munewer azîzoglu bazan / r.2 mizgîn ronak / r.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · bêguman hemû...

12
Rojnameya Heftane 9-15 Adar 2020 Hejmar: 12 Buha: 4 TL [email protected] Ev çend sal in, ji ber ku 8’ê Adarê bi gelek rê- xistinên jin ên cur bi cur tê pîrozkirin û her rê- xistin li gor bîr û baweriya xwe tevdigere, hin nîqaş li ser navê vê rojê û naveroka wê jî tên kirin. Hin rêxistin ku dibêjin ‘jin’ esas e, bi giştî dibêjin ‘roja jinê’... Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Stêrkoka li ser peyva jinê Ên ku Umberto Eco xwendibin, dizanin ku her pirtûkek wî çawa derya û arşîvek bêser û ber e. Jixwe ji romanên wî re jî “Eco- Roman” tê gotin lew bi serê xwe ekolek e. Lê li vir em ê tenê hevokeke wî ya ji Pandula Faucault ku xwedî naverokek dîrokî ye... M Mi i z zg gî î n n R Ro on na ak k / / R R. .3 3 Mirin derbas dike? Vê hefteyê ez dixwazim bersiva hinek nirxan- dinên Îbrahîm Seydo Aydoganî ên der barê rêzimanê da bidim. Ev demek e, Îbrahîm Seydo Aydogan jî wekî gelek kesan der barê Rêbera Rastnivîsînê da bîr û boçûnên xwe bi zimanekî nîvhenekî dinivîse... Samî Tan / R.5 Bersiveke pêwîst www.xwebun.org Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi birayê xwe û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştî 7 mehan bi Ocalan re hevdîtin pêk hat û Ocalan wiha got: “Hûn neçar in bibin hêz ku hûn karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Em dibêjin mese dupê ye. Hûn neçar in bibin piyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn ked bidin dê bibe.”... RÛPEL - 7 Helbestên Melayê Cizîrî kirin ku jiyana sor bidim ber dilê xwe û serê xwe li dîwarê hicrika seydayî bixim heya bibe xirxirk! Her dibêjim, “Wêje ji cîhanê mezintir e, Melayê Cizîrî jî ji wê- jeyê mezintir e!” Gava nêzîkî Dîwanê dibî, oqyanûsek diçelqile... Selîm Temo / R.5 Divê kurd bibin piyê sêyemîn Vîrusa koronayê ku li Çînê derketibû holê li seranserê cîhanê belav dibe. Di van rojên dawîn de nemaze li parçeyên Kurdistanê nexweşî zêdetir bû. Li başûr û rojhilatê Kurdis- tanê gelek kes bi vê nexweşiyê ketine û li bakurê Kurdistanê nexweşî zêde dibe. Her çiqas dewlet hewl bidin nexweşiya vîrusê veşêrin jî êdî li her derê belav bûye. Ji ber vîrusê Kabeya Şerîf hat valakirin... RÛPEL - 3 Vîrus cîhanê ditirsîne Ji destpêka şerê li Sûriyeyê heta niha, dewleta tirk her tim li hember dewletên Ewropayê penaberan wekî şantaj bi kar tîne. Piştî ku li Idlibê derbên giran xwarin vê carê deriyên sînor vekirin û bi hezaran penaber sewqî ser sînorê dewletên Ewropayê kirin. Dîmenên çûyîna pen- aberan û dîmenên pen- aberên li Edîrneyê sekinîne trajediyek nîşan da. Trajediya li ser sînor ne xema kesê ye... RÛPEL - 7 Penaber kirine amûrê şantajê Kurdayetî di Helbesta Melayê Cizîrî de Demserrî çaraxînî, wûsara piya to zonena ke serra de neweyî dest pêkerda. Hama no wûsar, serva Heskîf, serva Dola Botan, serva çemê Dîcle wûsare de bîno. Dewî ke par gucîke çemê Dîcle de wûsar verwazî kerdî... Meral Ozel / RÛPEL - 9 Wûsar û Çemê Dîcle Şaredariya Êlihê, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Kolektîfa Sînema Nû hevpar di 25-29’ê adarê de Festîvala Fîl- man a Yilmaz Guney a 8’emîn li dar dixin. Festîval dê li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê were birêvebirin. Bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat aşkerakirin. Dê îsal di çarçoveya festîvalê de 13 fîlmên metrajdirêj, 17 belgefîlm û her wiha 21 kurtefîlm bên nîşandan. Temaya bingehîn a festîvalê Heskîf e... RÛPEL - 11 Fîlm ji bo Heskîfê ne xwebûn Duh, îro û sibê ya jinan e Qêrîn û têkoşîna jinên li Amerîkayê ku di sala 1857’an de ji bo mafên xwe ketîn grevê û têkoşîna jinan a heta roja îro tê dayîn jî ji vê rastiya dîrokî ne bêrî ye. Bêguman hemû rojên salê yên me ne. Ev roj wekî sem- bol û berdêla ked û têkoşîna jinan xwedî wateyeke mezin e. Nirxa mez- inbûna tiştekê bi dema wê re dikare bê pîvandin... Reyhan Îke / RÛPEL - 2 Ger ziman ji holê rabe guneh ê kurdan e Zimannas Michael L. Chyet der barê girîngiya ziman de bi kurdî bersiv da pirsên rojnameya me û wiha got: “Divê mirov bi zarokên xwe kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- kirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çanda xwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşên nû. Heke kurd wiha nekin dibe ku zimanê kurdî piştî 20-30 salên din ji holê rabe. Hinek kes jî dibêjin kurd zehf in û metirsiyek wiha tune ye, heke ez wisa nekim jî wê gelek kesên din wisa bikin ev yek şaş e. Divê her yek ji aliyê xwe ve wisa bike û li hêviya kesekî/e din nemîne. Heke her yek li benda keseke/î din bi- mîne dê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yek dê gunehê kurdan bi xwe be, ne gunehê dewletên desthilatdar be.”... Hevpevyîn Rizoyê Xerzî / RÛPEL - 4 rupel 1:Layout 1 06.03.2020 21:29 Page 1

Upload: others

Post on 29-Mar-2021

3 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

RojnameyaHeftane

9-15 Adar 2020

Hejmar: 12

Buha: 4 TL

[email protected]

Ev çend sal in, ji ber ku 8’ê Adarê bi gelek rê-xistinên jin ên cur bi cur tê pîrozkirin û her rê-xistin li gor bîr û baweriya xwe tevdigere, hinnîqaş li ser navê vê rojê û naveroka wê jî tênkirin. Hin rêxistin ku dibêjin ‘jin’ esas e, bi giştîdibêjin ‘roja jinê’... MMuunneewweerr AAzzîîzzoogglluu BBaazzaann // RR..22

Stêrkoka li ser peyva jinêÊn ku Umberto Eco xwendibin, dizanin ku herpirtûkek wî çawa derya û arşîvek bêser û bere. Jixwe ji romanên wî re jî “Eco- Roman” têgotin lew bi serê xwe ekolek e. Lê li vir em êtenê hevokeke wî ya ji Pandula Faucault kuxwedî naverokek dîrokî ye... MMiizzggîînn RRoonnaakk // RR..33

Mirin derbas dike?Vê hefteyê ez dixwazim bersiva hinek nirxan-dinên Îbrahîm Seydo Aydoganî ên der barêrêzimanê da bidim. Ev demek e, ÎbrahîmSeydo Aydogan jî wekî gelek kesan der barêRêbera Rastnivîsînê da bîr û boçûnên xwe bizimanekî nîvhenekî dinivîse... SSaammîî TTaann // RR..55

Bersiveke pêwîst

www.xwebun.org

Mehmet Ocalan li Îmraliyêbi birayê xwe û RêberêPKK’ê Abdullah Ocalan rehevdîtin pêk anî. Piştî 7mehan bi Ocalan rehevdîtin pêk hat û Ocalanwiha got: “Hûn neçar inbibin hêz ku hûn karibinvan pirsgirêkan çareserbikin. Em dibêjin mesedupê ye. Hûn neçar inbibin piyê sêyemîn êmeseyê. Ev bi çi dibe? Bihêzê dibe. Heke vêya bikindê bibe. Heke hûn kedbidin dê bibe.”... RÛPEL - 7

Helbestên Melayê Cizîrî kirin ku jiyana sorbidim ber dilê xwe û serê xwe li dîwarê hicrikaseydayî bixim heyabibe xirxirk! Herdibêjim, “Wêje jicîhanê mezintir e,Melayê Cizîrî jî ji wê-jeyê mezintir e!” Gavanêzîkî Dîwanê dibî,oqyanûsek diçelqile...Selîm Temo / R.5

Divê kurd bibinpiyê sêyemîn

Vîrusa koronayê ku li Çînêderketibû holê li seranserêcîhanê belav dibe. Di vanrojên dawîn de nemaze liparçeyên Kurdistanênexweşî zêdetir bû. Libaşûr û rojhilatê Kurdis-tanê gelek kes bi vênexweşiyê ketine û libakurê Kurdistanê nexweşîzêde dibe. Her çiqas dewlethewl bidin nexweşiyavîrusê veşêrin jî êdî li herderê belav bûye. Ji bervîrusê Kabeya Şerîf hatvalakirin... RÛPEL - 3

Vîrus cîhanêditirsîne

Ji destpêka şerê li Sûriyeyêheta niha, dewleta tirk hertim li hember dewletênEwropayê penaberan wekîşantaj bi kar tîne. Piştî kuli Idlibê derbên giranxwarin vê carê deriyênsînor vekirin û bi hezaranpenaber sewqî ser sînorêdewletên Ewropayê kirin.Dîmenên çûyîna pen-aberan û dîmenên pen-aberên li Edîrneyêsekinîne trajediyek nîşanda. Trajediya li ser sînor nexema kesê ye... RÛPEL - 7

Penaber kirineamûrê şantajê

Kurdayetî di HelbestaMelayê Cizîrî de

Demserrî çaraxînî, wûsara piya to zonenake serra de neweyî dest pêkerda. Hamano wûsar, serva Heskîf, serva DolaBotan, serva çemê Dîcle wûsare de bîno.Dewî ke par gucîke çemê Dîcle de wûsarverwazî kerdî... Meral Ozel / RÛPEL - 9

Wûsar û Çemê Dîcle

Şaredariya Êlihê, Akademiya Sînemayê yaRojhilata Navîn û Kolektîfa Sînema Nûhevpar di 25-29’ê adarê de Festîvala Fîl-man a Yilmaz Guney a 8’emîn li dar dixin.Festîval dê li Navenda Çand û Hunerê yaAhmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihêwere birêvebirin. Bernameya FestîvalaFîlman a Yilmaz Guney hat aşkerakirin.Dê îsal di çarçoveya festîvalê de 13 fîlmênmetrajdirêj, 17 belgefîlm û her wiha 21kurtefîlm bên nîşandan. Temaya bingehîna festîvalê Heskîf e... RÛPEL - 11

Fîlm ji bo Heskîfê ne

xwebûnDuh, îro û sibê ya jinan e

Qêrîn û têkoşînajinên li Amerîkayêku di sala 1857’ande ji bo mafên xwe

ketîn grevê ûtêkoşîna jinan aheta roja îro tê

dayîn jî ji vê rastiyadîrokî ne bêrî ye.Bêguman hemû

rojên salê yên mene. Ev roj wekî sem-bol û berdêla ked û

têkoşîna jinanxwedî wateyeke

mezin e. Nirxa mez-inbûna tiştekê bi

dema wê re dikarebê pîvandin... Reyhan Îke / RÛPEL - 2

Ger ziman ji holê rabe guneh ê kurdan eZimannas Michael L. Chyet der barê girîngiyaziman de bi kurdî bersiv da pirsên rojnameyame û wiha got: “Divê mirov bi zarokên xwekurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar-kirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çandaxwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşênnû. Heke kurd wiha nekin dibe ku zimanêkurdî piştî 20-30 salên din ji holê rabe. Hinek

kes jî dibêjin kurd zehf in û metirsiyek wihatune ye, heke ez wisa nekim jî wê gelek kesêndin wisa bikin ev yek şaş e. Divê her yek jialiyê xwe ve wisa bike û li hêviya kesekî/e dinnemîne. Heke her yek li benda keseke/î din bi-mîne dê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yek dêgunehê kurdan bi xwe be, ne gunehê dewletêndesthilatdar be.”... Hevpevyîn Rizoyê Xerzî / RÛPEL - 4

rupel 1:Layout 1 06.03.2020 21:29 Page 1

Page 2: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Jinxwebûn02

Ev çend sal in, ji ber ku 8’ê Adarê bigelek rêxistinên jin ên cur bi cur têpîrozkirin û her wiha her rêxistin ligor bîr û baweriya xwe tevdigere, hinnîqaş li ser navê vê rojê û naveroka wêjî tên kirin. Hin rêxistin ku dibêjin ‘jin’esas e, bi giştî dibêjin ‘roja jinê’. Yênku dibêjin, ‘na mijara çîn û karkeranbingeh e’, navê ‘jinên kedkar’ bi şid di-parêzin. Rêxistinên ku balê dikişîninser têkoşîna hemû jinên cîhanê dibêjin‘roja navneteweyî ya jinan’. Yên kudibêjin ev rojeke femînîst e, wek ‘rojafemînîstan’ bi nav dikin. Yên têkoşînêdiparêzin, dibêjin ‘roja jinên têkoşer’.Û herî dawî yên ku naxwazin bi tu bîr-dozî û zayendê ve vê rojê girê bidin,tenê dibêjin ‘8’ê Adarê’.

Ango ji jinên bûrjûva bigire, hetayên karker, ji yên femînîst bigire hetayên dij-femînîst, ji jinan tenê bigireheta gelek mêran, gelek komên cihe-reng xwe di pênaseyên 8’ê Adarê yêncuda de dibînin.

Bi taybetî bi bilindbûna rexneya liser heteronormatîvîteyê ku kategori-yên ‘jin û mêr’ hem wek zayenda cinsî

û hem jî wek zayenda civakî red dike ûdibêje zayend li gor dualîtiya zayendanhatine sazîkirin; hemû rolên ku civakû biyolojî li ser jin û mêr wek zayendferz dike, red dikin, navê 8’ê Adarê bûmijara nîqaşê. Ev pêla postfemînîst kuji xwe re queer jî dibêjin, sedemên ne-wekheviyê ne di baviksalariyê de, lê diheteronormatîvîteyê de dibînin. Dibê-jin heteronormatîvîte ku li gor berje-wendiyên zilam xwe bi têşe kir,baviksalariyê jî ava kir. Ev nîqaşekeberfireh e û têrî vê quncikê nake, lêtişta ku ez dixwazim balê bikişînimser, şaneya *(stêrkok) e ku ev kesênkategoriyên jin û mêr wek zayendaavakirî red dikin, bi vê stêrkokê xwepênase dikin û her wiha têkoşîna meya bi hev re ya bi stêrkokê re ye.

Lewra ji ber ku ev kes û rêxistinên

queer xwe li derveyî zayendên xweyên biyolojîk (çi jin, çi mêr) pênasedikin û di heman demê de xwe di tê-koşîna azadî û wekheviyê de wek ti-faqa jinan dibînin piştî peyva jinê bistêrkokekê (*) xwe pênase dikin:Ango wek “Jin*”. Divê ev stêrkok bivî awayî hemû kesên ku xwe li derveyîzayendên hetero (jin û mêr), kesêntrans, înter, homoseksuel, biseksuel ûhwd., pênase û destnîşan bike.

Tevî rexneyên pratîkî û teorîk ku liqueer femînîzmê tên kirin, li gor mindi têkoşîna azadiya jinan û bindestande yek ji tifaqên herî bi wate jî tifaqabi stêrkokan re ye. Lewra di navberaheteronormatîvîte û baviksalariyê detêkîliyeke yekser heye. Baviksalarî binormên heteronormatîv xwe bi sazîdike. Derketina li dijî vê dualîtiyê, di

heman demê de li dijî serdestî û bin-destiyê derketin û li hember ‘norm’êsekinandin (beramberî vê yên derveyî‘norm’ê naskirin) e. Pirî caran ev hel-westa sekinandina li derî normê, jihêla rêxistinên jinan û femînîstan vebi guman tê şopandin. Heta tê gotin,ev helwest nasnameya jinê ku bi têko-şîna sedan salan hatiye bidestxistin,dixe xetereyê. Lewma dema kesênqueer bi gotina 8’ê Adarê ve piştî“queer-femînîst”şaneya “*” jî pê vekirin, jin gotin, “8’ê Adarê jî ji destçû!”

Birêz Abdullah Ocalan di analîzênxwe yên der barê jineolojiyê de dibêjedîtina jinê tenê wek zayendeke ku bi-yolojiya xwe cuda ye, koritî ye. Têkili-yên serdestî yên di navbera jin û mêrîde wek sedema bingehîn a newekh-

eviyê dinirxîne. Girêdayî vê zayendpe-restiyê wek bîrdoziya desthilatdariyêdibîne. Ev tespîta der barê sedema ne-wekheviyê bi ya queerê ve digihîje he-vudû. Heta di mijara ‘kuştina zilamtî’û ‘kuştina jina heyî’ de redkirina ‘ji-nantî û mêrantî’ya heyî heye. Lewrahem jinantî û hem jî mêrantiya heyî diher du zayendan de jî mewcûd e. Pê-naseya jinê di heman demê de pêna-seya mirovan bi giştî ye. Ango demajinê “azad, wekhev û demokrasiyê dixwe de bicîhkirî” pênase dike, diheman demê de terîfa mirovê azaddide. Ev taybetmendî mirov nikare bi-bêje ku biyolojîk e, an jî tenê aîdê za-yendekê ye. Bi gotineke din, em wekjinên kurd li dû avakirina jina azad,mirovê/a azad û civaka azad in.Lewra jî di 8’ê Adara jinên kurd degelek nasname hene: Roja navnete-weyî ya jinên têkoşer, kedkar, femînîstû stêrkok (*)’an e. Nasnameyên li dijîzayendperestiyê, li dijî bîrdoziya zi-lamê spî yê serdest têdikoşin û di lêge-rîna civaka azad de ne, tifaqên me ne.8’ê Adarê bi stêrkokan hîn rengîntir e.

Biyan

Munewer AzîzogluBazan

Stêrkoka li serpeyva jinê: Jin*

Hinek tawan hene, dîroka wan kev-nar û dirêj e. Nayên bîra me gelekan.Lê em pir aşkera dikarin yekparebûnû zindîbûna dîrokê di bûyerên îrodiqewimin de bibînin. Jixwe ev pê-naseya ‘dîrok di roja me de, em didestpêka dîrokê de veşarî ye’ tam jîbehsa van rastiyan dike. Lewma gerem baldar bin, em dikarin vantawanan li gor vê rastiyê bixwînin.Berqulipandin û vajîkirina dîrokê,kiriye ku heqîqet berovajî bibe ûgelek tişt şêlû bibin. Zelalkirin ûnîşandayîna heqîqetê, ji ber wê hetaroja îro bûye sedema têkoşînên di-jwar û ji bo xwegihandina heqîqetêberdêlên mezin hatine dayîn. Şewi-tandina 120 jinên li kargeheke bajarêNew Yorkê jî vê rastiya dijwar atêkoşîna heqîqetê tîne bîra me.

Gelek caran bûyerên çêdibintenê wekî encam li wan tê nihêrtin.Jixwe serkeftina hişmendiya ser-destan di vê xalê de veşartiye. Ser-keftin ew e ku bi hezar salanawayekî lênêrîna jiyanê ya wisa bime dane avakirin. Wekî gelek tiştêndin, ev hişmendî jî bi me dane hîn-kirin û piştî em hatine hînkirin, pe-jirandina tiştên din hêsan bûye.

Ger mirov behsa sînorên hizrî ûhestyarî yên hatine xêzkirin û paşê diencama van de belavbûna ketî navcivaka mirovahiyê bizane, tiştên rojaîro dikare baştir bên fêmkirin. Ji berev sînor bi gelek çîrok, mîtolojî, pir-tûkên pîroz ên olî, paşê bi zanist,zagon û hiqûqê jî wekî heqîqet li serme hatine ferzkirin û vegotin. Çîrokkevnar û dirêj e lê bi çend gotinan jîmirov dikare cewhera mijarê fêmbike. Gelek ji me nizanin ka caraewil em çawa hatine ‘kedîkirin’ ûdîlgirtin. Ev bûye sedem ku heta rojaîro jî gelek sînor ji me re wisa bêgu-neh û ji rêzê bên xuyakirin. Lê miro-vahiyê derbeya herî mezin ji sînoranxwar. Sînorên di hiş û hestan de destpê kirin, paşê bûn sînorên malbatê.Bi rêzê, bûn ên gundan, eşîran, baja-ran, welatan û paşê bûn ên herêman.Sînorên di navbera civaka mirovande hatin xêzkirin, bi vana jî bi sînorneman; sînorên di navbera serdest û

bindestan, hejar û dewlemendan,çîna jêr û çîna jor de hatin çêkirin.Paşê sînorên din lê zêdebûn; sînorênhizrî, sînorên hestyarî, sînorên biya-nîkirina mirovan, zarok kirin dijbe-rên dayikan... Ev sînor hemû li serhîmê înkar û nedîtina keda jinanhatin avakirin. Kedxwariya mezin,koletî û bindestiya mezin, mêtinge-riya destpêkê li ser keda jinê hatkirin. Yên ku jin afirandibû, bûn ne-yarên jinê. Lewma jin bû çîna bin-dest a yekem, zayenda yekem a bûyîmêtingeh, kedkara yekem a destdi-rêjî li keda wê hatî kirin.

Çima jin? Ji ber jin serkanî û jê-dera hiş û hesta avakirina civakbûnamirovahiyê bû; jin afirîner û xweda-wenda ked û jiyanê bû; civakbûnberhema ked wê bû. Jin nehatina în-karkirin; ji textê xwe yê xwedaven-diyê nehatina xistin; nebûya kole,mêtîngeh, çîna jêr, zayenda duyem ûnirx û rûmeta jinbûnê nehatibûna be-revajîkirin, an ku heqîqet nehatibûnaşêlûkirin, rêya kedxwarî û mêtinge-riyê venedibû. Çanda zilamsalariyêserkeftina xwe li ser vê berevajîki-rina heqîqetê ava kir. Bingeha mêtin-geriyê ya heta roja me ya îro jî xwedispêre vê rastiya dîrokî. Bi înkarakeda jinê re pêşî li her awayê kedx-warî û mêtingeriyê, şer, zilmû zorê, bêmafî û de-

rewan, destdirêjî û xayîntiya li ci-vakê hat vekirin.

Jin-dayika afirîner a hemû pêdi-viyên jiyanê ji bo civaka mirovahiyêafirandî, hat înkarkirin. Dema mîto-lojiyan tijî serpêhatî û çîrokên şer ûpevçûna jinan a li hember vê xayîn-tiya mezin in. Paşê bi rêya olan bûpêvekek ji parsûyê zilam û li ser vêheta niha jî bi hezaran derew tênkirin. Paşê pergalên mêtinger û ser-dest pişta xwe dan van derewên xweû spartin zanist, zagon û hiqûqê. Jinji hemû qadên jiyanê hatin dûrxistin,jina jiyan afirandî, ji hemû mafên ji-yanê hat bêparhiştin, bû xidam û xiz-metkara pergala serdest. Hêza tu lihember şer dikî çiqas mezin be, tu bihêzek ewqas mezin bi ser de diçî.Asta kûrbûn, bilindbûn û dijwariyaêrîş û şerê pergala serdest ê li hem-ber çanda jin-dayikê, di heman demêde asta hêz û vîna jinê jî nîşan dide.Tevî ku pênc hezar sal in bênavberev çanda mirovahî afirandî, bi herawayî ji aliyê hişmendî û hestyarî vetê bombebarankirin lê tu demê bi te-vahî ji holê nehat rakirin. Kengîjinan derfet dît ji bo heqîqetê têbiko-şin, ev xayîntiya mezin a li wan hatîkirin ji bîr nekirin.

Qêrîn û têkoşîna jinên li Amerî-kayê ku di sala 1857’an de ji bomafên xwe ketin grevê

û têkoşîna jinan a heta roja îro têdayîn jî ji vê rastiya dîrokî ne bêrîye. Piştî vê bûyera bijan, di 26-27’êTebaxa sala 1910’an de, li Danîmar-kayê bajarê Kopenhagê KonferansaJinên Sosyalîst a Duyemîn hat lidar-xistin. Clara Zetkîn ji bo bîranînavan jinan pêşniyar kir ku roja 8’êAdarê bibe Roja Jinên Cîhanê û pêş-niyara wê di konferansê de hate peji-randin. Piştî wê cara duyem diKonferansa Jinên Sosyalîst a Sêye-mîn de ji aliyê serokê şoreşa Bolş-evîkan û damezirînerê YekitiyaSovyetê Lenîn ve di sala 1921’î de liMoskowê hat pêşniyarkirin. Navêwê jî wekî Roja Jinên Kedkar ên Cî-hanê hat guhertin. Heta salên1960’an jî li gelek welatan pîrozki-rin û bîranîna vê rojê qedexe bû.Paşê di encama têkoşîn û berxweda-nên jinên cîhanê de, bi taybetî berx-wedana jinên li Amerîkayê,Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku di16’ê Kanûna sala 1977’an de vê rojêbi fermî bipejirîne.

Bêguman hemû rojên salê yênme ne. Lê ev roj wekî sembol û ber-dêla ked û têkoşîna jinan xwedî wa-teyeke mezin û bi nirx e. Nirxamezinbûna tiştekê bi dema wê re di-kare bê pîvan. Niha hema bêje lihemû cîhanê di asteke bilind de xwe-dîtî li vê rojê tê kirin. Lê divê mirovkeda bi sedan salan ji bîr nekeû wekî mîrate-

yeke pîroz, bikaribe her tim lê xwe-dîtiyê bike.

Di vê wateyê mirov dikare bêjeku jinên kurd ên şîrhelal bi zanebû-neke dîrokî û zanistî di asteke bilindde xwedîtiyê li vê kedê bike. Herwiha yên ku vê rojê herî bi coş û biawayekî rast pêşwazî dikin, jinênkurd in. Îro jinên kurd li ser wê da-neheva têkoşîn û berxwedana jinan abi hezarê salan di asteke bilind de livê rojê xwedîtiyê dikin û nûneriyaked û têkoşîna jinan dikin. Li serhîmê bîrdoziya azadiya jinê, jinakurd li hember pergalên serdest hêzaherî birêxistinkirî ye. Xwedî partî ûrêxistin, xwedî artêş û hemû derfetêntêkoşîna azadiyê ye. Li hember dere-wên pergalên serdest, hişmendiyawan a li dijî heqîqetê û zanista wan apozîtîvîst, jinên kurd bi zanista ji-neolojiyê, li hember pergala yekdestîû koledar, bi modela hevserokatiyê,li hember newekhevî û zayendperes-tiyê, bi nûnertiya wekhev, li hembermêtingerî û şerê qirêj, bi şerê paras-tina rewa di her qada jiyanê de, diwarê dîrokî, zanistî, siyasî, aborî, ci-vakî û leşkerî de wekî hêzeke serekecihê xwe di jiyana civakê de digirinû her wiha di têkoşîna azadiyê derola pêşengiyê dilîzin. Ev hêz û vînajinên kurd, hêvî û baweriyeke mezindide jinên cîhanê jî.

Em jin cewhera heqîqetê ya duh,îro û sibê ne

Em firşk û haveynê azadiyacivakê bi xwe ne

Em ne darên şikestî, stû-nên jiyanê bi xwe ne

Em parastvanên rast ênmirovbûn, wekhevî û vînê

Awaz û stranên be-dewî, xweşikbûn, rûmet

û evînêDijberên şer û mêtin-geriyan, dilên aramî ûkenînêDi hemû zemanan de

em hebûn, em hene, em êhebin

Em ê her li pey doz ûtêkoşîna rûmet û kedaxwe bin

Bi vê keda me, wêduh, îro û sibê jî herên me bin...

Reyhan Îke Duh, îro û sibê ya me yeAsta kûrbûn, bilindbûn û dijwariya êrîş û şerê pergala serdest a li hemberçanda jin-dayikê, di heman demê de asta hêz û vîna jinê jî nîşan dide

rupel 2+++:Layout 1 06.03.2020 20:43 Page 1

Page 3: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Nûçexwebûn03

Ên ku Umberto Eco xwendibin, dizaninku her pirtûkek wî çawa derya û arşîvekbêser û ber e. Jixwe ji romanên wî re jî“Eco - Roman” tê gotin. Ew bi serê xweekolek e. Lê li vir em ê tenê hevokek wîya ji Pandula Faucault ku xwedî navero-kek dîrokî ye bidin pêşiya xwe û li ser bi-fikirin: “Ku tu mirî dê derbas be” yan jî“ku tu mirî tu yê ji bîr bikî.” Di dema za-rokatiyê de ev hevok wiha derbas dibe:“Ku tu mezin bibî tu yê ji bîr bikî. ”

Gerçî meriv mezin dibe jî ji bîr nakelê belkî mirin karibe bibe derman! Mînak;meriv dê çi ji bîr bike? Derd û kulan, te-nêbûna qefesê yanî bedenê? An demborî-tiya her tiştî û nesekinîna zeman? Demameriv dikeve xewê jî her tişt ji bîr dikeyan jî her tişt ‘derbas dibe’ lê çi feyde!Çawa şiyarbûnî tê, her tişt ji cihê ku lêmaye berdewam dike. Lew xem, tenê di-kare bo demên kurt bibe stare ne ji bodemên dirêj. Lê diyar e ku mirin ne wisaye. Ji bo ku bi her awayî ji vê rewşa heyîrizgarbûnî ye bi rastî jî ‘derbas dike’ didejibîrkirin!

Ne ku ez pesnê mirinê didim, jixwepêwîstiya mirinê bi tiştekî wiha jî tune yelê lazim e ku em mirinê êdî wekî travmayan jî felaketek nebînin û tenê dema ku‘hat serê me’ nas nekin û hawaran neşîninerd û asîman. Wekî ku dapîra min digot;“Em ji bo mirinê, mirin ji bo me” yanîtêkiliyek sîmbiyotîk (hevtêrker, hev pêş-debir) heye di navbeyna mirin û çêbûnêde lê ji ber tiştên ku bi me didin ezberki-rin ew têkilî kor dibe û tenê zarezar ûdramatîzekirin dimîne. Ger dram be,çêbûn bi xwe jî dram e, qedandina tiştekdin, veguhezîna tiştek dinê ye. Jixwe li hinderên dinyayê dema zarok çêdibin şînawan dikin û dema ber bi mirinê ve diçin jîşahiyê li dar dixin. Yanî rastî carna ne raste! Lew tişta ku em jê re dibêjin rastî, li bahin kesên din şaşî ye, li ba vedara xwe-zayê ya bêdawî jî.

Erê ku em bimirin ê derbas bibe kuem bimirin em ê ji bîr bikin! Çi? Meselanasnameya kurdbûnê ya ku ne rehetî ûhuzûr dide xwe ne jî dide me, piştî mi-rinê dikare çi bike? Ew jî encax bi me rerazê ne wisa?

Îcar di pirtûka navborî de lehenghem ciwan û zanyar e hem zarokek wîyê biçûk heye hem jî ji evîndara xwe pirhez dike lê kujer bi pey wî ketine û kuş-tina wî li ber derê ye. Belam xwe navêjenav xembariyê û dibêje; “Ku bimirim êderbas bibe ku mirin were yê derbasbibe.” Paşê dilê wî jê re dibêje; “Dîsa jîpir zor e.” Diqehire û dibêje; “Serê wêbixwe! Dizanim ku pir zor e lê ku bimi-rim ê derbas bibe.”

Pirtûka ku nêzî hezar rûpel e kuştinawî ‘nade’ lê dîsa jî mirov dizane ku mi-riye û êdî xilasbûyî ye. Loma jî ev ras-tiya mirinê di bîra mirov de bi cih dibeû mirov têdigihîje ku tewreyek jiyanê yanû ye, xelasî ye. Belkî em dibêjin qey çî-rokên li vî alî nîvî dihêle lê na nîvîmayînjî tiştekî îzafî ye. Ger em bi çavek nîvîmêze bikin her tişt nîvî ye lê ku herbûyîn destpêkek nû be, tu nîvîmayîn nîne. Tişta ku em dibêjin nîvî, ji ber ku emdibêjin qey nîvî ye wisa ye, ne ji bo kubi rastî jî wisa ye. Her tişt xwe temamdike û vediguherîne bûyînek din. Lomajî mirin ‘derbas’ dike baş dike. Loma emji bo wê ew ji bo me ye. Jixwe ku emtenê li giyayan jî binêrin em ê bibînin kudi xwezayê de mirin tune ye, her tişt biawayekî bi rêkûpêk di nav guherîn û ve-guherînê de ye lê mêjiyê însan ê ji xwe-zayê dûrketî ‘mirin’ peyda kiriye.

Mirin derbasdike?

Mizgîn Ronak

Korona Rojhilat û Başûr ditengijîne

Vîrusa koronayê ku di dawiya sala2019’an de li Çînê peyda bû, welatdane ber xwe û berbelav dibe.Vîrus, ji bilî parzemîna Antartî-kayê, li tevî parzemînan zêdetirî 80welatan belav bûye. Li gorî dane-yên dawîn; vîrus bi zêdetirî 95hezar kesan re hatiye dîtin û piranîçînî zêdetirî 3 hezar kesan jî ji bervîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Ji bilî Çînê welatên herî zêdevîrus li wan belav bûye û gelek kesji berê jiyana xwe ji dest dane we-latê Ewropa Îtalya û welatê AsyayêÎran in. Li her du welatan jî ji bervîrusê hemû dibistan hatin girtin ûher cure aktîvîteyên werzîşê hatinqedexekirin. Li Îtalyayê dêr li ayî-nan re û li Îranê jî mizgeft li nimê-jan re hatin girtin.

Li Kendavê belav bûyeJi bilî Îtalyayê, li gelek welatên

din ên Ewropayê jî weqayên vîrusêhatin dîtin. Dîsa Iraq jî di nav de liwelatên Kendavê yên nêzî Îranê jîgelek weqayên vîrusê hatin dîtin.Hem li Ewropayê û hem jî welatênKendavê li dijî vîrusê bergirî hatinzêdekirin û gelek bernameyênkomî hatin betalkirin. Girêdayî vêyekê gelek seferên balafiran ji bodemekê hatin rawestandin.

Kabeya Şerîf vala maBergiriyên herî balkêş li Ere-

bistana Siûdî hatin girtin. Bi gu-mana vîrusê li Erebistana Siûdîserdanên umreyê ji bo demeke ne-diyar hatin rawestandin. Ji ber vêyekê Kabeya Şerîf piştî demekêvala ma. Erebistana Siûdî, di rojênpêş de ji bo wezîfeya olî ya hecêya misilmanan jî biryara xwe aş-kera bike. Heke mudaxaleyî vî-rusê neyê kirin dibe ku îsalwezîfeya hecê jî bê betalkirin.

RojhilatWeqayên vîrusê yên li Îran û

Iraqê, gihîştin rojhilat û başûrêKurdistanê jî. Li gel agahiyên kêmjî tê gotin ku li bajarên Rojilat jîweqayên vîrusê hene û bergiriyênpêwîst ji bo vîrusê nayên girtin. Jiber vê yekê gel li Rojhilat li dijîrejîma Îranê bi bertek in û daxwazdikin ku demildest bergiriyên pê-wîst di asta herî jor de bên girtin.Di nav hefteyê de parlamenterêbajarên Sine û Nexede yên Rojhi-lat Ebdulkerîm Hisên Zade, bêrgi-riyên kêm ên li Rojhilat rexne kirû xwest ku herêmên weqa li wanhene bikevin karantînayê.

BaşûrLi Başûr jî mîna Rojhilat we-

qayên vîrusê hene. Lê li vir jialiyê Rêveberiya Herêmê ve

gelek bergirî hatin girtin. Ji aliyêWezareta Tenduristiyê ya HerêmaKurdistanê ve li Hewlêr û Silê-maniyê serdanên nexweşan hatinrakirin. Li Silêmaniyê jî 116kesên ku bi guman vîrûsê 14rojan li nexweşxaneyan hatin gir-tin jî ji ber ku di kontrolên taybetre hatin derbaskirin û piştrast bûku bi vîrusê neketine, ew şandinmalên wan.

BakûrLi bakurê Kurdistanê hê bi

awayekî fermî weqayên vîrusênehatine ragihandin. Li gel vêyekê jî tê angaştkirin ku li bajarên

mîna Amed, Wan, Mêrdîn û Xar-pêtê weqayên vîrusê hene lê jialiyê dewletê ve ser weqayan têgirtin. Têkildarî vê mijarê li sermedyaya civakî gelek angaşt ûqeydên dengan li ser medyaya ci-vakî hatin belavkirin.

RojavaLi Rojava jî hê weqayên vî-

rusê nehatine dîtin. Lê berevajiyêbeşên din ên Kurdistanê hekevîrus bê dîtin dê bibe sedema ka-reseteke mezin. Lewra li vir bihezaran kes di kampan de, di navşert û mercên nebaş û zehmet dedijîn.

Berbelavbûna vîrusa koronayê berdewam e. Li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî weqayênvîrusê hatin dîtin. Li Başûr ji bo pêşîlêgirtina vîrusê serdananên nexweşan hatin rakirin

Li vir em ê li ser çend xalên nivîsêbisekinin, an jî yên nenivîsandinê.Em kurd çima nanivîsin? Ciwanênkurd çima berhem û metnên kurdînikarin zêde bikin? Çima di roj-name, kovar û înternetê de cureyênnivîsên bi kurdî zêde nabin? Hekezêde bibin jî ji aliyê nivîskar û hel-bestvanên xwe îspatkirine ve tên ni-vîsandin. Gelo çima navên nû linivîskar û helbestvanên kurd zêdenabin? Di pey van pirsan de, li serşopa nivîsê û bi hêviya nivîsên nûku li kurdî zêde bibin em ê dest binivîsa xwe bikin.

Ji ber ku dîroka nivîsê dirêj e,em zêde qala dîrok û guherînênderbasbûyî nakin. Lê bi çend hevo-kan jî be em dikarin qala derketinanivîsê û têkiliya di navbera mirov ûnivîsê de bikin. Dema mirov li dî-rokê dimeyzêne mirovan ji bilîdeng, pêwîstî bi bikaranîna sembo-lên cuda dîtine. Ango tenê dengtêra xweîfadekirin û lihevkirinênmirovan nekirine. Ji ber wê jî miro-van serî li sembolên cuda dane.Wek mînak mirovan li ser dîwarênşikeftan bi wêneyan, xwe îfade ki-rine, an jî bi girikên tayî tişt hejmar-tine. Piştî lêgerîn û ceribînên dirêjwêneyên şikefta nivîsa bizmarî bipêş ketiye. Nivîsa bizmarî cureyênivîsê yê ewil e. Nivîsa bizmarî bidarikên zirav li ser tabletan hatiye

nivîsandin. Nivîs bi keda hezaransal û mirovahiyê derketiye holê ûhatiye roja me ya îro. Baş e, çi yeev nivîs? Ango em dikarin nivîsêçawa pênase bikin?

Nivîs bikaranîna hinek îşaretan,bi awayekî sîstematîk, şêweyê xweî-fadekirinê ye. Her wekî din em di-karin bêjin ku nivîs, tespîtkirinaraman a bi îşaretan e. Bi awayekî rê-kûpêk nivîsandina tîpan, nivîsê der-dixe holê. Di roja me ya îroyîn derêjeya xwendin û nivîsandinê pir bi-lind e. Ji ber vê yekê nivîs ketiyenav jiyana mirovan. Lewma jî hekemirov bi nivîsê re eleqedar nebin jînivîs bi mirovan re eleqedar dibe.Ango em dikarin bêjin ku têkiliyekediyalektîk di navbera mirov û nivîsêde heye. Lê mixabin ev diyalektîkadi navbera mirov û nivîsê de herçiqas ji aliyê nivîsê ve xurt bê jî jialiyê mirov ve qels dimîne. Nivîsher kêliyê xwe nîşanî mirov dide, lêgelek caran mirov vê jinedîtîve tê.Di sedsala bîst û yekan de mirovmecbûrê nivîsê ye. Pêwîstî bi xurt-kirina têkiliya mirov û nivîsê heye.

Bi dehan cureyên nivîsê hene. Jibo hest û ramana nivîskar kîjan cu-reyê nivîsê kêrhatî be, hewce ye bivê cureyê binivîse. Li gorî cureyêhatî nivîsandin nivîs; li rojname,kovar, çapemeniya civakî û blogênşexsî tên weşandin û wek pirtûk jî

dikarin bên çapkirin. Piştî van tiştanpêwîst e, em bipirsin ka çima emnanivîsin? Gelek tişt hene ku pêşî linivîsandina kurdî digirin; ev tişt ca-rinan wek dewlet derdikeve pêşiyame, carinan wek mantiqê zimanekîdin, carinan wek xweferzkirinên ni-vîskarên zimanê me, carinan wekderûniya bindestiya me û carinan jîwek xwesansûrkirinê. Lewma divêberiya her tiştî em xwe ji derûniyabindestiyê xilas bikin. Piştre jî bêjin:bihêlin bila em çend şaşiyên rêzi-manî bikin, bihêlin bila çend hevô-kên me bi mantiqê zimanekî dinbin, bihêlin bila çend hevok ji zi-manê labaratuarê(!!!) an jî kurdiyaakademîk(!!!) bin.

Heta ku mirov şaşiyan nekindê nikaribin rastiyan jî bikin. Ji berwê çendê qedir bidin nivîs, ber-hem û nivîskarên nû da ku ji wannivîsên qerase derkevin. Helbetkêmasiyên wan bibêjin, lê nebinsedem ku dest ji nivîsandina zi-manê xwe berdin, nebin sedem kuberê xwe bidin nivîsandina zimanêku bi salan pê xwendine û nivîsan-dine.

Kurdî behr-deryayeke bêserî ûbêbinî ye. Ji ber vê yekê ne hêsan eku mirovek di vê behrê de şaşî ûkêmasiyan neke. Şaşî û kêmasînebin jiyan gûzeke pûç e! Pêvajoyadîtina kehrebê ya Edîson piranî

xwîner dizanin, ji ber vê yekêhewce nake ku em li vir qal bikin.Lê tevî hemû cerîbînan (ev cerîbîncarinan ji ber şaşiyan carinan jî jiber kêmasiyan dubare dibin.) Edî-son digihîje armanca xwe. Kesênku dixwazin bi kurdî binîvîsin dêbigihîjin armanca xwe. Lê piçekîberxwedan û sebir. Ew kesên kunû dest bi nivîsandina zimanê xwedikin, divê ji rexneyên tûj reamade bin. Ji van rexneyan, yênçêker bila ji xwe re bigirin û hetadawiyê sûdê ji wan werbigirin, yêndi nav de heqaret hebin bila pişt-guh bikin.

Wek encam; bi kurt û kur-mancî nivîsandin karekî cidî ye.Divê mirov li gor vê cidîbûnê nê-zîkî nivîsandinê bibe, nexasim ni-vîsandina bi kurdî zêdetir cidiyetêdixwaze. Nivîskarên kurdî divê herroj bixebitin. Çawa misliman dibê-jin “Te îro ji bo Xwedê çi kir?”Divê nivîskarên kurdî jî her roj be-riya ku rakevin vê pirsê ji xwebikin: “MIN ÎRO JI BO KURDÎÇI KIR?” Ango divê her roj ji bokurdî tiştekî bikin. Qene di behrakurdî de noq an jî binav nebin.Heke wê şevê bi ûcdaneke rehetrakevin wê demê ew ber bi nivîs-kariyê ve gavên biewle diavêjin.Na, heke tiştek nekiribin û ûcdanreht be, bila wê demê xew li wanbiherime da ku ew şev li pêşiyagavên nivîskar ên bi ewle nebin as-teng. Nivîskarî ne hêsan e, kedasalan dixwaze ji bo ku rûpelên lê-nûskê têr û tijî dagire. Bi gotinekedin divê nivîskar bi salan bixwîneû binivîse da ku tûrikê hişê xwe tijîpeyv, gotin, metelok, mamik,çîrok, destan û hwd. bike. Dema liser meseya xwe tûrikê hişê xwe yêku ji folklora kurdî vebike.

Hisên Çatikkaş

Nivîsandin an jînenivîsandin

Navenda Nûçeyan

rupel 3+++:Layout 1 06.03.2020 20:40 Page 1

Page 4: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

Mêvanê me yê vê hejmarê jî dîsa zi-mannasekî hêja ye ku herçî fehmberîxwe bûye, meraqa wî çûye ser hîn-bûna zimanan û ji bilî kurmancî ûsoranî ew bi derdora çil zimanêncuda yên Rojhilata Navîn û deverêncuda yên cîhanê dizane. Me xwest jibo xwendevanên xwe vê hevpeyvînêbi rêzdar Michael L. Chyet re bikin.Kerem bikin em bi hev re bala xwebidin bersiv û şîretên zimannasekî.

Di nav de du zaravayên zimanêkurdî hem kurmancî hem soranî, tubi gelek zimanan baş dizanî, evmeraq an jî hezkirina zimanan ji kupeyda bû?

Dema ez 5-6 salî bûm dayik ûbavê min ez şandim xwendegeheketaybet ji bo hînbûna zimanê ibranî.Wiha ez nîvê rojê zimanê ibranî nîvêrojê jî zimanê îngilîzî hîn dibûm.Min şeş salan li wê xwendegehêxwend. Piştî ku ez derbasî dibis-taneke navendî bûm û min latînîxwend, ez mecbûr bûm hînî latînîbibim û gelek hêsan bû bo min. Herwiha wê salê min dest pê kir hînîçend zimanên din jî bibim wek al-manî, fransî û spanî, rûsî û yidîşango zimanê cihûyên rojhilatê Ewro-payê. Zimanê bapîrên min e. Salapiştî wê gava ez 13 salî bûm em çûn8 mehan li Israîlê jiyan û berî ku embiçin bavê min ji min re got tu ji zi-manan hez dikî û li Israîlê ji bilîibranî zimanê erebî jî heye tu dikarîhînî wî jî bibî. Piştî wê min dest pêkir ku hînî zimanê erebî bibim û ewyek bû destpêka meraqa min ji bohînbûna zimanên Rojhilata Navîn.

Wekî tê zanîn tu bi gelek zi-manan dizanî, hin çavkanî dibêjin30 hin jî dibêjin nêzî 40 zimananbaş dizanî. Bi rastî tu bi çend zi-manan baş dizanî?

Bê henk jî ez naxwazim zimananbijmêrim ji bo ku ez xwe netirsînimlê di rastiyê de ez texmîn dikim kumin heta niha nêzîkî çil zimanxwendine. Lê ez bi hemiyan başnizanim. Ez 10-12 ji wan başdiaxivim. Zimanên Rojhilata Navînwek erebî, ibranî, tirkî, farisî, fransî,almanî, spanî, yidîş, rûsî, holandî ûkurmancî, soranî (li vir ez dibêjimheke em karibin kurmancî û soranîwekî du zimanên cuda bijmêrin ew jîteşqeleyeke din e lê xwezî hemûteşqeleyên me wekî vê yekê bûna).Ez gelek hez ji zimanên Belkanan jîdikim wek bulgarî, sirbî, makedonî,korwatî, elbanî, hingarî, îtalî, yûnanî(ya kevin û ya nû) û hinekî polonî ûswêdî. Lê nikarim ku bêjim ez wanbaş dizanim. Ez hinekî bi zimanêndin ên afrîkî dizanim ji bilî erebî ezamharî zimanê Etyubyayê û hinekîsiwahilî jî dizanim û piçekî hewsayîjî lê min ew ziman ji bîr kiriye ji berku ji zû de ez pê napeyvim. Jizimanên Amerîkayê (zimanênsorpêstan) divê em vê gotinê bi karneynin ji ber ku ne bi dilê wan e lêmebesta min xelkên resen ênAmerîkayê ango hindiyên sor an jîhindiyên Amerîkayê tenê zimanêçerokî min xwendiye û ji zû de minbi kar neaniye û behra bêtir min ewji bîr kiriye.

Berî niha jî hin ferhengênîngilîzî-kurdî hatine çapkirin, geloçi cudahiya vê ferhenga te ji yênberiya xwe heye?

Ferhenga Birûskî çapa duyem aferhenga min bi xwe ye, ew gelekîberfirehtir e û şaşiyên di çapa yekemde hatine sererastkirin. Ew ji sêbergan pêk tê yekem û duyem kur-mancî-îngilîzî ne û ya sêyemîngilîzî–kurmancî ye lê di rastiyê deew fehrest e û gelekî kurtir e, ji berku ez li ser zimanê kurdî dixebitimne yê îngilîzî. Berga sêyem neynikeke ango ya ku di her du cildên din deheye wekî neynika wan peyvan e.Ew mirovî vedigerîne her du cildênpêşî. Ez hewl didim bo hemû peyvanrastnivîsa wan a bi latînî û bi erebî liber hev deynim û eger navdêr be za-yenda wê gotinê ka nêr e an mê ye ûteşeyên tewangê û izafeyê. Wekmînak: Şivan (nêr) şivanê me; şivên,vî şivanî. Hemû ew teşeyên peyvaşivan an şivanî tê de hene. Piştîhingê çend hevokên nimûneyî yênbikaranîna wê peyvê û hekehevwateya wê hebe ez wan jî berdestdikim û piştî hingî etîmolojî angodîroka peyvê eger peyveke kevnar azimanên îranî be ez beramberî wê yafarisî û ya avestayî û reha wê yahindo-ewropî didim û eger bi soranî,zazakî û kelhorî hebin ez wan tevandixim navê. Eger gelek şikil ûteşeyên wê peyvê hebin mirovdikare li gor wan hemû teşeyan lipeyvê bigere. Wek mînak pîvaz heyeli hin deveran dibêjin pîzav mirov

dikare li gorî pîzavê jî li gotinêbigere lê dîsa jî ew gotin dê te veg-erîne ser pîvazê. Birûsk Doganhevalekî min bû. Ew ne tenê heval lêdestbirayê min bû ku berî 2-3 salançû ber dilovaniya xwedê. Ew hînagelekî cihêl bû, ew 47 salî bû. Minxwest ku bîranîna ebedî ya wî dest-birakê xwe bikim û wiha min biryarda ku navê wî li ferhengê bikim ûwiha navê ferhenga min bû ferhengaBirûskî.

Wekî zimannasekî gelo dêbersiva we çi be ji bo kesên kudibêjin zimanê kurdî gelekî qels e ûji çend gotinan pêk tê û rista zi-manê kurdî di nav zimanên Rojhi-lata Navîn de çi ye?

Di rastiyê de ez dudil im gelotiştên wiha bêmane divê em bersivawan bidin an jî em gotinên wanbavêjin pişt guhê xwe. Bêguman zi-manê kurdî zimanekî gelekî dewle-mend e. Çapa yekem a ferhenga minzêdetir ji 890 rûpelan pêk hat. Yaduyem ji sê bergan pêk tê. Ne hewceye ku em wan îqna bikin ewnaxwazin bawer bikin ku zimanêkurdî zimanekî rasteqîne ye. Kêfawan e lê di rastiyê de zimanê kurdîeger em zimanê hindo-ewropî wekîdarekê bifikirin gelek şaxên wêhebin zimanê hindo-arî şaxeke ji wêdarê ye; farisî, kurdî, zazakî û goranîew jî zimanên kurdistanî ne û zi-manê sansikrîtî û zimanên (keç) yênku jê hatine wek ordu, hindî, nepalî,huncabî û maratî, koçeratî û hinek

din jî hene. Lê ez çima dibêjim kurdîû zazakî ji hev cuda ne ji ber ku bimin kurmancî dibe soranî ango gavamirov ber bi başûr û ber bi rojhilatve diçe kurmancî dibe soranî. LiAkirê, li Behdînanê wek dibêjin libaşûrê Kurdistanê gava mirov ji wirderbasî herêma soran dibeRawandûz tixûbê di navbera soranî ûkurmancî de ye. Her wiha soranî kukurdiya naverastî ye li Mukreyan ûHewlêrê heye û Senendec piştî wêmirov derbasî tixûbê kelhorî dibe(Kirmanşan, Dînawer û wan dev-eran) yanî hêdî hêdî kurmancî dibesoranî û hêdî hêdî soranî dibe kel-horî.

Gelek kurd hene bi kurdînizanin û dibêjin em êdî nemadikarin kurdî hîn bibin, gelo hîn-bûna zimanekî ewqasî zor e, tu ji bowan kesan çi dibêjî û di hebûn ûdomdariya cîvakan de rista zimançi ye?

Rast e ji dewletê mirov nikarebixwaze ku destûrê bide perwerdeyabi kurdî, ez qebûl nakim lê mirovnikare wan ji cî bilivîne an jî vê yekêferz bike. Lê çareseriya min ji bo wêyekê ev e; bi riya radyo, televizyon ûînternetê mirov dikare kursên rojanebo zarokên kurdan çêbike. Lê dirastiyê de di pêş de divê emqadroyek mamosteyan perwerdebikin ku sîstemeke standart bê afi-randin û ku hemî mamoste li gor wêbên perwerdekirin. Bi qasî ezdizanim gavên wiha li Rojava hatinavêtin divê em wan wekî bingeh bikar bînin û berfireh bikin. Bi dîtinamin ji bo perwerdekirina zarokênkurdan divê ku zarok bi her du zar-avayan kurmancî û soranî perw-erdeyê bibînin.

Her sal gelek ziman wenda dibinû di vê demê de ku metirsiyek ji bokurdî jî heye, gelo li gorî te li bakurdivê kurd zimanê xwe çawa bi-parêzin?

Bersiva min bo vê pirsê gelekîsade ye. Divê hemû dayik û bavênkurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdîbipeyvin. Li derve dikarin bizimanekî din bipeyvin lê mirovdikarin biryar bidin ku di nav malaxwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirovji zarokên xwe re bêje heke tu bizimanekî din bi min re biaxivî ezbersiv nadim te. Mirov dikare sîstemabavêtiyê ji bo tiştên baş jî bi kar bîne.Gotina bavê min wisa ye û eznewêrim jê derkevim û divê ezbêdilya wî nekim. Divê mirov bizarokên xwe kurdî bide xwendin ûstranên xwe bide guhdarkirin ûhezkirina xwe bo zimanê xwe û çandaxwe wergerîne ser zarokên xwe angoser nifşên nû. Heke kurd wiha nekindibe ku zimanê kurdî piştî 20-30salên din ji holê rabe. Hinek kes jîdibêjin kurd zehf in û metirsiyek wihatune ye heke ez wisa nekim jî wêgelek kesên din wisa bikin ev yek şaşe. Divê her yek ji alî xwe ve wisa bikeû li hêviya kesekî/e din nemîne. Hekeher yek li benda keseke/î din bimînedê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yekdê gunehê kurdan bi xwe be negunehê dewletên desthilatdar be.

Divê hemûdayik û bavên

kurd bizarokên xwe

re tenê bikurdî

bipeyvin. Liderve dikarin

bi zimanekîdin bipeyivin

lê mirovdikarin biryar

bidin ku di navmala xwe detenê bi kurdî

biaxivin ûmirov ji wan

re bêje heke tubi zimanekî

din bi min rebiaxivî ez

bersiv nadim

� Rizoyê Xerzî

HEKE ZIMANÊ KURDÎ JI HOLÊ RABE GUNEH Ê KURDAN E

Michael L.Chyet

kî ye?

Zimannas Michael L.Chyet di sala 1957’an li

Cincinnati, Ohio yaAmerîkayê hatiye

dinyayê. Li gel gelek zi-manên ewropî ew bi zi-manê erebî, ibranî, tirkî,

farisî, kurmancî û so-ranî jî baş dizane.

Beriya demekê fer-henga wî ya kurmancî-

îngilîzî ji aliyêweşanxaneya Yale Uni-

vesity Press ve liAmerîkayê hatiye çap-kirin. Di ferhengê depeyvên kurdî bi tîpênlatînî û erebî hatinenivîsandin. Demekêwekî berpirsê beşakurdî ya RadyoyaDengê Amerîkayê

xebitiye. Her wiha wekîprofesorekî cihê xwe dinav xebatên zanîngehaWashingtonê û Enstî-

tuya Kurdî ya Parîsê degirtiye. Li pirtûkxaneya

Kongreya Amerîkî liWashingtonê kar dike.

9-15 Adar 2020Hevpeyvînxwebûn04

Zarokên xwe hînî kurdî bikin

rupel 4+++:Layout 1 6.03.2020 20:50 Page 1

Page 5: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

Samî Tan

Bersiveke pêwîstVê hefteyê ez dixwazim bersiva hineknirxandinên Îbrahîm Seydo Aydoganî derbarê rêzimanê da bidim. Ew demek e,Îbrahîm Seydo Aydogan jî wekî gelekkesan der barê Rêbera Rastnivîsînê dabîr û boçûnên xwe bi zimanekî nîvhenekîdinivîse. Di nivîseke xwe da Aydoganî bivan gotinan qala min kiriye: “Babet ne sîs-tema deman e, lê Samî Tan behsa « dema bê yanêzîk » kiribû ku ji Rêzimana Joyce Blau gir-tibû. Joyce Blau û Veysî Barak bi hev re ew rê-ziman bi fransî nivîsîne. Ya ecêb ew e ku SamîTan bi fransî nizane û Joyce Blau jî bi kurdî ni-zane. De were û parçeyan ji canê xwe neke! «Dema bê ya nêzîk » demeke sîstema fransî yeku canikê xwastiye weke pîne bîne kurmanciyê.Samî Tan mînaka « Ez dikim bikevim » dide,digel ku di vê hevokê de amadekariya dema bênîne û ne weke « Ez ê bixwim » e. Bi fransîdema bê ya nêzîk, demeke serbixwe ye û di şûnadema bê bi xwe de tê bikaranîn ku êdî nêzîk ûdûr tê de nemaye.”

Tiştê balkêştir ev e ku kekê Îbrahîm libal xwe fantazîyek çêkiriye û li ser wêrexneya xwe ava kiriye. Min ne ew pir-tûka Joyce Blau û Veysî Barak dîtîye, nehaya min jê heye. Her wekî ew dibêje, ezbi fransî nizanim, lê belê heke kekê Îbra-hîm destûrê bide, ez bi îngilîzî dizanim,di îngilîzî da jî demeke nêzî vê demê heyeku jê re “Near Future Tense” tê gotin kuwergera wê jî dema bê ya nêzîk e.

Mînak:This weekend I am going to shopping with

my friends (Dawîya vê hefteyê ez dikim tevî he-valên xwe kiryarîyê bikim.)

Kekê Îbrahîm, heke cenabê te destûrêbide, ez bi farisî jî dizanim, di farisî da jîdemeke nêzî vê dema kurmancî heye. Ewjî vê demê bi alîkarîya lêkera “daşten” bidest dixin, ji vê demê ra jî dibêjin, لاح‘یرارمتسا (halê istimrarî) yanî dema nihaya domdar.

Mînak:(darem mirevem) مراد موریمEw jî ji alîyê wateyê ve gelekî nêzî

forma “ez dikim biçim” e. Her wiha di zi-manê farisî da dema bê jî bi lêkera alîkar“xasten” tê bidestxistin.

Mînak:متسود ار مهاخ دید (dûstem ra xahem

dîd)Îcar em werin ser mijara têkilîya

xuyang (aspect) û demê. Di demê dacihê bûyerê li ser hêla demî li gorî cihê kubêjer dipeyive tê destnîşankirin. Bonimûne, di dema niha da bûyer di demaaxaftina bêjer da, di dema borî da bûyerberî axaftina bêjer û di dema bê da bûyerpiştî axaftina bêjer pêk tê. Heçî xuyang e,ew der barê bastûra demî ya bûyer ûrewşê da, pê ra jî der barê awayêpêkhatina wê ya di demê da agahîyandide.

Xuyang di lêkeran de qala nîşaneyênlêkerî dike, ew yên ku mawe û domdarîyarûdan û qewimînê nîşan didin. Dixuyangê da mirov bala xwe dide alîyênmîna ka kar qedîyaye yan jî neqedîyaye;didome yan jî dubare dibe û hwd. Li gorîvê pênasekirinê mirov dikare hemûdemên ji bilî her sê demên sereke yên kuli ser hêla demê tên nîşandan, wekîxuyang bi nav bike. Her wiha wekî dembinavkirina van forman jî ne li dijî pî-vanên zimannasîyê ye. Her wiha di gelekzimanan da dem û xuyang li gel hev ha-tine pênasekirin, sînorên her dukan wisabi zelalî nehatine destnîşankirin.

9-15 Adar 2020Wêje û Zimanxwebûn05

Ziman û Raman

Gava zarok bûm, qesîdebêj û xe-zelxwan dibûn mêvanê me û jêhelbest dixwendin. Min digot qeyew helbest ayet in. Ji kana Kurdîwerdibûn. Îca feqe û alimên ci-vatê bi cizba diketin, hin kes sobasor didan ber dilê xwe, hin ji wanserê xwe li dîwaran dixistin.

Helbestên Melayê Cizîrî kirinku jiyana sor bidim ber dilê xwe ûserê xwe li dîwarê hicrika seydayîbixim heya bibe xirxirk!

Her dibêjim, “Wêje ji cîhanêmezintir e, Melayê Cizîrî jî ji wê-jeyê mezintir e!” Gava nêzîkî Dî-wanê dibî, oqyanûsek diçelqile.

Te dît suhbetek helbestkî yaCizîrî û Feqiyê Teyran heye. Dihin metnên Bakurî de dibêjinê“danberhev” an jî “munazarat.”Arif Zêrevan ku çapeka rind aDîwana Melê amade kiriye dibêje“hevdubêj.” 50 sal berê Abdulre-qîb Yûsuf di Dîwana Kurmancîda gotiye “berekan.”

Mela û Feqî bêyî dilê hev bi-hêlin û gotinên xwe li hev siwarbikin, olaneka hevpar tînin zimên.Ber bi dawiya berekanê ve pesnêhev didin. Feqî dibêje: “Di zum-reya mîhrdaran / Tu roj î, ez hêtav im.” Mela dibêje: “SenexwanêFeqeh im / Evroke li Cizîrê.”

Ez jî dibêjim: “Ger siya Melayîhebit / Me bi rozê çi hacet?”

Em dikarin hemû wêjeyaKurdî ya piştî Cizîrî, wek siyaMelê bibînin. Kesek nîne di hel-besta Kurdî de ku silavek nedabê.

Heke em siya wî bin û yekî wekewî ji Cizîrê rabûbe, divê em behsadu xalên girîng bikin: 1) CizîraBotan bajarekî ewqas pêşketî bûku helbestkarekî ewqas mezin we-lidand. 2) Divê beriya Melê û diserdema wî da bi dehan helbest-karên mezin rabûbin ku rojekwisa ji nav wan hil bibe.

Heke em siya Melê bin, naxwehelbestkêr hem bo roja xwe go-tiye hem bo roja me. Divê emherdu rojan ji hev derxin. Ne çavêroja îro bo roja çûyî rastiyê dibîne,ne çavê roja çûyî roja îro dibîne.

Bo çi dibêjim? Di wêjeya kla-sîk de klîşe (mezmûn) hene. Sim-bol in û wateya xwe cuda ne. Wekmînak Teter postevan e, Tirkmaşûq e, Hindî xal e, nêrgiz çav e,tîr bijang e.

Heke ev peyv simbol bin ûqest ji wan sewirandina eşq û ma-şûqê/î be, ya Mela dike dareka bi-lind a em li binî çi ye?

Îca werinê.Helbesta klasîk pala xwe daye

Nû-Platonîzmê ku di her warî deîdeayek heye. Wek mînak, ideayaçiyê “Kuhê Bêsitûn” e. Gava hel-bestkar behsa çiyê bike, divê navêçiyayê Bêsitûnê hilde. Lê çiya boMelê, Qendîl e ku dibêje: “Tunarê firqetê zanî / Dikarim ez te-hemmul kim / Diyarê kohê Qen-dîl im / Meger fîl im di eşqê da”(42).

Helbet bajar û welat jî simbo-lîk in, lê Mela Kurdistanê jî dike

simbol: “Tenha ne Kurdistandidin / Şîraz û Yeng û Wan didin/ Her yek li ser çehvan didin / JiEspehan têtin xerac” (76). Dîsadibêje: “Bi tebilxaneyê şahî weretext / Ko tu îro şehê Kurdistan î”(243).

Gava behsa Dîcleyê tête kirin,dibêje: “Da binasî xeterên rê tunebî xafil-i jê / Dicle ye lê di pirin bir birê pêl û ber û merx” (88).Wek tê zanîn simbola feyz û coşêdi helbesta klasîk de Nîl e. LêMela wiha dibêje: “Feyza meşubhê Nîl e em Dicle û Ferat in”(113).

Di helbesta klasîk de tekyemeyxane ye, mirîd zarokên agir-perestan in, mirşîd jî pîrê Zerduş-tiyan e. Lê li nik Melê, Laleş dibesimbol: “Dilgeşte min ji dêrênaçim kenîşteyê qet / Mihrabê wê

bi min ra wer da biçîne Laleş”(112).

Qralek dixwaze bihuştek li cî-hanê çêbike li Hîcaz an jî Suriyaîroyîn. Jê re dibêjin “Baxê Îrem”,yanê baxçê bihuştê. Lê binêrinMela çi dibêje: “Gulê baxê IremêBohtan im / Şebçiraxê şebê Kur-distan im” (272). Ecêb e.

Mela ecêb e. Dizane çi ban-dora helbesta xwe heye ku dibêje:“Sed Çîn di xwe da girtiye zulfa tebi çîn / Şi‘ra me û heq lew çûheta Maçînê” (251).

Me ti gazin tune, Kurdî dayeme, em şad in li bin siya Melayî.

Çend Nîşe: 1. “Senexwan”meddah û pesndar e. 2. Mebest ji“roz”ê “roj” e ku di Dîwanê deMela dibêje “roz.” 3. Jimara rûpe-lan ji çapa Hewlêrê didim: 2007,Amd. Arif Zêrevan, Dezgey Aras.

Mertal

Selîm TemoKurdayetî di Helbesta

Melayê Cizîrî de

Ger gotinên xweş dixwazî wer kurdî bixwîne

Ger gotinên xweş dixwazî werkurdî bixwînê

Te bi farisî, erebî û bi tirkî çihacet

Ziman, zimanê bav û kalan eZiman dayîna Xwedê yeMîrasa sedsalan e

Ev zimanê qedîm û şêrîn wê heybimîne, heta ebed

Em ê biçin û ew ê bimîneZarok û nevî wê biçin lê ew ê

her bimîneZordest û zalimê biçin lê ew ê

her bimîne

Her tişt bi zimanê mirovî xweşe. Şer, azadî, evîn, gotinên xweş,dijûn (sihef, xeber), laqirdî, zanîn,feza hema tu çi bêjî bi zimanê mi-rovî xweş e. Hemû ziman wek hevşêrîn û xweş in. Zimanek ji zimanêdin ne çêtir e. Hemû ziman têra hertiştî dikin bes bila hişê me têr be.

Meriv dikare bi zimanê xwe dilû mejî rehet bike. Ji bilî zimanêrastîn yê jîyana me ti ziman nikare

dilê meriv rehet bike. Tenê zimanêbav û kalan dilê merivan rehetdike.

Kurdî di her qada jiyanê de jixwe re hêlînên delal çêkirine. Besbila çavên me ji delaliyê fam bike ûhişê meriv ji zanînê. Wê demêmeriv tamek mezin ji zimanê xwewerdigire û meriv pê serfiraz dibe.Ev jî tenê bi xwendinê dibe. Xwen-din, xwendin û xwendin lê xwen-dina rastî. Xwendin e ya me azaddike. Xwendin e ya me dighîne astamirovahîya bilind.

Di destpêka misilmantîyê bixwe de jî dema Cebraîl ji ezmanantê ba pêxember jê re emrê Xwedêyê pêşî dibêje. Ew jî “Îqra” ye ango“bixwîne” ye. Xwedê teala jî di-zane ku kesê/a xwende her dem wêrastîyê bibîne û wê ji şaşîya xwevegere û bikeve rêya rast. Lewmaemrê wî yê pêşîn “Bixwîne” ye.Divê em jî bixwînin û bibin zana ûtêkevin rêya rast.

Divê em bixwînin û hay ji xwehebin, hay ji dîrokê, hay ji çîrokêû ji çanda xwe. Gava me xwendem ê li xwe xwedî derkevin û didawîya dawîn de em ê serfirazbibin. Lê divê hemû xwendinênme bi zimanê me bên kirin. Ji boilm û zanînê divê meriv bi zimanêdin jî bixwîne û wan berhemanwergerîne zimanê xwe da ku zi-manê me di her qada jiyanê de hê-lînên nû ji xwe re çê bike. Ji bo vêyekê jî divê em xwe hînî zimanênnû bikin û ji wan zimanan bo zi-manê xwe wergerê bikin.

Berê Xanî, Feqî, Cizîrî, Cela-det û Cegerxwîn hebûn û niha jîgelek neviyên wan di rêya wande derbas dibin. Ji bo zimanêxwe kevir li ser kevir dikin ûdibin mîmarê dîwarê xwe. Divêmeriv mil bide wan û ji bo dî-warê ji bo me hatiye lêkirin xiz-metê bike. Divê meriv berhemênwan bixwîne. Hema neyê xwen-din jî divê di her malekê de Memû Zîna Xanî, Dîwana FeqîyêTeyran û Dîwana Melayê Cizîrîhebe. Çawa di her mala misilma-nekî de Quran hebe û neyêxwendin jî li ber çavan û di qew-likê xwe de ye. Divê berhemênXanî, Feqî û Cizîrî jî di her ma-leke kurd hebin.

Divê meriv dîwarê ku wan lê-kirî hilde jor wekî mîna Birca

Babîlîyan dîwarê xwe bilindbike. Belkî wê çaxê Xwedê dî-warê me bibîne û belkî alîkarîyêbide me.

Emanet di xizmeta zimanêxwe de bin û ji bo zimanê xwexizmetê bikin. Aliman rê ji me revekiriye. De werin xwişk û bira-yên delal wekî ehlê rê bikevin rê.Di vê rêyê de ji can û dil bixebi-tin. Xebat û xwendina we wêbibe felat ji bo me lê betalî wê jime re bibe koletî, de werin û guhbidin van gotinên Şêx Mûşerref:“Kesê xwenda muheqqeq heremir e / Nexwenda her wekîpîvaz û sîr e”.

Emanet di xizmeta zimanêxwe de bin û ji bo zimanê xwexizmetê bikin.

Meriv dikare bi zimanê xwedil û mejî rehet bike. Ji bilîzimanê rastîn ê jiyana me tiziman nikare dilê meriv rehetbike. Tenê zimanê bav û kalandilê merivan rehet dike

Mela Mihyedîn

rupel 5+++:Layout 1 06.03.2020 20:29 Page 1

Page 6: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Rojevxwebûn06

Ji bo yekitiyê sekneke hevparLi her çar parçeyên Kurdistanê herçiqas geşedanên ku rojevê diguherî-nin derdikevin holê jî, dîsa jî ji bokurdan yekitî mijara herî girîng e.Di demên borî de xebat, civîn, kon-ferans û komxebat li Ewropa, Başûr,Bakur û Rojava hatin kirin. Van xe-batan bandor li raya giştî kir ku êdîli her qada jiyanê qala girîngiya ye-kitiyê bê kirin.

Yekitiya neteweyî rojeva serekeya gelê kurd e. Ligel geşadanên herçar parçeyên Kurdistanê dîsa jî nî-qaşên der barê yekitiya neteweyî dedidomin. Jin, ciwan, pîr û kal êdîdixwazin xewn û xeyalên xwe pêkbînin û dixwazin kurd bên cem hev.Her kurdek êdî di ferqê de ye kuwekî av û nan yekitî hewce ye. Lidijî êrîş, dagirkerî, polîtîkayên bişaf-tinê, nenaskirina nasnameyê û tune-bûna statuyê divê êdî seknekehevpar bê nîşandan. RojnamegerJîno Mihemed, Dilêr Ebdulrehman,endama Desteya Tevgera AzadiyêŞehên Mihemed û çalakvanê xeba-tên civakî yên sivîl Saman Celal balkişandin ser girîngiya yekitiyê.

Di nav civakê de qurbanên se-reke her tim jin in û desthilatdar jî lihemberî jinan û bi taybetî jî li hem-

ber jinên kurd polîtîkayên taybetdiafirînin. Endama Desteya Tev-gera Azadiyê Şehen Mihemed jî balkişand ser vê mijarê û got: “Li dijîpolîtîkayên desthilatdaran divê yeki-tiya jinan xurt bibe. Dema yekitiyajinan xurt be dê bandorê li ser yeki-tiya neteweya kurd jî bike. Jinênkurd her tim dikarin pêşengiya yeki-tiya neteweyî bikin.”

Rola jinên başûrî girîng eDi demên dawiyê de li başûrê

Kurdistanê hewldana jinan girîng e.Jin bi xebat û têkoşîna xwe dixwa-zin di qada siyaset, aborî, tenduristîû hwd. de xwe bi rêxistin bikin ûtemsîliyeta jinan derxin holê. Mihe-med, di axaftina xwe de destnîşankir ku ligel hewldana jinan a temsî-liyetê hewldana wan ji bo yekitiyaneteweyî jî girîng e û wiha dom kir:“Hêza jinên Başûr jî heye ku pêşen-giya yekitiya neteweyî bikin.”

Li Başûr jin ji bo pêkanîna yeki-tiya kurd gelek çalakî û bername lidar xistin û her wiha tev li xebatênyekiyê jî bûn. Rojnamegera jin JînoMihemed jî wekî Şehen Mihemeddi axaftina xwe de bal kişand ser

pêngava yekitiyê û wiha dest biaxaftina xwe kir: “Tirkiye dizane kudema yekitî pêk were dê bandoraxwe ya li ser kurdan wenda bike. Jiber vê jî êrîşên xwe bi her awayî di-domîne. Hêza me jinan heye ku embibin pêşengên yekitiyê, hêzê bidinxebatên yekitiyê û li dijî êrîşan bise-kinin.”

Li her çar parçeyên Kurdistanêpolîtîkayên cuda tên meşandin. Roj-namegerê başûrî Dilêr Ebdulrehmanjî mijara êrîşê û yekitiyê wiha nir-xand: “Yekitiya neteweyî ya kurdanli dijî dagirkerî û parçekirinê gelekgirîng e. Pêkanîna yekitiya neteweyîerkeke niştimanî ye.” Ebdulrehman,di axaftina xwe de bang li rêxistin,

sazî û partiyên siyasî kir û got:“Divê rêxistin, sazî û partiyên siyasîdev ji berjewendiyên xwe yên hizbîberdin û li dijî hemû gefan ji bo pê-kanîna yekitiyê bixebitin.”

Erka sereke yekitî yeLi ser girîngiya yekitiyê jî çalak-

vanê xebatên civakî Saman Celal jîdiyar kir ku heke yekitî pêk neyêkurd tu carî nikarin bigihêjin arman-cên xwe. Celal mijar wiha nirxand:“Parçebûna niha ya di nav kurdande, ziyanê dide kurdan. Dijmin jî jiparçebûnê sûd werdigire. Ji bo vê jîerka sereke ya partiyên siyasî û rê-xistinan ew e ku yekitiya neteweyîpêk bînin.”

Piştî salên 2000’î rêjîma Sedam Huse-yîn li Iraqê li ser destê hezên hevpey-man bi serokatiya Amerîkayê hathilweşandin. Di encama wê de li ba-şûrê Kurdistanê herêmeke federal hatdamezirandin û sala 2003’yan parla-mento hat damezirandin. Bêgumanev ne li gor kêf û xweşiya erebên ni-jadperest û rêjîmên wekî Sûriye û Tir-kiye û Îranê bû. Her yek li gor rewşaxwe li hember kurdan bi awayekî tev-geriyan. Xwestin ku ew hewa azadiyêya ku bi ser kurdên Iraqê ve hatî ban-dora xwe li kurdên di nav sînorênwan welatan de neke.

Di 12’ê Adara sala 2004’an de libajarê Qamişloyê di navbera tîmaCîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dê-razorê de maça futbolê hat lîstin. Lêdema lîstikvan û gel derbasî stadyumêbûn, komên nijadperest ku ji berê deji aliyê rejîma Baas ve hatibûn erkdar-kirin, dirûşmên li dijî gelê kurd ‘Hil-weşin rêberên kurdan û bijî SedamHisên’ berz kirin. Li gel dirûşman jî bikeviran êrîşî kurdan kirin. Polîs û leş-kerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn ûhemû deriyên stadyumê girtin.

Endamên rêjîma Sûriyeyê dest biêrîşa li ser cemaweriya Qamişloyêkirin. Divê alîgirên tîma Fitiweyê dibeşa mêvanan de cih bigirin, lê rêjîmaSûriyeyê bi zanebûn ew tev li alîgirêntîma Cîhadê kirin.

Dema alîgirên tîma Fitiweyê û Cî-hadê bi hev ketin, hêzên rêjîmê bi fer-mana parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl,yekser mudexele kirin û bê ser û bergule li beşa alîgirên klûba Cîhadê re-şandin. Ev tişt di dîmenên ku dezge-hên çapemeniyê di wê demê de belavkiribûn diyar bû. Di encamê de 9kesan ku di nav de 2 zarok jî hebûnjiyana xwe ji dest da. Piştî ku agahîbelav bû, bi sedan ciwanên kurd berêxwe dan stadê, tevî ku hêzên rêjîmênehiştin derbasî stadê bibin, ji ser dî-waran derbas bûn û piştgirî dan bi-rayê xwe yên di nav stadyomê de û bivî awayî pevçûnan rû da. Berpirsê pa-rêzgeha Hesekê di wê demê de SelîmKebûl bû, ferman da ku gule li kur-dan bireşînin, ji ber vê yekê hejmareksivîlên kurd şehîd û birîndar bûn.

Piştî van êrîşan gelê kurd li roja-vayê Kurdistanê û hemû bajarên Sûri-yeyê yên ku kurd lê dijîn daketinkolanan û nerazîbûna xwe li dijî re-jîma Baasê anîn ziman.

Fêkiyê wê şoreşêDi sala 2011’an de bi destpêka bû-

yerên li Sûriyeyê yên di bin bandora‘Bihara Erebî’ de, gelê kurd beriya herkesê amade bû ku tev li serhildanêbibe. Deverên xwe ji rejîmê paqijkirin û li dijî komên çete û tundîparêzberxwedaneke bêhempa dan meşan-din. Bêguman destkeftiyên ku niha lirojavayê Kurdistanê hatine bidestxis-tin jî mirov dikare wan wekî fêkiyênwê serhildana gel bi nav bike.

Xuya dibe ku îro kurdên rojavayêKurdistanê piştî 16 salan ji wê serhil-danê xwedî vîn û xweseriyeke taybetin. 16 sal di ser serhildana Qamişloyêre derbas bûn û navê Stada 12’êAdarê ya ku rêjîma Sûriyeyê hewldida ew biguherîne stada fîtneyan,xistin û windakirina kurdan. Lê belêniha bi hewldana rêveberiya xweserstad bû cihê hemû pêkhateyên Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê.

Serhildana12’ê Adarê

Hozan Emîn

Navenda Nûçeyan Li dijî parçekirin û dijminatiya kurdan êdî sekneke hevpar hewceye û ev tişt jî bi avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan pêkan e

Raperîna Başûr serfirazî ye

Ji beriya 29 salan xelkê başûrêKurdistanê li dijî zilm û dagirke-riya rejima Baasê serî rakir û hi-kûmeta xwe ava kir.

Di 5'ê adara 1991'î de xelkêbaşurê Kurdistanê yekem car liRanyayê li dijî rejîma Baasê serîrakir û piştre ev serhildan belavîtevayî bajar û navçeyên başûrêKurdistanê bûn. Di êvara 20’êadarê de bi rizgarkirina Kerkûkêre raperîn bi dawî bû û rejimaBaasê ji axa başûrê Kurdistanê hatdûrxistin. Lê piştî hefteyekê diroja 28’ê adarê de rejima Baasêcareke din êrîş kir û Kerkûk dagirkir. Her wiha li dijî tevayê başûrêKurdistanê dest bi êrîşê kir. Evêrîş jî bû sedem ku xelkê Başûrber bi bakur û rojhilatê Kurdistanêve koç bike.

Di tîrmeh û cotmeha hemansalê de careke din xelkê başûrêKurdistanê bi pêşengiya EniyaKurdistanî li Hewlêr, Silêmanî ûDihokê serî rakir û tevayê saziyênrejima Baasê ji nav xwe derxistin.Piştî wê di 19’ê gulana 1992’yande yekem car hilbijartinên parla-mentoyê li başûrê Kurdistanê hatlidarxistin û parlamento hat avaki-rin. Di parlamentoyê de ji 105

kursiyan 5 kursî ji bo pêkhateyêndin hat dayîn.

Bi minasebeta salvegera rape-rînê ya 29’emîn konseya rêveber aKongreya Neteweyî ya Kurdis-tanê (KNK) daxuyaniyek da ûdiyar kir ku serhildana 1991’î, gu-herîneke mezin bû di dîroka Kur-distanê de. Konseya KNK’ê,destnîşan kir ku wê serhildanê,parlamento û hikûmeta herêmaKurdistanê li pey xwe anî û di dî-rokê de bû destkeftiyên neteweyîû niştimanî.

KNK’ê di daxuyaniyê de diyarkir ku xelkê Kurdistanê bi giştî jibo van destkeftiyan şa bûn û wihahat gotin: “Her çend ku ev ezmûnbi qonaxên pir zehmet û nakoki-yên dijwar û şerê navxweyî re der-bas bû jî, lê belê gelê me her wekdestkefteke neteweyî û niştimanîdibînin û diparêzin. KNK’ê di da-xuyaniyê de destnîşan kir ku disalroja serhildana mezin a gelê ba-şûrê Kurdistanê de em vê serhil-danê bi şanazî dinirxînin.Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Jibo başûrê Kurdistanê jî hêvîxwazin qeyrana aborî û siyasî ji holêrabe. Em careke din serhildanamezin a başûrê Kurdistanê pîrozdikin, serê xwe bo hemû giyan-bextkerên xebata rewa ya gelêxwe ditewînin.”

Agirbesta Idlibê ket meriyetêSerokdewletê Rûsyayê Vîlade-mîr Pûtîn û serokkomarê tirkRecep Tayyîp Erdogan di 5’êadarê de li Moskowê ji bo Id-libê civiyan. Di civînê de bir-yara agirbestê derket û ji boIdlibê ‘belgeyek hevpar’ jî hatragihandin. Li gorî hevdîtin ûrewşa heyî Tirkiye destvala ji ci-vînê veqetiya. Her wiha çeteyênli vir jî naxwazin ji herêmêderkevin. Agirbesta ku hatî îlan-kirin baweriyê nade hemû ali-yan. Gelo agirbest dê bandorekçawa li têkiliyên di navbera re-jîma Sûriye û Rûsyayê, têkiliyaTirkiye û Rûsyayê, her wiha Tir-kiye û Amerîkayê bike ne diyare. Bi taybetî agirbest dê bandoraxwe li siyaseta Tirkiyeyê jî bike.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê di27’ê sibatê de li Idlibê li leşke-rên tirk xistin û bi dehan leşkermirin. Piştre trafîka diyalogêdest pê kir. Civîna Pûtîn û Erdo-gan 2 saetan dom kir. Heyetênaliyan jî civînek li dar xist. Piştîcivînê li ser agirbestê li hevkirin.

Beriya xwendina belgeyê,Pûtîn diyar kir ku: “Ji sersalê û virve faliyetên terorê yên li Idlibê zê-detir bûn. Bi awayekî fiîlî milîta-

nan dest bi şer kir. Her demê di dî-tina xalên hevpar de bi ser ketine ûli hev kirine. Îro jî heman tişt bû.Em li gel serwerî û yekparebûnaaxa Sûriyeyê ne. Piştî hevdîtinême belgeyeke hevpar amade ki-riye. Wezîrên karên derve yên herdu welatan dê vê belgeyê aşkerabikin. Ev belge wê şer bide seki-nandin û sivîlan aram bike.”

Erdogan piştî Pûtîn axivîdiyar kir ku rejîmê li sivîlandaye, îdîa kir ku armanca rejîmêew e ku Tirkiyeyê bixe zorê.

Belgeya hevpar ji aliyê We-zîrê Karê Derve yê Rûsyayê Ser-gey Lavrov û Wezîrê Karê Derveyê Tirkiyeyê Mevlut Çawişoglûve hate xwendin. Di belgeyê devan xalan cih girt: Li tevahî herê-mên ku alozî û şer lê hene dêhemû xebatên leşkerî di 6’ê adara2020’ê saet 00:01’î de bên ra-westandin. Li Bakurê rêya (M4)Heleb-Lazikiyê 6 kîlometre li ba-şûrê wê bi kûrahiya 6 kêlometrewê korîdoreke ewlekariyê bêavakirin. Di nav 7 rojan de dêbiryarên esas bên zelalkirin. Wêdewriyeyên rûs û tirk 15’ê adarêli ser rêya M4 ji devera Trûmbaheta Eyn El Hawarê dest pêbike.” MOSKOW

Navenda Nûçeyan

rupel 6+++:Layout 1 06.03.2020 21:34 Page 1

Page 7: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Rojevxwebûn07

Di 27'ê sibata 2020'an de li Girava Îmraliyêku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtîye agir bi daristanê ketibû. Walîtiya Bûr-sayê têkildarî şewatê daxuyanî da û angaştkir ku şewat ji ber çirûskên têlên ceryanêderketiye. Piştî agahiyan parêzer û malbatji bo hevdîtinê bikin serî li SerdozgeriyaBûrsayê da. Ji ber bertek, çalakî û daxuya-niyan 2’yê adarê malbat çûn Îmraliyê ûhevdîtin kirin.

Piştî 8 mehan malbatên Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar ûVeysel Aktaş çûn Îmraliyê hevdîtin pêkanîn. Ji ber ku serdêrê/a Hamîlî Yildirimnexweş bû, nekarî hevdîtinê bike. MehmetOcalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan rehevdîtin kir.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hev-dîtina bi Mehmet Ocalan re wiha got: "Ezbawer im HDP'ê kongreya xwe li dar xist.Ger li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tir-kiyeyê meseyeke dupê heye. Di nav tev-gera we de tevgerên çepgir jî hene. Bigiranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divêhûn jî bibin piyek. Hûn ê li wê bibin hêz.Ger ku meseyeke sêpê be nakeve. Meseyadupê pergal çiqas ji bo neketina wê hewlbide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana meew e ku kurd bibin piyê sêyemîn. Ji bobibin piyê sêyemîn mezinbûn divê. Her tiştbi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe.”

Ocalan, di hevdîtinê de careke din li serrêbaza çareseriyê sekinî û wiha axivî: “Hûnneçar in bibin hêz ku hûn dikaribin vanpirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navînû em nav lê bikin pirsgirêka kurd bi vîrengî dikarî çareser bikî. Heke tu nebî hêzdê kes pirsgirêkê çareser neke. Em dibêjinmese, mese dupê ye. Hûn neçar in bibinpiyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bihêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Hekehûn ked bidin dê bibe. Belê mese pêwîst e.Ev jî dê bi ked û xizmet ji bo gel bibe."

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de mijaraRojava û Sûriyeyê jî nirxand: “Li Rojavagelek eşîrên ereb hene. Kesên li Rojavaked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatawan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîrozdimeşînin. Serkeftinê ji wan re dixwazim.Tirkiye geh bi Amerîkayê geh jî bi Rûs-yayê re ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e;divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûnaSûriyeyê de bi awayekî hîn berfirehtirbibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûnaSûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava jibo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbû-nên li wir; kurd ereb, ermen û xiristiyanheke nebin hêz dê sibê nikaribin yekpare-bûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Ro-java gelek rast e, silav û rêzên min bêyîcudatî bigihînin hemû kesên ku li wir dixe-bitin û ked didin." STENBOL

‘Divê kurd bibin piyêsêyemîn ê meseyê’Di navbera sînoran de asê man!

Li Tirkiyeyê 5 milyon 678 hezar û800 penaber û koçber dijîn. Piştîleşkerên tirk li Idlibê mirin rayeda-rên Tirkiyeyê daxuyanî dan û gotinderiyê sînor hatine vekirin û pena-ber dikarin biçin. Piştî daxuyaniyêbi dehhezaran penaberan berê xwedan deriyê sînor. Rewşa penaberanniha di rojeva cîhanê de ye.

Her penaberek bi xeyalekecuda bi rê dikeve û mirinê dideber çavên xwe. Lê di her rêwitiyêde xeyal pêk nayên. Ji ber ku diher qonaxa ku xwe digihînin deêdî xeyal têk diçin û tenê fikaramayîna li jiyanê dimîne. Şer, pev-çûn û xizanî sedemên sereke neku penaber welatên xwe diterikî-nin. Êdî li welatê xwe li bendamirinê nasekinin û ber bi mirinêve bi rê dikevin.

Sala 2019’an OrganîsazyonaKarên Civakî û Aborî ya Netewe-yên Yekbûyî der barê penaber ûkoçberan de raporek aşkera ki-ribû. Li gor raporê li cîhanê 272milyon penaber û koçber hene. Diraporê de tê gotin ku li Tirkiyeyêher ku diçe hejmara penaber ûkoçberan zêdetir dibe. Li gor ra-pora 2019’an 5 milyon 678 hezarû 800 penaber û koçber li Tirki-yeyê dijîn. Lê belê sala 1990’î evhejmar milyon û 163 hezar û 700bû. Sal bi sal hejmar zêdetir bûye.

Wargeha koçberan...Welatê ku herî zêde dibe war-

geha koçber û penaberan jî ba-kurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Lêrawestgeha yekem jî bajarê Wanêye. Her koçber û penaberek çîro-kek wê/î heye. Penaber û koçberli cihê ku dimînin bi êrîşa zayend,nijad, ol û neteweyî re rûbirû di-mînin. Lê belê li vir polîtîkayêndewletan jî hêzê didin van êrî-şan. Çend mafên penaber û koç-beran bi qanûn û pêymanênnavneteweyî hatibin teqezkirin jîev qanûn pêk nayên.

Nikarin mafê xwe biparêzinMafê her penaber û koçberî/ê

heye ku ji mafê perwerde, tendu-ristî, civakî û kar sûdê werbigire.Lê ev tişt wekî ku tê gotin nabe. Bitaybetî binpêkerina mafan herîzêde di qada kar de pêk tê û biheqdesteke kêm di nav şert û mer-cên herî nebaş de dixebitin. Nika-rin mafên xwe biparêzin. Di çîrokapenaberî û koçberiyê de rewşazarok û jinan bêtir xirab e. Zarok jiax, ziman, çanda xwe û mafê xweyê perwerdeyê dûr mezin dibin ûdibin biyaniyên biyaniyan. Lê herîzêde jin ji destpêka rêwitiya xweheta dawiyê bêhêvî ne. Ji ber kukiryarên herî dijwar li hemberîjinan tên kirin.

Ji ber vê sedemê Tirkiye ji boEwropayê li cihekî kritîk e. Dinavbera dewletan de lihevkirinekepolîtîk heye û berjewendiyên dew-letan bêtir li pêş in. Li vir jî pena-ber wekî amûrên siyasetê tênbikaranîn. Piştî ku li Idlibê leşke-rên tirk mirin, şantaja penaberanku Tirkiyeyê her tim li hemberEwropayê bi kar dianî, vê carê kirmeriyetê.

Tirkiye, ji bo çûyîna penaberana Ewropayê deriyên sînor vekirin ûastengiyên li pêşiya derbasbûnapenaberan ji holê rakirin. Bi deh-hezaran penaber ji otogara Esenler

a Stenbolê û li gelek cihên din ênStenbolê kom bûn. Fîrmayên oto-busan ji 5 deqîqeyan carekê otobustije kirin û penaber şandin Edîr-neyê. Ev rewş bi dîmenên med-yaya civakî belav bû her derêcîhanê. Tiştên ku berê bi dizî diha-tin kirin, êdî bi aşkera hatin kirin ûqad ji bazirganên mirovan revebûn. Hiqûq, maf, jiyan û miro-vahî li vir têkçûyîna xwe bi zelalîraxist ber çavan.

Trajediya penaberanBi dehhezaran penaber dîsa li

pey xeyalên Ewropayê çûn de-riyê sînor ê Kapikûleyê yê Edîr-neyê. Penaberên ku ji aliyêYewnanistanê ve destûr nayêdayîn derbas bibin, bi muamele-yên nebaş û êrîşan re rûbirûman. Penaber di navbera her dusînoran de asê man. Dîmenênçûyîna penaberan û dîmenên pe-naberên li Edîrneyê sekinîne tra-jediyek nîşan da.

Wezîrê Karên Navxweyî yêTrikiyeyê Suleyman Soylu, diyarkir ku Tirkiye astengiyên li hem-berî penaberan ji holê rakirine ûpenaberên ku dixwazin biçinEwropayê dikarin biçin. Li gorSoylu heta niha 136 hezar û 776penaber ji Tirkiyeyê çûne wela-tên Ewropayê.

Serokwezîrê YewnanistanêKyriakos Mîçotakîs, jî diyar kirku penaberên piştî vekirina de-riyê Tirkiyeyê bi rêyên "qaçax"derbasî welatê wan bûne dêpaşde vegerînin.

Her wiha Wezîrên KarênHundir ên 27 welatên YekitiyaEwropayê bi civîneke lezgîndeklarasyoneke hevpar weşand.Di daxuyaniyê de hat destnîşan-kirin ku Yekitiya Ewropayê,zexta koçberan a Tirkiyeyê ku biarmanca siyasî tê kirin bi tundîred dike. 27 welatan her wihabang li Tirkiyeyê kir ku xalênpeymana di sala 2016'an de li serkrîza penaberan hat amadekirinbi cih bîne. Ewropiyan piştgiriyaxwe ya ji bo Yewnanistanê du-bare kir.

Berjewendiyên xwe diparêzinWelatên Ewropayê der barê

mijarê de daxuyanî da lê belê tuwelatan behsa trajediya ku li sersînor tê jiyîn nekir. Her welat xwedifikire û naxwaze xwedîtiyê likoçber û penaberan bike. Di şî-rove û daxuyaniyan de derdikeveholê ku mijar ne rewş û trajediyapenaberan lê li ser parastina berje-wendiyên welatan e. Ev mijarxuya dibe ku dê demek dirêj di ro-jevê de bimîne.

Penaber û koçber li dijî şer,pevçûn û xizaniyê derketinrêwitiyeke nediyar. Rêwîtiyapenaberan her tim bû amûrasiyaseta welatan. Niha jî bihezaran penaber di navberadu sînoran de asê mane

Jin ji neçariyê kolberiyê dikinLi Îranê ji ber zêdebûna bêkarî ûkrîza aborî her diçe hejmara xizananzêde dibe û ji ber vê jî rojhilatî ji bodebara xwe bikin kolberiyê dikin. Ji15 salî heta 50 saliyan welatî ji beraboriya nebaş kolberiyê dikin û berêxwe didin sînoran.

Gelek kolber ji ber şert û mercênnebaş di rêwîtiyê de jiyana xwe jidest didin an jî bi êrîşa leşkerên Îranêve rûbirû dimînin. Bi taybetî jî didemsala zivistanê de kolber zehmeti-yan dijîn û bi mirinê re rûbirû dimî-nin. Di sermaya zivistanê dediqerimin an jî ji ber bagerêdixeniqin.

Her wiha her ku diçe hejmara kol-berên jin jî zêde dibe. Jin ji bo debaramalê bikin û ji neçariyê kolberiyêdikin. Jin bêtir bi zor û zehmetiyan re

rûbirû dimînin. Zîhniyeta serdest amêr, polîtîkayên rejîmê û nêzîkatiyacivakê bêtir li ser jinê bi bandor e. LiÎranê karê ku jin bikin bi sînor in, lêbi taybetî jî polîtîkayên rejîmê yên lihember Rojhilat jî cuda tênmeşandin.

Li dijî jinan polîtîkayên taybetEndama kordînasyona Komelgeha

Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê(KJAR) Peyman Viyan destnîşan kirku li Îranê li hember jinan û bi taybetîjî li hember jinên kurd polîtîkayeketaybet tê meşandin. Viyan, diyar kirku ji ber polîtîkayan jin neçar dibinku kolberiyê bikin û got: “Ji ber polî-tîkayan niha hejmara kolberên jinzêde bûye. Jin ji 15 saliyan heya 50saliyan kolberiyê dikin. Ev polîtîka-

yeke birçîhiştinê ye. Bi vê polîtîkayênahêlin ku civak tişteke din bifikire.Divê li hember vê siyasetê li Rojhilatguherînek pêk were. Divê ji bilî kol-beriyê rêyek din a aboriyê bê dîtin. Jibilî dewletê jin dikarin bi hev re pro-jeyên aboriyê biafirînin.”

Rêxistinbûn girîng eHer wiha rojnameger Şehal Mihe-

med jî destnîşan kir ku jin qurbanênsereke ne û li Îranê derfet pir kêm inû wiha axivî: “Hem ji hêla pergaladewletê ve û hem jî ji hêla civakê vejin tune tên hesibandin. Ev jiyanajinan zehmetir dike. Rejîma Îranê 40sal in li hember Rojhilat polîtîkayêntaybet pêk tîne. Divê jin û ciwan lidijî kiryarên rejîmê xwe bi rêxistinbikin.” URMIYE

Navenda Nûçeyan

rupel 7+++:Layout 1 06.03.2020 20:23 Page 1

Page 8: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Pîrozbahîxwebûn08

‘ê Adarê8Pîroz Be

HHeevvşşaarreeddaarrêênn

FFaarrqqîînnêê ûû EEnnddaammêênn

MMeecclliissêê

Bi hêviya rojên xweş, azad,wekhev û aştiyeke bi rûmet û bidirûşma jin jiyan azadî em RojaJinên Kedkar a Cîhanê li hemû

jinan pîroz dikin. Bi taybetî em cejnaew jinên fedakar û serhildêr ên li dijî

zilm û zorê, li dijî zordestiyê, li dijîbêdadweriyê têdikoşin, pîroz dikin.

‘ê Adarê8Pîroz Be

HHeevvşşaarreeddaarrêênn

XXaallffeelliiyyêê ûû EEnnddaammêênn

MMeecclliissêê

Em hemû jinan silav dikin ku li herdera cîhanê li hemberî zordestî û

newekheviyên şert û mercên jiyanê,li hemberî ferq û meylê û tundiyê li

ber xwe didin.Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz

dikin

‘ê Adarê8Pîroz Be

HHeevvşşaarreeddaarrêênn

EErrxxeenniiyyêê ûû EEnnddaammêênn

MMeecclliissêê

Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar aCîhanê li hemû jinên cîhanê yên kuli dijî zilm û zordariyê têdikoşin pîrozdikin. Bi hêviya rojên xweş û azad,bi hêviya pêkanîna aştiyeke bi rûmetû wekhev, em vê rojê li jinên karkerû kedkar pîroz dikin û di hemû kar ûbarên wan de serkeftinê dixwazin.

‘ê Adarê8Pîroz Be

TTeevvggeerraa JJiinnêênn AAzzaadd ((TTJJAA))

Di dilê me de agirê Semayan, Di ruhê me de lêgerîna Sarayan, Di destê me de meşaleya Nûdemû Sêvêyan; em têkoşînê birêxistin

dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin...Bijî 8’ê Adarê

rupel 8+++:Layout 1 06.03.2020 20:11 Page 1

Page 9: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adare 2020Kirmanckîxwebûn09

Cemîl Oguzcceemmiilloo@@ddiiyyaarrnnaammee..ccoomm

QuwetWexto joy qeybî joy bînî di karêke deserkewtin biwaştê vatişê cê ana bî:

- Homa quwet bido to...Quwet muhîm o. Quwetê to çinêbo ti

nêşkenê game berzê, nêşkenê çîke bigîrêwe. Nêşkenê sere berzkerê.

Quwet verî heme çî bi aqil beno. Aqilferman dano dest û lingan, dima rareyrayîş dest pa keno, dima ra jiyane be-delêna, serkewtin xo mocneno ra.

Aqil çinêbo ti nêşkenê bibê wayîrêquwetî. Ha, wexto aqil virazîya û tu bîwayîrê quwetî a çaxî heme çî temam o.

Her dewe/bajar/civatî de yê wayîrêquwetî bi qedr û qîmet bî. Şarî hurmetdayne înan. Ê girotêne serê serey xo. La êfeqîrî? Mecbûrî nêbayne joy silam jî nê-dayne feqîran.

EdaletEdalet vatişêke muhîm o û dinya de

qeybî her kesî lazim o. La yê ke quwetêcê bibê edaletî virazenê. Ê wayîrê quwetîgorey xo ra şikil danê edaletî. Zehfêreyan, belkî her game çîyo ke terazîedaletî virazeno, çîyo terazî edaletî kenorast e, yan jî keno çewte quwet bi xo wo.Quwetê to bibo edalet destê to de wo,quwetê to çinêbo qeybî edaletî jî ti benêparsek. Jo edaleto rastîn nêdane merdi-manê ziyîfan.

DîrokHeta eyro dîroke, yanê tarîxe hetê

merdiman, desthilatdaran, hikumet ûartêşan ra hamîya niştişî. Kam bi quwetbîyo yînan tarîx nişto û gorey xo ra nisto.Çirê ma kurdan hema jî tarîxey xonênisto, henîyan bînan nisto? Çimkî mabi quwetî nêbî. Erê ma bîbî, la tenî bîbî,weko bîn çîke nêbî. Loma ke quwet jîçinêbî, loma tarîxey ma zî zelal nîyo.

Tewirê quwetanQuwetî zî tewir bi tewiriyê: Quwetê

aborî, yê petrolî, yê artêşan, quwetêedaletî, quwetê teknolojî, yê weçînayişî...Û quweto tewr muhîm zî quwetê jo-biyîne wo. A, etîya de mesele qedêna:Jobîyîne. Jobîyîney to çinêbo ti nêşkenêbibê quwet û nê zî bi ser bikoy.

Vatişê verînanVerînan bi kurmancî vato "Zêr zane,

zor zane serê tifinga mor zane". Quwetserê ê tifingîdebiyo heta eyro. La di seserey 21'yinan de quwet hendî tenî serêtifingî de nîyo, cureyê bînî, tewir tewirêquwetî estê. Gere heme ca ra quwetê tobibo, yan nê fêde nêdano.

Quwetê to bes nêbo ti nêşkenê bibêçîke. Quwetê kurdan bes nêbo kurdînêşkenê bibê çîke. Loma ‘qalê quwetî’enka reyna hamey weydan. De eyro rapey kurdî go çiya, çiqa û bi çi awayî bibêwayîrê quwetî? Go bibê wayîrê quwetîyan go quwet ra bikoy? Ma heme têdir gobivînê.

Dewey MaWûsar û Çemê Dîcle

Kesê ke derheqê Kirmanckî de wa-yîrê qelemeyê û yan zî kesê kehewes kenê ke no derheq de avêrşorê, hema hema her roje cumle-yanê winasîyan anê rê ziwan: “makenîme ke ziwan avêr şoro, la kesgoşdarîya ma nêkeno”, “ziwanê manezlê rîyî ver der o”,usb, usb… Ezhandê sivik û handê nerm nêvana,nuşteyê xo yê verênî yê Xwebûnîde ez raşte raşt vana: “ehey o îsototuj bibo adir û kile, bigino bi şalwa-ranê şima ra û sey lojine dû ê pan-cikanê şima yê tengan ra wedarîyoSêwregijî, Curnê Reşî. Ehey banêşima yê welinî ser o qet vewre nê-helîyo û şima her tim- her şewdirvewra serê banî bierzê Xûnisijî, waalûya şima bipero qirika şima û bi êvengê xo yê berbokî şima reynanêşkîyê lawikan vajê ehey Dêrsi-mijî, Gimgim-Gimgim, wa vayêKoyê Bîngolî ver rîyê şima tim

wina bivêşo û şima singûsîya,qerqo-qerqo tena çimê şima bibere-qîyê, hela hela Çewlîg, wa egsozêotomobîlanê şima bixitimîyo û mo-torê şima bîhne megîro…. Pîran,Heni, Licê, Pasûr, Qerejdax, Er-xênî, Gêl… sala şima kafeyanê 75îû vîlayanê dîclekentî ra û werdenacîgere ra mahrûm bimanê. Wa tî-keyê goşt nêkewo şima dest, çemêDîcle pêro çimeyanê xo bixitimno

û çilkê awa xo nêsîbê şima nê-kero…

Xarpêt, Sêwaz, Bilîs, Semsûrma ez senî zewt bida şima ra… ezşima ra se vaja nêzana ke..

Domananê xo de bi ziwanê xoqisey nêkerdenê çi ya wina!?

Ne erd ne zî asmên naye qebûlkeno…

Hela ê kesê ke twîterî ser o bikirmanckî nusenê…

La-law merdim fam nêkeno kecisnê çekûyanê şima çi yo... ge-geyew çekûye nêrîya ge-ge eynî çe-kûye bena makîye. Şima ziwankerdo pînc verdo.

Feysbokê kamaxî de şima tewrîmanê ma berdo. Hema her roj “buzazaca da ne demek, sîzîn bölge debuna ne denîyor”, nêzana çi, nê-zana çi… quzilqurt, kûl, merez, jar.Ma şima qet şerm nêkenê, handêkitabî, handê ferhengî estê, ê çin bêzî ma qet derûdorê şima de kesê kenê ziwanî zanê çin ê!?

Ewro ra dime, nê rojname û nêkûncikî de ez do bi zewtanê xo, bivaten û lomeyanê xo şima bika birincan, bika bi merezdarî.

Temam şima wendiş û nûştişîra hes nêkenê, qet nêbo doma-nanê xo de bi ziwanê xo qiseybikerê. Ma no zî zehmeto şimarê! Şimayê ke nê nuşteyî wa-nenê, ewro ra dima ke şima do-mananê xo de bi Kirmanckîqisey mekerê: wa topa Evdilmu-sayî bigino bi odaya şima ya mê-manan a venge/tale ra. Wakoçika pirre ya ke şima kerdaberz bişikîyo û qet werd meresnoqirika şima. Esteyê marê sîyayîşoro linga şima ra û heta ke destêmi nêgino piro wa darû mevîno.

Mi ê xo vatî.De qisey bikê, şima ke eşkenê

tirkî qisey bikê hela.

Wûsar kî vat, xoza yene ra xo ser,deyr û dur yeno ra ziwan. Dar ûberr beno gewe. Koyî û deştî benêreng bi reng. Boya gul û sosînanher ca cene ra xo ver. Koyan ra verbi cer laşer kuno dereyan. Vengêqûrqûrikan dewan de beno sanikahewnî. Awa dereyan xo resnenaçeman, çem herekîne benê namêbereketî.

Demserrî çaraxînî, wûsarapiya to zonena ke serra de ne-weyî dest pêkerda. Hama nowûsar, serva Heskîf, serva DolaBotan, serva çemê Dîcle wûsarede bîno. Dewî ke par gucîkeçemê Dîcle de wûsar verwazîkerdî, na wûsar binê awe demendî. Mordemî ke gucîke çemêDîcle de, sew bi sew gos dayî sersanika hazar serran, nika mûro-zînî. Veng û bereketo ke Dîcleaxme kerdene, na wûsar jê virenniyo. Tarixî bi hazaran serran.Waxto ke game erzena zerrê nahardî, her ca ra jû sanike yena raro. Meymananê xo silayena sa-nika bi hazarran serran, demêganî kena. Her jû hetî ra jû sa-nika de bînî yena ra ziwan. Qeh-ramanî na sanike zafî.

Sanika hazaran serranHetê de Heskîf, hetê de

çemê Dîcle, hetê de Dola Botan.Waxto ke vejîna jû pûlî ser, xoza torê yena ra ziwan. Dîcle bi vengê xoya klaman vana. Asmen jê dûwaxêdola Botan vira rê keno. Şarîstaniyîganî yenê ra xo ser. Xo, jû reyî dezerrê şaristaniya ganî de vînena. Jûsanika ke ziwan ra ziwan barî biyaendî biyê tarix. Dîcle û Firat, sa-nika hazaran serran, esqê hazaranserran, nika bi bendawana virniyaci ceriya. Rindekiya xo kerdî vîndî.

Serva rantê xo kar ardeneBendawî tarix de tim serva ca

ardena îxtiyacê awe ame virasteneya kî serva awe dayena hegayan.Însonî virniya awe guretena ben-dawe qişkekî înşa kerdî. Qeytaxoza rê zerar nêdayî. Hama ewroînsonî awa ke namê ciwûyayişaserva rantê xo anê kar ardene. Herke virniya awe guretî, jû tarixa piyaxoza û ciwûyayişê însonan kî kerdîxan û xirave. Awa ke însonî gucikeci de tim ciwûyayiş înşa kerdî, nikana ciwûyayiş xirave kerdene seryena kar ardene.

Medan ra heta Persan…Heskîf, honde pûk û pûkele ke

raverna, heta roza ewroyînî pay ramend. Mîlat ra avê û dime ra

Medan ra heta Persan, heta Asûranxeylê şarîstaniye rê wayiriye kerdo.Raya de muhîm sero ca gureto.Tim cayê xo yê muhîm est bî.Hama endî verê çimanê her kesî debî xan û xirave. Eskêtî ke bi haza-ran însonî tey ca biyî, na şaristaniyîkerdî bi reng bi reng. Coka namêDîcle biyo namê bereketî. Na seatera tepiya xeleşiyayiş beno nêbo nê-zoneme. Çiyo ke zoneme zaf ze-rare de pîl dî na hereme.

Dîna de virastena bendawanGorê tayî zonayisan yeno va-

tene ke, dîna de sifte virene ben-dawe demê Veriya Saziyen degucikê çemê Nîl de virajiyo. Nabendawa ra awa simitene û awa da-yene guretî. Gucîkê Nîl ra dimahetê Çîn de bendawe Tû-Kîang vi-rajiyo. Hetê Hîndîstan de kî ben-dawê di hazar serran hona kî estî.Hetê pûlanê Wan de gola Tûrna kîdemê Ûrartûyan de kemeran ra ar-diyo ca. Dîna de virastena benda-wan honde gana. Hama şaristaniyîvirene xoza rê honde zerar nêdayî,bi bendawana reng û gonî dayî ci-wûyayişî. Hama nika bendawî yakî virniya awan guretene yenanamê merdene, yena namê talan,yena namê xan û xirave kerdene,

en jede kî yena namê vûrnayisê de-mografîya. Kewt ke çem estî, ûca-yan de şarîstaniya ganî amaronayene, jû tarix mîras amo rozaewroyîne. Coka ke hukumdarî çimkenê nî cayan. Coka ewro Heskîf ûdola Botan, bi na tarixa piya binêawe de rê.

Gûl û sosînî benê vîndîBendawe herekiyayişê awe vûr-

nenî. Tebîat û hawa vûrîna. Tayîdeyr û dur, gûl û sosînî ke gorê tayîheremanî, bi bendawana piya benêvîndî, kokê xo yeno. En jede kîzerar danê çimanê awa pakî. Awabinê hardî, rûare nî bendan ra benavîndî. Hegayî bereketê xo kenêvîndî. Coka na wûsar endî jê wûsa-ranî bînî niyo. Iyê ke raver şiyêHeskîf, na seate ra tepiya besenê-kene jê viren tarix rê sahîdene bi-kerî. Waxto ke însonî destê xoxoza ra, tarix ra ontî, o waxt ciwû-yayiş kî gorê xo beno.

Demê virenî de mordemî kewtke jû çem esto ya kî jû ca dolanêçemî rê beno ra ûcayan de ciwûye.Bi bendawana pêro no mîrasê tarixîke binê awan de maneno. Wertehonde biyayisî de jû tarix kî Çew-lig Solxan de bî talan. No kî nacade vindero.

Meral Ozel Demserrî çaraxînî, wûsara piya to zonena ke serra de neweyî dest pêkerda. Dewî kepar gucîke çemê Dîcle de wûsar verwazî kerdî, na wûsar binê awe de mendî

Kamo

De qisey bikerê…

rupel 9:Layout 1 06.03.2020 20:09 Page 1

Page 10: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Pîrozbahîxwebûn10

‘ê Adarê

Pîroz Be

HHeevvşşaarreeddaarrêênn

ÊÊlliihhêê ûû EEnnddaammêênn

MMeecclliissêê

Bi hişmendiya ne rojek lê her roj ji bo jinan 8’ê Adarê ye ango roja têkoşîna li hember hişmendiya zilamê

serdest û ketî ye, em bi vê roja dîrokî dikevin bihareke din a têkoşînê. Çawa ku bihar mizgîniyaşiyarbûna jin û xwezayê ye, 8’ê Adarê jî mizgîniyê

dide me ku teqez dê têkoşîna jinan encamê bide û dê teqez bibe serkeftina jin û jiyanê.

Bi hest û dilînên serkeftinê em vê rojê li hemû şêrejinên berxwedêr pîroz dikin…

8rupel 10 îlan+++:Layout 1 06.03.2020 20:04 Page 1

Page 11: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020Çand û Hunerxwebûn11

Hevalê çak!Bi demekê Weşanên Kavramê rêze-

pirtûkên giregirên helbesta cîhanê çapkiribûn. Li jêr navê Kavram Şairên Ser-zemînê ku di nav de helbestkarên wekeLorca, Desnos, Nezval, Rilke, Ritsos, Bach-mann, Kavafis, Williams, Bonnefoy, Re-verdy, Gatsos, Trakl, Dario, Pavese, H.D.,Quasimodo, Celan, Marti û Brechtî bi cîgirtibûn. Dîzayna bergê wan rêzepir-tûkan jî, dostekî min ê hêja, Sadik Ka-ramustafayê dîzayner dabû ser milênxwe, wek edîtorê rêzê jî navê ErdalAlovayî derbas dibû. Di sêwirandinakonsepta bergan de Sadik Karamus-tafa, dêhn û bala xwe dabû hunera ko-lajê (wek rê û dirbekî di sedsala20’emîn de serê pêşîn bi destê Kubîs-tan, pê re pê re jî bi têkilbûna Dadaîs-tan geş bûbû) û gelek bergên ku di hişû hoşeyê min de cîyekî xwe yê taybethebû, sêwirandibûn ku ev sêwiranênwî, sûd ji kolajên Kurt Schwittersî gir-tibûn.

19 pirtûk bûn û di sala 1995’an dehatibûn çapkirin. Li gor nivîsa li kujêrûpela pêşîn a pirtûka Eluardî (ya biwergera Eray Canberkî), min ew wekset, di sermaweza sala 1999’an de kir-rîbûn û… xwendibûn. Ecêb e, ji navwan rêzepirtûkan, bi tenê rûpelên pir-tûka Eluardî ji hev bûbûn, ne yek û nedido, qey ji debûkana wê bû, forme-yên wê, erê hatibûn dirûtin, lêbelê bidemê re, awayekî ji awayan ji hevbelav bûbû. Bi tevî ku min carek-ducaran formeyên feşkilî debûkan jî kiri-bûn (nîşaneyên vêdestekariyê diyarbûn), wer xuya bû ku nojdariya min jîbi kêrî wê nehatibû. Lewra min kar ûbarên wisa dikirin. Di salên xwe yênlîseyê de, ji tewatkirina pirtûkên ji hevbelavbûyî bigire heya bi pirtûkên ku li

ser bergê wan çi wêne û nexş û nimûrtune bûn, bi pênûsên xwe yên bihibr,bêyî ku tevayiya bergê biherimînim ûpirtûkê pûç bikim, ji xwe re – erê jixwe re! – diresmandin. Heye ku ji tirsû şayîşa valahiyê bû ku bi tu teherîmin ew di jiyana xwe de nedixwest,yan jî hevkariyeke pêwîst bû wekî bivê yekê, ez karibim qonaxa xwendinêji xwe re rengîntir bikim. Vê nêzîktê-dayîna han, piştî demekê li hemberîhemû tiştên têkildarî dîtbariyê –xasmajî dîtbariya li cem Kurdan– dom kir; çili welêt çi li derveyî welêt. Ji pergalakovaran bigire heya bi sêwirana ber-gên pirtûkan û hûndirê wan, ji neqan-dina qerekterên nivîsê yên li sercamekanan bigire, heya bi kîtekîte yênmalperan, wek Eliyê xemxûr, ji min redibûn kul û derd.

Yek ji wan pirtûkan –yên ji berdestên tîmên taybet filitî– ya TomurcukErzikî bû, Zamanı Vurdular1 , a dinê jîya H. Magnus Enzensbergerî bû, Tita-nic’in Batışı2 ku li jêra îlûstrasyonan,min navê xwe jî danîbû ku beriya biçend rojan, di çavgerandineke li pir-tûkxaneya xwe de, di refikên pirtûkênhelbestan de pêrgî wan hatibûm. Bicoş û peroşeke zarokane, min ew şanîkurê xwe jî dabû bi van gilîgotinan;“Aha min tiştên wehakî çêdikirin hêgava ez xwendekarekî lîseyê bûm…”Yek nîgar, dido helbest, bandora vanherdu awayên derbirînê, bi tevî jiyanafetsînok a li Hezexê (wek tiştên têkil-

darî man û nemanê) û helwêsta hu-nerkuj a mamosteyên min ên li zan-koyê, heya roja îro jî berdewam e.

Û Eluard, çi bigire, min bi dehêcaran pirtûk xwendibû, xasma jî hel-besta wî ya ku sernavê wê bixwe jîhelbestek bû ya ku bi vê malikêdest pêdikir; “Bi giştî min ew cegernînewekî li di-warojê bifikirim…” Niha ku gilî serêlodê girtiye, dikarim bibêjim me çu di-waroj nîne! Lêbelê, tiştek heye ku hişû bîra kurdan, bi dû her têkçûnê re te-leteljê dibe. Em bûne civakeke bîrereş,mixabin, sed carî mixabin, me neşiya jitiriyêkerkuj mey, ji rejîberî êgir, ji ra-mûsanan mirov çêbikin… tekane za-gona me ya germ bûye hesabên(bibexşînin malikên) me yên di banka-yên dewletê de. Ka, jiyan çi dame, çida we!? Û em dizanin wekî çu tişt–ser-firazî jî tê de– dê nikaribe wê valahiyatirsnak a xwînê (xwîna kurdan) bini-xumîne. Çi ku;

Min çaktirîn hevalê xweWexta ku kolanên bajêr tevir dikir dîtÊvarekê di hemû kuçeyên bajêr deMin ew dît wekî çawan serdaba dirêj a

qederê dikole

Digot û dilûband di ber re Eluard,wekî ku qala reştariya reşê xwe ji ko-netiyê, tariya xwe ji debengiyê girtîbike, qala vî bajarê mitehitan, tevirko-lan, zimangezan, bedenbazan, diz ûpizên pêşerojê (pêşeroja me), qala vîbajarê ku îro zimanê serdestên xwe jixwe re kiriye darbinçeng û li kuçe ûkolanên ku bihost bi bihost ketiye ma-zatê, pîyasê dike, qala kurdên hemûdem û dewranan, yên hemû şahîne-tan, yên hem li tîxan dixin û hem limîxan, bike. Rastiyê bibîne, lê nenivî-sîne! Tişta ku ji me tê (dihat) xwestinev e (ev bû). Xwesteka jiyaneke

xweş û rengîn,ji daw û dozaji yên ku çaxaev bajar sero-bino hev bû,bi dû parastinû bi dû de jîlêzedekirinadestkeftiyênxwe yên ji şerû pevçûn ûtêkçûnê mayîketine, saf ûsade nîne. Ez

ê çi bi ferhenga vî bajarî bikim, yaku dike hûrhêra bibe peyvên wêyên nemirnejî di nav destên minde? Ez ê çi bisêwirînim li ser bergêwê yê camîn ku her tiştê ku riziyaye,dibinî de dibînim?

Andre Gide bû yê ku gotibû bîrû boçûnên min tim û dayîm direngê cil û bergên min de ne. Ji tiş-tekî re nabin ên bêreng! Çi ku bê-rengî, ne zelalî ye.

Çapa DuyemPêşengeha bi navê Li Ber Pêşrewa

Amedê Bi Hev Re û Bi Tenê, bi ko-ku-ratoriya Mîsal Adnan Yildiz û DîcleBeştaşê, bi beşdariya hunermendênamedî û yên ne amedî lê dijîn, wekServet Aslan, Ceylan Çîftçî, NazliErgen, Nadan Ozcan, Zelal Ozkan,Eylem Sayin, Bahar Tokur, EvîndarTokur, Neşe Toprak û Mazlûm Ya-şarî, li A4 a cîgehê hunerê (8 Ser-mawez -15 Berfenbar 2019, Amed)li dar ketibû. Di pêşengehê de gelekkar û barên ku poz li vexwendiyênxwe hilnedidan (wek hin huner-mendên me yên di ber pişika xwere diçûn), cî girtibûn ku yek ji wanjî, kevalên hunermenda kurd ZelalOzkanê bûn. Zelalê, di her sê kava-lên xwe de jî, li ser dîmenên kesi-biyê hûr bûbû, yên ku feraset li metêk dibir. Pêşangeh, li jêr navê ÇapaDuyem, niha, li “Depo”ya li Stenbolêye, jê nemînin.

1Zamanı Vurdular (Bera Demê Dan),Tomurcuk Erzik, Yalçın Yayınları, salaçapê nehatiye nivîsandin.

2Titanic’in Batışı (Noqîna Tîtanîkê),H. Magnus Enzensberger, Tirkiya wê:Sezer Duru, Cem Yayınevi, 1983.

Weswese 2

Şener OzmenDu mijarên sivik

Fîlm ji bo Heskîfê neŞaredariya Êlihê, Akademiya Sîne-mayê ya Rojhilata Navîn û KolektîfaSînema Nû hevpar di 25-29’ê adarêde Festîvala Fîlman a Yilmaz Guneya 8’emîn li dar dixin. Festîval dê liNavenda Çand û Hunerê ya AhmetGuneştekîn a Şaredariya Êlihê werebirêvebirin. Komîteya festîvalê,navên fîlmên ku di festîvalê de werinnîşandan aşkera kir.

Komîteya Festîvalê ragihand ku165 fîlm û 52 serlêdanên pêşketî ha-tine kirin û 4 kurtefîlm û 4 belgefîlmjî ji bo pêşketina projeya fîlm a kar-gehê hatine bijartin. Komîteyê dazanîn ku di çarçoveya festîvalê de,dê 13 fîlmên metrajdirêj, 17 belge-fîlm û her wiha 21 kurtefîlm bên nî-şandan.

Komîteyê ragihand ku wan dix-west hîn bêtir fîlman bidin nîşandanlê ji ber cihê pêşandana fîlman kêmin ew neçar mane hejmara fîlmandaxînin.

Afîş û temaya festîvalê jî diyarbû. Di afîşê de wêneyê derhênerêkurd Yilmaz Guney û wêneyê Hes-kîfa di bin ava bendava Ilisûyê de di-mîne cih digirin. Temaya bingehîn afestîvalê jî wek Heskîfê hat diyarki-rin. Navê fîlm û derhênerên wan ênku di festîvalê de werin nîşandanwiha ne:

KurtefîlmVeger - Selman Denîz, Fotograf

- Ozan Takiş), Aralik (Kanûn) -Çayan Bîlgîn, Son Eylûl (PayîzaDawî) - Gulsun Odabaşi, Ziyafet -Firat Ozeler, Avarya – GokalpGonen, Karganın Aşınan Gagası -Ferhat Ozmen, Barê Giran - YılmazOzdîl, Haziriyek Bo Derengmayînê -Aram Dildar, Kêm - Halîs Saritag,

Kavil - Ozcan Alper, DuyuyormusunAnne (Tu Dibihîzî Dayê) - TunaKaptan, Kefaret Yagmuru (BaranaKefaretê) - Veysel Çelîk, WelatekHebû - Hebûn Polat, Bang – DenîzDerya, Tor - Ragip Turk, Stain -Shoresh Vakîlî, Şeker Gida (Zexî-reya Şekir) - Freman Naîn, İmpara-torlukta Zor Bir Gun (DiÎmparatoriyê de Rojeke Zor) - SezenKayhan, Sevgi Dedigin (Tişta Tu JêRe Dibêjî Hezkirin) - Firat Yavuz,Cadi Uçlemesi (Sêbareya Pîrhebokê)- Ceylan Ozgun Çelîk.

Fîlmên metraj dirêjBorç (Deyn) - Vuslat Saraçoglû,

Zor Bir Karar (Biryareke Zor) -Ender Ozkahraman, Zer - Kazim Oz,Di Navberê De - Alî Kemal Çinar,Yuva (Hêlîn) - Emre Yeksan, Guver-cîn (Kevok) – Banû Sıvacı, Guver-cîn Hırsızları (Dizên Kevokan) -Osman Naîl Dogan, Görulmuştur(Hatiye Dîtin) - Serhat Karaaslan,Sîbel -Çagla Zencirci û Guillaume

Giovanetti, Îçerdekîler (Yên Li Hun-dir) - Huseyin Karabey, Hacivat veKaragoz Neden Olduruldu? (Hacî-wat û Karagoz Çima Hatin Kuştin?)- Ezel Akay, Kiz Kardeşler (Xwiş-kên Hev) – Emîn Alper.

BelgefîlmDiyalog - Selîm Yildiz, Ather -

Ruken Tekeş, Kumun Gecesi (ŞevaXîzê) – Alî Ergul, Biraktigin Yerden‘700 Hafta’ (Li Cihê Te Hiştiye 700Hefte) - Volkan Guney, Di Bîra MinDe Ye -Soner Akalin, Bîr -VeysîAltay, Prenses Model - Dîlan Engîn,Tebeşîr -Ozge Astan, War - Felat Er-kozan, Siya Avê - Metîn Yoksu,Odisseias Ulkesinde Çikmaz Sokak(Li Welatê Odisseias Zaboq) - SerhatErtuna, Miraz - Serdar Bayram, HerMal Dibistanek –Ardîn Dîren, Anne-min Sinemalari (Sînemayên DayikaMin) - Cansel Karacan, Amîna – Ki-vilcim Akay, Bakiş Açisi - MustafaKoksalan, Arkadaşim Çayan (HevalêMin Çayan) – Hevalên Çayan. AMED

Bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hat aşkerakirin.Îsal di çarçoveya festîvalê de dê gelek fîlm bên nîşandan ûher wiha temaya bingehîn a festîvalê warê dîrokî Heskîf e

Zrîng bi berga Newrozê derketKovara xêzeroman a kurdî Zrîng kumehane tê weşandin, bihejmara xwe ya 6’emîngihîşt xwînerên xwe.Zrîngê di berga yeke-mîn de cih da New-rozê.

Kovar bi zaravayênkurmancî û kirmanckîtê weşandin û her wihali Ewropayê jî digihêjehezkiriyên zimanêkurdî. Di vê hejmarêde; Îmam Cîcî, Dogan

Guzel, Eşref Mûmcû, Erceren, EnderOzkahraman, RonîBattê û Evdal Can xêzkirine.

Terstaqla Reco bisernavê ‘Agirê New-rozê’ û Ozgur Amed jîbi sernavê ‘KolonyalSedo’ nivîsên mîzahî ni-vîsandine. Kemal Gok-han jî bi nivîskarMigirdiç Margosyan rehevpeyvîneke xêzîamade kiriye. AMED

Weşanxaneya Sîtavê pirtûka bi navê“Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek LiSer Rexneya Edebî” çap kir. Pirtûklêkolîneke li ser rexneya edebî ye ûnivîskarê wê Rêbî Zêbarî yê ji başûrêKurdistanê ye.

Mijarên pirtûka ku ji 191 rûpelanpêk tê, gotar û lêkolînên rexneyênedebî yên rojname û kovarên ku dinavbera salên 1991-2003’yan de libaşûrê Kurdistanê hatine çapkirin in.Her wiha kovara Peyvê (2003-2009)jî yek ji mijarên lêkolîna pirtûkê ye.Nivîskar der barê pirtûka xwe deaxivî û diyar kir ku rexneya edebîbeşek ji edebînasiyê ye û gelekqonax derbas kirine. Rêbî Zêbarî anîziman ku risteke girîng a rexneyaedebî di pêşketina edebiyatê de herhebûye û ev rist hîn jî berdewam e.Zêbarî her wiha got ku heta nihagelek teorî derketine û her teorî ji bosererastkirina şaşiyên teoriyên berîxwe bûne.

Rêbî Zêbarî da zanîn ku pirtûk

behsa dîrok û rewşa rexneya edebîya kurdî ya li başûrê Kurdistanêdike. Zêbarîdestnîşankir ku ar-manca nivî-sîna pirtûkêdanasînaedebiyatabaşûrê Kur-distanê biperçeyêndin ên Kur-distanê ûkurdên deve-rên din e.

Rebî Zêbarî di sala 1991’î de linavçeya Akrê ya bajarê Duhokêhatiye dinyayê. Di sala 2013’an debeşa Ziman û Edebiyata Kurdî yaZanîngeha Duhokê û her wiha disala 2017’an de jî mastera xwe liBeşa Ziman û Çanda Kurdî ya Za-nîngeha Yüzüncü yil ya Wanêxelas kiriye. AMED

Lêkolîneke rexneya edebî

rupel 11+++:Layout 1 06.03.2020 20:02 Page 1

Page 12: Munewer Azîzoglu Bazan / R.2 Mizgîn Ronak / R.3 xwebûn · 2020. 12. 11. · Bêguman hemû rojên salê yên me ... kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdar- ... nû. Heke

9-15 Adar 2020 / e-mail: rroojjnnaammee@@xxwweebbuunn..oorrgg / Buha: 4 TL Hejmar: 12

xwebûn İmera Basın Adına İmtiyaz Sahibi: Kadri Esen

Sorumlu Yazıişleri Müdürü:İdris Gürmez

Yayın Danışma Kurulu:Abdulla Peşêw

Ehmed Huseynî Kakşar Oremar

Prof. Knyaz Îbrahîm MîrzoyevSelîm Temo

Dr. Zerdeşt Haco

Yönetim Yeri: Kooperatifler Mah. Gevran Cad.Akkoyunlu No: 5/13

Yenişehir / DiyarbakırBaskı: Diyarbakır Yenigün Matbaacılık SelahattinEyyubi Mah. Turgut Özal Bulvarı, Batıkent Yapı

Koop. A/4 Blok Altı Bağlar / Diyarbakır

Her nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e.

Tel:0 (541) 806 84 85

Ji bo abonetiyê

rupel 12+++:Layout 1 06.03.2020 21:43 Page 1