hûn jî dikarin malpera xwe çêkin bernameyên komputerê dibin … · 2006-01-12 · destê xwe...

8
ÇAND Û ZIMAN KOMELEYA LÊKOLÎN Û PÊÞXISTINA Bi alîkariya Karger û Þaredariya Sûrê Bernameyên Komputerê Dibin Kurdî Bernameyên Komputerê Dibin Kurdî Dersên PHP’ê Êdî hûnê bikaribin bi PHP’ê bixebitin Dersên HTML’ê HTML bingeha zimanên bernamekariyê ye Sazkirina Malperan Hûn jî dikarin malpera xwe çêkin Ensîklopadiya Kurdî Ew tekane û mezintirîn ensîklope- diya kurdî ye. Hûn jî dikarin bi destê xwe wê mezintir bikin û zimanê xwe bixin nav zimanên dinyayê. Ji bo vê yekê zanîneke pir ne lazim e. Hinek daxwaz û hinek hezskirin bes e. Koma PcKurd Werdigerîne Xewnek kirin rastî, rastiyek belav kirin. Firefox û OpenOffice Bernameyên azad yek bi yek tên wergerandin. Opera 8.5 Geroka yekemîn e ku li kurdî hate wergerandin. Pêþbaziya Nivîsbariyê 2006 Ev pêþbazî bi tenê ji bo bernameyên kurdî ye. Her kes ne mehkûmê Microsoft Windowsê ye. Linux Ubuntu bu kurdî derket û textê Microsoftê dihejîne. Abiword Derket Tu li ber komputerê rûniþti yî û nivîsa xwe dinivîsî. Her ku tu çewt dinivîsî, ew serast dike. Çewtiyên te nîþanî te dide û rastiya wê ji te re dibêje. Ev jî êdî nexwn e. www.pckurd.net [email protected] Sal:1 Hejmar: 1 Zivistan 2006 Pêveke Azadiya Welat, bê pere ye.

Upload: others

Post on 12-Jan-2020

6 views

Category:

Documents


1 download

TRANSCRIPT

ÇAND Û ZIMANKOMELEYA LÊKOLÎN Û PÊÞXISTINA

Bi alîkariya Karger û Þaredariya Sûrê

BernameyênKomputerê Dibin Kurdî

BernameyênKomputerê Dibin Kurdî

Dersên PHP’êÊdî hûnê bikaribin bi PHP’ê bixebitin

Dersên HTML’êHTML bingeha zimanên bernamekariyê ye

Sazkirina MalperanHûn jî dikarin malpera xwe çêkin

Ensîklopadiya KurdîEw tekane û mezintirîn ensîklope-diya kurdî ye. Hûn jî dikarin bidestê xwe wê mezintir bikin ûzimanê xwe bixin nav zimanêndinyayê. Ji bo vê yekê zanîneke pirne lazim e. Hinek daxwaz û hinekhezskirin bes e.

Koma PcKurd WerdigerîneXewnek kirin rastî, rastiyek belav kirin.

Firefox û OpenOfficeBernameyên azad yek bi yek tên wergerandin.

Opera 8.5Geroka yekemîn e ku li kurdî hate wergerandin.

Pêþbaziya Nivîsbariyê 2006Ev pêþbazî bi tenê ji bo bernameyên kurdî ye.

Her kes ne mehkûmê Microsoft Windowsê ye. LinuxUbuntu bu kurdî derket û textê Microsoftê dihejîne.

Abiword DerketTu li ber komputerê rûniþti yî ûnivîsa xwe dinivîsî. Her ku tu çewtdinivîsî, ew serast dike. Çewtiyênte nîþanî te dide û rastiya wê ji tere dibêje. Ev jî êdî nexwn e.

www.pckurd.net [email protected]

Sal:1 Hejmar: 1 Zivistan 2006Pêveke Azadiya Welat, bê pere ye.

.......... DersDers 1212

Dersên PHP'ê

[email protected]

Rêzan Tovjîn

R. Lerdorf, di destpêka dîroka înternetê de,wate di wan salên 1990'î de ku hîn înternet nûbelav dibû de, ji xwe re li karekî digeriya. Fiki-rî ku kurtejiyana xwe di rûpelekê de binivîse ûdema çû ji bo kar serî li derekê da, vê navnîþa-nê bide wan. Lê wan deman, bi taybetî jî di to-ra Unix a zanîngehan de ku pêþkêþkerên webhatibûn sazkirin, çêkirina rûpeleke þexsî ne ka-rekîhêsan bû.

Kî rûpelekê ji xwe re çêke û têxe pêþkêþker,heke roja yekem lê hay nebe jî, roja duyem dêmeraq bike bê çend kes ketine malpera wî, çi fi-kirine û xwestine jê re çi bibêjin. Lerdorf kurte-jiyana xwe xist pêþkêþker û wî jî meraq dikir kuçend kes vê kurtejiyana wî dixwînin. Wan salandi hindurê wê de motoreke berhevkar hebû kuyek-du makro fêm dikir. Çend amûrên ku di pi-raniya malperên þexsî de hene; lênûska mêva-nan, hejmarok û hwd tê de cih digirt. Lerdorf disala 1994an de li ser vê meraqa xwe PHP (Per-sonel Home Page) bi pêþ xist..

Beþeke mezin a vê nivîsbariyê ji zimanê Perlhatibû standin. Navê Personel Home Page (Se-rûpela Þexsî) lê kiribû. Vê nivîsbariyê gelekî balkiþand û hate bikaranîn.

Lerdorf pêvekên ku wekî form daneyên ji se-rîlêderan hatine berhev dike nivîsî. Navê vê ber-nameyê bû PHP/FI (Form Interpreter / Þîrove-karê Formê). Hinekan navê PHP2 li vê guher-toya bernameyê kir. Ev nav, tevî ku bername ge-lekî guherî û bi pêþ ket jî demeke dirêj neguhe-rî.

Lerdorf di 1993an de motora berhevkar ji nûve nivîsand. Navê wê bû PHP/FI V2 Vê guher-toyê formên agahiyan ên HTML bi kar dianî.Dema desteka mySQL jî li vê yekê zêde bû,PHP/FI êdî ji dayika xwe bû.

Pêþî ji gel re ne vekirî bû. R.Lerdorf fikirî kuev nivîsbariya ku ji bo xwe amade kiriye ji aliyêkesên zêde webê nasnakin ve jî dikare bi hêsanîwere bikaranîn. Di sala 1995an de bi navê "Per-sonel Home Page Tools" li gel hate vekirin. êdîgelek kesan destek dayê û kod ên wê bi hevkarîbi pêþ xistin. Ji lew re bi lez bi pêþ de çû.

Rasmus Lerdorf di nîvê sala 1995an de ko-mek ava kir. Di vê komêde Zeev Suraski, Stigbakken, Shane Caraveo û Jim Winstead hebûn.Heta wêdemê PHPê ji "Perl"ê deyndariyeke de-wamî dikir. Vê komê PHP ji vî awayî rizgar kir.PHP kirin (Object-Oriented) "Berêveyî Bire-ser." Ew êdî zimanekî bernamekirinê yê bi vîrengî bû. Ev kom ji bo kêrhatinên dîtir li PHPêzêde bike, hey xebitî.

Di 1997an de Zeev Suraski û Andi Gutmansmotorê berhevkar bi tevahî ji serî de nivîsandinû ji bo PHP V3 bingehek çêbû. Dû re jî PHP V4ji serî ve hate nivîsandin. PHP Hypertext Pro-cessor ji bo serkeftinan amade bû.

PPHHPP ÇÇii YYee??

PHP zimanek ji zimanên bernamekirina we-bê ye. Her wiha, cihê ku herî pir lê tê bikaranînjî web a herî mezin, ango înternet e. Di înterne-tê de daneyên rûpelan, bi bikaranîna protoko-lên belî ji deriyekî komputerê dihere yê din.

Ev çûn, an jî ev birin, li ser bingeha TCP/IPpêk tê. HTTP (Hyper Text Transfer Protokol) jîdibe pûl a li ser vê nameyê.

Dema tu dixwazî www.malperamin.com ve-kî, komputera te ji pêþkêþkera ku wê rûpelê pêþ-kêþ dike re nameyekê diþîne, wekî daxwaz. Evdaxwaz ji aliyê pêþkêþker ve tê bersivandin. Jidanûstandinê re bi kinasî wiha tê gotin"daxwaz-bersîv."

PHP wekî Linuxê xwedî zagonên "PergalaVekirî" ye. Ango bi van zagonan vegirêdayî ye.Her kesê ku dixwaze, dikare guhertinan li gorzanebûna xwe lê zêde bike. Lê nikare ji vê gu-hertinê pereyan qezenc bike. Divê guhertinênxwe ji her kesê ku dixwaze re eþkere jî bike.

Ji bo kesên ku CC++, Pascal, heta VisucalBasic dizanin, hînbûna PHP’ê bi tenê danekîrojê digire. Lê kesên ku van zimanan nizanin,belkî çend danên rojê ji bo wê veqetînin. PHP,zimanekî Scriptê ye; wate, kod ên wê wekîdosiyên nivîsê tên tomarkirin û li cihê ku dêwere bikaranîn, ji aliyê þirovekarê ve têþîrovekirin.

Ev tê wateya çi? Ev tê wateya ku ji bo tubernameya te bi PHP’ê nivîsiye berhev bikî,yanî wekî EXE bikî dosiyeke ku dikare bê xebi-tandin, pêwistiya te bi derxistina dosiyeke dintune. Lê ji bo tu bikaribî Scriptên xwe yên PHPbixebitînî, pêwistiya te dê bi bernameyeke ku

zimanê PHP’ê bizane çêbibe. Ev bernamedikare bi serê xwe (di paceya fermanxwaz de anjî di termînala dîmenderê de) jî bixebite. Lê bitevahî em bêjin ku divê ji aliyê PêþkêþkerêWebê ve bikaribe bête xebitandin. Bi gotinekedin, divê mirov bike ku Pêþkêþkerê Webê wereradeya ku ji PHP’ê fêm bike.

Þîrovekarê PHP’ê, îro li ser teknolojiyaScripta ku jê re ‘kakilê-Zend’ tê gotin, ji aliyêZeev Suraski û Andi Gutmans ve, ji serî ve, bitevahî ji nû ve hatiye nivîsîn. Zend, teknolo-jiyeke wisa ye, ku wekî Windows Script Host ûmesela Visual Basic for Applications (VBA),îmkanê dide Pergala Xebatê ku bernameyên pêhatine nivîsîn bikaribe bixebitîne.

(Der barê Zendê de mirov dikare agahiyênbêhtir ji www.zend.com’ê bigire.)

Îro navê fermî yê vî zimanî wekî ‘PHP:Hypertext Preprocessor’ (Pêþ-pêkanînerêHiper-nivîsê) hatiye guhertin. Û ji bo gelekPêþkêþkerên Webê bikaribin zimanê PHP’ê fambikin, þîrovekarên pêwist ji nû ve hatinhilberandin. Di 20’ê rêbendana 2000’an de kon-feransa yekemîn a PHP’ê li Israîl pêk hat ûceribandina guhertoya 4’emîn hate pêþkêþkirin.

Êdî tu dikarî rûnî û bi PHP’ê bernameyekexwedî her bikêrî binivîsî; wate PHP hatiye astaku bi serê xwe herêmên sepanê bibîne. Bigotineke din, bi PHP’ê êdî mirov dikare hembernameyên lîstikan binivîse, hem jî rêveberiyadanegirê binivîse. Hema hema mirov dikare pêher cure bernameyan binivîse.

Di vê pirtûka biçûk de, aliyê PHP’ê yê kume têkildar dike, PHP zimanekî berna-menûsiyê ye ji bo mirov bikaribe hinek karan biPêþkêþkerê Webê bide kirin. Hema wekî

Li Tirkiyeyê cara yekemîn bi malpera Azadiya Welat, ku Serhad Ronahî amade kiribû, ji aliyê kurdanve PHP hate nasîn. Wê demê li dinyayê PHP bi lez û bez belav dibû.

.......... DersDers 1313

CGIPERL an jî ASP, ColdFusion, Java (neJavascript) ! Kod ên PHP’ê, dema me rûpelênHTMLê çêkir, di nav etîketên HTMLê de , di navveqetandeka xwe ya taybet de tê nivîsîn.

?PHP echo (“Merheba Koma PCKurd!”); ?>"

Te divê di komputera te ya þexsî de, te divê diînternetê de, dema Pêþkêþkereke Webê dibîne kumêvanek (bernameya daxwazkar a înternetê,GerokBrowser) dosiyeke ji cureyên “.php”,“.php2”, “.php3” an jî “.php4” dixwaze, hema jixwe re dibêje “Aha dîsa ji min re karek derket.”Lewre Pêþkêþkerê Webê dosiyeke ji cureyên “.htm”an jî “.html” bi hêsanî di dîska xwe ya bicihkirî dedibîne û bêzehmet ji daxwazkar e diþîne. Lê demaku “.asp”, “.pl”, “.cfm” û her wiha “.php” tê xwest-in, Pêþkêþkerê Webê vê rûpelê wekî ku heye jidaxwazkar re naþîne. Pêþî gazî þîrovekarê PHP’êdike û pê dide zanîn ku divê ew vê dosiyê radestîdaxwazkar bike. Þîrovekarê PHP’ê (ango diWindowsê de PHP.EXE, an jî di guhertoya çarande PHP4isapi.dll, di Unix û mînakên wê de dosiyaPHP ku dikare were xebitandin), vê dosiya kuradestî wî bûye, pêþî kod ên PHP’ê yên di navberaveqetandeka “” de ne, hildibijêre û pêwistiya wê çibe, wê dike. Ev kod ên ku di navbera van veqe-tandekan de ne, fermanên karên ku em dixwazinpêk werin e. Sedema ku em bi HTMLê nehatine serû PHP’ê bi kar tînin jî, tiþta ku ev ferman dikin jialiyê HTMLê ve nikare bête pêkanîn.

Di vir de tiþtên ku HTML nikare bike çi ne?Berî her tiþtî hinek karên ku divê di PêþkêþkerêWebê de werin kirin hene. Di serî de em nikarinbi riya etîketên HTMLê dosiyeke danegira diPêþkêþkerê Webê de vekin û daneyên tê debixwînin. Em bi riya HTMLê nikarin dosiyênnivîsa xwerû ya di dosiyen dîskên bicihkirî yênPêþkêþkera Webê de jî nikarin bixwînin.

Malpera PcKurd.Net jî malpereke ku bi PHP’ê hatiye amadekirin. Divî warî de ne malpera yekemîn ejî û ne ya tekane ye jî. Lê di warê xwe de xelek xebatên girîng pêk anî û niha tekane navnîþan e.

Em bêjin malpereke te heye. Teew bi Php-Nuke 7.1 ava kiriye. Lêpiþtî vê guhertoyê, Php-Nuke 7.2,7.3, 7.4, 7.5 û 7.6 derketiye. Nexwedivê tu guhertoya xwe jî nû bikî.

Di vê gotarê de emê riya kin ûserast a rojanekirina guhertoyan ravebikin.

Niha em ê van gavan yek bi yekbinivîsin.

1-Ji malpera www.pckurd.net, jibeþa Daxistin'an ji xwe re php-nuke7.6 daxe.

2-Dosiya ku te daxist ji hundir"zip" derxe.

Ji bo tu mezin bikî, wêne bitikîne. 3-Niha hemû dosiyên di hundir

peldanka "Html" de hene, bigire ûbavêje ser pêþkêþkera (server) xwe.

4-Di hundir pakêta php-nuke 7.6de, bi navê "upgrades" peldankekheye. Li hundir wê peldankê bini-hêre, hundirê wê wiha ye.

5-Di hundirê "upgrades" de ji boher guhertoyekê dosiyek heye.Mînak, niha ji ber ku te php-nuke 7.1bi kar aniye, divê tu têkevî hundirê7x û li hundirê wê binihêrî. Dihundirê wê de ev dosî hene:

upgrade70-71.php upgrade71-72.php upgrade72-73.php upgrade73-74.php upgrade74-75.php upgrade75-76.php

Niha tu jî peldankeke bi navê"upgrades" di hundir pêþkêþkera xwede çêke. Û van dosiyên di hundirê 7xde hene, ku me navê wan li jor rêzkiriye, hemûyan bavêje hundirê wêdosiya xwe ya bi navê "upgrades"

7-Tiþtekî ku tu zêde bikî nemaye. Îcar em bêjin navê malpera te

www.pckurd.net e. Divê tu di cihênavnîþanê yê Browserê de wihabinivîsî:

www.pckurd.net/upgrades/upgrade71-72.php

Piþtî te wisa nivîsî, ENTER bike. Heke pirsgirêkek tune be, dê di

dîmendara te de tiþtekî wiha xuyabibe.

Niha ji bo dosiya din jî wihabinivîse û ENTER bike:

www.pckurd.net/upgrades/upgrade 72-73.php

Bi vî rengî heta tu hatî 75-75'êbidomîne.

Êdî te xwe gihande guhertoyaherî nû. Niha tu dikarî hemû dosiyêndi hundirê peldanka "upgrades" debavêjî û jê bibî.

Hemû pirs û pirsgirêkên xwe diwww.pckurd.net de, di beþa forumande binivîsin.

Serkeftin.

Rojanekirina PHP-NUKE..........

.......... Di PHP-NUKE de ewlekarî

Hemû pirs û pirsgirêkên xwedi beþa me ya Guftûgoyan de bi-nivîsin, em alîkariya we bikin.

Ez bawer dikim gelek tiþtên liser ewlekariya Php-Nuke hatinenivîsîn serê we gêj kiriye. Belkîgelek kes hene ku her roj ji tirsaxirakirina malpera xwe ranazin.Ezê di vê gotarê de riyeke ewleka-riyê ji bo we bînim zimên.

Lê ezê vê gotarê ji bo Php-Nu-ke 7.7 binivîsim. Li gor ku ez diza-nim Php-Nuke 7.7 bi kurdî qedi-yaye û dê PCKurd.Net wê jî biwe-þîne.

Ezê vê gotarê li ser ewlekariyadosya admin.php binivîsim.Lewre min ceriband û min fêmkir ku navê dosiya "admin.php" têguhertin û dema ku hate guhertinjî bidestxistina wê dijwartir dibe.

Ji bo vê yekê divê tu hem navê"admin.php" biguherî û mînak;bikî "celadetbedirxan.php" û herwiha têkevî hundir dosiya con-fig.php û di wir de rêzika

....

$admin_file = "admin"; .... bibînî û wiha biguherînî ... $admin_file = "celadetbedir-

xan"; ... Heke mirov wisa bike, ez ba-

wer im ji bo ewlekariya dosiya ad-min.php gaveke mezin tê avêtin.

Ji bilî vê riyê, mirov dikare"Admin secure 1.7" saz bike ûewlekariya xwe zêdetir bike. Ezêdi gotareke din de li ser wê jî bini-vîsim.

Ji bo pirsên xwe li beþa guftû-goyê binivîsin.

Rizoyê Xerzî | PCKurd

.......... DanasînDanasîn 22

8 sazkirinên herî baþ ji bo BIOSê[email protected]

Kovara PCKurd

Tu hîleyên nû yên BIOSê bêyîsazkirina serast ên ku ji berê ve têzanîn, bi kêrî tiþtekî nayê. PCK-URD.NET alîkariyê dide te ji bo 8klasîkên BIOSê bên bîra te.

1-Hevkariyên ne pêwist betalbike:

Karta Navîn, ango mainboard ate çiqasî nû be, dê hevkariyêntêkve jî ewqasî pirr bin. Kartadeng, (sound kart) WLAN, kartadîmenê û gelek amûrên têkveyî likarta navendî hatine zêdekirin.Heke hinek ji van ji aliyê te ve nayêbikaranîn, nexwe betalkirina wê dêbike ku komputera te zûtir vebe.Hem dê bike tu hin birrîên girîngbi paþ ve bitsînî. Ji hêla integratedPeripherals a li Award BIOS û liAMI-BIOSê jî li hêla PeripheralSetup tu dikarî betalkirinan pêkbînî.

2-Taybetiya Floppy (Drive) seekbetal bike:

Her dema tu komputera xwevedikî, têdebûn û nebûna disketêtê çavlêgerandin. Ev jî dibe sedemaderengvebûna komputerê. Hemdengekî hilma mirov teng dike jî jêderdikeve. Ji ber vê, ji pêþekaAdvanced BIOS-Features a liAward-BIOSê Boot up Floppyseek bike "Disable." Li AMI-BIOSji bo tu vê yekê çêkî, divê tu jipêþekan (menu) Advanced SetupFloppy Drive Seek Disabledbiþopînî.

3- Tu dikarî taybetiya VirusWarning jî betal bikî:

Ev taybetî li hember virusên kuketine beþa Master boot Record te

hiþyar dike. Pirr nehatiye dîtin kuvê taybetiyê êrîþeke rastîn a viru-san bend kiriye. Her wiha ne tay-betiyeke wisa ye ku tu dest jibernameyeke dij-virus berdî. Tudikarî vê hiþyariya virusên Biosê birihetî bigirî. Ji bo kesên xAward-BIOS dixebitînin, li bin pêþekaAdvanced BIOS-Features,Vebijarka Virus Warning bikeDisable. Di AMI-BIOSê de jî tu

dikarî li hêla Virus Protection vêtaybetiyê betal bikî.

4-Betalkirina Quck Power onSelf-Test

Heke pergala te bi tenduristîdixebite, ne pêwist e di her vebûnêde bîr were hejmartin. Ji boAward-BIOSê li Advanced BIOSê

Features ji bo AMI-BIOSê j îliAdvanced Setup tu dikarî vê tay-betiyê betal bikî, "Enable."

5-Taybetiya (Flash) BIOSProtection çalak bike:

Ev taybetî nahêle BIOS werejêbirin, an jî dîsa li ser were nivîsîn.Ji ber vê yekê baþ e ku wekî"Enable" bimîne. Bi tenê dema teBIOS rojane kir, vê taybetiyê

bigire. Di hinek guhertoyênAward-BIOSê de ev taybetî bi navêFlash Update ye, ji bo tu parastinalênivîsandinê çalak bikî, vê tay-betiyê bike "Disable."

6-Bikaranîna PS2-MouseFunction Control

Ji bo kesên ku dixwazin bir-

rîneke IRQ têxe valahiyê ev taybetîgelekî cazîb e. Ev sazkirin ku direwþa Enable de be, BIOS IRQ ya12an ji bo PS2 miþkê vediqetîne. Jiber vê rewþa heri baþ dê Auto be. Jiber vê yekê, heke miþkek li pergalênehate girêdan, birrîna 12an dê jibikaranînê re vekirî be. Di BIOSêde bi pirranî tu dikarî li bin ser-navê PS2 Mouse Power an an jî libin sernavê PS2 Mouse Support lêrast werî.

7-Bikaranîna Onboard IRFunction

Di van demên de ku em kom-putera xwe ya li odeya xwe ji dûrîve bi dûresazê bi rê dibin, tay-betiya infra-red hîn bêhtir balêdikiþîne. Heke di pergala te deamûreke ku bi infra-red dixebitetune be, tu dikarî vê taybetî têxîrewþa Disabled. Heke di kartanavendî ya te de hevkareke girê-dayî infra-red hebe IrDA-Mode anjî Ask IR Mode çalak bimîne dêçêtir be.

8-Sazkirinên FSB SpreadSpectrum

Ev taybetî ji bo ronîdana elek-tromanyetîk a ku Frontside Bus(FSB) belav dike dakeve asta herînizim, leza saetê a FSB dadixenêvî, an jî bêhtir dadixe. Ji ber vêyekê çêkerên komputeran ji boBawernameya Ewlekariyê CEencamên bilindtir distînin. Dematu leza saeta FSB bilind bikî, evtaybetî stabiliteya pergala te xiradike. Ji lew re vê taybetiyê bikeDisabled. Di rewþa xebata asayî desazkirina di asta nizim de %1 bes e.

HTML: Hyper Text Mark-upLanguage

Dema me çend kesan Koma PcKurd ava kir, me texmîn nedikirku rojekê emê werin vê astê. Îroêdî em pirtûkên vî karî dinivîsin ûher ji 6 mehan xortekî din dikevenav me.

Divê mirov HTML'ê baþ bizane.Ew zimanê bingehîn ê înternetê ye.Ji bo mirov malpereke baþ ava bikegelekî pêdivî ye.

Dema mirov bi riya gerokêdixwaze malperekê veke, mirov bialîkariya www. navê malperê dini-vîse û malperê vedike. Mirov dibî-ne wa ye wêne, nivîs, xêz û hin tiþ-

tên din bi awayekî xweþik, rêzkirîû balkêþ derketin.

Mezinbûna nivîsan... Rengê nivîsan... Dema mirov ditikîne rûpelekî

din vedibe... Berî mirov bitikîne nivîs reng

diguhere... Berî mirov bitikîne nivîs mezi-

nahiyê diguhere... Kîjan wêne li ku, çawa diseki-

ne... Dirêjahiya xêzan... Stûriya xêzan... Nivîsa stûr, paldayî û binxêzki-

rî...Divê tu bizanî ku di vê rûpelê

de ev bikêrî hemû bi HTML'ê diha-tin pê. Îro gelek zimanên din heneji bo malpersaziyê. Lê HTML bin-geh e û di hemûyan de jî bi awaye-kî heye.

HTML di nav zimanên berna-mekariyê de yê herî hêsan e...

HTML bi tenê rûpelên bêtevger(statik) çêdike...

Zimanên rûpelên bitevger ama-de dikin jî HTML'ê bi kar tînin...

Tu HTML'ê nizanibî, tu nikarîmalperekê çêkî...

Tu hoste yî, HTML amûra te yaherî hêsan e...

HTML zimanê teþedanê ye... Pir hêsan e, bi kêrî hindik tiþ-

tan tê... Divê tu bizanî ku rûpelên mal-

perê ji dosyan pêk tê. Ew dosiyênHTML'ê ne. Gerok wekî "dosiyênhtmlê" gazî wan dike. Jixwe cureyêdosiyên wê jî .html û .htm ne.

Edîtor û bernameyên wekîFront Page nahêlin tu hîn bibî...

Pêþî HTML'ê hîn bibe, dû rebernameyan bi kar bîne...

Tê bi Lênûska Nîþeyê HTML'êçêtir hîn bibî...

Piþtî tu hîn bû, tu jî gotarekêder barê wê de ji me re binivîse kuem jî tiþtekî ji te hîn bibin...

Fermo! Serkeftin Ji te re!

Mirov dikare mîhengên BIOS’ê biguhere. Em pêþniyar nakin ku kesên jêfam nekin guhertinan bikin. Lewre guhertina mîhengan garantiyê radike.

Destpêka dersên HTML’ê..........

..........

..........

..........

ÎnternetÎnternet 1515

Navnîþanên hotmailê tên bidestxistin!

Hacker'an berêxwe guherandin

Sergoyê Qada Nîgaþî

Bernameyeke bi navê HotmailBrutus hemû navnîþanên hotmailêyên dinyayê bi dest dixin û di wêlîsteyê de li navnîþana e-peyama (e-mail) te digerin. Heta niha geleknavnîþanên e-peyamên hotmailê yênnivîskarên kurd hatine bidestxistin.Vê hefteyê jî nivîskarê kurdLokman Polat, ku li Swêdê dijî, bi e-peyamekê têkiliyên xwe hiþyar kirku navnîþana wî ya kevin [email protected] ketiye destê hinkesên êrîþker û ew kes çêran ji têk-iliyên wî re dikin.

Van rojan bernameyek bi navêHotmail Brutus ketiye nav destêHacker'an. Bi taybetî hacker'ên tirkvê bernameyê li dij e-peyamên roj-namevan, nivîskar û kesên navdarên kurd bi kar tînin. Navnîþana wan

a hotmailê bidest dixin ûbi têkiliyênwan re diax-ivin, siqêfandikin û hewldidin kusaloxan bi vîrengî bi destbixin.

NN aa vv nn îî þþ aa nn aahh oo tt mm aa ii ll êêççaawwaa bbii ddeesstt ddiixxiinn??

Berî niha bi çend rojannavnîþana rojnamevana kurdMizgîn Bîngol jî ketibû destê wankesan û wan gelek çêr ji kesên diMSN a wê de tomarkirî ne re,

gotibûn.

XXeetteerreeyyaa wwêê ddii ççiiaassttêê ddee yyee??

Malpera binavê PC KURDberî niha bi çendrojan, e-peyameke giþtî jibo bikarhênerênkurd birêkiribû ûhiþyar kiribû kudê bûyerên bi vî

rengî van rojan rû bidin. Lewrehemû þîfreyên hotmailê yêndinyayê, di lîsteyekê de tên bidestx-istin. Jixwe ji ber vê yekê navêbernameyê jî Hotmail Brutus e, yanîwekî xayinekî ji hundir hotmailê,

navnîþan û þîfreyên wan dide destêkesên bi niyeta xirab.

Lê ew kes her dem xwe eþkerenakin. Malpera PC KURD jîbikarhênerên kurd hiþyar kirin kuxetereya vê yekê zêdetir e. Lewre ewkes dikarin nehêlin tu fêm bikî û herroj peyamên te bixwînin, dû re wekînexwendî nîþan bikin û jê derkevin.Tê her roj bibînî ku hinek peyamênnexwendî hene, lê tu yê tu caran fêmnekî ku peyamên te berî te, ji aliyêhinek kesan ve hatine xwendin.

Malpera bi navê PC KURDpêþniyar dike ku hûn tiþtên nepenî ûveþartî li ser e-peyamên xwenenivîsin û bi taybetî þîfreyan li sere-peyamê ji tu kesî re neþînin. Divêbête zanîn ku, di înternetê de ji %1 jîtiþtekî were veþartin nîn e.

Li gor lêkolînên vê dawiyê, êrîþkarên sîber êdî taqtîkên xweguherandin. Êrîþkarên nû, êdî êrîþî qelþên vala yên PergalênXebatan nakin, lê êrîþî bernameyên tên bikaranîn dikin.

Heta van demên dawî êrîþên herî pir ên êrîþkarên sîber, lidora guhertoyên Windows û her wiha Pergalên Xebatan diçû ûdihat. Lê di van demên dawî de, daneyên ku tên bidestxistin,nîþan didin ku hedefa wan guherî. Hedefên nû, bêhtir li sersepanan radiweste. Wekî sedema guhertina hedefê jî, herî pirrojanekirina Pergalên Xebatan tê xuyakirin. Hedefa nû Sepanin Çend roj berê Þîrketa Lêkolînan a bi navê SNS Institedaneyên bi vî rengî diyar kir. Li gor daxuyaniya wan, êdîÞîrketên Nîvîsbariyê yên mezin tevdîra xwe distînin û ji boqelþên ku tên dîtin, di dema xwe de dagirtin û pîneyandiweþînin. Ji ber vê yekê Pergalên Xebatan her ku diçin bêhtirbi ewle dibin û êrîþkar berê xwe didin ser sepanan. Di Lîsteyêde antî-virus jî heye Di lîsteya êrîþkaran de bernameyên pir tênhezkirin û bikaranîn, hene. Di serî de iTunes, RealPlayer ûWinamp hene. Di nav hedefên nû de bernameyên ewlekariyê jîhene. F-Secure, TrendMicro, McAfee û Symantec di vandemên dawî de ketine teþqeleya ewlekariyê û pispor ji vê yekêbi tasewas in. Li gor daxuyaniya SANS'ê, di çarîka vê salê de,600 heb qelþên nû yên ewlekariyê hatine dîtin û hîn jî ev qelþnehatine pînekirin.Her wiha 20 ji van qelþan, gelekî girîng in,xetereya wan mezin e.

Wekî tê zanîn çawa ku computer ûînternet kete nava jiyana mirovan êdîtêgihiþtin ku tenê mirin ji destê mirovanreviyaye. Niha wekî ku em dibêjinmalper an jî bi navekî din em bibêjinensîklopediyên qada nîgaþî rasterast biînternetê re kete nava jiyana me.

Me her kesî dest bi malpereke bi dilêxwe kir. Ji ber hin sedeman-aborî,teknîkî,þexsî û hwd.- malperên mehatin girtin. Gelek caran me axkiþandiye xwezî min kopiyên dosyayênmalpera xwe li cem xwe bihiþta. Hemabila li ber destê min bûya. Me dixwestem xwe bigîhînin sergoyê malpera xwe.

Niha jî malpereke bi navê

http://www.archive.org peywira ser-goyên malperan dike. Lê wekî me got evmalper jî sergo ye, dibe ku hûn xwenegihînin hin malperan, hin dosyeyan.Lê dîsa jî hûn dixwazin nostaljî bikin jikerema xwe re vê malperê ziyaret bikin.

.......... Exploit Çi Ye?

Exploit Çi Ye, Çawa Tê Bikaranîn?Di pergalên xebitandinê yên kesane

de (mînak DOS) tenê bikarhênerek per-galê bi kar tîne û tenê ev bikarhêner di-kare dosyayan veke, bixwîne û hwd.

Lê di pergalên xebitandinê yên kupir kes di heman demê de dikarin bikarbînin de, divê rêveberek hebe. Ev rêve-ber di Novellê de wekî supervisor, DiUnix û clonên wê de wekî root, di NT'êde wekî administrator tê binavkirin. Divan pergalên ku pir kes dikarin tê de bi-xebitin de kesên ku dixwazin desthilati-ya xwe xurtir bikin bernameyên bi navê"exploit" nivîsandine. Exploit, ji tunebû-na bernameyeke li ser pergalê sûdê wer-digirin û desthilatiya bikarhênerê/î xur-tir dikin. Exploit wekî local û remot ducure ne. Exploitên local, dema ku bikar-hênerên pergalê bin dikarin bên bikara-nîn, lê di exploitên remote de ne hewce

ye ku tu bikarhênereke/î pergalê bî. Kê-masiyên pergalan û exploitên ji bo bika-ranîna van hatine nivîsandin roj bi rojzêde dibin û ji bo her kêmasiyeke perga-lê patch tên nivîsandin.

Hûn dikarin ji http://us.mca-fee.com/virusInfo/default.asp?id=alp-har ê zêdetir agahî bistînin.

.......... NûçeNûçeNûçe 1414

Ciwanekî Pîranþarê cara yekemînWîndowsa XP kire Kurdî

Malpera Peyamnêrê nûçeyek we-þand ku gelek balkêþ bû. LuqmanBexte ciwanekî bajarê Pîranþara serbi Kurdistana Îranê, piþtî pitir ji sa-lek û heft mehan mandîbûn û karki-rinê, karî Wîndowsa XP bi tevahî bî-ne ser zimanê Kurdî.

Eva ji bo wan kesan ku bi baþî zi-manê Îngilîzî nizanin, hêsankariye-ke baþ e. Ji ber ku Luqman dibêjeWîndowsa wî her ji destpêka dabe-zandin bo ser Kompyuterê, hemû

aykonên wê bi zimanê Kurdî ne. Wî ciwanê Kurd çend kar û piro-

jeyên din jî li ber dest de hene. Yek jiwan serpêhatî û berhemên stranbê-jên Kurd e, nermamêra wê bi awaye-kê ye ku dema mirov li ser navêstranbêjekê bitikîne, dikare serpê-hatiya wî/ê bixwîne û berhemên wî/êguhdarî bike.

Hêjayî gotinê ye ku kekêLuqman waneya Kompyuterê li çixwendingehekê û li cem çi fêrkare-

kê nexwendiye. Tê gotin ku Wîndowsa Kurdî ya

ku birêz Luqman Bexte çêkiriyeheyva tê dikeve bazarê û hemû ke-sek dikare mifahê jê bistîne. Zima-nê wîndowsê bi zaravê Soranî hati-ye amade kirin.

Desteya Nivîskar ya Agirî pîroz-bahiyên germ ji birêz LuqmanBexte, ciwanê xwedî þiyan û karînyê Kurd dike û jêre hêviya serkefti-nên pitir dixwaze.

Klavyeya kurdî jî bû pirsgirêkekegirîng êdî. Bernameyên kurdî derdi-kevin, Linux Ubuntu di destpêka sa-la 2006'an de dê di nav kurdan de ge-lekî belav bibe û pirsgirêka sereke jîklavye ye. Lewre tîpên û, î, þ, ç, ê bihêsanî nayên nivîsîn, heta li gor klav-yeya hin welatan qet nayê nivîsîn.

Di malpera pckurd.net de jî evmijar bi rojan tê nîqaþkirin. Hêjayîgotinê ye ku mirov bêje, klavyeyakurdî ne karê teknîsyen û komputer-gerên kurd e. Ew karê Saziya ZimanêKurdî ye û saziyek bi vî rengî nîn e.

Saziya Zimanê Kurdî, divê rûne û

klavyeyek wisa amade bike û bikurdî mirov bikaribe bi hêsanîbinivîse. Mînak, niha li ber her-kesî Q Klavye heye. Ev klavye likurdî nayê. Lewre tîpên wê li gorkurdî nehatiye rêzkirin.

1- Tîpên kurdî nîn in.2- Tîpên din jî li gor kurdî ne-

hatine rêzkirin.Zimanzan klavyeyê wiha

amade dikin:1- Em tîpan çawa rêz bikin,

ku hevok ji aliyê destekî ve neyênivîsîn û her tîpek ji aliyê deste-kî ve were nivîsîn.

2- Em tîpan çawa rêz bikin, kumirov bikaribin nivîsa xwe bi lez bi-nivîsin.

Q Klavye di kurdî de li van herduarmancên jorîn nayê. Bi Q Klavyedestek ji destê din bêhtir dinivîse ûdiweste, diqerime. Her wiha mirovpê dereng jî dinivîse.

Li Aliyê din, li Tirkiyeyê F Klav-ye heye. Ev klavye jî bersîvê nadekurdî. Ji Q Klavye gelekî çêtir e, lêpirsgirêkên zimanê kurdî çareser na-ke. Li ser F Klavye herdu dest bi hevre dixebitin û her tîpek ji aliyê destêdin ve tê nivîsîn.

Heke li ser F Klavye pirsgirêka tî-pên Ê, Û, Ç, Þ û Î were çareserkirin,dê ev jî çareser bibe. Tew nebe dê jibo demekê were ceribandin.

Di vî karî de encam bi pêþbaziyanbelî dibe. Klavyeya Nefelê, KlavyeyaKurditgroupê û Klavyeya ku bi rastîjî li gor zimanê kurdî ava bibe divêbikevin pêþbaziyê. Kê li ser klavyeya

xwe gotara xwe zûtir nivîsî, ew klav-ye serkeftî ye. Lê divê mirov ji nihave bêje, Q Klavye di pêþbaziyan deheta niha neketiye pêþiya F Klavye.

Bazara Vî KarîHelbet bazara komputergeriya

kurdî êdî dê derkeve holê. Li dinyayêgelek bername niha ji xwe re li wer-gerên belaþ digerin. Me bi dehan ber-name ji wan re wergerand, da ku ba-zara zimanê kurdî çêbibe. Sibe dê hinþîrketên mezin rabin wergerên taybetji bo xwe bistînin û hin jî dê bixwazinKlavyeya Kurdî ji fabrîkeyên xwederxin. Ji bo ku tiþtên hatine serê zi-manê kurdî neyê serê komputergeri-ya kurdî jî, divê ev pirsgirêk zûtirîndem ji aliyê saziyên têkildar ve wereçareserkirin. Mixabin, xuya ye ku lê-kolîn û xebatên vî rengî têkildarîaboriyê ye û hemû saziyên têkildarîvî karî jî ji tunebûnê nikarin destêxwe bilivînin.

Pirsgirêka Klavyeyê..........

Çend kes û malperan xwestin klavyeya kurdî çêkin. Mixabin ev xebat ne li gorzimanzanî û pisporiyê tên kirin. Ji lew re jî pirsgirêkê çareser nakin.

Klavyeyên bi tîpên erebî êdî tu pêþerojê ji kurdan re naynin. Kurd bi tevahî hêdîhêdî derbasî tîpên latînî dibin. Divê çareya klavyeyê bi latînî çareser bibe.

Ev mînak jî ne mînakeke serkeftî ye ji bo klavyeya kurdî.

.......... GotarGotar 33

Ensîklopediya Azad

Heta îro we bi dehan ensîklopedîdîtiye. Lê we îmzeya xwe dananiyebin wan. ensîklopediyeke ku di herwarî de bi agahiyên xwe bibeçavkaniya me nîn e.Ensîklopediyeke wiha hem ji boxwendekaran, hem ji bo nivîskar ûrewþenbîran û hem jî ji bo zanist ûlêkolîneran tiþtekî pir pêdivî ye.Ensîklopediyeke kurdî… Hekehinek ji te re bêjin "Em dest biamadekirina ensîklopediyeke wisadikin, tu jî di nav de cih bigire", tê çibêjî? Tu bawer dikî ku rojekê der-feteke wiha têkeve destê te û tuîmzeya xwe deynî bin ensîklope-diyeke navnetewî? Ne pêwist e kugotinê dirêj bikin. Niha derfeteke bivî rengî ji bo her kesê ku bi kurdîdizane, heye. Ev ensîklopedî îro êdîheye jî.

Ev xeyal ji bo kurdan bi riyaWikipedia pêk tê. Berî ku em li serensîklopediya kurdî rawestin, emêhinekî li ser dîroka Wikipediarawestin.

Wikipedia, bi alîkariya bihezaran kesên ku zimanên cudadizanin û bi riya înternetê keda xwedigihînin hev, pêk hatiye. Wikipediaîro li dinê ensîklopediyeke ji ensîk-lopediyên herî mezin e. Van deman,dema mirov di Google de li gotinekêdigire, di rêzika yekemîn de rûpeladazanîna wê gotinê ji nav rûpelên

Wikipedia derdikeve. Di navrûpelên Wikipedia de her tiþtewqasî berfireh û bi agahiyên têrti-je tên nivîsîn ku gelek caran pêwistîbi lêgerîna di Google de namîne.Tiþtek heye ku îro Wikipedia evqasîmezin û berfireh kiriye. Ew jî binge-ha wê ya bi navê 'Wiki' ye.

Wiki çi ye?Berî mirov dest bi kîtekîtên

Wikipedia bike, divê mirov felse-feya wê bizane. Ji bo vê jî divê berîher tiþtî mirov bizane bê Wiki çi ye.Ji ber ku bi awayê Wiki malperênkurdî pir nîn in, dibe ku Wiki bi webiyanî bê.

Wiki, sepaneke wisa ye ku hemdestûrê dide bikarhêneran kuagahiyan li malperê zêde bike hemjî agahiyên ku hene biguherîne.Wate di malpereke wiki de, her kesdikare rûpelan li gor xwe ji nû veserast bike, tiþtan lê zêde bike. Herwiha hemû guhertinên ku tên kirintomar dibin û bi wî rengî tên weþan.Her wiha kesekî/ê din jî dikaretêkevê û wan rûpelan bi awayekî dinbiguhere û tomar bike. Yek jî dikareguhertinên ku te kirine hemûyan bipaþ de vegerîne û bike wekî berê.

Ev taybetiya Wiki bila çavên wenetirsîne. Bê çawa tu dikarî tiþtênbaþ li malpereke wisa zêde bikî,gelek kesên din jî hene ku dikarin biqasî te agahiyên balkêþ û nedîtî lêzêde bike. Dibe ku yek bixwazeagahiyên we bi niyeteke xerab xerabike, lê ev yek ne xem e. Lew re hemkesên bi vî rengî hindik in û kes bivê armancê zêde nêzîk nabin, hemjî ku tiþtekî wisa çêbibe jî rêveberênmalperê dikarin bi hêsanî rûpelanbikin wekî berê.

Ev sepan, berhevkirina doku-manan gelekî hêsantir dike û agahîbi lez dikevin ser hev. Di herrûpeleke Wiki de wekî prensîb'biguhere', 'serast bike', 'edit' an jîbiþkoþkeke bi navekî bi vî rengîheye. Dema tu pê li vê biþkoþkê dikî,

tu xwe digihînî rûpela çavkaniyê.Zimanekî nîþankirinê yê hêsan êWiki heye ku bikaranîna wê hêsane. Ev ziman di malperê de li gornivîsbariya ku tê bikaranîn dibe kubiguhere. Heta tu dikarî zimanêHTML'ê an jî edîtoreke dîmenî jî bikar bînî.

Di rûpelên Wiki de bi gelemperîmirov dikare girêdanê bide gotinanjî. Ev riya herî hêsan a mezinkirin ûgera di hundir wiki de ye. Em bimînakekê bêjin: Em bêjin malperekte der barê erdnîgariyê de heye û tedi rûpeleke wê navê Wanê dibore.Dema tu girêdanekê didî gotinaWanê, bixweber rûpelek bi navêWan tê afirandin. Êdî divê tu têkevîwê rûpelê û der barê bajarê Wanê dejî agahiyan binivîsî. Di hundirgotara te de çend gotin hebin ku tudifikirî divê wateya wê were nivîsîn,divê tu girêdanekê bidê. Dema tegirêdan da gotinekê û piþtî rûpelawê ya nû ya vala vebû, te tiþtek tê denenivîsî, ew gotin bi rengekî belîdibe. Heke te naveroka wê tijî kir,hingê jî bi rengekî din ew gotin belîdibe. Tu ne mecbûrî hemû rûpelên

vala dagirî. Lewre dê piþtî te gelekkesên din werin û dê yek ji wanbixwaze vê rûpelê binivîse. Zincîrawê bi vî rengî dirêj dibe. Mirovdikare vê yekê biþubîne darekê ûguliyên wê.

Di wiki de her nivîskarek nexwedî nasnameyekê ye û li benrûpelan navê wan nayê nivîsîn. Diwiki de rûpel hemû di bin beþa xwede ne. Di wiki'yê de armanchêsankirina gihaþtina agahiyan e.Ne cihê wê ye ku kes þîroveyên xweder barê tiþtan de binivîsin.

Ensîklopediya AzadDigel mentiqa wiki ku bingeha

Wikipedia ye, divê mirov têgiha'naveroka azad' bizane ku ew jîbingeha drûþma 'ensîklopediyaazad' e. Hemû agahiyên diWikipedia de, di hundir lîsansaGNU Lîsansa Pelgekirina Azad deye. Bêyî ku sînorekî telîfî hebedikare bi azadî were bikaranîn. Jiber vê taybetiya xwe jî Wikipediapopuler bûye.

Îro Wikipedia îngilîzî bi kedabikarhêneran ji 700 hezar rûpelîderbas bûye. Wikipedia tirkî ji 6hezar rûpelî boriye û Wikipediyakurdî jî li dora 2 hezar rûpelî ye.Mirov di Wikipedia de dikare xwebigihîne gelek agahiyên der barêçand, erdnîgarî, dîrok, jiyan, zanist,civak û teknolojiyê de. Wikipediyaku bingeha wê Web e, li gorlêkolînekê di înternetê de malperaherî populer a referansê ye.

Her kes dikare têkeve malpera Wikipedia û li gor zimanê xwe agahiyan berhevbike. Heta dikare agahiyên nû li malperê bar bike.

Wekî tê d îtin gelek cureyên Wiki hene. Di beþa kurdî de jî ev beþ bi destê Erdal Ronahî tên birêvebirin.

Kovara PcKurd, Wikipedia ku bi felsefeya 'naveroka azad' di demeke kin de bûçavkaniya referansê ya populer dinirxîne.

.......... GotarGotar 44

Wikipediya KurdîMirov dikare ji navnîþana

ku.wikipedia.org xwe bi hêsanîbigihîne beþa kurdî yaWikipedia'yê. Wikipedia Kurdî biheman prensîbên Wikipedia be jî,mixabin ku heta îro bi qasî birayênxwe yên din mezin nebûye. Jixwemezinkirin, zêdekirina agahiyên wêû heta xistina wê ya di nav mezin-tirîn ensîklopediya dinê de, di destême de ye. Piþtî ku mirov hinekî diWikipediya Kurdî de geriya, mirovdikare bi hêsanî prensîbên wê fambike û zanînên xwe lê zêde bike. Jibo tu destê xwe navêjî vê ensîklope-diya navnetewî tu sedem li ber kesînîn e. Êdî hincet nîn e.

Lêkolîn û PêþxistinEm bêjin der barê mijarekê de

pêdiviya te bi hin agahiyên ensîk-lopedîk heye û tu dixwazî ji bo vêdi hundir Wikipedia Kurdî debigerî. Çend riyên cuda hene ji botu xwe bigihînî agahiya ku tu lêdigerî. Berî her tiþtî, di her rûpelêde, li aliyê çepê zeviya lêgerînêheye, ku tu dikarî gotina tu lê digerîdi wir de binivîsî û pê li biþkoþkêbikî da ku di hundir WikipediaKurdî de tiþta tu lê digerî derkevepêþberî te. Heke li gor gotina tu lêdigerî sernivîsa rûpelekê hebe, dê teserast bibe wir. Lê ji bo lêgerînêalternatîfek te ya din jî heye. Tudikarî li serûpela Wikipedia Kurdî,ji nav alfebayê tîpekê hilbijêrî û ligor gotinên bi wê tîpê dest pê dikin,bigerî. Heke tu li gotinekê nagerî û

tu li mijareke gelemperî digerî,nexwe divê tu beþên ensîklopediyêbi kar bînî. Bi vî rengî tu dikarî xwebi hêsanî bigihînî gotarên ku di binbeþa xwe de bûne rêz. Wekî mînakem li gotina 'Ehmedê Xanî' bigerin.Dê Wikipedia Kurdî me berêveyîrûpela 'Mele Ehmedê Xanî' bike. Dirûpelên wiha dirêj de, pêþî lîsteyekemijaran heye. Bi vî rengî riyekehêsan dide te ku tu di hundir gotarêde bi hêsanî bigerî. Di rûpela

'Ehmedê Xanî' de tê wêneyê wî,berhemên wî, felsefeya wî, jiyana wîû dîtinên wî bibînî. Heke te divê tuagahiyan li van tiþtan zêde bikî,divê tu biþkoþka 'biguherîne' ya lialiyê rastê yê jêrîn bitikînî. Herwiha tê bibînî ku hinek girêdan dihundir rûpelê de sor in, hinek jîhêþîn in. Gotinên ku bi rengê hêþînhatine belîkirin, xuya dike ku tuwan bitikînî tê herî rûpela wê got-inê û ew rûpel tijî ye. Lê gotinên ku

bi rengê sor hatine belîkirin, xuyadike ku rûpela wê hatiye vekirin lêvala ye û divê hinek binivîsin.

Hin zagonên lêzêdekirina lirûpelên Wikipedia jî hene. Berî hertiþtî, heke tu naxwazî agahiyên tudinivîsî ji aliyê hinekî din ve wereguhertin, lêzêdekirin û bikaranîn,nexwe divê tu nenivîsî. Her wihaagahiyên ku tu dinivîsî, an divê jialiyê te ve hatibin nivîsîn, an jî divêji çavkaniyeke azad hatibe standin.Berhemên ku mafê wan ê telîfê tênparastin, tu nikarî têxî nav rûpelênWikipedia, ev qedexe ye. Heke tutiþtekî wiha lê zêde bikî, berpirsi-yariya wê bi tevahî di stuyê te de ye.Digel van, agahiyên ku tê binivîsîdivê ne þexsî bin, divê li gor pêdi-viya ensîklopediyan be, divêþîroveya þexsî nehundirîne ûçewtiyên rêzimanî tê de tune bin.An jî heta ji destê te hat divê tuçewtiyên rêzimanî nekî. Heke derbarê gotarekê de tu bixwazîþîroveyeke þexsî binivîsî, li serrûpelê biþkoþka 'nîqaþ'ê heye kudivê tu bitikînî û dîtinên xwebinivîsî.

WikimediaProjeya Wikipedia di demeke

kin de ewqasî bi ser keft ku, bi navêWikimedia malperên cuda ên refer-ansê hatin çêkirin. Di wikimedia dewêne û medyayên azad tên weþan.Her kes dikare têkeve vê malperê ûwêneyên ku dixwaze di vê çavkaniyêde bi cih bike, biþîne.

PSPad bernameyeke edîtorî ye.Bi alîkariya vê bernameyê, mirov di-kare script'an binivîse, an bername-yan saz bike, an jî wergera bername-yekê, an dosiyekê bi hêsanî, di de-meke kin de pêk bîne. Her wiha cu-dahiyên di navbera gelek guherto-yan de jî bi hêsanî tê dîtin.

PSPad bernameyeke bi gelek zi-manan hatiye weþan. Lê kurdiya wêtunebû. Ji bo hêsankirina nivîsandi-na script û bernameyan PSPad gele-kî pêwist bû. Niha mirov dikare bihêsanî ji pspad.com guhertoya (ver-siyon) dawî belaþ daxe û zimanêkurdî hilbijêre.

Ji bo kesên ku dixwazin berna-

meyan wergerînin kurdî jî gelekî gi-rîng e. Ne ji bo wergerê, lê ji bo rûbi-rûkirina du guhertoyan gelekî jêha-tî ye. Mînak, dema tu guhertoyaAbiwordê ya kevin û ya nû bi hev revekî, heke tîpek bitenê cudahî dinavbera herdu-yan de hebe, birengê kesk xuyadike.

Bi kar bînin,hûnê jê hez bi-kin.

Ji bo alîkariyê diforuma pckurd.netde binivîsin.

Bi taybetî beþa komputeriyê ji sala borî û vir te tê pêþxistin

PsPad, bernameyeke edîtorî..........

www.kovaraw.com

Hejmarên me yên borî di malperê de ne.Hejmara nû li bayiyan e.

Nivîsên xwe biþînin [email protected]

BÊ KOVARA W NEMÎNINBÊ KOVARA W NEMÎNIN