Şerê Reqeyê: Derfet û Metirsî
Yekînya vekolînên siyasî
16 Pûşper 2016
Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem, saziyek bo vekolîn, çand û ragihandinên serbixwe, ne sûdmend a. mijûlî berhemkirina vekolînan derbarî herêma erabî û bi taybet derbarî rewşa Sûryayê, ku girngî dide geşepêdana çandê, û pêşxistna medyayê, û behêzkirina rola civaka sivîl, û belavkirina hişyarya dimokrasiyê û giranbhabûna diyalogê, û rêzgirtin li mafê mirovan, her wiha pêşkêşkirina rawêjdarî û fêrkarî di warê siyasî û ragihandê de bo alî û rêkxirawên komlgeha Sûrî li ser bingehên niştimanî Sûrya yî.
Navenda Heremon çalakiya xwe rêkdixe di rêya çend giropan de (Yekînya vekolînên siyasî, yekînya vekolînên civakî, yekîniya wergêrî, yekînya pêdaçûna pirtûkan, yekînya yasayî) û çend bernameyên kirdar (bernameya rawêjdar û hewldanên siyasî, bernameya xizmetguzarî û kampênên mediyayî û drustkirina raya giştî, bernameya piştgêriya diyalogê û geşepêdana çand û sivîl ê, bernamya paşroja Sûrya yê), her wiha navend dikarê çend bername û çalakiyan li gor pêdiviyên deverê û rewşa Sûrî yê saz bike. Navend di rêya çend alavan de karê xwe li dar dixe, wek semînyaran, konfernansan, workşopan, kursên ragihandinê.
Malpera me li ser tora Interenêtê: www.harmoon.orgNavnîşana me: [email protected]
Telifon: +974 44885996Doha, Qeter
Navenda Heremon bo Vekolînên Hemdem
1
Naverok Girngiya Reqayê ya Siyasî û ya Ciwografî: ........................................................................................... 2
Berhevkarên Meydanî: ............................................................................................................................. 3
Berpaşên Navxweyî, Herêmî û Navdewletî: ........................................................................................ 5
Texmînên Qadê ......................................................................................................................................... 9
Derfet û metirsî ........................................................................................................................................ 11
2
Di 24ê gulana 2016an de, " Hêzên Sûriya ya Dîmokratîk" bi hevkariya Amerîka helemtek
çekdarî destpêkir, ku armance wê ya berçav rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê " Dewleta
Îslamî li Îraqê û Şam/ Daiş", QSD bi hevkariya 150 serbaz ji hêzên taybet yên Amerîka û bi
piştgiriya hêza azmanî ya Amerîka dest bi êrîşkê hat kirin bo kontrolkirina zemînê, ku ji sê
aliyan dest pêkir: êrîşek ji bakûr-rojavayê Reqayê ji bendava Tişrîn, û ya din ji bakûr ve ji
bajarokê Ên Îsa, û ya siyem ji bakûr-rojhilat ve ji bajarokê Silog, ku pilanka sêgoşe ava dike
daku barageha artêşa 17an kontrol bike- wek dergihê bakûrê Reqayê tênaskirin-, her wiha
hêzek din hat şandin ber bi bajaraê Tepqayê ve, dakû hêzên (Daişê) ji hev belav bike, û di
heman demê de jî, hêzek din derbasî rojavayê çemê Ferat bû ku û ber bi bajarê Minbijê ve çû,
dakû rêgir be ser derbasbûna pêdivî û piştgêriyan ji hêzên (Daişê) re, lê hijamara tevahiya van
hêzên êrîşker, tenê 12 hezar serbazên, diyar dike ku ermancên êrîşan ne rizgarkirina Reqayê
ye lê belê dorgirtina wê ye.
Girngiya Reqayê ya Siyasî û ya Ciwografî: Girngiya bajarê Reqayê tê ji pêkgeha wê ya ciyografî, ku wek xala girêdana çend parêzgehên
Sûriya yê bi hev re ye (Heleb, Hema, Humis, Dêrezor û Heseka), wekû tê zanîn ev çend
parêzgeh girîngtirîn deverên Sûriya yê ne, û serçavayên xweziyayî pîdadibin wek (Neft û Xaz),
kiştûkal (Dan û Pembû), samanên ajel (goşt, berebû: penîr, şîremenî, tewaş û hirî) û gelek
berhemên xomalî digel hebûna bengava Ferat (bengeva Ferat li bajarê Tepqayê ku dirêjahiya
60 Km ji Reqayê dûrdikeve), û berhema Av û Elktrîkê dike ku pirnaiya bajarên Sûriya xwedî
dike, van xalên wisa kir, ku Reqa bibe aramanca (Rêkxirawa Daişê), û hilbijart dakû bibe
paytexta wan li Sûriya yê, û bibe bingeh ji tevahiya serkird û fermandarên wê, digel
niştecêbûna malbatên çekdarên yên biyanî, ev yek wisa dike ku dê gelek rijde be ku Reqayê
bi parêze, ji ber ji dest xistina vê parêzgehê di pir agahiyan drust bike derbarê kêmbûna
3
şiyanên (Daişê) ku nikarîbû bergirîyê li sembola (rêkxirawê) bike (ku wek paytext) têzanîn, û
mijara giring dê (Daiş) bi ziyana Reqayê pir samanên giring ku artêşa wê li ser ava dibe ji dest
bixe, her wiha ewpêdiviyên ku miletê bin destê wê li dijîn têkbiçe.
Berhevkarên Meydanî: Li pêş opersiyona çekdarî despê bike, çend amadekarî hatin kirin, ku li parêzgehên Hesekê û
Heleb, hêzên Amerîka yên taybet du bargeh avakirin: yek li devera Rimêlan ku balefirgeh yê
kiştûkal (Abû Hacer, başûr-rojhilatê bajarokê Rimêlan) ew amadekir, û yekî li herêma Kobanî
(gundê Xirab Hişk, başûrê bajarê Kobanê) amadekir bo pêşwazî li kopterên amerîkî bike, yên
ku dê serbazên Amerîkî digel çek û teqemenî veguhize - ta weko anha hêzek ji 250 serbazan
gihiştin Kobanê, û bi sedan Serbaz li bajarê Qamişlo ne-. û van hêzan çend manorên çekdarî
digel (Hêzên Sûriya Dimokratîk) û bi beşdarbûna çend desteyên leşkerî yên erabên deverê li
baregeha Sirîn/ Til Abyed ê, daku amedebin wek hêza diwemîn di şerê dijî Daişê de. Di heman
demê de, çend fermandarên Amerîkî serdana ew deverên jêr kontrola (Hêzên Parastina Gel)
û (Hêzên Sûriya Dimokratik) kirin, wek (nûnerê taybet yên hevbendiyê şer li dijî Daişê – Birêt
Makgrok, û serokê hêzên Amerîka li rojhelata navîn Cozêf Votîl ku serdana Kobanê û Qamişlo
kir, her wiha çend fermandarên amerîkî, birîtanî û fransî ji hêzên hevbendiya navdewletî
serdana parêzgeha Hesekê kirin, û digel serbazên kurd, ereb û tirkuman de civiyan), daku li
ser awayê pilana şer li dijî (Daişê) rêbikevin, li gor çavdêran destnîşankirina (Hêzên Sûriya ya
Dimokiratîk) bo şer dijî (Daişê) li reqayê, hat hember çend xalan, yekemîn: pêşwaziya
Waşintonê ji şanda (Rêveberiya Serbixwe) re, ku bi serperştiya seroka hevbeş ya (Encûemena
Sûriya ya Dimokratîk)- Îlham Ahmed, û vekirina nivîsengeha nûneratiya (Rêveberiyê) li
Waşintonê (çavdêran ev yek şîrovekirin ku daxwaza – Rêveberiyê- ji vekerina nivîsengehê li
Waşintonê nîşanan nîzkbûna – Partiya Yekîtiya Dîmokratî ya kurdî- ji Amerîka yê re, û
4
dûrketina wan ji Moskoyê, û ew bûyerên şer ku di navebera hêzên rejîmê û – ykîniyên
parstina gel- li hesekê rûdan bi hev girêdayî bûn), diwamîn: rêdan bi (Hêzên Sûriya Dimokratî)
derbasî rojavayê çemê Ferat bibe ber bi bajarê Minbijê û ( çê dibe Jerbulsê) ve biçe, û siyemên:
derngxistina danpînan bi Rêveberiya Serbixwe paş rizgarkirina Reqayê li gor ragihandinên
Partitîyê ku ew yek jihê nerzîbûna Tirkiya yê.
Li gor Amerîkana dema opersiyona Reqayê girêdayî ye bi opersiyona Mûsilê ve ye, li bi sedema
ew rûdawên siyasî yên dawî li Îraqê (xwepêşandên rêformê, derbasbûna alîgirên şepola Seder
hundrê Devera Kesk û êrîşa wan bi ser nivîsengehên serokatiya wezîran û perlemanê, û ew
nakokiyên ku di hundrî perleman de rû dan ku kabîna wezertan ya nû hat red kirin, û daxwaz
bo hilbojartina serokê nû ji perlemanê re ji bilî Selîm Aljiborî ), wiha kir ku serokê wezîrê iraqê
bi hevkarî digel Amerîka û Îranê de opersiyona rizgarkirina Felûca yê ragihêne – daku
agahiyên milet biguhere- van bûyeran wisa li Amerîka kir ku be bê amadeya opersiyona
rizgarkirna Mûsilê, helmeta rizagrakirina Reqayê ragihand daku hêzên (Daişê ) ji hev belav
bike, û rê li veguhestina hêzan wan ji Sûriya yê bo Iraqê bigre, û serdana fermandarê hêzên
Amerîka li Rojhilata Navîn Josef Votel bo Kobanê di 21/05/2016 de digel Salih Muslim serokê
hevbeş yê Partiya Yekitiya Dimokrat – dikeve rêza van helwestan de.
Nerînên ji hev cûda hatin ragihandin derbarê destnîşankirina (Hêzên Sûriya ya Dimokrat) ji
arkê hestiyar re. nerînan got: ku hilbijartina Waşintonê ji van Hêzan re hat yekem: amadebaşî
û şiyana van hêazn, û paş redkirina piraniya giropên çekdarî yên opezisyona Sûriya yê ji
daxwaza Waşintonê re ku hevkar bin li şer dijî (Daişê) li gor pilana (Daiş yekem) yan (Daiş
tenê), ku rêkxirawên çekdarî dixwazin (Daiş û Rêjîm), li Waşintonê ew yek redkiri li dijî Rejîmê
şer bike ku bibe dijî Îran û Rûsiya, diwam dilxwaziya Amerîka bidestxistina serkeftinê li dijî
terorê pêş bi dawî hatina serdema serokatiya Obama.
5
Heriwha nerîn jî ji hev cûda hebûn derbarê sedem yan jî ermancên opersiyonê, nerîn hebûn
ku sedem jê lawzkirina (Daişê) ye yan jî bidawî anîna Daişê) ye? li piraniya çavdêran nerîna
yekemîn hibijartin ku armanc lawaz kirina (Daişş) ye, di nerîna wan de hîn reşnivîsa nakokiya
Sûriya yê bi dawî nehatiye, û pêdivî bi hebûna (Daiş ê) heye, li belê nerîn hebûn ku bi dawî
anîan (Daiş ê) pêdivyek giring heye daku Amerîka pilana (B) cîbecîbike, û gefê li Rejîmê û
Rûsiya û Îranê bike, û gotûbêjan derbarê rewşa nû ya Sûriya yê ku (Rejîm û Opezisuon) tenê
tevger bikin, û çareseriya siyasî bê rojevê, û ev nerîn di berpaşa nigativ ya Rûsiya û Îranêde
derbarê opersiyonê hat diyarkirin.
Berpaşên Navxweyî, Herêmî û Navdewletî: Berpaşa opezisyona Sûriya yê çi ya siyasî û çi ya çekdarî redkiri û rexnegerî lê kir, dît hibijartina
Amerîka ji (Hêzên Sûriya Dimokratik) wek reşnivîsekê ji şerê sivîl re (kurdî- erebî) li gor ew
bûyerên li deverên erebê bi destê (Yekîniyan) rûdan, wek Til-Hemîs, Cinûb-Alred, Holê û Til-
Abeydê, û bi taybet bajarokê Silog (ku ji xelkê ereb vala bûye) ku çavdêran û rêxirawên
navdewletî pesend kirin – bi dehan sîdardan li deverê hatin bi cihanîn bi hinceta hevkarî digel
Daişê de- û rêgirî bo vegera penaberan bo gundên xwe, ji bilî berpaşa xelkê Reqayê ku
nerazîbûna xwe derbirîn derbarê êrîşa hêzên kurdî bo bajarê wan. Zêdebariya dekarkirina
nerazîbûna opezisyona Sûriyaê paş ragihandina nûnerê (PYD) li Kurdistana Îraqê - Xerîb Hiso
ji ajansa Nofostî ya Rûsî re: (dê Reqayê paş rizgakirina wê di nav Sistema federalizmê de be),
yaku (Encûmena Sûriya Dimokratik) ew di civîna Rimêlan 17/03/2016 de ragihand.
Serkerdariya (Hêzên Sûriya Dimokrat) hewldan ku wan metersiyan kêm bikin, ku hat
ragihandin dê (Yekînên Parastina Gel) tenê bi karê parastina bajar ji derve ve bikin, her wiha
Sailh Muslim ji aliyê xwe ve ragihand di hevpevînekê de digel ajasna almanî – wek xwegirtina
6
ji tirsên erebî re- (paş helmeta rizgarkirinê dê encûmenên rêveberiya bajar hebe, û ew dê
biriyara karûbaran bi rêve bibe, wekû çawa li Til-Abiyed ê pêkhat paş rizgarkirin, û miletê
Reqayê dê azad be di hilbijartina dê kî hukmdariya bike), lê mixabin gotina wî hat wekû (agir
gurbike), ji ber ku bûyerên Tilebiyedê – bi prîktakî- hat girêdan (Rêveberiya Serbixwe) di riya
damzerandina encûmenê deverê ya (jêr kontrolê de), her wiha fermandariya van hêzn hewl
dan ku rola pêkhateyên erebî di erkên opersiyona rizgarkirina reqayê diyar bike, daku wê
hestiyara netwayî li xwe dûr bixe di navbera xelkên deverê de, lê ew hewl bi serneketin, ku
encûmena şêwirdar ya (hoza Şemer) ragihand (ew pirojeya fediralizmê bi tundî red dike), û di
beyananmê de hat (ew li hember pêşniyarên parçekirina xaka welat radiwestin û ew tekez
dikin li ser yekîtiya xak, milet), her wiha di biyannamey nûnerên çend hozên erebî de hat
ragihandin ku ew tekez dikin li ser nebûna çi endam ji hozên wan tevlî endamên hêzên şerê
Reqayê, û li gor çend çavdêran ku bi hezaran xelkên reqayê tevlî (Daiş ê) dibin ji ber metrisiya
helmeta kurdan.
Her wisa berpaşa rejîmê nîgatîv bû – paş hewlên rejîmê bi gelek awayan ku rêveberiya
Amerîka razî bike ku wî qebûl bik wek hevkar di şerê dijî terorê de- û dît opersion di keve xala
pêkanîna pilana (B) yaku wezîrê derve yê Amerîka Cohn Kêrî anîbû ziman, her wiha
destwerdana serbazên Amerîka bo nav xaka Sûriya yî şermezarkir, û got ev opersiyon
destwerdana ne rizgarkirin e, her wiha nerazîbûna xwe derberê ji (Partiya Yekîtiya
Dimokratîk) ku rêkeftin digel Amerîka de girê da, paş ew tev piştgîrî û pêrêdan û çavgirtin ji
çalakiyên wê re li herêma Cezîrê.
Ji aliyên herêmê ve, Tirkiya û Siûdiya tevî ku Amerîka dixwest wan razî bike di riya çend sozan
de wek (ew tank û rokêtan û çekên pêşketî radestî HSD nake û ew (Rêveberiya Serbixwe)
pesend nake), herdû delwetan ji destnîşankirina Amerîka ji (Hêzên Sûriya Dimokrat) bo şerê
7
rizgarkirina Reqayê, nerazîbûna xwe derbirîn û bi tundî ew yek rexnekirin, ku carek din herdû
dewletan daxwaza opersiyonek hevbeş digel hêzên erebî navxweyî de yên ereb bo
rizgarkirina Reqeyê kirin, û bersiva Waşintonê redkirin derbarê zêdekirina rêjeya pêkhateya
erebî û turkemanî û siriyanî yên ku nav (hêzên sûriya dimokritail) de ne : Liwa Rizgarkirna
Reqayê, Bereya Şorşvanên Reqeryê, Artêşa Hozan, Liwayê Azayên Înza, Ketîbeyên
Şemsûlşemal, Hêzên Senadîd, Encûmena Çekdarî ya Siriyanî, Liwa Cund Alheremên, Lwiyên
Azayên Reqayê, û Liwa Tahrîr, Liwayê Erkên Taybet 455, Liwayê 99 Pê, Liwa Qaeqa, Liwa
Selacoqa, Liwa Sultan Selîm, Liwayê Ên Calot, Liwayê Hozên Heleb, Mitinga Liwyên Jazîra,
Hêzên Bijardeyên ya Sûrî ya girêdayî bi şepola Al xad ya Sûriya yê. Ku Tirkiya bi rengên cûda
cûda rexne li Amerîka kir û ew bi kesê (dû alî) bi nav kir, û got Amerîka sozên xwe bicih ne
anîn derbarê asta hevkariyê digel PYD de, û paş hilgirtina serbazên Amerîka ji ala PYD re,
başperiya Tirkiya yê gur tir bû, ku wezîrê derve yê Tirkiya yê daxwaz ji hêzên amerîka kir di
rojên bê de ew sembola Daişê yan jî ya Alnusra hilgirin, li gor rojnamevanan anî ziman, civîna
navbera cîgirê fermandarê giştî yê artêşa Tirkiya yê (Yaşar Oxlo) û fermandarê hêzên Amerîka
li rojhilata navîn (Josef Votel) di 23/05/2016 de gelek hestiyar bû ku Oxlo agahdariya Votel
kir û got ( balkêş nebîne ku sibe ev partî-PYD- ji dev we berde di deme ku şer dijwar bibe) û li
ser zimanê çavdêrekî diplomasî ku li civîna wezîrên derva yên Natoyê di 23/06/2016 de hat
ragihandin ( ku tirkiyê vîto derbarê Şerê Reqayê ragihand ager kurd bibin serkêş jêre) û
berdewam kir ( Tirkiya herşe kir ku aw qebûl nakê baragehên tirkiyê bikar bînin, û dê rêgir be
do bikaranîna azmanê tirkiyaê de dijî çi karên dijber ji berjewndiyan wan re), li Waşintonê ew
yek bersiv da ku ji gemîhilgra balfiran – Harî Troman- ya di deriya sipî de baragehên Daişê
topbaran kir -wek nameyek ji Tirkiya re- ku ew gelek rê li pêş hene û qebûl nakê gef lê bê
kirins.
8
Siudiy ê ew fobiya kurdî li ba tune ye, li ew tekez dike ku hêzên opezisyona yên erebî serkêş
bin, ku ew yek li gor berjewndiyên wê li Sûriya yê ne, ku çend alî û rêkxiraw hene piştgîriyê ji
destê sûdiyê werdigirin û berjewndiyên Siûdiyê tênin rojevê, ku di rêya wan de cihê wê hebe
di çi gotûbêjan de derbarê pêşeroja Sûriya yê, ji bilî metirsiya wê ji mijara hebûna fediralzimê.
Ne tenê Tirkî û Siûdiya nerazîbûn derbarê gava Amerîka li Sûriya yê, ku çend aliyên herêmî
din yên tevlî pirsgirka Sûriya ne, ew nerazîbûn ragihandin wek Îran û Rûsiya yê, ku Îranê
opersiyon dît bi çavê destwerdanê di serweriya Sûriya yê de û girêda bi nerîna Amerikî- Rûsî
bo guhertina Sûriya ber bi sîstema fediralizmê de, ku başperiya wê hemaheng bû digel
helwista Tirkiyê de, û daxwaza yekîtî û serbxweya Sûriya yê kir. Her wiha dest werdana xwe
zaftir kir di riya şandina serbazên şêî ji gelek regzan, digel serbazên hêzên parastina şoreşa
Îranî de daku hebûna xwe li qadê zaftir bike, û rê bigre li hember çi çaraseriyê çê dibe Amerîka
û Rûsiya li ser rêkeftbin û rêz li berjewndiyên wê neyê girtin, û di vî warî de Îran nerînên civîna
Veyina yl di avakirina (Komîta Deslatdariyê ya Veguhestinê) de pejirand û ragihand ku ew
amade ye ji danûstandinê re.
Rûsiya jî ne razîbû li ser derbasûna hêzên taybet yên amerîka nav xaka sûriyayê derbirî, tevî
ku ermanc şer dijî (Daiş ê ), ku dê bandora nigatîv hebe li ser para wê di mêrga Sûrî de, ku
şandina hêzên Amerîka rexnekir, û ew bi binpêkirina serweriya sûrî da zanîn, û daxwaz ji
Waşintonê kir tevgera xwe digel rejîma Sûriya yê de rêkbixe- tevî ku Rûsiya dizanê ev yek ne
momkin e ku dê bibe bilge di destê rejêmê de û dê wek serkeftî diyar bibe, û ew yek bandora
xwe hebe di çarseriya siyasî de- , her wiha gava Amerîka ku bi tena xwe beşdar be di şerê dijî
(Daişê) de red kir, ku cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya yê (Olîg Sîromolotov) ji Ajansa Interfax re
ragihand (Mosko ji destpêkê ve amade ye digel Waşintonê rêkbikeve û bi taybet derbarê
Reqayê), û ew yek wezîrê derve yê Rûsiya Sêrgî Lavrov di destpêkirina helmeta Reqayê de got
9
ku Rûsiya amadeye hevkar be digel hevbendiya kurdî- arabî de û digel hevbendiya navdewletî
de di êrîşê (Daişê) li Reqayê bike, û berdewam kir (bi rastî em amdene ji rekeftinek bi vî awa
yî), û di dema redkirina Waşintonê ji vê daxwazê re – ji ber ki dît ev daxwaz wek dergehekî ye
daku hêzên rejîmê û mîlîşeyên pê girêdayî tevlî opersiyonê bibin- carek din Rûsiya raghihand
ku rejîma Sûriya qebûl dike ku hêzên Amerîka tevger bikin li ser xaka Sûriya yê ager hemaheng
bin digel Rûsiya yê de, û li gor çavdêran ev yek hat dîtin, ku berdewamiya daxwaza Rûsiya
beşdar bibe di şerê Reqyê de, wek nerazîbûne Moskoyê li ser karê Waşintonê bi tenê di şerkî
giring de wek şerê Reqayê, wisa kir ku Rûsiya û Rejîm opersiyonkê ragihênên ji herêma Asriya
ya li gundwarên Hemayê ber bi bajarê Tepqayê ve li parêzgeha reqayê.
Texmînên Qadê Çavdêrên çekdarî dan zanîn, ku dê şerê Reqayê şerkê dirêj û dijiwar be, ji ber çend sedeman,
sedema herî balkêş – ji bilî probgenda yê – hêzên kurdî ne daxwazkarên ji şerê Reqayê re, ku
ew rijde li ser girngiya rizgarkirina Minbijê û Jerabulsê dakû Efrîn û Kobanê bi hev werin
girêdan, ya diwamîn, nebûna navdariya gel ji van hêzan re di nave xelkên Reqayê de ku
piraniya wan xelkên erebin, û metirsiyê wan heye ji derbasbûna hêzên kurdî li nav bajar, - û
ew hêz tawan barin bi pêkanîna (pakkirina etinîkî) li dijî ereban di gelek deverên ku derbasî
bûn e wek: Til-Hemîs, Til-Abiyed û Holê… htd, ku ev metirsî mediya (Daiş) ji berjewndiyê xwe
re bikar anî bo gurkirina hestên xelkê Reqayê li dijî van hêzan bi rastî bi serket, û sedema
siyemîn, ew cûdabûna hestiyar navbera aliyên ku jêr saya (HSD) şer dikin derbarê rola wan di
şer de û paş rizgarkirna reqayê dê çi be, sedema çaremîn, bajarek wek sembolekê ye ji (Daişê)
tê zanîn, (Daiş) derdora bajar behêzkir, û mayîn û bombe û xwekuj amadekirin e, ku xalên
girin bihêzkirin wek baragihên bakûrê bajar (bi taybet zinadana navendî, û derdorê artêşa 17
û aşê Reşîd), ku wek xalên serke di bergeriya bajar de dan zanîn, her wiha hawîrdora bajar
10
senger koland, her wiha li ser dergehên başûr xalên kontrlê belav kirin û li nêzîkî pira Kozikan
li bakûr, û şopandina pênasa milet despêkir, ku ev tev helwest dikeve nerîna dîtina serkirdên
(Daişê) ku ne dîtin ew amadeyên hatin kirin ji aliyê hêzên êrîşker ve dê tundbin, wek hat
şîrovekirin armanca (HSD) dorpêç û lidorkirina bajar ji rêçeyên pêdiviyan ku ev yek hat
diyarkirin ji aliyê gundwarê heleb yê bakûr, ku amade tên kirin daku (Daiş) ji deverê derxin û
rêyên peywendiyên bi derve re bigrin, wisa kirk u (Daiş) hêzên taybet ji Şedadê (liwa sahaba)
û ji reqayê (liwa sidîq) veguhestin dakû êrîşî devere Marieê bike û ager bi serket ew dê ber bi
Îzazê ve çê daku xwe bighêne sînorê Tirkiya yê daku rêyên pêdiviyên xwe biparêzê.
Û daxwiyaniya serokatiya (HSD), ev nerîn rengveda derbarê van zehmetiyan, ku ragihand
encama êrîşa niha bo rizgarkirina gundwarên Reqayê ji aliuyên bakûr û bakûr- Rojava, û
tingkirina bajar li ser (Daiş) ê û dê qûnaxa diwem ji opersiyonê rizgarkirina bajar be, ev
daxiyanî dû agahiyan dide: yan (HSD) ku kurd pêkhatiyên serke ne jê re, ne amade ye bo şerê
Reqayê yan jî nedilxwaziya srokatiya wê ji opersiyonê re ku dikeve nerîna (PYD) ku
opersiyonên xwe di deverên kurdî de bihêle yên piraniya wan kurdin, ji ber ku girngiya
Rêveberiya wan ber bi deverên Jerabulsê- Minbjê de biçe daku herêma Efrînê bi Kobanê ve
girêde, û hêviyên xwe di avakirina deslatek serbixwe bi cih bîne ku ji Dêrikê (rojhelatê Sûriya)
ta Efrînê (rojavayê Sûriya) li xwe digre, ev hêvî wisa li Waşinton ê kir ku rê bide hêzên wan
derbasî rojavayê çemê ferat bibe, tevî nerazîbûna Tirkiya yê, wek nirxekê ji beşdarbûna van
hêzên di opersiyona dijî (Daiş ê) li gundwarên bakûrê Reqayê.
11
Derfet û metirsî Destnîşankirina (Hêzên Sûriya Dimokratîk) ku (Yekîniyên Parstina Gel) yên kurdî pêkhatiyên
serkî ne ji re, bo şer dijî (Daiş ê) li Reqayê, li xwe digre derfet û metirsî di heman demê de, ku
van hêzên da xweyakirin ku amade û şiyana wan heye di şer dijî (Daiş ê) de, ku çendîn dever
ji dest wan standin û şerê Kobanê nimûna herî balkêş bû digel şerên Serêkaniyê, Tilhemîs,
Cinûbê Red, Holê, Tilkoçer, Hesekê, Tilaiyedê, Şedadê û bendava Tişrîn nimûne ne liser hêza
wan, li amada û şiyana wan ne cihê wisa bike ku ew tenê bên hilbijartin di vî erkî giring de,
nimaza ew dixwazin pirojeke siyasî ne cihê qebûla niştimanî Sûriya yî ye, û dîroka wan ya
siyasî û ya yasayî diyar dike ku çend zordarî û binpêkirin li dijî welatiyên ereb pêk hatin li wan
deverên ku ji destê Daişê rizgar dikirin, û Reqa deverke piraniya xelkên wê erebin, ku
metirsiyan pêda dike, û ev yek pirsiyarê çê dike derbarê hişiyarî û dilpakiya Amerîka ji
destnîşankirina wan re, ji bilî ku rola wê di rizgarkirina Reqayê de, ew dê bibe hêza herî zordar
li ser tevahiya kurdan û çarnivîsa wan di Sûriya yê de bi ser deverên fereh de, ku dê derfetê li
ber wan veke bo pirojeya xwe ava bike û rewşek dijberî navbera kurd- kurd û kurd- ereb drust
bike.
Dibe (HSD) bi serkeve di rizgarkirina deverên nû ji destê Daişê, ku dê bibe piştgîrek ne zindî ji
şerê Ebdaî li dijî Daişê li Felûcayê, lê belê ew nikarin Reqayê rizgarbikin be biyê erebên
parêzhehê beşdarbibin, ku ji van hêzan û ji Amerîka tê daxwazkirin, ew devera erebî razî bikin
bi cidî ne tenê firotina gotinan, ku dê Reqa ji xewlkê xwe re bê parastin, û dê rizgarkirin ne liser
hisabê berjewndiyên wan be, her wiha dibe dewletên piştgîr ji opezisyonê re bên razîkirin ku
helmeta rizgarkirinê ne li ser hisabê berjwendiyên wan û berjewndiyên rêkxirawên çekdar e,
û gavên prktîkî wein rojevê wek rawestandina êrîşên (HSD) li ser deverên opezisyonê, û rêdan
12
bo derbasûna çekên nû daku deverên xwe li dijî Daişê û Rejîmê bi parêze, ta beşdar bie di
opersiyona dorpêçkirina Reqayê de.
Şerê li dijî Daişê li deverên gundwarê Reqayê û Heleb, ne şerê dawî ye, lê belê ew şer di
wêneya helwestiyên siyasî û çekdarî destnîşan bike, û dê nexşa tixûban di navbera hêzan de
diyar bike çi hêzên navxw, çi herêmê, û çi yê navdewletî li ser xaka Sûriya yê, daku amade bin
ji bikaranîna wan di gotûbêjan de û di bazara siyasî de.