kovara gundê karamezre (2010)
DESCRIPTION
Karamezre köyü dergisi www.karamezre.netTRANSCRIPT
Kovarek li ser gundê Karamezre
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 1
1. Li ser kartan: Xelfetî û Karamezre
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 2
2. Zuha, Qere, Bêav...
Gelek war navê xwe ji şert û mercên xwezaya dora xwe û ji rastebîniya
(realîteya) civakî distîne. Bi taybetiyên xwe yên erênî (pozîtîf) û neyînî
(negatîf) ev nav li ser wan dimîne. Bi wext re ev taybetî bên guhertin jî
nav bi hebûna xwe desthilatdariyê li sedsalan dike.
Serpêhatiya gotina "Qeremezre" jî, ku navê wê bi tirkî Karaotlak e, weke
vê gotinê ye. Çi bû nebû, ji vê qerebûnê xelas nebû. Heta roja îro bi wê
hate bibîranîn. Gotin di cih de be, her dem bi reşbûna xwe jiyaye.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 3
3. Li Bezkî ye
Li Bezkiyê ye Qeremezre. Bezkî navê deşta ku ji Hewagê ber bi Bîrecîk
û Xelfetiyê ve li aliyê rojava û başûr dirêj dibe, ye. Erdeke bi giştî qelaç û
dûz e. Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê
xwe digihijîne Xelfetiyê.
Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Ji
Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, heft kilometran dûr e.
Cihê lê ji derdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û
Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hûnik bi xwe re tîne ser
gund. Çiqas dûr bin jî, meriv kare rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê
Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan bibîne.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 4
4. Pêşiya Qeremezre vekirî ye
Ligel gelek şertên pir giran Qeremezrê serê xwe tu carî netewandiye. Li
ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê şîn ava kir.
Standarta jiyanê û asta civakî ya gel bilind bû. Îro li Qeremezre kesekî ku
mirov bibêje ev pir feqîr e, tune ye.
Ev der bûye embara fisteqan ya heremê.Salê bi sedan ton fisteqê xwe
difiroşe. Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî tên çandin. Li bîstanan jî
zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin. Ne tenê li Qeremezrê,
gundên li derdorê jî erdên xwe yên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî
dem bi dem daristaneke mezin avadibe. Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji
qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike. Hinek kes jî
dest bi danûstendinê kiriye.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 5
5. Serpêhatiya Qeremezre
Aboriya Qeremezre di salên 1960 û 70an de li ser pez û çandiniyê bû. Li
erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema
hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû hewa bandoreke nebaş li
ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek havînan Qeremezre dibû
embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û
Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund
dihat firotin.
Mêrgên ku di mehên biharê de şîn dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser
zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û
Qeremezre êdî kete rewşeke din. Di wexteke pirr kin de weke
daristanekê şîn bûye. Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên
zeytûn û fisteqan.
Êdî ne qere ye Qeremezre.
Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be.
Bûye cihekî dilbijandinê...
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 6
6. Dara Reşo
Dara Reşo heta sala 1996an wekî navenda gund dihat nasîn: Ji xwe
Dara Reşo dibû cihê hevdîtina gel. Mezinên gund di bin sîya vê dare
dihatin cem hev û bi hevre sohbet dikirin. Gelê Qeremezre di rojên taybet
de (cejna Remazanê, cejna Qurbanê, pîrozbahî, def û rojên Dankutanê)
di bin sîya Dara Reşo kom dibû.
Mixabin di sala 1996an de ji ber şeveke bi bahoz Dara Reşo qelibî. Li
gorî hinek gundîyan ne bahoz, lê brûskek li dar ketiye û darê şikandiye.
Herwiha, ev dar ji ber qelibandina/şikandina xwe hat qutkirin û Dara
Reşo, ku di sosyolojîya gund de rolekî pir mezin dileyst, wekî êzing hat
bikaranîn û wenda bû...
Hinek gundî jî dibêjin ku Dara Reşo li hemberî girîngiya xwe bi dehan
salan bêxwedî mabû û bi tenê ev yek bûbû serdema tunebûna xwe.
Îro li cihê ku berê Dara Reşo disekinî malek peyda ye.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 7
7. Dara Zaretê
Dara Zaretê bi çar darên ku pirr nêza hev in pêk tê û ewan, ji dûr ve
wekî dareka mezin xûya dibin. Li gorî gotinên mezinan ev qot û ev daran
pîroz in.
Dara Zaretê ku li ser qotê gundê Qeremezrê radiweste û ji her çar aliyên
gund ve baş tê dîtin lewma bûye sembola Qeremezrê û ji alîyê gundîyan
ve gelek tê hezkirin. Her buharê gundî diçin zaretê û di bin sîya darê
pîknîk dikin.
Li gorî gotinên mezinan be, rojeke grubek gundî xwestiye ew daran jê
bikin, lê di heman rojê de ewan nexweş ketine û dev ji plana xwe
berdane. Lewma hinek gundî bawer in ku ew dar û qot pîroz in.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 8
8. Dankutan
Dankutan rîtueleke çandî ye û tê de genim bi awayeke hunerî tê
lêxistin, da ku genim ji hev keve û meriv pê bulxur û ardê
çêbike. Dankutan di çanda Kurdan de rolekî pir mezin dileyze û
him di hêla sosyolojík him jî di hêla hunerî rîtueleke balkêş e.
Rîtuela dankutanê
Dankutan di gelek civatên Rojhilata Navîn de tê dîtin û dîroka dankutanê
mixabin baş naye zanîn (?). Di civata Kurdan de dankutan bi pirranî ji
aliyê mêran ve tê kirin, lê jin jî yek caran vî karî dikin. Di rîtuela
dankutanê de gundî piştî ku genim kom kirine ji boy lêxistina genimê tê
cem hev, da ku genim bi dankutanê ji hev bikeve û meriv karibe jê bulxur
yanjî ard çêbike.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 9
Ji bo ku rîtuela dankutanê were lidarxistin du alet pêwíst in:
1. Mírkut (aleteke bitexte ye û ji boy lêxistina genimê tê bikaranîn)
2. Sokanî (kevireke bi kort e û bi genimê tê tijîkirin)
Li gorî mezinbûna sokaniyê ku li ser alaneke tal disekine (bi pirranî di
navenda gundan de) sê-çar mêr yanjî jin li derdora sokaniyê kom dibin.
Di destên her yekî de mîrkuteke bitexte heye û ewan bi dorê, mírkutê li
hindura kortê dixin. Bi dorî ji wan her yek li mírkutê dixin ú hevokên bihêz
emprovîze dikin. Ji vê emprovízasyonê rîtmek bihevreyî tê girtin û wihanî
stranek avadibe. Bi vî awayî dîmeneke taybet derdikeve holê. Lewmane
gelek kes wek temaşevan tevli dankutanê dibin.
Stranên dankutanê
Stranên dankutanê li gorî herêman tên guhertin. Mixabin ew stranan bi
temamî ne hatine nivîsandin, lewmane tenê hinek gotin têne nasîn.
Her yek dema ku mîrkutê li hindura sokaniyê dixe bi dorê gotineke
dibêje, mîna:
Danê danê
Danê keşkê
Danê me ye
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 10
Rîtma dankutanê (û ya stranê) bi gotinên wihanî tê girtin:
Tip ha,
Himm ha.
Straneke dankutanê
Strana Şivan Perwer ya bi navê Mîrkut li ser dankutanê hatiye
nivîsandin. Di stranê de gotinên dankutanê jî hene:
Şivan Perwer - Mîrkut
Mirkut bînin vî ali, zend û bendan vê malî
Doxê bigirin û rakin, bila dangoh binalî
Him dano, him xwarino, him jiyano
Kesê nekin bê îmano, kesê bikin jîn û jîyano
Hey ne li mal e ne li mal e, lawik hate pêş mal e
Ber bira te bê hal e, ji kerba keçikê dinale
Xwêda ava bike vê malê, keçikê bike li bermalî
Danê me ye, pel kuteye
Ew xwêdana, eniya me ye
Axa nexwe, xatûn nexwe
Ev ji keda, destê me ye
Lawno rabin dan lêdan in, tev lê bidin nan û dan in
Zar û zêçên me birçî bûn, li payiz û zivistan in
Spas ji xwêdayê xwe bikin, daye me ev nan û dan e
Bila emrê me wiha neçe bê azadi bê îman e.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 11
9. Dîroka Me
Pêşgotin
Dîroka vî gundî bi temamî derneketiye holê. Ji xeynî çîrokan tiştekî berbiçav di dest
me de tune ye. Kî zane bê di arşîv û pirtûkxaneyan de çiqas agahî hene? Heta niha
kesekî ji giregir û ranakbîran xwe di mijarê de nedaye. Hema mirov dikare bibêje bi
zanebûn dîrokek wenda dibe.
Hew çend tiştên ku kal û pîrên gund ku ew jî yên pêşiya xwe bihîstine û dibêjin heye.
Her çiqas gotinên Mihemedê Qedir, Hecî Wes û Hemê Elê li hev dernekevin jî tê
fahmkirin ku hinek ji gund ji hêla Semsûrê hinek jî ji hêla Rihayê hatine.
Ji sala 1900 heta 1950an
Kelo u Mehemedî Qêdir yên ku tevli Yekemîn Şera Cîhane bune di salên
1970an de jiyana xwe jidest didin. Kesên ku dîroka Qeremezrê herî baş dizanibun
ewan bun. Mixabin zanistên wan ne gihîştine dema me.
Ji ber êrîşa Rûsan ku di Yekemîn Şera Cîhane de hate çêkirin gelek malbat ji
hêla Muşê ve koçberîya herêmên cuda dikin. Ji wan hinek malbat li Qeremezre
xwe bi cih dikin. Di wê zemana ku jê re dibejin zemana koçberîye, du keçkên biçuk
ku navên wan Gulê û Senem in ji alîyê malbatên Qeremezre ve tên hêvişandin. Bi
mezintîya xwe Gulê u Senem ji Qeremezrê dizewicin. Neslên wan îro wek Utkun u
Keskin tên nasîn.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 12
Doza xwindariye û buyereke nebaş
Riha / Urfa çiqas xwedîye bunyeyeke feodal u eşîretgir be ji, Xelfetî bi salan ji vê
sîstemê dûr maye û gelê xwe gihîştiye dereceyeke hemdem. Lewma Xelfeti jibo eşir
u dozên xwindariyê naye nasîn.
Di sala 1950an de li Qeremezre jiber pirsgirêkeke biçuk ku dinav du malbatan
çêdibe doz derdikeve u vediguhere doza xwîndariyê. Di ve dozê ku dinav
mehelleyên Silan u Elesoran diqewime çek jî tên bikaranin u ev yek dibe sebeba
mirina sê kesan. Ji mehelleyê Silan Mehemedê Silêman u Ehmedê Evdille, ji yê
Elasoran jî Miçê dimire. Di wê dewrê de Mehemedê Sileman muxtarîye dimeşand.
Di sala 1960an de hejmara malên li Qeremezrê 80, nufusa xwe ji derdora 400
an e.
Gundê Helbînî ku di hêla rojhelata Qeremezrê disekine di destpêkê sedsala
20an de ji alîyê malbatên ku ji Qeeremezre koç kirine tê avakirin.
Koçberên yekemîn ên Qeremezre bi taybetî koçberîya Birecuk, Nizib u
Eyntabê dikin. Ji wan hinek hêla Cukurova jî diçin. Mirov kare beje ku heta neha tu
kes koç nekiriye hêla Enqere, Izmir u Stenbolê. Ev yek balkêş e.
Ava vexwarinê di sala 1972an de digihêje gundê Qeremezre.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 13
Heta demekê li gundê Qeremezre zimangiranî dinav gel de pir belavdibe. Îro jî
dinav gelê Qeremezrê de zimangiranî tê dîtin. Dibe ku belavbuna zimangiranîye
jiber avê anji jiber pirsgirêkeka genetîk çêbuye.
Di Qeremezrê de heta îro tu revandina keçeke nebûye.
Cemê Feratê bi tenê 5 km ji gundê Qeremezre dûr be jî, heta salên 1980an de
çanda xwarinê ya masîyan pêşnakeve.
Hunermendê nas ê bi nava Nûrî Sesîguzel (Dengxweş) li gundê Qeremezre
jidayik bûye. Ev li Bêrecugê mezin dibe. Paşnavê xwe yê bingehîn Kaştaş e, lê ew
paşnavê xwe diguherîne. Car caran hatibe gundê xwe jî, heta neha tu kar û
xizmetê wî ji gundê xwe re ne bûye.
Dema ku Xelfetî di sala 1999an de di bin avê dimîne Xelfetîya Nuh li hemberî
Qeremezrê tê avakirin. Bi referandumeke fermî tê xwestin ku Qeremezre bila bibe
taxeke wî. Ev daxwaz çiqas erênî be jî, Qeremezre dengê xwe yê NA bi kar tîne.
Mixtarê wê demê şukru Karakuş bu, ev detayeke girîng e.
Gundê Karamezre
www.karamezre.net 14
Çîroka Aydin...
Qeremezre xwedîye çîrokekê ye, ev çîrok jî wiha tê gotin:
AYDIN hîn 4-5 salî ye, hêdî hêdî fêra axaftin û meşînê dike. Kurê Yasînê Îsoyê Ebilê
(Yasin Seker). Sal 1977. Dayka xwe ji gundê Hemqê ye û bûye bûka Qeremezrîyan
(Hemq li başûrê Qeremezrê ye) .
Dayk rojek a buharê jibo serlêxistina malbata xwe vedigere Hemqê, lawkê xwe yê
biçuk li mal dihêle lê ew bi dizî li ser şopê dayka xwe diçe u di rêya xwe de xwe şaş
dike. Dayka wî tê mal lê lawkê wê heta danê êvare venagere malê. Heta şeva tarî
hemî gund li wî digere, lê mixabin Aydin êdî naye dîtin…
Cend roj bişunde şivan kincên Aydin yên qetî u tomarên porê wî dibînin.
Derdikeve holê ku Aydin bûye xwarinê heywanên wehşî...