xuya-nîkirin. Hêvîdar im di vê têkoşîna xwe de pêngavên bileztir bivêjin, belkî bi hevka-rîya Xwedayê mezin û hevkarîya dewleta Kurdistanê di demeke kin de zilam û ji-nên nexwende li Kurdistanê nemînin…”(1)

Wê rojê keça Pêşewa nemir Îfet Qazî jî li kêleka dayîka xwe bû û li ser rola jinan di civakê de axêvî û weha got: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e… Ji bo birêvebirina welatê me, xwendin û zanîn gerek in, her wekî kebanîtî, maldarî û xwedîkirina zarokan jî. Çi qas ku zanist û zanîn zêdetir be û bi xwarina şîr û laylayîya dergûşê re heza ji gel û niştimanperwerîyê jî hînî zarokên xwe bikin û heger weha be, ew qet tiştekî weha ji bîr nakin. Miletekî ku dayîkên wisa di nav de hebin, roj bi roj dê ber bi biserketinê ve biçe. Îcar werin bi xwe tevî zarokên xwe bixwînin û em bajarekî wekî yê Moskovaya ku wêneyên wir li pêş çavan e ji xwe re dirust bikin û welatê xwe bi perwerdehî û tekno-jîyeke weha bixemilînin…”(2)

Salnameya Komarê

Hingê di çapxaneya Kurd-istanê de kesên wekî Mela Qadir Moderisî (1903-1992) salnameya Kurdî li jêr navê “Rojejimêrî Taybetî Dewletî Kurdistan” amade, çap û di nava xelkê de belav dikirin. Armanc ew bû ku ji xelkê re bibêjin dîroka wan ji ya

Hexamenşîyan kevintir e û sala 612ê berî zayînê bi çêbûna Împeratorîya Medan re dest pê dike. Di rûpelên wê salnameyê de rûdanên girîng bi roj, meh û sal dihatin dîyarkirin û di dawîya her rûpelekê de go-tineke balkêş cî digirt. Wekî nimûneyekê: Di dawîya rûpelên yek û duyan ên rojên 22 û 24ê Adara sala 1946an de wisa ha-tiye nivîsîn: “Hemû rojêktan Newroz bê, ya Xuda ruhekem cêjnet pîroz bê…”(3)

Qazî Mihemed serokkomarekî xwe-dîhêz, vîndar û dîplomatkarekî jîr bû. Berî damezirandina Komara Kurdistanê her du desthilatên fireqeya Azerbaycanê û Komara Azerbaycana Sovyeta berê hemû hêz û hewldanên xwe xistin gerê ku erdnî-garîya ku Komara Kurdistanê tê de hatibû ragihandin, bibe pareke axa hikûmeta milî ya Azerbaycanê, lê Qazî Mihemed bi men-tiq û têgihaştina xwe ya li ser dîroka Kur-

Page 38: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

38 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

distanê û xwîna ku Kurdan di rêya azadîyê de rijandibû, bi rêya hevdîtin û gotûbêjên li gel Tewrêz û Bakûyê û her weha li gel berdevkên Sovyeta berê kurt û Kurmancî ji wan re weha dibêje: “Nexêr, tiştekî weha nabe…” Di pişt re ew bi wan dide pejiran-din ku: “Ew çi bixwazin an jî nexwazin, dê Kurd Komara Kurdistanê ragihînin û nabin pareke tu komar an jî dewletekê…”

Wî weha kir û dema ji Tewrêzê ve-gerîya, di roja 22yê Çileya sala 1946an de li qada Çiwarçirayê Komara Kurdistanê da ragihandin.

Êdî Soveyet, Bakû û Tewrêz li hemberî karekî encambûyî biryar girtibû û Qazî bi dîplomasîya xwe ya dûrbînane û mentiqî hemû rê li pêşberî wan girtibûn. Êdî Kur-dan rêyeke nû dabû pêş xwe.

Wêneyekî Pir Watedar û Komar

Di wêneyekî serdema komarê de yek ji rêber û damezirînerên J.Kyê, Husên Fi-roher (Zêrîngeran) bi komek zarokan re

tê dîtin. Zêrîngeran wekî endamên he-jmare yek ê J.Kyê hatiye binavkirin. Ew heta Cotmeha sala 1944an serokê Ko-meleya J.Kyê bû. Di serdema komarê de jî endamê komîteya bajarê Mehabadê yê nava Hizbî Demokratî Kurdistan bû û di nava artêşê de jî efser bû. Temenê zarokên bi nemir Zêrîngeran re di navbera 6-14 salan de ye. Ew komkirin piştî wê biryarê çêbûye ku Desteya Ferhengî ya komarê biryar li ser xwedîderketina li zarokên xi-zan û hejar standiye. Wî û Menaf Kerîmî (wezîrê perwerdehîyê) erkê karekî weha dabû ser milên xwe ku derfetên dersxwen-dina zarokên bêserperişt amade bikin. Wan dest pê kir û zarokên ku di kuçe û kolanan û li ber derîyên malan xwazokî dikirin, komî cîyekî kirin û di pişt re ew di nava malan de bi par ve kirin. Wan za-rokan di Xwendingeha Gelawêjê de dest bi xwendinê kir. Biryar ji hêla Komîteya Birêveber a Ferhengî ya Kurdistanê hatibû dayîn ku birayareke weha alîyê plandanînê yê birêveberên komarê bi awayekî dûrbî-nane ji me re dide peyitandin. Di komki-

Page 39: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 39

rina zarokên bêkes de Gerîngeha Polîsan hevkarîya Kerîmî û Zêrîngeran dikir. Wan zarokan bi roj û paşê jî biryarek hate dayîn ku di şevê de jî kesên mezin û nexwende bi zimanê Kurdî dersê bixwînin.

Pêngavên din

Serkêşên hikûmeta Kurdistanê bi awa-yekî sîstematîk kar dikir ku reng û rûyê nasnameya bajarê xwe bi kirasekî Kurdî bixemilînin. Destûr hate dayîn ku hemû tabloyên ser dîwarên xwendingeh, dikan, gerîngeh û kolanên bajar bêne guheran-din û li cîyê zimanê Farisî tev bi zimanê Kurdî bêne nivîsîn.

Rojnameya Kurdistanê (organa fermî ya Hizbî demokratî Kurdistan) wekî awêne yan jî xodîka rûdanên serdema Komara Kurdistanê ye ku gelek nûçeyên weha diweşandin. Ew li dirêjahîya temenê komarê bû yekem jêdera ku çîna rewşen-bîr tê de kar bikin û gel jî ji rewşa welat haydar bimîne. Çi nûçeyên ku li dirêjahî-ya hefteyekê li Kurdistan, Îran û cîhanê diqewimî, carinan bi kurtî û carinan jî bi dirêjî di wê rojnameyê de dihat weşandin.

Du Komar Hêvîya Gelên Azadîxwaz Bûn…

Li pey têkçûna desthilatdarîya Riza Pehlewî (1878-1944), pêkhatina du hikûmetên milî li Azerbaycan û Kurdis-tanê hêzeke mezin dabû bizav û partîyên sîyasî yên Tehran, Gîlan û herêmên din ên Îranê jî. Di salên 1945-46an de, ku cari-nan berpirsên Kurd û Azer diçûn Tehranê û bi rayedarên dewleta Îranê re hevdîtin pêk tanîn, hejmareke zêde ya şûnîyên ba-jar dihatin balefirgeha bajar û bi dilgermî pêşwazîya wan dikir. Wan bi dengekî bi-

lind peyvên weha didan berpirsên Kurd û Azer: “We gelên Îranê ji koletîyê xelas kirin, lê hişyar bin û neyêne xapandin, çi ku azadîya me bi liv û lebata dirust û dûr ji şaşîyên we ve girêdayî ye. Bijî gelê Azerbaycanê, bijî alahilgirên azadîya me, azadîxwazên Kurdistanê…”

Xuya ye ku du alîyên azadîxwaz li dirêjahîya pênc salan dijberîya xwe ya li dijî dîktator, paşverûtî û xwîmêjên wê demê di praktîkê de dabû peyitan-din. Wan zanîbû dîplomasîyê bikin û li hemberî rayedarên hikûmeta Tehranê bi wêrekî û bi dengekî bilind daxwazên xwe dihejmartin. Di 20 salên serdema dîkatorîya Riza Pehlewî de, cendirmeyekî tiryakkêş karîbû di roja ron de dest-dirêjîyê li ser namûs, rêzdarî, mal û canê gundî û cotyarên Kurdistanê bike û bi her awayê ku bixwaze rûmeta wan bişikîne. Bi çêbûna J.Kyê û Komara Kurdistanê re, ronahîya rojeke geş tîrêjên xwe avêtibû ser jîyana gel. Ji ber wê jî bi dil û can hevkar û piştevanên Hikûmeta Kurdistanê hemû çînên civakê bûn. Di wan salan de Tehran wekî hêlîneke genî ya mirovên nehêja û gendel di çavên xelkê de dihate xuyanê. Gelên bindest weha zanîbû ku koşk û xa-nîyên bihagiran tev emeka xwêdana wan û keda cotyar, sitembar û hejarên civakê ye. Wan baş zanîbû ku bi destên berpirsên Îranî yên sîyasî û leşkerî, mal û keda wan a salên dirêj diçe Tehranê û koşkên wê. Wan zanîbû ku sedema sereke ya bextreşî û bêçaretîya wan, desthilatdarên Tehranê bûn. Hingê Kurd û Azer bi awayekî zelal bi wan da fêmkirin ku Îran tenê di Tehra-nê da kom nabe û xemila jîyana wan a geş bêyî liberçavgirtina mafên neteweyên din nikare heta dawîyê bidome.

Hemû armanca Kurdan ew bû ku hinek serdemîyane bijîn û ji çerxa dem û dewranê li paş nemînin. Daxwazên weha bi tawa-

Page 40: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

40 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

nên wekî cudaxwazî dihatin tawanbakirin û bi kuştin û bidarvekirinê, qaşo rewatîya (!) xwe ya neqanûnî li ser mafxwazan di-dan meşandin û rûniştandin.

Hevgirtina Bêencam!

Heger ew lihevhatin û hevdengîya destpêkê ya di navbera Hikûmeta Kurdis-tanê û Hikûmeta Azerbaycanê berdewam bibûya, dê têkbirina her du komaran ne karekî weha hêsan bûya. Heger Artêşa Kurdistanê û ya Azerbaycanê di qada şer de hevkarîya hev bikiraya, dê ar-têşa tirsinok û jihevhilwişayî ya Pehlewî weha bi rehet nikarîbûya êrîş bibiraya ser Tberêzê û dê dest bi tevkujîyê neki-raya. Wan mafên xwe standibûn û pê re jî şayesteyîya xwebirêvebirinê bi dost, di-jmin û bîyanîyan dabû pejirandin.

Raportên Der Barê Şanoyekê De

Di nava sînorên komarê de, serleşkerên ku şayesteyîya xwe di qada şer de dida peyitandin, carinan bi pêşnîyara nemir general Mistefa Barzanî (1903-1979) pileyên wan dihatin bilindkirin. Xala balkêş di karekî weha de ew e ku wan ji bo karekî weha tu cudahî di navbera Kurdên Rojhilatê û parçeyên din ên Kurdistanê de nedidît.

Di wan salan de raportên kar û çal-akîyên sîyasî, aborî û hunerî li Kurdistanê bi rêya sîxurên Îranî ji Tehranê re diha-tin şandin. Tirsa rayedarên Îranî ji karên hunerî yên şanoya “Dayîkî Nîştiman” wisa mezin bû ku wan li ku dera Kurdis-tanê lîstika xwe pêşkêş bikiraya, raportek li ser karekî weha digihaşt Wezarerta Karûbarên Hundir a Îranê. Lîstikvanên sehneya Dayîkî Nîştiman di civaka olî ya

wan salan de xwe wekî berdevkên J.Kyê û bizava sîyasî ya Kurdistanê dihesiband. Ew, bi her wateyê, sembolên hunereke neteweyî bûn. Armanca wan bi tevahî hişyarkirina civakê bû. Mirovên torin û sincan bûn. Ji ber wê jî xelkê bi baldarî li wan guhdarî dikir û diçûn temaşeya wan. Bi hemû heza xwe hevkarîyên di-ravî didan wan. Her cara ku diçûn bajar an jî herêmeke Kurdistanê, Pêşewa Qazî di nava koma wan de amade dibû û şîret li wan dikirin ku pîvanên kultur û jîyana gelê herêmê û ji wê jî girîngtir prensîpên sincî li ber çav bigirin. Lîstikeke weha ya şanoyê bûbû serûkanîya dahateke baş a diravî ji bo J.Kyê. Wan bi pereyên ku ji çalakîyên lîstika şanoyê kom dibûn, ka-rên din jî organîze dikirin. Axa, beg, ba-zirgan, şêx û dewlemendên Kurd li pey temaşekirina şanoyê hevkarîyeke mezin a madî dida berpirsên lîstika şanoyê. Bi rêya dîtina wê lîstikê, gelek kesan xwe ji bajar û gundên din ên Kurdistanê digi-hand Mehabadê û dibûn endamên J.Kyê jî. Ji ber wê jî di çavên birêveberên J.Kyê, bi taybetî Pêşewa Qazî de, endamên lsîti-ka şanoya Dayîkî Nîştiman kesên pir rêz-dar dikirin; her dem jî dihatin handan û bi germî spasîya wan dikir. Ji bajarên wekî Şino û Neqedeyê, gelek raport bi rêya gerîngeha post û telegrafê gihane Tehranê û niha jî ew belge û raport di sazûmana belgeyên milî yên Îranê de mane. Tiştê ku berpirsên hikûmetê jê ditirsîyan ew bû ku rêxistinên Kurdan ên sîyasî bi rêya wê lîs-tika şanoyê peyamên xwe ên hişyarkirin û yên xwedî ramanên sîyasî di nav gel de be-lav dikirin. Wan ji xelkê daxwaz dikir ku bêne nava komeleya J.Kyê û li dijî dewletê û berpirsên gendel ên artêşa Îranê bêdeng nemînin.

Page 41: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 41

Danûk, kevineşopîyeke dêrîn a Mezopotamyayê ye. Di dawîya havînê û serê payîzê

de, ji bo ku debara zivistanê were kirin, genim di nava niqrîyekê de li ser agir tê kelandin, paşê genimê kelandî tê parastin da ku bê hêrandin û bibe savar û hwd.

Di bîrwerîya komî ya zarokên Mezo-potamyayê de, danûk tê wateya xem-revînîya lihevkombûna li dora agirê germ ê payîzê, çîrok, stran, bêhn û çêja

danûkan, kêfxweşî û wêneyên ji bîrew-erîya zarokatîyê; ku vê yekê hişt em navê “Danûk”ê li koma xwe bikin.

Danûk çawa hate sazkirin?

Her du hevalên zarokatîyê yên ji bajarê Hisiçayê, Ferhad û Hozan, Koma Danûkê damezirand. Ew bi hev re li taxekê mezin bûn û di pişt re li Koleja Muzîkê ya Hi-misê gihan hev. Ferhad li gîtarê didin û Hozan li biziqê dide. Wan li wir dest bi

BINDARÛKP

Danûk û Bîrewerîya Cî û Zarokatîyê

Page 42: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

42 Adar - Nîsan 2016, Hejmar: 11

xwendina akademîk a muzîkê kir. Piştî ku şoreşê dest pê kir û paşê veguherî şerekî piralî, ew ji Sûrîyeyê derketin û berê xwe da Tirkîyeyê. Li Tirkîyeyê, wan dest bi lêdana muzîkê li meydan û kolanên Sten-bolê kir û Ferhad jî li wir dest bi stran-bêjîyê kir. Wan bi gelek koman re li ser muzîka kolanê xebitîn. Li Batmanê, wan Feysel Mecîd (erbanejenî Batmanî) û Gul Temiz (neyjeneke Meletîyê) nas kirin û hezkirina stranên Kurdî yên folklorîk û bîrewerîya stranên wan ên hevbeş ew gi-handin hev.

Gelek hevalên muzîkjen ên ji dû-gel û çandên rengereng li gel Danûkê li amûrên xwe yên muzîkî da. Vê têvelkirin û belavkirina nû ya têkilhevkirina amûrên muzîkê li gel amûrên Kurdî yên folklorîk, rengê Koma Danûkê afirand. Danûk beşdarî gelek çalakî û mihrîcanên muzîkî

yên cîyên celebceleb û kolanên Stenbolê bûn.

Danûkê muzîk Kurdî ya folklorîk wekî projeya xwe ya yekem bijart, çi ku muzî-ka Kurdî ya folklorîk xwedî wize, hêz û jenîneke cihêwaz e; pirreng e, şêwazên wê cihêreng in, meqam û rîtimên wê pir dewlemend in û her weha ziman û dîrokê ev celebê stranan ê der barê ceng, efsûn, peyamên mîran, çîrokên evînê û stranên zarokan re ev celebê stranbêjîyê gihand nişfên nû.

Projeya Danûkê hewl dide ku stranên Kurdî yên folklorîk li gor rengê Danûkê ji nû ve pêşkêş bike; di rêya kokkirin û vesazkirineke muzîkê ya nû û bikaranîna amûrên cihêreng da ku xelk stranên Kurdî yên folklorîk nas bikin û evîn û aştîya vê folklorê bi cîhanê bi tevahî re bi par ve bikin.

Page 43: Kovara sormeyê beşê kurdî jimara 11an

SORMEY - Havênê Rastbînîyê... Şademergîya Rastîyê 43

Weşanxaneya Lîsê gencîneya wêjeya Kurdî bi çend berhemên nû yên giranbi-hua zengîn kir...