rêzimana kurdî
TRANSCRIPT
pêrristî babetekan
sereta:
zarawe rêzmanîyekan
elifbêtikey zimanî kurdî
riste
corekanî riste
mubteda û xeber
firman
zeman û kes
firman (kes, tak, ko)
firman (qeware)
firman (bine, nase)
firman (biney rabirdû, biney dahatû)
naw
naw (giştî, taybetî)
naw (serbexo, beste)
naw (nasiyaw, nanasiyaw)
naw (komell)
naw (nêr û mê)
naw (tak-ko)
têstî jimare yek
jênaw
awellnawî îşare
awellnaw
awellkar
firman (tewaw,têper)
zeman û firman
all û gorrî şikl
firman û zeman
nasiraw û nenasiraw
werdewaje
werdewajey pêwendî
tawaw kerî ferman
zêdewaje
wabestey beşekanî riste
bedell
pêdaçûneweyek
têstî jimare 2
corekanî riste
ristey emrî
musbet û menfî
ristey sersurrman
ristey sade, ristey ser bexo, ristey pêwest
ristey têkellaw
amrazî peywend
ristey şertî
naxşî ristey peyrrew
nawî lêkdiraw, sîfetî lêkdiraw
saxtumanî waje (pêşgir, paşgir)
paşgir
helweşanden û sazdanewey riste
têstî jimare 3
xwênerî berêz:
zor le mejbû pêwe bûm rezmane
kî tewaw be şêwey ew rêzmananey bo
zimanî xariciyekan denûsirên bo zimanî kurdî binûsim. ta ista
kitêbî zor be nirx leser rêzmanî kurdî nûsirawin ke bedaxewe
zurbeyan tenya ewendiyan kirduwe le beşekanî ziman bikollinewe û
hîç tê nekoşawin be mesq û temrîn û têst, zanyarî zimanzanî fêrî
xwênerî xoyan biken û ew erkeyan tenya be erki medrese û kilas
zanîwe.
dew kitêbe da paş bas-kirdinî her babetêk temrîn û meşqî tewaw
diraweta xwênerî xoşewîst xoy rabênî û fêrî babete rêzmanîyeke
bibê. paş her beşêk le kitêbeke, têstêk dirawe ke nukte giringekanî
aw beşe dadegirî û bîryan dexatewe, le seryek têkuşawim be şêweyekî
tazey ziman fêrkirdin kitêbêkî rêzmanî be qutabî kurd ya Qiyre
kurd ke deyewê fêrî zimanî kurdî bê pêşkeş bikem lew kareş da
azmûnî dûru dirêjî debîrî û ders gotinewey zimanî îngîlîzî kelkim
wergirtuwe.
şêwey darriştinî aw kitêbe leser şewey kitêbî "destur-i zeban-i
farsî: duktur natil xanlerî" ye ke awiyş leser şêwey giramêrî
zimanî îngîlîzî, rêzman nûsînî farsî nuê kirdotewe. bellam bedaxewe
hîç mesg u temrînî nedawe be xwêner û bo fêrkirdinî hîç te nekosawe.
diyare aw mebestî awa nebuwe ke kitêbêkî wek kitêbêkî dersî bidAte
dest xwêner, bellam min be qest kitêbekem kirde kitêbêkî dersî û
qutabî û dAnîşjû û mamostayan detwanin kelkî lê werbigrin. xuda
yar bê xeyallim heye be duway am rêzmane da kitêbêkî taybet bo
xoêndinewe û têge yiştinî zimanî kurdî de xwêner da beriz katewe.
aw kitebem be dû zimanî kurdî û farsî nûsîwe ta bo hemû kes jêgay
kelk lê wergirtin bê û hawullatî Qeyre kurdîş le seranserî êran da
bitwanin ferî zimanî kurdî bibin. le hemû xueneran u xawen rayan û
ziman zananî xoşewist tika dekem her heleyekyan ber caw kewt ya
her pêşniyarêkî heyane be adrêsî nawendî billawkirdinewey ferheng
û edebî kurdî (urmia: enteşarat-i silAHuddin-i eyyubî, sendoq postî
717) bo nuserî binerin ta le çapekanî duayî da kelkiyan lê werbigrîn.
qazî, ehmed
wermê
hawînî 1367
alif bêtika-y zimanî kurdî
alif û bêî zimanî kurdî birîtîn le:
a,b,p,t,c,ç,H,x,d,r,rr,z,j,s,ş,Y,Q,f,w,q,k,g,l,ll,m,n,w,h,y.
am nîşanane-y jerewe bizuênin:
\a\ wek bar, dar, naz.
\e\ le cêgey fethey Yerebî ya zeberî farsî dekar dekirî, wek:
ser, merd, bere, were, werwere.
\u\ le cêgey zemmey Yerebî û pîsî farsî dekar dekirî, wek:
kurd, xurd, şut, kutan, kutin.
\û\ bêjî (telefuz) dirêjî heye, wek:
dûr, pûr, sûr, kûrr, sûk, tûtin, cût.
\o\ bêjî billawî heye, wek:
zor, xor, şor, pol, kok, nok.
\î\ le cêgey kesrey Yerebî û zîrî farsî degirêtewe, wek:
hisab, kitab, nîsane.
têbini: le kurdi da waje-i kesredar be degmen dest dekewî, her
leber ewe bo bîjî dirêjî \î\iş her lew nîşane kelk
werdegirîn, wek: zîn, cîn, sîr, pîwaz, dîwar.
\ê\ bêjî billawî heye, wek:
dêw, zêw, nêw, pirêjin, cinêw, dê, rê.
çend xallî girîng
1) nîşaney \rr\, \ll\ bêjî billawî heyen, wek:
goll, dill, sill, dir, kir, kirryar, bazarr.
2) \rr\ le seretay wajekanî kurdî da hemîşe qellewe u bêjî billawî
heye û her bewhoyeşewe nîşanekey bo dananên, wek:
reben, reHmet, reng, rewe, rewan.
3) pîtî muşedded dûpat dekeynewe , wek:
mîllet, Yîllet, gulle, zille, hîmmet.
têbini:
zimanî kurdî wajey muşeddedî zor keme û zurbey am core wajane
Yerebîn ke zebanî kurdî taybetmendî xoy beser zurbeyan da
dasepanduwe û bêjekeyanî xaw kirdotewe, birrwane aw nimûne
aşkirayane-i jêrewe:
(Yerebî) kurdî
------------------
(Yzzt) = Yêzet
(Yzzalddîn) = Yêzedîn
(mnnt) = minet
(mHîalddîn) = miHedîn
(mHmmd) = Hemed, Heme
(drrh) = dere
4) bedaxewe hêndê kes êstas pîtî Yerebî de nûsînî kurdi da
de kar dênin û biyanûyan aweye ke manay naw degorri. pîwîste
bigutrê ke hîçkes le hîç jêgey dinya da wextêk yekêkêk bang deka
ya naw deba serinc nadate manay nawekey. yanî ta bangî kird
selîm (slîm) lewe nakollêtewe ke am nawe le (slm) (slamt)î Yerebî
wergîrawe ya eger guti sedîq (sdîq) fikrî bo ewe naçê ke em wajeye
le (sdaqt û sdq)î Yerebî gîrawe. her wek de zimanî îngîlîyî da
gutman "johnson" fikr lewe nakeynewe ke em nawe le dû besî "John"
yanî yeHya û "son" yanî kurr pêk hatuwe û manay naweke debête
(kurrî yeHya).
5) baştir eweye ayatî qurranî pîroz û Hedîs û fermayişatî gewre
pîawanî mezhebî be Yerebî lenêw perrantêz da binûsirê û manakey
be kurdî lêk bideynewe.
6) pîtî (w) zortir le kurdî şîmal da le cêgey (w)î kurdî nawerast
da dekar dekirê. le kurdi nawerast da tenya dû sê wajeman heye ke em
pîteyan têdabê., wek biwe, giwe.
7) pîtî (k) eger bikewête pêş bizuênî (î, ê, wê) dengî degorrî, wek:
kîsell, kîfar, kêw, kêrd, kiwêr, kuêstan, kuêxa.
em all û gorre beser (g)îş da dê, wek:
giya, gîrfan, gêwij, gowêlpar, henguyn.
riste (comle)
"nalî şayirêkî gewrey kurde. bo dekar hênanî waje be manay
corawcor kes nagate nalî. zor şêYrî way heye ke dû ya sê manay
cîawaz deda."
ew parçe nûsrawey le çend beş pêk hatuwe:
nalî şayirêkî gewrey kurde.
bo dekar hênanî waje be manay corawcor kes nagate nalî.
zor şêYrî way heye ke dû ya sê manay cîawaz deda.
her kam lew beşane manay tewawî heye. yanî paş xuendineway her
beşêk lem sê beşane manayekî tewaw le zeynman da becê demênê.
eger tenya biman gutbaye: " nalî şayirêkî .... " yan " bo dekar
hênanî waje be manay corawcor .... " manayekî tewawman des
nedekewt û çawerruan debûîn ke paşmawey witekanman guê lê bê.
be her beşêk lem komelle wajane ke xawenî manay tewaw û serbexon
degutrê riste.
+ ademîzad hemîşe mebesti xoy be riste derdebrrê.
+ riste be komellêk waje degutirê ke manay tewaw û serbexo bê.
meşq
le jêr ristekan xet bikêşe
1- befirî hewell şewî zistanî emsall zor qurs bû.
2- wek befirî hewell şew ke be zistanê bibarê.
3- eger bitwanim em kitêbe be wirdî bixwênimewe.
4- hêmin le serdemî lawetî ra çêjî şêYrî bû.
5- çawekem zanyute bo çî xew le çawim nakewê?
6- paş çend sall katêk çawim pê kewtewe.
7- kes bexeyall nabê be mall.
8- giya be jêî sextewe demênê.
9- heta nezanim bo çî hatûy.
10 zana tiwanaye.
corekanî riste
1- pereng û perwîn pêkewe derrone medrese. (xeberî)
2- temenit çende? (pirsiyarî)
3- meşqeket binûsewe. (emrî)
4- aw dîmene çend dill bizuêne! (sersurrman)
her kam lew dêrraney serû risteyekin çunkû manay tewawîan heye.
bellam wêjer her kamiyan bo mebestêkî taybetî dekar dênê. le
ristey yekem da hewallêkiman dedatê. le ristey dûhim da şitêk
depirsê. le ristey sêhem da destûr deda yekêk meşqekey binûsê.
le çuaremîş da sersurrmanî xoy le cuanî dîmenêk derdebrrê.
* risteyek ke basî ştêk ya kesêk deka û hewallêkiman dedatê,
ristey xeberî nawe.
* risteyek ke bo pirsyar kirdin dekar dekrê ristey pirsyarî
pê dellên.
* risteyek ke bo destûr û ferman dekar dekirê ristey amrî pê
dellên.
* risteyek ke sersurrman rabigyenê ristey surrmanî pê degutirê.
le kotayî ristey xeberî da nuxte dadenên. (.)
risey persyarî be nîşaney pirsyar kotayî dê. (?)
paş ristey amrî nuxte dadendirê.
nîşaney ristey surrman eweye. (!)
meşq: bo am ristane nişaney taybetî dabinê.
1- heste dirga bikewe
2- way lem rûdawe dillte zêne
3- ta key lêre demênîewe
4- nazanim em piyawem le kuê dîwe
+ lem nûsirawey da nîşaney taybetî bo ristekan dabinê.
kamrran be herrme we jûr kewtu be dengî billînd bangî kird daye le
kuêî cawabek nebû royşte aşpezxane bonî gaz hemû cîgeyekî girtbû
dayik le hoş cûbû kamrran be serî xoy dada û gutî ay lex rûdawe
dillte zêne penjerey kirdewe û şêrî gazekey bestawe dayikî kem kem
wexo hatewe û gutî rolle gazeke bikewe û penjereke daxe.
mobteda û xeber
selaHedîn felestîn û misrî girt.
goran şaYîrêkî gewrey kurde.
seydewan doênê le sefer hatewe.
em ristane riste-i xeberîin û detwanin her kamyan bikeyne dû beş:
selaHedîn | felestîn û misrî girt.
goran | şaYîrêkî gewrey kurde.
seydewan | doênê le sefer hatewe.
beşî yekem hewallêkî derbarey da dirawe.
beşî dûhem hewallêke derbarey bes-i yekem.
eger bipirsîn "selaHedîn çi kird? " le wellam da dellêîn " felestîn
û misrî girt." ya eger pirsyar bekeyn " goran ke ye?" wellam dedeynewe
"şaYîrêkî gewrey kurde.". beşî yekem mubteda û beş-i duhem xebere.
* mubteda besêke le riste ke xebereki derbarey dedeyn.
* xeber ew beşeye ke derbarey mubteda degutre.
meşq: mubteda û xeber-i em ristaney jêrewe dest nîşan bike.
1- piregurgî birîndar ruy le asman kird û destî kird be lûre lûr.
2- kes be xeyall nabete mall.
3- pûremiryem set sallî Yomre.
4- heway şarî hewlêr be hawîn zor germe.
5- hemedan kontirîn şarî kurdistane.
firman (lêker)
ehmedî xanî mem û zînî (nûsî).
mam baram baQewan (bû).
kurdekanî rabirdû siwarî û tirandazîyan be mindall (fêr dekird).
lem ristane da çend waje destnîşan kirawin. eger em wajane le
ristekan derbawêjîn ristekan manay tewawyan nabê. bem wajegele
dellên firman ke beşî binerretî û girîng le xeber da ewanin. lem
ristaney jêrewe be wirdî wird binewe:
her êsta xerîkim name (denûsim).
mindallekan kaye (deken).
hawîn weryêkî germ(e).
waje destnîşan kirawekan (denûsim, deken, h) firmanin û karêk ya
bar û haletek le zeman-i êsta da nîşan deden.
boçî duênê (nehatî)?
duênê karim zor (bû).
pêş awey bigeme kilas ders (destî pêkirdbû).
waje destnîsan kirawekan firmanin û rûdanî karêk ya bûnay Halletêk
le rabirdû da nişan deden.
sibhî (deçme) sefer.
rojî heynî dahatû (dêmewe).
kamrran (debête) endazyar.
lem ristane da waje dîarî kirawekan firmanin û rûdanî karêk ya
Halletêk le dahatû da destnişan deken.
* firman bem wajane dellên ke encamdan ya rûdanî karêk yan bûnî
Hallet û barudoxêk le zemanî rabirdû, êsta ya dahatû da nişan
biden.
meşq: lem ristane da firman destnişan bike:
1- sallî dahatû mallekem degorrim.
2- baranî be Qurremî duêşew sêlawî hestand.
3- zistan werzêkî sarde.
4- heta emin bûm serperrî sone, eto le kuê bûî qertalle kone (pend).
5- eger be wirdî serinc bidey dezanî dellêm çî.
zeman û kes (dem û şexs)
wajey here giringî xeber firmane. riste bêfirman manay tewawî
nabê. êşan gutman firman, kar, barudox û Halletek degeyenê u
manakey degell zeman pêwendî heye.
zeman sê piley heye. rabirdû (borî), êsta (niha), dahatû (pêşî).
zemanî êsta bew kate degutirê ke ristey têda degutirê. rabirdû
piley pêş gutinî riste ye. dahatûş zemanî paş gutinî riste ye.
êsta
rabirdû ________|_________ dahatû
firman hemîşe degell yekêk le sê kes: wêjer (yekem kes), biser (dûhem
kes), ya kesanekî dîge (sêhem kes) pêwendî heye. le firmanî
"hatim" da karî hatin le zemanî rabirdû da le layen kesekewe
enjam dirawe. her firmanekî bîgirî em sê halletey (kar, zeman, kes)
heye.
kesêk ke qise deka le rêzman da be yekem kes denasirê. ewey gisey
degell dekirê dûhem kes (bîser) û ew kas/kasanîş basyan dekirê sêhem
kesyan pêdellên.
* her firmanêk hemîşe degell kar ya Hallet û zeman û ke têkellawe.
meşq: yekem kes, dûhem kes û sêhem kes lew ristaney jêrewe da diyarî
ken:
1- neşmil birro jale bang ke.
2- mame giyan amojinim çone?
3- min dellêm emîr rojî heynî dêtewe.
4- ême ta êsta ewanman nedîwe.
5- zor carim pê gutûî waz lew piyawe bêne.
firman, kes: tak (yekejimar), ko(pirrejimar)
gutman firman kar ya Halletêke dedirête pall yekêk le sê kesewe, wek:
hatim - karî hatin dirawete pall yekem kesewe yanî (min)
hatî - karî hatin dirawete pall dûhem kes yanî (to)
hat - karî hatin dirawete pall sêhem kes yanî (aw)
her yek lew kesane (yekem kes, dûhem kes, sêhem kes) detwanê tak bê
ya ko bew qerare:
tak ko
min hatim ême hatîn
to hatî ewe hatin
ew hat ewan hatin
her wek debînîn her kat kes ko bikrêtewe firmanîş be pêrrewî kes ko
debêtewe.
* firmanî hawirrê degell kesî tak firmanî take.
* firmanî hawirrê degell kesî ko firmanî koye.
meşq: em ristane be kes û firmanewe ko kewe:
1- min dezanim to kêî.
2- ew deyewê to binasê.
3- min hatim ew bibînim.
4- ew hat min bibînê.
5- nazanim to dellêî çî.
firman - geware (dirûw)
firman be geyandinî zeman û kesî corawjor şikllî degorê û qewarey
taybetî peyda deka. çawêk lem firmananey xuarewe biken:
hatim, dehatim, hatîn, hatibû, hatûyn, hatûm, dêm.
tewawî ew firmanane manay hatin yan têdaye û lew riwangerra
yeksanin. bellam zeman û kes de wan da ciyawazî heye û bo geyandinî
kes û zemanî corawcor şikllî firman gorrawe. em şiklle corawcorane ke
degel zeman û kes têkellawin, qewareyan pê dellên.
* qeware le firman da şikllêke zeman u kesî têda bedî dekirê.
eger bimanewê saxtumanî firmanêk binasîn, debê bizanîn qewarekey
çiye. bo nasînî "hatim" ewende bes niye ke billêîn firmane. cunkû
"hatûm", "hatibûm", "dêm", "dê" û "hatibû"-ş her firmanin û leser
yek manay hatin deden. ciyawazî em wajane katêk der dekewê ke
qewarekeyan binasîn. meselen bo hatim debê bigutrê:
hatim = qewarey rabirdû, yekem kesî tak le "hatin".
hat = qewarey rabirdû, sêhem kesî tak le "hatin".
her firmanêk le her zemanêk da şeş qewarey heye ke dedirêne pall
sê kesî tak û sê kesî ko. bew qerare, nûsîn:
tak ko
yekem kes: nûsîm nûsîman
dûhem kes: nûsît nûsîtan
yekem kes: nûsî nûsîan
meşq, em ristaney xwarewe ko bikewe:
1- hatim bit bînim, le mall nebûy.
2- dîtim xerîke birrwa, bangim kird: rawesta.
3- ewey dîtûme deynûsim.
4- nazanim çit bo bikrrim.
5- çûbûm gullit bo biçnim boye net dîm.
firman - bine, nase
eger çawêk be qeware curawcorekanî firmanêk da bigêrrîn,
debînîn ke le hemwan da beşêk heye negorrawe û beşêk heye
ke degorrê. çaw lem qewaraney firmanî "danîştin" ken le
zemanî rabirdû da.
danîştim danîştîn
danîştî danîştin
danîşt danîştin
le her şeş qeware da "danîşt" negorrawe, bellam beşekey dîke
le hemû qewarekan da (bêcge le dû qewarey duaYî) gorrawe
(-im, î, -t, în, -in).
ew beşey ke nagorrê û le hemû qewarekan da yeksane "bine"î
pê dellên.
ew beşey ke be pêî kes û tak û ko dagorrê û "nase"î pê
degutrê.
* biney firman beşêke ke manay bineretî têdaye û le hemû
qewarekan da yeksane.
* nase beşêke le qeware ke degorrê û manay kes û jimarey
firman nişan deda.
meşq, bine û nasey em firmanane diyarî beke:
denûsim, nûsîm, dîtûmane, nazanim, dezanim, zaniyume, royştim,
royştûn, dîtûmanin, dîtbûm, demdît, debarî, bariyuwe, barî,
barîbû.
firman - biney rabirdû, biney dahatû
gutman ke biney firman ew beşe ye ke le hemû qewarekan da
yeksan bin û negorrên. êsta pêwîste bigutirê le zimanî
kurdî da her firmanêk dû biney ciyawazî heye. her bineş
bo sazdan û darrijtinî desteyek qewarey firman dekar dekrê.
bo rûn bûnewe çaw le firmanî "nûsîn" dekîn:
nûsîm denûsim
demnûsî binûsim
nûsîwme benûse
nûsîbûm benûsin
her wek debînîn em qewarane kirawane dû deste. le destey
yekem da ewey yeksane û negorrawe "nûsî" ye û le destekey
dîke da "nûs" e.qewarekanî destey yekem hemû raberdûn û
ewaney destey dûhem hemû dahatûn û zemanî Hall û êsta û
dahatû saz dekin.
bew qeware "nûsî" biney qewarey firmanekanî rabirdû biney
rabirdû pê dellên. "nûs" biney dahatûe û qewarekanî Hall û
êsta û dahatû da derêjê.
* le zimanî kurdî da her firmanêk dû biney heye. biney
rabirdûwe degell biney dahatû. tewawî ew qewaraney ke
zemanî rabirdû destnîsan deken leser biney rabirdû da
derrjên û ew qewaraneş ke manay êsta û dhatû deden le
biney dahatû saz dekirên.
her qewareyek le bine û nase pêk dê. le hêndê qeware da
bêcge le bine û nase beşêkî tirîş heye ke dekewête ser
qeware, wek -de, -ew, -b ke bew beşe dellên seze, wek:
derom, denûsîn, binûse.
de ro -m
--- --- ---
sere bene nase
b nûs -h
--- --- ---
sere bene nase
* sere besêkî kurte ke dekewête ser qeware û dahatû û emr
dirust deka.
mişq, em qewarane hellweşêne sere û bine û naseyan destnîşan
ke:
deynûsî, dezanim, bibzû, bixo, zanîbûm, birrwane, bikoşe,
dexûênim, binûse, giryawim, bigre.
naw
naw wajeyeke bo naw birdin û nasinî kesêk, şitêk ya
Hallet û barudoxêk dekar dekirê:
* ewey ke nawî heye:
carî waye kesêke, wek:
jin, piyaw, dayik, bira, kiç, firhad, meHmûd, menije û ...
carî waye giyanewerêke, wek:
esp, şêr, perr, bizin, kotir, hello, rêwî, mişik û ...
carî waye giya û golle, wek:
şewbo, berrû, badam,sineuber, çinar, rêwas û ...
carî waye cîgayeke, wek:
taran, seqiz, ferranse, kurdistan, mehabad, kirmanşan,
japon û ...
carî waye estêre û ruj û mang û ew şitanden ke le gerdûn da
hen wek:
roj, mang, kakeşan, Hewtewanan, gelawêj, zuhre, karwan kuje,
hewir, ba, baran, gêje lluke, tofan, befir û ...
carî waye kat û zemane, wek:
duênê, emrrro, emşew, pêrar, par, paş niwerro û ...
carî waye şitêkî asayî bêgiyane , wek:
kaQez, ferş, mall, dîwar, çekuç, firroke (balafirr), qellem, radyo,
defter, awine û ...
carî waye Halletîke, barudoxêke, wek:
reşayî, seuzayî, piyawetî, billîndî, nizmî, tallî, , qûllayî,
xoşî, germa, serma û ...
naw çend curî heze ke girîngtirînekanîan birîtîn le:
1- nawî giştî
2- nawî taybetî (bernas)
3- nawî serbexo
4- nawî nasiyaw û nenasiyaw
5- nawî komell
6- nawî nêr û mê
== naw: giştî, taybetî
carî waye naw tenya şitêk ya kesêkî taybetî degeyenê
("ferhad" hat.) lere da mebedest kesêkî nasiraw-e.
("lenden şarêkî gewreye.) lenden le dinya da şarêkî
nasiraw-e û tak-e.
bellam eger billêîn: (kitik dujminî mişke.) mebebestman tenya
kitikî mallî ême û mişkî mallî êwe ni ye. mebest hemû kitik
û mişkî dinya ye. wextêk degutrê (şar le dê gewretire.)
mebestiman ewe niye ke fillan şar le fillan dê gewretir-e. mebestman
hemû şar û dêyek-e le hemû şuênêk.
eger naw tenya take kesêk ya take şitêkî nasiraw destnişan
ka nawî taybet-e û eger cema werêkî zor destnişan ka nawî
giştî ye.
debê bizanîn ke nawî taybet tenya nawî take kesêk niye. le
wellatî ême da be hezaran kes nawî eHmed-e. ewe nabête ho ke
ehmed be bawêkî giştî dabindirê. çunkû le gutin ya nûsîn da her
katêk eHmed dekar bênîn mebestman kesêkî taybet-e.
(meryem hatewe.) mebesteman kesêke ke deynasîn û bîserîş dezanî
kê ye û hergîz le birdinî nawî meryem mebasteman hemû ew kiçane
niyin ke nawyan meryem bê.
* nawî taybet nawêk-e ke bo kesêk ya şitêkî nasiraw dekar dekirê.
* nawî giştî bo cema werêk însan ya şitî yekcor dekar dekrê.
meşq, nawî taybet û giştî lem ristane da destnîşan bike:
1) taran şarêkî gewre ye.
2) kurdistan cuantirîn wellatî rojhellatî nawerrast-e.
3) gurg giyanewerêkî goştxor-e.
4) merr û bizin çiyay mezin.
5) şerr kira, şerr kujawe, kecell taze le darî dexulawe!
6) qullay em beHre set gez-e.
7) kamran û kaban xuşik û bira-n û pêkiwe kaye deken.
8) ard-e, aşî nedîwe - dar-e, teşuêî nedîwe - kiras-e
derzî nedîwe. (sinjû)
== naw: serbexo, beste
nawî serbexo bew nawe giştî yane dellên ke serbexo debîndirên,
denasirên û berawird dekirên, wek:
dar, piyaw, kitêb, kêw, ba.
em nawane le dinyay derewe le zeynî ême dahen û serbexo-n.
nawî beste, nawêke le dinyay zeyn û mêşk da hen û be tenyayî
û serbexo nabîndirên û nanasirên, wek:
hoş, zanayî, piyawetî, serma, rezasûkî, cuanî, berzî, nizmî.
em core nawane le derewey zeynî ême da bûnêkî serbexo û
şikll û ser û potrakî taybetyan niye û bûnekeyan bestrawetewe
be şitêkî dîke wek bestranewey cuanî be goll û şîrînî be qend
û sipyayî be befir û kaQez û mast û şitî dîkewe.
* nawî serbexo xudbexud heye û serbexoye.
* nawî beste hebûnî bestrawete be şitêkî dîke û serbexo niye
û nawî awellnaw û Hallet-e.
== naw: nasiyaw û nenasiya
nawî nasiyaw ewe ye ke lay bîser û wêjer nasira bê wek:
kitêbekey duênê hênat zor serinc rakêşe.
lêre da ewey qeseke deka dezanê basî çi kitêbêk deka. bîserî
qesekeş ke dduênê kitêbî hêna dezanê mebest kam kitêbe.
nîşaney nasiyawî le nawî tak da -eke û le ko -ekan e:
piyaw+eke+î duênê dîtit mamim bû.
piyaw+ekan+î duênê hatin xellkî gundî ême bûn.
eger pêş nawî nasiyaw "em" û "ew" bê lazim naka -eke ya -ekan
bigrê wek:
ew qellem+(e)î dat be min baş nanûsê.
qellem+eke+î dat be min baş nanûsê.
ew piyaw+an+(e)î duênê hatin xellkî gundî ême bûn.
piyaw+ekan+î duênê hatin xellkî gundî ême bûn.
nawî nenasiyaw ewe ye ke bo wêjer û bîser nenasiraw bê wek:
piyaw+êk hatibû toy dewîst, nemzanî nawî çiye.
[ +êk nîşaney nanasiyaw-e.]
eger nawî nenasiya û ko bê. pêş naweke wajey wek (çend,
hêndêk, çend kesêk) dekar dekeyn.
çend kesêk hatibûn toyan dewîst.
hêndêk kes nazanin çi biken.
* nawî nasiyaw bo kes ya şitêk dekar dekirê ke nasiyawîman
pê hebê.
* nawî nasiyaw bo kes ya şitêk dekar dekirê ke nasiyawîman
pê nebê.
çend serincêk:
1) eger nawêk kotay be bizuênî (+a, +o, +ê) bêt, katêk
+eke, +ekan bigrê, Pêşek nîmçe bizuênî +y degrê ya
xud +e le seretay +eke, +ekan dekewê:
hewa + eke --> hewayeke/hewake
tirê + eke --> terêyeke/terêke
perro + eke --> perroyeke/perroke
2) eger naw be bizuênî +î kotayî bê le girtinî nîşaney
nasiyawî da carî waye nîmçe bizuênî +y serheldeda, wek:
şayî + eke --> şayîyeke
carî waye bizuênî +î tê da deçê, wek:
kanî + eke --> kanîeke
carî waş heye bizuênî +ê degrê, wek:
gemî nûH + eke --> Gemêkey nûH
3) eger naw be bizuênî +û kotayî bêt, le nêwan naw û
nîşaney +eke, +ekan da nîmçe bizuênî +u peyda debê
û -û iş kurt debêtewe, wek:
arezû + eke --> arezueke
dirrû + eke --> dirruekan
4) nawî nasiyaw eger be dengî bizuên kotayî bêt, pêş +êk
nîmçe bizuênî +y peyda
padşa + êk --> padşayêk
kabira + êk --> kabrayêk
le nawcey şilêmanî lem Hallite da +êk debîte +yek:
padşa + êk --> padşayek
kabira + êk --> kabrayek
5) ew nawaney be +û kotayî bît pêş gutinî nîşaney +êk bizuênî
+û qulle debêtewe û nîmçe bizuênî -u ser hell deda, wek:
mêrû + êk --> mêruwêk
zerû + êk --> zeruwêk
carî waş heye tewawî bizuênî +û cêgey xoy deda be nîmçe bizuênî
+u wek:
mêrû + êk --> mêrwêk
zerû + êk --> zerwêk
== nawî komell
be nawêk dellên le ruallet da tak bê û le mana da ko, wek:
gel, netewe, tîm, hoz, pol, leşkir, sipa, çîn, deste, segel,
cele, mêş, rewe, mêgel, kerêk, berQel, karegel, guêlegel, garran,
Heşamet, çilûbirr, taqim, band, êl, tayfe, eşîret, ...
le riste da firmanî duay em core nawane zortir take, wek:
gel estêwir nabê.
leşkirî ême be ser sipay dujmen da zall bû.
== nawî nêr û mê
le zor zimanan da naw le ruangeyekî dîkeşewe le rêyman da
dekewête jêr lêkollînewe û ewîş nêr û me bûnî naw-e. le zimanî
kurdi da em bare yor berçaw niye û le zor lehce da nêr û mê le
nawî nêr û mêî siruştî tê naperrê, wek:
piyaw, jin; merr (pez), beran; bizin, nêrî; mirîşk, kellebab.
le hêndê cêge da naw dû layeneye. yani hem bo nêr, hem bo mê
dekar dekrê, wek:
seg, kew, ker, gurg, beraz, ...
le katî wa da be yarmetî wajey wek (nêre, mêye/ma, golle, dêlle)
nêr û mê lêk ciya dekeynewe. wek:
nere+kew, ma+kew, dêlle+gurg, golle+gorg
bellam herwek gutman nêwxoî nêr û mê nîsan deda. girîngtirîn
nawî nêr û mê le kurdî da birîtîn le:
nêr mê
bapîre gewre nenike gewre
bapîr nenik
bab dayek
kurr kiç
bira xuşik
mam mamojin/pûr
xall/lalo xallojin/pûr
law/genc kîj
pîremêrd pîrêjin
hêwer diş
şiwan bêrî
noker qerewaş
esp mayn
ga manga
kell gamêş
nêrî bizin
beran merr,pez
kellîçe hêwere
ciwanega nuêngîn
lok nerr wiştir ma
kellebab, kelleşêr mirîşk, mamer
sone bore
birrrrek malos
le hêndê nawçey kurdistan da wek mukriyan, nawî nêr le Halletî
berkarî û werdewaje da +î û nawî me lew Hallete da +ê degrê, wek:
em pûlle bide be Hesen+î
em pûlle bide be miryem+ê
le kurdî yekgirtu da em çeşne nîşaneyane dekar naken û dellên:
em pûlle bide be Hesen/miryem.
em nawane le le nêr û mê da ciyawazyan niye:
biraza, xoşikza, amoza, xalluza, pûrza, newe, netîce, nebîre,
nedîde, duktor, mamosta, perstar, xizmetkar, kardar, şagird,
siwallkar, fegîr, ...
le bang kirdinîş da le nêwan nêr û mê ciyawazî heye. eger nawî
giştî nêr bang keyn bew şerte tak bê (+e)î pêwe delkê, wek:
babe! daykim bangit deka.
kurre! heste were.
bellam le nawî mê da +ê be nawewe delkê wek:
xoşkê! were ba birroyn.
pûrê dellêy çî?
kiçê! agat le mallê bê.
bo nawêk ke be bizuên (+û +a +î +e +u) kotayî bê ew qaYîde rast
niye, wek:
bira! wameke.
xesû! fermû ba birroyn.
le doxî ko da çi nêr û çi mê be +îne kotayî dê:
ey xizmine!
ey kiçîne!
ey korrîne!
== naw: tak, ko
carî waye naw tenya bo yek kes ya yek şit dekar dekirê, wek:
çira hellkira.
gull şîn bû.
estêre hellat.
mamosta hat.
lem ristane da (çira, goll, estêre, mamosta) hemûyan takin.
carî waye naw bo ziyatir le yek kes ya yek şit dekar dekrê, wek:
kayan çirayan helldeka.
be şew seyrî estêran dekem.
kurrgel hatin.
lem ristane da (çirayan, estêran, korrgel) nawî ko in.
* tak şikllêk-e le naw ke tenya yek kes ya yek şit bigrêtewe.
* ko şikllêk-e le naw ke çend kes ya yek şit degrêtewe.
le zurbey zarawekanî zimanî kurdî da nawî ko be taybetî
le Halletî bikerî da her tak demênêtewe bellam le mana da
ko ye. wek:
dar gollyan kird. (daran gollyan kird.)
piyaw ko bûnewe bo herewez. (piyawan ko bûnewe bo herewez.)
nîşaney ko kirdinewe le zimanî kurdî da zortir +an e ke wek
paşkoyek dekewête Piştnaw, wek:
kurran, kiçan, daran, gollan, rojan, şewan, qelleman.
nîşaneyekî dikey ko kirdinewe +gel e ke le cenûbî kurdistan
da zor bawe û le kirmanşan û nawçekanî dewran-dewrî debête
+eyl, wek:
kurrgel (kurreyl)
çawgel (çaweyl)
hêndî car +cat û +wat û +hay farsi dekar dekirên ke baştire
xoy lê biparêzîn. le kurdî nûsînî emrrro da nûserekan werde
werde +gel zortir dekar dekin û çaweriwanî dekrê em kare hemû
nawçekan bigrêtewe.
* nîşaney ko le zimanî kurdî da +an û +gel e.
debê bizanîn katêk naw le riste da ko bikrêtewe cênaw û
firmanîş ko debêtew. wek:
gûll pişkût. -> gûlan pişkûtin.
hewir girmandî. -> hewiran girmandyan.
herwek îşareman pêkird lem core ristane da biker detwanê
ko nekrêtewe, wek:
dar çiroyan dekird.
hewir bûn gewall gewal.
* Têbînî
eger naw be +e kotayî bêt pêş girtinî nîşaney ko +e
dekewê. wek:
qise -> qisan
rewe -> rewan
eger naw be bizuên (+a +o +î +ê) kotayî bê, pêş girtinî
nîşaney ko +an nîmçe bizuênî +z serhelldeda. wek:
bira -> birayan
çira -> çirayan
geda -> gedayan
hello -> helloyan
diro -> diroyan
çiro -> çiroyan
masî -> masîyan
dê -> dêyan
rê -> rêyan
carî waş heye nîmçe bizuênî +î be yek car-i têda deçê û nîmçe
bizuênî +y cêgey degirêtewe, wek:
masî -> masyan
kanî -> kanyan
ew nawaney kutayîyan be bizuênî +û dê, pêş girtinî nîşaney
koî +an bizuên qulle debêtewe û pîtî +u serhelldeda û hengê
nîşaney +anî pêwe delkê. wek:
kahû -> kahuwan
mazû -> mazuwan
cadû -> caduwan
carî waş heye bizuênî -û be tewawî têda deçê. wek:
mazû -> mazwan
cadû -> cadwan
meşq: em ristane kokewe û al û gorrî pêwîstyan têda pêk bêne.
1) pişile mişkî girt.
2) em dare min naştûme.
3) em hitêbe-m duênî kirrî.
4) dostekey to em kitêbey da be min.
5) piyawêk hate êre deye wîst kitêb bikrrê.
6) le paş ewey sêweket çinî bîxe naw em sewete û bîde be baQewan.
7) şitêk heye debê pêt billêm bîzanî.
8) firrokeyek le aso derkewt.
9) min deçim gull biçinim toş were yarîdem.
10) em berQele şest sere.
têstî jimare 1
1) ristey tewaw kame ye?
a. eger bitwanim em kare bikem
b. wek çawî qirjallî rûn
c. heta nezanim bo çî hatuwî
d. dû roje çawerruantim
2) firman lem riste da kame ye?
"paş dû sall çawerruanî bûme mûçexorî dewllet"
a. çawerruanî
b. bûme
c. mûçexorî
d. hiçkam
3) "hoy emîr! zor carim pê gutuwî waz le YezîZ bêne"
lem riste da, emîr
a. yekem kesî tak-e.
b. dûhem kesî tak-e.
c. sêhem kesî tak-e.
d. yekem kesî ko ye.
4) le ristey 3 da sêhem kesî tak birîtî ye le:
a. emin
b. emîr
c. ezîz
d. her niye
5) le ristey 3 da yekem kesî tak birîtî ye le:
a. emîr
b. +m
c. ezîz
d. her niye
6) ristey 3 risteyekî:
a. xeberî
b. emrî ye
c. pirsyarî ye
d. surrmane
7) bo em riste em nîşane pêwîste:
"ax çi rûdawêkî dillte zêne"
a. ?
b. !
c. .
d. ,
8) mubteday em riste ewe ye:
" heway şarî kirmanşan be hawîn zor germe."
a. hewa
b. be hawîn zor
c. şar
d. heway şarî kirmanşan
9) le wajey "denûsim" da biney kar (firman) ewe ye:
a. de
b. nûsim
c. nûs
d. sim
10) le wajey "denûsim" da nawî "de" ewe ye:
a. nase
b. sere
c. qeware
d. bine
11) le wajey "denûsim" da sê beş heye ke be tertîb ewan-en:
a. nase, sere, bine
b. bine, nase, sere
c. sere, bine, nase
d. nase, bine, sere
12) "merr û bizin bekelkin" lem riste da "merr"
a. nawî giştî ye.
b. nawî beste ye.
c. nawî taybetî ye.
d. nawî ko ye.
13) "hebunî bestra wetewe be şitêkî dîke"
a. nawî nasiyaw-e.
b. nawî serbexo ye.
c. nawî tak-e.
d. nawî beste ye.
14) ristey dirust kame ye?
a. mêgelêk merr diyarin.
b. şikak Yêlêkî gewre ye.
c. leşkirî ême beser dujmin da zall bûn.
d. reweyekman ask dîtin.
15) lem nawane yekyan nasiyawe:
a. padşayek
b. çirayek
c. werzêreke
d. kiç
16) kam riste be tiwawî ko kirawnewe?
a. deyanim kêtan mîwane
b. dîtman xerîkin derron
c. bangman kirdin rawestan
d. nazanim cit bo bikrrîn
17) kam riste dirust-e?
a. pişîle mişkyan girt.
b. pişîlan mişkanyan girtin.
c. pişîlan mişkanyan girt.
d. pişîle mişkanyan girtin.
18) koî "em kitêbem duênê kirrî" ewe ye:
a. eman kitêbaneman duênê kirrîn.
b. em kitêbaneman duênê kirrî.
c. em kitêbekan duênê kirrîm.
d. em kitêbeman duênê kirrîn.
19) nêrî "mallos":
a. kelle
b. kellebab-e
c. birrrrek-e
d. nêre mallos-e
20) be kewî mê dellên:
a. beran
b. kellebab
c. mê kew
d. makew
21) lem cuarane kam naw nêr-e?
a. esp
b. nuêngîn
c. hêwere
d. gamêş
22) be gurgî nêr dellên:
a. kelle gurg
b. golle gurg
c. nêre gurg
d. aQa gurg
23) kam naw helle ye_
a. şeke mê
b. şeke nêr
c. dêlle kotir
d. canû esp
24) kam naw dirûst-e?
a. manga kêwî
b. ga kêwî
c. nêre mirîşk
d. ma birrrrek
25) kam naw le wane be "ma" debête mê:
a. jin
b. bizin
c. ker
d. mirawî
[]
cênaw (bernaw)
çênaw bem wajane degutrê kr jêgey naw degirnewe û le riste da
nexş û desellatî nawza heye, yanî detwanin le riste da biker ya
berkarbin û Halletekanî dîkeş be xoyanewe begrin.
* cênawî bikerî
em cênawane le reste da nexşî bikeryan heye û birîtîn le:
kes tak ko
-------------------------------------------
1 emin (min) ez ême
2 eto (to) êwe (engo, hung)
3 ew ewan
-------------------------------------------
wek:
emin (min) derrom. ême derroyn
eto (to) derroy. êwe (engo, hong) derron
ew derrua ewan derron.
* cênawî berkarî
le katêk da "cênaw" berkarî aşkara bê be dû cor le riste da
debîndrê.
1) be şikllî ciyawaz
kes tak ko
-------------------------------------------
1 (e) minî êmey
2 (e) toî êwey
3 ewî ewanî
-------------------------------------------
wek:
Heso (e)minî dît. Heso êmey dît.
Heso toy dît. Heso êwey dît.
Heso ewî dît. Heso ewanî dît.
lem ristane da bizuênî (+î) le ristey "Heso minî dît" da
çê nay firmane ke paş bizuênî qewarekanî dîke bote (+y)
beserincewe birwanine em ristaney xuarewe:
Heso dîtî (emin). = Heso eminî dît.
Heso dîtî (to). = Heso toy dît.
Heso dîtî (ew). = Heso ewî dît.
....
2) şikllî nûseneke (pêwe)
kes tak ko
-------------------------------------------
1 +m +manî
2 +t +tanî
3 +î +yanî/nî
-------------------------------------------
wek:
Heso dîtmî. Heso dîtmanî.
Heso dîttî. Heso dîttanî.
Heso dîtî. Heso dîtyanî.
cênawî berkarî werde waje
1) lem kate da eger riste wa tewaw bê ke cînaw bikewête axirî
riste, şikllî cênawekan bem core debê:
kes tak ko
-------------------------------------------
1 min ême (me)
2 to êwe
3 ew ewan (wan)
-------------------------------------------
wek:
qellemekey da be min. qellemekey da be ême (me).
qellemekey da be to. qellemekey da be êwe.
qellemekey da be ew (bew). qellemekey da be ewan (bewan).
2) eger em cênawane bikewne pêş firman, bizuênî +î/+y
ke heman cênawî duay firmanî sêhem kesî tak-e be ewanewe
denûsê. wek:
be minî gut. be êmey (mey) gut.
be toy gut. be êwey gut.
be ewî (wî) gut. be ewanî (wanî) gut.
3) eger le cênawî nûseneke (+m +t +î/y +manî +tanî +yanî) kelk
wergirîn al û gûrrêk pêk dê ke cêgey serenje
pêy gutim. pêy gutîn.
pêy gutî. pêy gutin.
pêy gut. pêy gutin.
bizuênî +y lew nimûneyan da heman cênawî sêhem kesî take. em
ristane bem coraney jêreweş degutirên:
pêmî gut. pêmanî gut. = gutî pêm. gutî pêman.
pêtî gut. pêtanî gut. = gutî pêt. gutî pêtan.
pêy gut. pêyan gut.? = gutî pêy. gutî pêyan.
gutî pêy?
pêy gutim = pê + î/y + gut + m
werdewaje | firman cênawî nûseneke
|
cênawî sêhem
kesî tak
cênaw le Halletî wedewaje (îyafe) da
kes tak ko
-------------------------------------------
1 min ême (me)
2 to êwe
3 ew (wî) ewan (wan)
-------------------------------------------
wek:
biray min biray ême (me)
biray to biray êwe
biray êw (Wî) biray êwan (wan)
çênawî Halletî werdewaje eger nûseneke (Pêwe) bê away lîdî.
birm birman
birat biratan
biray birayan
cênawî xawenetî (hebûnî)
kes tak ko
-------------------------------------------------------
1 hiy(Yiy) min hiy(Yiy) ême (hîme, îme)
2 hiy(Yiy) to hiy(Yiy) êwe
3 hiy(Yiy) ew hiy(Yiy) ewan (hîwan, îwan)
--------------------------------------------------------
wek:
mallî êwe gewre ye, hiy ême biçûk-e.
kitêbî min taze ye, hiy to kone.
cênawî tekîd (geranewey)
kes tak ko
-------------------------------------------
1 xom xoman
2 xot xotan
3 xoy xoyan
-------------------------------------------
wek:
min xom baştir dezanim.
to xot xetakarî.
her em cênawane gerranewey eserî firamn bo ser biker nîşan deden.
wek:
sara xoy razandewe.
Hesen xoy birîndar kird.
* têbînî:
cênaw le barî şikllewe (tak, ko) le nawî pêşxoy (mirciY) pêrrewî
deka. wek:
mamosta zor dezanî, ew zor şareza ye.
| |
pişxo cênaw
| |
werzêrekan zor kar deken, ewan nebin ême najîn.
* cênaw cêgirî naw-e û hemû baruduxêkî naw helldegrê û le barî
şikllewe le nawî pêşxoy pêrrewî deka.
meşq, lem ristaney jêrew da le jêgey em nawaney destnîşan
kirawan cênaw dabinê:
1) (sergull û kejall) zor têdekoşin serkewn.
2) emin duênê (sergul û kejallim) le medrese dît.
3) mallî ême biçûk-e, mallî êwe gewre ye, deca (mallî ême) le
(mallî êwe) herzantir-e.
4) kawşî kejall taze ye, (kewşî kaban) kone.
5) bawkim (min û biramî) be (mamim) espard.
lem wajane da wirdewaje û firman û cênaw diyarî bike u be
çend şewey dîke yan nûsewe:
nimûne: "pêtan gutim."
Pê (werdewaje), tan (cênawî bikerî dûhim kesî ko),
kut (firman), m (cênawî berkarî yekem kesî tak)
"guttan pêm", "pêmtan gut"
pêt dellîm
lêtan persîm
boy denûsim
dîtmî
deyan bînim
derdyan damê
dîtûnî
awelnawî îşare
bo nîşan danî kes ya şitî nîzîk le tak û ko da "em" û bo dûr
"ew" dekar dekeyn. wek:
em kitêbe zor baş-e. ---- em kitêbane zor baş-in.
ew kitêbe zor baş-e. ---- ew kitêbane zor baş-in.
cênawî îşare
cênawî îşare bo nîzîk "eme" ye ke le ko da debête "emane", wek:
eme kitêbî min-e. --- emane kitêbî min-in.
bo dûr le "ew" ke koyekey debête "ewan" kelk werdegirîn.
ewe kitêbî min-e --- ewane kitêbî min-in.
carî waye bo îşarey dûr "howe" û "howane" dekar dekeyn û
detwanîn wek cênaw ya awellnaw kelkyan lê wergirîn. wek:
howe kitêbî min-e. --- howane kitêbî min-in.
how kitêbe hiy min-e.
------------------------------------------------------------------
* awellnaw ya cênaw î îşare bo nîşan danî kes ya şitî nîzîk û
dûr dekar dekirên û birîtîn le:
em - eme eman - emane
ew - ewe ewan - ewane
------------------------------------------------------------------
* meşq, em ristane ko bikenewe:
1) em korre biram-e.
2) ew kiçe xoşkim-e
3) ew kesey toy newê her nebê!
4) em gelleme hellgire bîde bew qutabîye.
5) ew henarey tu kirrît tirş bû.
awellnaw
awellnaw bew wajeye degutirê ke zanistêk, agadaryekî zortir le
merr naw bida be ême. çawêk lew ristaney jêrewe dekeyn:
em kitêbe tazeyem doênê kirrî.
% le tazey kitêb agadar debîn.
hellalle gullêkî zerd-e.
% le reng agadar debin.
hellgurd kêwêkî berz-e.
% berzay kêw rageye nirawe.
alaska willatêkî sard-e.
% le sardî alaska agadar debîn.
çawit estêrey geş-e.
% le geşî estêre û geşî çaw
kamrran lawêkî nebeze.
% le azayetîî kamran agadar debîn
lem ristane da wajegelî (taze, zerd, berz, sard, nebez, geş)
awellnaw-in û her kam nawî pêş xoyan le barêkewe be ême denasênin.
------------------------------------------------------------------
* awellnaw legell naw dê ta Hallet û çilonayetî nawekey awallî
nîşan bida.
------------------------------------------------------------------
awellnaw asayî dekewête paş naw. belam zor carîş wa debê dekewête
pêş naw û rêkewendêkî yekparçe dirust deka, wek:
reşmall, bellekçaw, berzefir, kellepiyaw, kellejin, şêrepiyaw,
kellemêrd, gêlepiyaw, sêrejin, kerepiyaw, xwareba, reşeba,
gijeba, germebirîn, nermezîn, sextedar, pîremêrd, pîreker,
pîrejin, pîrêjin, cuanejin, naskenan.
awellnaw çi legell nawî ko bê û çi tak hergîz ko nakirêtewe, wek:
piyawî aza, piyawanî aza.
* beramberî awellnaw
awellnaw le barî hellsengandin û beramber kirdina wek hemû
zimanekanî dikey dinya sê doxî heye.
1) doxî yeksanî
seyran de sallane ye, şeyda de sallane ye.
seyran û şeyda haw temenin.
temenî seyran û şeyda beqet yeke.
doxî yeksanî be wajegelêkî wek (haw, beqed) beyan dekrê.
2) doxî leserî
le hellsengandinî dû naw da awellnawêk le yekyan da be nîsbetî
ewî dîkeyan lesertire.
kêwî cûd 4000 mîtir berz-e, demawend 5600 mîtr-e.
demawend le cûd berztir-e.
bo nîşaney leserî nîşaney (le ... +tir) dekar dekeyn.
nawî yekem de kewête pêş "le" û nawekey dîke dekewête Pêş
"tir".
hawîn le paYîz germtir-e.
3) doxî berzî
lêre da hellsengandin û beramber kirdin le dû naw têdeperrê û
detwanî ew beramberîye le nîwan sê naw ta her çendî demane
wê pêk bê, wek:
demawend berztirîn kêwî êran-e.
% hemû kêwekanî êran le barî berzîyewe beramber kirawin.
wek debînîn nîşaney doxî berzî "tirîn" e ke be awellnawewe
delkê. wek:
berzterîn, cuanterîn, gewretirîn.
em doxe dekirê bew rêkewendeş derbibrrîn:
here + awellnaw, wek:
here berz, here baş.
kêwî here berzî em nawçeye qendîl-e.
dekirê be şêwey doxî (leserî)ş ew kare bikeyn. wek:
lenêw şaYîranî rabirdû, nalî le hemuan berztir-e.
xoşnaw le polî xoy da le hemû awallekanî berztire.
lêre da nawekan dekirêne dû beş. ew takey here berze betenê
layek û ewanî dîkeş hemû layek. her bew delîleş le doxî
leserî kelk werdegrîn.
meşq: leser em ristaney jêrewe risteyekî hellsengandin darrêje.
1) mam çeko set sallî Zomre, mam baram heşta sallî Yomre.
2) ballay kawe 1.75 santîmître, ballay ka weysî 1.75 santîmître.
3) emîr 20 sale ye, eHmed 30 salle ye, aso 35 salle ye.,
awelkar
her karek be encam biga û bikrê bêguman zeman û mekanî heye
û encam danekey şêwey tazbetî heye. çawêk lew ristane
bikeyn:
1) nesrîN duênê mallî xawên kerdewe.
2) nesrîn le sine deJî.
3) nesrîn karan be kawexo deka.
4) nesrîn hemîşe puxt kar deka.
le restî yekem da "dûênê" awellkawî zemane û karî xawên
kirdinewey mall lew zemane da encam dirawe. le ristey
duwem da "sine" cêge û mekanî giyanî nesrîn destnîşan
deka û awelkarî mekane. le ristey sêhem da şêwey kar
kirdinî nesrîn diyarî kirawe "be kawexo". bew zaraweye
dellên awellkarî Hallet. le ristey çuarum da wajey "hamîşe"
nîşan deda ke karî puxt û cuanî nesrîn dewamî zor-e û
hamîşey ye. bewe dellêN awellkarî tîkrar. bellam hêndêk
rêzman nûs be awellkarî zemanî dadenên. em awellkarane ke
ême nawî "tîkrar"man dawinê birîtîn le:
hemîşe, dayim û derhem, dayime, zor car, carcar, car û bar,
hendêcar, bedegmen, be nudret, qet, qetqet, hergîz, eQlleb,
kerretkerret, em awellkarane dekewene paş faYîl û pêş firman.
bellam bo tekîd detwanin
biçine sertay riste.
nesrîn hemîşe rojanî heznî deçête seyran.
hergîz, qet, qetqet û hîç kat le ritey menfî û pirsyarî da
dekar dekirên wek:
bawekit qet nehatote êre.
ewem hergîz be zîn da ra nebirduwe.
qet wa debê?
qet lêre baran debarê?
awelkarî Hallet bew fOrrmûle saz dekrê (be + nawî beste) wek:
be cuanî, be Aşkarî, be hêmnî, be çakî, be têrradîwî, be
raşkawî.
carî waye awellnaw le riste da le cêgey awellkar dekar dekrê.
baştire bigutrê hêndê waje hem awellnawin hem awellkar wek:
çak, baş, cuan, billînd, sext, xirap
bawekit cuan qesan deka.
emîr billînd qesan deka.
emîr baş deJî.
Heso xirap deJî.
carî waye (be + awellnaw) wek qeyd dekar dekirê, wek:
be aşkara dellêm.
-------------------------------------------------------------
* awellkar cêge û zeman û şêwey encam danî firman destnîşan
deka.
-------------------------------------------------------------
meşq: em riste têkellawane rêk û pêk kewe.
1) wa _ nîştman _ hergîz _ xoşewîste _ nem dezanî.
2) ew demane _ par _ le _ bûm _ kirmaşan.
3) karekanî _ û _ encam da _ bepele _ mall _ leserexo _
royştewe.
4) kakim _ heynî _ eQlleb _ rojanî _ gell _ deçête _
le dostan _ rawemasî.
5) le dayik bû _ rojî heynî _ şeşî xakelêwe _ seYat şeş _ le
marîwan le mallêkî feqîr da _ em şaYîre benaw _ bange.
6) nebû _ gerdişî _ Qafill _ em _ lemin _ çerxekone qet.
7) mamustay ême _ hemîşe _ direng dête _ ser _ kilas
firman: tewaw û têperr
çaw le dû ristey sadey Jêrewe ken:
1) mamosta hat.
2) mamusta hênay.
le ristey yekem da "hat" manay riste tewaw deka û bîser bo
têgeyştinî risteke pêdawîstî be wajey dîke niye. bellam le
ristey dûhem da "hênay" manay risteke tewaw naka û bîser
depirsê "çî hêna?" wajeyikî dikeş pêweste ta manay risteke
tewaw deka.
mamosta kitêbî hîna.
wajey kitêb ke berkar-e manay risteke tewaw deka. lem
berawerd kirdine da boman rûn debêtewe le nêwan "hat" û
"hênay" da ciyawazî heye. ew firmananey manay tewawyan heye
û manay riste tewaw deken firmanî "tewaw"yan pêdellên,
ewaneş ke mananyan tewaw niye û pêdawîstiyan be berkar heye,
"têperr"yan pêdellên. boyeş têperryan naw-e, ke bo tewaw bûnî
manay riste, firman le le çuarçêwey manay xo bere û berkar
têdeperrî.
------------------------------------------------------------
* firmanî tewaw manay le xoy da tewaw-e.
* firmanî têper manay be hoî berkarewe tewaw debê.
------------------------------------------------------------
em dû çeşne firmane her dûk bikeryan heye. bellam le firmanî
tewaw da berhemî kar le biker da tewaw debê û kotayî dê û
nagate kesêk ya şitêkî dîke. le ristey "mamosta hat" da
karî hatin le layen mamosta encam dirawe û negeywete kesêkî
tir. le firamnî têperr da berhemî kar le biker da têperrrîwe
û degate keşêk ya şitêkî dîke. le ristey "mamosta kitêbî
hîna" da karî hênan le mamosta serçawey girtuwe û geywete
kitêb. zor firman le xoyan da tperin wek:
kuştin, kirrîn, birrîn, dîtin û .... bellam deşkirê be
pêwelkandinî paşkoî "andin" firmanî tewaw beyne têperr,
wek:
nustin nuandin
mirdin mirandin
cûn cuandin (bo pûll û sike zortir dekar dekrê)
xafllan xafllandin
kullîn kullandin
têgeystin têgeyandin
firrîn firrandin
betllan betllandin
diyare hemû firmanêk ew lêhatûyîyey niye ke bew şêwe le
tewaw rra bikirête têperr.
meşq:
1) firmanî tewaw ya têper lem wajaney xuarewe da lêk
bikewe û bo her kameş resteyekî darêje.
çûn, nûsîn, kuştin, barîn, hellatin, hellmisandin, hellçûn,
lêxurrîn, dîtin, ruanîn, hellfirrîn, pisan, teqîn, xinkandin.
2) kam yek lew firmananey serewe dekirête têperr? bo herkamey
resteyekbinûse.
zeman û firman
ta êsta le çend ruangewe ruanîmunanete ser firman. êsta
firman le pêwendî degell zeman da dexeyne Jer lêkollênewe.
eweş beşî here girîngî zeman nasîne. her wek pêşekî gutman
sê zemanî binerretîman heye. êsta, rabirdû, dahatû.
1) êsta, zemanî êsta
qewarey firman lem zemane û zemanî dahatû da wek yeke.
tenya le rûy awellkar û manay restewe dezanîn ke mebest êsta
ye ya dahatû. nimûne: "nûsîn"
denûsim denûsîn
denûsî denûsin
denûsê denûsin
eger billêyn "êsta denûsim" mebest zemanî êsta ye. ballam eger
billêyn "sibey denûsim" mebest zemanî dahatuwe. herwek debînîn
bo darrijtinî qewarekanî firman lem rû zemane da serey "de"
ya "e" be biney firmanewe delkê û paşan awellnawî nûsenekey
(+m +î +ê +în +in)be binewe denûsên. ya be cuê paş duayîn
pîtî bine degutirên. nimûne: "xwêndin"
dexoênim dexoênîn
dexoênî dexoênin
dexoênê dexoênin
2) êstay berdewam
eger basî karî berdewam le zemanî êsta da bikeyn her em
qewaraney serewe dekar dênîn. bellam waje ya rêkewendêk le
çend waje pêwîste ta em berdewamîye nişan bida, wek:
xerîkim denûsim. (nûsîn berdewam-e.)
xerîkî denûsî.
xerîke denûsê
firamn carî waye encam bûnekey le dahatû da le şik daye û
lêman sûr niye encam dedirê ya nadirê. êncam bûnî firman
lêre da bestirawetewe be hel û mercî dîkewe. her boye baw
firmanane dellên "bestirawe". qewarey em firmanane le dahatû
da bem core ye " b + biney dahatû + awellnawî kurt".
binûsim binûsîn
binûsî binûsin
binûsê binûsin
all û gorrî şikll
hêndê firman le serf kirdin da zor le şikllî çawge (rrader)
dûr dekewnewe, hoî emeş ewe yeeger şikllî çawge biparêzrê
be zeHmet bêj dekrê.
1) hatin
(dehêm - deyem) -> dêm
(dehêy - deyey) -> dêy
(dehê - deye - deêy) dê
(dehên - deyen) dên
(dehên - deyen) dên
allugurr carî waye ewende zor-e ke çawge nanasirêtewe:
2) gutin
dellêm dellêyn
dellêy dellên
dellê dellên
3) dîtin
debînim debînîn
debînî debînin
debînê debînin
4) çûn: tenya \ç\ demênêtewe
deçim deçîn
deçî deçin
deçê deçin
5) kirdin
dekem dekeyn
dekey deken
deka deken
6) birdin
debem debeyn
debey deben
deba deben
7) mirdin
demrim demrîn
demrî demrin
demrê demrin
8) şutin
deşom deşoyn
deşoy deşon
deşua deşon
9) bûn: tenya \b\ demênêtewe
debim debîn
debî debin
debê debin
10) hêştin\hêllan
(dehêllim) dêllim (dehêllîN) dêllên
(dehêllî) dêllî (dehêllin) dêllin
(dehêllê) dêllê (dehêllin) dêllin
11) daştin
dedêrim dedêrîn
dedêiî dedêrin
dedêrê dedêrin
12) hênan
(dehênim) dênim (dehênîn) dênin
(dehênî) dênî (dehênin) dênin
(dehênî) dênî (dehênin) dênin
13) wîstin
demewê demanWê
detewê detanewê
deyewê deyanewê
ew firmananey pêşgirî (mell, rra, da,tê) wiştî wa degrin
tenya rîşey firman degorrê û pêşgir le jêgey xoy demênêtewe.
wek:
rawestan (ra + westan)
ra-dewestim ....
ra-dewestî ....
ra-dewestê ....
hellwestan (hell + westan)
helldewestim ....
helldewestî ....
hel-dewestê ....
têperrîn (tê + perrîn)
tê-deperrim ....
tê-deperî ....
te-deperê ....
ew firmananey be "kirdin" ya "bûn" saz dekrên, tenya "bûn"
ya "kirdin" allugorrî beser dadê.
fêr kirdin,
fêr-dekem ....
tê-dekey ....
te-deka ....
fêr bûn
fêr-debem ....
tê-debî ....
te-debê ....
Werb and tense (2): Past
firmanêkî pêş êsta encam dirabê rabirduwî pê dellên. girîngtirîn
beşekanî em zemane birîtîn le:
1) rabirduwî sade (dema borî)
em zemane enjam diran u tewaw bûnî karêk le zemanêkî naseraw
da ra-degeyenî.
duênî emîrim dî.
par çume bokan.
bo darriştinî qewarey firman lem zemane da le biney rabirdû
degell awellnaw kelik werdegrîn:
royiştin:
royiştim royiştîn
royiştî royiştin
royişt royiştin
le zemanî têper da dû qewarey axir ciya wazyan heye û be +tan
û +yan kotaYiyan dê wek:
xoêndin:
xoêndim xoêndman
xoêndit xoêndtan
xoêndî xoêndyan
eger firman têkellawek le rîşeyekî firman û "kirdin" ya "birdin"
bê, awellnawekan be beşî yekemewe delkên û beşî dûem le hemû
qewarekan da wek xoy demênêtewe:
kar kirdin:
karim kird karman kird
karit kird kartan kird
karî kird karyan kird
bar birdin:
barim bird barman bird
barit bird bartan bird
barî bird baryan bird
ew firmananey pêşgiryan hebê, beşî bineretî ke nîşan derî
firmane serf dekrê, wek:
ra-perrîn:
raperrîm raperrîn
raperrî raperrîn
raperrî raperrîn
da-bezîn:
dabezîm dacezîn
dabezî dabezîn
dabezî dabezîn
* zemanî rabirdûî berdewam (dema burîya berdewam)
em zemane nîşan deda ke firman le katêkî taybetî le rabirdû
da dirêjey pêdirawe, wek:
katêk telefonit kird, nanim dexuard.
katêk telefonit kird xerîkî nan xuardin bûm.
katêk telefonit kird xerîk bûm nanim dexuard.
lêre da dû kar bas kirawe: telefo kirdinî to û nan xuardinî
min. lew kate da to telefonit kird nan xuardinî min dirêjey
bû.
eger firman pêşanderî Halletêk bê, qewarekey wek rabirdûî
dûr denûsirê ya degutrê:
katêk telefonim kird, nust bûy.
katêk telefonit kird, amir nust bû.
eger firman encam danî larêk rabigeyenê, bem core serf dekrê:
nûsîn:
dem-nûsî deman-nûsî
det-nûsî detan-nûsî
dey-nûsî deyan-nûsî
xuardin:
dem-xuard deman-xuard
det-xuard detan-xuard
dey-xuard deyan-xuard
degell berkar:
nûsîn:
namem de-nûsî nameman de-nûsî
namet de-nûsî nametan de-nûsî
namey de-nûsî nameyan de-nûsî
* rabirdûî dûr (dema borîya çîrrokî)
karêke pêş karêkî dîke le rabirdû da be encam geyştbê, wek:
katêk telefonit kird, baukim le mall derkewt bû.
royştin:
royşt bûm royşt bûyn
royşt bûy royşt bûn
royşt bû royşt bûn
nûsîn:
nûsî bûm nûsî bûman
nûsî bût nûsî bûtan
nûsî bûy nûsî bûyan
* rabirdûî neqlî (dema borîya dûdar)
be karêk dellên ke le rabirdû da encam dira bê û eserî êstaş
her ma bê, wek:
em mizgewte şêx seYîd dirustî kirduwe.
ya be karêk degutrê le rabirdû da destî pêkirduwe û êstaş her
berdewam-e.
de salle lêre kar dekem
de sallim lêre kar kirduwe.
forrmî firman lew zemane da bew core ye:
nûsîn:
nûsîwme nûsîwmane
nûsîwte nûsîwtane
nûsîwye nûsîwyane
royştin:
royştûm (royştûme) royştu-wîn (royştûyne)
royştûy (royştûye) royştu-win (royştûne)
royştwe (royştûh) royştu-win (royştûne)
nasiraw û nenasiraw (lebatî û tebatî)
be serincewe birrwanine em ristaney jêrewe:
1) xoşnaw em ktêbey xwêndotewe.
2) em kitêbe xoêndrawe.
3) dizan mallêkî cîranî êmeyan tallan kird.
4) mallêkî cîranî ême tallan kirawe.
le ristey 1 û 3 da bikerî riste aşkira ye (le ristey 1 da
xoşnaw, le ristey 3 da dizan). le ristey 2 û 4 da biker
diyar niye û nazanîn kitêb le layen kê xoêndirawetewe û mall kê
tallanî kirduwe. be firmanekanî ristey 1 û 3 dellên nasiraw,
çunke bikeryan nasirawe (xoşnaw, dizan). be ristey 2 û 4
dellên nenasiraw, çunke bikeryan nenasirawe.
le nûsîn ya axawtin da firmanî nenasiraw katêk dekar dekeyn
ke:
1) biker nenasira bê, wek:
piyawêk le qerax şar kujirawe û polês le qatill degerrê.
2) biker girîng nebê û bas kirdin ya nekirdinî le manay riste
kem nekatewe.
ew rojane mindallan dekutin. (waksêne deken)
lew riste da hemûman dezanîn kê mindallan waksêne deka (
karbedestî naxoşxane).
le deryakanî cîhan da masî zor raw dekrê.
pîwîste bizanîn tenya firmanî têper mechûl dekrê û firmanî
tewaw nenasirawî niye. bo nenasiraw kirdinî firman em
al û gorrane le riste da pêk dênin.
1) biker derdawên.
2) berkar dête cêgey biker.
3) firmanî riste debête beşî sêhem.
nasiraw nenasiraw
perwîn namey nûsî. -> name nûsira.
perwîn namey denûsê. -> name denûsira.
perwîn namey nûsîwe -> name nûsirawe.
perwîn namey nûsîbû. -> name nûsirbû.
her firmanêk çawgey nasiraw û nenasirawî heye:
nasiraw nenasiraw
gutin gutiran
nûsîn nûsiran
xuradin xuardiran-xuran
kuştin kujran
bestin bestiran-besran
le riste da firman her zemanêkî he bê be ser çawge nenasirawekey
da desepê:
name denêrim. name denêrdirê.
namem nûsî. name nûsira.
namem denûsî. name denûsira.
namem nûsîbû. name nûsirabû.
debê name binûsî. name debê binûsirê.
awellnaw û awellkar le cêgey xoyan de riste da dûpat debinewe.
wek:
baQewan hêşta baQî aw nedawe.
baQ hêşta aw nedirawe.
duênê şew mangim dît.
duênê şew mang bîndira.
meşq, em ristane bike nenasiraw:
1) kes ta êsta ew kêwey nedîtewe.
2) cengaweran de sall dirêjeyan be xebat da.
3) zor le mêje em cogem comal nekirduwe.
4) pêş ewey to birroy, emîr dersekey nûsîbû.
5) pêş ewey bigemewe, xatûn mallî xawên kirdbowe.
6) nabê karî awa bikey!
7) baştir-e ew kare nekey.
em ristane bike nasiraw:
1) debê pencere bikrêtewe paşan jûr gesik bidrê.
2) hîlalî ebrot çunke nebînra, cêJn betall bû, rojûiş.
3) zor willat le şerrî cîhan da xapûr kira.
4) em kitêbe nexwêndirabowe.
5) em kare nakirê.
6) mall bo mîwanan amade kirabû.
7) em nezîle zor bîstrawe.
werde waje
be serincewe caw lem ristaney jêrû be taybetî em wajaney
dest nîsan kiraun biken:
1) em kitêbem "le" dostêkim wergirt.
2) em kitêbem "bo" dostêkim hênawe.
3) "be" taksî deçimewe mall.
4) duênî "degell" dostêkim çuyne bazar.
5) ew kitêbe "le ser" em mîze hell gire.
waje diyarî kirawekan pêwendî nêwan dû nawî nêw rite nîşan deden.
bellam em pêwendîye le herkam le ristekan da ciyawaze.
-----------------------------------------------------------------
* werdewaje ewan-en ke manay serbexoyan ne bê bellam waje ya
rêkewendêk be yekêk le beşekanî ristewe delkênin û bem core
manay naw, firman ya awellnaw tewaw debê.
-----------------------------------------------------------------
werde waje dekrêne çend deste. desteyek le wane waje ya rêkewendêk
be yekêk le beşekanî dîkey ristewe delkênin. be wane dellên
werdewajey nîsbet.
carî waye werdewajey nîsbet naw ya awellnawêk be naw ya awellnawêkî
dîkewe ke cênişînî nawe delkênin.
yekêk "le" zanayan dellê.
aHmedem "degell" Hesen dît.
bellam em wajey ke paş werdewajey nîsbet dê zortir tewawkerî
firman-e. lew Hallite da herwek awellkar zeman û mekan û baeista û
çilonayetî ya wesîle û amrazî encam danî firman beyan deka:
tewaw kerî mekanî
firhad hate "lay" min.
xoşnaw "le" kerkûkewe royşte şîraz.
tewaw kerî zemanî
şagirdan "de" sallêk da fêrî nûsîn debin.
"le" duênê ra hewa germ buwe. (
tewaw kerî çilonayetî
eHmed "be" tundî hellat.
lkar "be" kundî deçête pêş.
tewaw kerî wesîle û amraz
îrej "be" maşên decête medrese.
dîwaryan "be" qurr suaQ kird.
tewaw kerî barista
kallek kîloy "be" dû timen-e.
şit lew malle "be" xerwar-e.
1) firhad hate "lay min".
2) eHmed hellat "be tundî".
3) şagirdan fêrî nûsîn debin "be sallêk".
4) îrej decête medrese "be maşên".
5) şit lew malle "be xerwar"-e.
-----------------------------------------------------------------
* werdewajey nîsbet manay serbexoyan niye, bellam waje ya
rêkewendêk be beşêkî ristewe delkênin û rêkewend ya wajeyekî
ke naw-e ya awellnaw-e dekate tewaw kerî naw, awellnaw ya firman.
em wajane zortir bo dirust kirdin (tewawkerî firaman) dekar
dekrên.
-----------------------------------------------------------------
girîngtirîn werdewajey nîsbet le kurdi da birîtîn le:
be, bo, le, degell, de, le ser, le jêr, la, lay, le lay, lekin.
nizîk, nêw, le nêw, ta, heta, leniwan, paş, pê, tê, pêş, dua, jêr,
ser, bin, ber, leber, der (deredê), lê (lê wer-girtin), berew, we,
wê (wêm hellnaka).
meşq, em ristaney jêrewe be werdewajey pêwîst pirr kenewe:
1) em kitêbe bide .... mamosta.
2) kitêbeket .... mamosta wergirewe.
3) mîwe kîloy .... de timen-e.
4) mîwe .... beden baş-e.
5) eHmed .... baukî hatine êre.
6) lêrewe .... kirmaşan 100 kîlomîtr-e.
7) .... kurdan nebû peyman şikandin. .... kê fêr bûy kullim peyman
şikênî? (hêmin)
werdewajey pêwendî
basî werdewajeman kird. lêre da basî ew deste lem werdewajane dekeyn
ke dû waje ya dû besî riste ya dû riste be yekewe pêwendî biden. bem
wajegele dellên "werdewajey pêwendî":
1) xecîc "û" menîc cûn bo gull cinîn.
2) têkoşe "ta" ser-kewî.
3) duênê nehatim "çunke" nexoş bûm.
lem ristane da wajegelî "û", "ta", "çunke" dû waje ya cumleyan pêkewe
peywend dawe. bew Hîsabe:
-----------------------------------------------------------------
* wedewajey pêwendî wajeyeke dû waje, rêkewend ya riste be yekewe
pêwend bida.
-----------------------------------------------------------------
hêndêk wedrewaje bo der birrînî Halletî derûn wek şadî û Qem û Hesret
û sersurrman û derd û bang kirdin û wirya kirdinewe dekar dekrên ke
pêyan dellên werdewajey "deng", wek:
ax le dest çerxî çepgird!
we leber ew serhate talle!
way le destit!
nekey guê bideye em qisane!
ey xuday mezin, bige firyaman!
tewawkirî firman
tewawki
rî firman waje ya rêkewendêk le waje ye ke degell
werdewajeyek be ristewe delkê û manay firman rûn dekatewe.
tewawkerî firman degell berkar (berfirman) le çend ruangewe
ciyawazyan heye:
yekem ewe-ye ke berkar taybetî firmanî têperr-e bellam
tewawker legell firmanî têperr û tewaw herdûkyan dê:
firmanî têperr:
kerîm le "kitêbxane" kitêbî hêna.
kerîm le "kitêbxane rra" kitêbî hêna (bo) kilas.
kerîm le "kitêbxane rra" be "pênc deQîge" kitêbî hêna
(bo) kilas.
kerîm le "kitêbxane rra" kitêbî be "pele" bo "xoêndinewe"
kitêbî hêna (bo) kilas.
firmanî tewaw:
kerîm hat.
kerîm le "medresewe" hat.
kerîm le "medresewe" "be pele" hatewe (bo) mall.
em wajaney ke be "..." destnîşankirawin tewawkerî firman-in.
Herwek debînîn hem firmanî têper detwanê tewawkerî bê û hem
firmanî tewaw. her firmanêk detwanê çend tewawkerî bê.
ciyawazîyekî dîkey tewawker û berfirman ewe ye ke firman (be)
bê berfirman natiwaw-e, bellam bê tewawker natewaw nabê.
tewawker manayekî ziyadî deda be firman. em mana ziyadîye
carî waye zeman-e, carî waye mekan-e, carubar mebest û menzûr-e,
amraz û hoyeyan çilonayetî.
lew ristaney serewe, medrese û kitêbxane tewawkerî mekanîn.
pênc deqîqe tewawkerî zemanî ye. be pele tewawkerî çilonayetî
ye. xoêndinewe tewawkerî mebest û menzûr-e.
herwek debînîn hemû tewawkerkan legell werdewajeyek hawrren.
bew Hîsabe nîşaney tewawker ewe ye ke be duay werde wajeyek
da bê.
--------------------------------------------------------------
* tewawkerî firman waje ya çend waje-ye ke be werde wajeyek
be ristewe bilkê û rûn kirdineweyek bida be manay firman.
--------------------------------------------------------------
meşq, ew ristane be werdî bixwênewe û çeşnî tewawkeryan têda
destnîşan ke:
1) kaban be pele bo çêşt-lênan çoy de aşpezxane rakird.
2) duênî be firroke çûme meraQe û gerramewe.
3) emîr bo tewawkirdinî kar be herreme be taksî royştewe îdare.
4) cengaweran bo parastinî willat dilawerane têdekoşin.
5) sallan ew demey pûre miryem le gundewe bo kirrînî şirruşallat
be suarî îster dehate şar.
6) pîremêrd destî da goçan û be komekom berew qellay konî
ser dundî kêw kewte rrê.
zêde waje
gutman carubar wajeyek be nawewe delkê ke basî çilonetî û Hall
û barudoxî naw deka û pêy dellên awellnaw. le rîkewendî
"biray gewre" da wajey "bira" naw-e û wajey "gewre"
awellnaw-e.
bellam carî waye em wajeyeke be nawewe delkê awellnaw niye û xoy
naw-e ya cêgrî nawe. le rêkewendî "biray min" ya "biray
reHim" da wajegelî "min" ya "reHim"awellnaw niyin. bew nawe ya
awellnawe ke le nawêkî dîke ziyad dekrê û pêwey delkê, dellên
zêde-waje.
ciyawazî awellnaw legell zêdewaje ewe-ye ke:
awellnaw şitêkî serbexo niye û bê naw natwanê dekar kirê.
"biray gewre" le dû wajey "bira" û "gewre" pêk hatuwe ke
herdûkyan yek-in. wajey "gewre" beramber be "bira" serbexo
niye û lew ciyawaz niye, bellam le rêkewendî "biray reHim"
da "bira" kesêke û "reHim" kesêkî dîke û lêk ciawaz-in.
le nêwan naw û zêdewaje da "î" dekar dekrê. wek:
dirgay baQ, mallî reHman, mîwey daristan, cirîwey ballinde
zêdewaje carî waye make û cinsî şitêk degeyenê, wek:
engustîley zêrr, dirgay asin
carî waye naw zêdewaje û awellnawî wêgra heye. lew kate da
awellnaw dekewête paş nawî hawrêî xoy û zîdewaje paşan dê:
bira gewre --> bira gewrey ferhad
mallî konutêk rûxaw --> mallî konutêk rûxawî ême
meşq, em riste têkell pêkellane bixewe ser yek:
1) cîranekeman, zor, mallî, kurte- Dîwarî, û, dizî, ser, pêda
dekewê.
2) biray, qellemî, kawe, medrese, le, duênê, wen bû.
3) reşekanî, kewşe, zor, Hesen, tazen.
4) qendîl, befrî, kêwî, demênê, be hawînîş. (dû cur)
5) kone, şûrey, le mêJîn, dundî, kêwe, ew qellayekî,
le ser, her mawe.
corekanî riste
le seretay em rêzmane da be kurrtî basî corekanî risteman
kird. (xeberî, pirsyarî, emrî, sorrmanî) lêre da be werdî û
be ribllawî basî her yek lem corane dekeyn:
1) ristey xeberî
em core resteye herwek gutman le dû beşî mubteda û xeber pêk
dî. rêkewendî wajekan lem core risteye da zortir bem coreye:
biker + ew şitane pêwendyan be bikerewe heye + zeman + berkar
+ ew şitaney pêwendyan be berkarewe heye + mekan + firman
nimûne:
_____.________________._____.______._______________._____.______
biker pêwendî biker zeman berkar pêwendî berkar mekan firman
_____|___________________\_____\____________._____|_______|_____
eHmed bira çikoley zagros duênê dûû kitêbî tazey le bazar kirrî
le ristey kurt da her em rêkewendeman heye. bellam hêndê beş
le arada niyin, wek:
eHmed kitêbî kirrî.
le ristey xeberî menfîş da her em rêkewende berqerare.
eHmed bira çikoley zagros kitêbî nekirrî.
carî waye zeman le riste da dekewête pêş biker:
ew sall baran nebarî.
doênî eHmed hat.
1) ristey pirsyarî
lem core riste da pirsyarêk dête gorrê ke debê we llamêkî
bidrêtewe. ristey pirsyarî dû cor-in:
* ewaney ke firmanêk be pirsyar depirsin. wek:
deçî bo bazar? aya deçîye bazar?
naçî bo bazar? aya naçî bo bazar?
* ew pirsyaraney be amrazî pirsyar dest pêdeken û zeman û
mekan û jimare û endaze û hoy şit depirsin. em amrazane
birîtîn le:
- "kê (çi kesêk) biker" depirsê:
kê em hewalley da be to? kerîm em hewalley da be min.
- "kê + cênawî likaw" berkar depirsê:
kêt lew cemawere nasî? kerîmim nasî.
kêtan bang kirduwe? emîr û birayim û hebasman bang kirduwe.
- "kam (kame)- kêhe"
bo pirsînî hellbijarde lebariy biker da:
kam birader ewey gut? kak birayim gutî.
kam dar berî çak dênî? how darey goşey baQ berî çak dênê.
bo pirsînî hellbijarde lebariy berkar da:
kam kewşit dewê? ew kewşe reşanem dewê.
- "çi" bo pirsînî biker û berkarî Qeyre însan:
çi debête hoy bûne sehollî aw?
çi serkewtin dabîn deka?
çi dexoy?
çit xuard?
çit kird?
- "key, kengê" bo pirsînî kat û zeman:
key deçî bo medrese?
kengê (key) hatîwe?
- "bo (boç, boçî, boçe)" bo pirsînî hoy encamdan ya encam
nedanî karêk ya bûnî bar û Halletêk:
bo wa kiz û damawî?
boçî kareket tewaw nekird?
ew qiset bo kird?
- "çon (çilon)" bo pirsînî çilonayetî Hall û bar û doxyan
şêwey encamdanî kar:
emrro çonî?
çon çûye taran?
em xorake çon dirust dekrê?
hewa çone?(sard-e, germe)
- "çend" bo pirsînî jimare:
çend bira û xuşkit heye?
jimarî danîştuanî em şare çend-eye (çend-e)?
% -e ya -eye firmanî bûn-e.
- "çende (çend)" bo pirsînî endaze (wezn, barista, Hecm)
çendet (çendit) xuardemenî dewê?
çendet şîr xuardewe?
- "hiykê (î kê)" bo pirsînî xawenî:
em malle hiykê-ye? = eme mallî kê-ye?
em kitêbane hiy kên? = emane kitêbî kên?
- "kua , lekoê" bo pirsînî cêge û şuên
kua bawkit? = baukit lekoê-ye
"kua" ziyatir katêk dekar dekrê ke pirsyarker çaweruanî
ewe-yeşitêk ya kesêkî nîşan biden wek le naw cemawerêk xellk
da bipirsin " kua bawkit?" çaweruanîn billên eweta ya howeta.
"lekuê" zortir bo pirsînî cêge û şoênî dûr dekar dekrê, wek:
bipirsîn japon lekoê-ye?
kêwî demawend lekoê-ye?
- "meger" le seretay pirsyarî menfî da dekar dekrê.
meger nemgut ew kare meke?
meger net dîbû?
meşq, em ristane be amrazî pirsyarî diyarî kiraw (...) bike
pirsyar:
1) emîr kewş-e reşekanî be dill bû. (kam)
2) Hesen em penjery şikand. (kê)
3) duênê kamrranit le medrese çaw pêkewt (kêt)
4) nesrîn cuar biray heye. (çend)
5) be firroke çûme hewlêr. (çon)
6) emrro hewa zor germe. (çon)
7) japon kewtote rojhellatî dûr. (lekoê)
rristey emrî
were êre!
derseket bixoênewe!
wirya be!
em ristane emrî-in. risteyek ke ferman û destûrî encam danî
karêkî têdabê ristey emrî pêdelên. le ristey emrî da le
pêgutirawman dewê karêk encam bida yan Hallet û barêk be xoyewe
bigrê.
katêk dellêîn "were" kesêk le nizîkman-e û destûrî pê dedeyn, ya
be name û telefon û têlgirraf be kesêkî dûredest dellêîn "were"
cake wabû lazim naka nawî pêgutra û berîn û le ristey emrî da
hemîşe mubteda firrê dedrê.
eger pêgutraw "ferhad" bê, "were!" yanî firhad were! (ferhad
debê bê).
derseket bixoêne! yanî ferhad debê dersekey bixwênê.
--------------------------------------------------------------
* ristey emrî ewe-ye ke destûrî encamî karêk deda be
pêgutraw.
* le ristey emrî da hemîşe mubteda firrê dedirê.
--------------------------------------------------------------
eger pêgutraw meYlûm nebê, yanî nezanê degell ewyan-e naçar
debê nawî berîn. bew kese ke nawî debeyn dellên bangkiraw
(nida).
firhad were!
lew Hallete da nawî ferhad be ahengêkî taybetî degutrê. yanî
qursayî bêj dekewête ser birrgey yekemî ferhad. carî waye
pêşnaw wajey "hoy" ya "ey" dekar dekeyn:
hoy ferhad were!
ey ferhad were!
qewarey firmanî emrî le biney dahatû dirust dekrê û le
seretakey da "b-" denûsirê:
binûse!
binûsin!
emr tenya bo duwem kesî tak û ko dekar dekrê. eger destûrêk be kesî
Qayib bideyn debê wellamî bo binêrîn wek:
ferhad be dayikit billê nehar saz ka.
eger firman sade û yek wajeyî bê pîtî "b" pêwe denûsê wek:
birro. bixo. binûse. binoşe.
bellam eger firman rêkewendî bê "b-" dekar nakirê wek:
laço, hedade, têperre, danîşe, dasekinê.
eger firman têperrî bê û berkar çênêw bê cigay zortir paş
"b-"yan pêşgirî firman-e, wek:
bîxo = b + î (berkar) + xo
bimannase = bi + man (berkar) + nase
biyankirre = bi + yan + kirre
hellyangire = hell + yan + gire
bellam eger berkar naw bê zortir le pêşewe dê.
em sêwe bixo!
em gullane biçine!
emr carî waye le pêgutrawî dewê karêk neka yan Halletêk be
xoyewe negrê.
damaw mebe!
Qem mexo!
deng meke!
meweste!
eger emr legell cênawî nûseneke dabê "ne-" zorter le ciyat
"me-" dekar dekrê, wek:
"neçî, nekey, neçin" le ciyatî "eto meço!" "êwe meçin!"
katêk "ne-" dekar dekeyn pêdagirîman zortir-e.
le firmanî rêkewendî da "me-" ya "ne-" dekewne paş pêşgir:
hedade --> hedamede
dabeze --> damabeze
têneperrî, têmeperrî
meşq, em ristane bike be menfî û allugorrî pêdawîst bide be
riste.
1) heste em dirgaye daxe!
2) debê degell dujmin mîhreban bî!
3) ferhad were nan bixo zor direnge!
4) eHmed biço em kare bike!
5) be hemû kes billê emîr hatotewe!
musbet û menfî
her firmanêk ya musbete ya menfî. bo menfî kirdinî qewarey
firman "ne-" de xeyne ser. bellam hêndê gorran be ser şikll û
qewarey firman da dê.
1) pêşgirî "de-" le firmanî êsta û dahatû da debête "na-",
wek:
deçim --> naçim
denûsim --> nanûsim
deçin --> naçin
dexua --> naxua
2) "ne-" dekewête pêş cênawî nûseneke û "de-" dekewête pêş
biney firman:
demnûsî (de-m-nûsî) --> nemdenûsî (ne-m-denûsî)
detnûsî (de-t-nûsî) --> netdenûsî (ne-t-denûsî)
deynûsî (dey-nûsî) --> neydenûsî (ney-denûsî)
demankird (de-man-kird) --> nemandekird (ne-man-dekird)
detannasî (de-tan-nasî) --> netandenasî (ne-tan-denasî)
3) le emr da "me-" le ciyat "ne-" dekar dekrê meger le
pêda girtin da:
birro --> merro
binûse --> menûse
bizane --> mezane
4) "ne-" dekewête paş pêşgir:
helldeçê --> hellnaçê
dadeçorrê --> danaçorrê
dadekem --> ranakem
5) le rabirdûî dûr da le firmanî tewaw da "ne-" dekewête
berewe, wek:
çûbûm --> neçûbûm
nustbûm --> nenustbûm
mirdbûm --> nemirdbûm
bellam eger firman têperr bê cênawî nûseneke le pêşewe be
"ne-"we denûsî, wek:
xuardbûm --> nemxuardbû
nûsîbûm --> nemnûsîbû
dîtbûmin --> nemdîtbûn
meşq, em ristane bike menfî û allugorrî pêwîst bide be riste:
1) lemêje lêre deJîm.
2) bawiktim dîwe.
3) ew demey telefonit kird, nanim xuardbû.
4) sibey degell feramirz deçîne seyran.
5) hemû kes dezanê eto çi dekey.
6) radyo zor hewallî tazey hebû.
7) eger zor bixoy qellew debî û zûş pîr debî.
8) le cêgey xot danîşe bizane xellk çi deken!
9) ewey têdega zû pîr debê.
10) şagirdekan meşqyan nûsîwe boyewa be keyf-in.
têst, le Jêr şikllî dirust xet bikêşe.
1) emîe (kar neykirduwe, karî nekirdûwe, nekarîkirduwe).
2) hêsta (taran nemdîwe, nedîwme taran, taranim nedîwe).
3) dostan gutyan (em hewalle neman bîstuwe, em hewalleman
nebîstuwe, em hewalle nebîstbûman).
4) pêş ewey bête êre (qet nedîtbûm, neqet dîtbûm, qet
nemdîtbû).
5) wat zanî (nazanimî, nayzanim, nedeyzanim).
ristey sersurman
em çeşne risteye barudxî derûn le şadî û Qem û xoşHallî û derd
û Hez û aferîn û tûk û doYa da beyan deka. wek:
çend nefam-e!
çi piyawêkî azaye!
çî kird. çi kird!
çend heway xoş-e!
siroey beyan çend dillbizoYne!
çi birayekî başit heye!
pek lew zerere gewre!
tif le çerxî çepgirs!
ax le destit!
qisey seyr!
amrazî ristey sersorrman zortir "çi"ye. bellam carubareş em
wajegele dekar dekeyn.
aferîn, ah, ax, efsûs, barekelllla, xoş be Hallit, xodaye, of,
pek, pe, teH, meQabin, pekû, way, ....
her yek lem wajegele xoy le cêgey risteyek da denîşê, wek:
kak baram koçî duayî kird. pek!
(pek! kak baram koçî duayî kird.)
taze helî wa hellnakewêtewe. efsûs!
(efsûs! taze helî wa hellnakewêtewe.)
ristey sade, ristey serbexo, ristey pêwest
ewey ta êsta lemerr riste bas kirawe hemûy her basî ristegelêk
bû ke tenya firmanêkyan heye. bem core ristane dellen "ristey
sade" û çuar corman lem ristane nasîwe:
doênê emîrim dît. (musbet)
aya deçiye sefer? (pirsyarî)
ew mebeste bixwênewe! (emrî)
çi şewgarêkî tarîk-e! (sorrman)
her yek lew ristane firmanêkyan heye. eger riste manayekî
tewawî bê ristey serbexoy pêdellên. hemû ew ristaney serewe
ristey serbexo-n.
------------------------------------------------------------
* risteyekî tenya firmanêkî bê, "ristey sade" ye. eger
ristey sade xawenî manayekî tewaw bê, "ristey serbexo"î
pêdelên.
------------------------------------------------------------
bellam kemtir waye witar be risteyek tewaw bê. yanî ewey
demanewê beyanî keyn pêdawîstî be ristegellêkî zor heye ke
debê be duay yekdî da bên û pêwendyan pêkewe hebê. em
pêwendîye carî waye tenya le ruy mana û nawerokewe-ye:
"qellemekem win bibû. tewawî kon û kajêrî mallekem gerram.
Jêr mîzekemim çaw lêkird. nêw cantakemim dît, hîç
nîşanêkim le qellem nedîtewe. nahomêd bibûm. destim birde
nêw gîrfanim. qellemekem de wêda bû."
em ristane hemûyan sade û serbexo-n bellam le nêwanyan da
pêwendî heye. ew pêwendîye be hoî wajeyekî taybetîyewe dirust
nebuwe. tenya manay ristekan ew pêwendîye degeyenê. bem
pêwendîye dellên "pêwendî manayî"
carî waye ew pêwendîye be hoî wajey taybetî pêk dê. ke pêy
dellên "likaner". likanerekan birîtîn le:
w, paşan, duaye, bellam, boye, leber ewe, çunke, hem, çi ...
çi ..., ya ... ya ..., ne ... ne ... , ....
kitêbekem xwêndewe "û" le çêgay xoym danawe.
kitêbekem xwêndewe "paşan (duaye)" le çêgey xoym danawe.
kitêbekem xwêndewe "bellam" çî lê Hallî nebûm!
baran zor barîwe "boye (leber ewe)" hemû willat terre.
willat zor terre "çun[ke]" baran zor barîwe.
"hem" befir debarê "hem" sard-e.
"çi" danîşî "çi" birroy bo min yeksan-e.
"ya" danîşe "ya" birro.
"ne" emîr denasim "ne" şêrkom dîwe.
bem pêwendîyeke be hoî likaner pêk dê dellên "pêwendî
wajeyî".
------------------------------------------------------------
* ristey serbexo çarîwaye be duay yek da dên û pêkewe
pêwendîyan heye. em pêwendîye carî waye "pêwendî manayî" ye
û carubareş "pêwendî wajeyî" ye.
------------------------------------------------------------
ristey têkellaw (paye, peyrrew)
carî waye le axawtin ya le witar da ristegelêk dekar dekeyn ke
ziyatir le firmanêkyan heye. wek:
ew kattî to hatî emîr le mallwe derketibû.
eger bimzanîbaye le mallî, dehatme soêt.
ta pêt dekrê dillî xelkî rabigre.
lem ristane da dû firman dekar kirawin ke hîç kamyan be tenyayî
manî risteke tewaw naken. bellam legell yegdî manyekî tewaw
deden be riste. kewabû ristey têkelAw ziyatir le firmanêkî
heye û le dû ya çend ristey sade pêk hatuwe bellam em riste
sadeyane hîç kam manay tewawyan niye û leber ewe pêyan dellên
"ristey natewaw".
le dû ya çend ristey natewaw ke bo tewaw kirdinî manay yektirî
dekar dekrên hemîşe yekyan mebestî esllî û bineretî wêjer-e.
ristekanî dîke şitêk lew mebeste ziyad deka:
ew katî hatî emîr weder kewtibû.
lem riste da mebestî sllî royştinî emîr-e. pes ristey
"ew katî hatî" tenya zemanî royştinî emîr beyan deka û esllî
niye.
be ristey "emîr weder kewtibû" dellên ristey paye û be ristey
"ew katî hatî" dellên ristey peyrrew.
------------------------------------------------------------
* le her risteyekî têkellaw da risteyekî sadey bineretî heye
ke mebestî wêjer-e. bem risteye delêîn "ristey paye".
ew ristaney ke bo tewaw kirdinî manî ristey paye dekar
dekrên nawyan "ristey peyrrewe".
------------------------------------------------------------
meşq, ristey têke llaw û sade destnîşan ke:
1) hawîn werzî kar û têkoşan-e.
2) taze weJûr kewtibûm ke to telefonit kird.
3) rêzman fêrbûn karêkî dijwar-e.
4) eger em kitêbe be serencewe bixwênîewe fêrî zimanî kurdî
debî.
5) herke minî dît xoy şardewe.
lem riste têkellawane da ristey paye û peyrrew dest nîşan
ke:
1) em piyawe ke piştî çemawetew û rîşî sipî heye şaYîrêkî
payeberz-e.
2) herke hatiye kirmaşan, dême dîtinit.
3) ew kesaney zor defikrî pare dan zû pîr debin.
4) eger hemû rojêk sêwêk bixoy nexoş nabî.
5) ew darey deybînî bawkim najtûyetî.
* amrazî peywend
dîtman ke le ristey têkellaw da ristey peyrrew şitêk le manî
ristey paye ziyad deka. dekrê billêîn nexşî awellnawî heye.
pêwendî nêwan ristey paye û ristey peyrrew be hoy wajegelêk wek:
"ke, katêk, herke, ..." pêk dê ke ême pêyan dellêîn amrazî peywend û
girîngtirînyan ewaney xuare-wen:
"ke" amrazî pêwendî bikerî ye, wek:
ew piyawe mamostay zanistga ye.
em piyawe lem goşe rawestawe.
ew piawe "ke" lem goşe rawestawe mamostay zanisga ye.
"ke" amrazî pêwendî berkarî ye, wek:
ew piyawe mamostay zanistga ye.
ew to duênê ewit dî.
ew piawe "ke" duênê dîtit mamostay zanisga ye.
têbînî: ke le Halletî berkarî da derdawêjrê:
ew piawe duênê dîtit mamostay zanisga ye.
"ke" bo Qeyrî ademîzadîş her bew şêwe ke basman kird dekar
dekrê:
ew gurkey (ke) merekanî xuard dawên tarîk û be sam bû.
ew gurkey (ke) to kuştit çend merrî xuardbû.
"ke ...î","ke ...-yan" bo Halletî xawenyetî dekar dekrê:
ew piyawe "ke" mêzer(eke)-"î" sûr-e xallî min-e.
ew malle "ke" dirga(ke)-"î" awalleye mallî xallî min-e.
ew piyawane "ke" mêzerekan-"yan" sewz-e seyid-in.
amrazî pêwendî xawenetî dernawêjrê. bo zeman û mekanîş "ke"
dekar dekrê.
sallî 1357 ke şurrişî êran rûy da.
kermaşan ke kewtote rojaway êran.
meşq, em ristaney xuarewe be yarmetî amrazî pêwendî bike be
yek ristey têkellaw:
1) ew malle hiy kerîmxan-e. ew malle dîwarekanî rûxawe.
2) ew kitêbe zor serincrakêş-e. ew kitêbem duênê kirrî.
3) ew gulle baQî pêderazawe. daxekem ew gulle êsta hellpirrûkawe.
4) to çon detewê karî wa estem bikey? to destî rast û çepî
xot nanasî.
5) how piyawe bawkî kamrran-e. ew rîşî çermu-ge.
6) em darane badam-in. em darane gullyan dawe.
ristey şertî
ristey şertî risteyekî têkellaw-e ke wek hemû riste têkellawekan
xawenî risteyekî paye û risteyekî peyrrewe. le riste
peyrrewekey da şert û merHêk dadenidrê. ew beşe dekewête paş
wajey "eger", "meger" û ristey paye ke lêre da pêî dellên
"wellamî şert" wextêk wedî dê ke ew şert û merce encam dirabê:
ristey şert wellamî şert
eger baran bibarê û hewa xoş bê,
Hasill û deQill û danêkî zorim debê.
şertî Hall û dahatû leser şikll û darrJitnêkî yeksan beyan
dekrê.
eger ewrro bibarê le mall demênimewe.
eger sibey bibarê le mall demênimewe.
şerenî rabirdû bem core ye:
eger doênê bibarîbaye, le mall demamewe.
eger par ew karet kirdbaye zorit be qazanc debû.
le şertî Hall û dahatû da ristey paye detwanê emrî bê.
eger emîrit dî zeberim ke.
eger emîr hate êre billê danîşê ta dêmewe.
* nexşî ristey peyrrew
dîtman ke ristey peyrrew hêndêk agadarî zortirman derbarey
restey paye dedatê. wek le ristey şert da basman kird
carî waye şert û mercî karêk beyan deka. lêre da pêwîste
hêndêkî dîke leser ew base biroyn û nexşî ristey peyrrew
ziyatir rûn kewînewe.
1) carî waye ristey peyrrew kat û zemanî firmanî ristey
paye beyan deka. yanî nexşî awellkarî zemanî heye.
katêk hewa rûnak bû karwan werê kewt.
lew kate da min meşqim denûsî ew goêî dabûe radyo.
2) carî waye ristey peyrrew hoy encam bûnî karêk le ristey
paye da beyan deka.
nemtuanî bême dîdenît çun befr rêga û banî girtbû.
emîr le ezmûn da serkewt çunke zorî zeHmet kêşa.
3) ristey peyrrew carî waye mebest û menzûr beyan deka.
zor be pele royştim ta be wext bigemewe medrese.
pûllêkî zorî bo xerc kird bellkû dillî nerm bê û yarmetî
bida.
4) carî waye ristey peyrrew dijayetî legell firmanî ristey
paye nîşan deda.
emîr zorî zeHmet kêşa bellam sernekewt.
lêre da zeHmet kêşan û senekewtin dij be yekin.
her çend zorim zeHmet kêşa ser nekewtim.
lêre da pêwîste hêndêk wirdtir ew base dirêje pê bideyn.
dezanîn ke ristey têkellaw dû ristey paye û peyrrew ya zyatir
pêk dê. êsta pêwîste bizanîn ke ew risste paye ya peyrrewane
detwanin nexşî biker, awellnaw, awlkar be xowe bigrin wek:
(nexşî biker)
ewey ke mamosta be şagirdekanî gut hemuy rast bû.
(nexşî berkar)
ewey ke mamosta be şagirdekanî gut hemuy fêr bûm.
(nexşî awelnaw)
ew piyawey ke le cîranetî ême da dejya le bombaran da
kojra.
(nexşî awelkarî zemanî)
eHmed, pêş ewey birrwate danîşga, fêrî zimanî elmanî bibû.
nawî lêkdiraw, awelnawî lêkdiraw
le seretay em kitêbe da basî naw û corekanîman kird. lêre da
hêndê nuktey taze lemerr nawewe dexeyne rû.
naw carî waye wajeyekî rût û resen-e wek "esp", "dar", "jin".
bellam carî waye le dû beş pêk dê ke her beşe manayekî heye û paş
têkellaw bûn manayekî dîke deden. wek:
rojname, gaberd, kutregaye, sajin, mîşhenguyn.
bew nawane dellên nawî lêkdiraw. ew nukte awellnawîş degrêtewe:
awellnawî sade ewe ye leber yek hellneweşê. wek:
zerd, sûr, çak, berz, tewaw, tirş, tall.
awellnawî têkellaw le dû beş ya zortir pêk dêke. her beşe
manay xoy heye. wek:
rûxoş, dillrreq, rûrreş, ballaberz, şekresêw, gedbarîk.
1) beYze nawêkî lêkdraw le dû naw pêkhatûn û xoyan manay
nawêk deden. wek:
texte berd, ga berd, dar badam, dare sêw gîşe giya.
1) beYze wajeyekî têkellaw le awellnaw û naw pêkhatûn û le
pêşewe çend nimûneman dît wek:
dillrreq, balla berz, rûxoş.
bo lêkdanî dû nawî sade zortir le girêjeney "-e", "-w" be
kelk werdegrîn. wek:
mange şew, gulle genim, hêlkeu ron, dengu baskarbedest,
gulleberoje.
2) nawêkî sade û awellnawêk be yarmetî girêjeney "-e" wek:
kêle şîn, mêrge sûr.
3) awellnaw + naw wek:
reş-mall, xoş-naw, zerd-au
4) nawêkî sade û regî firman. wek:
dartaş, didansaz, cildirû
5) dû rîşey firamn. wek:
hat û ço, gift û go.
6) awellkar û nawêkî sade. wek:
jêr piyalle, pêşniwêj, Jêr kiras, bin baxell.
7) rîşey firman û wajeyekî bêmana. wek:
giya û gij, qerz û qolle, kull û ko.
8) dûpat bunewey nawêk be gijnîjey "-e" wek:
qirçe girç, millçe milç, çeqe çeq.
saxtumanî waje (pêşgir, paşgir)
dîtman ke hêndê waje sade û resen-in û dabeş nakirê. wek:
bizin, esp, jin, piyaw, kêw, çiya
herweha dîtman ke hêndî waje le dû beş ya ziyatir sazdrawn,
wek:
texte berd, dar badam, goll endam, do keşk ...
ke eger lêktiryan ciya bekeynewe her beşe manay taybetî xoy
heye û katêk têllaw debin manay tazeyan lêsaz dedrê. bellam
serinc bidene em wajaney jêrewe:
nahumêd, şermêun, xemnak, bêkar, gullzar
her yek lem wajaneş le dû beş pêk hatûn ke eger lêkyan ciya
keynewe debînîn ke beşêk wajeyekî serbest û tewaw-e ewî dîke
manay serbexoy niye. wek ( gullzar, xem-nak), lem dû waje da
goll û xem manay serbexoyan heye bellam zar û nak manay
taybetyan niye. hêndêk lem beşe bêmanayane dekewne pêş waje ke
bewan dellêyn pêşgir û hêndêk dekewne paş waje û pêyan dellên
paşgir.
pêşgir ya paşgir nexşêkî girîngyan heye û manay taze deden
be waje. girîngtirîn pêşgirekanî zimanî kurdî birîtîn le:
"be-" :
1) be nawewe denûsî û manî awellnawî dedatê.
beemeg, benamûs, beşerref, beêrû, berêwcê.
2) be nawî manawe denûsî û deykate awellkarî bar û Hallet:
be espayî, be tundî, be sistî, be tewjim, be pele, be kawexo
"ber-": be karêkî dîkewe denûsê û manay tazey dedatê:
berbûN, berdan
"tê-": be ser firmanewe dellkê û hêndêk car karî werdewajey
"de" deka. wek:
têkirdin (aw de kase kirdin)
tênan (pûll de kîsenan)
têperrbûn
"bê-"
1) be nawewe denûsî awellnaw saz deda û nebûnî ew nawe
degeyenê le nawî awallî da:
bêQiyret, bêkar, bêpûll, bêşeref
2) legell nawî lekar saz drabê debête awellkar:
bêweçan, bêtêkoşan, bêrawestan, bedanîştin
"pê-": pêş biney firman dê û naw dirust deka:
pêxef, pêxor, pênûs, pênas
nabê em pêşgire legell werdewajey "pê" ke manay "be" deda û
legell cênawî nûseneke dê, be yek bizanîn:
be Yelîm gut = pêm gut
parekem da be emîr = parekem pêda ("da "lêre xoy firman-e)
"da-": legel firman (lepêş) firman dê û firmanêkî taze be
manayekî tazewe dirust deka. zortir manî berexuar
deda be firman. wek:
kewtin --> dakewtin
gerran --> dagerran
werîn --> dawerîn
werandin --> dawerandin,
dabezîn, dakêşan, danuandin, danîştin.
"ra-": legel firman (lepêş) firman dê û firmanêkî taze be
manayekî tazewe dirust deka. wek:
rakişan, raperîn. ranigawtin, rahatin, raxoşîn, ragirtin.
Herekit û cûllanewey asoyî têda bedî dekrê.
"rê-": lepêş firman dê û firmanêkî taze dirust deka. wek:
kewtin --> rêkewtin
xistin --> rêxistin, rêxişandin
"lê-": manay "le" heye. lepêş firman dê û wajey taze dirust
deka. wek:
lêzan, lêhatû, lêbirran, lêkirdin
"na-": be nawewe delkê û awellnaw dirust deka û manay menfî
û xerap dirust deka. wek:
nakes, naHez, namerd, napiyaw, naehl, naşîrîn, nalayeq, naHeq,
nalebar, nateyar, nabedill, nabelled, naterz, narast, nadirust,
napak.
le hêndê nûsirawey taze da hêndêk nûser em pêşgireyan legel
"Qeyr"î Yerebî lê têkçuwe û denûsin "nakurd" le ciyat
"Qeyre kurd". debê ewey bizanîn ke "na-" awellnawêkî cuan le
naw Haşa deka û awellnawî xirapî dedate pall. wek:
emîr zor merd-e.
emîr zor namerd-e.
natuanîn billêyn "oskarrman nûserrîkî nakurd bû." bellkû debê
billêyn "oskarrman nûserrîkî Qeyr kurd bû."
"ne-": be biney firmanewe denûsê û awellnaw dirust deka. wek:
nezan, nefam, nenas, nexoş (lîre be awellnaw nûsawe), nesaQ,
nebez, netirs, nemir, neJî.
"haw-" (ham) : beranberî nîşan deda. wek:
hawbeş, hawşan, hawmall, hawta, hawraz, hawwillatî, hawsa,
hawkar, hawderd.
"hell": legell çawigî firman da dê û le zorbey em firman da
Hereket bo serewe nîşan deda. wek:
hellcûn, hellbezîn, hellawîştin, hellçinîn, hellfirîn, hellrruanînin,
Hellawesîn, helltekandin, hellçorandin, hellweşandin, hellxelletandin
Helldaştin.
"Wer-":
wergirtin, wersûrran, werkewtin.
*** paşgir
[wek] paşkoyek be paş wajewe denûsê û manayekî tazey dedatê.
le zimanî kurdî da girîngtirîn paşko birîtîn le:
1) "-a": be biney hêndê firmanewe denûsê û awellnaw dirust deka:
zan --> zana
tuan --> tuana
dar --> dara
2)"-ar": be nawewe delkê û şuên û cêge dest nîşan deka:
bin --> binar
nîsê --> nîsar, nisar
kin --> kinar
le firman da be biney raberduwe denûsê û nawî firmanî dirust
deka:
kird --> kirdar
wit/gut --> witar/gutar
3) "-all" be awellnawewe delkê û Hall û bar û şikll nîşan deda:
kend --> kindall
qirj --> qirjall
xirrn --> xirrnall
gîpe --> gîpall
xep --> xepall
4) "-an" be biney firmanewe denûsên û deyikene awellnaw:
gir --> giryan
xend --> xendan
nall --> nallan
5) "-aw" be biney dirmanewe denûsê û nawî berkar saz deda:
(fewtan -->) fewtaw, çewsaw, xecllaw, tirşaw. tirsaw
eweş bizanîn ew firmananey çawgekeyan be -an duayî bê bew
şewe debine nawî berkar.
6) "-awî" be nawewe delkê û alûde bûn be şitêkewe nîşan deda:
qurrawî, tozawî, xollawî, ronawî. xoênawî, mîzawî.
7) "-ane" be awellnawewe delkê û nawî mana saz deda:
pakane, cêxalêane, sêrojane
be nawewe delkê û ew cîre û muacîbe diyarî deka ke dedrê:
cêjane, barane, mngane
be nawî zemanewe delkê û awellkarî zemanî dirust deka:
mangane, rojane, şewane, sallane
be nawewe delkê û awelnaw dirust deka:
piyawane, şêrane, jinane, kiçane, merdane, mêrane
8) "-ayî" be awelnawe denûsê û nawî mana saz deda:
panayî, dirêjayî, qûllayî, berzayî
9) "-ayetî" be nawewe delkê û nawî mana saz deka:
kurdayetî, dujmenayetî, dostayetî,
10) "-bar" cêge nîşan deda:
zirêbar, rûbar, cobar
11) "-sar" be nawewe delkê û giriftarî pêwe bûn nîşan deda:
hewê --> hewêsar
12) "-dan" be nawewe denûsê û zerf û cêgey şit têkirdin nîşan
deda:
nimekdan, qendan, kadan, çadan
13)"-dar" paş nawî dê û dara bûnî em nawe nîşan deda:
awdar, nawdar, derdedar, badar, pûlldar, kerdar, serdar,
malldar, ajelldar, zemîndar, samandar.
14) "-istan" cêgey jiyan û bûn nîşan deda:
kurdistan, daristan, Yerebistan, lurristan, gorristan
15) "-axe", -aQe" be nawewe delkê.
binaQe, binaxe, qirtmaQe.
16) "ker" be nawe denûsê û biker dirust deka:
nanker, karker, deweker, suallker, semaker.
17) "-ke":
wirdke, binke.
18) "-zar" cêge nîşan deda:
gullzar, lalezar, wêncezar.
19) "-çî" xawenî karêk nîşan deda:
Hemamçî, rawçî, totonçî, tifengçî, kêşkçî.
20) "-çe" be nawewe denûsê û çikoley dekatewe:
baQçe, bêllçe, derêçe, kellîçê.
21) "-cik" be nawewe denûsê û Halletê nîşan deda:
şîrînçik
22) "-çke" bo çikole kirdinewey naw dekar dekrê:
rêçke, guêçke
23) "-gar" be nawî şew û roJewe delkê û manay kodeda. wek:
roJgar, şewgar
24) "-ga" heman "-ge" ye:
koga, cîga, dezga (destga), rêga
25) "-ger" encam derî kar dest nîşan deka:
tewenger, şîşeger, karger, ximgir, zêrînger, asinger
26) "-gen"
çirrgen
27) "-lle" bo çikole kirdinewey naw dekar dekrê:
dîzelle, gozelle, cogelle
28) "-llan, -llên" cêgey taybet be şitêk dest nîşan deka:
mîşellan, xîzellan, qamîşêllan, berdellan, erdellan, çomellan.
29) "-mend" xawen bûnî Hallet ya saman û mall degeyenê. be
nawewe delkê û awellnaw saz deka:
deullemend, serwetmend, karmend.
30) "-man" nawî mesder saz deka:
sûtman, sazman, saxtuman.
31) "-nak" le naw awellnaw dirust deka:
samnak, nimnak, xemnak
"-nde" awelnawî xawen dirust deka:
ballinde, gazinde, sazinde
32) "-in" be nawewe delkê û awellnaw dirust deka:
çillkin, pirçin, çillmin, lîkinnewsin, şirin
33) "-war" be nawewe delkê û mellbendî naweke nîşan deda û
carî waşe naw ko dekatewe:
lêrrewar, kurdewarî, bijarewar, darewar.
34) "-olle"
berxolle, zarolle, kîjole, kiçole
34) "-oll"
askoll, naskoll
35) "-û"
poşû, rojû, sotû
35) "-ûlke, -ollik, -ollke, -oçke, -ek" bo çikole kirdinewey naw dekar
dekrin:
dasûlke, masûlke, qaşûlke
tepollik, tepollke, minaloçke
peşmek, kewşek
36) "-wer" be nawewe delkê û awellnaw dirust deka:
serwer, hunerwer, giyanwer, çenewer, dimewer
37) "-wan" be nawewe delkê û berpirsîkar ya pisporrîkar nîşan
deda:
baQewan, şarewan, darewan, berdewan, deştewan
38) "-wane" zortir ew şitane ke wek zîwer dekar dekrê nîşan
deda:
destewane, pawane, kollwane,
39) "-wanike" ew parçe zîwer ya poşakeyeke ke bo beşêkî
taybetî beden dekar dekrê:
milwanike, berwanike, milwênike, berbênike
40) "-walle" nawî ko dirust deka, wek: wirdewalle.
41) "-oll" be nawewe denûsê û awellnaw dirust deka:
pîtoll, kirmoll
42) "-ûle" be nawewe denûsê bo dirust kirdinî nawî biçûk:
mêşûle, kêçûle, mêrûle, pepûle, danûle, pisûle.
43) "-e" be naw û awellnawewe denûsê .... :
berze giya, şorre Jin, xuare ba, giya berze.
bo nîsbet dekar dekrê:
paye, deste, raste, çepe.
44) "-etî" be nawewe denûsê û nawî mana dirust deka:
piyawetî, cîranetî, seretî
45) "-eke" bo nawî nasiyaw dekar dekrê:
qellemekey dat be min zor baş denûsê.
46) "-ekan" bo nawî nasiyawî ko:
qelemekan, kurdekan.
47) "î" bo nîsbet dan dekar dekrê:
kurdî, kirmanşanî, kirmanî, taranî.
48) "-ok" be nawe denûsê û awellnaw saz deka:
lerzok, serok, qirpok, tîrok, binok.
49) "-oke" be nawewe denûsê û nawî çikol saz deka:
qirpoke, tirpoke, ewendoke.
50) "-êr" be nawewe denûsê û hellsorrênerî kar nîşan deda:
aşêr, şayêr (şayer).
51) "-er" nawî biker le biney firman dirust deka:
xoêner, nuêner, nûser.
52) "-yar" be nawewe denûsê û awelnaw dirust deka:
hestyar, hoşyar, andazyar.
53) "île, -ên, îne, -ênî" bo nîsbit:
engustîle, pişîle, werdîle, xirrîle
lawên, topên, ciQzên
nêrîne, mêyîne, gencîne, peşmîne
bûkênî, mizgênî
54) "-em, -emîn" be Yededî esllîyewe denûsên û deykene tertîbî:
yekem, yekemîn, şeşem, şeşemîn.
55) "-en" be nawewe delkê û deykate awellnaw (xawenî ew şite):
çîmen, çirrgen, pûşen.
56) "-ewa" :
nanewa, pêşewa, doxewa.
57) "-emenî":
xuardemenî, çapemenî, şîremenî.
58) "-tir" be duay awelnaw da dê û deykate leserî:
gewretir, baştir, zortir.
58) "-tirîN" be duay awelnaw da dê û deykate berzî:
gewretirîn, baştirîn, zortirîn.
hellweşanden û sazdanewey riste
ewey ta êsta basman lêkirduwe bo ew mebeste bû ke bitwanîn
hemû beş û parî riste binasîn û pêwendî ewan be yekewe
bizanîn. eger waye her risteyek le ruangey (1) serf (2)
neHwewe çaw lêdekrê:
1) barî serfî ewe ye riste hellweşênîn û letukutekey binasîn.
bewe dellên hellweşandinî riste.
2) barî neHwî ewe ye pêwendî letukutî riste pêkewe serinc
bideyn û bizanîn ew pêwendîye çi ye û le akamî ew pêwendîyane
da çi manayek wedest kewtuwe. bewe dellên sazadanî riste.
le seryek hellweşandin û sazdan wek ewe waye le pêş da keresey
dekar kiraw le xanûbereyek da binasîn û paşan ke xanûbereke dirust
kira pêwendî ew keresane û tewawî xanûbereke binasîn.
bo nimûne ristey Jêrewe dexeyne jêr hellweşandin û saz danewe:
"bira gewrekem ke şeş sall bû de sefer da bû, duênê hatewe mall."
hellweşandin:
bira: naw, tak, giştî
gewre: awellnaw
-ke: nîşaney nasiyaw
-m: awellnawî nûseneke yekem kesî tak
ke: amrazî pêwendî
şeş: Yeded
sall: awellkarî zeman
bû: firman, rabirdû, sêhem kesî tak
de: werde waje
sefer: nawî mana, tak
da: werde waje
bû: firman, rabirdû, sêhem kesî tak
duênê: awellkarî zeman
hatewe: firman, rabirdû, sêhem kesî tak
mall: naw, tak, giştî, awellkarî mekan
sazdanewey riste:
lem ruangewe têdefkirîn bizanîn riste sade ye ya têke llawe.
debînîn ke em riste, ziyatir le firmanêkî heye. amrazî
pêwendî "ke"î têdaye. diyare têkellawe, ristey payey heye.
eweyş ewe ye:
"bira gewrekem duênê hatewe mall."
ristey peyrrewîşî heye:
"şeş sall bû de sefer da bû."
nexşî em riste peyrrewe. lem cumle têkelawe da nexşî awellnaw
yanî zanistêkî zortir lemerr biker "birakem" deda be ême.
"bira gewrekem ke şeş sall bû de sefer da bû." mubteda û
" duênê hatewe mall."xeber-e.
le mubteda da eslî mubteda "bira" ye. gewre wabestey "bira"
ye, "kem" wabestey "bira" ye. "ke şeş sall bû de sefer da bû."
wabestey "bira" ye.
le beşî xeber da "duênê" û "mall" tewawkerî firmanin. le beşî
ristey peyrew da:
firman, bikerekey "bira" ye ke derhawêjrawe.
"şeş sall bû de sefer da bû." xeberî ew beşe ye.
"bû" esllî xeber-e.
"şeş sall" û "de sefer da" tewawkerî firmanî "bû"in.
têstî jimare 3
1) ristey dirust kameye?
a. be hemû keş billê min lêrem.
b. be hemû keş mellê min lêre nîyim.
c. be hîç keş billê min lêre nîyim.
d. her sîk riste dirustin.
2) formî dirustî pirsyar be nîsbetî em riste kameye?
"be firroke çûme sine."
a. bo çûy sine?
b. çon çûye sine?
c. key çûye sine?
d. kua çûye sine?
3) formî dirustî pirsyar be nîsbetî em riste kameye?
" germa seholl deka be aw."
a. çon seholl debê be aw?
b. kam seholl deka be aw?
c. çi seholl deka be aw?
d. bo seholl debê be aw?
4) formî dirustî pirsyar be nîsbetî em riste kameye?
"mallî kerîmxan le şîraz-e."
a. kê mallî le şîraz-e.
b. mallî kerîmxan kua?
c. kam mall le şîraz-e?
d. mallî kê le şîraz-e?
5) ristey here dirust kameye?
a. eHmed bira çikoley zagros kitêbî nekrrî duênê.
b. eHmed bira çikoley zagros duênê kitêbî nekrrî.
c. eHmed duênê bira çikoley zagros neykrrî kitêb.
d. duênê bira çikoley zagros eHmed kitêbî nekrrî.
6) ristey here dirust kameye?
a. ew sall nebarî baran.
b. nebarî ew sall baran.
c. ew sall baran nebarî.
d. baran nebarî ew sall.
7) ristey dirustir kameye?
a. heste meweste hênde zûtir destî bibeste.
b. hênde meweste heste destî zûtir bibeste.
c. heste hênde meweste zûtir destî bibeste.
d. meweste heste hênde zûtir destî bibeste.
8) kam riste diruste?
a. de lade lade teske tenke keske leçke ket.
b. de lade lade keske tenke leçke keske ket.
c. de lade lade tenke keske leçke teske ket.
d. de lade lade leçke tenke teske keske ket.
9) kam rêkewend dirust-e?
a. zistanî ew sall pênc mange diyar-e.
b. zistanî ew sall diyar-e pênc mange.
c. ew sall pênc mange diyar-e zistanî.
d. diyar-e zistanî pênc mange ew sall.
10) kam rêkewend cuantir-e?
a. nûrî dûrî sûrî aso
b. nûrî sûr-i dûrî aso
c. nûrî asoî dûrî sûr
d. asoî nûrî sûrî dûr
menfî em karane hellbijêre:
11) "demanzanî"
a. nedemanzanî
b. demannezanî
c. nemandezanî
d. nemanzanî
12) "zanîman"
a. nemanzanî
b. nezanîman
c. nemandezanî
d. hîçkam
13) "detnûsî"
a. netnûsî
b. netdenûsî
c. nedetnûsî
d. detnenûsî
14) "helldeçê"
a. nehelldeçê
b. hellnedeçê
c. hellneçê
d. hellnaçê
15) formî menfî em riste kameye?
"ewey têdega zû pîr debê."
a. ewey tênega zû pîr debê.
b. ewey têdega zû pîr nabê.
c. ewey tênega zû pîr nabê.
d. hîçkam
16) kam riste diruste
a. hemû kes dezanê eto çi dekey.
b. hemû kes nazanê eto çi nakey.
c. hîç kes nazanê eto çi dekey.
d. hemû ristekan dirustin.
şiklî dirust dest nîşan ke:
17) katêk telefonit kird
a. denustim
b. Xerîkî nustin bûm
c. nustim
d. nustibûm
18) nanim xuard û Hesamewe ... temaşay telewîzyonim kird.
a. bellam
b. paşan
c. boye
d. hem
19) çi danîşî ... birroy bo min yeksan-e.
a. yan
b. çi
c. hem
d. ne
20) le goranîyekî kurdî da dellê
"hem narince .... bê yenexoşim îştyam lê ye!"
a. çi
b. ya
c. hem
d. her
21) kitêbekem xwêndewe ... çî lê Hallî nebûm.
a. paşan
b. boye
c. duaye
d. bellam
22) Yerz her ter bû wa diyar bû baran şewî pêştir ...
a. debarî
b. barîbû
c. barîwe
d. dabarî
23) eger duênê .. pêm degutî.
a. bit bînim
b. detbînim
c. dîtmî
d. bimdîtayey
23) eger emrro biyan bînim ...
a. pêyan dellêm
b. pêyan degutim
c. demduandin
d. deyanzanî
24) kak baram koçî duayî kird! .. !
a. barekelllla
b. aferîn
c. pek
c. xudaye
25)
Perwîn le kunkûr derçO! ...!
a. pek
b. teHa
c. edsus
d. aferîn