li ber perava malva û derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · hejimar '42' Çirîya...

39
Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê xwe yê tarî ji nişka ve li ser me veda, hêdî hêdî tîrejên ronahiyê xwe vekişandin, û ji me bi dûrketin, windabûn, bi lar û nazdarî tîrêjên dawî bi dû hevde bazdidan û ne pendî dibûn, ji bilî ronahiya lampa û findên restorantên li ber avê car cara rûyê me yê gewezî ji hevre dida xuyakirin, bayê derya yê hênik jî em ji xewnên vegeşkirî û ji sawîrên azarî û xemgîniyê şiyar dikir. Ax ezê çi bêjim…. Min çiqasî ji derya û pêlên wê hez dikir, ez bi hestên bilind û bi asoyên fireh bi awazên wê re şeydan û sermest dibûm, min gelek cara helbestên xwe li ser hunera derya û semfoniya kêferata pêlên wê dihûnand, êdî bi rihetî hest û sîberên min dihatin vejandin û fireh dibûn, astên kêfxweşiyê li cem min pêre bilind û geş dibûn, min helbesteke evînê bê guman jê bi dilovanî saz dikir, lê va me ez îro li ber perava derya Îcê rûniştî me, guhdarî deng û awazan dikim, min pênûsa xwe amade kiriye, da ez hinekî ji hest û qeşengiya xwezaya li ber avê ya taybet, hinekî ji dîmen û awazên Derya, bi peyvên evînî helbes- tekê bihûnînim, lê mixabin min qet nikarî bû tiştekî deynim an jî saz bikim, ji neçarî min cihê xwe guhert û ez hinekî bi wirde çûm û çûm, goya ezê karibim bi dengê pêlên avê re û bi kêferata derya yê re, weke berê sermest û kefxweş bibim, û bi pêlan re biaxivim, û demeke dirêj pê mijûl bibim, lê her ku min peyveke evînî didît, li şûna wê û di nav her pêlekê de min wêneya zarokekî didît, êdî ew peyv ji ramanên min dûrdiket û winda dibû, li şûna awazan min qîr û hawara mirovan dibhîst, li şûna saz û sema ya surperiyan, laşên zeriyan di nav avê de dihatin sema Xweda ev çima wilo bi min re çê dibe, min digo belkî ez ji mal çend ….................. Rûpel (2) Boniye Cegerxwîn Li ber perava Derya Îcê Ebdulbaqî Huseynî Malva û Malva û Malva û Malva û rengên buhiştê rengên buhiştê rengên buhiştê rengên buhiştê Nivî sara Destpêkê Dema Omer Hemdî (Malva) ji welat mişext bû, û berê xwe da welatê xerîbîyê, û li Austria (Nemsa) bi cih bû. Rojekê li yaqî keçeke hunermend hat. Keça nemsawî jê pirsî; Karê te çiye? Malva lê vegerand û got; ez hunermendim, şêwekarim, tabloya dikêşim. Keçê jê re got; ”Eger tu dixwazî bibe şêwekarekî navdar û li hemî cîhanê bê nasîn, divê tabloyên te ji xurista Nemsayê xweşiktirbin”. Ew gotin di bala Malva de ma, û hewl da xwe ku rengên tabloyên wî ji xurista hawîrdora wî spehîtirbin. Malva karê şêwekarîyê berdewamkir, tabloyên mezin duristkirin, hino-hino navê wî hate xuyanîkirin, ku hunermendekî di wîne- kêşandinê de taybete. Gelek pêşingeh li darxistin, çi li Nemsayê çi li welatên dîtir. ............................ Rûpel (2)

Upload: others

Post on 09-Sep-2019

8 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015

Derhêner

Xorşîd Şûzî

Sernivîser

Ebdulbaqî Huseynî

Şev reşê konê xwe yê tarî ji nişka ve li ser me veda, hêdî hêdî

tîrejên ronahiyê xwe vekişandin, û ji me bi dûrketin, windabûn, bi

lar û nazdarî tîrêjên dawî bi dû hevde bazdidan û ne pendî dibûn,

ji bilî ronahiya lampa û findên restorantên li ber avê car cara rûyê

me yê gewezî ji hevre dida xuyakirin, bayê derya yê hênik jî em ji

xewnên vegeşkirî û ji sawîrên azarî û xemgîniyê şiyar dikir.

Ax ezê çi bêjim…. Min çiqasî ji derya û pêlên wê hez dikir, ez bi

hestên bilind û bi asoyên fireh bi awazên wê re şeydan û sermest

dibûm, min gelek cara helbestên xwe li ser hunera derya û

semfoniya kêferata pêlên wê dihûnand, êdî bi rihetî hest û

sîberên min dihatin vejandin û fireh dibûn, astên kêfxweşiyê li

cem min pêre bilind û geş dibûn, min helbesteke evînê bê guman

jê bi dilovanî saz dikir, lê va me ez îro li ber perava derya Îcê

rûniştî me, guhdarî deng û awazan dikim, min pênûsa xwe amade

kiriye, da ez hinekî ji hest û qeşengiya xwezaya li ber avê ya

taybet, hinekî ji dîmen û awazên Derya, bi peyvên evînî helbes-

tekê bihûnînim, lê mixabin min qet nikarî bû tiştekî deynim an jî

saz bikim, ji neçarî min cihê xwe guhert û ez hinekî bi wirde çûm û

çûm, goya ezê karibim bi dengê pêlên avê re û bi kêferata derya

yê re, weke berê sermest û kefxweş bibim, û bi pêlan re biaxivim,

û demeke dirêj pê mijûl bibim, lê her ku min peyveke evînî didît, li

şûna wê û di nav her pêlekê de min wêneya zarokekî didît, êdî ew

peyv ji ramanên min dûrdiket û winda dibû, li şûna awazan min

qîr û hawara mirovan dibhîst, li şûna saz û sema ya surperiyan,

laşên zeriyan di nav avê de dihatin sema Xweda ev çima wilo bi

min re çê dibe, min digo belkî ez ji mal çend ….................. Rûpel (2)

Boniye Cegerxwîn

Li ber perava Derya Îcê

Ebdulbaqî Huseynî

Malva û Malva û Malva û Malva û rengên buhiştêrengên buhiştêrengên buhiştêrengên buhiştê

Nivîsara Destpêkê

Dema Omer Hemdî (Malva) ji welat mişext bû, û berê xwe da

welatê xerîbîyê, û li Austria (Nemsa) bi cih bû. Rojekê li yaqî

keçeke hunermend hat.

Keça nemsawî jê pirsî; Karê te çiye? Malva lê vegerand û got; ez

hunermendim, şêwekarim, tabloya dikêşim. Keçê jê re got; ”Eger

tu dixwazî bibe şêwekarekî navdar û li hemî cîhanê bê nasîn, divê

tabloyên te ji xurista Nemsayê xweşiktirbin”.

Ew gotin di bala Malva de ma, û hewl da xwe ku rengên tabloyên

wî ji xurista hawîrdora wî spehîtirbin.

Malva karê şêwekarîyê berdewamkir, tabloyên mezin duristkirin,

hino-hino navê wî hate xuyanîkirin, ku hunermendekî di wîne-

kêşandinê de taybete. Gelek pêşingeh li darxistin, çi li Nemsayê çi

li welatên dîtir. ............................ Rûpel (2)

Page 2: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

2

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

2 NNNNEEEERRRRÎNNNN

Li ber perava Derya Îcê

rojan dûrkevim, ezê ji nûçe û bûyeran jî

hinekî dûr kevim, wê katê ezê hinekî xwe ji

bîr bikim, lê ne xêr, vê carê pir cuda bû,

xuya ye pêlên derya nema hestên min mest

dikin, nema min bi awazên xwe re serxweş

û şeydan dikin, lê bê guman çîrokekê ji

çîrokên Mîravên derya û heza ku bi

penaberên welatê min re dikin ji min re

pêşkêş dikin, qêrîn û hawara zarokê gelê

min dighînin min, vaye ez di nav her pelekê

de Alanekî dibînim, gazî dike, hawar û qîr

dike, alîkariyê ji min dixwaz e, di nav her

pelekê de wêneyeke derûnekî nependî

heye, min bi berxwe ve dikşîn e.

Ax pêlên Derya ma win jî bûne hevalê

sitemkar û xwînmija, win jî dijminahiya gelê

neçar dikin, ma we wata xwe di ferhenga

ziman de guhertiye, ma win jî bi qederê re

bûne heval, çima ma we evîndarî ji awazên

xwe dûrxistiye, çima win ewqasî li ser gelê

me sitemkariyê dikin, ez jî êdî nema bi we

re hevalim, nema bi awazên te re ey

deryayê gunehkar sermest dibim, min jî

êdî te ji ferhenga evîndariya xwe avêt, ji

helbest û helwestên xwe jêbir kir.

Min dixwest ez guhê xwe bigrim û çavê

xwe girêdim, da ez ji vê azariyê aza bibim,

lê ne xêr, vê carê cuda bû, pir cuda bû, ev

rewş min pir êşand, kêfxweşî ji dilê min

revand, belê textorê minî delal, belê ezbenî

berî ez derkevim, te ji min re digot: Divê tu

hinekî xwe rihet bikî, ji nûçe ya bi dûrkevî,

lê xuya ye ne ez û ne textor jî me dizanîbû

ku azariya gel ewqas mirovan têşîn e, belê

herdem bi min re ne ev êşên dijwar, û bi

min re jî herdem dijîn, êdî ka ji min re bêjin

ezê çawa karibim ji bîrbikim, ku her rojê bi

seda ji gelê me di nav vê avê de û avên din

de têne winda kirin, û dibin xwarin ji masî û

tebên Derya yê re, ezê çawa karibim xwe ji

rûdawên gelê xwe bi dûrxînim, ne xêr tevî

ku ez dûrim, dil rihet nabe, derûn jî her wê

biêşe, ta ku rewşa welat çareser bibe, êdî ji

nû ve pêlên avê jî nema ji min re berxwe

dan û heydedanin, nema ji min re sermestî

û niştîman in, nema nîşana serbestî û azadi

yê ne, lê belê îro ew ji tirs û mirinê re

nîşanin.

Ji Malva diyar bû ku temenê wî kine,

dizanîbû ku mirina wî nêzîk bûye, û nabe

ku ji vê dinê koçbike, bêyî ku gunehê

xwe ji gelê xwe sivik bike, rabû di van

salên dawî de xwe nêzîkî huner mendên

kurd dikir, û dixwest ligel wan piroje

yekê hevbeş li darxe. Min ev xeber ji

devê hin hunermendan ve bihîstibû.

Berî salekê Malva çû serdana Kurdistana

başûr, û pêşengehek li bajarê Sûleyman

iyê lidarxist. Hêdî – hêdî xwîna wî ya

kurdî di damarên wî de diliviyan. Lê

qederû ew zû ji nav xelkên wî ve revand,

piştî ku tibabek ji tabloyên bi nerix bi dû

xwe ve hiştibû.

Ligel vê pêşgotina kurt, tabloyeke Omer

Hemdî (Malva) ku di sala 1992 de

kêşandibû, min li ser qaba kovara

”Zanîn” de, hejmara 8an, ku di sala 1993

de derket, belavbibû. Tablo bi navîşana

” Yezdanê nû” ye.

Piştî ku nav û dengê wî belavbû, û bû

mirovekî navdar, hikûmeta Sûriyê xwest

ku pêşengehên xwe li Şamê û deverên dî

pêşkêş bike.

Wezîra koçberan di hikûmeta Sûrî de, ku

navê wê Buseyna Şaban bû, serdana

Malva kir û jê xwest ku vegere Sûriyê û

pêşengehan li wir li darxe.Mebest ewbû

ku Buseyna bala rayagiştî bikşîne bi alî

xwe ve, û bêje; em çendî hez ji welatî

yên xwe dikin.

Buseyna hunermend Malva xapand û

lingên wî kişand Şamê û ew derxist ser

telvezyona Sûriyê, da ku bêje; ez huner

mendekî erebim.

Cihê mixabinîyê bû, ku Malva zû-zû

pêşinyara wê qebûlkir, û kete şaşiyekê

dîrokî, dema xwe ji koka xwe şuşit, û

xwe kire ereb. Lê ne bes vê carê tenê ku

Malva xwe kiriye ereb, gelek carên dî jî li

ser kenalên erebî derdiket û digot; ez

huner mendekî ereb im.

Malva û rengên buhiştêMalva û rengên buhiştêMalva û rengên buhiştêMalva û rengên buhiştê

Page 3: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

3 NNNNEEEERRRRÎNNNN

Rêvebirên DAÎŞ-ê, ya ku, bi gotina Ankaraya fermî, hemû

çalakîyên têrorîstane ên di Tirkîyayê da karê destê wê ne,

matma bûne, ku di wî welatî da ji bo tevkujîyê ne ku xemgîn

bûne, lê kêfxweş bûne. Anegorî sayta Zaytung.com -ê, yekî

îslamîst (dîsa, xwedêgiravî!), ê ku xwe Mûzaf el-Xûsranî navkirye,

diyarkirye, ku ewana ji çalakîya teqandinê ya li Amedê a berî

hilbijartinan ders derxistine, lewra ku li wir tenê kurd hatine

kuştin, û evê jî tirk dilxweş kirine. “Lêbelê me vê carê navçeya

Sirûcê hilbijartye, lewra ku divê ji herêmên cuda yên Tirkîyayê

hemwelatî bihatan wira, ji bo ewê bêhtir dengveda û tirkan ji wê

ders derxisat. Lê helwesta tirkan em pir matma kirine, ên ku ne

tenê xemgîn nebûne, lê ji bo wê tevkujîyê spasîya xwe

diyerkirine”. (http://kurdinfo.ru/?p=17208)

Ango, binihêrin, çi dertê hole, hukumeta Tirkîyê, heya “şerên”

weha jî davêje xwe, yên ku quruşekî kor jî ne hêja ne, û kesek dê

nikaribê wê piştrast, an red bike, lê jixwe dê bala raya gieştî ji ser

pirsa ku ew tevkujî bi destê AKP-ê bi xwe pêk hatye, bikişîne

hêlekê… Mirovê bibêjin, ku ev hemû karê destê DAÎŞ-ê bûne,

lêbelê tirkan jî dilê xwe xweşkirine. Hema ev û yak u ev karê

destê Hukumeta AKP/DAÎŞ-î ye, ne yek in…

Lê, dive bê gotin, rast e ev jî rengekî teknolojîyên gemar ên

siyasî yê hemdemî ye, lê pir primitive e, û tenê mirov bêaqil

dikarin ji van derewan bawer bikin… Ev vira ku ji navê, qaşo,

nûnerekî DAÎŞ-ê di sayrta Zaytung.com –ê da hatiye belavkirin,

karê destê hêzên taybet ê KT-ê ne – araman jî guhartina rojeva

siyasî ye.

Divê her kes bizanibe, ew çi di bin navê DAÎŞ-ê da di Kurdistanê

da pêk hatey, tê û dê pêşerojê da jî pêk bê – li pişt hemûyan va jî

Hukumaeta AKAP/DAÎŞ-î sekinîye.

Yek ji wan hêzên sereke, yên ku îslama siaysî ya radîkal derxistye

li ser sehna cîhanê jî, bi xwe AKP e! Yak u wê finance dike, çekan

didê û wê rêve dibe AKP bi xwe ye! binasin,

DIBÊJIN, KU TIRKAN HEYA DAÎŞ JÎ MATMA HIŞTYE!DIBÊJIN, KU TIRKAN HEYA DAÎŞ JÎ MATMA HIŞTYE!DIBÊJIN, KU TIRKAN HEYA DAÎŞ JÎ MATMA HIŞTYE!DIBÊJIN, KU TIRKAN HEYA DAÎŞ JÎ MATMA HIŞTYE!

Ezîz ê Cewo

HUKÛMETA HUKÛMETA HUKÛMETA HUKÛMETA AKPAKPAKPAKP----Î YA KU HER TIÎ YA KU HER TIÎ YA KU HER TIÎ YA KU HER TIŞTÎ DIKE,TÎ DIKE,TÎ DIKE,TÎ DIKE, KU GUNEHÊ TEVKUJÎYÊN DIJÎ KU GUNEHÊ TEVKUJÎYÊN DIJÎ KU GUNEHÊ TEVKUJÎYÊN DIJÎ KU GUNEHÊ TEVKUJÎYÊN DIJÎ GELÊ KURD JI XWE DÛR BIXE!GELÊ KURD JI XWE DÛR BIXE!GELÊ KURD JI XWE DÛR BIXE!GELÊ KURD JI XWE DÛR BIXE!

Gotara: Azad Ehmed Elî Wegerandina: Mihemed Zekî Mihemed

Çima ev şer li ser Elpartî ûÇima ev şer li ser Elpartî ûÇima ev şer li ser Elpartî ûÇima ev şer li ser Elpartî û herêma Kurdistana Îraqê ye?herêma Kurdistana Îraqê ye?herêma Kurdistana Îraqê ye?herêma Kurdistana Îraqê ye?

Ev êrîşn li ser herêma kurdistanê, ji bilî ''Şer'' pêve nayê binav

kirin, tevî

Ku ne şerkî nû ye, çima gurbûye? Çima li pêşengên siyaset û

bervanên di ber hebûna wê de bi hêz dibe?!.

Qefdek ji diyardeyên berçav di deh salên dawî de, serkeftina

ezmûna Kurdistana Îraqê diyar û destnîşan dikin, heger bi

hûrbînî pêvajoya siyasî û civakî bişopînin, û em li ser berztirîn

sernavên ezmûnê rawestin, emê bibînin ku azadiyên siyasî

berfireh bûne, pirosêsa demoqrasî bi jîwara kurdistnî re lihevatî

ye, ku hemî pêkhtiyên siyasî, ji zanistmend, Islamî, lîbraralî û

sosyalist, nûnerê olan û kêmnetwan, di hudirê perleman de cî

gitine, pêşketina civakî û aborî geşbûye, bi taybetî di hêla

perwerde û peydakirin derfetên kar, bi ser de misogerkirina

mezintirîn

mezintirîn gulevedana avakirina şarwerî û xizmetguzarî ya bê

hempa di Kurdistan û derdora wê de, tiştên ku di piratîkê de

pêkaniye, ji yên ku li herêmên di li Îraqê bûne derbas kiriye.....

Armanc ji vê gotarê ne pêşkêşkirina hejmar û qizincane, tenê

bîranîneke ji xêzên giştî ji ezmûnê re ye.

Piştî sala 2011 an binyada dewletê li Sûryê û Îraqê bi pileyên ne

yeksan derizî û têkçû, rasteqîneke zelal û diyar li pêşiya hemî

şopînerên hûrbîn bû, naveroka wê ew bû, ku ezmûneke

siyasî,kargêrî û serkeftî li ser şûnwarên du dewletên û têkçûyî

ava dibe.

Durv û sernavên ezmûnê xuya û berçav bûn, ji loma desteyên

pispor ên navdewletî bi zelalî xwestin ku guhdan li vê ezmûnê

bête kirin, da ku bibe nimûneyke û li seranserê herêmê cî bigre.

Page 4: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

4

Raste ku pêşbîniyên serkeftinê, ku wek gerw û nimûne ji

tevayiya Îraqê re dihatin holê, piştî 2003 an, pêknehat, lê ya rast

ewe ku beşekî sereke ji Îraqê, ango herêma Kurdistanê bi serket

û di piratîkê de tekeze kir ku dikare şêweyên desthilatdarên

zorbaz di herêmê de derbas bike, û bingeha dewletin hevpey

man û serkeftî damezrîn e.

Di vê demê de hin hêzên siyasî û leşkerî, sala 2013 an de li Sûrya

û Îraqê di şerekî dijwar de bûn dijî hikûmetê, û dijî hev xwe bi

xwe,ta asta kuştina li ser nasnameya herêmî û siyasî, lê wêran û

talan kirin ,û serjêkirina , û xwarina goştê qurbaniyan, di dîmen

ên wênekirî de, wijdanê mirovatiyê bi wan jenî û lerizî, li

hemberî van dîmenên sawgir, li herêma kurdistanê û bi ser

periştî û çavdêriya nevdewletî, hilbijartinên rewan pêkhatin,

nûnerên pêkhatyên têvel, tevî hişkbawerên îslamî di perleman

de cî giritin, paşê gutûbêjên berfirh û westek çêbûn, encama

wan hikumeteke yekîtiya netewî,hevpeymanî berfireh hate

sazkirin.

Derbarî vê cudawaziya siyasî di herêmê de, ku gihiştiye pile û

asteya pilind ji têgihiştina siyasî û civakî ku herêma Kurdistanê ji

derdora wê vedqetîne, hiştiye ku dijminên wê hebin û necara

pêşîne ku rasteqîna wê rûreş û bê mirês kirine, niha bilivin.

Ev hestên xirab bi xurtbûna hêza rêkxirawên têkoşgerî yên

hişkbawer, û fişara hin dnegan di hikûmeta Bexdayê ya navendî

de geş û gurbûn.

Lê piştî berzbûna rêxistina Dewleta Îslamî ''D'IŞ'' û dagîrkirina

Mûsilê, heyam ji avkirina desthilatekê li herêma Kurdistanê dûz

bû, valahiya ku çêbûyî we re dagirtin, mana Hikûmeta navendî

tenê di Bexdayê de, û têkçûna wê di parastina herêmên Îraqê û

şêniyên wê winda bike, hişt ku herêma Kurdistanê bibe warge

heke ewlakarî ji sed hezarn re, ku ji Sûryê û Îraqê mişexte bûne.

Bûyerên piştî dagîrkirina Mûsila li havîna 2014 an, ew pêdariya

qehremane hemberî êrîşên D'Işî li ser herêmê, û misogerkirna

serkeftinên leşkerî, ezmûna Kurdistanê bi hêz û ciwantir kir, bi

şêweyê qizincên siyasî, diblomasî û xweşnaviyê li seranserî

cîhanê hat pejrandin, Hewlêrê jî hemî çav û nerîn ba alîyê xwe

de kişandin, ta ku bû çalaktirîn paytext di Rojihihata Navîn de.

Van guhertinan têvda ku hemî hêz û paytextên ku kurdistan

vegirtine,û bi çarenûsa gelên xwe dileyzin, ku bi şêweyên têvel

nav di ''D'IŞÊ'' bidin

ku êrîşî kurdistanê bike, da ku hemî têkçûnê de wek hev bin, û

pelan li nav hev bixin,û fersenda serkeftin û xweseriya wê

beravêtî bikin.

Ev êrîşa leşkerî ji hêla girûpên tundrew ên D'IŞÎ û şûnmayên

şovenîzima BE'IS, destpêka êrîşeke pîlankirî têkilhev, siyasî û

abûrî li ser herêma Kurdistanê bû, ji gelek quncikan destpêkir,

da ku kakila ezmûna herêma Kurdistanê ya rexl û nazik armanc

bike.

Wisa jî hîn qûnaxên vê êrîşê pîlankirî bi hostayî li pey hev tên,

carna di rengê nakokiyên hûr û tenik di navbera hêzên Kurdistanî

de diyar dibin, carna din jî diriya hin ragihanên beloq ji hin

serkirdeyên partiyên Kurdistanî de diyar dibin.

Xwe şaş dike yê bawer dike ku ev êrîş dijî Elpartî tenê ye, raste

wê şaşîtiyên serkirdaya ElPartiya hebin, lê belê rasteqîneke zelale

ku weke mezintirîn û kevntirîn partî, ku gelek destkeftiyên mezin

misogerkirine, û stûna bingehîne ji avahiya ezmûna herêmê ya

siyasî re, dê mezintirîn par ji vê êrîşê werbigire.

Ew pêşbîniyên ku ragihanên serokê herêmê birêz Mes'ûd barzanî

derbarî dengdana li ser serxwebûnê, sedemên vê êrîşêne ji hiş

derin, ji ber ku êrîşê destpêkiribû, ku hemî hêzên kurdistanî asata

pirogiramên xwe nizim bikin, û nizmtirîn asta ku di piratîkê de li

herêmê de hatî misogerkirn ve jî dakevin, êrîş dê berdewam be.

Di heman mijarê de, dê şaş be yê ku dibîne ku tenê Elparî dê

ziyanê bibîne, û rola wî li pêşiya vê êrîşa dirinde ya ku bi hostatî

hatiye hûnan dê qels bibe, ji ber ku çi hej û xerabî ku ziyanê

bigihîne hedar û aramiya sazûma herêmê, dê bi neyînî li tevan

vegere, û di asoyê de tu gengazên qizinceke siyasî ji tu hêla

kurdistanî re tune ye, tenê pêşbaziya neyînî û nakokî dê beram

berî têkçûna ezmûnê be, paşê dê têkçûneke bi tevayî be ji hemî

qizincên ku li derêjahiya dehên salan bi destxistibûn, azar û

qurbaniyên bi milyonan ji welatiyan dê bêne mandelekirin.

Da ku ev êrîş mîna yên berî wê bi tevayî têkbiçe, û bibe, şerê dawî

be dijî gel û hemî hêzên herêmê, ez sê gav û tevdîrên lezok

pêşniyar dikim, ew di pirojeyên hêzên kurdistanî de ne nû ne, lê

teqezekirin û cî bicî kirinê dixwazin:

1- Li ser destûreke ne berwext ji herêma kurdistanê re, û

pabendiyeke giştî û tevayê pê û bi hemî zagonên ku ezmûnê bi

rêxistin bikin bête lihevkirin, çespandina çanda rêzgirtina zagon û

destûrên şarwerî, rola berleman bête gurkirin.

2- Hemî girûpên hêzên çekdar di hundirê spahekî nûjen û pêşketî

de bibine yek, û bi şaliyariya pêşmergan ve girêdayî be, rahênana

wî ji hêla sazûmanên pispor ên navdewletî ve berdewam be, dê

baştir be ku di vê qûnaxê de desteyeke siyasî ya hevbeş ser

perştiya serkirdeya şalyarîyê bike.

3- Odeyeke pirosêsan ji serkirdeyên siyasî û teknoqrat ên ku di

pêşxistina abûra herêmê de pisporin we re damezrandin, ji bo

peydakirin berdewamî û xweseriyê ji abûra kurdistanê re, û

parastina welatiyan ji guhertina nirxên pêdiviyan û dijwariya

kirîzan sivik bike.

Page 5: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

5

Kemal Tolan

Ferze ku Ferze ku Ferze ku Ferze ku rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî,

mal û komelên civaka me Êzdiyan bi mal û komelên civaka me Êzdiyan bi mal û komelên civaka me Êzdiyan bi mal û komelên civaka me Êzdiyan bi

hev ra hev ra hev ra hev ra tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin!tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin!tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin!tifaqeke Êzdîtiyê biafirînin!

(BERHEVKAR Û XEMXWARÊ KEVNEşOPÊN ÊZDIYATIYÊ)

Hêjayan! Ji xwe gelek ji we birȇzan dizanin, ku min heta niha li ser parastin

ȗ pȇșvebirina Ȇzdiyatiyȇ gelek caran gotiye, “gava ku kevne

şopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî

nikarin sedûhedên wê olê biparêzin! ” yanȋ, gava em di vê demê

û di nava van derfetên ku îro hene de, xwe li ser bingehên civakî,

olî, netewî û jiyana hevparî (întegrasyonê) birêxistin nekin, hemû

rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên

Êzdiyan parastina xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê

zikmakî li ser xwe ferz nekin û yên ku li diyasporayê dijîn

yekbûna nasnama zimanê olê (Kurdî) bi hemda xwe neparêzin,

êdî zarokên me yên ku xwe tenê bi zimanê tirkî, îranî-farsî, rûsî,

ermenî, erebî (îraqî û sûriyê)î, almanî û hwd. bidine naskirin jî,

nikaribin weke zarokên xelkê, bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re

xwedî derkevin. Ȗ em bixwe dibine sedem, ku zarokên me jî zû

asîmîle bibin, ew ji ser kok (rih)a dara ol-netewa xwe bêne birîn

û ji binehatina xwe dûr bibin… (*1)”.

Êdî ez niha dîsa jî dibêjim, divê ev kesên ku weke min eva serê 40

salî li diyasporayê dijîn rast bibêjin, me Kurd-Ȇzdî an ji ber

șașîtiyȇn siyaset ȗ kesayetȇn berijwendîparȇst nikarîbȗ di nava

van salen li diyasporayȇ buhȗrî de xwe ȗ zarokȇn xwe li

dibistanên fermî hînî ziman, hebȗna dîrok ol ȗ netewa xwe bikin.

Bes e gidî, ne hûn „rewșenbîr, vekolîner, șêwirmend, qahreman,

fermandar, parlementer, huqûqzan, akadamîkar“ birêvebir û

berpirsyarên sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan yên îro jî baș

bînin, ku hinek welatparêzen Kurd-Êzdî bi hemd û hinek jî bi

nezanî hewil didin me Kurd û Êzdiyan ji vî dînê ku „HAVEYNÊ

MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA YE Û BI TAYBETÎ JI XIZNA

NASNAMA GELÊ KURD E(*2)„ û bav-kalên me „bi hezarên salan ve

li hemberî hemî tîr, şûr, rim û çekên zordarên dewleta Osmanî,

Farizî, Rûsî, fanatîkên îslamî û feodalên Kurdan bi ser(ruh)ên xwe

parastine(*3)” ji hevûdinê cude bidine xwanêkirin.

Ez hêvîdar im, em tev jî weke ku kekê min yê rêzadar Têmûrê

Xelîl gotî, baș bizanibin ku “Kêmasîya zanyarîyên li ser dînê

êzdîyatîyê bûne sebeb ko welatparêzên nezan bê zanebûn û

neyarên zane jî bi zanebûn hewil dane û hewil didin ev dînê gelê

kurd yê kevnare ji rehê wî dûr bixin, êzdî wek miletekî cuda bidin

xuyakirin. Ji bo argûmêntên xwe mak bikin, ewana hinek

”îzbatîyên” nêzîkî aqilan, lê dûrî zanyarîyê tînin.” Dema ew nezan

û neyar dibine yek, wê demê êdî pêşîgirtina wan zehmet dibe, ji

ber ko jimara wan ji zaneyan bi çend caran va pirtir dibe ....(*4)”

Lê mixabin, hê jî gelek “rêxistinên me êzîdiyan yên ku hê jî

rexneyan nayîne ser xwe û rexna qebûl nakin gelek in(*5)” Niha hê

jî hinek ji me Êzdiyan ji van kesên ku doh digotin,”Wê baş

nîbûya, wekî gelê kurd carekê ra, tomerî îslam hilda ji vê qir û

birê, vê xûnrêtin û qatlîemê xilasbûya....”. “Êzdî divê ola xwe êdî

ne bi dawa xwe divê bi mejî û zanistê biparêzin. Olek bi rêbazên

wûsa nayê parastin..., her çi kesê bixwaze bibe êzdî divê weke

êzdî bê pejirandin...., êzdî û her weha niştacihê ji dervehatî

hiqûqa elman napejirînin.... ”. “Niha civak tê guhastin, civakeke

nû, modern tê afirandin û konsepteke nû ji bo diasporayê

hewceye..... û hwd.(*3)”bawer dikin. Em hê jî van û hevalbendên

wan weke „rewșenbîr, vekolîner, șêwirmend, parlementer,

huqûqzane, akadamîkar û hwd. “ên Êzdiyan dibînin û piștgiriyê

didine “semîner, civîn, kongire û konferensên” wan yên ku bûne

ciyê hevdîtina nas û dostên wan.

Vêca li goriya dîtina min, eger ev kesên ku di çapemenî û

medyayeke Êzdî/Kurdîtiyê de ji xwe ra dibêjin, ez „șêx, pîr, mîr,

rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman,

ferman dar, parlementer, huqûqzane, mamoste, oldar -û hwd.-“

an jî birêvebir û berpirsyarên sazî, mal û komeleke civaka

Êzdiyatiyê me, îro hê jî nikaribin xwe û me endamên civaka

Êzdiyatiyê li ber „bayê guhertinê û rastiya tevna civatê“(*6) bi

rexistin bikin ȗ bi hev ra tifaq û yekîtiyekê ji bo berjewendiyȇn

hemȗ hêzên kesayetî, sazî, mal û komelên civaka Êzdiyatî

/Kurdîtiyê biafirînin, ewê sibê jî nikarîbin bi xebat û çalakiyên

xwe, xweseriya ola Êzdiyatiyê di nav civakên Kurdistanê, olên

cîhanê û bi taybetî jî li Almanya û Ewrûpayê bidine pejirandin. Û

ewê sibê jî qet nikarîbin ji komkujî, zordestî û valakirina gundên

Êzdiyan, bê hiquqiya li ser mal-milkên Êzdiyan ra xwedî derkevin

û bi taybetî jî wan rêvebir û „pêșmergên“ ku erdnîgarî û civaka

Kurd (Êzdî, Șebek, û hwd.) ên Șengalê ne parastin û bûne sedem

ku piraniya endamên civaka Êzdiyên li Șengalê di nav qirkirinên

DAÎȘ’ê de û li ser riyên reva koçberbûna de bi hêjarî bêne

tûnekirin li cem Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û di dad

geha ceza ya navneteweyî ya li Den Haagê de bidine dadgehkirin.

*Çavkanî: 1. Kemal Tolan: Gava ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin http://www.kurdpa.net/kurdi/more/8673 2. Kemal Tolan: http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-

haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html 3. Kemal Tolan: Hêviyên ku min ji encamên „Konferensa Akademîkkarên Êzîdiyan” dikirin 03.07.2012- www.helbestvan.com%2Fheviyen-ku-min-ji-encamen-kemal-tolan %2F&usg=AFQjCNHlXguWiYr-T0I1AqyuHwd_eGMKBA 4. Têmûrê Xelîl- Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=7910#.ViiknH7hDcs 5. Kemal Tolan: Piștgiriyȇ bidine banga tevgera Ȇzȋdiyȇn li Almaniyayȇ! http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=2159 6. Kemal Tolan: Xweska me Kurd-Êzdiyan jî bikaribûna xwe li ber bayê guhertinê û rastiya tevna civatê bi rêxistin bikira! http://riataza.com/kurdish/2699-xweska-me-kurd-zdiyan-j-bikaribna-

xwe-li-ber-baye-guhertine-u-rastiya-tevna-civate-birxistin-b ikira.html

Page 6: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

NNNNEEEERRRRÎNNNN 6

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

REŞÎD MELA ELÎ KOLEKÎ

BI CÎHANÎBÛN Û BANDORA WÊ BI CÎHANÎBÛN Û BANDORA WÊ BI CÎHANÎBÛN Û BANDORA WÊ BI CÎHANÎBÛN Û BANDORA WÊ LI SER ÇAND Û KULTÛRANLI SER ÇAND Û KULTÛRANLI SER ÇAND Û KULTÛRANLI SER ÇAND Û KULTÛRAN Cîhanîbûn (Globalization) peyveke zor dikeve ser zimanan û

bandorek raste rast kirîye ser hemî war û bîyavên jîyana

mirovan, lê ta nûke jî nasname û tariff û nasandinek êk girtî

nine, li dor vê peyvê û dîroka serheldan û cîhê serheldana wê,

nêrîn û xandinên cûda cûda hatîne pêşkêşkirinê. (Hêld û Mek

Giro) dû hizrvanin û li dor bi cîhanîbûnê dibêjin:

"bi cîhanîbûn bi wataya zêde û berfirebûna hijmara wan

peywendî û têkelîyan dê ku li servey dewletane û li dewletan

berfiretirin û dibine egerê gohrîna sîstema cîhanî ku hey".

(Antûnî Gîndiz) jî li dor bi cîhanê bûnê dibêje:

"bi cîhanîbûn pêkhatîye ji hijmarek qunagan ku hêzîn wan pêk

dihên ji bandorên sîyasî û aborî û êkonomî".

Kesekê din jî bi navê (Martîn Albêro) bi vî awayî bi cîhanîbûnê

dide naskirinê :

"bi cîhanîbûn ji çend qunagan pêk tê ku hemî xelkê cîhanê di

civakekê êk girtî û berfire yê cîhanî di gehine êk û dibine êk".

(Şûlt) jî kesekê dine ku dibêje "bi cîhanîbûn belave kirina ezmûn

û şehrezaî û gehandina wane bi xelkî li herderke cîhanê".

Li van naskirina û behskirina peyva bi cîhanê bûnê wiha dîyar

dibe ku welatên lawaz û ne xwedî hêz jî dikarin mefa yê li bi

cîhanê bûnê wergirin û bandora xwe jî hebe li ber ku bi rêyên

gelekî biçûk diKarin pêzanîn û zanyarîyên mezin bi dest bixin.

Bi cîhanîbûnê nehez û neyar û dujmin û herwiha dost û hevalên

xwe jî hene, hijmareka şehreza û hizrvana vê bûyerê bi tiştekî

xirab û nebaş dizanin û hev rikîyê digel diken, gelek kes bi bûyer

û tiştek emrîkî dizanin û didene qelem, lê hijmarek jî bi bûyer û

gohrînek erênî û baş li qelem diden û dibêjin tiştekê herî baş û

pêtivî ye, ew kesên ku hevrikîya bi cîhanîbûnê diken dibêjin, ku

bi cîhanîbûn dibe sedema nehêlana pirsên netewî, zêde bûna

mezaxtin û serfkirina perên xelkî, nehêlana kultûr û tîtalên dever

û navxweyî.

Lê ew kesên ku sîstema bi cîhanîbûnê baş diden qelem û piştgîrî

û palpiştîya bi cîhanîbûnê diken dibêjin, ku bi cîhanîbûn dibe

sedema :

- Rêgirtin li dîktatorîyê û sîsyemên ne helbijartî.

- Zêde û berfirebûna azadîyên kesî û tevayî.

- Delîvên baştir û zêdetir ji bo jîyanek xweştir û baştir.

- Hewildan û bizavkirin ji bo berv pêş çûn û pêşketinê.

- Peydabûna delîvek baştir bu berhem anîna tiştin navxweyî.

- Xurtbûna sîstemê êkonomî û aborî yên vekirî.

- Pêgohartina tişt û hizr û zanyarîyan di nav bera civakan da.

BI CÎHANÎBÛN Û NASNAME Tiştê herîg iring ewe, ku her xandin gereke hizrî yan jî neteweyek

bizavê dike ku kultûr û tîtal û nasnama xwe bi parêze û berv pêş

û berv pêş bibe.

bibe. Mirov dikare bi vî awayî nasnamê bide naskirin:

"nasme sedem û fakterê bizav kir in û têkûşînê ye di mirov û kesan da, ku dibe sedema çekdar kirina mirovan li hemberî êrîşin derve".

Lê pirs eve; erê bi cîhanîbûnê çi bandor liser nasname û kultûra

netewe û miletan da heye, û çi qasî bandorê li ser dike.

Nasname bi rêya komeka eger û sedema dirist dibe, mîna şer û

gohrîn û dagîrkirinê, yan jî hatina kultûrekê bîyanî û tiştên dî,

nasnamê bandora xwe heye li ser sirûşt û hizrên mirovan.

Netewên serdest û dagîrkar jî bizavên mezin diken, da ku

nasnama xwe bikine nasnama gelên bin dest, nasname mijara

çîye û kîye, ya kesan di azirîne, gelek cûrên nasnama hene lê

divê nivîsarê da merem nasnama netewî ye ya netewan.

Nasnama netewî pêk dê ji bawer, pîrozî, reftar, sazîyên kultûrî

yên mîna:

ziman, ol, wêje, … û tiştên din,…..

*War û bîyav û sedemên diristkirin û dirist bûna nasnama netewî ..

Nasnama netewî ya her kes û milet û neteweyekî girêdyî

komeka eger û sedema ye ku vê nasnamê dirist diken û van

sedema bandora xwe ya raste rast heye li ser nasnama netewî

ya netewan û kesan, li gorî nêrînên şehrezayan ew sedem jî evin:

*Bîyav û ware civakî

Her kes nasnama xwe di nava wê civakê da dirist dike, ku têda

jîyan dike, peywendî yên civakî yên kesî çi qasî berfire û zêde bin

bandorê li ser layen û bîyavê civakî yê nasnama netewî ya kesî

dihêt kirinê.

*bîyav û warê dîrokî û mêjûyî

Ev êk hatîye girêdan bi hest û têgehiştin û zanîn û hizra hev

pişikya kesan bi dîroka xwe ya hevpişik ku dibe sedema dirist

bûna nasnama netewî ya hevpişik ya kesan û endamên civakê.

*Layen û ware cografî

Cografîya yê jî bandorek mezin li ser dirist bûna nasnama netewî

ya mirovan heye, nîştîman û ax û welat û hesta mirovî ji bo vê

axê û vî welatî jêdereke herî mezine di rêya dirist kirina nasnama

netewî ya her kes û neteweyekî.

*Warê sîyasî

Cûr û rengên sîstemê sîyasî jî bandora xwe heye li ser reng û xurt

bûna nasnama kesan ya netewî.

*Ol

Hijmarek ji hizirvana olî jî bi sedemek dizanin jibo dirist bûna

nasnama netewî, lê li gorî nêrîna hijmarek din ji hizrvana ne

merce hemî helgirên êk ol bin.

Page 7: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

7 NNNNEEEERRRRÎNNNN

*Kultûr

Kultûr û tîtal û saxoletên wek hev û hev pişk jî bandorê li ser

dirist kirina nasnama kesan dike.

*Ziman

Zimanê kes û netewan jî rola xwe heye li xurt kirin û dirist kirina

nasnama wan ya netewî.

Hijmareke ber çav ji hizirvavnan di wê bawerîyê dane ku sîstema

bi cîhanîbûnê berî her tiştî bûyerek kultûrî ye. (Kastlêz) li dor vê

êkê dibêje; (bingeh û naveroka vê bûyerê ku niho li cîhanê dirist

dibe kultûrî ye û xwedî û helgirên kultûran di karin bandorek

herî mezin li ser dirist biken û bi cî bihêlin).

Li gorî dîtin û nêrînên (Fokoyama) jî bi cîhanîbûn bi wata û

ramana behskirin û nîşan dana tîtal û kultûrên cûda cûda ye ji

layê gel û milet û netewên cûda cûda ve, û bi cîhanîbûn wê

delîvê çê dike dakû her neteweyek berevanî û bergirîyê ji kultûr

û ferheng û çanda xwe yê dîyar kirî û taybet bike.

Ji alîyê din bi cîhanîbûnê bandoreke din jî heye, li alîyekî kultûrek

hev pişk û wek hev yê mirovatîyê dirist dike û li alî yê din cûda

cûda bûna kultûran jî nîşan dide, ankû mirov dikare sîstema bi

cîhanê bûnê bi diravek bi şopîne ku du al û layê wê hene, alîyekê

wê kultûrek hevpişik û wekhev yê cîhanî di hê dîtin û li alî û layê

dî jî kultûrek dîyar kirî û taybet yê gel û netewên dever û cîhên

cûda cûda yên cîhanê ber çav dibe û di hê ber çavan.

bi cîhanîbûnê gohrînên mezin û dîyar û berçav di bîyav û ware

kultûrî da çê kirine, sermaye û capital bi rengekê dîyar hat

veguhastin li deverên cûda cûda bû cîhên cûda cûda li cîhanê,

şoreşek gelekî mezin û dîyar di war û bîyavê peywendîyan da çê

kir, aborî û êkonomîya nîştîmanî bi bazar û aborîya cîhanê ve hat

girêdan.

Hijmarek ji hizirvanan wiha di bînin, ku bi cîhanîbûnê di sê

bîyavan da bandor li ware kultûrî kirîye:

# Nêrîn û dîtina diristkirina kultûrekê hevpişik û wek hev..

Piştevanên vê hizrê wiha dibînin ku bi cîhanîbûn bûye sedema

dirist bûn û dirist kirina kultûrek wek hev û hev pişik li cîhanê û

di navbera gel û netewên cûda cûda yên cîhanê.

# Pêştevanên hizira fire kultûrî..

Berovajîya nêrînên berê hijmarek din ji hizirvanan wiha di bînin

ku bi cîhanîbûne bûye sedema dirist kirina kultûrek hevpişik û

wek hev, belkî zêdebarî ew gohrînên ku çê bûne lê bi cîhanê

bûnê nêkarîye kultûrên cûda cûda nehêle û li nav bibe û di gel

hebûna kultûrek dîyar kirî ya cîhanî ku di sedema bi cîhanê bûnê

da çê bûye, lê li cem vê kultûra cîhanî, kultûrên cûda cûda yên

netewan û gelên cîhanê jî ber çav dikeve û dihê dîtin.

# Nêrîna qer kirinê..

Li gorî dîtin û nêrîna hizir van û şehrezayên vê hizrê kultûr

hindek tişt û fakteran li hev dû qer di ken, bi nêrîn û dîtinek din

piştevanên vê hizrê dibêjin ku hemi kultûr bandorê li hev diken û

di kev ne jêr bandora hev dû bêy ku bi temamî bihên gohrîn yan

ji nav çûn, dema ku kultûr bandorê li hev diken, kultûrek

hevpişik û wek hev di hê dirist kirin bi fakterên cûda cûda,

herkes vê kultûrey bi şopîne dîyar dibe û dibîne ku kultûrek

hevpişik hatîye dirist kirin û dirist bûye bi endam û fakterên cûda

cûda li netewe û devrên cûda cûda wergirtîne bêy ku wan kultûra

li nav bibe û nehêle.

# Unesko û parastina kultûrên cûda cûda

Sazî û dezgeh û rêkxistîya (Unesko) mîna sazîyek nêv dewletî ku

ser bi sazîya netewên êk girtî veye (UN), di serdemê pêşketin û bi

cîhanê bûnê da ku sinûr û tûxîb nehêlane û dinya û cîhan kirîye

gondekê biçûk, serdemek ku netewên ne dewlet li neman û li nav

çûna kultûrê xwe di tirsên, pêdagirî û palpiştîya hebûn û

parastina fire kultûrîyê diket û daxaz jî kirîye ku divê fireî û cûda

cûda bûna kultûra were parastin, vê sazîyê di civîna xweda ya sî û

êkemîn da ya sala 2001ê pêdagirî li ser man û parastina fireî ya

kultûrî, olî û zimanî, rêz girtin li hemê cûrên kultûrên cûda cûda,

xurt kirina peywendî kultûrî di civakên fire netewî û kultûrî,

pêtivîya hebîna naverok û têkesta kultûrên nav xweyî di nava

jînge û etumisfora eliktirûnî, parastina şûnewar û cîhên dîrokî, rêz

girtin û parastina afrandin û dahênanên hizrî û çandî yên kesî û

tevayî, rê girtin ji dizîn û birina tiştên dîrokî û şûnewarî kirîye û

daxaz jî ji hemî welat û layenan kirîye ku vê çendê berçav biken û

kar jî li ser were kirin.

Sazîya (Unesko) yê di civîna xweda ya sî û êkemîn ya Parîsê ku

pitirî 180 welatan pişikdarî kirbû pêdagirî li ser van xal û mijaran

kir û daxaz jî ji hemî welatan kir ku pêgîrîyê biken û kar ji bo vê

êkê were kirin:

*Divê cûda cûda bûna kultûran mîna mîrat û destkeftek dîrokî yê

mirovan bê parastin û mîna pirdek ji bo peywendîyên navbera

netewan were kar li ser kirin û mefa lê wergirtin.

* Cûda cûda bûn û fireî ya kultûran sedemeke ji bo hez û vîyana

netewan ji bo bi hevra jîyanê bi rengekî aştîyane.

* Cûda cûda bûn û firêîya kultûran fakter û sedemeke herî giring

û bi bandore ji bo dîmokrasîyê di nava welatan da.

*Fireî û cûdaî ya kultûran dibe sedema berfire bûna helbijardina

û vîyana welatîyan ji bo pêşketinê zêdetir dike.

*Her kes û her welatîyekî mafê wê êkê heye ku nêrîn û hizrên

xwe bi azadî bînin ziman û bi zimanê xwe yê daîkê qisan biken.

*Parastin û bergirî kirin ji kultûrên cûda cûda bi karekê mirovî di

hê hejmar kirin.

*Perwerde û fêrkirnekê qîmeta xwe heye ku li ser bingehê

kultûrê cûda cûda yên netewan di nava welatan da.

*Bizavkirin di rêya têgehiştin û belave kirina cûdaîya kultûrî mîna

pişkek giring ji mafê mirovan.

*Dîtin û xwert kirina rê û rengên hejî ji bo parastin û belavekirina

cûdaîya kultûrî.

*Bizav kirin ji bo zêde kirin û bilind kirina hişyarî û pêzanîn û

zanyarî yên tevayî lidor cûdaîya kultûrî.

*Palpiştî û harîkarî kirina welatên vemaî û paşketî ji bo ava kirin û

dirist kirina sazî û pîşesazîyên çandî û kultûrî di van welata da.

*Pişkdarî kirin û hevpişkîya layen û pişkên cûda cûda yên nava

civakê û civakên sivîl û medenî di danan û avkirina sîyasetên tevaî

û giştî da.

Ji gorî civîn û rapora Unesko yê li cîhanê nizî 10000 kultûrên cûda cûda di 200 welatan da hene, div ê kar were kirin dakÛ ev

Page 8: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

8

Ji roj a ku herêm a me mirov têde rûniştine û niştecî bûne, ji

berya hezarên salande belkî koçkirineke weke vê ya îro ku em

dibîninin û ku dibê, çênebûye.

Wêne bi eşkere tê belav kirin, milletê me mîna garanên Çêlekê

kovî ku ji ber avêtin ser a Gur û Keftar û Lehengan xwe li Çeman

dixin, (lêbûrînê dixwazim li ser vê nimûnê). Yan jî mîna Berxik û

Pezên veceniqî û navqetandî, ku ji ber Hirçan direvin û hew

dizanin bi kûve herin. Daristanên bê sînor di navbera Tirkiye û

Bulgariya de, bûne Penah û Talde ji Kurdanre, da ku bighin

Ewrupayê.

Deraya ya bêbext bûye cihê baweriyê li nik Kurdan, ku riya wê

riya asan û diriste ji bo xelasiyê ye!!!!!!!

Bi zimanekî dî em dikarin bipirsin: Gelo hêvî nemaye?.

Kurdên Kurdistan a Sûrî, ji neçarî ji rewşa tund direvin ji bilî

bandora bihabûn û tunebûna kar û xwendin û pêdiviyên jiyanê

yên sereke, mîna Eliktirîk û Dermanan.

Lê hema ev tenê ne sedemên vê wêne ya tiracîdî û dil tezên, ku

em dibînin!!

Paşeroj a zarokên xelkên me ya tarî û ne diyar, û tunebûna

mikum kirinekê ji tu aliyekî navnetewî ji Kurdanre, ku ew nayên

firotin weke hemû carên berê, baweriya millet bi mandûya

Jiyanê li Herêm a me qels kiriye, nexasim di vê herbilandin a Ben

û Tayan di nav me de û li der dor a me.

Em di valayiyeke lawaz de dibuhirin, çimkî rewşa Herêmê bi

tevayî tê germ kirin, Sêla ku Kurd li serin, Agirek di bin de tê

dadan, ji aliyê çend Leyistikvanan ve, ku her yek ji wan

armanceke wî heye, û hemû bi hev re li ser tunnebûn a Kurdan,

di Herêmê de di lihevkirinekê dene.

Tenê îro nema Milletê Kurd li Kurdistana Sûrî koçber dibe, em

dibînin

dibînin ku rewşa Kurdistana Başûr jî tê alozkirin û hewlên

têkbirina hêminê û aramîya wê tên dan.

Kurdistana Bakur jî dikevê bin gef û perçiqandin a hêzên P K K û

hêzên dewleta Tirk de, ji bo xatirê rêjîma Beşar, bajarên

Kurdistana Bakur têne sotin, hêminî ya ku van salên dawî li wir

çêbûbû tê pêlê kirin, ji bo hisabên herêmî, û taifî, û hisabên yên

ku milletê Kurd, li sê parçeyên Kurdistanê, li Sûrî û Tirkî û Iraqê,

ketiye bin metirsiyeke mezinde,man û nemana vî milletî ku ji

serdemên Holako û Cengîzxan ve neketiye bin vê givaş û mercan

de, bi qasî vê dema niha, ji ber bêtir ji nîvê milletê Kurd ji herêma

Kurdistana Rojava derketiye, belkî Sedî Heftê jî der ketiye.

Rewşa Tevgera Siyasî li Herêma Kurdistana Sûrî, rewşeke ne

rewaye, û ne xwezayiye, millet mîna Pezekî bê Şivan û maleke bê

Semyan maye, ji ber ku bêhtirê Serok û Berpirsên Partiyan ji

Welat derketin, berya ku millet dest bi Koçberiyê bike, her wiha

parçebûn a Tevgerê û ne yekrêziya wê di xwestek û Armancan

de, kir ku millet baweriya xwe bi tu alî hew êdî bîne, û dest bi

Koçkirinê kir.

Îcar Em gazinan nakin ji tu Alî û ji tu kesî, rewş pir zor û xirabe,

megerne tiştekî ji mirinê mezintirba millet xwe li mirinê ne

diqeliba nd, ji bo xwe jê xelaske.

Helbet dê rewş bête guhertin û Aramî dê vegerê Herêma me, lê

em di wê baweriyê dene ku hêjî emê qelenan bidin weke Millet.

Û ji me tê xwestin em her yek ji aliyê xwe ve, alî kes û xizmên

xwe bikin, alî nas û dost û Perîşanên milletê xwe bikin, di riya saz

kirin û bi rêxisin kirina alî kariyan.

Herwiha em dengê xwe hêjî bilintir bikin, da ku Milletên Cihanê

bi êşa me hest bibin, û ya herî giring em xwe bikin yek deng û

yek rêz, belkî em bi kêmtirîn beramber ji vê tomikê derkevin.

Kasî Yûsiv

Ya ji mirinê mezintir

kultûrên cûda cûda werin parastin dakû xwedî û helgirên van

kultûran pêkve û li cem hev bi aştî û azadî bijîn.

Fireyî û cûdaî ya kultûran bi şengist û bingehek giring û fer ji bo

peywendîyên navbera netewên nava welatekî û dîsan ji bo

peywendîyên nav bera netewên welatên din û navbera welatan

xwe bi xwe jî. Di gelek mijaran sîyaset û pêşketinên deveran

girêdaî pêşketinên kultûrîne.

Bi rengekê tevaî û giştî bûyera bi cîhanîbûnê bandorek erênî û

nerênî li ser welatan û netewan kirîye û pîrozîya sinûran

nehêlan, dest êxistine nava kar û barên nav xweî ya welatan bû

ye tiştek fer û pêtivî.

Bi nêrîna min ev bûyerê di berjewenîya netewe û gelên bin dest

da bû, dergehek mezin bi ser wan da ve bû, sîstemên dîktatorî

herifîn, li ber her tişt û eger çi bin xal û babet û mijarên erênî

gelek zêde tir bûn û gelên bin dest çi zerer û zîyan ne dî ji bûyer

û sîstema bi cîhanîbûnê .

Gelê kurd jî êke ji ew gelên ku mefayek mezin ji bûyera bi

cîhanîbûnê dîtîye û xalên erênî gelekî pitir û zêdetirin ji xalên

nerênî, herçend eve ne mijara meye lê divê bihê gotin ku gelê

kurd çi zîyan û zerer ji sîstema bi cîhanîbûnê nekirîye, eger delîve

jî hebû emê bi berfire û dirêjahî behs bikeyn û gengeşe li ser

were kirin.

Page 9: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

9

Taybetmendiya gelemper ya neteweya Kurd, bi dirêjahiya dîroka

wê, ewe ku ew ne neteweyeka êrişbaz, talankar û dagîrkar bûye,

ew bi giştî "neteweyeka xizmetkar" ji dewletên Îslama Siyasî ra

bûye, û îslametî nexistiye xizmeta berjewendiyên xwe yên

neteweyî. Hîngê pirs eve:

Gelo çima Kurd ne neteweyeka talankar û dagîrkarbû?

Ji bo bersiva vê pirsê, divêt em du hêmanên sereke li ber çavan

bigirin, yên ku projeyên talan û dagîrkariyê di dîroka kevnar ya

Rojhilat da afirandin; ew jîevin:

1 - Erdnîgariya pêkhatinê, û tiştên ku ji wê dikişin û dişiqitin, wek

berjewendiyên aborî û derbasbûn ji erdnîgariya birçîbûn û

xizaniyê ber bi erdnîgariya têrbûn û dewlemendiyêva.

2 - Çanda pêkhatinê, û tiştên ku ji wê dikişin û dişiqitin wek

şopên ramanî, taybetmendiyên derûnî û boçûnênsiyasî.

Gelo rewşa neteweya Kurd û peywendiya wêbivan herdu

hêmanan raçawa ye?

Erdnîgariyapêkhatinê:

Zanyar Arnold Toynbee dibêje, divêt em hesabê "peywendiya

gênên (Gen) mirovî bi hawîrdora surişta wî ra, di her hewl

danekê da li ber çav bigirin, dema em dixwazin şêwazê pêşva

çûna jiyana mirovî, yan jî rewşa afirînberan şîrovebikin"(1).

PirrastekuemçarçewateoriyaToynbeeberfirehbikinûlirola erdnîga

riyê di pêkhatina kesayetiya gelan da, ji aliyên biyologî, derûnî û

çandî da, bikolin. Û her wisa di ramana siyasî ya gelan dajî.

Pir hêjayî gotinê ye ku em bidin xuyakirin, projeyên here mezin

yên talankariyê li Rojhilata Kevnar ji aliyê gelên biyabanan va

pêkhatine. Biyabanên erebî û dirêjbûna kenarên wê ber bi bakur

va (Beriya Sûriyayê), herdem daxwaz û hewasa talankariyê li ba

Akkadî, Babilî, Aramî û Aşûriyan di heyama berî mîladê

dapeydakiriye û piştî mîladêjî talanên erebî-îslamî dised sala 7-

êz.dapeyda kirin.

Welatê Farisan jî wek nîv-biyabanekê ye (başûr û nawenda Îrana

niha) û ji wir da jî talanên farisî di sedsala 6-an b. z. da

peydabûn. Her wisa, ji biyabanên Nawenda Asiyasyê jî di sedsala

13-an p. z. da talanên Mugolan peydabûn. Sedem jî ewe ku

biyaban erdnîgariya birçîbûnê ye, hawîrdoreka li dijî jiyanê ye,

berra mirovan dide û wan neçar dike ku ew erdnîgariyeka baştir

têxin bin desthilata xwe, piştî ku ew bi dirêjahiya salan, di wan

rewşên dijwar da, bi tundtirîn şêwazên zordarî û perçiqandinê

êdî tênebiçekkirin.

Lê belê, ew erdnîgariya ku di hawîrdora surişta wê da kesayetiya

kurdistanî ji aliyên biyologî, çandî û derûnî da pêkhatiye, bi

DDDDÎRRRROOOOKKKK

kurdistanî ji aliyên biyologî, çandî û derûnî da pêkhatiye, bi

temamî kesayetiyeka dine. Ew erdnîgarî ji derdorên çiyayên

Zagros, Agirî, Sîpan û Torosan da ber bi rojhilat, rojava, bakur û

başûr da fireh û pan dibe. Di vê erdnîgariyê da berf û baran pire,

çem û kaniyên avê pirin, mêrg û çîmen ji bo xwedîkirina pez û

sewalan bê hejmar û bê hesabin, deşt û pesarên ji bo çandina

dexl û zad, bax û rez û darên fêkiyan pir berhemdarin. Ev

erdnîgarî ya têrbûnê ye, ew mîna "Super Markêtekê" ye ku têda

hemû pêwîstiyên bingehîn peyda dibin, ne bi radeyeka pir bilind

be jî, lê bi radeyeka navîçe (bes). Ji lewra, rûniştivanên vê

erdnîgariyê ne hewcedarî wê yekê ne ku herin welatên gelên din

talan bikin û dagîrbikin.

Çandapêkhatinê:

Biyabanê, yanê "erdnîgariya birçûbûnê", bi demê ra, di xwe da

"çanda talankariyê" pêkanî û di çarçewa çanda talankariyê da

"ramana talankariyê", wek rêzik û bingeheka giyanî û derûnî, ji

"projeya talankirinê" ra afirand. Û bi xwe ra bîr û boçûna siyasî jî

ku projeya talankirinê bi cih tîne, afirand.

Lê belê, "erdnîgariya têrbûnê" di xwe da çanda mêşinî û aştiyê

pêkanî. Wek nimûne ji bo vê yekê, Hindî û Çîniyan - tevî ku

hejmara wan pir bilinde jî - projeyên talankariyê pêknehanîne.

Çîniyan dîwarekî bilind û dirêj avakirine ku xwe ji talanên

Mugolan biparêzin, ewên ku ji biyabana bakurva biser wanda

dihatin. Her duayînên Hindûsî û Bozî, derbirîn û nimûneyên

aşkera ne, ji bo çanda mêşinî ûaştiyê(2).

Rewşa Kurdistanê jî wisa ye. Ew erdnîgariya xwe-têrkirinê ye û ji

lewra, çanda xwe-têrkirinê peyda kir. Di hembêz û sîbera çanda

xwe-têrkirinê da, di kesayetiya kurdistanî da daxwaz û hewasa

ku qîma xwe bi rewşa xwe ya heyî bîne, peyda kir û baweriya

xwe bi wê yekê anî ku tiştê di dest wî da heye bese; û wisa, vê

hewas û daxwazê, "ramana bergiriyê" peyda kir û ne "ramana

talankariyê". Wek piştgiriya vê şîrovekirinê, em dibînin ku 85% ji

dîroka neteweya Kurd ji wan bûyeran pêktê ku Kurdan bergirî li

dijî talankaran; bergiriya ji bo niştîman kiriye û şoreş li dijî

dagîrkaran pêkanîne.

Pir kêm û tenha di hin rewşan da, Kurd ji bergiriyê derbasî êrişê

bûne; lê belê wek bersiv li ser êrişên dervayî. Êrişên Akkadî,

Babilî û Aşûriyan yên hov, dirinde û pir li pey hev, hêştin ku Gutî

padîşahiya Akkad dagîr bikin û Kaşî jî padîşahiya Babil dagîr

bikin. Û Mîdî jî padîşahiya Aşûr ya ku di bingehê da li ser

erdnîgariya kurdî (Sobarto) hatibû avakirin.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama Siyasî

Xeleka 41

2 - ÇIMA KURD NE NETEWEYEKAÇIMA KURD NE NETEWEYEKAÇIMA KURD NE NETEWEYEKAÇIMA KURD NE NETEWEYEKA TALANKAR Û DAGÎKARBÛ?TALANKAR Û DAGÎKARBÛ?TALANKAR Û DAGÎKARBÛ?TALANKAR Û DAGÎKARBÛ?

Page 10: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

serî, û nesoziya min daxuyanê kirin, min tu bersiv neda, lê

min û wê dîsa pêrgînek din li darxist.., lê wê cih li ku be?

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

10 DDDDÎRRRROOOOKKKK

Heyanî di van rewşên êrişkar û pir kêm da jî, kurdistanî di

talankirinê da pir dûr nediçûn û tenha qîma xwe bi wê yekê

dihanîn, dema ku desthilata xwe didan ser nawenda êrişkariya

ser welatê xwe; bi vajayî Aşûrî, Faris, Ereb û Turkan, yên ku

welatên pir dûrtalankirin.

Ramanasiyasî:

Bicihanaîna projeya talankarî û berfirehkirinê hewcedarî sê

hêmanên bingehîne:

- Dewleteka nawendîhêzdar.

- Rêberekî tund ûzordar.

- Hêzeka şervanîperçiqandêr.

Di rastiyê da, çanda pêkhatinê ya kurdistanî, di kesayetiya Kurd

da daxwaz û hewasa nepejirandina desthilata nawendî afirand û

ramana siyasî ku li ser bingeha desthilata "civata hilbijartî" (Kon

Gir) avabûye, xurttir kir. Û ne desthilata serok û rêberê yekane.

Ji lewra jî, tiştekî gelek suriştî bû ku hêza şervanî ya perçiqandêr

peyda nebû. Ev tişt hemû di dîroka Someriyan da ku ji dibistana

şaristaniya Gozana ya kurdistanî derketibûn, aşkera û xuya ye.

Ev rastî li ba Gotî, Horî û Madan jî dîsa dubare dibe û tê ber

çavan. Di dîroka Eyûbiyan da jî wisa ye.

Tevî ku Selaheddîn sultanekî bi tirs û sawîr bû, lê payebilindên

Kurdan bi wî ra wisa didan û distandin wek ku yekî ji wanbe. Hin

caran bi awayekî xwîngiran û bê perwa jî li dijî wî derdiketin û

fermanên wînedipejirandin(3).

Di dîroka kurdî da nimûneyên wisa hene ku dema padîşahê Kurd

bûye dîktator û civata gel (Kon Gir) daye aliyekî, rêberên

payebilind li dijî wî derketine û di civakê da dijberiyên tund û tûj

peydabûne. Nimûneya here berbiçav ewe ku padîşahiya Madan

sala 550-ê b.z. kete destê Farisan, ji ber ku hin mezinên Madan ji

zordariya padîşah Ezdehak ne razî bûn, ew padîşahê ku weltên di

tixûbên Mîdiya da talankirin û padîşahî kireemperatorî(4).

Ramanatalankariyê:

Daku projeya talankariyê bi serkeve, pêwîstiya wê bi ramana

talankariyê heye; ji bo leşkerkirina neteweyê û têvedana wê ber

bi dayîna qurbaniyên darayî û giyanî. Ev ramana talankariyê

dikare ayîn be; wek nimûne: Aşûrî di bin alaya Xweda Aşûr da,

Îbranî di bin alaya Xweda Yehwe da, Bizantî di bin alaya

Xirîstiyaniyê da û Ereb û Turk di bin alaya Îslametiyê da. Û Mugol

jî di bin alaya Xwedayê Asman yê Şamanî da. Ev raman dikare

neteweyî be jî, bi perdeyeka şaristanî, wek Yûnan, Roman û

kolonyalîstên ewropayî yênnû.

Di rastiyê da çanda pêkhatinê ya kurdistanê - çanda xwe-

têrkirinê û mayîna di nav xwe da - ji bo pêkanîna ramana

talankariyê bi kêr nedihat. Zerdeştî (wek nimûne) ku di nav

ayînên ariyanî-rojhilatî da ayîna here bi werar û pêşvaçûyî ye,

ayîneka wisa ye ku bi seranserê gerdûn û heyberan ra pir

aştiyane ye. Ew ne ayîneka talankare û di wê da pir hêmanên

felsefî hene ku wek yên ayîna Bozî ya aştiyane ne.

Di rastiyê da çanda pêkhatinê ya kurdistanê - çanda xwe-

têrkirinê û mayîna di nav xwe da - ji bo pêkanîna ramana

talankariyê bi kêr nedihat. Zerdeştî (wek nimûne) ku di nav

ayînên ariyanî-rojhilatî da ayîna here bi werar û pêşvaçûyî ye,

ayîneka wisa ye ku bi seranserê gerdûn û heyberan ra pir

aştiyane ye. Ew ne ayîneka talankare û di wê da pir hêmanên

felsefî hene ku wek yên ayîna Bozî ya aştiyane ne. Heya niha jî

şopên wê di Yêzîdîtiyê da mane; ew jî wek şaxeka Ezdahiyê

(Yezdaniye) ya ku aştiyane ye tê naskirin û bi ti awayî arezû û

hewasa wê ya talankirin û perçiqandinênîne.

Ev çanda pêkhatinê ya kurdistanî, bû sedem ku Kurd ayîna

Îslametiyê nexin xizmeta pêkanîna projeyên talankarî-

emperatorî, wek ku Ereb û Turkan kir. Dîsa sedem ev çand bû,

ku kir Dewleta Eyûbî bergiriyê di ber Rojhilata Navîn da li dijî

êrișên firengî bike û ne dewleteka wisa bû ku welatê gelên din

dagîr bike, bike milk û samanê Kurdan û zimanê kurdî û çanda

kurdî têxe cihê ziman û çandên resen yên neteweyên din. Vê

dewletê xizmeta neteweyên Misilman kir, yên ku ser bi Xîlafeta

Ebbasî bûn û Selaheddîn di nameyên xwe da ji xelîfeyê Ebbasî ra

li Bexdadê, xwe wek "xizmetkar" binavdikir(5).

Ber bi çandeka şoreşgerî kurdistanîva

Bê guman, li gor dîtina mirovahî ya gelemper, ev qezenceka

nirxdare ku neteweya Kurd ne neteweyeka talankar bûye û

rabirdûwa xwe li ser xwînrijandinê, dagîrkirina gelan, vegirtina

welatan, standina saman û hebûnên xelkê bi darê zorê û

rakişandina dîl û koleyan ber bi bazar û sûkên firoştinê, ava

nekiriye. Belê, ev rabirdûyeka giranbiha ye ji bo vê neteweyê ku

baweriya wê bergirî bûye, li ser bingeheka aştiyane û pejiran

dina kesên din hatiye avakirin; ne êrişkar bûye bi armanca ku

kesên din tineyîbike.

Lê belê, wek ku di pendên pêşiyan da hatiye: "Her tiştê ku ji

sînorê xwe derbas bû, li dij wî vedigere"; ev yek bi serê

neteweya Kurd hat. Çanda wê ya bergirî û aştiyane - di hawîr

doreka tijî ramanên talankarî ku tenha zimanê zor û perçiqan

dinê fêhmdikin, û armanca wan ewe ku bi navê Xweda seran

serê cîhanê têxin bi desthilata xwe, hêşt ku Kurdistan bibe

meydaneka vekirî ji bo dagîrkeran ku gelê wê bikin kole, dîroka

wê rahol û çepel bikin, çanda wê kavil bikin û xêr û bêrên wê

talanbikin.

Ya here bi metirsî û xeternak ya vê çanda pêkhatinê li Kurdistanê

ewe ku heya niha jî pir serêşî û arîşeyan di rewşa kurdistanî ya

îro da jî peyda dike. Va ye em dibînin, piştî du sedsalan ji şoreş û

dayîna qurbanî û cangoriyan, heya niha jî Kurdistan parvekirî û

dagîrkirî ye. Û va ye projeyên "nasnameya niştîmanî" di nav

dewletên dagîrkar da, projeya rizgarkirina Kurdistanê ji naveroka

wê vala dikin û didin aliyekî.

Û va ye serkom û payebilindên Kurd - siyasetmedar û rewşenbîr

- heya niha destgirêdayî ne û nikarin vê nexwaşiya belavbûn û

perkendebûna çandî û siyasî derman bikin; nikarin kongireyeka

neteweyî kurdistanî giştî li darbixin, projeyeka rizgarkirinê ya

Page 11: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

DDDDÎRRRROOOOKKKK 11 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

gelemper amade bikin û rêveberiyeka siyasî kurdistanî damez

rînin ku çavdêriya pêkanîna vê projeyêbike.

Ma gelo! Maneya vê yekê ewe ku aliyê neyînî yê vê çanda

pêkhatinê ji me ra bûye bext û çarenûseka hemdemî ku ewê,

heya em sax bin, bide pey me û me di vê rewşa kambax da

bihêle? Helbet na. Serkeftinên şaristanî û teknîkên zanistî di vê

dema me da êdî hêza bandora erdnîgariyê bi sînor dikin û şopa

pêşvaçûna çandan sererast dikin. Tiştê ku ji Kurdan ra pêwîst

şoreşeka çandî gelempere ku em, bi saya wê, ji aliyên neyînî

yên çanda me ya pêkhatinê rizgar bibin; em ji çanda rev û

bazdanê ku bi dirêjahiya 25 sedsalan ev dagîrkarî, şikestin,

nezanî û xizanî derbasî civaka me bû, rizgarbibin.

Gelo! Li ser milê kê û erkê ser şanê kê ye ku ev pêwîstiya

neteweyî ya pîroz pêkwere?

Helbet, ev erka rewşenbîr û siyasetmedarên Kurde ku li dijî vê

kesayetiya hizbayetî şerpeze û narsîst (xweperest) biserkevin,

xwe ji çanda revok rizgar bikin, ew ji xwe ra payedarên me

(cangoriyên me) wek nimûne bigirin, bi bandor û saya wan di

mîsil

warên ramanî, hest, rabûn û rûniştinê da bibin wek hev, gelê

xwe û welatê xwe ji xwe ra bikin qibleyeka pîroz li her cih û di

her demêda.

Jêder: 1 Arnold Toynbee û Daysako Ekida, El-Teheydiyat El-Kubra,

rûpel24.

2 A. W. F. Tomlin, Feylesofên Rojhilat, rûpel 241. Wool Diorant,

Çîroka Şaristaniyê, 3/77. Ali Zikgor, Felsefên Hindi, rûpel 86,286.

3 Samuel Greimer, Ji Tabloyên Somer, rûpel 79. Dyakonov:

Midiya, rûpel 115 - 116, 185, 379. Abdul Hamid Zayed: Rojhilata

Hemdem, rûpel 574 - 575. Ibin Ruşd: El-NewadirEl-Sultaniye,

rûpel64-65.

4 Herodotes, Dîroka Herodot, rûpel93.

5 Ebo Şameh, Uyun -El-Rawdateyn, 3/67, 86,88.

Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama SiyasîKurd û Îslama Siyasî

Xeleka 42

3 - Panorama Kurdistanê

di heyamên Islama Siyasî da Di vê lêkolîna me da, peywendiya Kurd û Îslametiyê, ji aliyê

gerdûnî va (çîroka afirandina cîhanê, jiyana din ya piştî mirinê)

yan jî ji aliyê giyanî va (dêlindêz = sêrêmonî, rêûresm û şêwazên

perestinê) yan jî ji aliyê yasayî-rêznameyî va (helal, heram, maf

û erk) ne mijara me ye. Mijara me tenha ewe ku em li

peywendiya navbera Kurd û Îslama Siyasî bikolin û rewşa

Kurdan di sîbera wan dewletên ku bi navê Îslametiyê, bi

dirêjahiya 13 sedsalan desthilatî kirine, zanibin; ji destpêka

damezrandina Xîlafeta Raşîdî da sala 632-an heyanî têkçûna

Dewleta Osmanî sala 1923-an.

Me berê jî da xuyakirin ku Ereban dikarîbûn bi pisporî Îslametiyê

di hemû waran da têxin xizmeta neteweya xwe. Helbet, ev yek

mafê wane. Ji ber ku Erebîtî û Îslametî du rûyên cawaz yên yek

rastiyê ne; wek ku pir teorîsiyanên neteweya erebî piştrast

dikin(1). Û wek ku pir teorîsiyanên tevgerên îslamî jî piştrast

dikin(2). Bi me ra, di vê lêkolînê da jî derbasbû ku Faris û Turk jî ji

cihê xwe hilpekîn, desthilatî ji xwe ra kirin saman û hebûn; bi

navê Îslametiyê, desthilatî kirin û xistin xizmeta neteweya farisî

û neteweya turkî. Gelo Kurd jî li ser şopa wan çûn?

Ji ber ku ev mijar pir firehe, pir şop û rê jê dikişin, emê tenha

kurtahiya dîroka Kurd di wan heyaman da bînin ber çavan. Lê

belê, berî wê, ka em li rewşa neteweya Kurd pêş êrişên erebî-

îslamî temaşe bikin.

Rastiya kurdistanî pêş Îslametiyê:

Dema ku talanên erebî sala 16-ê goçî (637-ê z.) di derwaza

Mendelî - Xaneqîn ra gihîştin başûrê Kurdistanê, û sala 18-ê goçî

(639-ê z.) di derwaza Cizîre - Ruha ra gihîştin rojava û bakurê

Kurdistanê, rewşa Kurd li ser asta neteweyî gelemper bi vî awayî

bû:

1 - Nesazbûna rêveberiya ayînî: Hên di dema Madan da,

payebilind û çîna serdest ya wê civakê ayîna pêximberê Mîdî

Zerdeşt nepejirandin. Serdarê farisî Keştasp (bavê Darayê

Yekem) li Zerdeşt xwedî derket û Farisan ji xwe ra Zerdeştî kirin

ramana dewletê ku bi wê Padîşahiya Madan biroxînin. Wan

dest bi serferberiyeka raholkirin û çepelkirinê ya dirinde li dijî

kesayetiyên ayîna Ezdayî(Mog = Mag = Mecûs) destpêkir û ev

hêmanê ayînî-zerdeştî payebilind tenha ji bo xwe hiştin. Hîngê

padîşahê farisî bi keyfa dilê xwe kesayetiya ayîna zerdeştî ya

here bilind (Mewbez, Mewbezan) bi navdikir. Asta wî mîna asta

Papayê Vatikan û Şêxên Îslaman bû.

2 - Nesazbûna rêveberiya siyasî: Farisan padîşahiya Madan

sala 550-ê b. z. hilweşand. Bi zor û hişkî hemû bizavên

payebilindên Madan ji bo vegerandina dewletê têkbirin. Kurd ji

wê demê da û heya niha bêyî rêveberiyeka siyasî bilind man.

Heya niha jî dagîrkarên Kurdistan bi serhişkî, bi hemû hêz û

şiyana xwe li her hewl û bizaveka ji bo damezrandina Dewleta

Page 12: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

DDDDÎRRRROOOOKKKK ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

12

şiyana xwe li her hewl û bizaveka ji bo damezrandina Dewleta

Kurdistan didin.

3 - Jihevketina civakî: Çawa wê civaka kurdî ne jihevketî be

heger ne xwedî van du rêveberiyên ayînî û siyasî be? Kesayetiya

Kurd li cihê ku xwe wek endamekî dewletê didît, paşva vegeriya

û dîsa xwe wek endametî hoz û êlê dît. Ew hişyariya niştîmanî ku

padîşahên Madan bi her awayî belav dikirin û di nava gel da

diçespandin, paşva vegeriya. Hîngê dijberiyên êlî yên bê ser û

bin destpêkirin û azar û ziyanên here xirab gihandin neteweya

Kurd.

4 – Aboriya têkçûyî: Dewleta Faris rêya hevrîşim (herîr) ya

bazirganiya cîhanî û hemû liq û şaxên wê xistin destê xwe; hemû

rê û warên bazirganî û pîşesaziyê di dest xwe da girtin; abora

kurdistanî xist pey abora farisî û nehêşt ku sermiyanê niştîmanî

kurdistanî pêkwere; bi herêma xwe ra, bi derdora xwe û bi

cîhanê ra bigunce. Dewleta Farisî piraniya Kurdan kirin şivan û

gundî daku herdem têkoşînê ji bo bidestxistina pêwîstiyên

jiyanê û parastina hebûna xwe bikin.

5 – Qujmirandina çandî: Bidestxistina dewletê, mana xwe

bidestxistina desthilatî, çand û abora welête. Piştî ku Madan

dewlet wenda kir, tiştekî suriştî bû ku çanda wan a niştîmanî jî

paşva here û li cihê wê çanda farisî di welat da bibe serdar. Bi

gelemperî jiyana gundîtî û şivantiyê rengê xwe avêt ser şêwazê

civaka kurdî; tevî têkçûna rewşa aborî, bûn sedemên here girîng

ku hêştin rewşa çandî di civaka kurdistanî da nizim bibe û

biqujmire.

6 - Dagîrkirin û perçekirina welat: Kurdistan hatibû

dagîrkirin û di navbera herdu dewletên Faris û Rom da hatibû

perçekirin. Xêza ku ji başûr da, ji Niseybînê ber bi bakur da heya

bi Ermîniya diçe, sînorê navbera herdu dewletan bû. Di wê

demê da, Niseybîn ji nawendên leşkerî romî yên here girîng bû li

Kurdistanê û piraniya caran herêmên nawenda Kurdistanê

dibûn meydana şer û pevçûnan yên navbera van herdu

dewletên dijberî hev.

Jînenîgariya siyasî ya Kurdistanê

Dema Faris û Rom di şer û cengan da li dijî Erebên Misilman

têkdiçûn, herêmên Kurdistanê yan bi şer yan bi aştî diketin bin

destê Ereban. Peyva aştî li vir ne bi wê maneyê ye ku Kurdan bi

dilxweşî pêşwaziya Ereban dikir, lê belê ji tirsa kuştin, talan û

kolekirinê, li gor rewşên şer yên wê demê, teslîm dibûn. Mercên

xwespartinê (teslîmbûnê) li gor berjeweniyên Ereban bûn. Di

destpêka wan mercan da ku herêma wan bi temamî bi Dewleta

Xîlafetê va bê girêdan, bi ti awayî li dijî belavbûna Îslametiyê û

dayîna Cizyeyê (standina bacên giran bi darê zorê) ranewestin, li

gor ayeta qur'anî: "Şerê wan kesan bikin, yên ku bi Allah û Roja

Din bawernakin, tiştê ku Allah û pêximberê wî heram kiriye

heram nakin, bi dînê heq ji kesên ku pirtûk ji wan ra hatiye

nagirin, heyanî ku Cizyeyê bi destê xwe bi stûxwarî didin"(3).

Di van rêzên jêr da, emê bi kurtahî dîroka Kurd di bin desthilata

îslamî da bînin ber çavan:

1 - Sedsala 1-ê goçî (7-ê z.): Ev sedsaleka şer û pevçûnan bû.

Tabûrên leşkerê Erebî bi rojhilat da nikarîbûn ber bi nawenda

Asiya biçin, bi bakur da ber bi Qefqasan û bi bakur û rojava da

ber bi Asiya Biçûk biçin, heya ku Kurdistan zeftkirin. Ji ber ku rê û

bihurên strategî di Kurdistanê ra derbas dibûn. Jêderên dîrokî

piştrast dikin ku Kurd hin caran di bin rêveberîne farisî da û hin

caran bi awayê şoreşên êlîtî li dijî talankarên Ereb rawestiyane û

zererên mezin ji aliyê giyanî û daringî va gihîștine Kurdan(4).

2 - Sedsala 2-ê goçî (8-ê z.): Di çarîkê yekem yê vê sedsalê da

Kurdistan bûbû sehne û meydana dijberiya navbera Dewleta

Umewî û alîgirên Ebbasiyan. Leşkerê Ebbasî di şerekî da li tenîşta

çemê Zapê yê jêrîn (Zapê biçûk) li dijî leşkerê Umewî biserket.

Hin Erebên ku ji herdu dewletan bi kîn û nefret bûn, wek

Xewaric, Şî'e û Sunne, Kurdistan ji xwe ra wek cihê şoreşê

hildibijartin(5).

3 - Sedsala 3-ê goçî (9-ê z.): Kurd ji ketina wan bin

desthilatiya Ebbasî ne razî bûn. Wan agirê pir şoreşan li herêmên

Cizîre (Botan), herêmên nawenda Kurdistanê û rojhilatê

Kurdistanê pêxist. Lê belê ev şoreş bi tundî û hişkî hatin

vemirandin. Û van şoreşan heyanî dawiya heyama xelîfe El-

Mu'tesim Billah (227-goçî wexer kiriye) berdewam kir(6).

4 - Sedsala 4-ê goçî (10-ê z.): Di vê sedsalê da destê

xelîfeyan li ser desthilatê sist bû. Êdî Memalîkên (ebebozên) Turk

bûn xwediyê fermanên erê û na. Rola Ereb û Farisan nema wê

rola girîng. Hin mîrîtî û dewletên biçûk yên erebî, farisî û deylemî

hatin avakirin. Hin rêveberên Kurdan jî hin dewlet avakirin; ji

wan Dewleta Hesnewiye li başûrê Kurdistanê, Dewleta Rowadiye

(Rewadiye) li Azerbeycanê û Dewleta Dostikiye (Merwaniye) li

bakurê Kurdistanê. Ev dewlet hemû tenha bi nav ser bi Xîlafeta

Ebbasî bûn(7).

5 - Sedsala 5-ê goçî (11-ê z.): Li dora nîveka vê sedsalê

Turkên Selcoqî dest dane ser Dewleta Xîlafeta Ebbasî. Piraniya

xelîfeyên vê heyamê tenha bi nav, ne bi rastî, serdarî dikirin.

Selcoqiyan mîrîtî û dewletên Kurdan ji holê rakirin (hejmara wan

dora heft dewletan bû). Ji wan ra ev wek destpêk bû ku bi rojava

da ber bi welatê Şamê û bi bakur da ber bi Anatoliyayê kelîja

xwe fireh bikin(8).

6 - Sedsala 6-ê goçî (12-z.): Piştî nîveka vê sedsalê Dewleta

Eyûbî kurdî li Misir û bakurê Sûdanê hate damezrandin. Di pey ra

Libiya û Yemen jî ketin nav axa wê. Di pey ra ev dewlet ket şer û

pevçûnan li dijî malbata Zengî yên Turk û li dijî Firengan

(Xaçeperestan); û êdî Filestîn, Urdin, Libnan, Sûriya, Hîcaz, beşê

mezin ji bakurê Kurdistanê û nîvê bakur ji başûrê Kurdistanê xist

bin desthilata xwe(9).

7 - Sedsala 7-ê goçî (13-ê z.): Di destpêka vê sedsalê da

Kurdistan bû armanca talanên Xûwarîzmî û Migolî û di nîvê

duwem yê vê sedsalê da Memalîkên (ebebozên) Turk Dewleta

Eyûbî sala 648-ê goçî (1250-ê z.) ji holê rakirin û êdî Kurd di

warên siyasî, çandî û aborî da bê bandor kirin(10).

Page 13: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

13 DDDDÎRRRROOOOKKKK

8 - Sedsala 8-ê goçî (14-ê z.): Di vê sedsalê da Kurdistan bû

armanca talanên Teterî bi rêveberiya Tîmûrleng, ji ber ku

Kurdistan li ser rêya wî ya berfirhkirinê bû, bi rojava da ber bi

Asiya Biçûk ku Osmanî lê serdar bûn û bi başûr va ber bi welatê

Şamê ku Memalîk lê serdar bûn. Li Kurdistanê, Tîmûrleng rastî

berxwedaneka tund hat, ji lewra, li Kurdistanê kavilkirin, kuştin

û talankirinên mezin pêkhanîn(11).

9 - Sedsala 9-ê goçî (15-ê z.): Di vê sedsalê da piraniya

herêmên Kurdistanê di bin desthilata rêveberî û mîrîtiyên êlîtî

yên kurdî da bûn, li tenîşta desthilata malbata Qereman ya

Turkumanî li ser hin herêmên bakurê Kurdistanê. Dewleta

Osmanî êdî xuya bûbû û destpêkir ku wan herêman ji bin destê

malbata Qereman bistîne ku paytextê wan bajarê Anqere bû(12).

10 - Sedsala 10-ê goçî (16-ê z.): Di vê sedsalê da Kurdistan

bû meydana dijberiya navbera Sefewî û Osmaniyan. Li Çeldêran,

li bakurê Kurdistanê şerê herî girîng di navbera Şah Îsmaîl û

Sultan Selîmê Yekem da sala 1514-an pêkhat. Di sala 1515-an da

Sultan Selîm mîrîtî û êlên bakurê Kurdistanê, bi alîkariya Mela

Îdrîsê Bedlîsî, bi Dewleta Osmanî va girêdan; bi şêweyekî mîna

Yekîtiyeka Federalî. Piştî wê, kurê wî Sultan Suleymanê Qanûnî

mîrîtiyên kurdî yên başûrê Kurdistanê jî dan ser Dewleta

Osmanî. Ew jî Mîrîtiya Erdelan li Şehrezorê, Mîrîtiya Soran li

Rewandizê û Mîrîtiya Behdînan li Amîdiyê bûn(13).

11 - Sedsala 11-ê goçî (17-ê z.): Di sala 1049-ê goçî (1639-ê

z.) da Sultan Mûradê Çaremîn û Şah Ebbasê Duwem bi hev ra

peymana beşkirina Kurdistanê li gor "Peymana Çespandina

Sînor" îmze kirin. Û ev rewş wisa di sedala 12-ê goçî (18-ê z.) da

jî ma(14).

12 - Sedsala 13-ê goçî (19-ê z.): Di vê sedsalê da Sultan

Mehmûdê Duwem serbixweyiya mîrîtiyên kurdî ji holê rakir û ew

xistin bin kelîja Osmanî ya yekser. Ev kiryar ji sedemên here

girîng bû ku şoreşa Bedirxan Begê di sala 1842-an da û şoreşa

Şêx Ubeydullahê Neyrî di sala 1880-î da pêkhat(15).

Ev bû, bi kurtahî jînenîgariya siyasî ya neteweya Kurd di

heyamên Îslama Siyasî da.

Jêder: 1 Nimûne: Muhiyedin Subhi: Taybetmendiyên Kesayetiya Erebî, rûpel 73. Muhemmed Tariq Qayid Biye: Stûnên Neteweya erebî, rûpel 54. 2 Nimûne: Muhemmed Emareh: Elendeya Hişyariya neteweyî, rûpel 41. 3 Sûreyê El-Tewbeh: Ayet 29. 4 Ibin El-Esîr: El-Kamel fi Tarîx, 3/42. Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 4/993. 5 Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 5/67, 271, 304, 341, 425, 430. El-Teberi: Dîroka Pêximber û Padîşahan, 7/447. Ibin El-Esîr: El-Kamel fi Tarîx, 6/11. Hesen Ibrahîm Hesen: Diroka Îslama Siyasî, 2/19. 6 El-Teberi: Dîroka Pêximber û Padîşahan, 7/447. Ibin Xeldûn: Dîroka Ibin Xeldûn, 5/430. Hesen Qasim El-Eziz: El-Babikiye, rûpel 146, 308. 7 Ibin El-Esîr: El-Kamel fi Tarîx, 8/450-451. Hesen Muneymineh: Dîroka Dewleta Buweyhî, rûpel 12. 8 El-Isfehani. Dîroka Dewleta malbata Selcoq, rûpel 14-15. Ibin Ebi El-Heyca: Dîroka Ibin Ebi El-Heyca, rûpel 104. Ibin El-Esîr: El-Kamel fi Tarîx, 10/27, 222, 232. 9 Ebu Şameh: Uyun El-Rewdeteyn, 2/82. Ibin El-Esîr: El-Kamel fi Tarîx, 11/482-486, 493, 516. 10 El-Hemezani: Civandina Dîrokan, 1/261, 281-283. Ata Melik El-Cuweyni: Dîroka Vegirtina Cîhanê, 2/363-365. Muhemmed Suheyl Teqoş: Diroka Memalîkan li Misir û Welatê Şamê, rûpel 17-33. 11 Ibin Erebşah: Ecayeb El-Meqdur fi Newaib Teymur, rûpel 73, 69-76. 12 Ebbas Ismail Sebax: Dîroka Peywendiyên Osmanî - Îranî, rûpel

27-33. 13 Ebbas Ismail Sebax: Dîroka Peywendiyên Osmanî - Îranî, rûpel 35-36. Muhemmed Suheyl Teqoş: Diroka Memalîkan li Misir û Welatê Şamê, rûpel 78-79, 137 14 Muhemmed Ferid Beg: Dîroka Dewleta Osmanî ya Bala, rûpel 280. Muzir El-Musilli: Ereb û Kurd, rûpel 179. 15 Muzir El-Musilli: Ereb û Kurd, rûpel 196-197.

Qamişlo sala 1918

Page 14: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

14 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN

Pirtûka mamoste Beyar Robarî

Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî

(xeleka 1)

Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;

1. Elfbeya kurdî 2. Tîp 3. cûreyên tîpan

4. tîpa dubare 5. taybetmendiya tîpa (U),

6. taybetmendiya tîpên (E û Î) 7. xîmên zimanê kurdî.

Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.

H Havîn Hewz Heval Hesp Hesin Hawar

Hefte Heftar

I Li Hin Him Hinar Kin Bin

Nizim Pir

Î Îsot Şîn Hîsal Hîç

Îskele Nîv În Îslam

J Jin Ji Jîndar Ji mêj Jimar Jehir Jibo Jiyan

K Kevin Kal

Kar Kew Komar Kor Kom Keç

L Lêker Lewend

Law Lê! Lepik Lehî Leheng Legen

M Met Mehe

Mal Mamoste Mam Mast Mezin Mirov

N Nav Nok Naz Navnîşan Nan Narinc Nû Nuha

O Otobûs Oqyenûs

Orxan Omîd Ode Ol

A Av Amojin Aborî Alfebe Amojgeh Avdan

Ajal Adar

B Bab Ba Bajar Badan

Bidar Bar Bar Baran

C Ciwan Cizdan

Cihar Cîh Cam Can Cîger Cewrik

Ç Çawa? Çû

Çi? Çiçik

Çil Çawîr Çandin Çar

D Dar Dewer Daristan Danîn Depreş Diran

Dibistan Dîn

E Ez Em Ezmûne Ew Ezman Embar Ev Endam

Ê Êzing Êge Êleg Sêv Rê Hêvar Sêl Kêl

F Ferman Fedok Find Fere Fasûle Fîstan Ferheng Fek

G Gol Genim Ga Gund Giran Gav

Page 15: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

15 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

P Partî Pak

Por Par Parzêmîn Poz Payîz Pira

Q Qawîn Qesab Qaz Qaf Qonax Qirtik

R Rez Rêz Raketin Rastî

Rovî Ro Rûn Rû

S Serî Serbest

Sal Serok Sey Saring

Salname Saljîn

Ş Şêrîn Şêr

Şekir Şewender Şil Şewat Şênî Şanoger

T Ta Teze

Tewik Tewa Tu Tim Tebat Tehil

U Guh Duhu

Du Nu Ku Dirust

Tund Buha

Û Ûtî Nûjen Nûdem Dûman Rûken Rût Pût Pûltene

V Van Vebûn Vê Vala Vir Viyan

W Wek Wekhev Welat Wisa Wêne Wate

Wezîr Wê

X Xizm Xurme

Xew Xilat Xwarin Xemil Xanim Xar

Y Yase Yek

Yedek Yekemîn Yar Ya Yazdan Yanzdeh

Z Zane Zordar

Zanîngeh Zer Ziman Zarok Zêde Zû

ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN

E Ê

Ker Kêr Zer Zêr Der Dêr Şer Şêr

U Û

Du Dûr Tu Tû Kur Kûr

Kuç Kûçik

I Î

Jin Jîn Şiv Şîv Pir Pîr Dil Dîl

V W

Dev Dew Ev Ew Vir Wir Vî Wî

Tîp: letters.

Tîpên mezin: capital letters.

A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z. Tîpên çûk: small letters.

a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z.

Cûreyên tîpan: types of letters. 1- Tîpên dengdar: the vowel letters. A E Ê I Î O U Û. Tîpên dengdar bixwe du komin: a- Dengdarên kurt: (e i u) b- Dengdarên dirêj: (a e î o û)

Hatina tîpa (î) û tîpa (y) bihevre: Dema tîpa (î) dikeve pêşiya tîpa (y), ew wek tîpa (i) tê nivisandin. Mînak: Kî yê Kiyê teve te here bajêr. Bî biyê Em li bin dara biyê rûniştin. Sî Siyê Wan sebzan dîne ber siyê. Siya dara zêtûnê pir xweş e.

2-Tîpên dengdêr: the consonants letters. B C Ç D F H J K L M N

P Q R S Ş T V W X Y Z.

Page 16: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

16 ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN

Xisleta hin dengdaran: Hin dengdar hene nakevin pêşî an paşiya hin dengdêran. Herwisa dengdarin jî hene nakevin pêşî an dawiya peyvan (bêjeyan). Yanê ev dengdara bi gelemperî nakeve pêşî an paşiya ti bêjeyan. Yanê bêjeyen kurdî ne bi (i) dest pê dikin û ne jî bi wê dawî dibin; ji bilî hin daçek û çînavan ve, mîna: (li, di, ji, bi, çi).

Tîpa dubare: Di zimane kurdî de, tîpa dubare nîne. Jiber wê, heke di bejêyekê de tîpek dubare bû, yeke ji wan dikeve û tîpek bi tenê dimîne. Wekî (tir) gava dikeve paşiya bejêyan kû bi (t) yê, dawî dibe, yek ji wan herdûkan "t" dikeve. Lewma em di nivisandinê de, (t) yek bi tenê dinivsînin. Jiber kû di zimanê kurdî de, tîpa kû nayê xwendin, nayê nivîsandin jî. Mînak: xurt - xurt -tir -> xurtir paş - şîv -> paşîv rast - rast -tir -> rastir baş - şev -> başev kurt - kurt -tir -> kurtir yek- kîte -> yekîte

Taybetmendiya tîpa (U): Ev dengdara bi şêweyek gelemperî dikeve paşiya dengdêrên (g, h, k, q, x) û di paşiya dengdêrên din de, kêm caran cîh digire.

Mînak: Hunda, hundir, guh, guher, gul, guman, kuç, kul, kulî, kum, kurim, qub, qul, qurç, qundere, qurequr, qurim, qurtik, xur, xumre, xurîn, xurt, kurt. Bêjeyên wek "du" û "tu" awarteyên vê qeydê ne. Û ji milê din ve, ti bejeyên kurdî bi tîpa "u" bidawî nabin, ji bilî hin awarteyan ti peyv jî dest pênakin. Ji xwe ev dengdara, hîn di zimên de biserketina xwe ne qedandiye. Lewma li gor bilêvkirina kurdan ku "w" û "i" ye bi temamî lihev naxin bêjeyen wek "xurdek" bi awayê "xwirdek" jî dikarin bên nivisandin.

Taybetmendiya tîpên (E, Î): Ev dengdaran ti caran nakevin ber dengdêra "y" e. Lê heke ev dengdar bi awakî bi "y" ve gihîştin heve, hîngê dengdara "e" û "î" bi dengdara "i" têne guhartin û dengdara "i" dikeve şûna wan.

Mînak: E pê piyên min vî piyî dê diya te vê diyê rê riya wan van riyan(i)

Î serî seriyê me vî serî/iyî tilî tiliyên min vê tiliyê xanî xaniyê te van xaniyan kursî kursiyên wî van kursiyan

Lê heke "y" bêyî kû bi wan ve bizeliqe û kete peşiya van

dengdêran hîngê (e) û (î) herçend (i) bêne xwendin jî di nivîsandine de bi (i) yê nayêne guhartin û weke xwe dimînin. Herwekî di komên jerîn de (e) û (i) ya bêjeyên (kî, kê, derê) "i" têne xwendin, yanê (ki, ki, deri) lê di nivîsandine de di şêweyên xweyên nijadî de têne şanî kirin. (Ev kî ye? Tu kurê kê yî? Ew xelkê kû derê ye?) Û - Dengdara (û) tu caran nakeve pêşiya dengdêra (w). Lê heger ev herdu tîp bi awakî bihevre hatin, hîngê (û) jî bi (i) tê nivisandin.

Hatina du tîpên dengdar li pêhev: Di zimanê kurdî de, du tîpên dengdar li peyhev neyên, jiber wê dema du tîp dengdar di peyvekê (bêjeye) de, dighên hev em wan bi tîpek dengdêr jihev cûdadikin. Û bi gelemperî ew bi tîpa (y, w, h) ji hevdû tên cûdakirin. Mînak: Gî-an giyan Du-emîn duyemîn, duwemîn Dirêja-î dirêjahî Duma-î dûmahî Taybetmendiya tîpa (Y):

Ev tîpa bi şêwak gelemperî di zimanê kurdî de, bi delameta (rol) jihevkirina dengdaran radibe. Mînak: Daxwaziyek min heye. Bêjeyên nû divê hûn ezber bikin. Me ji gundiyekî pirsî. Ez di geliyekî pir kûr re derbas bûm. Diyariyek min ji Zînê wergirt. Diya min ev telîfona da min.

Peyvên (bêjeyên) ku bi dengdaran destpêdikin: Bêjeyên kû bi dangaran destpê dikin, dema ew dengdar li pey daçekan tên, hîngê daçek dikane wan dengdaran bavêje. Mînak: Axiftin bi-axife baxife Ajotin bi-ajo bajo Anîn bi-îne bîne

Bihevgihartina tîpa (a) bi tîpa (ê) di navên nêr de: Dema tîpa (a) di navên nêr de were, di tewandina wan navan de, bi tîpa (ê) tê guhartin. Mînak: Azad Azêd Alan Alên Ga Gê Derman Dermên Dîwar Dîwêr Nan Nên

Lêkerên pirkîte, dema ew bi tîpa (i) dawî nebin, di fermaniyê de ew tîpa (i) ji nûve werdigirin.

Û di hin hevokan de ev tîpa dibe (e): Axiftin axaf axif daxife baxife Cemedîn cemed cemid dicemide bicemide Alastin alast alist dalêse balêse Lêkerên derbasbûyî (têper), yên bi paşgîna (andin) dawî dibin, di rewa fermaniyê de, tîpa (a) xwe bi tîpa (î) diguhare. Mînak: Lêker Fermanî Revandin birevîne Standin bistîne Dirandin bidirîne

Çirandin biçirîne

Xîmên zimanê kurdî: basic of Kurdish language.

Tîp: letters .

A B C D agir berî ceh dar avahî bez cîh dibistan

Amed bend ciwan derî Kît: syllable. Dilbirîn -> dil - birîn. Serkeftin -> ser - kef - tin Serokwezîr -> ser- ok - we -zîr. Serxwebûn -> ser - xwe - bûn Peyv: word.

Xwarin, cûtin, pakirin, raketin, xwendin, bezîn, kenîn, ristin, dirûtin, pakirin, bezin, xwarin, xwendin, nivisandin, ….. Hevok: sentence.

Ez xwendevan im. Ew karkir e.

Em kurd in. Hûn ji ku ne? Tu ji kuy î? Navê te çî ye?

kêmtirî mehekê bû.

Page 17: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

17

Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih RengRengRengRengêêêê XunavXunavXunavXunav

Navê Behzad e. Ew Şîlan e. Ev mase ye. Ew mal e. Ew Dilovan e. Ev masî ye. Hîndarî -1 (exercise) Vahaliyên jêrîn teve mamosteyê xwe dagirin. 1- Z…….tûn 2- B…….rîn 3- K…….nîn 4- M…...van 5- ……or 6- Xwendek…….r

7- ……..em 8- D…….m 9- D……b……stan 10- B…….har 11- Navd……r 12- F…….rotin 13- H…….v 14- R…….z 15- …….rme 16- Dil……..van 17- L…….stin 18- K…….rkirin Hîndarî -2 Hevokin jêrîn ji ba xwe biserî bike. 1- Ez berber………… 2- Ew bijîşk……… 3- Em bajarî……… 4- Hûn kî……….? 5- Tu kî………? 6- Ew dîrokvan ……….

7- Em dîwane……… 8- Ez gundî………. 9- Tu nezan……….. 10- Em cotarî……….. Hîndarî -3 (exercise) Li ser her tîpekê ji tîpên pêşîn du peyvan binivsîne. Û …………………………… Û ……………………………….

Ê …………………………… Ê ……………………………….

X …………………………… X ……………………………….

Q …………………………… Q ……………………………….

J …………………………… J ……………………………….

Y …………………………… Y ……………………………….

Hîndarî -4 Bersîvê pirsên jêrîn tev mamosteyê xwe bidin û pêwîst nake ku bersîvên te rastbin. 1- Navê te çî ye? Navê min …………………………….. . 2- Paşnavê te çî ye? Paşnavê min ………………………………. . 3- Tu ji ku yî?

Ez ji …………………………………………… . 4- Tu li ku rûdinî? Ez li …………………………………. rûdinim. 5- Tu kurd î? Belê, ez …………………………… . Na, ez ……………………………… . Tû çend saliyî? Ez …………………………………………………….. . Zarokên te hene? Belê, …………………………………………………. . Na, ……………………………………tunene.

Hûn çend xûşk û bira ne? Em …………… xûşk û ………………… bira ne. Hîndarî -5 Peyvên jêrîn ji ba xwe bi serî bike. X…….arin Hînd………rî Mam…….ste Pey……… Na…….. ………wendin Nivis……..ndin B…….rin Bers…….v ………xwarin Kir……..n Axi…….tin An……n K…….landin.

(Dûmahî heye...)

ZZZZIIIIMMMMAAAANNNN

Page 18: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

18 ffffoooollllkkkklllloooorrrr

Luqman Silêman

Şerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û Izêr (Xeleka - 7)

Mîrzo ma di nav du agiran de, herê bi xweha xwe ve, dibê ku

birayê wî werê kuştin, û ne çi bi xweha xwe ve, xweh wî çû...! Ya

rebî ya îlahî wê çibkê? Mîrzo ji xwe re got: Welah min ev qas şer

di ber namûsê de kiriye û min nehiştiye ku xweha min bibin, her

min ji wan standiye, ez ê cardî herim pêve, bira çû bila here, ev ji

min tê, ma ezê xwe bixim çend parçe, ez ê herim bi xweha xwe

ve û ez namûsa xwe bi destê wî bê bavî ve ber nadim.

Mîrzo û Izêr li hev fihêl kirin, xatirê xwe ji hev xwestin, herdû li

halê hev girîn weka du berxa li ser hev kalîn, belê Mîrzo axa berê

Hemedaniyê zîvirandin û bi îşareta şûr xatir ji Izêrê bira xwestiye

û kiriye qîrîn û firiyad û girî.. dikê û nakê kela wî xwe nagirê,

birayê wî birînadare, ha werê kuştin û ji ser pişta hespê kumêt

werê xwar ha werê xwar.., bira li ber mirnê ye û xweh xelkê

revandiye, namûs girane ne xasim li devereka xerîbin ji bilî ku ev

serê çend roja ye di şerde agir di hinvê wî de pê ketiye, guriya

agir di firnikê bêvila wî re davê jê.

Mîrzo xwe di Çiyayê Sîpanê Xelatê de berdaye, ji vê zinarê ta bi

zinara dî, li vê newalê li newala dî, li vî pozî li pozê dî, ta ku Mîrzo

gihaye eskerê Bûzê Şikakî, dilê Mîrzo dagirtiye, xezeb ji nav çavê

wî bela dibê, kete di nav wî eskerî de, girê terma ji wan çêkir,

seklawî berdane nava meydanê bê xwedî, dema ku Bûz Begê dî

Mîrzo çi afatî bi serê eskerê wî de anî, hema Têlî Eyşanê avêt û

bazda, go lingno ha lingno mêrê qenc ew e ku ji ber şûrê Mîrzo

xilas bê. Bûz Begê berê xwe da çadirê eskerê xwe û Mîrzo li ser

piştawiye, dema ku dî va Mîrzo li ser pişta wiye, Bûz xwe li çadira

jî negirt, kezebê wî qeta, ji xwe re got: vê carê kuştina min bi

destê ferxê Omer axa ye!

Çaxê ku Mîrzo dî Bûz Begê xwe li çadira jî negirt, Mîrzo serê sê-

çar zabitê Bûz Begê jêkir û xistin xurcezîna xwe de, ji xwe re got:

ezê va seriya bibim şanî Izêr bikim, da ku dilê wî hinekî xweş

bibê, çimkî niha ew di tengahiyêde ye. Mîrzo rahişte Têlî Eyşanê

li pişt xwe kir û berê xwe da konê bavê xwe.

Cardî Omer axa sê denga bakire Mîrzo got: Hewara Mîrzo kurê

mino, tu ne tu mêrî belê tu bi kêrî rojê giran nayê, binêre tu bi

kêrî rojê girna nayê, Mîrzo lawê min li serê Sîpanê Xelatê bi

dewrane, bi mije bi dûmane, çiqas ez dêna xwe didime vî şerî,

mirêna rimane, çingêna şûrane, hîrêna hespane, hewtêna kurê

bava ne, li ser serê Izêrê bira dewrane, Mîrzo ez guhê xwe didim

vî şerê girane, li min nayê dengê Izêrê biran e.

Çaxê ku Omer axa ev gotin ji Mîrzo re got: Qîrênî bi Mîrzo ket

dengê wî li Sîpên bela bû newal dagirtin Têlî Eyşanê danî û ji cih

êrîş kire ser koma esker lê esker girane weka kulihê beşike ne di

reê û ne xilas dibê.

Mîrzo kete nav esker de çep û rast şûrê xwe li bakir serê esker ji

ber şûrê wî di fire weka sere nêriyê gûlika bihuarê... Mîrzo nêzîkî

li Izêr kir lê beriya ku bighiyê Izêr ji ser pişta hespê hate xwar?

Mîroz esker ji ser Izêr da alî rahiştiyê li ber xwe kir û şerê xwe jî

dibe re dikê û qune qune vekişa bi ser kon de ta ku higa ber kon.

Bi gihandina wire li berk on herdû ji ser pişta hespê hatin xwar.

Pîrek bezîn bi wan ve ew derbasî bin konkirin herdû ferxê Omer

axa di ber hevre dirêj kirin pîreka xwe avête tor û bextê Eshed

jêre gotin: em di bextê te û bextê Xwedê dene lawo rabe ser

xwe va herdû jî hatin kuştin çûn em man bi hêviya Xwedê û

hêviya te ve…?

Eshed ji wan re got: min sed carî ji were gotiye tiştê wisa ji min

re nebêjim ez pir pê adiz dibim? ma hûn nizanin ku ez biva tişta

adiz dibim Xwedê wekala hûn bela xwe ji min venekin ez ê rabim

ji vir herim ta ku dûvikê min bijen ê. Ez ê herim ev çiye min

carekî ji were gotiye van tişta ji min re nebêjin.

Pîreka destê xwe avêtin şûra û li derê kon sekin în ji hevre gotin:

hema em ê ava rûyê xwe bi parêzin her zilam neman da ku ev

esker pêl namûsa me nekê ma em çawe bikin va herdû bi hevre

hatin kuştin.

Pîreka li Izêr meyzandin ew qulibandin vî alî aliyê dî laşê Izêr wek

çav kaniya lê hatiye cîkê bê birîn di laşê wîde namaye. Li Mîrzo

meyzandin tiştek jê nehatiye diya wî ji pîreka re got: bakinê lê bi

Xwedê wekala wê ji qehrê Izêr ew jî herê bila rabê lê wê namûsa

me bikevê bin linga.

Têlî Mencolê bakire Mîrzo got: heware Mîrzo rabe li me binê re li

me dewra ne serê Sîpanê Xelatê alîk mije yekê dû û yekê bi

dûmane Mîrzo em pîrekin darê şikestîne tu ji me nayê û

bênamûs ê Eshed xwe berdaye nav jinka em dinêrin esker pir

girane serî hatiye nav malne tu ne maye konê me bidin ber şûr û

riman û tîran û gurzan e. Mîrzo tu dizanê bi Xwedê em ber

kuştina te û Izêrê bira na Kevin em dikevin ber heyfa nav û

namûsa me ku bikevê destê vî eskerê giran vî kafirî li welatê

xerîbiyê ez bi Xwedê kim tu ranebê wê bileyîzin ser sing û berê

me zeriyan e belê heware Mîrzo heware Mîrzo…?

Dema ku Têlî Mencolê ev gotin ji Mîrzo re gotin: Mîrzo da xwe

rabû şipiya sekinî wek ku neçûyî şer hingî va gotina bandore xwe

lê kir. Mîrzo destê xwe avête şûrê xwe û ji eskere derkete

meydanê çep û rast li esker da ta ku ew esker ji ser kon da alî û li

kon vegera bakire Eshed.

Eshed derket got: ha keko.

Mîroz jêre got: rabe termê Izêr bêxe di nav kulavekî de xweşik bi

pêçe û deyne ser pişta dewarekî feqîr û malê bi rê bike em ji vir

Page 19: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

19

pêçe û deyne ser pişta dewarekî feqîr û malê bi rê bike em ji vir

herin nanê me li vî welatî nema?

Bi qasî ku mirov çixara xwe vexwe Eshed mal bi rêxist û Mîrzo

şerê xwe dike û qune qune bi malê re dimeşê nikarê xwe dûrî

malê jî bikê maye bi tenê esker li ser serê Mîrzo bû wek çakûçê li

ser sindan de lêxe û hey lêxe. Rê li ber wa winda bû ji dêvla ku di

hêla Hekariy re dakevin li Hêla Bûz Begê Şikakî re daketin ber bi

devera xwe ve tên wê ji Sîpanê Xelatê herin Dibana wê çemê

Hîzil derbaskin li başûrê çiya yê Cûdî.

Çi gundê ku gihanê gundiya di pirsî ev çiye ne çiye gotin: hal

hewal ev e wan jî danî Mîrzo diniya li ser serê Mîroz bû yek çi

gundê ku Mîrzo têre derbas bû wan jî lê da ew dever hemî bûne

agir û pêt û bi benda Mîrzo ketin.. ji Sîpanê Xelatê şer li ser serê

Mîrzo stûr û pehin bû ta ku Mîrzo giha ava kiça pêş berî deşta

Silopiya.

Omer axa gote: pîreka xwedîkî min li derê kon deynin ez ê

dengekî bakim Mîrzo ez binêrim ka halê wî çiye…?

Omer axa bakire Mîrzo ha Mîrzo lawê min o belê lawê min o tu

ne tu mêrî ne tu mêrî ne mêrê şer û cenganî lawê min o ma çima

tu bibê serê sebebê ta ku em ji gundê xwe herin deşta Rihayê û ji

deşta Rihayê herin serê Sîpanê Xelatê wê bi mijbû û bi moranbû

ta ku tê de hate kuştin Izêrê biran e ta niha em ê li deriya ne em

ê li xerîbiyê ne dilê xelkê bi me ne di şewitî em ê nû hatine pêş

berî dijmin ê xwe yê mezin yê ku em ji ber wan bûne xwînî û bi

xerîbiyê ketin ta ku ev hatiye serê me va cardî em li wan

vegeran.. belê Mîrzo mêr be mêrê çiya be û bi kêrî xwe were

dest hilîne Mîrzo…?

Mîrzo bakir bavê xwe û jêre got: ha yabo ha yabo ensaf û mirwet

di serê te de nemaye heger ez hesin bam heger ez pola bam niha

ez helabûm man e ev serê dih rojê min e destê min ji şûr

venebûye lingê min ji zengoye derneketiye xew bi çavê min ne

ketiye. Yabo qesema Xwedê ez bi sê derba ji derbê xedar

birîndar bûme. Yabo tu li halê min nemaye belê hûn li min

fihêlbikin diniya ye merg û mirin e dibê ku êdî em hev nebîn in

yabo?

Dema ku Mîroz ev ji bavê xwe re got: Omer axa gote: Eshed rabe

mala min xerabû em malê bibin ber ava Hîzil?

Eshed kon barkir bir li ber ava Hîzil û Xabûr danî xelkê deşta

Silopiya pirsîn ev çiye ev çi qewmiye ev çi şere ev şerê kiye? Ji

wan re got: hal hewal evin bi Bûz Begê re li Mîrzo dan û barê wî

girantirbû diniya li ser serê Mîrzo bû weka pelek agir de lêxin ha

lê xin teqlê Mîrzojî sist dibin nema dikarê kuştinê bike tişta maye

di destê wîde hema xwe ji şûra di parêzê da ku newê kuştin ta ku

malî ava Hîzil derbaskin.

Çaxê ku pîreka dî teqlê Mîrzo sist bûne herkê rahiştin fincaneka

şehrê û xwe berdane ava Hîzil ta bi qirikê hina ji wan gotin: em ê

xwe bi xeniqîn in da em kuştina Mîrzo nebîn in hina got: na em

xwe naxeniqîn in Xwedê têxê mûjî û na qetînê…

Mîroz

Çaxê ku Mîrzo am ê xwe kuşt û ji gundê xwe barkirin hatin li ava

Hîzil derbas bûn zilamekî xwediyê kelekê yê ku ew derbas kirîn

çav li wan kir ku Mîrzo di çi halî deye ji xwere got: weyla xweşê

ez ê herim ji Çeleng axa û Evdal axa re bêjim werin Mîrzo bi kujin

da heyfa bavê xwe hilên in beriya ku were kuştin? Wê tiştekî baş

jî bexşîşa min bidin min.

Zilamê kelek van av der baskir dawa xwe erebî xiste devê xwe de

û berê xwe da gundê Dibana ka tu li kuderê yî. Çû dî va Çeleng

axa û Evdal axa wê li ber siha danê êvarê rûniştîne çaya wa li ber

waye wê vedxwin..

Selam û Elêkum?

Elê kume selam..

Çeleng axa jêre got: xêre hewqas helke helik bi ser te ketiye…?

Yê kelek van got: hal hewalê Mîrzo û Izêr û Omer axa û Eshed ev

e wê hatine deşta Silopiya û li ser pişta wa şerekî girane êxire

êxir dewrane Izêr hatiye kuştin û Eshed şernakê û Mîrzo sê derb

ji va derbê xedar hatiye birîndar kirin habê kuştin ha bê kuştin

leza xwe bikin berî werê kuştin da hûn heyfa bavê xwe hilên in

ne xwe wê heyfa bavê we ji destê we here…?

Kur amê hevin û zava yê hevin xwîn kelî diniya di çavê Çeleng

axa de tarî bû gote: Evdal axa de keko hespa ji tewilxanê derxe?

Evdal li bayê bezê di hespê kumêt ji tewilxanê derxistin û kum û

kumzirê xwe li xwe şidandin û şûr û mertalê xwe li xwe kirin xwe

zerkirin ser pişta hespê xwe wek du pilingê dev bi xwîn deşta

Silopiya tu li kudê yî.

Wek du teyrê baz ew deşt û gelî li xwe badan hatin li ber ava

Hîzil sekin în. Dema gihane ber avê Têlî Zeynebê çav li wan kir li

pîreka meyzand û ji wan re got: ine lilahî we ine îleyhî racihûn

bi navê Xwedê nûka kuştina Mîrzo heqbû va herdû birayê min

Çeleng axa û Evdal axa hatin wê tola bavê xwe hilên in?

Têlî Mencolê gote: pîreka ka ez ê herim pêşiya wa heger ku ew

hatibin ji kuştina Mîrzo re ez ê xwe bavêjim avê û em ê xwe bi

qeniqîn in bila em kuştina Mîrzo nebîn in lê heger ku hatibin tola

Izêr hilîn in.. ji xwe ez ê desamal xwe ji were hildim hûnê ji avê

derkevin?

pîreka got: başe de here.

Têlî Mencolê çû pêşiya wa hîn ji dûre ve bakire wa got: ha kekê

min Çeleng axa ha Evdal axa ez nizan im ne bextê min e û ne yê

weye hûn ji min re bêjin hûn ji xêrê re hatine yan ji şere.. ez li

bextê we û Xwedê me hûn ji min re bêjin hûn hatine tola termê

Izêr ji erdê hilîn in yan hatine tola yabo ji me bistîn in…Serê

Mîrzo axa ji min bistîn in keko..?

Çeleng axa bakiriyê xwîşka min ê Têlî Mencolê Têlî Eyşanê Têlî

Zeynebê Têlî Hebabê hûn derkevin ji wê avê we cergê min

şewitand mêlaka min peritandin der kevin ji avê em hatine ji

xêrê re ne hatine ji şer re.

Em hatine tola Izêr ji erdê hilîn in em ne hatine serê Mîrzo axa

tola bavê xwe ji we bistîn in xwîşkê…

ffffoooollllkkkklllloooorrrr

Page 20: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

20

Têlî Mencolê ji pîreka re desmala xwe hilda got: ji avê derkevin.

Pîrek ji avê derketin hemiya da dora hev û çûne binê kon rûniştin

Çeleng û Evdal êrîş kirne esker ew esker weka kulmozê li ser serê

Mîrzo di çin û tên ha Mîrzo bi kevê ha bi kevê tu têde nemaye..

Mîrzo ber tira dikevê laşê wî wek bêjingê lê hatiye hemî kun kunî

bûye ji şûra.

Nema şûr ji Mîrzo tê ku hildê hema şûrê xwe dibê û tînê dema

ku Çeleng û Evdal çav li Mîrzo kirin wê di çi halîdeye ji xwe re

gotin heyfa mêra be biKevin vî halî..?

Çeleng axa li Mîrzo kire gazî got: em li ezmane li te digeran va tu

li erdê bi dest me ketî? mane Mîroz îro tu bibê av û bi erdê de

herê tu ji destê min xilas nabê tu bibê teyr bi ezmana bikevê tu ji

destê min xilas nabê.. mêr be û bi kêrî xwe were va em hatin…?

Dema ku Mîrzo çav li wan kir bakire Çeleng axa Evdal axa hûn di

zanin ez Mîrzo me Mîrzo me ferxê Omer axa kekê Izêrim zilamê

xwînê me belê ez ferxê Omer axa me gamêşê deşta Dibana me

ez ne mêrê tirsê me ne mêrê revê me bi izna Xwedê û pêxember

min ê qama vî qas şerê girna heye û min ê qama şerê te û birakê

tejî heye? Dema ku Çeleng ev tehin da Mîrzo wisa li Mîrzo hat

teyê bi gota ji xwe nehatiye birîndakrin hingî bihnawî teng bû di

çengek avde di fetisî…

Yek tehnê hişt ku Mîrzo cardî bi qevda şûrê xwe bigrê wek ku îro

dih roje şer nekirî Mîrzo şûr danî ser milê xwe û ji cih êrîş berda

Çeleng axa û Evdal axa û dev ji wî eskerî berda…?

Çeleng axa gote: Evdal axa heger ku Mîrzo ne xwediyê vê bêna

teng ba mamê xwe ne di kuşt…? Binê re me tehnek dayê wek ku

birîndar nebûyî binê va wek melkemotê mirnê hate me?

Mîrzo giha rasta wa Çeleng axa jêre got: Mîrzo te xêre…?

Mîrzo got: ez hatime ez û we em ê xwe ji hev safîbikin da ez

herim şerê xwe…?

Çeleng axa kenî jêre got: çavê te lêye te me herdûya jî bi kujê û

herê şerê xwe..!?

Mîrzo got: nesîbe ev şere yan hûnê min bi kujin yen ez ê we bi

kujim…!?

Çeleng axa û Evdal axa jêre gotin:

madem tu ev mêrê hayî em xwîna bavê xwe li te dibûrin û bi

destê Mîrzo girtin birin binê kon gotine: pîreka birînê wî derman

bikin û bêxin nav ciya de îro roja meye dora me hat wî têra xwe

şer kir tiştê may li me?

Eva herdûka wek di ferix û berxê cina ya sitar têr xwarîne têr vexwarîne hespê wa bitrin ketin nav wî eskerî afatî bi serê wîde anîn.. Bûz Begê şikakî jixwere got:

ez ê herim vê carê Têlî Eyşanê jixwere bînim va pêjna Mîrzo nayê

kesnîne li pey min bikevê îro roja min e wê dawî Têlî Eyşanê

bighê min piştî vîqas şerî.

Mîroz

Bûz Begê cardî hefsed siwarê neqandî yê rojê girna da pey xwe

berê xwe da binê kon Bûz çû serê xwe xiste binê kon de çav li

Mîrzo kir di cîde bi şûnde bazda û Çeleng axa kete ser pitşawî de

wek ku teyr berdê başokê.

Omer axa gote: Çeleng axa yê ku Izêr kuştî siwarê hespê şêzere

ew ê direvê tu wî saxî ji min re bîne ber destê min da ez kerba

dilê xwe lê hînik bikim ez ê heyfa Izêr jê hilîn im?

Çeleng gotiyê: belê mamo Xwedê min ne kujê ez ê wî sax ji tere

bîn im.Çeleng da ser pişta Bûz Begê lê hingî dibê Bûz li Çeleng

zêde dikê…Çeleng jixwere got: bi heqê Xwedê evî bi vî hespî

pismamê min Mîrzo ji derb xistiye Heger ku ne ji vî hespîba niha

Mîrzo ji zûde ew kuştibû?.

Evdal axa di milêdîre derket Çeleng qîrek da Evdal jêre got: yê ku

pismamê me Izêr kuştî siwarê hespê şêzere wî berne de?

Evdal axa weka melkemot rija ser serê Bûz Begê Şikakî.

Dema ku Bûz çav li Evdal kir bi şûnde vegera Çeleng li benda wî

sekinî bû ta ku Bûz giha rasta wî Çeleng xwe zergiriye ji ser pişta

hespê hilanî sê çar qam rim li serê wî dan gêjkir dest û lingê wî

girêdan anî avê te binê kon ji Mîrzo re got:

vaye qatilê Izêr min ji tere anî? Mîrzo got: ez li bextê hewe û

bextê Xwedê me hûnê wî ji min re virde bînin? Çeleng Bûz Begê

bire ber destê Mîrzo danî.

Mîrzo devê xwe kire boxazê qirika wîde zengelora wî ji ra

deraniye û gote: pîreka de werinê? Pîrek ketin ser kelaxê wî de

bi şûnikê cila meqes û kêrika piçê zola ji laşê wî kirin ta ku Bûz

Begê Şikakî kuştin.

Dema ku serê mar tê jêkirin dûvê wî nikarê tiştkî bikê dema ku

Bûz hate kuştin eskerê wî wek mirov destê xwe tijî nok bikê û li

gevir bixê wisa eskerê wî ji hev bela bû her yekê bi derekî de çû

mêrê qenc ewbû ku xwe ji ber şûrê Çeleng axa û Evdal axa xilas

bikê.

Çeleng axa birayê mezine tiştê ew bêjê Evdal gotina wî li erdê

nadê herdû bira pir di gotina hevde ne hîn tucarî ji gotina hev

derneketine ne dema ku bavê wan saxbû û nejî piştî bavê wan

hatî kuştin bi destê kur amê Mîrzo.

Çeleng axa gote: Mîrzo madem tu ev mêrî Xwedê wekala ez li

xwîna bavê xwe bihûrîm raste bavê min bû lê mamê te bû û

xezûrê tebû.

Konê wan barkirin li gundê xwe vegeran Izêrê bira birin goristanê

bi cih kirin û hertşi vegera weka berê.

...........DAWÎ...........

* Min ev şer ji kasêtê wergerandiye, heger şeşî hebin li min bibûrin, min dest nedayêye, wekû hatiye gotin, min nivîsîye.

ffffoooollllkkkklllloooorrrr

Page 21: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

21 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Hêrsa Xwedawendan: Bi me ra derbas bû ku sê xwedawend serpereştên Civata

Xwedawendî Somerî bûn (An, Anlil, Anki), û me dîsa gotibû ku li

tenîşt van hin xwedawendên din jî ji bo hin peywir û erkên

taybet hebûn. Peywira xwedawend "Iya" sihirdarî, remildarî û

parastina mirovan ji nexweşî û belayan bû. Xwedawend "Nînût"

(Mamî) di afirandina mirovan da ji çipil û heriyê beşdar bûbû, û

radeya Xwedawendên "Anunnaki" piştî radeya xwedawendên

mezin dihat. Erk û peywira xwedawendên "Agigi" jî rabûna bi

kar û xebatên zor û zehmet bû.

Hatiye gotin ku xwedawendên "Agigi" piştî sê hezar û şeşsed sal

êdî ji karên zor û zehmet bêzar bûn û li dijî xwedawend "Anlil"

serî hiladn, qeyd û bendên xwe sotandin (şewitandin), çekên

xwe rakirin, bi şev êriş xwedawend "Anlil" kirin û dora wî di cihê

wî da, yê bi navê "E-Kur" çarmedor pêçan û girêdan. Peywan û

nobetdaran bi lez xwedawend "Anlil" ji xew rakirin û jêra gotin

ku xwedawendên "Agigi" li dijî wî serî hildane û dora wî di

nawenda wî da pêçane. Xwedawend "Anlil" li metirsiya li ser wî

haydar bû, û rabû mezinên xwedawendan derbarê serhildana

xwedawendên "Agigi" ji bo şêwir û dewanê civandin ku

çareyekê bibînin.

Piştî ku xwedawend "Anlil" sedema serhildana xwedawendên

"Agigi" naskir, rabû ji xwedayê xwe "Nînût" xwast ku (wek bi me

ra derbas bû ku mirovan biafirîne) daku ew li cihê xweda

wendên "Agigi" bi karên zor û zehmet rabin. Di pey wê ra hezar

û dused sal derbas bûn, mirov êdî pir bûn û li ser rûyê zemînê

pir qîjeqîj û qîreqîr peyda kirin ku êdî xwedayan nikarîbûn razên

û xew bikin.

Êdî biryar dan ku hejmara wan hinekê kêm bikin, û rabûn

nexweşî û pirik xistin nav wan. Lê tevî wê jî, dîsa hejmara

mirovan hên jî pir bû. Rabûn xela û pirçîbûn xistin nav wan, lê

dîsa jî hejmara mirovan hên bilind bû. Rabû xwedawend "Anlil"

biryar da ku mirovan di bin Tofanê da bihêle.

Xwedawend "Anki" (li gor gotûbêja babilî: Xwedawend "Iya") li

civînên xwedawendan amade bû, û dizanî ku çi dek û dolabê ji

bo qelandina mirovan bi Tofanê amade dikin. Rabû biryar girt ku

bi awayekî neyekser vê agahdariyê bigihîne "Ziusudra"

(Utnapishtim) ku bi aqilmendî û perestweriya wî bawer bû.

Rabû berê xwe da wî dîwarê qamûşî yê mala ku "Ziusudra" lê

rûdinişt (têda bû) û got:

. "Dîwaro! Li min guhdar bike dîwaro!

Dîwarê qamûşî! Li peyvên min hemiyan guhdar bike!

Xaniyê xwe hilweşîne û keştiyekê durist bike!

Dest ji hemû hebûnên xwe berde û jiyana xwe rizgar bike!1"

Bûyerên Tofanê:

"Ziusudra" ev agahdariya "Anki" (yan jî xwedawend "Iya")

fêhmkir û dest bi duristkirina keştiyê kir. Di hundirê heft rojan da

keştiyek durist kir ku bilindbûna wê - li gor gotûbêja babilî - 120

gaz bûn û dirêjbûna wê jî 120 gaz bûn. Di keştiyê da heft qat

hebûn. Rabû çi zêrê wî hebû û çi afrînber li ba wî hebûn tevî

hemû malabt û xizimên xwe, tevî jîndarên zeviyan û jîndarên

kovî û hemû kesên ku di avakirina keştiyê da beşdar bûbûn, ev

hemî xistin keştiyê û deriyên wê bi temamî kîp girtin1.

Li gor gotûbêja "Ziusudra" (Utnapishtim) ji Gilgamêş ra, êdî

Tofanê destpêkir:

"Şeş roj û heft şev derbas bûn.

û hên jî bahozên Tofanê lêdidan.

Bahozên başûr welat di bin avê da hiştin.

Di roja şeşan da bahozên Tofanê sivik bûn.

Tofanê wek leşkerên di şerên giran da mirov didan ber xwe.

Min li asîman temaşe kir û dît ku bêdengiyek bi giştî heye.

Min dît ku mirov dîsa vegeriyan û bûn çipil û herî.

....

Kulekek vebû û ronahiyê da rûyê min.

Ez çûme sicûdê û min dest bi girî kir.

Hêstir li ser rûyê min dibariyan.

Min li kenarên deryayê temaşe kir.

Min dît ku giravek bi sed metroyî û çel û çar gazan bilind bûye.

Keştî li ser çiyayê "Nisîr" rawestiya.

Çiyayê Nisîr bi keştiyê girt û nehişt êdî bicole (bilive).

Rojek û rojeka din jî derbas bûn û çiyayê Nisîr keştî girtiye û

bernade ku here.

Û roja pêncan û şeşan jî çiyayê Nisîr hên keştî girtibû.

Gava roja heftan destpêkir, min kevokek anî û ew azad berda.

Kevok firiya, lê ew dîsa vegeriya

Vegeriya ji ber ku ti cih nedîtin ku lê dakeve.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 15

Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên

KurdistanêKurdistanêKurdistanêKurdistanê di Mîtologiya Somerî dadi Mîtologiya Somerî dadi Mîtologiya Somerî dadi Mîtologiya Somerî da

Xweda Eded

Page 22: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

lêkolînerên nivîsên mîxî ji sala 1926-an da ewe ku çiyayê Nisîr

(Nisir) li Kurdistanê dikeve, û bi herhal ew çiyayê Pîre Megrûne.

Ew dibêje bicihkirina çiyayê Nisîr li gor nivîsên padîşahê aşûrî

Nasirbalê Duwem (882 - 859) hatiye çespandin ku bi welatê

Gotiyan ra dide ber hev, ku ev çiya li başûrê çemê Zap yê biçûk

dikeve (Spaeiser AASOr, VIII 1926 p. 17-18)1.

Dîmenek ji çiyayê Pîre Megrûn

Di mîtologiya aşûrî da, li gor efsaneyeka somerî hatiye ku keştiya

Tofanê li ser çiyayê Kinipa rawestiyaye û Aşûriyan jêra Nisîr

(Nisir) digotin. Di pey ra Akkadiyan navê wî çiyayî kirin "Quti" ku

li ber çemê Zap yê biçûk dikeve; li welatê Lollo. Li gor wê, em

dikarin bêjin ku ew çiyayê Pîra Magrûn-e1.

Dîmeneka din ji çiyayê Pîre Megrûn

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

22

Min Dûvmeqesok (meqesok) anîn û ew azad berdan.

Meqesok jî çûn û vegeriyan ji ber ku ti cih nedîtin lê dakevin.

Di pey ra min qirikek derxist û serbest berda

Qirik çû û dema dît ku av êdî vekişiyaye.

Xwar, geriya, daket û nema vegeriya.

Hîngê min her kesê ku di keştiyê da bû derxist.

Û min goriyek (qurbanek) serjêkir.

Min ava pîroz rijand ser kopa wî çiyayî

Min heft û heft qurban (14) û heft hille dan ser kuçên agir.

Min pûş û qamûş, darên merx û kajê xistin bin.

Bihna qijalê gihîşte xwedawendan.

Belê, bihna xweş gihîşte xwedawendan.

Xwedawend li ser xwediyên qurbanan wek mêşan civiyan.

.....

Dema "Anlil" hat û keştî dît pir hêrs bû

Ji kîna li ser xwedwendên "Agigi" tijî bûbû û got:

Ev çi fêşe! Çawa ev hemû rizgar bûn?

Diviyabû ku ti mirov ji vê belayê rizgar nebana.

Rabû xwedawend "Nînûrta" (kurê Anlil) devê xwe vekir

û gotinên xwe ji qehreman "Anlil" ra gotin:

Ji bilî "Ankî"(Iya)! Kî dikare dozeka wisa pêkbîne?

Belê "Anki" ye, yê ku sir û nehîniya tiştan dizane" 1.

Xwedawend "Anki" di ber xwe da berevanî kir û got ku gengaz û

mimkin bû xwedawend "Anlil" mirovan bi sezayekî din ji bilî

Tofanê seza bike û hejmara wan kêm bike, û got min sir û

nehîniya xwedawendên payebilind nedaye der, lê min hêşt ku

"Ziusudra" bi rêya xewnekê pilanê xwedawendan nasbike1.

Ziusudra berdewam kir û got:

"Di pey ra "Anlil" hilkişiya ser keştiyê.

Bi destê min girt û ez bi xwe ra li keştiyê siwar kirim.

Bi min ra kebaniya min jî siwar kir û hişt ku li tenişt min here

sicûdê.

Ew di navbera me da rawestiya, bi destên me herdiyan girt û

got:

{Heya niha Ziusudra tenha mirov bû.

Lê belê, ji niha û pêda Ziusudra wê li ber (devê çeman) dûr be}.

Di pey ra ez dûr birim û li ba (devên çeman) bi cih kirim" 1.

Nasnameya çiyayê Tofanê çi ye?

Eve bi kurtahî çîroka Tofanê li gor gotûbêja somerî û babilî. Me

navê qehremanê Tofanê bi awayê somerî "Ziusudra" gotibû, û

niha tenha ma ku em li nasnameya wî çiyayî bikolin, ewê ku

keştiya Tofana Somerî li ser dahatibû, gelo ew kîjane?

Dr. Fadil Abdulwahid Alî dibêje ku baweriya naskirî ya piraniya

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 23: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

23

Wisa çiyayê Tofanê di zincîra çiyayên başûrê Kurdistanê da

dikeve, li welatê Gotiyan û Lollo (pêşiyên Kurdan). Dr, Fadil

Abdulwahid dibêje ku Pîre Megrûn navê şêxekî şî'eyên îsmaîlî ye

yê ku gora wî li kuntara vî çiyayî ye. Belkî jî navê wî yê bingehîn

"Pîre Ûmer Gûdrûn"e. Ev jî li gor ku Speiser gotiye û herwisa

mamosta Tewfîq Wehbî di pirtûka xwe da (Rêwîtiyek ji derbendî

baziyan ta bi Mileyî Naslûce", rûpel 28-29, çapxana Al-Mearif,

Bexdad, 1965)1. Di gotûbêja zaniyarê kildanî Berossos (di

sedsala sêhem b.z. da jiyaye) navê çiyayê Tofanê "Gordoyaean"-

e (yanê çiyayê Kurdan)1.

Çiyayê Pîre Megrûn ji çiyayên here bilinde ku li tixûbên welatê

Somer dikeve. Dostê min mamosta As'ed Qeredaxî - spasî jêra

heye - ji min ra got ku ev çiya bi dora 34 km li rojavayê bajarê

Sileymaniyê dikeve û bilindahiya wî 2625 metro ye. Hin caran

heya bi havînan jî berf li ser kopa wî dimîne.

Di wî çiyayî da baxên fêkiyan wek henar, hejîr, sêv, hilûk û tirî û

tiştên din hene. Di nav baxan da ziyareta sofiyekî bi navê "Pîre

Megrûn" heye.

Dîsa mamosta As'ed Qeredaxî got ku peyva "Pîre Megrûn" ji du

beşan pêkhatiye: "pîrem" yanê şêx/mirşidê min û "Gurun" bi

maneya yê nirxdar û pîroz. Ev peyveka ariyanî sansakrîtî kevine;

ew bingeha peyva "gewre" ya kurdiya niha ye. Ev tê wê maneyê

ku ti peywendiya ziyareta "Pîre Megrûn" bi şî'eyên îsmaîlî ra

tineye. Bi herhal ev di bingehê da ziyareta pîrozekî kurdên

kevnar hên pêş misilmantiyê bûye.

Jêder 1 Se'îd Al-Ẍanimi: Destana Afirandinê û Tofanê, rûpel 13-14. 1 Fadil Abdulwahid Ali: Tofan di jêderên esîmanî da, rûpel 64. Se'îd Al-Ẍanimi: Destana Afirandinê û Tofanê, rûpel 133-137. 1 Se'îd Al-Ẍanimi: Destana Afirandinê û Tofanê, rûpel 140-143. Li

Wiliam Durant jî binêre: Çîroka Şaristaniyê, Bend 1, beş 2, rûpel 218. 1 Se'îd Al-Ẍanimi: Destana Afirandinê û Tofanê, rûpel 144. 1 Se'îd Al-Ẍanimi: Destana Afirandinê û Tofanê, rûpel 145. 1 Fadil Abdulwahid Ali: Tofan di jêderên esîmanî da, rûpel 74-75, nîşe 118. 1 Geofree Barnder: Baweriyên ayînî li ba gelan, rûpel 45. Û li Cemal Reşîd Ehmed binêre: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da 1/16-17. Ahmad Arhim Hibo: Dîroka rojhilat ya kevnar (Sûriya), rûpel 110. 1 Fadil Abdulwahid Ali: Tofan di jêderên esîmanî da, rûpel 74. 1 Taha Baqir: destana Gilgamêş, rûpel 141, nîşe 160. Geofree Barnder: Baweriyên ayînî li ba gelan, rûpel 24.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Çîroka Pêkhatinê li gor Tewratê: Çîroka Tofanê di gotûbêja tewratî da bi teoriya pêkhatinê

(afirandina cîhanê) ya tewratî va girêdayî ye. Ka em wê bi

kurtahî bînin ber çavan:

Di destpêkê da ava deryayê rûyê zemînê bi giştî digirt, û di roja

yekem da Xweda ronahî afirand û cudahî xiste navbera ronahî û

tarîtiyê. Di roja duwem da asîman ji zemînê cudakir. Di roja

sêhem da hişkî ji deryayê cudakir û şîndarên têvel afirandin. Di

roja çarem da stêrk û exter, roj û şev afirandin. Di roja pêncem

da tilûr, jîndarên ku dixuşin û yên ku li ser pêyan dimeşin

afirandin. Di roja şeşem da mirov li gor wêneyê xwe afirand,

mirov kirin nêr û mê (mêr û jin) û her tiştê li ser zemînê, çi şîndar

û çi jîndar, xiste xizmeta wan. Di roja heftem da Xweda ji kar

bihna xwe veda û ew roj kire rojek pîroz1.

Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê… … … … Xelek – 16

Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên Keştiya Tofanê û Çiyayên

Kurdistanê di Tewratê daKurdistanê di Tewratê daKurdistanê di Tewratê daKurdistanê di Tewratê da

Xweda li rojhilat bihuştek li Eden (iden) çand, Adem afirand û ew

xiste nava wê bihuştê. Dara zanîna xêr û şer di nawenda bihuştê

da bû, ji Aden çemekî hildiavêt û bihuşt avdida. Çar liqên wî çemî

hebûn:

Yê yek Fîşûn ِف�ُشون, yê duwem Cîĥûn ِج�ُحون, yê sêhem Ĥidaqil û yê çarem Ferat. Xweda ji Adem ra xwarina hemû (Dijle)ِحّداِقل

fêkiyên darên bihuştê rewa kiribû ji bilî fêkiyên dara zanîna xêr û

şer. Daku Adem ne bi tenha serê xwe be û bê heval be, Xweda ji

parsiyeka wî Ĥewa afirand û ew bû kebaniya wî2.

Ji jîndarên kovî mar ya here hîlebaz bû. Baweriya Ĥewayê bi wê yekê anî ku ji dara zanîna xêr û şer bixwe. Wê jê xwar û baweriya Adem jî pê anî ku ew jî jê bixwe. Piştî ku wan xwar, dîtin ku ew tazî ne. Rabûn ji tirsa Xwedê ra, xwe bi pelên dara hejîrê sitirandin.

Page 24: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

24 LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Helbet Xweda zanî ku mar, Ĥewa û Adem çi kirine; nehlet li mar

anî û biryar da ku dijminahiyeka hemdem di navbera nifşê mar û

nifşê Ĥewayê da bimîne. Li ser Ĥewayê jî biryar da ku ew di

anîna zarokan da êş û azarê bikişîne; û malxiyê wê li ser wê

serwer be. Li ser Adem jî biryar da ku ew bi dirêjahiya temenê

(jiyê) xwe cefakar be3.

Çîroka Tofanê ya tewratî: Li gor Tewratê nifşên Adem û Ĥewa pir bûn. "Xweda dît ku şerê

mirovan li ser zemînê pir bûye. Her raman û tiştê di dilê wan da,

her roj şerxwazî ye. Xweda ji kiryara xwe xemgîn bû ku mirov

danîn ser zemînê. Ew di dilê xwe da, li xwe mikur hat û poşman

bû. Xweda got: Ev mirovên ku min afirandine, bila ji ser rûyê

zemînê rabin; mirovan, sewalan, jîndaran (yên ku dimeşin) û

tilûrên li asîman. Ji ber ku, li ser tiştê ku min kiriye, ez xemgîn

bûme"4.

Nûh kurê Lamek ji senseleta Şît kurê Adem bû. Ew

bawermendekî pîroz bû. Lê belê gendelî û fîtneyên mirovan pir

dibûn, zemîn tijî zordarî bûbû. Rabû Xweda Nûh agahdar kir ku

wî biryar girtiye qela mirovan bi Tofanê bîne, ji ber asêbûna wan

û gendeliyên wan. Jê xwast ku ew keştiyeka mezin ji daran

durist bike û ew hînî awayê duristkirina keştiyê kir. Jêra pîvanên

keştiyê jî çespandin (300 gaz dirêjahî, 50 gaz firehî û 30 gaz

bilindahî). Ferman da wî ku ew keştiyê ji sê qatan çêbike ew bi

xwe ra kebaniya xwe, zarokên xwe li gel kebaniyên wan û ji her

jîndarekî du liban yek nêr û yek mê bi xwe ra siwar bike. Û

ferman dayê ku xureka (xwarina) ji wan ra pêwîst têxe keştiyê.

Nûh ew tiştê ku Xweda ew pê ferman kiribû pêkanî 5.

Dema temenê (umrê) Nûh bû şeşsed sal Tofan pêkhat. Nûh û

kebaniya wî, zarokên wî û kebaniyên wan û li gel wan û ji her

jîndarekî du lib (cotek) ketin keştiyê. Kaniyên zemînê der bûn û

baranê bi xurtî çil roj û çil şevî lêkir, av pir bû û pêlan li pêlan da.

Avê da ser hemû çiyayên bilind jî bi 15 gazan. Xweda hemû

heyber têkbirin, ji bilî yên ku di keştiyê da bûn 6.

Di pey ra Xweda ferman da ku kanî hişk bibin û baran raweste.

Piştî 150 rojî av kêm bû û keştiya Nûh li ser çiyayê Araratê (Agirî)

rawestiya û kopên çiyan êdî xuyakirin.

Piştî çil rojî, Nûh kulekek (taqek) di keştiyê da vekir û qirikek şand, lê ew vegeriya. Di pey ra kevok şand, ew jî vegeriya, ji ber ku ti cih nedîtin ku lê dakeve. Piştî heft rojan careka din kevok berda. Ew vegeriya û di nikulê wê da pelekî zeytûnê yê kesk hebû. Hîngê Nûh zanîbû ku av li ser zemînê kêm bûye.

Piştî heft rojan dîsa kevok cara sêhem berda, ew çû û nema

vegeriya. Nûh dît ku av vekişiyaye û erd ziwa (ziha) bûye. Xweda

ferman da ku ew û mirovên li gel wî teve jîndaran ji keştiyê

derkevin. Nûh gorî (qurban) ji jîndaran ji bo Xweda pêşkêş kirin.

Wisa mirovayetiyê meşa xwe ji cihê ku keştiya Nûh lê daketibû

destpêkir; yanê ji herêma çiyayên Ararat 7.

Derbarê navê Nûh, Dr. Seyid Mehmud El-Qimni dibêje ku navê

qehremanê Tofanê di hin gotûbêjên Samiyan da "Tanoah"e ُنَوح َتجْ , û ew di Tewratê da bi kurtahî bûye "Nûh"(Noah)8 ُنَوح.

Lêkolîner Owen F. Tomlin dibêje ku navê qehremanê Tofanê li

ser perçeyek kevir bi zimanê ĥerranî, bi nivîskî, bi awayê "Nah-

Molet" hatiye dîtin. Heger me hesabê wê yekê kir ku bajarê

"Ĥerran/Ĥaran/Ĥowran/Horan) yek ji bajarên Horiyan yên girîng

bû, ev tê wê maneyê ku çîroka Tofanê li ba Horiyan jî naskirî bû.

Bi herhal, gelek gengaze ku navê "Nûh" (Noah) yê îbranî û "Nûĥ"

yê erebî di bingeha xwe da navekî horî be; Îbraniyan bi awayê

"Noah" û Ereban jî bi awayê "Nûĥ" biribin. Em ji bîr nekin ku

malbata pêximber Îbrahîm (bapîrê Îbraniyan li gor Tewratê) di

bingehê da ji Ĥeranê (Haran) bû 9.

Nasnameya çiyayê Ararat çi ye? Navê "Ararat" di kopiya Tewratê ya erebî da bi awayê "Araraŧ"

hatiye. Bi kurdiya nûjen jêra "Agirî" tê gotin, yanê "çiyayê agir", ji

ber ku kopên wî volkanî ne. Wisa tê xuyakirin ku di demên kevin

da volkan çalak bûye. Bi zimanê Ermenî ji vî çiyayî ra "çiyayê

Masîs" dibêjin. Bi turkî jî dibêjin "aǧri daǧ", yanê "çiyayê Agirî".

Helbet ev ji şêwazê kurdî birine. Çiyayê Ararat (Agirî) li bakurê

Kurdistanê dikeve. Ew bi dirêjahiya dora 40 km li sînorê navbera

Turkiya, Ermîniya, Îran û Azerbeycanê ye. Ew di warê erdnîgarî

da ji du beşan pêktê: Agiriyê mezin, bilindahiya wî 5137 metro ye

û Agiriyê biçûk, bilindahiya wî dora 3896 metro ye.

Herêma çiyayê Agirî û derdorên wî ew herêm bi xwe ye ku

pêşiyên Kurdan (Horî, Xaldî, Manî û Mîdî) lê rûniştibûn, pêş ku

Faris padîşahiya Madan sala 550-î b.z. dagîr bikin. Heya niha jî

Kurd li piraniya herêmên wî rûniştine, tevî ku beşek ji wan bi

encama siyaseta sazûmanên serdar bûn Ermen, Faris û Turk. Ji

ber ku Kurdistan dagîrkirî û beşkirî ye, herêmên wê li gor

dewletên ku ew beş dagîrkirine tên naskirin û Agirî jî yek ji wane.

Dîmenek ji çiyayê Agirî

Page 25: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

25

Navê "Ararat" ji navê "Ûrartû" yê kevin hatiye girtin; li gor gelê

"Ûrartû", û ew gel bi xwe gelê "Xalî, Xaltî" ye. Ev nav Xaldiyan

bi xwe bi şêwazê "Halitu-in" li xwe kiriye. Yanê gelê "Xweda

Xeldî" (Aldî). Bala xwe bidin nêzîkahiya navbera "Aldî" û

xwedayê Horiyan "Addaw" û "Adû, Adî" yê ayîna Êzdîtiyê.

Xaldiyan ji welatê xwe ra digotin "Biyaynîlî" û Aşûriyan ji hin

beşên welatê Xaldî ra digotin "Nairi".

Ev herêm herêma Şemdînane li nawenda Kurdistanê (başûr-

rojhilatê Turkiya niha). Ev nav di zimanê kurdî da bi şêwazê

"Nehrî" maye ku paşnavê Şêx Ûbeydullahê Nehrî (reveberê

şoreşa kurdistanî ya sala 1880-î) li gor vî navî ye10.

Di sedsala 13-an b.z. da padîşahê aşûrî Shalmaneserê Yekem

welatê xaldî (başûrê Mûşê, bakurê Wanê, rojavayê Gola

Ûrmiyê) talankir û nav lêkir "Ûrû atrî". Ev nav paşê bi şêwazê

"Ûrartû" hate guhartin11.

Em bawerdikin ku peywendiya vî şêwazî bi navê (Ĥorî, Horî,

Owrî) ra heye. Herdu dîroknas Arnold Tuwenby û William

Langer dibêjin ku Xaldî neviyên Horiya ne. Horî ji herêmên

Ûrartû da li dora sedsala 18-an b.z. belav bûne. Dewletên

ûrartûyî-horî di sedsala 9-an b.z da bûne yek û padîşahî

pêkanîne. Bajarê Tûşpa (Tushpa) wek paytext birine. Ev bajar li

kenara rojhilat ya Gola Wanê dikeve12.

Piştî têkçûna padîşahiya Mîttanî di sedsala 12-an b.z. da gelê

Hayasa yê Hittît desthilatiya xwe da ser Ûrartû. Herdu

dîroknasên grêkî (yûnanî) Herodotus û Strabo dibêjin ku Ermen

berê ji rûniştivanên Balkanê bûn, û wan ji welatê xwe di sedsala

13-an b.z. da, di bin pestana êlên Illyrians da, koç kiriye. Wan

avtenga Bosfor û Derdenêl derbaskiriye û gihîştine Asiya Biçûk

(rojavayê Turkiya niha).

Di sedsala 8-an b.z. da berê xwe dane rojhilat, ber bi

bilindahiyên çemê Ferat û gihîştine herêmên Dijleyê, û ewe ew

herêm ku bi navê "Ararat" hate naskirin13.

Wisa, bi zelalî tê xuyakirin, ew erdnîgariya ku keştiya Nûh ya

tewratî lê dahatiye û mirovayetiyê ji wir destpêkiriye ji nû va

şaristaniyê damezrîne, erdnîgariya kurdistanî ya kevin û ya nû

ye.

Jêder 1 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 1, Ayat 1-34. 2 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 2, Ayat 1-24. 3 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 3, Ayat 1-24. 4 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 6, Ayat 1-7. 5 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 6, Ayat 8-22. 6 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 7, Ayat 1-24. 7 Heyama kevin, rêwîtiya pêkhatiyê, Ashah 8, Ayat 1-22. 8 Seyid Mahmod Al Qimni: Çîroka Pêkhatinê, rûpel 53. 9 A. W. F. Tumlin: Fîlozofên Rojhilat, rûpel 118. 10 Wilhelm Gernut: Hori, rûpel 100. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da, 2/131-134. 11 Cemal Reşîd Ehmed: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da, 2/131-133. 12 Arnold Twenby: Diroka Mirovayetiyê, 1/160. Cemal Reşîd Ehmed: Xuyabûna Kurdan di dîrokê da, 1/164, 2/131,132.

William Langer: Berfirehiya Dîroka Cîhanê, 1/87. 13 Merwan Al Mudewer: Ermen di nava dîrokê da, rûpel 103, 104, 106. Hadi Rashid Al Jawishli: Bermaya Erbîlê ya dîrokî, rûpel 20-21.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 26: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

26

-Bê guman jin makdera jiyanê ye,û herwiha kaniya dilovanî û

evînê ye jî, û jinan evîn li cîhanê hemi belav kirine. Ji lewra

helbestvanan, jin kirin babetek serke di helbestên xwe de. û li

ser rewşa wê helbest ristin, û bîr û baweriyên xwe li ser vê

babetê berçav kirin.

Û di toreya kurdîde, em dikarin wek nimûne, ser nerîna

helbestvanê hêja

Cegerxwîn derbarî jinê rawestin .

Cegerxwîn mina mirovekî pêşverû, ti cudabûn di navbera jin û

mêrande nedidît . û doza wekheviyê di navbera wan de di kir.

Vêce cegerxwîn beşek fereh ji dîwanên xwe, ser rewşa jinê bi

helbestî rist. Û ew rewşa xirab da xuya kirin.

Û bi azadiya jinan bang dikir. Û ewî di dît ku pîrek jin e, yen xuşk

e yan jî yar e.

Cegerxwîn jin mîna dibistanekê di dît, û di got eger jin bi awaye

kî durust bête perwerde kirin, wê civateke çak peyda bi bibe.

Ji ber ku jin bi roleyeke giring radibin, û perwerdeya zarokan di

destêwan de ye, bi vê yekê di Karin nifşekî xwedî bîr û bawerî,

bi hestên niştimanperweriyê ewan perwerde bikin.

Lewma xwesteka wî ya serek e ji jinan ew bû,da ku xwînin bo ku

têkevin ser riya pêşveçûnê, û nifşeke hişyar ji kurdan re pêk bê .

Ji hêleke dive bi xwendinê jin dê bi ghêjen serbestiyê :

Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî

Zû ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mejî

Rencbera hundir tiwî tim rind û jîr û zanebe

Bo te bêtir her divêtin xwendewarî paqijî

wa hevalên te li her cî serbilind pêşve dicing

rabe serxwe ey keça kurd serbilind bimre tu jî

Ger bixwînî dê bidî xwendin tu ê hundir teva

Ger nexwînî kes jib o me êş û derda nakujî

-helbestvanê me bi navtêdana jinan, marş û sirûd saz dikirin,

boyî jin cihê xwe di tevegerêde bi bînin.

Û mil bi mil bi mêran re bi meşin .

Di got derkevin meydana azadiyê da ku em welatekî serbxwi

xwe ava bikin:

Ey keça kurd nû gihame tim dixwazim pêşveçûn

Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn

Tim divê ku em bixwînin da nemînin jar û dîl

Min nema êdî devêtin ev xeyal û qal û qîl

Paqijî karê meye seydayê hundir her emin

Dayika guhderz û restim kurdperest û dilxemin

-Bi hatina cejna jinan cegerxwîn gelek dilxweş dibû, û bi vê

hilkeftinê êş û azarên jinan ber çav dikirin. Û hêz di da wan ku

qeyd û zicîrên xwe bişkînin, da ku gerdenazad bi bin, û jiyaneke

bextewer bijîn :

Heştê adarê roja me hilat

Cejna jinaye jinên demuqrat

Vê roja pir xweş roja dilşadî

Roja serbestî gerdenazadî

Qeydê lingê me wê rojê şikand

Ew çarika reş me girt û çirand

Em bûne wek hev tevde jin û mêr

Li me zû derket ev roj û stêr

-Banga helbestvanê me hin caran bi hêz dihat, da ku jin bi lez

xwe bigihîne asteke bilind di warê ronakbîriyêde. Û gav bi gav, bi

rola xweyî bingihîn di nav civatê de rabe, û mil bi mil bi mêr

rebe di hemû beşên xebatê de.

Bi vî awayî civata jina ya nûjen pêk tê, bi bîr û bawerîne zanistî,

bi hişekî taze, jineke girêdayî bi doz û daxwaziya gelê xwe ve

peyda di be:

Keçê rabe serî hilde, di vê çaxê weha nabî

Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî Bere gundî û

rencber bî, welatparêz û perwer bî

Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî

Erê şoxê erê şengê, bi hev re em herin cengê

Girêdayî heta kengî, bimînî dîl û wenda bî

-xebata jinê li gel mêran bo rizgariya welêt, jinê dixe rêza

azadîxwazan, boyî vê yekê cegerxwîn ji jinan dixwest ku dakevin

meydana şer, û bi vê gava pîroz rabin.

Jinê rabe ser xwe, tu destan vemal

Tu rextan girêde li bejna delal

Di gel min were da bikin em xebat

Li ser min li ser te felata welat wekî min tu xweş dawer û

bîrewer

Dixwazim bi hev re herin ceng û şer

Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil

Bi hev re herin pêş hemî mil bi mil

-Dêmek cegerxwîn azadiya jinan kiribû armanca xwe ya bingihîn.

Û dijî nerînên çewt rawest, doza wî ew bû peydakirina jinên

damuqrat, pêşveçûyî, gerdenazad.

Da ku civakeke pêşketî ava bi be, ew civak şaristaniyek e nûjen e

di rojhilata navînde belav bike.

Selam Darî

Jin li nig cegerxwin

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 27: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

27 ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Piştî derbasbûna salakê ser mirina mêrê wê, ê ku ji demek dirêj

ve ewê çavnêrî vegera wî dikir.., lê mixabin ne tu xeber û ne tu

mêr..

Dawî jinkê naskir ku mêrê wê bi rengekî nehînî hatiye kuştin..

Roj bi dû rojê de valabûnekê jiyana wê vedigirt, û tenahîyê ew

dûr dixist.., carna ew rojên wêyî xweş digel mêrê wê dihatine

bîra wê, û carna rojên keçkaniyê û evîndariyê mîna rewrewkê li

ber çavên wê derbas dibûn..

Temenê wê hîn nebibû sîh sal, di wê demê de gelek xwazgînî

dihatin wê dixwestin, zengîn, belengaz, xort, pîr ji hemî texlîtana

bûn.

Ewê kêşa şîkirinê, mesela zewacê, ji serê xwe avêtibû, lê hin cara

li xwe diponijî û dipirsî; çima? Gelo ev ji hezkirina wê ya zêde ji

mêrê wêyî mirî re ye, an ev payebûneke ji wê ye, ku van

xwazgînîyan bi dilmanî vedgerîne mala wan..!?

A giring li bal wê ewe, ku ev ”kêşe” ji ser guhê xwe avêtîye.., ji

ber ku hewcedariya wê bi tu tiştî tuneye.., pere hene, azadiya

wê di destê wê deye, ne xezûr, ne xesû.

Mêrê wê gelek pere û zevîyek berfireh, ne serî û nebinî, jê re

hiştiye. Carna serdan li wî erdî dida, û hin şîret li karkiran dikir,

da ku zanibin ev zevî ne bê xwedîye..

Herwekî din jî ewî mêrî du turmbêl jî bi dû xwe ve hiştibûn, ewê

hewl da xwe ku di demekê kurt de yekê ji wan bajone.

Sal dibûrîn û jiyana wê wekû ”kopî” herroj derbasdibû, jinik

gelekî ji xişir- mişra û gerê ciz bibûm, ewê dixwst tiştekî nû di

jiyana xwe de peydabike, vê wekheviya û rotîna rojane bişkîne.

Ew dikete gumanan de. Gelek caran xwe jibîrdikir, ku ew ser

rûwê vê dinê ye..

Ewê nedizanî raza wê rojê çibû, dema ku xwe şilfî-tazî kir û li ber

neynikê (mirêkê) rawestiya û li wî laşê xweyî gilover temaşe kir..,

ta bi pela tûwê jî rakir, wê dixwest bi bejn û bala xwe hest bibe,

Dest davêt rehn û kamaxên xwe, tiliyên xwe ser wan dibir.., di

wê demê de gotina nivîskarê Kûbî (Dezînos) dihate bîra wê,

dema çend rêz ser jina xwe nivîsandibû, Dezînos digot;”erê jina

min ne ew çendî spehîye, lê hin perçên goşt li bal wê hene

dihêle ku mirov hez jê bike”.

Jinkê li xwe vedgerand û digot:”

Lê vaye perçên goştê bedew jî hene û ji xwe spehîbûna min

çirîskên rengîn jê dibarin, ez ne kêmî Xeca Resûl im .

Ebdulbaqî Huseynî

Şîrfiroş û jina bedew

Bejn, por, çav, dev, lêv û gewd tu dibê Xwedê bi destê xwe

çêkirine”. Herwiha herdem diya min ji min re digot; ”tu mîna

hêka qeşartiye”!.

Bêguman gelek mirov dilên wan dibijya wê, lê jinik ew yefş û

derfet nedida wan..

Herdem xelkên hawîrdora wê bang dikirênê ”bedewê”, û

digotin; ”gereke navê te Şêrînê an Hingivînê ba”. û hinan jî wê

nazik dikirin û digotin ”Nazikê”!.

Di wê rojê de jinik bibû mirovek dî, dîn bibû, har bibû.., kirasek li

xwedikir yek ji xwe dikir, nedizanî ew çi dixwaze.., bêhnên xweş,

lewentên herî buha bi laşê xwe da dikir, mûsîkên romansî

guhdar dikir, çixarek vêdixist, yek vedimirand, diçû cem pencerê,

li ezmana dinerî, diçû ser texê xwe, xwe bi lihêf û balgehê dibir û

tanî..

Ji nişkê ve dengê derî hat, awaza zingilê derî bi nermî hate guhê

wê. Bedewê rabû ser xwe û dest avête bermala (robê) xwe û li

xwe pêça û bi alî derîve çûm, Kîye?

Deng ji paş derî ve hat: ”Şîr-firoşim xanima min” !

Dengê wî xortî, dengek dilovanbû, ne mîna dengê cotkar û

gundiyan bû.

Derî bidetsê xweyî nazik vekirin û gote xort: Şîr deyne kîlerê.

Xort bi matmayî lê nerî, û herwekî çavên wî nema di cihên xwe

de radiwestiyan.

wî xortî ji serê neynûkên nigên wê ta bi tayê porê serê wê

dimeyzand, û gelek caran çavên wî ji livbûna xwe radiwestiyan

dema nerîna wî dikete ser bejna wê.

Ewê dizanî, ku ev xort ji mêj ve jinek mîna wê bi vê bedewîyê

nedîtiye.

Lê „Şîr-Firoş“ jî xortekî berbiçav bû, simbêl qeytanîbû, bejn

bilindbû. Karê Şîr firoştinê ji bavê xwe girtibû. Her sibeh wê şîr

bîne taxê û bidengê xweyî xemgînî bang bike (Şîr.., Şîr).

Mirov dizanî ku ev xort ne hinkûfê vî karîye, an jî ev kar ne karê

vî xortiye..

Di wê sibehê de wê baş bala xwe dayê, bê çawa radihişte şîr û

çawa bi alî kîlerê ve diçû.., dema derket satila xwe a şîr jibîrkir,

careke dî vegeriya.....

Mirov hest dibû ku ew xort hewcedarî „tiştekî“ye, wekû bedewê berî xulekê hewcedarbû. Jinik destê xwe avête newqa Şîrfiroş û berê wî da odeya razanê...

Page 28: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

28

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Xortê belengaz dev-vekirî ma, herdû çavên wî zuqbûn, te digot

wê ana ji cî derkevin, nemaze dema ku wê bermala (robê) xwe ji

ber xwe avêt û laşê bedew ku mîna hêkekê qeşartiye diyarkir.

Wî jî bilez û bez qerpolên xwe ji xwe kirin, û wek hirçekî har xwe

avête nav livîna wê..., di wan xuleyan de kela dilê „Xatûnê“

hênikbû û Şîrfiroş dîroka xweyî mehromîyê jibîrkir.

Jinkê destê xwe avête çixarekê. û Şîrfiroş rabû cilên xwe bi xar li xwe

xwe kirin û bi şermî gote jinkê:

„ Tu gerekiyên te hene Xatûn?“

Jinkê lê vegerand: ”Tu û şîr ”.

Şîrfiroş ji bêbawrîyê, bû wek kulmek xwê û ji ber çavên wê

nebedî bû.

û ji wê rojê ve Şîrfiroş nema diyarbû, û ”Xatûnê” vegeriya

tenehiya xweyî sar.

Nîzar Mohemed Seîd

TÎFKILÊ MUZÊTÎFKILÊ MUZÊTÎFKILÊ MUZÊTÎFKILÊ MUZÊ

Ezimanê wî yê ros, tevinê wî kire ros. Kudikê vî şairkê bi heş, ji

mêje li wellatê mijê derketî.

Vî bê didanê eziman reş, dîyare ne qespên xwe cîtir di vên, ne

berowên xelkî. Ne herê tu jî ji paporê ketî!

Kê bihîstîye meymon li wellatên sar, li çel Û çîyan bijîn?! Belê di

jîn, li nêzî germavan û li baxçeyên lawiran, piştî seqayekê germ

jê re di rexisînin.

Muz kerêftin, tîfkil di me werkirin! Nizanim kerê wî ji kur leng

buye, me û wî tu têkda heye, kê tu gotîê, tu lêkirîye. Wilu ji me

dagirtîye, tu nemaye, divêl û tîvarêskên wî, bi mînine bi

dîwaranve.

Xeta sora mirovbuna xwe bezand, ew pîça pêve jî, ji xwe daquta,

(mêrkî) tilya xwe lê da.

Flan kes.. ênê nemeysmê teye, ji nu li vî temenî, tîfkilan di

deynî! Di bêjin çêkirî çêkirîê dawerîye, "dawer û tu ji hîkmeta

dawer me ke behis" ew di zane çawan bunerên xwe çêke û çilu

bi heşêve*.

Xweş hat, ya wî nevîyay, eha ew li dilê xelkanekî xweş hat. Piştî

wê sivikatîya wî, beranber welatê me kirî, spêdehîyekê ji nav

gilda xwe hilpekîya, di eynkê re hêvda؛ du destên dirêj ketin

çavan, du lingên kurtên kevanî, du alekên reş, serekê biçuk. Dît

yê ji kevlujankê xwe derketî, yê heşftî, ne qilxê* mirovan lê

maye ne dîruk. "Ez ji pêş çavên te jî ketim, tu mabuy". Di dilê

xwe de ji eynkê re got.

***

Derket bê bosele, pişta xwe xwîl kir, ya li ber hinda buy, nizane

lingên wî yên kevanî, dê berê vê tidareka keşefirêt kove bi de, li

kove rawistîne. Goneha wî ya herî mezin di çavan de bu. Derket

yê ji hişê xîş* buy, ne Mutenebî di kiluxî de maye, ne Sîyab, ne

'Ûzra Pawind, ne Maykuvskî û ne Babilo Nêroda. Çavên xwe yên

gorovir bi gerxistin؛ mijê serê avahîyên berz û bilnd di şuşt,

cehide di firehin, di dirêjin, di miştin ji terzên cihê yên

tirombêlan.. Dengê herî balkêş.. Dengê muturên pasên sorên du

du ta, di gel bayekê tezî di leyzî. Solên peyavîyan pêger û

gorepanên wan derduran di vequtan.. Peyavî bilezin.. Ji tev

alîyan ve tên û di bezin.

Eger tu kirîne, ger bibînin, vî dîmenî ji dest nedin, piranîya wan li

pey wê gotgotkê hatin, ya ku di bêje؛ yekê nîv mirov û nîv ne

mirov, bunerekê xax û çirîset, ji hesareyeka din ya dur hatîye vî

bajarî!

To bêjî dê bayê xwe gohorît, pîyaseka nerim kit, yan jî dê li ber

xwe gerhît؛ piştî heşftî ketîye gerevê, di bêje: ‘Ev ne cihê jîyara

mine, ilkê bilkê hunê min ji vir derxînin’!

***

desthelatdarîya Birîtanî soz da, vî meymonî bigrin. Gowaye hin

kesan li dervey baxçeyê lawran dîtîye, bi tîyekî di çû, pertukek di

destî de bû.

Li gor gotinên gotoî, saluxetên wî bi vî awayîne؛ kulavkekê

beqem li ser koloxî ye, dirêjahîya wî nêzî mîtirek û heftê û çend

sentîmîtirane, rûçkek dêm lêye.

Jêderekê polîsê Lenden di daxuyanîyekê de ragehand, ku ew ji

alîê welatîyekî ve hatine agedar kirin di bêje؛ wî, meymonekê

kevinar, li gorepana (Munkîwêll) dîtîye, di xinglî؛ çep, rast, paş,

pêş vedihejî.

Di pişt re nêzî satekê, welatîyekê din peywendî bi me kir got:

meymonek li ser pira (rollîng), ji kove hatîye dê kove here,

nizanim, bi gehnê hîna hinda nebuy.

Meymon bo cara yekê li dervey baxçeyê lawran hatîye dîtin, lê

peyvdarê baxçey, ku hevdem bispurê zimanê meymonane got:

tu meymonên me di kêm nînin.

Ew kesê bo cara dawîê ev meymone dîtî di bêje: Li nîva bajarî

bu, mirov lê civîyabun, ji serman de vedireqisî, pertukek di

xwand, peyvek huve di anî, yek wêve di bir, di ber re tilya xwe

bilnd di kir, hêris bibu, di qêrîya,her tefeşk li erdekî di da.

Tevî ku peyvdarê baxçey pêşî niha got bu: tu meymonên me di kêm nînin, lê pitşî çend telefun jê re ji hevkarên wî hatîn, li

Page 29: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

29 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

axiftina xwe lêve bu got: ez ketim sawîr u gomanê, hema dê ew

bît, bawere ewe ji wî pêve tir nîne, ev çend rojeke meymonek

ketîye gereva birçîbunê xwastekek wî heye.

***

Heaşmetek li hawîrdur bune tan, çavikên mubaylan dabunê, ji

xwe re flim di kirin. çavmatî li xelkî nêrî, tirs ji çavan di barî, dil

lerzikê girt, şeplî, vê xirecirê turand*, nişkave bi herdu destan

xelk veda, rêka xwe kir û xwe havêt. Li wêvetirkê helbaskî

dareka bilnda rut bû, nema li ser tayekî, ji tayekî xwe di havête

tayekî.

Kesekî, pirsîyarek ji polîsekê li wir amade kir. Bi bişikorîneke sar

ve polîsî bersiva wî da got: nav û nasnav û wêneyên nû jê re di

vên, ji bo pênase û pasporteka taybet, heftîyekê heta du

heftîyan pirosîcer dê vekêşe, gerina em nikarîn li gor daxwaza

wî, bi beyne wî welatê germê wî helbijartî.

Berdefkê polîsê Lenden, di peycê xwe de li tora civakîya feysbûk,

belavkirîye di bêje: pêşî bi heşvît hevswîekê wî yê Kurd, çend

carekan gilî u gazinên xwe gehandbune me, gowaye muzan di

xut û tîfkilan di havêje di hewşa wî de! Me xwe kar kir, bînîn

dusîyekê jê re vekeyn, lê piştî heşftî yasa jê nagire, halê ew tê

de, wî pîroz û ombarekbe!!

- Heşift: :Qilx - خالص :Xîş - مسخ عاجز کر:Torand- شکل

Cankurd

Mûyek ji histoyê hirç (Kurdîkirina efsaneya Japonî „Tsukina waguma“)

Çi hebû, çi tune bû…

Jineka ciwan, ku mêrê wê çûbû leșkeriyê, bi tenê xwe, di maleke

hejaran de, li tenișta daristanekê dijiya. Ew bi roj gelek xemgîn

dibû û bi șev jî balifê wê ji hêstiran her șil dibû, ji ber ku wê pir ji

mêrê xwe yê dûrketî hez dikir û bîra wî dikir.

Paș ku çend sal derbas bûn, mêrê wê vegeriya, lê nema wekî

berê be. Ew pir hatibû guhartin, êdî herdem rûtehl, xeyidî, gilîpir

û tew nedixwest bi kesekî re bipeyive an bijî. Hezkirina di dilê wî

de zuwa bûbû û wilo dixuya, ku ew gelek nevîna jina xwe dike.

Jina wî dizanî, ku leșkeriyê teviya mirovatiya wî revandiye û tenê

Xwedê dizane, ka wî çendîn tehlî, êș û bêmirovatî di cengê de

dîtiye, herroj dîtina kuștiyan û bihîstina nalîna birîndaran rewșa

wî tevlihev kiribûn, hiș û dilê wî wekî bêșeyeke bê av û bê dar

bûbû, ku tenha vîngevînga bahozên tund jê tê.

Lew re ew jin beziya çû bazarê, xweștirîn xwarin û baștirîn diyarî

ji mêrê xwe re kirrîn û anîn li ber wî danîn, hema çi mifa jê

negirt, mêrê wê wekî xwe ma, ne bi wê re peyivî, ne bi wê re lîst

û ne jî bi wê re raza. Gava wê bizava xwe dikir, ku xwe ji wî ve

nêzbike, wî jinik ji ser xwe têvedida û tenha bi dengekî nizim

digotê:“-Min bi tenê bihêle, jinê!“.

Jina xemgîn, nedixwest mêrê xwe ji dest bide, lew re bizava xwe

kir, wî bibe ser toxtir, hema mêrê wê neçû û bi dizîka got:“- Min

bi tenê bihêle, jinê!“.

Jina wî rabû, çû ba cadobazekê „Sihirbazekê“, ku li wan deran

navdar bû û pir jin dihatin ba wê, jê re kul û derdên xwe digotin,

wê jî ji wan re șopên di fincanêd qehwê de dixwendin, an jî li ser

qûmê xêzik û giloverk bi darekî pêda dikirin, û ji wan re

dermanên kul û derdan digotin an jî li ser kaxedekê hinde

peyvên ku kesek tew tênagihe dinivîsandin û ji wan dixwest ku

wê kaxedê di avê kin û avê bidin yarê xwe…

Wekî dixuya, li ba wê hemî dermanên evîn û nevînê, dostanî û

neyartiyê, dilpêxweșî û dexsîniyê hebûn…

Jinika xemgîn çêroka mêrê xwe, ji xanima cadobaz re, bi firehî

got û li hîviya dermanekî ma. Cadobaza zîrek û jêhatî got:

„-Tenha yek çare heye, ew jî pir giran e ji jineka jar û dilșikestî

re.“

„- Çî ye? Ez amade me zêrê gerdenê xwe bidime te.”

Wilo got û dest avêt zincîreke zêrî, ya ku li dor gerdenê wê yê

mermerî bû, ji histoyê xwe kir û ber bi wê dirêj kir. Zincîra zêrîn

li ber rohniya ku mûmekê davêjt dor wan, di wa mala tarî de,

vebirîsî. Cadobazê ew zincîra giranbiha bir, xiste berîka cilê xwe

yê hevrîșmî û bi gelek neqișin tirsavêj bû. Piçekî bêdeng ma, pișt

re got:

“-Tu yê biçî nav çiyayê li paș daristanê, li wir hirçekî pir girs û bi

hêz heye, ku ta niha gelek nêçîrvan kuștine an birîndar kirine,

hinekan jî ji tirsa wî re xwe ji zinaran ve avêtine xwarê û mirine.

Tu yê biçî mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî jêbikî û ji min

re bînî. Ew dermanê mêrê te ye. Ji wî mûyî pêve çi derman ji

nexweșiya mere te re nînin.”

“-Malava…Malava xanima mezin û giranbiha… Ez yekser diçim û

mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî ji te re tînim.”

Wilo got û ber bi mal ve beziya. Ew bi hêvarê re giha mal. Di wê

șevê de hemî tiștên, ku bo hilkișîna nav çiya pêwîst bûn,

civandin ser hev, tûrekî xwarinê jî amade kir, û heta sibê ji xwe

re strana nêçîrvanên çiyayî „Arîgato zaișu“ stra, ku têde tê gotin

„Çiyayo malava, ku te hêla ez hilkișim ser pișta te.“

Bi berbangê re, barê xwe hilda ser pișta xwe, tûrê xwe yê

xwarinê bi milê xwe xist, çoyekî dirêj kire destê xwe, ji mal

derket, di nav daristanê re, rûyê xwe da nav çiyan û di rê de

strana xwe stra.

Page 30: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

30 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Di nav geya re, di nav darên bilind re, ku kokên wan qelew bûn û

damarên wan di zevînê de pir kûr çû bûn û fireh belav bûbûn,

pișt re di nav zinarin girs re, ên bi șêwazên xwe tirsavêj bûn, di

nav kelemên siq re, ku wekî hoz û zincên mezin dixuyan, bi tenê

xwe, bi jor ve hilkișî, lê nema dikanî bistirê, bihna wê leztir û

kintir bû û zoreke giran hate ser damarên dilê wê…Wê dizanî, ku

tenha jineka pir ji mêrê xwe hezdike, bi bizaveke wilo dijwar û

encam nenas radibe…Wê jî ji mêrê xwe hez dikir.

Herku çû rê tengtir û bêçaretir bû, zinar tûjtir û bilindtir bûn,

kelem û histirî bêtir bûn û birînêd wan li ser rû û destên wê

xûnîtir bûn. Li ber çavêd wê hinek tûm wekî pêjnên Reșkên șevê

an jî wekî yên Gonê diyar bûn. Tirsê dilê wê girt, hema hezkirina

mêr berxwedana wê li hember tirsê xorttir dikir. Bi dengekî

bilind, bi wan pêjnan re, peyivî û xwest bi wê șêweyê siya tirsê ji

ser dilê xwe winda bike:„Dev ji min berdin, ji min bi dûr kevin,

qey ez ne ji merivên we yên mirî me? Ma hûn tew li dilê min ê ji

xeydê zuwa bûye nanêrin? Ez û we merivên hev in, govdeyê min

herroj jar dibe û heger mêrê min sax nebe, ez ê jî wekî bibim

canekî bê govde.“

Li dawî, berf xuya bû, wîçewîça hinek firindan hate guhên wê,

bayekî sar û xweșik kete difna wê û xiftexifta berfê di bin solên

wê yên çermî de bilindtir bû. Ew gihaye ser milên çiyayê gir, ku

hîn berî pêdabûna mirovatiyê li wir wekî dêwekî mezin

mexeliye.

„-Hirço, tu li ku yî? Ez li te digerim, da mûyekî sipî ji histoyê te yê

qaling bistînim…Ne tirse, were, ji șikefta xwe ya sar derkeve û

bila em rû bi rû bi hev re bipeyivin, em bazarekê bi hev re bikin,

tu mûyekî bide min û ez jî giș xwarina xwe bidim te…Were, qey

tu ji jinekê ditirsî an tu fedî dikî?“

Teviya wê rojê, ew li nav çiya geriya, hema hirçê pirç sipî nedît.

Bi șev jî xwe di bin zinarekî de kom ser hev kir, xwe bi kurkê xwe,

yê ji postê beranekî bû, pêça, û ji xwe re hizirî:“-Heger îșev bêtir

berf bibare, ez ê bi roj baștir rêç û șopên hirçê xwe li ser berfê

bibînim…Ez ê bi pey wan rêçan kevim, ta ez wî dibînim.“

Wilo got û ji ber ku pir westa bû, çavêd wê bi zûkî hatin girtin û

ew di xew ve çû. Wê șevê xweșiktirîn xewn di jîna xwe de dît.

Mêrê wê li ber wê digeriya, ku ew bi wî re di avkoyekî

„hewzoyekî“ ava germ de danîșe û bi wî re bilîze, wê jî xwe giran

dikir û dihêla ku mêrê wê gelek caran tika jê bike.

Roja dî, ku royeke mezin û tîngerm di ser seriyê wê re

pesindariya çelengiya xwe dikir, dît ku rêçên hirçekî di berfê de,

ku bi șev gelek jê barî bû, dixuyin. Ew dilșad bû û bi lez û bez bi

pey wan rêçan ket. Paș nîvro giha ber devê șikefetekê, ku hindir

wê tarî dixuya. Di dilê wê de, hîviya dîtina hirç û tirsa ji wî hirçî

tev li hev bûn. Rabû hinek pelên goștê hișkkirî, ku ji tûrê xwarina

xwe derxistine, danîn ser destmalekê û li ber devê șikeftê ji hirçê

xwe re wekî xewaneke piçûk amade kir û gavek bi paș ve avêt,

pișta xwe da zinarekî ku hîn șil bû û çavrêya șahê çiya kir.

Bihna goșt giha difna hirçê, ku demekê li wan deran birçî mabû.

Seriyê xwe yê giran rakir û ji șikeftê derket, carekê li herdu

aliyan û li pêș xwe nêriya, dît ku destmaleke bi pelên tenikên

goșt li ber wî ye. Hirç yekser guman kir, ku dîsa nêçîrvanên xiniz

û davbaz hatîne wî bigirin. Carekê difna xwe bi jor ve hilda,

bihna rîș û kelemên li jêr kir, hurmîneke tirsavêj ji wî hat, ku

newalê li xarê deng veda, û li ser histoyê xwe, yê ji yê șêrekî

qalingtir bû, geriya û bi hindirê șikeftê de zîvirî.

Jina ku govdeyê wê ji tirsê lerizî bû, bang li wî kir, got:

„-Vegere keko, vegere, ez nehatîme nêçîra te bikim, ez ne

neyara kesekî me, mêrê min nesax e û ez hatîme tenha mûyekî

ji histoyê te bibim…Ka bide min û ez teviya xwarina xwe ji te re

dihêlim.“

Hirçê ku xeyidî bû, lê cara yekemîn e ew dengekî wilo naz û

nerm di jiyana xwe de dibihîse, demekê bêdeng û bêliv, di

șikeftê de, ma, pișt re dîsa derket û hat li ber destmala rêxistî, li

ser du lingên pașîn, rawesta û li jina, ku li ber zinarê ji tirsa tevizî

bû, nêriya, dît ku ew bê deban ‚sîlah‘ û bê dav e. Carekê goștê

ser destmalê bihin kir, dîsa hurmîneke bilind jê hat û zîvirî

hindirê șikeftê.

Jina ku hîvî di sîngê wê de çelmisî, heta bi hêvarê li benda hirçê

gerdensipî rawesta, lê hirç derneket, û ji tirsa ew newêrî bû biçe

hindirê șikeftê. Wê șeva xwe, li binê wê zinarê, birçî û qerimî, di

nav kurkê xwe de, wekî berxikekî li çolê windabûyî, derbas kir.

Roja dî, bi hișekî nû, bi biryareke bêtirs, deng li hirç kir û hîviya

standina mûyekî sipî ji histoyê wî, di dilê wê de, bilind bi hêztir

bû. Hirç derket, yekser kire hurmîn û bi ser wê de beziya, lê ew

di cîh de rawesta, ew nereviya û neșiviya. Hirç lepekî xwe yê

mezin û dirnaxtûj bilind kir, ku li seriyê wê bide û wê parçe-

parçe bike, dawiya derdê wê bîne. Hirç dît ku ew jinik netirsiya û

xwe tew nelivand. Lepê xwe danî û got:

„-Tu çi ji min dixwazî, heger tu nehatî nêçîra min, wekî wan

hemî mirovên ku kuștina ajalan ji xwe re kirine kar û bar, tu li

van çiyan li çi digerî?“

„-Șahê çiya û baniya! Ez hatîme mûyekî sipî ji histoyê te

bistînim, da ez ji mêrê xwe yê hezkirî re bikime derman.“

„-Aha…! Qey ez bûme dermanê mirovan? Lew re van hovên

dulingî me ajalan dikujin.“

„-Ez tiștekî dî ji te naxwazim. Ez ê hemî xwarina xwe, ya ku min

hîn dest tênedaye, ji te re, bihêlim.“

Hirç carekê kûr li çavêd wê yên bi hêstiran șil bûne nêriya, kire

fișefiș û got:

„-De bila… Hema ji nișka ve hevdeyekê ji pirça histoyê min

rakișîne, gava ez bêșim, ez ê te bixum.“

Wilo got û histoyê xwe daxist. Jinikê bi lez mûyekî sipî ji histoyê

hirçê, ku wekî zarokekî girs li ber wê mexelî, hilkir û bi șûn ve

hilgavt, tûrê xwarinê ji milê xwe kir, ber bi hirç avêt û gotê:

“-Malava…malava…malava!...Vaye xwarina min tev ji te re.”

Page 31: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

310

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Hirç berken bû, kembera, ku tûrik pêve hatibû bestin, xiste nav

diranêd xwe yên tûj, ji cîh hilgavt, bi dilekî șad li wê nêriye, weku

ew bi dayîna xwe serbilind bû, an jî di bazaar xwe serkeftî bû,

hevdeyeke birça xwe bi tûrekî tijî xwarin û goșt guhart. Ew ber bi

șikefta xwe ve çû, xiftexifta berfê di bin pêyêd wî yên giran de

hate guhên jinikê.

Wekî ew di gelek astengiyan re hilkișiye ser milên çiya, wilo jî ew

hate xarê, ji ber ku dilê wê bi hers lêdida û ew bi lez dadiket, da

bi zûkî li mêrê xwe vegere û dilê wî yê șikestî û ji wê sar bûye

dîsa vejîne û bi hezkirinê piyala wî dagire…Di rêya daketinê de jî

strana „Arîgato zaișu“ stra.

Ew çû ba xanima cadobaz, ku hîn di mala xwe ya kevnare de,

wekî pîrkebûskekê daniștibû û çavrêya wan jinan dikir, ku

amade bûn her tiștekî bidine wê, da ew ji wan re gotineke

hezkirî bike an kaxedekê ji wan re binivîse.

Gava ew bi hinder ket, cadobaza jêhatî gotê:

“-Tu hatî?. Qey tu destvala hatî?“

„-Na…na…ez destvala nehatî me. Min anî, min mûyekî sipî ji

histoyê șahê çiyan anî.“

Wilo got û mûyê sipî xiste destê cadobaza ku tew bawer nekirî

bû. Mû di destê xwe de livand, dirêjiya wî bi tiliyên xwe pîva,

bihin kir û kurtedemekê li jina piçûk nêriya, ewa ku ji kabê de

dilerizî û nizanî bû, ka cadobaz wê çi bi wî mûyî bike, wê çi

dermanî, ji mêrê wê re, ji mûyekî hirçan pêda bike. Dawî jina

cadobaz got: „-Rast e, te mûyekî ku min ji te xwestibû aniye.

Guman tê de nîne.“

Guman tê de nîne.“

Wilo got û mû avêt nav agirê pixarê, ku yekser çîk da û hate

sotandin.

„-Te çi kir? Te çima hêla ez wilo bi êș hilkișime ser milên çiya,

ewqas bitirsim û li ber hirçekî birçî bigerim, sê roj û du șevan di

sermayê û di nav berfê de bimînim, da ez ji te re mûyekî bînim,

tu ji mêrê min re bikî derman, û tu wî mûyî davêjî nav agirê

xwe?.“

„-Keça min a delal û wêrek, tu bi tewateke bêwekanî di nav wan

rîș û keleman re, di nav wan zinar û belanan re, ta bi milên wî

çiyayî hilkișiya, tu li ber hirçekî geriya, te bi zimanekî nerm dilê

wî nerm kir, da ew mûyekî sipî ji histoyê xwe bide te, tu dîsa bi

lez û bez daketî, ji çiya hatî newalê, birînên bi êș di dest û rûyê

te de…qey tu nikanî wilo bi tewat mêrê xwe jî kedî bikî?...Rabe

here mala xwe û bizane, ku ji te pê ve kesek nikane mêrê te

derman bike. Bi tewat û wêrekî, tu yê dilê mêrê xwe jî nerm

bikî. Eve dermanê te bû û bersîva hemî pirsên te bû.“

Wilo got û zincîra zêrî ji berîka xwe derxist û ber bi xudana wê

dirêj kir…

------------------------------

(*) Kurdîkirina efsaneya Tsukina waguma, ku li nav gelê Japonî

nas û belav e, ewa ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di

pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de, di bin navê „Histoyê hirç“

de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema

ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd

Page 32: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

32 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Boniye Cegerxwîn

Li te vedgerimLi te vedgerimLi te vedgerimLi te vedgerim

Siba Dibe siba tav werê der

Ew rengê şêrîn rengê zer

Gul û çîçek xwe bidin ber

Ji dil derkevin kul û keser

Dibe bayê reş werê

Kes ji malê newê derê

Bê te îro xemgînim ez

Dikim herdem nal û girîn

Di her çaxî bê zarim ez

Timî guman û pirs û şîn

Çawa hestê min wê êdî

Bête bikin ken û şahîn

Çawa rihê dilê min ,wê

Xwînê bibin dil û bijîn

Faysel Yakoub

Çawa karin bê hinasê

Evîna te j́ nûve vejîn

Kê gotiye, ev jiyan e

Kê gotiye, bê t´ez dijîm

Ji lewra ez

L´te vedgerim!

Çawa ezê bi tena xwe

bîranînan jibîr bikim

Û li her erdî bibe wêran

Li me nebin xwedî cîran

Dibe ala me were hildan

Azad bibin mirov û insan

Roj bibin cejin û seyran

Û ez û tu bigirin dîlan.

DDDDil di bihur imil di bihur imil di bihur imil di bihur im Dil di bihur im

Dil di bihur im

Erê yar

Dil di bihur im

Lê nikarim li te biborim

Te dibînim ez nekorim

Çewa ezê li te biborim

Neyê ji min hêviya neke

Û em bimînin weke berê

Xudê bikê kes nebêjê erê

Dibe carek em bibin yek

Mer bibe dost û heval ev felek

Ji hev bawer kin kes nebêj pek

Ji bo we diyar bikim gulek

Dibe bibare gelek baran

Çem û rûbar bibin tofan

Kulên dilê min ve neke

Dilê şikestî bi heva neke

Ev jiyane ne heneke

Dil di bihur im

Dil di bihur im

Erê yar

Dil di bihur im

Min ne dixwast li te biborim

Lê îro ezê xwe biguhorim

Dîsa ezê li te biborim

Di dilê xwe da ez difûr im

Di aqilê xweda ji te dûr im

Lê ez çi bikim ez mecbûr im

Hêdî hêdî ji te biborim

Dil di bihur im

Dil di bihur im

Erê yar

Dil di bihur im

Riya xwe ez di guhorim

Bi aştî li te diborim.

ew kelehên ji hêviya

hilweşînim winda bikim

bi tena xwe şînê li ser

wana teva, herdem bikim

Kê gotiye ev jiyan e

Kê gotiye, bê t´ez dijîm

Ji lewra ez

L´te vedgerim!.

Page 33: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

33 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Ma ne bese,

Gurê xûnrêj,

te evqas xûn ji me rêt?

Qey tu têr nebû,

Te bi sedan sal,

xûna law û dotên me mêt?

Tu çi divê ji me?

Te agir berdayî mala me,

û tu ji dûr ve hatî nêv êlên me,

Tu wêran dikî her tiştekî me,

û tu paşguh dikî hebûna me…

Ma ne bese,

Gurê çolanên Asiya,

ku te ji me stand niştê Mîdiya,

û tu daniştî li ser xaka me ya pak,

Te qerêj kir,

dîmenê van deşt û çiya,

Te herdem û hergav,

Berhema welatê me revand,

û te gelê me yê dilpak,

xiste bin zorê

Bi ser ve jî,

te cîhan bi tevayî xapand…

Cankurd

Qey ne bese, ev hovîtiya te?

Heta çi demê,

em ê bikevin ber penca te?

Û xûna me heta kengê wê birije,

li vê ortê,

Wê bi binkeve text û taca serê me,

da bilind bibe navê te?

Ey gurên çolanên Asiya

Herdem çav li diziya pez û keriya

Xort û zeriyên me dibêjin:

Wilo nabe!

Wê vê carê jî dest bavêje debana xwe,

wê rabe

Hîngê revoyê gurên didanqîç,

û dev bi xwîn wê belav be

û pergala te, ey gurê mirovkuj,

wê bikeve bin solên me

Wê xort û zeriyan ji nû ve bistînin,

mafê me…

De bese lo, ey gurê tirsok,

Gurê fêlbaz û xapînok,

Tu ji teviya cîhanê ve,

hatî naskirin,

GurGurGurGurêêêê xxxxünrünrünrünrêêêê

Wekî hovekî dij mirovatiyê,

te xwe dayî xuyakirin…

Em nema dihêlin,

tu me bikujî,

Em nema dihêlin,

tu xûna me bimijî,

Em ê te der bikin ji niştê xwe,

Em ê ji te bistînin,

mafê hebûna xwe,

Em ê te wekî segekî har,

bidin ber xwe

û tu yê birevî,

Tu yê ji van welatan dûr biçî,

Di rojhilatê Asiya ra derkevî…

Tenha wilo ev netewe,

wê ji zordestiya te aza bibe,

Wê gelê min dîsa,

bi jiyanê dilşa bibe…

15.10.2015

Page 34: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

34 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Helbestin hilbijartî

Wergerandin: Ebdulbaqî Huseynî

(1)

Fadwa Kêlanî

DicleDicleDicleDicle Hey Dicle

Hemî qeyikên

ku min di dema zaroktiyê de çêkiribûn, bibe

Bi aliyê din ve bibe

Bi alî kavilên bapîrê min ve

Lê şûn-tilîyên min jibîr meke

Kenên minî nazenîn jibîr neke

Ew girnejînên ku di quncikan de veşrtîne

jibîr meke

Hin leşker li wirin

Wan derbas bike

Û diwêta min baqij neke

Hemî rê li ber kombosa min

Hatine veşartin

Rîportaj

Û tîrka katijmêrê

Ji bilî te kesî min tune

Kesî te tune jibilî malbata te

Tenê dest-oxiriyên me

Ên tene..

Û dilên me ên ku cirîdê bi başiqan re dike

Heta landikên wan kesan

Di pêşberiya koçberîyê de

Ên tene!.

(2)

Şehnaz Şêxî

Sarbûn têSarbûn têSarbûn têSarbûn tê Sarbûn tê.. û ez, kesî min tune ji bilî te

”Malva”

Sarbûn tê..

De bila tiliyên min di nav destên te de

Bişewitin,..

Dilê teyî lerzok bila bi histirên minî germ

Bê şûştin,..

Sarbûn tê,..

Bila ez du lepikên ecêbdayî ji te re birêsim

Û şerbikê te yê renge-reng tijî şîrbikim

Sarbûn tê,..

Û riyên meyî ne diyar,

li bendî agirgirtina me ye..

Bila ez di nav xêzên bexçe tazî bimeşim

Û tê di nav destên xwe de şekirên cejnê

bo min hilgire..

Bi dilên xweyî sipî davên beradayî

Ji te re vedidim,..

Ez dizanim ku tu li wire!

Di çemekî de ye

Ku hîn min ew nedîtiye,..

Di deryakî de li pişta vê cîhanê

Tê min nêçîr bike

Da ku ji nav destên te dernekevim

Wekû mîrakelekê!.

** Ji berhevoka helbestî (Keça Cin).

Page 35: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

35 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

AfrîkaAfrîkaAfrîkaAfrîka

Zarokek, tiliyên xwe yên şîn digezê

Li nav kevzeya dirûşmên beredayî de

Çavkên kamîreyan jî

Pevdiçin, li ser girtina wêneyekê

Bi armanca bidestxistina xelatekê.

Kalek jî, ji pehlewan

û xwaziyarên aştiyê parsa janê dike toz jî

Li ser rêyeke xwelîporkî

Azad distiriyê

û hawara demê jî

Li şûn xwe ve dihêlê.

KobanêKobanêKobanêKobanê Li kincên xwe yên diriyayî dimeyizînê

û xwîna ke naxwazê ji laşê wê yê pîroz

Derrayî ser axê bibê; ji bo paşmayiya guleyan, negeze

û li ser derwendeyê mizgeftê

Kevokek çavan bi bûkekê ve dizîwirînê

Bûka wê zaroka;

ko cengê ew li nav tewên mirinê de rayêxistî

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

(3)

Zeyneb Xoce

AMÛDÊAMÛDÊAMÛDÊAMÛDÊ

Çirya pêşî a Amûdê

Bi bêhna kolanên gelemşe

Barana doh ku bixwîna kurdekî

Dinixujî

Li ser anîya kalemêrekî

Kerwanê mirinê xatir

Ji jenîna re dixwest

Di kolanên sêwî de

Lê temaşe dikir.

Jaffer Joqy

LI PIŞT AŞTIYÊLI PIŞT AŞTIYÊLI PIŞT AŞTIYÊLI PIŞT AŞTIYÊ Şingal!Şingal!Şingal!Şingal!

Ciwanek, cigareya xwe ya dehê

"Ji dema çiya ji hêrsa xwe ya hemdemî re kiriye penageh ve" dikêşe

Guh li nalînên derbasbûyian

û mêhvanên nû yên mirinê digirê.

Dengê bombeyeke ,ku nuhe,

li koço ketî wî si lav dike

Koço: ew firîşteya ko navekî xwaziyar ji dojehê re

Li ser dîwaran nîgardike

FilistînFilistînFilistînFilistîn Li kolaneke Xeza

Dema ko dijmin derbarê lîstika aştiyê diaxivê

Jineke dorpêçkirî

Bi mayîn

Paşmaya bombeyan

Û laşên ko ba gerim dike

Wêneya du zarokên xwe yên şehîd

Zilamê wê yê avêtiye qulîçkeke jibîrkirî ji zîndanê,

HEMBÊZ dike.

Li dema ko dengê çepikan

Ji kombûna YN bilind dibe

Kelogirî diqîre

Çi aştî...çi aştî!.

Page 36: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

36 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

Tûrikê ValaTûrikê ValaTûrikê ValaTûrikê Vala

Xanima min

Ez diçim cot

rabe ji xew

Bi lezîne

Tûrikê min bîne

Yan ez ji tere bêjim

Ne gereke

Neyne wî tûrikê vala

Ew tûrikê ne bedew

Bîne tûtina min

Tizpî û kopalê min

Ji bîr neke bilûra min

Heger nîvro tu hatî

Gelo dîsa tûrik

Wê valabê

Mîna her car

Bi tenê nanê tisî

Peyda dibê

Ji derve bi qurbana hindirbê

Wa hat pîra bedew

Kiras û xeftan

Li bejnê tê

Bawerim bihna

Nanê tenûrê tê

Pîrê got :

Qewet bê

Qewet bê mêrxas

Kalo got : fermo pîrê

Ka tûrik veke

Bide min çend Lib xurme

Û tasa dew

Pîrê bi dilek xemgîn

Nanê tisî danî ber

Tûrik vala bû

Kalo bi keserek kûr

Bihna xwe berda

Û got ev tûrik valaye

Mîna karê partiya ye.

Ji bîr neke tasek Meyir

Pêre bîne

Sê Lib xurme

Û tasek dew

// kalo bi rêket çû çolê //

Bilûra min

Hevala min

Xemrevîna min

Bo çeqe çeqa nîro

Û ne pîrê hat

Û nejî tûrik şand

Lê bilûra min

Ridwan Caro

Şahoz Haco

Şêr şêr e, Şêr şêr e, Şêr şêr e, Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e!çi jin e, çi mêr e!çi jin e, çi mêr e!çi jin e, çi mêr e!

Bedew e

Şox û şeng e

Pesnê xwe dide

Wek rojê ye

Wek heyvê ye

Ronak e

Ronahiyê dide

Sipehiye

Destpêka gerdûnê ye

Fêkiyê malê ye

Gezekê ji jînê dide

Bi hiş û raman e

Bi nav û nîşan e

Azadiyê mehir dike

Aza ye, çeleng e, mirovatiyê xelat dike

Xaka evînbar bi maçekê mohir dike

Şepal e

Di dil de al e

Lîlandin e

Di dil de ar e

Bi hayîdarî dergûşan dilorîn e

Bejin bilind e

Biheşt xwe li ber noqdike

Simbila nanekî ye

Tenûra gundekî ye

Pûnijîna mêjû ye

Dîrokan nûjen dike

Zayina biharê ye

Çar reng e

Çar aliyan şad dike

Evîn e

Jîn e

Jin e

Xwedî vîn e

Tirsê di dil de kefen dike

Şêr şêr e! çi jin e çi mêr e!

Jinek kurd e

Siberoj wê pesnê te bide.

Page 37: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT 37 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

Ji dîwana Dîlan Şewqî

Ez tevde penceremeEz tevde penceremeEz tevde penceremeEz tevde pencereme

Şahî li min û te

Hiltê.

Daxwazên me

bi destê hev girtine.

Çav ji te têr nabin

Mane tu…

xewnek bû

Kenê te jî

Taştiya vî dilî ye.

Vane tilî ,

Di gustîlkê porê

Te de

Sema dikin.

Ez zanim …

ŞŞŞŞahî li me hiltêahî li me hiltêahî li me hiltêahî li me hiltê Ta ko cî,

Û gulavê çermê te

Û zemzema baskê min,

Ko ew timî,

Armanca

sitranên tebûn,

Ji cî re

Ji demê re

Bîranîna,

Du rewana,

Du perwana

Qeydbikin.

22.07.2011

- Şam-

Ez û xemaEz û xemaEz û xemaEz û xema Çawa ev xem…

şîn tên,

û ji ku tên ..?

Û çawa min

vedimrînin

Û çawa temen

Ji ber wan,

tim nexweşe.

Ez nizanim …?

ez parastîme

bi te,

Bi hêviya ,

bi şahiya

Xwezyan.

Ji van teva natirsin .

Çawa ev xem

Aramiyê di kolin

Ta ko girî

diteqe.

Ez nizanim,

Çawa ev xem

bi hevre tên.

Û li min kom dibin

keyfa hûnandî,

vedçirînin .

Ez nizanim…

Evana

tilyên minin,

Û ev

Porê teye.

Ez zanim …

Evana

çavên tene,

Li min tên girtin.

Û xwe jibîra dikin.

Germa şahiyê dide me,

Tamar serxweş

Û lalin.

Û dem kûpek

Tije

kenê teye,

Tije ronahî

Û kêfe.

Vame ez

Di nav şaxên te de me,

hingiv

bi lêvên te

Di xum,

Ta ko dahola di bin

Parsûwa de ,

Ji govenda me

dûr neçe.

Bi dûwayên

dayik û xaltîkê.

ez parastî me

Bi hezkirina

biraziyan

Bi Ya xwarziya

Bi bîranînên

têr û şîn,

Û serbilind.

Çawa karin

Sînorên helbestvaniyê

Derbasbikin..?

Çawa tên

nav ciyê min.

Li ber çavê evînê,

Ji zarotiya poz bilin

Natirsin.

Ji ciwaniya têr û zêr

Ji şahiyên pir

û rengîn.

Ji hêza ciwan

Natirsin,

Ji nimêja laleşê dil,

Ji xunava sipîde

Ji tîna tenbûra ba,

Ji berf û barana

Page 38: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

38 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

Û mindal,

Li devê min

Vedimrînin …?

wek hestiyê kelandî

Ji hundur,

Û ji derve de

Min rût dikin.

Çawa

Çawa

di wan kêlîkên

kurt de,

Min heft cara

Pîr dikin

Û min dadixin

Binya heft qadên erdê…!?

Çawa kenê delal

Omîd ji ber wan

gêj û meste …?

Ta ko ez

Di wan kêlîkan de

Dibim yaka din.

Ez tevde dibim xem ,

Ez wek yekî bi fetise

Bi ser welat dikevim.

Heyfa cîhaneke

çûxwarî

Ji pozê min

derdikeve.

ez dibim yeka din

Û hew

–êdî hew ez

xwe nas dikim.

Nizar Yosif

Hêlîna payîzêHêlîna payîzêHêlîna payîzêHêlîna payîzê CivanCivanCivanCivan

Di bin bayê payîz de

Bi berevaniya pelên daran

Destên hevgirtî di germijin

Rengên qemiyayî

Liblib

Li dilxwaziyên me

Di weşin

Bihna hêlma te

Ez di sermestiyê de

Bê mey birim.

Min sehwa tirsê

Ji ser çavên te şûşt

Wêrekî çand

Em di kevin

Xezîneyên dilên hev

Nihanên heskirinê di hilkewêşin

Lewma me şiya

Çipilan

Li gurzên kemberan bipêçin.

Bi xuşîn a şiliyê re

Keder a min

Germê ji rengê te yê payîzî dibe

Çincîra şewata dil

Di hejîne

Vê rojê

Ewr roniyê melûl dikin

Dilopên dêmên te

Ǜ nem bi pelan ve di barin

kemberêkemberêkemberêkemberêGurz ê Gurz ê Gurz ê Gurz ê

ŞêwevanimŞêwevanimŞêwevanimŞêwevanim Vê demê

Dîdarên payîzê

Ǜ kedera min

Ǜ şepaliya te

Şoxî yê digirin

Xem li pelan siwar bîn

Bi ser avê re

Bi oxir çûn

Tu kermilan di spêre dara pelweşên

Buhar di baxên te yên bergirtî re

Nîşanên seyr dide

Ji merdiyê

Dev û ezman

Lal û sewsî

Pêve diçin

Rêz û xelekên

Darên tazî

Wêneyên şêwevanî

Di van çavên dildar de

Nexiş dibin

Dîmenan ji te û sirûştê

Di afirînin.

LîsLîsLîsLîs

Çûk li lîsên êvarê

Di çivçivin

Yên bi tenê

Di xûsiyê de mit dibin

Payîze dema barkirinê ye

Tov û evîn di nixumin

Por û tilî

Herdû serî di nûşin

Di hêlînê de di nermijin.

09.10.15

Page 39: Li ber perava Malva û Derya Îcê rengên buhiştêrengên ... · Hejimar '42' Çirîya Pêşî 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Şev reşê konê

Sernivîser Derhêner

Ebdilbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Hemîd Yûsif (Kasî)

- Mizgîn Hesko

- Oflaz Toutî

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 42 " // Çirîya Pêşî 2015

Ji bo hinartina berhemên kurdî :

[email protected]

Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :

www.penusanu.com