di kansÊrÊde hilbijartina tedawiya ÊŞÊ dr. kamile kaş keskin pispora anestezî û...
DESCRIPTION
DI KANSÊRÊDE HILBIJARTINA TEDAWIYA ÊŞÊ Dr. Kamile Kaş Keskin Pispora Anestezî û Reanîmasyon. Çi ye êş?. - PowerPoint PPT PresentationTRANSCRIPT
DI KANSÊRÊDE HILBIJARTINA TEDAWIYA ÊŞÊ
Dr. Kamile Kaş Keskin
Pispora Anestezî û Reanîmasyon
Çi ye êş?
Li gor dezgeha navneteweyî ya lêkolînên li ser êşê (ISAP) : Êş, tecrûbeya hissî û sehkirinê ye ku bi rex xesara mewcûd an jî ihtimalî ya tevînekê dikeve û bi vê xesarê dikare were binavkirin û herwiha êş tecrûbeyek e, ku li xweşiya mirov naçe.
Asta peydabûna kansêrê li Tirkiye û dinyayê
Hejmara kesên, ku her sal li dinyayê rastî êşa kansêrê tên, 19 mîlyon e û % 40-80 ji van kesan, êşeke berbiçav û giran dikşînin.
Li DYA yê (USA) her sal milyonek teşhîs tê danîn û rojê 1400 kes, ji ber kansêrê dimirin.
Li Tirkiyê di salekê de texmînî li dor 100 hezar teşhîsên nû têne danîn
Asta pirsgirêka êşa kansêrê
Di serlêdana pêşî de % 20-50
Di dema tedawiyê de % 30-40
Di dema dawî (termînal) de %75-90 êşa nexweşên kansêrê heye.
“Bi qasî kansêra” nexweş, ji bo êşa wî jî baş elaqa tê nîşandan ?
ya rastî NA! Êşa % 90 yê nexweşên kansêrê, bi metodên
hêsan tê çareserkirin. Lê, bi giştî nexweş ne baş têne tedawî kirin.
Tedawiya nebaş ya êşê, bandoreke xerab dihêle li ser kalîteya jiyana nexweşanNe-kontrolkirin ango girîngîpênedana êşê û
semptomên(diyardeyên) din, ku bi êşê re peyda
dibin,
tevgera rojane ya nexweşan xera dike
li ser jiyana hissî û motîvasyon û li ser têkiliya bi
malbata wan re bandoreke nebaş dike.
ÊŞ, li gor nexweş û mirovên wan:
sedemeke tirsê ye, ku ji mirinê bixwe jî
mezintir e.
Êşa Êşa KansKansêêrrê ê ––Tirsa MirinêTirsa Mirinê
TirsTirs
AnksiAnksiyyeteete
IIzdirabzdirabBêçareyîBêçareyî
İrritabiliteİrritabilite
Girêdayiya bi Girêdayiya bi kesên din rekesên din re
Wundakirina azadîyên Wundakirina azadîyên şexsîşexsî DepresyonDepresyon
BêhêvîtîBêhêvîtî
HêrsHêrs
MIRINMIRIN
Kêmasiyên di tedawiya êşê de
Pirsgirêkên derbarê nexweş de
Pirsgirêkên derbarê bijîşk de
Pirsgirêkên girêdayî sîstemê
Nezanîna derfetên tedawiyê
Pejirandina hebûna êşê di kansêrê de
Kêmasiyên derbarê nexweş de di pêvajoya tedawiya êşê de
Pirsgirêkên derbarê bijîşk de
Kêmzanîn
Kêm dayîna pîvanê
Tirsa girêdayînê û tolerans
Nebaş fêmkirina ji dermanan
Pirsgirêkên derbarê tedawiya Opîoîd û ferasetên xelet
OPÎOFOBÎTedawiya nebes
Tirsa girêdayînê
Bijîşk reçete nakin
Dermanfiroş, nexweş
hişyar dikinMalbat, nexweş
hişyar dikin
Opîofobiya bijîşkanOpîofobiya bijîşkan
Morfîn, ji bo nexweşên ber mirinê ye.Morfîn, ji bo nexweşên ber mirinê ye.
Mirinê zûtir dike.Mirinê zûtir dike.
Bê bandor e.Bê bandor e.
Dibe sedema çikandina bêhnêDibe sedema çikandina bêhnê
Bandorên pê re (side effects) yên nayên xwestin Bandorên pê re (side effects) yên nayên xwestin
pirr in.pirr in.
Tolerans, girêdayîna fizîkî û psîkolojîkî çê dike.Tolerans, girêdayîna fizîkî û psîkolojîkî çê dike.
“Tıbba, ku trakeostomîyê ji bo nexweşekî bi êşa kansêrê exlaqî dibîne, ji bo heman nexweşî bikaranîna morfînê rast nabîne.”
HENRY MILLER
Pirsgirêkên derbarê sîstemê de
Gihîştina dermanan
Rêznameya dermanan
Piştgiriya ji bo lêkolînan
Kêmasiyên di pêkanînên zagonî de
Sendromên êşê bi nexweşên kansêrê re
Êşên giredayî kansêrê % 77 ( Êşên giredayî pêvajoyên onkolojîk)
Êşên giredayî tedawiya kansêrê % 19 Êşên giredayî cerrahiyê
Êşên giredayî kemoterapiyê Êşên giredayî radyoterapiyê
Êşên ji bilî kansêrê % 4
Sendromên taybet ên giredayî kansêrê ( < % 10 )
Sendromên paraneoplastîk
Birînên nivînan, qebizbûn, spazma rûviyê stûr ê dawîn (rektum), spazma kîsikê mîzê (mesane)
Postherpetîk nevraljî
a
TAYBETIYÊN ÊŞÊ
BerfirehVîseral
Somatîk
Nexweşiya bingehîn
Akût
Kronîk
Herêmî (Lokal)
Sempatîk
Êşa kronîk ya kanserê tenê pirsgirêka pisporê onkolojîyê ye?
Bijîşkê malbatê
Nexweşiyên derûnî
ortopedîst
jînekolog
pratîsyen
Pisp. Nôroşîrûrjî
psîkîyatrîst
Pisp. AnestezîONKOLOG
Lênêzbûna medîkal Kêmasiyên di lênêzbûna medîkal de Çima, eger bersiva Opîoîdê nebes be? Tedawiya medîkal, mirov dikare çawa bîne rewşa
baştirîn? Vebijarkên tedawiya Învazîv Lênêzbûnên nû Encamên dawî
Lênêzbûna tedawiyê di êşa kansêrê de Învazîv ango nonînvazîv?
BZ(Berî Zayînê) 3400- agahîya pêşî li ser çandina heşîşê li Mezopotamya ya jêrîn-Sumerî
Di penceşêrê de hilbijartina tedawiya êşê
Careke din Mezopotamya!
Êşa neuropatîk
Êşa “carna” (breakthrough pain )
Stresa psîkososyal
Pêkhatina toleransa bi lez
Çîroka girêdana bi alkol û dermanan ve
Faktorên prognostîk yên nebaş di tedawiya êşê de
Ji bo serkeftinê di tedawiya êşê de Bi dermanekî xweser, ku hûn baş nas dikin,
dest pê bikin! Rêya dermandayînê li gor pêdiviyên nexweş
hilbijêrin! Piştî tîtrasyona pîvana pêşî , kiryara bi
rêkûpêk pêşnîyar bikin! Bi pêşniyarkirina kombînasyona dermanan,
bandora êşbirînê zêdetir bikin!
Ji kombînasyona dermanên êşbirînê yên hêmindar (sedasyon) dûr bisekinin!
Bandorên bi pê re zanibin û tedawiyên li hember pêşniyar bikin!
Pêkhatina toleransê bişopînin û derbasî tedawiya alternatîf bibin
Ji qutkirina akût a dermanan û pîvana zêde dûrkevin
Armanca metodên ku têne bikaranîn
Dirêjkirina dema xewa bêêş,
Nepejirandina êşê di bêhnvedanê de
Kêmkirina ango vemirandina êşê di dema livînan de
MEBESTA BINGEHÎN
Opîoîdên bihêz + Adjuwan
Opîoîdên qels+
Adjuwan
Non opîoîd
+ AdjuwanParasetamol NSAID
ASA Dîklofenak
hwd.
TramadolKodeîn
Morfîn Fentanîl
PO rectal
PO rectal
I
PO rectal
PO rectal
II
III TDPOEP / ÎT EP / ÎTIVWHO; 1986 û 1996
European Association for Palliative Care (EAPC) 2002 -I
Morfîn, di tedawiya êşa eşkere û giran de vebijarka yekem e.
Rêya herî baş ya bikaranînê, oral e. Ji bo eyarkirina pîvanê divê formên morfînê yên kurt û dirêj werin bikaranîn.
Eger tatbîkkirina morfînê bi infûzyona parenteral re berdewamî be, rêya bê hilbijartin divê subkutan be.
Hanks GW et al. Morphine and other opioids in cancer pain: the EAPC recommendations. Br J Cancer 2001; 84(5): 587-593. Radbruch L. Morphin und andere opioide in der Tumorschmerztherapie. Der Schmerz 2002; 16: 186-193.
European Association for Palliative Care (EAPC) 2002-II
Metadon, alternatîfeke munasib e ji bo morfînê, lê ji ber ku dema wê ya heta dibe nîvenîv dirêj e, divê ku ji aliyê kesên di mijarê de ne-pispor ve neyê bikaranîn
Eger morfîn nikaribe, oral bê wergirtin, divê rêya subkutan were hilbijartin, ji ber ku ev rê, kêmtir bi êş e. Tedawiya intramuskuler a morfînê, di êşa kronîk a giredayî girêkê de cî nagre.
Hanks GW et al. Morphine and other opioids in cancer pain: the EAPC recommendations. Br J Cancer 2001; 84(5): 587-593.
Radbruch L. Morphin und andere opioide in der Tumorschmerztherapie. Der Schmerz 2002; 16: 186-193.
Sedema bersiva kêm ji bo opîoîde? Sedemên bi êşê ve giredayî
Mekanîzmaya neuropatîk Êşa tund/giran ya carcaran (breakthrough pain)
Sedemên bi nexweş ve girêdayî Psîkolojîk Emrê pêşketî Kêmaniya fonksîyonên pirraniya organan
(MODS)
Ji bo zêdekirina bersiva opîoîdVekirina ‘paceya terapotîk’
(therapeutic window)
Tedawiya agresîf a bandorên pê re (side effect)
Dermanên xwedî hezira baştir ya analjezî/bandoren pê re
Rotasyona opîoîdan
Teknîkên farmakolojîk , yên ku pêdiviya sîstemîk ya opîoîdan kêm dikin.
Analjezîkên Non-opîoîd ango telêkirin/lêzêdekirina analjezîkên adjuwan
Înfûzyona dermanên nöraksîyal
Teknîkên non-farmakolojîk, yên ku pêdiviya sîstemîk ya opîoîdan kêm dikin.
Metodên învazîv : neurolîz
Metodên cerrahî: kordotomî
Rehabîlîtasyon
Lênêzbûnen psîkolojîk:Tedawiya kognîtîf IASP Review Courses 2002
Faktora herî girîng ya ku di tedawiya êşa kansêrê de lênêzbûna
farmakolojîk bi sînor dike, bandorên nayên xwestin yên dermanan e.
Gelo em dikarin ji pêşî ve bizanibin
ku tedawiya êşê bi metodên
farmakolojîk wê dijwar be?
Edmonton Staging System (ESS)
Merhale 1: Prognoza baş A1 C1 , B1 D1 E1 F1 G1 , A2 C2 Merhale 2: Prognoza naverast A4 , C3 (eger ne di merhala 3 an de be); D2
(eger ne di merhala 3 an de be) , A5 Merhale 3: Prognoza xerab A3 (yên B-C-D-E-F-G) , B2 (yên A-C-D-E-F-
G) , E2 (yên A-B-C-D-F-G) , F2 (yên A-B-C-D-E-F) , G2 (yên A-B-C-D-E-F)
Bi nexweşên ji aliyê êşê ve têne nirxandin re:
Edmonton Staging System (ESS)
A: Mekanîzmaya êşê(A1:viseral, A2:Tevnikê hestî û girêdanê, A3:Noropatîk, A4:tevlîhev, A5:ne dîyar)
B: Taybetiya êşê (B1:negirêdayî livînê,B2: giredayî livînê) C: Çîroka narkotîk a kevin (C1:<60 mg morfin/roj, C2:60-
300mgorfin/roj, C3:>300 mg morfin ango hevbuha/roj) D: Fonksîyonên hişmendî (D1:normal(asayî), D2:xerabe) E: Stresa psîkolojîk (E1:Acizîya psîkolojîk a giran tune, E2:Stresa
giran a psîkolojîk) F: Tolerans (F1:roje ji destpêke <%5 zêdebûyîn, F2:roje ji
destpêke >%5 zêdebûyîn) G: Anamnez(Çîrok) (G1:alkolîzm, ne giredayî îlacan e, G2:heye)
Edmonton Staging System (ESS)Di tedawiya êşê de sedemên prognoza xerab Êşa neuropatîk Êşa bi livînê re çê dibe Pêdiviya rojane ya opîoîd (hevbuhayî >60 mg
morfîn) Xerabiya fonksîyonên hişmendî Pirsgirêka major a psîkolojîk Pêkhatina toleransa opîoîd Çîroka girêdayiya dermana, alkolîzm
Rewşên bersiva xerab didin tedawiya êşê ya medîkal
Brakîal ango lumbosakral pleksopatî ya bi girêkê ve girêdayî
Êşa abdomînopelvîk
Birînên girêkan yên belavdibin derveyî çerm
Vebijarkên tedawiya învazîv -I Di bikaranîna opîoîd de metodên alternatîf
Înfûzyona subkutan Sîstemên înfûzyona opîoîd yen spînal
Bi anestezîkên lokal blokên somatîk û sempatîk Analjezî ya întraplevral Blokên neurolîtîk bi alkol ango fenol re
Neurolîza trîgemînal Bloka neurolîtîk a celîac pleksus Ganglîolîzîs a paravertebral Rîzolîsîs Neurolîza sempatîk a lumbar Neurolîza hîpogastrîk a superîor Neurolîza epîdural û subaraknoîd
Vebijarkên tedawîya învazîv -II Metodên neuroaugmentatîf
Sîstemên infûzyona analjezîkan yên întra-spînal Sîstemên stîmulasyonê yên pîvazoka mêjû (spinal
kord) ango rehên perîferîk(dorhêlî) Metodên neurodestruktîf
Kordotomî Ablazyona bi alkolê ya pîtuîter Rîzotomî Ablazyona cerrahî ya pleksusa celiac Myelotomî
Di tedawiya êşa kansêrê de li ser lenêzbûnên învazîv-nonînvazîv
lêkolînên bi awayê daneberhevî kêm in.
Hilbijartina teknîkên Învazîv-Nonînvazîv –I Armanca tedawiyê çi ye?
Êşê çiqasî tedawî bikin? Destnîşankirina komorbîdîteyê ya fîzîkî û
sosyal Rewşa nexweşiyê û komplîkasyonên wê.
(Rewşa sfînkterê, windakirina fonksîyonên motorîk)
Hilbijartina teknîkên Învazîv-Nonînvazîv -II
Koagulopatî, xerabûna balansa elektrolît, disfonksîyona organan ya major, hebûna lezyonên metastatîk di herêmên krîtîk de
Rewşa performansa nexweş
Skalaya Rewşa Performansê ya Karnofsky (Skalaya ECOG-PS )
Skor Asta performansê
100 Normal
90 Tevgera normal , semptomên mînor
80 Bi hewldanê tevgera normal, hinek semptom
70 Dikare bixwe guh bide xwe, nikare tevgerên normal pêk bîne
60 Pêdiviyên xwe bi pirranî kare bîne cî, arîkarî divê
50 Arîkarî diyar e û gellek caran arîkarîya tibbî divê
40 Guhdana taybet û arîkarî divê
30 Arikariya giran û li nexweşxanê raketin divê
20 Nexweşî pirr giran e,tedawiya piştgiriyê divê
10 Li ber mirinê ye, bi mirinê dawî dibe
0 Mirî
Jacox A, et al. Management of Cancer Pain. Clinical Practice Guideline No. 9. AHCPR Publication No. 94-0592. Rockville, MD. Agency for Health Care Policy and Research, U.S. Department of Health and Human Services, Public Health Service, March 1994.
Quality Improvement Guidelines For the Treatment of Acute Pain And Cancer. American Pain Society Quality of Care Committee, JAMA 1995; Vol. 274: No 23.
Dive pêşî şemayên pîvanê yên hêsan û vebijerkên tedawiya êşê yên ku hindiktîrîn învazîv in werin hilbijartin.
Ji bo nexweşên bi rêya oral nikaribin derman wergirin, pêşî rêya rektal û transdermal divê were ceribandin.
Eger pîvanên herî bilind yên opîoîdên sîstemîk û analjezîkên adjuwan bê bandor bimînin, divê ku sîstemên analjezîk yên spînal werin bikaranîn.
Di tedawiya êşa kansêrê de prensîbên kiryarê(DYA)
Endikasyonên kiryara opîoîd bi rêya întraveneus ango subkutan (DYA)
Di daqurtandinê de êş û dijwarî Dilxelandin-vereşîna bi tedawiyê baş nabe Xetereya aspîrasyonê ji ber bêhişmendîyê Wergirtina hejmareke zêde ya dermanan ji ber
pêdivîya bilind a pîvanê Pêkhatina bandorên ku nayên xwestin yên dermanan,
ku li gel bikaranîna ajanên din nikarin werin kontrolkirin.
Pêdiviya bilindkirina bilez ya pîvana dermanên analjezîk
Jacox A, et al. Management of Cancer Pain. Clinical Practice Guideline No. 9. AHCPR Publication No. 94-0592. Rockville, MD. Agency for Helth Care Policy and Research, U.S. Department of Health and Human Services, Public Health Service, March 1994. Quality Improvement Guidelines For the Treatment of Acute Pain And Cancer. American Pain Society Quality of Care Committee, JAMA 1995; Vol. 274: No 23.
Teknîken bi berfirehî/giştî tên qabûlkirin Encamên nirxandinên nû
Wong GY et al. Effect of Neurolytic Celiac Plexus Block on Pain Relief, Quality of Life, and Survival in Patients With Unresectable Pancreatic Cancer: A Randomized Controlled Trial. JAMA 2004; 291(9):1092-1099. (MayoClinic) 100 nexweş, şopandina 5 salan Kansêra pankreasê(şîlafê) Blokaja neurolîtîk a celiac pleksus –
tedawîya analjezîk ya optimal + enjeksiyona plasebo
Bi bloka celiac skora êşê kêmtir e lê belê kalîte û dema jîyane nayê guhertin
Teknîkên nû Kordotomî ya bîlateral
Yegül İ, Erhan E. Bilateral CT guided percutaneous cordotomy for cancer pain relief. Clin Radiol 2003; 58: 11: 886-889.
Kanpolat Y, Savaş A, Çağlar Ş, Temiz C et al. Computerized tomography guided percutaneous bilateral selective cordotomy. Neurosurg Focus 1997; 15: 2: 1.
Metastaza epîdural – kompresyona spînal korde
Komplîkasyona metastaza hestiyê marîpişteyê (vertebra) û rewşeke teqez a tibbî ye.
Bi pirranî di kansêra memik, prostat, kansêra pişikê, multipl myelom, renal-cell karsinom, malign melanomê de tê dîtin.
Bi giştî di xeta naverastê de ye, eger koka birikan jî hatibe girtin êşa giran a radîkuler çêdibe
Lênêzbûnên konvansîyonel: analjezîk, steroîd, radyoterapî, lamînektomîya cerrahî
Lênêzbûna tedawiya nû Rakirina kompresyona li ser gewherên neural + stabîlîzasyon Fourney DR et al. Percutaneous vertebroplasty and kyphoplasty
for painful vertebral body fractures in cancer patients. J Neurosurg 2003; 98(suppl): 21-30.
Patchell R et al. A randomized trial of direct decompressive surgical resection in the treatment of spinal cord compression caused by metastasis. J Clin Oncol 2003; 21: 237-241. 101 nexweş Radyoterapî(RT)-tedawiya cerrahî+adjûwan RT xebata
randomîze ya pêşî Nexweşên mobîlîze (%19 RT-%56 cerrahî) Kalîtêya jîyanê di grûba cerrahî de baştir e Di dema jîyanê de guhertin tune
Encamên dawî:
Li ser mijarên bingehîn yên tedawiya medîkal xebatên bi kontrol kêm in.
Navbera lênêzbûnên învazîv-nonînvazîv xebatên danberhevî divê werin çêkirin.
Divê tedawî nonînvazîv bê destpêkirin lê gava tedawiya bandorên pê re dijwar be ango bi lêkirina adjuwanan jî tedawî têr neke vebijêrka lênêzbûna învazîv divê ji nexweş re were pêşnîyarkirin
Êşbirîn hûnerekÊşbirîn hûnerekee
xwedayî ye.xwedayî ye.
HIPPOCRATESHIPPOCRATES