bûyerên meha gulanê!meha gulanê! - pÊnÛsa nÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye...

40
Hejimar '37' Gulan 2015 Derh êner Xorşîd Şûzî Sernivîser Ebdulbaqî Huseynî Wekû em dizanin yekê Gulanê ji her salê cejna karkerên cîhanê lidar dikeve, îsal li Kurdistanê tu cejna lidar neketin, ta bi yekê Gulanê jî tama wê tunebû, ne karker cejna xwe kirin, ne gel bi wan şa bûn, çimkî hikmê Qereqoş biryar dabû, ku tu kes xwepêşandanan li herêmên kurdan û bi taybet li hersî Kantonan nekin. Bûyera duwemîn ku di vê mehê de qewimî bû, şehîdkirina Ferînaz û hilpirîna kurdên rojhilatî Kurdistanê bû. Ev bûyer balkêşbûneke mezin li bal kurdan peydakir, herwiha rewşenbîrên ereban jî bi vê bûyerê mijûlbûn û gelek ji wan bi helwestin positîv derbarî wê nivîsandin. Em wek Hevbend (HNRKS) jî beyanek pistevanî bi hilpirînê û berxwedana kurdên rojhilat û setimkariya rêjîma îranê belavkir. Deqa beyanê di vê hejmarê de ye. Bûyera sêyemîn, xelata şehîd Mişel Temo a şanaziyê bû, ku îsal giha tîkoşerê ereb ê dadmend, nivîskar û avoqat Xelîl Matûq, ewê ta niha jî di zîndanê rêjîma sûrî de ye. Bûyera çaremîn, derbasbûna 24 salan li ser koçkirina helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo bû. Di vê hjemarê de me hewil da ku hevnivîsekê (melefekê) derbarî jiyan û berhemên wî binivîsînin, li encamê du gotarên giranbûha hatin nivîsandin. Li vir em jibîr nekin ku îsal me xelata seydayê Palo a afrandinê da helbestvan û nivîskar Hemîd Yûsiv (Kasî). Nûçeya vê xelatê û durûşma wê di vê hejmarê de ye. Bûyera pênçemîn, li ser Facebookê me nûçeya xelata helbesta Hayko a erebî ku gihabû helbestvanê Kurd Burhan Hisso xwend. Bûyera şeşemîn, ku sê mirovên niştimanperwer ji nav me barkirin, û valabûneke mezin di jiyana gelê kurd de hiştin, ku ew jî evin; Şêx Ednan Heqî, Zûbêr Mele Xelîl û Nayif Ferhan Ese’d. Bûyera dawî, êrîşa şervanên PKK li ser pêşmergên PDK-I bû. Beyana Hevbendê derbarî vê bûyerê di hejmarê de ye. Ebdulbaqî Huseynî Bûyerên meha Gulanê! meha Gulanê! meha Gulanê! meha Gulanê! Nivî sara Destpêkê Beyana Hevbenda Nivîskar û Beyana Hevbenda Nivîskar û Beyana Hevbenda Nivîskar û Beyana Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Rojnamevanên Kurd li Sûriyê Rojnamevanên Kurd li Sûriyê derbarî derbarî derbarî derbarî şewata Qami ewata Qami ewata Qami ewata Qami ş lo lo lo lo Di roja 31ê gulana 2015 de, Qamişloka xemgîn li bendî qedera mizin bû, ku teqînek bê îman li navçeya tenderûstiyê hatekirin û paş re bû şewateke bê sînor, di encamê de zêdî 25 mirovan ji jin û zarokan û karbidestên navçeyê bûne qorbana vê bobelata xedar. Şewata Qamişlo tevlî hemî şewatên berê dibe, ku bes tenê li herêmên Kurdan li rojavayî Kurdistanê têne qewimandin. Eger me li şewatên sînema Amûdê, zîndana Hisîça, darên zeytûna li Kobanê û vê dawîyê şewata taxa Cirnikê li Qamişlo nerîn, emê nasbikin ku mejiyeke şovînîst bi kîn li dûv heye, çi ji alî rêjîmê ve û çi ji alî zilamên wê ve. Ji desthilata Kantona Cizîrê tê xwestin, ji ber ku wê berpirsiya herêmê spartiye xwe, divêt ew vê şewatê bişopînin, bê çima û çawa ev çêbûye û kî li dûv heye, da ku gelê me careke din nekeve van serpêhatiyan, û herwiha baweriya wan bi xwedîyên Kantona ve were. Dilovanî bo hemî şehîdên şewata Qamişlo, û sersaxî bo malbatên wan. Tenderûstiyeke bi lez ji wan kesên birîndar re. Şermezarî bo rêjîma Sûriyê û kesên ku bi dû vê şewatê de ne. Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) 01.06.2015 Hevpeyvînek Pênûsa Nû Pênûsa Nû Pênûsa Nû Pênûsa Nû ligel şewekara kurd Dilşa Mehdî Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî ......................... Rûpel(20) Hevpeyvîna Hevpeyvîna Hevpeyvîna Hevpeyvîna Pênûsa Nû Pênûsa Nû Pênûsa Nû Pênûsa Nûligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd Abdulhamîd Yûsiv ( Abdulhamîd Yûsiv ( Abdulhamîd Yûsiv ( Abdulhamîd Yûsiv (Kasî Yûsiv Kasî Yûsiv Kasî Yûsiv Kasî Yûsiv) Beşê(2) Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî ......................... Rûpel(17)

Upload: dinhxuyen

Post on 21-May-2018

242 views

Category:

Documents


2 download

TRANSCRIPT

Page 1: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Hejimar '37'

Gulan 2015 Derhêner

Xorşîd Şûzî

Sernivîser

Ebdulbaqî Huseynî

Wekû em dizanin yekê Gulanê ji her salê cejna karkerên cîhanê

lidar dikeve, îsal li Kurdistanê tu cejna lidar neketin, ta bi yekê

Gulanê jî tama wê tunebû, ne karker cejna xwe kirin, ne gel bi

wan şa bûn, çimkî hikmê Qereqoş biryar dabû, ku tu kes

xwepêşandanan li herêmên kurdan û bi taybet li hersî Kantonan

nekin.

Bûyera duwemîn ku di vê mehê de qewimî bû, şehîdkirina Ferînaz

û hilpirîna kurdên rojhilatî Kurdistanê bû. Ev bûyer balkêşbûneke

mezin li bal kurdan peydakir, herwiha rewşenbîrên ereban jî bi vê

bûyerê mijûlbûn û gelek ji wan bi helwestin positîv derbarî wê

nivîsandin. Em wek Hevbend (HNRKS) jî beyanek pistevanî bi

hilpirînê û berxwedana kurdên rojhilat û setimkariya rêjîma îranê

belavkir. Deqa beyanê di vê hejmarê de ye.

Bûyera sêyemîn, xelata şehîd Mişel Temo a şanaziyê bû, ku îsal

giha tîkoşerê ereb ê dadmend, nivîskar û avoqat Xelîl Matûq, ewê

ta niha jî di zîndanê rêjîma sûrî de ye.

Bûyera çaremîn, derbasbûna 24 salan li ser koçkirina helbestvanê

kurd Mele Ehmedê Palo bû. Di vê hjemarê de me hewil da ku

hevnivîsekê (melefekê) derbarî jiyan û berhemên wî binivîsînin, li

encamê du gotarên giranbûha hatin nivîsandin.

Li vir em jibîr nekin ku îsal me xelata seydayê Palo a afrandinê da

helbestvan û nivîskar Hemîd Yûsiv (Kasî). Nûçeya vê xelatê û

durûşma wê di vê hejmarê de ye.

Bûyera pênçemîn, li ser Facebookê me nûçeya xelata helbesta

Hayko a erebî ku gihabû helbestvanê Kurd Burhan Hisso xwend.

Bûyera şeşemîn, ku sê mirovên niştimanperwer ji nav me

barkirin, û valabûneke mezin di jiyana gelê kurd de hiştin, ku ew jî

evin; Şêx Ednan Heqî, Zûbêr Mele Xelîl û Nayif Ferhan Ese’d.

Bûyera dawî, êrîşa şervanên PKK li ser pêşmergên PDK-I bû.

Beyana Hevbendê derbarî vê bûyerê di hejmarê de ye.

Ebdulbaqî Huseynî

Bûyerên

meha Gulanê!meha Gulanê!meha Gulanê!meha Gulanê!

Nivîsara

Destpêkê

Beyana Hevbenda Nivîskar ûBeyana Hevbenda Nivîskar ûBeyana Hevbenda Nivîskar ûBeyana Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li SûriyêRojnamevanên Kurd li SûriyêRojnamevanên Kurd li SûriyêRojnamevanên Kurd li Sûriyê

derbarî derbarî derbarî derbarî şewata Qamiewata Qamiewata Qamiewata Qamişlolololo

Di roja 31ê gulana 2015 de, Qamişloka xemgîn li bendî qedera

mizin bû, ku teqînek bê îman li navçeya tenderûstiyê hatekirin û

paş re bû şewateke bê sînor, di encamê de zêdî 25 mirovan ji jin û

zarokan û karbidestên navçeyê bûne qorbana vê bobelata xedar.

Şewata Qamişlo tevlî hemî şewatên berê dibe, ku bes tenê li

herêmên Kurdan li rojavayî Kurdistanê têne qewimandin. Eger me

li şewatên sînema Amûdê, zîndana Hisîça, darên zeytûna li

Kobanê û vê dawîyê şewata taxa Cirnikê li Qamişlo nerîn, emê

nasbikin ku mejiyeke şovînîst bi kîn li dûv heye, çi ji alî rêjîmê ve û

çi ji alî zilamên wê ve.

Ji desthilata Kantona Cizîrê tê xwestin, ji ber ku wê berpirsiya

herêmê spartiye xwe, divêt ew vê şewatê bişopînin, bê çima û

çawa ev çêbûye û kî li dûv heye, da ku gelê me careke din nekeve

van serpêhatiyan, û herwiha baweriya wan bi xwedîyên Kantona

ve were.

Dilovanî bo hemî şehîdên şewata Qamişlo, û sersaxî bo malbatên

wan.

Tenderûstiyeke bi lez ji wan kesên birîndar re.

Şermezarî bo rêjîma Sûriyê û kesên ku bi dû vê şewatê de ne.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

(HNRKS)

01.06.2015

Hevpeyvînek ””””Pênûsa NûPênûsa NûPênûsa NûPênûsa Nû””””

ligel şewekara kurd Dilşa Mehdî

Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî

......................... Rûpel(20)

HevpeyvînaHevpeyvînaHevpeyvînaHevpeyvîna ””””Pênûsa NûPênûsa NûPênûsa NûPênûsa Nû””””

ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd

Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Kasî YûsivKasî YûsivKasî YûsivKasî Yûsiv))))

Beşê(2)

Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî

......................... Rûpel(17)

Page 2: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

2

Wa! Binêrin çawa ev pak rewana kurd a gewre li hember êrișvanan bi lehengî ceng kir, û çaxa ku birîndar bû, û nikarîbû cengê bidomîne, xwe avête çemê Xabûr, da ku rûmeta netewa kurd biparêze.

Wa! Binêrin va pakrewana kurd a êzdî Heyfa! Xwekujtin pejirand da ku êrișvanên Daiș dest navêjin rûmeta wê, û da ku rûmeta netewa kurd biparêze.

Wa! Binêrin va pakrewana mehabadî Ferînaz Xusrowanî, xwe ji qatê çaran da avêt, xwe kușt, da ku rûmeta xwe û rûmeta netewa kurd biparêze.

Ey dagîrker! Ey xwedîyên sariqên qirîj, çandên qirêj, nirxên qirêj!

Ev gewreyên me ên pîrozer, keç û kurên Kurdistanê ne, șagirtên xwendegeha nirxên bilind in, ew neviyên șahê Cotî ê gewre Irrodopîzîr in, neviyên șahê Kașî ê gewre Candaș in, neviyên șahê Mittanî ê gewre Toșratta yin, neviyên șahê Orartî ê gewre Serdar in, neviyên șahê Medî ê gewre Keyxosro yin.

Erê, ew neviyên șûreșvan û gewreyên me ne: Babekê Xoramî, Ce'ferê Mîr Hesenê Dasenî, Bedrxan beg Botanî, Mehmûdê Berzencî, Simko Șikakî, Șêx Seîd Pîranî, Seyyid Riza yê Dêrsimî, Ihsan Nûrî Pașa, Qazî Mihemed, û Mela Mistefa Barzanî ne, ew xwîșk û birayên Leyla Qasim û Mezlûm Doxan û Ekîd û Zîlanê ne.

Ey dagîrker! Ey xwedîyên sariqên qirîj, çandên qirêj, nirxên qirêj!

Ma kengê tava Yezdanê gewre di çalan da wenda bû ye?

Kengê tepelên Zagros û Toros li hember bageran serî daxistin e?

Kengê hûnê bizanibin ku Kurdistan welatê pakrewan û gewreyan e?

Dema we li Kurdistanê nêzîk dibe, nêzîk dibe, nêzîk dibe.

Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe!

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

2 NNNNEEEERRRRÎNNNN

Ji 25 sedsalan da, dagîrker di xewnên dagîrkeriyê da dijîn.

Hîn jî bi bawerin ku ew xewnên wan rastîn e.

Welatê me bi darê zorê dagîr kirin û dibêjin: hûn bê welatin.

Çanda me eblisandin, û çanda xwe ya qirêj xistin nav me.

Dîroka me avêtin nav tarityê, û dîrokên tirorê bi ser me da kirin.

Hewildan ku nirxên me ên netewî û pak birûxînin, û nirxên xwe ên tirorî di c ivata me da bi cih bikin. Gorna me kolan, da me ta ebed ji ber çavan wenda bikin. Ey dagîrkerên pașveman û zexel û dirinde!

Wa! Binêrin çawa ev kurdê gewre kêndira sêdarê bi dilêrî paçdike!

Binêrin çawa celadên faris lê șat û mat mane!

Ev paçkir in serbilindiya netewa kurd diçespîne.

xelata îsal a rojname vaniyê bighê

Wa! Binêrin çawa ev kurdê gewre Husên Xidirî berkinî bûye!

Qet xem nexariye ku kêndira sêdariyê di ustiyê wî da ye!

Ev berkeniya wî cangoriya netewa kurd di xwe da dicivîne.

Sozdar Mîdî (Dr. E. Xelîl)

EVIN EVIN EVIN EVIN PAKREWANÊN PAKREWANÊN PAKREWANÊN PAKREWANÊN KURDISTANÊ! KURDISTANÊ! KURDISTANÊ! KURDISTANÊ!

Page 3: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Ezîz ê Cewo

““““ÊZDÎXANÊZDÎXANÊZDÎXANÊZDÎXAN”””” AN AN AN AN ““““ÊZDÎXANEÊZDÎXANEÊZDÎXANEÊZDÎXANE””””???? KÎJAN JI VANA RAST E Û TÊ ÇI WATEYÊ?KÎJAN JI VANA RAST E Û TÊ ÇI WATEYÊ?KÎJAN JI VANA RAST E Û TÊ ÇI WATEYÊ?KÎJAN JI VANA RAST E Û TÊ ÇI WATEYÊ?

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

3 NNNNEEEERRRRÎNNNN

Li ser xwesteka “Çima bi navê me jî axek cuda nîne?” hinek di nav me da gihîştine asta absûrdê ya nebînayî... Wek ku tê zanîn, kurdên êzdî, wek parçeyekî netewa kurd, di Kurdistanê da li ser herêmeke cuda nînin, ya ku bi navekî cuda bûya, ji ber ku heya çenda bavan berê kurd li seranserê Kurdistanê bi piranî êzdî bûne. Ango, eger behsa wlatê êzdîyan tê kirin, ew Kurdistane... Îcar li ser bingeha hestên cudaxwazîyê (û ev jî li ser bingeha helwesta hinek rêvebirên kurd ên îs lamî çêbûne–wek helwesteke li dijî wê) hinek ji xwe ra bi şêwazî navekî geryane û, ji ber nevekî dinê nedîtine navê “Êzdîxan” (hinek jî dibêji – “Êzdîxane”) derxistine holê. Helbet, eger di sînorên Kurdistanê da herêmeke xurû bi kurdên êzdî hebûya û ewê herêmê mafên xweserî bi dest banyana, mirov dikaribû navekî ji wê ra bidîta, wek: “Êzdîana”, “Êzdîstan”, “Êzdîav”, an navekî dinê, lê ne “Êzdîxan” an “Êzdîxane”. Çima? Ji bo vê her sedemek heye: di kurdî da paşdaçeka –xane tê wateya cîhê ne zêde berfireh, ê di nav çar dîwaran da (hemberî peyva xanî bikin!), wek: mêvanxane, xwarinxane, werzêşxane, çekxane (cebirxane), sêwîxane, nexweşxane, dermanxane, dirûnxane û yên dinê.

Û, ji bilî vê, kal û bavên me, dema gotine êzdîxane, mabesta wan ne ku war û meskenê êzdîyan, lê civakawana bûye. Û dema gotina êzdîxana serhedê, êzdîxana Ermenîstanê, an yeke dinê, mabesta wana civakên êzdîyan ên wan deveran bûye. Gelê me, wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane û misulmanî, mabesta wan du civakên (beşên) gelê kurd bû – civaka kurdên êzdî û ya kurdên misulman. Û di rastîya xwe da, ya ku heye, ev e! Naha ser pirsa çima paşdaçeka –xane li vir ne ku bi wateya cîh, lê wek a civakê tê bikaranîn?! – Li vira du bersîv dikarin hebin: – wisa dibe, ku di gelek zimanan da wateya peyvekê firehtir dibe, ango bi wateya wê ya bingehîn ra wisa jî wateyeke dinê dertê holê, û ev jî yek ji wan mînakan e; – an jî, ev daçeka tenê hevjêwazîyê daçeka –xane ye, û divê mirov bi lêgerînên zanistî bibîne, ka bingeha wê ji ku tê. Lê her çi jî hebe, di peyvên êzdîxane û mirîdxane da daçeka –xane wateya xwe ya cîh û cîgeh nîne, li vir wateya wê civak e!..

Narîn Omer

Rojnamevaniya Kurdî 1. Rola we di rojnamevaniya kurdî de, bi taybet di ojnamegeriya rojavayê Kurdistan? *- Bi rastî ev heya 30 sal ez di warê nivîsîn û rojnamegerya kurdî

de kardikim, û tevlî karê wêjeyî ez bi karê civakî ve jî mijûlbûm,

bitaybet "doza jinê" û mijarên zarokan. Ez bihêvî me kû rola min

di van waran de bi mifa û sûde bê, ji ber kû di destpêka

derbaskirina min û kesên dî di van waran de destpêkek

kesayetîbû û ti aliyan yan jî kesan piştgirtiya me ne dikirin, tevlî

van tiştan jî me karê xwe berdewam dikir.

2- Tu çawa rojnamegeriya kurdî di vê demê de dinerxîne? *- Min beriya niha jî erêkiriye, û dîsa ez tekez dikim kû medya

kurdî, rojnamegeriya kurdî bi giştî girêdayî ye û bindest e, çi

aliyê partiyan ve bê, çi aliyê rêxistinên civaka sivîl ve bê. Heta

medya kû bi kesên xwe dibînin serbixwe ve jî girêdayî bê ew ne

serbixwe ye, ji ber kû ew dimînê weko dîl û bindest ji raman û

hizir û baweriyên wan. Rojnamegeriya kurdî li benda guhertinên

bingehînin, li benda rêveber û karmendên medyakar û

rojnamevan û têgehiştî ne.

Rojnamevanên me, Medyakarên me kurdan, karmendên me

hene, lê dezgehên rojnamevanî û medyayî li ba me nînin û

derfetên mezin û levhatî ew li dora xwe nabînin.

3- çi alavên nû hene kû ev rojname bi pêşde here, wek nimûne rojnameya (Pênûsa nû)?

*-Di nerîna min de alavên nûbûnê û guhertinê pirin û hêsanin,

eger em kurd xwe ji bend û bendikên giran û bê mifa rizgar

bikin, kû em "Nan bidin nanpêj heta kû ew nîvê wê jî bixwê",

eger em mejî û raman û hest û cînav û dilê xwe ji ezeziyê û ji

reştariyê paqij bikin, û em mafê her kasan li gorî dana wan û

zîrekvaniyan wan bidin wan, helbet emê bero rojnameyên rast û

dirust ve biçin.

Ez pir ji rojnameya "Pênûsa Nû" hez dikim, û helbet em rêz û

rûmetê ji karmendên wê re digirin, lê daxwaza min ewe kû guh

bidin nivîskarên kû hewcê yê alîkariyê bin, û ji aliyek dî ve ez bi

hêve kû ne te bi awayek elîkitronî bête weşandin, belê wê gelek

baş bê kû li ser rûpelan jî bête çapkirin û belavkirin, da bêhtirîn

kes ji gelê me wê bixwînin û sûdê jê bigirin.

Page 4: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

NNNNEEEERRRRÎNNNN

Abdulhamid Yousef (Kasî Yûsiv)

DI BÎST Û ÇAR SALÎ YA KOÇKIRINA MELLE EHMEDÊ PALO DE

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

4

Naskirina min ji Mele Ehmedê Palo re:

Naskirina min ji Mele Ehmedê Palo re ,bi riya memoste yê min

Ehmed Huseyn bû ,xwedê dilovaniya xwe li wan bikê: Dema min

dest bi xwendina zimanê kurdî kiribû ,di sala 1988 an de,di wê

demê de pirtûkên kurdî qedexe bûn,çi xwendin û çi jî hilgirtin û

vehewandin û kirîn û firotin jî.

pirtûkên ku me dikarîbû wan peyda bikin ên cigerxwîn bûn ,û

yên melayê cezerî ,û yên ehmedê xanî bûn û hew.bê ku mirov

pesnê derew bikê.ev min dixwendin.

tenê mele palo hebû weke mirovekî bin poş, û ne xwiya , û

dibin tariyê de,tevî ku di bin çengê medebû, lê me ew nas ne

dikir ji nêzîkve.memoste yê me Ehmed Huseyn bi saya serê wî

min Mele Palo ji nêzîk ve naskir.

ku her car ji minre serpêhatî yên xwe yên bi palo re digotin,di

derbarê çilonî ya asta wî a wêjeyî, û toreyî,û çendînî ya pille ya

wî di pîvanên afirandinî de,û ji wan serpêhatiyan:

(ku carekê dema ez şagirtê unîversîtiya kulîje ya wêje ya erebî bûm ,dektorê me xwendineke nivîskî ji me xwest li ser rêzimanê

farisî,û ev tişt pur zehmet bû ji ber xalên wê yên giring û derveyî

, agedariya me di zimanê farisî de,min di vegera xwede di

bihnberdanekê ,ji mele palo re ev pirs got,ûpiştî du sê rojan li

min vegeriya ku waye nivîsandinek bi awayekî akadîmî ji minre li

ser pirsên dektorê min amade kiriye,û bi şêweke wêje yî bilind û

bi vejirndineke bê hempa; û bi jihevveqetandineke zanistî

.dema min ew xwendina xwe da dektorê xwe çavên wî mane

belloq,û ji minre got:ev nîvisandin ne ya şagirtiyê mine,ev asta

memosteyê mine).

min di demaeke dûvî dirêj de mele ehmedê palo didît,dema hê

ku ew li ser xwebû,û li ser lingên xwe diçû û dihat ,û li

doraCirnikê di meşiya,ev wêne li ber çavê mine.

di dema tîkiliyên min ji nêzîkde bi Rêzanê kurê mele palore

çêbûn,min çend caran di gel çend hevalnde serdana mele palo

kiribû,lê mixabin wê demê rewşa wî a tenduristî ne gelekî baş

bû,lewra me nikarîbû ti guft û goyan di gelde bikin.

piştî ku pirtûk a mele ehmedê palo a bi navê (Dwer û gera

Kurdistanê )hate çap kirin û giha destê xwendevanan,min tiştekî

xweyî winda dît,ji ber ku pêdiviya min hebû bi xwendina

helbestên vî helbestvanî bi awayekî berfirehtir .

çîroka nîvisandina Mele Palo ji destana(Civîna nemiran)re

Ji serpêhatiyên kuMemoste Emed Huseyn, ji minre li ser Mele

Palo gotibûn:ku carekê ez ji Mele Palo re li ser pirtûka(Risalet El

Xufran)axivîm,ew pirtûk a nivîskarê Erebê navdar(Ebul ela el

me,errî)ye, û min behsa wê û naveroka wê jêre kir,û li ser

avakirina wê ,û şêwe ya nîvisandin a wê, di lihevsiwarkirina

ramanan ,û her wiha min giringiya wê pirtûkê ji aliyê dîrokî ve da

xuya kirin.

piştî ku Mele Palo ,ew agahî ji min girtin ,derdora du mehan

hew xwiya kir, û rojekê min dît wa tê ,û bi sedan pel pêre ne û

waye di kenê ,û ji minre dibêjê:ha vaye (Civîna nemiran) bi kurdî

û mîna pirtûka (risalet elxufran).

pirtûka mele Ehmedê Palo ya Civîna Nemiran ,miweku ,kasî,

nêzîka 100 pelî jê wergirandiye tîpên latînî ,ji reşnûsa wî a

bingehîn,û min ew bi dawî ne anî,ji ber rewşa min a nexweş li

welat ,di sala 2010 ande ,û min reşnûs li kurê wî vegerand,ji deh

hezar malik pêk tê,li ser welat û dîroka kurdistanê bi awakî guft

û goyînî,di navbera çend kesan de,ku nîşan û nimûneyên kesên

birastî di dîrok û civaka kurdî dene.

Page 5: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

5

Civîna Nemiran Mele Ehmedê Palo

hin rûpel ,ji wergerandina Kasî Yûsiv Pehlewî û Civîndarî

p-diçim dimînî 1 di vê belayê

riya civînî bi te xwiyayî

gelim neçînî ne kolî tabî

bi şewq û şînî li her ciyabî

c-divê bixwînî ev nav û nîşan

xwe zû bigînî ev deng û dewran

bê cî derînî bi dar û lêdan

hê dur diçînî di qad2 û meydan

p-dengê dîlanê tê der ji banî3

di vê meydanê nabim xwiyanî

rengê leylanê dikim jiyanî

li ber baranê li ber ziyanî

c-haha4 birader were meydanê

bi bête tevger dakev dîlanê

lat û ber û der deşt û zozanê

tev têne xweser rengê cihanê

p-xewa min nayê nakim tebatê5

di vê hewayê di vê mezatê

rengê ûirayê bême civatê

bibêjim dayê bibêjim atê6

c-divê bibînî ev keyf û şadî7

ala hilînî şûrê xwe badî

defter bixwînî bi dîn û dadî

dijmin biçînî di vî mezadî

Ev rûpela yekeme ji pirtûka civîna nemiran .ev pirtûk hê ne

çapkiriye.

Asta wî ya wêjeyîAsta wî ya wêjeyîAsta wî ya wêjeyîAsta wî ya wêjeyî

Mele Ehmedê Palo, yê ku li sêraçûrê, di sala 1920 an de, xwedê

wî daye dinyayê, ji bav û dêyeke zazî re çêbûbû, dêmek wî şîrê

diya xwe li ser sirûd ên bêjeyên zaravê zazakî vexwaribû.piştre

ew tê binxetê û li wir fêrî zaravê kurmancî dibê, piştre xwe fêrî

zaravê soranîjî dikê. her zaravek ji wan deriyeke bo hezarên

bêjeyan û serpêhatiyan, û şêweyên axaftinan, û jêderên pirs û

gotinan, yên tîkel ,her wiha sitran û serpêhatî û çîrok, û navên

cih û devera.

ji aliyekî dîve, melayên kurdan bi giştî, bi zimanê Erebî zanîbûn ji

ber ku ola misilmaniyê û pirtûka pîroz bi Erebîye, her wiha ji rêz

û tedbîrên hicreyanbû ku xwndevananhînî herdû zimanên Farisî

û Tirkîjî dikirin, evjî bingeheke dolemendiya awayê nîvisandina

Mele Ehmedê Palo ye. ji ber ku purbûna zaravan bixwe

dolemendiye. bêyî zanîna zimanên din, lewra zanîna zimanê

dinjî hê desteyeke mezintire.

ferhenga bêjeyên wî ferhengeke xurû bêjeyên kurdiye, hevokên

wî hevgirtî û asêne, wêneyên wî mîna fîlimên sê navberin.

dûrbîna wî ji camên welatparêziyê çêbûne, ger û tevdîr û leqa wî

di gerdeşa kurdistanê deye.hevokên wî başqene ji hevokên

nivîskarên berî wî, û ji yên hemdemên wî, her wiha hevwateyên

wî gelekî taybetin, felsefe di kîtên wîde di herikê bê ku ew ji

xwere bike kar, bê hemdî wî bîna wî ji bêjeyên wî tê,

dolemendiya wateyên cih, û devran jî tiştekî balkêşe, ferhenga

mele ehmedê palo, ne ji şaxên cegerxîn û ne jî ji şaxên cezerî kat

daye,lê belê ferhengeke taybete, bi moral û naveroka xwe. ji ber

wî ji gelek ziman û zaravan ava wêjeyê vexwariye.

alav û engazên wî bi kêrhatîne, û xwedî nîşan û tuxrayeke

taybete di gêşan û terazû û rewaniya malikên xwede, û her wiha

di bi karanîna amûrên nîvisandin û afirandina xwe y toreyî de

jêder û makderên wî yê herî resenin, her wiha ramanên wî

omîda milletê wîne.

çira ya Dewletê pêket

cihê min ber dida xwînê

divaya rûmetê rêket

gelê min ber dida kînê

bi xişt û teplik û saza

bi pîb û bend û toalza

berî daye li xerçînê

nêrîna wî dernêrîna wî dernêrîna wî dernêrîna wî derbarê welat û baweriya wî a siyasî:barê welat û baweriya wî a siyasî:barê welat û baweriya wî a siyasî:barê welat û baweriya wî a siyasî:

Mele Ehmedê Palo di baweriyên xwede kifş û zelalbû ku hêviya

wî bi şoreşa Berzanî Yê bav gelekî mezibû, û her tim digot ku

xelsiya milletê kurd û kurdistanê wê bi riya Berzanî bê, û ew

didît simbola azadiyê û mêraniyê û kurd perweriyê, lewra em

bêje ya berzanî gelekê caran dibînin di helbestên wîde:

tola xwe bistînin ala rengîn rakin

dijimin pê bimrînin sopar û kurdakin

berzanî zû bînin kurdê jîr û çakin

bê cî komer çînin divê em windakin

ev helbestek ser newrozê ye ji helbestên wî.

her wiha eva jêrîn li ser berzanî bi xweye

Page 6: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

NNNNEEEERRRRÎNNNN 6 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

seyda yê hêja şêrê berzanî pîrê dilovan hemî kurdanî nav û dengê me te kir xuya nî bi ceng û mêrî daye cihanê

her wiha kurd didîtin hinkofê dewleteke azad û ser bixwe, mîna

milletên din, û jibo vê yekê xebata xwe berdewam dikir, di

nîvisandina bi zimanê kurdî de,û serbilindbû bi rayê xwe yê kurdî.

berhemên wî

gelek berhemên wî hene.

weke milletê kurd wî nas dikir ,ew tenê helbestvanbû.

lê mele ehmedê palo ziman zan bû,di gramatîka zimanê kurdîde

pirtûkek çêkiribû ,li ser rêziman a kurdî,her wiha ferhengeke tirkî

kurdî heye,her wiha wegerandina pirtûka bi navê Pendên Ettar ji

Farisî wergerandibûKurdî ,ew pirtûka nivîskarê Farisî yê bi navê

Ferîd eddîn Ettar bû,lê mixabin, ew jî istixbaratên sûrî dest danîne

ser û birin,çimkî pitûkxaneya kurdî pêwêstiya wê bi her pirtûkekê

hebû.

her wiha pirtûkên wî yê îro di nav destê malbata wî de hene; heft

dîwanên wî yên helbesta ne, tevlî ferhenga tirkî û kurdî, û pirtûkeke

rêzimane tenê ta niha du pirtûk ji wan berheman hatine çapkirin,

dewr û gera kurdistan ya ku helbestin, û pirtûka

rêziman a kurdî.

Hinan welat firotin bi erzanî birader

Hinek mirtal û rotin ji bo zehak û ejder

Hin rêberê neyarin welat kirî perîşan

Jibo dijmin hewarin xistin ber derd û êşan

ez bi hêvîme ku di pêşe roja mede em karibin hêjî jiyana wî bi ronî

tir bikin, û karînên me xurt bibin da em karibin berhemên wî çap

bikin, da nifşên me yên nûhatî sûdê ji wêjeyeke wilo ast bilind

wergirin.

di dawî devaye helbesta min, di çilrojiya koçkirina seydayê mele

ehmedê palo de, ku min di 1991 ande li mala wan xwendibû, bi

helkefina çilrojiyê

DÎLANA PÊXEMBERAN

Gul vedibin gul sordibin hêk vedibin çûk b, pordibin

ser dengê van çend bilbila evîn çi zû kete dila

bilbilo wer sazê bibiêj govend gerî şev bû dirêj

dengê zirav dighê hinav kîna tê de weke pêlav

îro cejne îro sûre dîlan û cem û tenbûre

di dîlanê çend exterin dêm ji sêvin çav teterin

tenbûr çi sazê wê xweşin ligorî wê ew dimeşin

exter hemû pê serxweşin di dîlanêde bê heşin

min dît hene çend yek sitêr her kes liwan pirs û binêr

yek jê dibên palo ewe yê ku jinû danîn hewe

por bû sipî diran ketin çen sal divî karê çetin

pîrî dihat xurt û xedar bû payiz û zerbû buhar

palo : ez jî weke teme bin dest û dîl û koleme

li nav hozana bigere palo hemû dan û bere

şahê hozanê xawere pêxembere pêxembere

wek keştiyek çemê Ferat nermî rewan nik rojhilat

carna wilo palo dihat bi awir û bi kêferat

li cirnikê dizîvirî desmal li ber bê difirî

palo serê gir girtiye palo îro pel girtiye

şahê li ser zêrê zeredîwan bi rêz sed deftere

dema kete nav extera şewq û ronî da wan dera

T..d......

10 -5-2015

siwîsra

ez diçim û tu li pey min dimînî—hêvî dikim ji xwedê bi te civîn

çêbê—c:civîndarî-p:pehlewî 2qad:zevî :meydan---dur :gewher 3bani:daxwaz pe kurde—ziyan:zirar 4haha:alava matmanê 5tebat:hedan 6day û at :bi daxwazekêne :welat 7şadî:şahî û şahîtî—ala:beyreq—dadî:edalet

Page 7: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Ga dimre, çerm dimîne. Mêr dimre, nav dimîne.

Bêguman, dema ku mêr an çi mirov be, di jiyana xwe de, tiştekî

hêja bike, wê navê wî bi wî karî ve bê girêdan.

Gelek kesên hêja hebûn ku di jiyana xwe de pir westiyane,

dijwarî û talî jiyana wan vegertîbû. Lê dîsa jî ev kesana di cihê

xwe de nerawestan, jiyana xwe ne wek kesên normal berdewam

kirin, lê bi daneke pir hêja û giranbuha xwe bi cî kirin. Ji ber vî

awayî navê van kesan jî di mejiyê her mirovî de ma.

Di pêla dawî de, çend kesên birêz di nav me kurdan de rûçkê

zeviyê windakirin, mîna: Haciyê Cindî, Hejar û Palo, lê windabûna

cendekê wan ne mana xwe windabûna dengê wan, navê wan,

berhemên wan, rêza wan,…hd.

Ev kesana, mirovin nemirin, mirovin bi dana xweyî bê sînor

histine ku heta hetayê navê wan li ser zimanê gelê kurd bileyzin

û berhemên wan ji sagirtên pêşerojê re bibin çira. Birastî em

çiqasî ser van kesan bêjin hindike, lê ji ber ku mirina seydayê

Palo ne ji mêj ve bû, daxwza me heye ku em hinekî li ser jiyana

wî rawestin.

Mele Ehmedê Palo Mele Ehmedê Palo Mele Ehmedê Palo Mele Ehmedê Palo (1920-1991) Di 9ê gulanê de sala 1991, di nava rojê de, dilê helbestvanê

nemir Mele Ehmedê Palo rawestiya û canê wî ji laşê wî veqetiya,

bi mirina wî re pelek din ji rûpelên helbestên kurdî ên kilasîk

weşiya. Jiyana seydayê Palo mixabin ne gelekî belûye, û ji gelek

kesan ve jî ne xuyaye, ji ber vê yekê hin jî bi Palo ne bihîstine.

Jiyana wî bikurtî eve.. Di sala1920an de li gundê (Sêrecûr),

Kurdistana bakur, ji dayka xwe bûye, piştî sê salan ji zayîna wî,

bavê wî çû cenga kufaran û di cengê de mir. Piştre ap û bapîrê wî

ew dûrî diya wî xistin, bi vê dûrxistinê Palo gelekî perîsanî û

xizanî dît. Dawî Palo hate Amûdê, tibabekî li wir ma, bi dû ve cû

bajarê Qamîşlê, ji Qamîşlê jî diçe gundekî bi navê Wêsîkê li wir

dibe şivan.

Di sala 1937an de, berê xwe dide xwendina oleyî û di ber

xwendina xwe de hînî zimanê Farisî jî dibe. Zanîna Palo bi sê

zimanan hebû; Erebî, Farisî û Tirkî, digel çend zaravayên kurdî

(Kurmancî-Zazî). Di wan deman de, Palo guh dide helbest û

wêjeya kurdî, di sala 1948an de dest bi nivîsandina helbestan

kiriye, derd û êşa miletê xwe têde xuyakirin, rewş û pesnê welatê

xwe daye. Helbestên Palo kilasîkin, awayên wan bi alî kêş û sazê

ve xurtin, lê ewî jî hemî kilasîkan, peyvên biyanî xistiye nav

helbestên xwe de.

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

7 NNNNEEEERRRRÎNNNN

Berhemên Palo:Berhemên Palo:Berhemên Palo:Berhemên Palo: - Dora heft (7) dîwanên Mele Ehmedê Palo hene, li hêviya destin

paqijin ku rahêjênê û çapbikin.

- Çend dersên rêzimanî jî hene.

- Ferhengek Kurdî-Turkî heye.

- Destanek ji deh hezar (10.000) malik ava kiriye bi navê(Civîna

nemira), ev destan mîna; Kumîdya Îlahiyê a Dantî ye, û Rîsalet

Elxufran a Mearî ye.

Wek ku hate zanîn, berhemên Palo pirin, bi pirbûna wan serê me

bilinddibe, û bi rastgotin em karin bêjin; Palo tucar namire û wê

bimîne navek ji kesên nemir.

Helbesteke Palo:

Bilbilê xemgîn û welatê êrîn

Carekê hatî gumanim hilkişîme ser çiyan

Ronî da roja cîhanê jê dibînim her ciyan

Ku cihek ava û şîne rind û şêrîn û delal

Reng reng têde civîne nifşê daran û gulan

Tev şikeft û kort û çalin hêrik û lat û zinar

cok û cobar û newlin berqef û ser kaniyan

Nêrgiz û reyhan û mêrgin deşt û zozan û gelî

Dezgehê şêr û pilingin cîgehê hîn û jiyan

Gol û derya têne dorê rengê qezwîn û siya

Kaniyan da der ji torê colê berxan û miyan

Tê diçêrin ber bi banî hêdî hêdî kom bi kom

Ku ji ber dengê şivanî mane ser av û çeman

Ebdulbaqî Huseynî

KesênKesênKesênKesên nemirnemirnemirnemir

Page 8: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

NNNNEEEERRRRÎNNNN ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

8

Ez dibînim tê xuyane gewher û zêr û dirav

Rewşen û ronî dinava ser kelat û ser deran

Giv give bayê sibêye raserî çiyayên bilind

Xuş xuşa zad û giyaya me’me’a berx û miyan

Qirçe qirçe qirş û qala bin piyê şêr û beran

Zim lima dengue newala lim lima avê çeman

Tip tipa sêv û hinaran teq teqa berq û birûsk

Dinge dinga lat û xaran gum guma topê giran

Çik pika belk û pelane pir îra têr û tilûr

Gim gima xap û derane xur xura dar û beran

Çinge çinga şûr û dasan zinge zinga hesinan

Qij qija çûk û çivîkan xum xuma şîp û geran

Bax û bistanek bijare ser çemê ava murad

Gulşenek têde diyare gul sitêrê asiman

Tu dibê termê mexîle ser serî ronî dida

Têne dewrê lîle lîle ya girêka sêwiyan

Lal û yaqût dur û gewher perçe perçe bûne kom

Tê xuyane jîn û tevger nîne wek wî der cihan

Bilbilek têde dixwîne ser serê şax û gulan

Xem civîn û dil birîne her dike ah û fîxan

Care care tête serde dil kul û jar û melûl

Fir dida xwe pel di devde tête dora xaniyan

Ronî û rewş û çiraya xwe bi niftê pêdixe

doz û daxwaz û divaye xwe dike nav û nîşan

Min digo bo çi dinalî? bilbilê jar û pepûk

Ser cihê rind û delalî çir dikêşî derd û jan

Gotî para min bijare dijminan windakirî

Jîr û serbaz û şiyare bax û kar û niştiman

Min dive ku heyf û tola xwe bi vî zarê derî

Der newal û deşt û çola der kelat û Serhedan

Her ji dijmin zû hilînin da nemînin derd û kul

Rengê şêra xwe bigînim dehl û dar û kaniyan

Ya bidim ser şop û rêça ku diçî baxê buhişt

Çêbikim dewran û pêça zana rêkim berleman

Rêzika pendan û şîret kar û tevdîra mine

Namaya namûs û xîret bo mine zar û ziman

Ev ne taxman û gumanin miletê dîl û nezan

Ê divê rêde xuyane ew diçin baxê cînan

Min dizanî ev birastî yek ji tayê bawerî

Ya bi ceng û ya bi aştî xwe dibînim sermiyan

Pişk û para nozde milyonan eger çi tê heye

Ne goman û ne bi xewna pir di xama xwendevan

Xwende ev dîlî ne are tû dibînî ev zeman?

Miletê te tar û mare maye bin dar û piyan

Deftera xwe tû hilîne têxî taq û pencerê

Zadê bê cî tim biçînî hilgirî barê dizan

Ser diberde istû xwarî rengê pîrê ser gulok

Bê hiş û tevdîr û korî dost û yarê xergelan

Mêze çir nakî cihanê? ku hemê ser-xwe dibûn

Tu ten mayo dixanê mayî ver xaçê riyan.

———————————————————————

* Ev gotar min di sala 1991an de, di hejmara (1) ji kovara Zanîn

de belavkiribû.

ya ragîhandina agahîyan ji bo

Page 9: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

9 NNNNÛÛÛÛÇE.. DAXUYANÎ

XELATA XELATA XELATA XELATA şEHÎD MIEHÎD MIEHÎD MIEHÎD MIşEL TEMO A EL TEMO A EL TEMO A EL TEMO A şANAZIYÊANAZIYÊANAZIYÊANAZIYÊ

GIHA TÎKOGIHA TÎKOGIHA TÎKOGIHA TÎKOşERÊ DADMEN ERÊ DADMEN ERÊ DADMEN ERÊ DADMEN XELÎL MATÛQXELÎL MATÛQXELÎL MATÛQXELÎL MATÛQ Malbata şehîd Mişel Temo ragihand ku xelata şanaziyê a Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS), piştî şehdbûna endamê Hevbendê binavkirbû, îsal wê bighê êsîrê di nav destên rêjîma de, tîkoşerê dadmend Xelîl Matûq. Ji ber ku rola vî mirovî di berxwedana di ber kesên xwedî helwest de mezine, di demên herî dijwar de ew dibû piştevan ji van mirovan re. Hêjayî gotinê ye ku Matûq bi xwe di ber şehîd Mişel de jî xebatkir, dema ku Temo di zîndanên rêjîmê de bû.

Malbata şehîd Mişel, vê xelatê diyarî nivîskar û avoqat Xelîl Matûq dike û di eynî demê de doza azadiya wî dike û hemî kesên ji ber nerînên xwe û helwestên xwe hatine girtin.

Sermedî bo canê şehîd Mişel Temo

Şermezarî bo kuştaran re

Azadî bo tîkoşerê girtî Xelîl Matûq

Marsêl Temo û HNRKS

05.05.15

Xelata helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo Xelata helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo Xelata helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo Xelata helbestvanê kurd Mele Ehmedê Palo

A afrandinê îsal giha helbestvan A afrandinê îsal giha helbestvan A afrandinê îsal giha helbestvan A afrandinê îsal giha helbestvan

Hemîd Yûsiv (Kasî)Hemîd Yûsiv (Kasî)Hemîd Yûsiv (Kasî)Hemîd Yûsiv (Kasî) Xelata helbestvan kurd Mele Ehmedê Palo a afrandinê,

ku her çend salan tê nû kirin û belavkirin, komîta îsal

2015 biryar da, ku vê xelat bide helbestvan û nivîskar

Hemîd Yûsiv (Kasî). Îsal ev xelat hate belavkirin, çimkî eve

bû 24 salin li ser koçkirina melayê Palo derbasdibe.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrîya

(HNRKS) pîroz bahiya helbestvan Kasî dike, û vê xelatê

diyarî wî dike, ji ber ku Kasî rewşenbîreke gelek xebat di

ber çand û toreya kurdî kiriye, nemaze di ber destnivîsên

Melayê Palo de, ku bi herdû zimanan kurdî û erebî li ser

jiyan û berhemên Palo nivîsandiye, û pirtûka wî a zimanê

kurdî ji tîpên erebî veguhestiye tîpên latînî. Hwrwiha

gelek pirtûkên Kasî hene, ji wan (Ferat wilo peyivî) û

(Bêjingên ba) a dawî bi zimanê erebî ye.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrîya

(HNRKS)

05.05.2015

Page 10: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

serî, û nesoziya min daxuyanê kirin, min tu bersiv neda, lê min û wê dîsa pêrgînek din li darxist.., lê wê cih li ku be?

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

10

Beyana Hevbendê Derbarî Serhildana Kurdan li rojhilatî Kurdistanê

Gelê meyî Kurd li rojhilatî Kurdistanê li dijî rêjîma Îranê hilpiriya, dema ku bi

kuştina keça Kurd Ferînaz Xusrewî bihîstibû. Ew kiryara hovane ku bi serê wê de

kirinbûn, ewê li ber şeref û rûmeta xwe da û ta ku şehîd ket. Şehîdkirina

Ferînazê bû kêşeyek bo raya giştî, ku xwepêşandan ji bajarê Mehabadê

destpêkir û ajot ta bi hemî bajarên dîtir li rojhilatî Kurdistan.

Gel li dijî çewsandina netewî û şofîniyata rêjîma Îranî a ku bi dehê salan

berdewame, hilpiriya, û herwiha jî bo tolhildana li dijî kuştina pêşewên Kurdan

û binçavkirina çalakvanan û daliqandina xortan ji her serê demekê.

Ferînaz bû pirîska ku canê netewî li bal kurdên rojhilatî Kurdistan vexist, da ku li

dijî sitemkariya rêjîma olperstî li Îranê rabe, ev rêjîma ku di van salên dawî de

xwe têklî mafên gelan dike, û gelê Sûriyê yek ji wan e, ku ji vê rêjîma paşverû

azarê dikşîne, çimkî ev rêjîm piştgirtiya rêjîma kuştdar a Beşar EL Essed dike.

HNRKS van karên hovane ên ku rêjîma Îranê li dijî gelê me ên bêçek şermezar

dike, û ji partiyên tevgera Kurdistanî bi tevayî dixwaze, ku li kêleka vê serhildana

pîroz raweste, û hêvîyekê bide gel, ku mafê Kurd di vî parê delal de bidestxînin.

Herwiha ”Hevbend” bi hêvîye ku bercewendiyên partîtî a hin partiyên ku

têkiliyên wan bi rêjîma Îranê re hene, nebin kelem û li pêşiya daxwazên gelê me

ranewestin.

Bijî serhildana gelê me a pîroz li rojhilatî Kurdistan.

Dilovanî û sermedî bo şehîda bi rûmet Ferînaz Xusrewî.

Mirin bo rêjîma paşverû li Îranê.

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (HNRKS)

10.05.2015

Beyna Hevbendê derbarî êrîBeyna Hevbendê derbarî êrîBeyna Hevbendê derbarî êrîBeyna Hevbendê derbarî êrîşên PKK li dijî PDKên PKK li dijî PDKên PKK li dijî PDKên PKK li dijî PDK----IranIranIranIran Hevbend dozê li PKKê dike ku êdî bese xwe têkilî di nav perçên Kurdistanê ê din de bike.

Gelek alavên ragihandinê anîn ziman, ku şervanên PKK êrîşan berdidin ser pêşmergên PDK-I

Wekû em dizanin ku kurdên rojhilatî Kurdistanê û bitaybet xelkên bajarê Mehabadê, li dijî rêjîma Îranê hilbirîyan, dema ku bihîstin

keça Kurd Ferînaz hate şehîdkirin.

Evê serhildanê gelek rojan berdewamkir û li gelek bajarên dî jî belavbû, ev serhildan bobelatek ji rêjîma Îranê re peydakir.

Ev rêjîma ku kurd serê 30 salî wan ji mafên wayî netewî bê parkiribû.

Çi problemên ji pêşmergeyên PDK-I re peydadibin, û bi taybet di vê demê de, dikeve bercewendiya rêjîma Îranê de. Gereke çi

dilmaniyên di navbera PKK û PDK-I hebin, bi riyên aştîyane bêne çareserkirin.

Rijandina xwîna kurd di vê dema nazik de nakeve xizmeta gelê kurd de, lê dikeve xizmeta dujminan û rêjîmên ku Kurdistanê

dagîrdikin.

Ji hemî partiyên Kurdistanê tê xwestin, ku destên xwe nexin destên rêjîmên ku welat dagîrdikin, ji ber wiha peywendî herdem

qelenê wê xwîna kurde, û kurdê dilsoz xwîna birayê xwe ê kurd diparêze, û dixe ber çavên xwe, ku xwîna Kurd divêt ”xêza sor” be!.

Careke din em bang li PKK dikin, ku bes xwe têkilî beşên dî ji Kurdistanê bike, û tîkoşîna xwe li Kurdistana bakur bike, û eger ti

nexweşî dinavbera wan û partiyên dî hebe gereke bi danûstandinê be, ne bi kuştinê û çekan be.

Bijî yekîtiya Kurdan

Na ji bo rijandina xwîna Kurd

Erê bo diyalokê û bo bercewendiya netewî

Bijî Kurdistan

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS)

26.05.2015

NNNNÛÛÛÛÇE.. DAXUYANÎ

Page 11: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

DDDDÎRRRROOOOKKKK 11 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Şoreşa Babekê Xûramî şoreşeka gelêrî bû û bi rêveberiyeka

niştîmanî bû. Armancên wê jî niştîmanî bûn û dûr bû ji dijberiya

navbera Sunne û Şî'e. Ev şoreş ji şoreşên Xûramiyan ya here

demdirêj bû. Têkoşîna çekdarî ya vê şoreşê 18-salan berdewam

kir. Bi dirêjahiya van salan, şoreşger li dijî leşkerên here bihêz

yên Dewleta Ebbasî rawestiyan. Şoreş li herêmên gelek fireh

belav bû; seranserê Azerbeycanê, zorbeya herêmên rojhilatê

Kurdistanê û rojhilatê Ermîniya girte nav xwe. Kurd û Deylemî jî

di nav wan da piraniya rûniştivanên van herêman bûn.

Bûyerên vê şoreşê di du qonaxan ra derbas bûn.

Qonaxa yekem: Vê qonaxê ji salên 201-218-ê goçî (816 - 833-ê z.), di dema xelîfeyê Ebbasî El-Me'mûn kurê Harûn El-Reşîd da destpêkir. Rola herêmên çiyayî roleka erênî bû di serkeftinên şoreşgeran da. Wan xwe di çiyayên asê da, çiyayên bi mêşe û daristan da diparast; dûrî Bexdadê (paytextê xîlafetê). Leşkerên Ebbas iyan ji nawendên qût û xurdemeniyê dûr bûn û şoreşgeran êriş dibir in ser karwanên xurdemeniya leşkerê Ebbasî û bi dest xwe va dihanîn. Wan di welatê xwe da, li nêziya nawendên qût û xurdemeniyê şerdikir, rê û derbên çiyayên xwe baş nasdikirin û di şerên çiyayan da xwedî serboriyên demdirêj bûn.

Rêveberê ciwan Babekê Xûramî xwedî behremendî û hunerên leşkerî bû, taktîkên cuda û têvel diafirandin ku serkftinan pêkbîne. Wî leşkerê xwe bir bi bir beşkiribû, her birek ji wan ji aliyê rêberekî zexim û betîn va dihate birêvebirin. Şervan ticaran li cihekî taybet demeka dirêj ranediwestiyan; herdem cihê xwe diguhartin. Wan ji cihên xwe yên bilind da û li bihur û geliyên teng êriş dibir ser leşkerên dijmin û karwanên wan yên xurdemeniyê; şerên bi lez dikirin û kelahên dijmin, nawendên wan diroxandin û vedikişiyan warên xwe yên asê. Leşkerên xîlafetê nedikarîn bidin pey wan. Ev taktîkên leşkerî bi xwe ne ku şervanên Kurd di piraniya şoreşên xwe da di sedsalên 19-an û 20-an da jî bikar anîne û di dema niha da bi navê şerê gerîlatî tê naskirin(1).

Wek her car, dîroknivîsên serdariya Ebbasî Babek sûcdar kirin ku kuştin û serjêkir inan pêktîne. Ev sûc û tawanbarî bi xwe ne, ku dijminan bi şoreşgerên Kurd va di sedsala 20-an da jî zeliqandine. Lê belê rastî ewe ku şervanên Xûramî ji kuştin û xwînrijandinê nefret dikir in, tenha ji neçarî û ji bo parastina xwe leşkerên dijmin dikuştin. Ji ber ku, li gor baweriya Yezdaniyê kuştin nahêle ku giyan bigihîne asta bilind û temambûnê. Behaneya vê yekê ewe ku dema di qonaxa dawî da leşkerê xîlafetê biserket û bajarê Baz (Bez), paytextê şoreşê dagîr kir, dîtin ku hefthezar û şeşsed dîlên Misilmanan li ba wan hebûn, dîtin

dîlên jin gova û şahid bûn ku Babek bi başî û qencî bi wan ra dida û distand.

Pir caran tabûrên leşkerê yên gewre û bi çekên giran ji ber şoreşgeran bazdidan. Ev leşkerên gewre bi rêveberiya kesayetiyên payebilind yên dewleta Ebbasî bûn, ji wan kesan, Mihemmed Bin Humeyd El-Tûsî, Îsa Bin Mihemmed û Elî Bin Sedeqeh. Yek ji şer û cengên here gewre di navbera şoreşgeran û leşkerên xîlafetê da, şerê çiyayê Heştadser di sala 214-ê gocî (829-ê z.) da bû ku heft kîlometran li rojhilatê bajarê Baz dikeve. Di vî şerî da, Babek li geliyan û paş hîm û zinaran kemîn amade kiribûn. Gava Mihemmed Bin Humeyd El-Tûsî bi leşkerên xwe va kete herêma şoreşê û berê xwe da keleha Baz, Babek û leşkerên xwe ji warên bilind da xwe berdane ser wan û kemîngeran jî ji paş va êriş wan kirin. Dijmin şikest û Mihemmd El-Tûsî di şer da hate kuştin(1).

Qonaxa duwem: Ev qonax ji sala 218-222-ê goçî (833 –837-ê z.) berdewam dike. Di vê demê da xelîfe El-Mu'tesim kurê Harûn El-Reşîd li ser text bû. Di vê qonaxê da leşkerê xîlafetê ji têkçûnan ber bi serkeftinan va çû. Yek ji şer û cengên here navdar, şerê bereya Hemezan / Amedan sala 218-ê goçî (833-ê z.) bû. Navê rêveberê Xûramiyan di vî şerî da Narseh bû. Dîroknas El-Teberî dibêje ku hejmara kuştiyên Xûramiyan gihîşte sedhezarî, ji bilî jin û zarokan. Yên ku man çûn herêma bin destê dewleta Bîzanta û li bakurê Kurdistanê hatin bicihkirin. Kurdên Kirmanc (Zaza, Dimilî) li herêma Dêrsimê û derdorên wê ji neviyên wan şoreşgerên Xûramî ne(1).

Wek encama biserketina leşkerên xîlafetê di bereya Hemezanê da, herêmên şoreşê tenha di Azerbeycanê da man. Leşkerên xîlafetê li dijî Xûramiyan di navbera salên 218-220-ê goçî (833-835-ê z.) da biserketin, pir kes ji wan kuştin, pir kes jî dîl girtin û dîlên Misilmanan rizgar kirin. Yek ji bûyerên here navdar yên vê qonaxê dîlkirina rêveber Ismet Kurdî bû. Sedem jî ew bû ku Mihemmed Bin Be'îs, xwediyê herdu kelehên Tebrîz û Şahî ji piştgirên Babek bû. Lê belê, piştî biserketina leşkerê xîlafetê di bereya Hemezanê da, xelîfe El-Mu'tesim bi nehînî jêra nivîsand û wisa alîkariya leşkerê xîlafetê kir. Û gava Îsmet di ba wî ra derbas bû û lê bû mêhvan, mey û şerab da wî heya ku mest û serxweş ket. Di pey ra ew girt, hinek ji leşkerên wî kuştin û ew wek dîl şande Bexdadê. Dîlkirina Îsmet ziyan û zirara here girîng ji bo şoreşê bû(1).

Di salên navbera 220-222-ê goçî (835-837-ê z.) da rêveberê leşkerê leşkerê xîlafetê turkek bû bi navê Efşîn. Navê wî yê rastîn Heyder Bin Kawûs bû. Ev kes di destpêkê da kole bû û

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama SiyasîXeleka Gotaran: Kurd û Îslama SiyasîXeleka Gotaran: Kurd û Îslama SiyasîXeleka Gotaran: Kurd û Îslama Siyasî

Xeleka 33

5 Qonaxên şoreşa Babekê Xûramî

Page 12: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

DDDDÎRRRROOOOKKKK ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

12

Zagros Osman

ÎTALYA BERÊ ÛÎTALYA BERÊ ÛÎTALYA BERÊ ÛÎTALYA BERÊ Û KURDISTANAKURDISTANAKURDISTANAKURDISTANA NÛHANÛHANÛHANÛHA

paşê bilind bû heya gihîşt asta rêveberên mezin. Dayîka xelîfe El-Mu'tesim jî cariyeka turk bû. El-Mu'tesim baweriya xwe bi Ereb û Farisan nedikir. Ji lewra, gelek koleyên Turk xistin nav leşkerê, Efşîn jî yek ji wan bû û di rêvebirina şer û cengan da jîrek bû. Gelek şer û ceng di navbera Babek û Efşîn da pêkhatin. Babek hin serkeftin pêkanîn, lê belê neçar ma ku paşva vekişe. Babek di şerê Heştadser yê duwem da sala 221-ê goçî (836-ê z.) zirar kir û yek ji rêberên leşkerên wî bi navê Turxan bi doxmanî (îxanetî) hate kuştin. Vê bûyerê bandoreka mezin li bereya şoreşgeran kir(1).

Di sala 222-ê goçî (836-ê z.) da şerekî girîng di navbera leşkerê Babek û leşkerê Efşîn da li ber çemê Kilanroz, li nêziya keleha Baz (Bez) pêkhat û leşkerê Babek bi sedema pozbilindiya rêveberekî wî yê bi navê Azîn (Adîn) têkçû ku girîngî neda leşkerê xîlafetê û guh neda fermanên Babek ku haydar be. Ji ber wê, rê li ber Efşîn vebû ku keleha Baz, nawenda Bebek û şoreşê dorpêç bike. Ev keleh li ser çiyayê Qeredaxê, li başûrê çemê Arasê ye(1).

Sedemên here berz ku leşkerê xîlafetê li dijî şoreşgeran biserket evin:

1- Şikestina bereya Hemezanê ku bi sedema wê Xûramiyên başûr ji yên bakur (Azerbeycan û derdorên wê) hatin birîn.

2- Jîrekiya Efşîn ya leşkerî û pilanên wî bi dirêjkir ina şer û dorpêçkir ina herêmên şoreşê, birîna xurdemenî û posatê ji ser wan û kuştin û dîlkirina rêveberên şoreşê yên dilsoz û payebilind.

3- Pêkanîna hin hêzên taybet bi navê Gûhbanî ku di şerên çiyayan da xwedî serborî bûn. Ji bilî anîna pir şervanên Turk ji herêmên Ferxane û Eşrûsne (Ozbekistan û Turkmanistana niha).

4- Biserketina Xûramiyan dihate wê maneyê ku xîlafet nîveka herêma serdariya xwe ya rojhilat zirar bike. Ji lewra, El- Mu'tesim herêma ku warê bingehîn yê malbata wî Rustaqa (herêma) Ferîdîn

rojhilat Ku mirov paşî kongira Viyenna li ser rewşa Îtalya

bisekine, emê bibînin ku ev welat hatibû perçekirin, di her

perçakî de mîrnişînên ji hev cuda peyda bibûn, Ostirya peşek ji

van mîrnişînên Îtalî bi şêweyekî zindî dagirkiribû, û peşekî

dîtir dibin serweriya xwe re otûnomî pêşkêşî wan kiribû, lê

hikimdarîya wan di destên Mîrin Ostirî û Firansî de bû, tê wate

ku Îtaliyan hikimdarî li dewletên xwe ne dikirin, li kêleka van

mîrnişînan dewleta Vatîkan jî hebû a ku Papa hikimdarî lê dikir,

di navbira van mîrnişînên Îtalî de tenha Şaneşîna Bîmont

dewletek serbixwe bû, loma ew bibû hêviya hemî Îtaliyên

neştemanperwer û azadîxwaz.

Elmanya jî di wê demê de, hatibû perçekirin "39" dewletên Elmanî ji hev cuda hebûn, dibin serweriya Ostirya de Yekitiya

Cêrmanî di navbira xwe de avakirin, û encûmenê yekitiyê damizrandin bi navê (Dît), lê Ostirya Dît pûçkir û rêneda ku bi erkê xwe rabe, ta ku hêviyên netewa Elmanî bicîbîne, di neqeba 39 dewletên Elmanî de dewleta Birusya tenha a ku serbixwebû, ewê lîderiya tevgera netewî Elmanî dikir jibo serxwebûn û yekîtiyê .

Diyare ku mercên Îtalya û Elmanya di sedsala 19an de gelekî dijwarbûn, seqa siyasî ne a ku tevgera netewî bi karibe tê de kar

hemû şiyanên daringî (madî) û manewî xistin xizmeta biserketina xwe li dijî şoreşê.

5- Kêmasî û texsîra gelek derebeg û tirsonekan ku xwe dan aliyê leşkerê xîlafetê û Efşîn jî gelek qelawûz û sîxur li herêmên şoreşê belav kirin; hem agahdarî digihandin wî û hem jî agahdariyên sexte û neyînî li dijî şoreşê belav dikirin.

6- Babek hevpeymanek li gel Qeyserê Romê Theophile li darxistibû. Dema leşkerê xîlafetê êriş anî bereya Azerbeycanê, Babek ji Theophile xwast ku bereyeka şer li dijî dewleta Ebbasî veke, da ku zor ji ser şoreşgeran kêm bibe. Lê belê Theophile ev daxwaz bi paş va xist heyanî ku şoreş têkçû(1).

Niha tenha ma ku em zanibin, dema piştî wê, dawiya Babek û ya şoreşê çawa bû?

Jêder 1 Bernard Louis, Ereb di dîrokê da, rûpel 144. Huseyn Qasim El-Ezîz: El-

Babekiye, rûpel 212 - 215.

2 Ebu Henife El-Deynuri, Agahdariyê Dirêj, rûpel 403. El-Teberi, Dîroka

El-Teberi, 8/622. Ibin El-Esîr: El-Kamel fî Tarîx, 5/560.

3 El-teberi, Dîroka El-Teberi, 4/59. Ibin El-Esîr: El-Kamel fî Tarîx, 6/38.

4 El-Teberi, Dîroka El-Teberi, 9/12.

5 Ebu Henife El-Deynuri, Agahdariyê Dirêj, rûpel 403. El-Teberi, Dîroka

El-Teberi, 9/11, 28.

6 El-Teberi, Dîroka El-Teberi, 9/29-30. Ibin El-Esîr: El-Kamel fî Tarîx,

6/24.

7 El-Teberi, Dîroka El-Teberi, 9/56. Huseyn Qasim El-Ezîz: El-Babekiye,

rûpel 226.

Dema ku şoreşa Firansî rabû 1789 û zincîrek şerên dirêj bi xwe re

anî, nemaze di dema Napoleon Bonaparte de, gef li rêcîma

Qiralîya bêbend bû. Tê zanîn ku Qiralîya bêbend di sedsala 19an

de destlatdarî li piraniya welatên Europa dikir, loma şahên

Europa biryar dan ku şerê N. Bonaparte bikin, û di cenga

Waterloo de di Sala 1815an de Bonaparte têkbirin, paş re Qiralan

kongira Viyenna lidarxistin da ku nexşeke nû ji Europa re

xêzbikin, û jibo nehêlana bandora Bîrokên şoreşa Firansî li

Europa belabibin.

Kongira Viyenna li darket ji bo destlatdariya Qiralan biparêze, loma biryarên kongirê li gorî berjewendiyên Qiralan derçûn, ne li

gorî daxwazên Miletên Europî, ê ku bihna bayê şoreşa Firansî kiribûn, û bi saya wê gelên Europa hay birin ser mafên mirovan û pirensîbên wekhevî, dadwerî, destur, perlemento, miletên Europa doza guhertin û rîformê kirin, û şoreş li gelek deverên Europa teqiyan di sala 1830an û sala 1848an de, hinek ji wan biserketin û hinekên dîtir şikestin nemaze di Europa navîn de, çimkî ew deverên hanê kontrol kiribûn ji hêla Împeretoriya Ostirya (Nemsa) ve, a ku wê demê serwerî li kampa sîstemên kevneperest li Europa dikir, jibo wilo şoreşên gelên bindest serkutkir û destgirt ser gelek welatan li Europa navîn û a biserketin di dema Dewleta Osmanî da heya sala 1848-an serdarî

Page 13: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

13 DDDDÎRRRROOOOKKKK

û xebatê bike, merov dipirse eger evqas alozî û astengî û zehmetî hebûn ka çawa van gelan ev qonaxa xerab derbaskirin û biserketin.

Pêdiviye ku rewşenbîr û siyasîyên kurd, dîroka tevgerên netewî bixwînin ta ku mirov serbûriyan ji xebat û beza wan werbigre.

Ku em tevgerên netewî yên herî serkeftî bişopînin emê di navbira wan de tevgera Îtalî û a Elmanî bibînin, tiştekî balkêşe ku rewşa tevgera azadîxwaz a Kurdî di îro roj de ji gelek aliyan ve ne

dûrî rewşa herdû welata ye di sedsala 19an de , Kurdistan di sedsala 21ê de perçekirî ye û dagirkirî ye, Îtalya û Elmanya jî di sedsala 19an wilo bûn , îro roj perçak ji Kurdistanê nîv serbixwe ye, di wê demê di Îtalya û Elmanya de tenha perçakî serbixwe hebû, nuha dijmin û dijber Kurdistanê dorpêç dikin ,wê çaxê Îtalya û Elmanya jî dorpêçkirîbûn, wê demê Şaneşîna Bîmont a serbixwe li Îtalya bibû hêviya tevgera netwî a Îtalî, û her weha Şaneşîna Birusya a serbixwe li Elmanya bibû hêviya tevgera netewî a Elmanî, di vê serdemê de Kurdistana Başur bûye hêviya tevgra netewî a Kurdî.

Serbûrîya tevgera Îtalî û Elmanî diyar dikin ku miletên zindî çiqas

zehmetî û astengî bibînin wê bêtir xurt bibin û hêviyên wan şînbibin ta ku biserkevin, û mafên xwe bistînin û Armancên xweyî netewî bicîbînin, ma gelo netewa Kurd ne miletekî zindiya ta ku bi karibe xebata xwe berdewam bike wekî Îtalyan û Elmaniyan .

Me got: Bîmont li Îtalya bi tenha dewletek serbixwebû, û li Elmanya dewleta Birusya serbixwebû, hikûmetên herdû dewletan barê rizgarkirina miletên xwe evêtin ser milên xwe û jibo yekitiya weltên xwe xebat kirin da ku armanca xwe jibo avakirina dewletek yekbuyî pêkbînin, lê bicîkirina van armancên mezin ne hesane bû û ne bi xewin û hêviyan bû lê bi xebat û kar

û zanîn û sîstem û lîderên jîr û canfîda û qiralên hêja bû.

Bîmont dest bi karkir jibo rizgarkirina Îtalya lê seqa hundir û derve ne duristbûn, mîrgeh dibin siya Ostirya dene, ji tirsa Ostirya dewletên Europa newêrîbûn têkiliya bi Bîmont re bikin, Bîmont dixwest ku hevbendî bi dewletên Europa re avabike jibo bi karibe şerê Ostirya bike, belê di mercên dijwar de û qonaxên awerte de lîderên dîrokî rola xwe di jiyana gelên xwe de dileyizin û dikarin berê dîrokê bizîvirînin û guhertinê çêkin, û tevgera netewî ji dorpêçkirinê biflitînin û têkiliyan bi aliyên dîtir re xwedî bikin û himbêrî dûjminên xwe dost û hevalan peydabikin, di vî warî de diblomasiya Bîmont hewlda ku

dewletên Europa dûrî Ostirya bixe û nêzîkî xwe bike, diblomasiya Bîmont armancên xwe pêkanîn, û xwe amedekir jibo şerê Ostirya bike, hinek faktrên nû peydabûn xismeta tevgera netewî li Îtalya kirin ewana jî evn:

- Azadîxwazên Îtalya bi lîderiya Garîbaldî hêzek ji girêla avakirin vê hêzê alîkariya Bîmont dikir û piştgirî da şoreşên ku li mîrgehên Îtalî rabûn dijî serweriya Ostirya.

- Ramyarên Îtalyî mîna C. Matzînî Gel perwerdekirin jibo bihêzkirina hestên neştemanî û belavkirina Bîrokên Netewî .

-Şo reşa Firansî û şerên N: Bonaparte çavêt Îtaliyan vekir rabûn doza azadî û destur kirin .

-Papayê Fatîkan: Biyosê 9mîn papayekî Çakxwaz û rizgarîxwazbû guhertin û rîform çêkirin destur diyarî gelê xwe kir, neçar mîrnişînan şopa wî girt û destur ragihandin .

-Paşayê Bîmont F: Îmanowêl dijberê rêcîma bêbend bû ew

dilxwazê destur û perlemento bû, jibo wilo wî parastina destur

Muslimê Xurasanî di sala 137-ê goçî (754-ê z.) li pey hev

dikir û hewldikir ku dewleta wî serfiraz bimîne, vî qiralê zane û hêja karê xwe û şerê Ostirya kir rabû dewleta xwe bihêzkir bi alîkariya serok wezîrê xweyî herî kone û zane Kafûr Ê ku pirogramekî siyasî danî jibo dewletê avabike, siyaseta Kafur ji Aliyê hundirû de başkirina rewşa abûrî û perwerde û bihêzkirina artêşê, ji aliyê derve de têkilyên xurt bi Firansa û Rusya re vekir jibo ji rexê siyasî ve hevbend ji Ostirya re nemînin û wê dorpêç bike ta bi karibe şerê wê bike .

bi vî awayî qiralgeha Bîmont tev hemî astengî û zehmetî û aloziya wek dewletekê xwe anî hebûnê û cihê xwe di civaka Europî de çêkir, û amedebû ku xebata netewî derbasî qonaxa piratîk bike da ku armancên netwa Îtalî pêkbîne, Kafûr daket cengên leşkerî û siyasî ta ku deverên Îtalyî Ê ku dibin destê Ostirya de ne rizgarbike û mîrghên welatê xwe ji bin bandora Biyanî derîne û Îtalya serbixwe û yekgirtû ava bike, wî berê xwe da Ostirya wek dujminekî herî mezin û hevbendî bi Firansa re kir, di cenga Macinta – Solvorîno de 1859an Kafûr herêma Lombardya ji Ostirya stand û di sala 1860î de mîrgehên Îtalya navîn tevlî qiralgeha Bîmont bûn , di vê salê de Garîbaldî 1000 girêla ajot

Îtalya başur û derbasî Napolî bû , Firansa nerazîbûna xwe diyar kir û zirt dan Kafûr eger Garîbaldî Şoreşvanên xwe venekşîne wê Parîsê bi hêza leşkerî debasî Îtalya bibe, Kafûr ji Parîs re da xuyanê qaşo ew ji karê Garîbaldî neraziye lê bi şêweyekî nehêne alîkarî bi Garîbaldî re dikir, Kafûr Artêş şand Îtalya başur bi mehna kontrolkirina rewşê li wê deverê, dema artêşê di riya xwe re destdanî ser Îtalya navîn ji bilî Roma ve çimkî ji berê de hêzek Firansî parastina wê dikir, artêş derbasî Napolî bû û Garîbaldî Çarenusa Bajar sipart şah F . Îmanowêl û bangda miletê deverê got :heydê silavê li qiralê Îtalya bikin bi vê gotinê Garîbaldî nîşan da ku ew destlatdariya ŞahF.

Îmanowêl wek qiral ji hemî Îtalya re qebul dike, di Sala 1870an de şerekî navdar di neqeba Elmanya û Firansa de derket, Îtalya derfetek di vî Şerî de dît jibo derbsî Roma bibe paşî ku ew hêza Firansî jê kişya bi sedema wî şerî, Îtalyan ragihandin ku Roma paytexta Îtalya yekgirtû ye.

min çiqasî hayê xwe dayê min dît gelek Xalên hevbeş di neqeba Bîmont di Sedsala 19an de û Kurdstana Başur di Sedsala 21ê de hene, Bîmont bû Keleha hemî Azadîxwazan li seranserê Îtalya, û bû hêviya Netewa Îtalî jibo serxwebûn û azadiyê, nuha jî Hewlêr dibe keleha Kurdên rizgarîxwaz û hêviya netewa Kurd a ku Hewlêr dibîne mîna serwer bo tevgera netewî .

Kurd miletekî zindîye, ne kêmî van miletên ku armancên xweyî gewre pêkanîn.

Rola ku Bîmont li Îtalya lîstibû, Birusya li Elmanya lîst di sedsala 19an de bandora Ostirya li Elmanya pir hebû lê Birusya dest bi guhertin û rîformê kir û bi saya Şêwirmend Bismark (Serok Wezîr) artêş xurt bû, şûn de Birusya mîna Bîmont derbasî gelek şeran bû, di destpêkê de şerê Danîmark kir û 2 kanton jê qezenc kir û bi ser xaka Elmanya ve berda, paş re şerê Ostirya bi xwe kir û piranya Mîrnişînên Elmanî Ê ku dibin destê Ostirya de bûn rizgar kir, û di sala 1870ê de Şerê Firansa kir û Armancê xwe ji vî Şerî cîbicî kir, paşî zincîra van Şeran, Elmanya wek hêzeke

herî mezin di Europa navîn de derket holê, û tevgera netewî a Elmanî armancên xwe jibo serxwbûn û yekitiyî pêkanî .

xebata van herdû netewan dide xuyanê ku çiqasî merc ne lgorî xebata miletên bindestbin wê ev milet bi karibin bi vînek hesinî û karên durist qonaxên dijwar derbaskin, hêvya me ew ku tevgera netewî a kurdî pêngavên mezin bavêje ta ku em jî mîna Îtaliyan û Elmaniyan têkevin rêza gelên cîhanê.

Page 14: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Zarokê wî gotin çiye.!

Omer ji wan re got: ya baş ewe ku em ji vê derê herin beriya herdû kur mamê we werin, bi sê navê xwedê, îro ne roja meye, ya baş em xwînîn bibin bi dereka xwe ve herin, çêtire beriya ku herdû kur mamê we werin, ya hûnê wan bi kujin û yan ewê we bi kujin?. Em li vir bimînin û herdû kur mamê we werin û bibînin va bavê wa hatiye kuştin, xwîna wa gerime, xwîn li erdêye, yan divê hûn herdûka jî bikujin û yan wê ew we bikujin. Lawo kî ji we werê kuştin, çi ew bin û çi hûn bin, mala min xiradibê, çi kur û çi birazî. Lawo Mîroz ma ev te çi bela vê sibihê bi serê min de anî, ev çi Xwedê kûrahî bi çavê tede anî kuro, ma ev kare mirov dikê!?

Hecî Izêr û Mîrzo bûn ji bavê xwe re gotin; keyfa teye, em li ber te sekinîne, mane yê ku hatî kuştin birayê teye, û yê werin jî biraziyê tene, em li ber te sekinîne, çi ji me di xwazê em amadene...

Eshed got: ez bim em naçin û bi deriya nakevin, çi dema ku herdû kur mamê me hatin û li xwe nexweşkirin, va ez û va ew bila min ji dêla bavê xwe ve bi kujin, çêtire em herin bi deriya bi Kevin û ji gundê xwe koçber bibin. Berdana gund bi xwe kuştine, emê çawe debora serê xwe bikin emê vê malê li ku bi cih bikin!?

Bavê wî gotiyê; agir bi mala te keto, tu wa bikujê mala min xirabû, û ew te bi kujin mala min xirabû, ma ti kîye û ew kîne. Ya baş ewe ku em ji gund barbikin, beriya ew werin, da nizanibin em bi kude çûne, çêtire emê li deriya bi mîn in ta ku Kevin bûyî, û bêhna wa fere bûyî, wê çaxê em dikarin werin gundê xwe, ez wisa baş tir dibînim?

Eshed got: ez bim em naçin.

Omer axa got: na emê herin.

Eshed dêna xwe dayê ku wê herin, rabû ji wan re got: binêrin ezê bi were werim, lê va ez ji were dibêjim, emê herin xorbetê, talan kirin, jin revandin û kuştin têde heye, xelk serê we li ber çavê min jêbikê ez narajim kêrê ji ser situyê we ranakim, we divê herin û we divê neçin, va min ji were got: hûn bi dilê xwe, ne ji barkirin û danîna kon û malê pêve ez serê xwe bi tiştekî na êşînim, û tiştekî ji min ne xwazin ji van pêve.. îca hûn bi dilê xwe ne, hûn sibî tiştekê dî ji min nexwazin..?.

Omer axa û Mîrzo û Izêr jêre gotin, yabo vê ji mere bike mala te ava. em ji vê pêve tiştekê dî ji te naxwazin.. Omer dengê xwe li pîreka kir ji wan re got ka em Konê xwe li erdê xin, hûn jî kara xwe bikin emê herin, beriya ku herdû bira ji Mûsilê werin? Li bayê bezê pîreka hûre mûrê malê dane hev, zilama jî kon li hev pêçan û li dewarê xwe kirin, ji gundê Dibana barkirin berê xwe dane bakur..., gundê xwe li şûn xwe ve hiştin.

Lê bi hestin ji hev ketî, dilekî dagirtî kul û xem, nizan in ka bê çi li pêşiya wa ye, wê di kûre derkevin? wê xwe li kî bigrin çi ji wan hinek ji vî giyanê gerdûnî dikeve laşê kesekî xwedî hêz û

wan re veşartiye di rojên tê de..? wê çûna wa baştir û xweştir be ji mana wan di gunde de yan wê li çûna xwe poşman bibin. Pîrek û zarok li dewara siwarin zilam bi wan re dimeş in, serê wan di ber wan deye, Kes bi kesî re na axivê, her yek ji wan sed pirsên bê bersiv di serê wî de di çin û tên.. Omer axa di bin kula de hema ewe mejiyê wî li hev na kevê, dikê nakê tişket pêre dernakevê.., dilê wî sê kopalî lê dixê, singa wî dirabê û di rûnê.. ev roj û roja do li ber wî weka xewnekî ne jiyna xwe û bira yê xwe tînê bîra xwe, çiqasî ji hev hesdikir in, beriya ku herdû jinê bîn in û zarok ji wan re çêbibin, herdû bira bi serê hev sûnd dixwarin, bê hevdû ne diçûn ser gora bavê xwe. Ka ev birayê ku hewqa li ber dilê wî şêrîn bû, va bi destê kurê wî hate kuştin, ji ber çavê wî winda bû dike nakê nikarê bawer bike. Ji xwe re dibêjê ma ev xewne yan bi rastî birayê min bi destê kurê min hate kuştin?

Tiştê ku karîn bi xwe re bi bin barkirin, li pişta qantir û hesp û mehîna girêdan, çûn li ber ava Hîzil sekinîn, bi dilekî kul û pazdehê herişî ava Hîzil derbaskirin, berê xwe dane Zozana, lê bi ser giraniya kula li ser dilê wan pitepita Eshede bi serê wan de ye, lê mane bavê wan ev biriyar daye kes nikarê li pêş iyê bi sekinê, çûn gihan deşta Rihayê deşteka fereye, xemiliye, giya xwe li kaba mirova dixê, bi gul û gul çîçeka bêna endeko, nefel û beybûnokê xwe li quntara çiyê digrê.., çûka xwe li wê deşta xweş û hînik û têr çêre girtine pirpirîk li ser wan kulîka jixwere şahiyê dikin hayê wan ji barê ku li ser milê Omer axa nîne ew di şahiya xwe dene...

Li deşta Rihayê konê xwe vedan, konê axa ye mezine, konê dih pazde sitûne.. Omer axa û hersê kurê xwe li dora konê xwe re çûne û hatin ta ku ew kon bi zorê vedan, rewenge li dorê pêçan, konê bitenê li wê deştê bi destê kura û bavê hate vedan, Kes nîne ku arî wan bikê, kon girane ne heneke, lê mecbûrin, konê xwe vedin, demak dirêj li ber konê xwe dan ta ku vedan, û Pîreka di peywan re ber û mehfûr û kulav li binê kon danîn, zilam di bin konê xwe de rûniştin.., piştî di sê roja sewalê wan jî giha wê deştê.. Şivana pezê xwe berdane wê deştê giya kabekî rabûye, deşta Mîrê Rihayê ye, zû û bi zû û bê ku Mîrê Rihayê rê bidê wan teyîr bi teyratiya xwe nikarin li nav deyn in.., ji lewma giyayê wê didê kaba zilama, nefela çar pel ya sê pel giya xwîn ce gasî li cîna giya bi ser sewêl dikevê, sewal di nav de winda dibê, pezê ku ji deşta pêşiya gundê Dibana hatî ji wê beriya hişk û hola û ketî di nav vî giya yê Zozana de wek sêwiyê birçî û çav li xwarineka xweş bike, çawe devê wî gazekî diminê ji hev, wisa li pezê wan hatiye sewalê wan bi xwe ji vê xweşiya ku ew ketinê maye behitî...?

Ji pêz re xweşî û şahiye, lê ji Omer axa re yê ku ji ser termê birayê xwe hatî dûjihe.., devê Omer axa ne li xwarinê ne li axavtinê ve dibê, dilê wî hatiye girtin, jiyan li ber çavê wî bûye dûjih, ew di bin kul û xem û mitalan de maye, ta bi wê mêrga weka çaviyek ji çaviyê buhiştê li ber çavê wî bûye deştek rip û rût û çoleke berdayî.., rêya wî di kevelê wî de nîne, wekû ku hin destê xwe deynin ser devê wî hilma wî bi zor diçê û tê...

ffffoooollllkkkklllloooorrrr ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

14

Luqman Silêman

Şerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û IzêrŞerê Mîrzo û Izêr (Xeleka -2)

Page 15: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

15 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

ffffoooollllkkkklllloooorrrr

Berhevkirina: Kemal Tolan û Ahmedê Îskan

Du çîrokên folklorî

Ez di 06.08.12 de çûme bajarokê Ahlten û li mala xalê Ahmedê

Îskan(Ediz) bûme mêvan. Min xalê Ahmedê Îskan hêja di sala

1971 de li Wêranşehîrê naskiribû. Min hîna ji wî wextî ve diazînî

bû ku xalê Ahmedê Îskan jî hinek serpêkhatî û çîrokan dizane.

Min lave jê kir ku ew hinek çîrokan ji min ra bibêje*.

Xalê Ahmed dibêje, min ev çîrok ji pêşiyên xwe girtine.

cotkarek bi herdû ga yên xwe cot dike.

1. Ecêbe ku meriv li ber çavên cotkar û gayekî ku di bin nîr de girêdayî be bidize!

Rojekê dûheb heval di rêyekê de diçûn û bala xwe danê ku wa cotkarek bi herdû ga yên xwe cot dike. Yekî gote yekî, wele ez

dikarim vêga gayekî vî cotkarî jê bidizim.

Hevalê dinê got, pe mal ne mîrato, wa camêr cotê xwe dike û tû

yê çewa wisa gayekî jê bidizî?

Hevalê ku îda dike dêje başe, ezê niha şanî te bikim, bê ezê çewa

gayekî di bin nîr de girêdayî, li ber çavên te û cotkar bidizim. Ezê

niha biçim xwe berdime vê newalan han, tû jî here li wêdera han,

li ser wê şikêrkê rûne û gelek caran gazî bike bêje, ecêbê li tê

ecêbê, werine diyarî vê ecebê. Wê cotariyê acis bive û ewê bêye

bat e. Ezê jî herim gayekî wî ji bin nîr derxînim, berdim û yekî jî jê

ra bihêlim.

Gava hevalê ku li ser wê şikêrkê rûniştî gelek caran gazî dike û di

bêje, ecêbê li tê ecêbê, werine diyarî vê ecebê. Cotarî ji vê gaziya

wî acis bû, cot rawestand, pişta xwe da cot û çu ba yê gazî dike.

Heta cotarî xwe gihande ba wî kesê ku li ser wê şikêrkê rûniştiye

û hima gazî dike, hevalê ku xwe di newalê de veşartibû hat,

gayek ji bin nîrê cot berda û bire newalê.

Hinga cotkarî gehîşte ba kesê ku li ser wê şikêrkê rûniştiye gotê,

kuro çi ecêb ecêba te ye, te guhên min ker kirin û te rihê min

sitand, mal ne mîrat!

Kerbeş pepkê gur, sê bisko, bilbizêk, tirşok, pîrqelaçik, gûriz, dendefrîş, Elîcamêr, xerdel, zehferan, kardî, rizkê rûvî, sitirîzerik, sîvanok tehlî, darhîrok, gûlik, bereqiran, kerbeş, botav, qolek, hemî celebê giya li wê mêrgê hene, hin ji wan giya bi ser bejna mirova dikevin, û hin ji wa li derdorê gundê Omer axa qet ticarî çê nebûne û çê nabin. Sewalê wan ew giya ne xwariye, ji lewma dema ku sewalê wan kete wê deştê de û ew giya xwar, nema ji cihê xwe diçû, hema di cihê xwe de di çêrî, evê yekê pir keyfa Şivana jî tanî ew jî jixwere li serê latekî dirûniştin û kûçikê wan bi wan re jixwere li sewalê xwe guhdarî dikirin, devê wa ji eşqa ne dikete ser hev diranê wan ji dûrahiya di ser sed erd xuyadikir in.

Çend rojê wa li wê deştê derbas bûn, sewalê wa xwe ji dora kon ber ne dida, hingî giyayê deşta Rihayê bi sewalê wa xweş dihat, sewalê ku ji beriyak ripî rût hatî..

Ew dever hemî milkê Mîrê Rihayê ye, her serê heftîkî yan kêmtir zêdetir wê Mîr çend xulamên xwe bidê dora xwe û berê xwe bidê deştê, him seyrane û him serekî li kozê xwe didê û him jî jixwere nêçîrê dikê, ta êvarî vedigerê tê malê.

Li wê deştê bêna mirova der dikvê ji wî bayê xweş ji bêna gul û giya ji wê ava cemidî ji dengê teyrik û tiyora ji keriyê pez koviya ji keriyê xezala hema mirov di xwazê ku mirov bi şev û roj li wê deştê bê, ne xasim di buharê de, destê mirov jê nebê ku mirov jê dûr bikevê..

Tahir Begê sê çar xulamê xwe dane dora xwe û berê xwe da deşta Rihayî, bayê hînik li pozê wan dixe, hesip di bin wan de dilîzin, cehnûka qemera anî beşa çar salî di bin Tahir Begê de ye, dema ku Tahir lingê xwe li bin zikê wê didê weka gula ku ji devê tivingê derkevê mirov pêre nagihê, ku lê binêrê ji ber çavê mirov win da dibê. Cehnûya qemer wek bablîsokê li dora xulama diçê û tê. Ta ku cehnûya qemer di bin siwarê xwe de gerim nebê nasekinê.

Hîn ji dûr ve Tahir Begê dûrbîna xwe da ber çavên xwe li deşta Rihayêa meyzand, dî va konek wê li binê deşta wî daniye...? Çaxê ku Tahir çav li kon kir, aqil di serê wî de nema, li xulamê xwe zîvirî ji yekî ji wan re got: ma kesê ku navê min sihkirî bê izna min dikarê konê xwe di nav milkê min de deynê û kozê min bi çêrînê…!?

Page 16: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Hevalê ku li ser wê şikêrkê rûniştiye gote cotkarî, kuro mal ne

mîrato, ne ecêbe ku tû ji şevqê ve bi gayekî tenê cot dikî.

Cotkar li pişt xwe zivirî, dîna xwe da cot ku gayekî tenê bihalt ve

heye û ew jî mîna me ya vêga ma ecêbmayî.

Çîroka me li virê qediya û bila rahma Xwedê li dê û bavên me

hemiyan be!

2. Eger ku min çêleka te biribe, bila Xwedê bike ez di qirnê çardan de bi mirim*!

Zemanekî dû kesên ku ji wextê bav-kalên xwe ve timî cînarên

hevûdinê bûn hebûn. Rojekê gava yek serê sibê radibe diçe ku

êm bide dewarên xwe, dîbîne ku hinekan çêlekeke wî ji pangê

diziye. Ew şiba cînarê xwe dibe û diçe dêje cînarê xwe, wele te

çêleka min diziye.

Cînarê din jî sond xwar û got, bi Xwedê min çêleka te ne biriye.

Lê, baweriya xwediyê çêlekê pê nehat û got, îla te biriye.

Cînarê dinê cardinê sond xwar û got, heger ku min çêleka te

biriye, Xwedê bike ez di qirnê çardan de bi mirim.

Xwediyê çelekê got, kuro qirnê çardan çiye?

Cînar gote xwediyê çêlekê, wekî tû ji min bawer nakî û nizanî ka

qirnê çardan çiye, were ez û tû herinê ba kesê şerîetçî-1*.

Herdû çûne ba merivê şerîetçî û gotinê, em lavan ji te dikin ku tû

şerîeta me bibirî.

Merivê şerîetçî got, de ka derdê xwe ji min ra bêjin.

Cînarê gumanbar e got, ez û vî camerî ji wextê bav-kalan û heta

vêga em cînarên hevûdinê ne. Îro hinek hatine çêleka wî ji pangê

dizîne û ew dêje min, wele te çêleka min diziye. Min jî gelek sond

jê ra xwar û gotê, eger ku min çêleka te biriye, Xwedê bike ez di

qirnê çardan de bi mirim. Lê, ew ji min bawer nake û nizane ka

qirnê çardan çiye.

Yê şerîetçî gote xwediyê çêlekê, kuro tû ji cînarê xwe bawernakî ?

Xwediyê çêlekê dîsa got, na bi Xwedê, ez ji wî bawer nakim.

Yê şerîetçî gote xwediyê çêlekê, de here bêje kulfetê xwe, bila ew

ji bo rêwiyekê nanê sê rojan ji te ra çêke û dûre were ba min, ezê

hingê ji te ra bêjim, ka tû yê çi bikî.

Gava kulfetê xwediyê çêlekê nanê sê rojan çêkir û pêve, ew dîsa

hate ba yê şirhetçî.

Yê şerîetçî gote xwediyê çêlekê, lawo tû yê sê rojan bi rêya hanê

ve herî, lê haya te ji te hebe, te di van sê rojan çi dît û bêye

pêşiya te, gava tû vegerayê werî tû yê tevan ji min ra bêjî.

Xwediyê çêlekê kete ser wê rêya ku yê şerîetçî jê ra şanê kiriye û

çû. Roja ewilî çû gihîşte ber çemekî avê û bala xwe da avê, wa

gelek tiştikên ku mîna şimamokan delalin bi ser avê ve diçin.

Destê xwe avîte wan tiştikên ku mîna şimamokan delalin û yek ji

wan ji xwe ra girt.

Dûre gava ewî ew tiştikê mîna şimamokan delale şikand, aveke

gemarî û bîneke gelekî genî jê derket.

Ew li vê buyerê ecêbmayî dimîne û dêje, ya rebî ev tiştikên mîna

şimamokan çiqas delalin, lê çima di nava wan de ev gemar û

bîna genî he ye?

Neyse ew cardinê bi rêya xwe va çû, gava ew di ber gundekî ve

derbas dibe, bala xwe dayê wa dêleke kûçikan a hêja avise diçe û

cewrikên wê di nava wê dene direyîn. Ew li vê buyerê jî

ecêbmayî dimîne û dêje Xwedê yo, ev çi ecêbe?

Cardinê bi rêya xwe va çû, gava lê dibe êvar, ew digihîje ber

çiyayekî, dît ku wa agirek li serê çiya pêketiye. Ji xwe ra dêje, ez

herim binêrim bê ka ev agirê çiye. Gava gihîşte ba agir, dibîne ku

va sê sîtilên mezin li ser agrin û dikelin.

Dinêre ku sîtila serî û a dawî tije avin, lê ya ku di nîvî de ye, ew

valeye û agir di bin hersêkan de jî vêketiye. Ji germa re pelqikên

ava sîtila serî di pijiqin diçin dikevine ya sîtila dawî û pelqikên ava

sîtila dawî jî di pijiqin diçin dikevine ya sîtila serî.

Lê sîtila nîvîn, wisa bê av dike qije, qij û di halê xwe de di şewite.

Ew li vê buyerê jî ecêbmayî dimîne û dêje Xwedê yo, ev çi

ecêbe?

Dûre her sê rojên wî jî diqedin, ew vedigere têye malê û cardinê

diçe ba merivê şerîetçî.

Merivê şerîetçî jê diprse, de ka ji min ra bêje, gelo te çi dît û çi

hate pêşiya te?

Xwediyê çêlekê tiştê ku di her sê rojan de dîtibû û lê ecêbmayî

mabû tev ji merivê şerîetçî ra got.

Merivê şerîetçî ji xwediyê çêlekê ra dêje, lawo ew tiştikên ku te

roja ewilî mîna şimamokan delal û xweşik dîtin, ew merivên

qirnên çarda ne, lê nava wan tije gemar û bîna wan gelekî genî

ne.

Lawo ew cewrikên ku hêja di zikê dêleke kûçikan de direyiyan jî,

zarokên merivên qirnên çarda ne û ew jî mîna piraniya zarokên

vî zemanî bi xeber dê û bavên xwe nakin. Şerm û heya wan tûne

ye.

Lawo ew sîtila serî û a dawî ku tije avbûn û pelqikên ava xwe di

pijiqandine ba hevûdinê, ew jî dewlemendên qirnên çarda ne.

Merivên maladar û dewlemenden, ew jî mîna sîtilan, germayî û

xweşiya malê xwe didine hevûdinê. Merivên hêjar û belengaz jî

mîna sîtila navîn dikine qije, qij û di halê xwe de di şewitin.

Çîroka me li virê qediya û bila rahma Xwedê li dê û bavên me

hemiyan be!

*Kemal Tolan: Xalê Ahmedê Îskan(Ediz), ev çîroka di roja

06.08.2012 de li bajarokê Ahlten –Hannover`ê ji min ra û li ber

kamara min gotiye û min peyv bi peyv ji ber dengê wî

nivîsandiye.

1*-Şerîetçî : kesê li goriya zanînên Îslamê û di nav civaka

bisilmanatiyê de maf dizane!

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

16 ffffoooollllkkkklllloooorrrr

Page 17: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

� �� �� �� �

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.4444.. Xuyaye nexweşiya siyasetmedaran û partiyên wan gihaye me nivîskar û rewşenbîran, wekû diyare ji sala 2011, dema Hevbenda Nivîs kar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) tenêbû li meydana çandeyê, vê dawiyê di van herdû salên dawî de, gelek navên komikên nivîskar û rojnamevanan hatin diyar kirin û perçekirin, gelo tu çi şerovekirinê dide vê rewşê ? diyarkirin û perçekirin, gelo tu çi şerovekirinê dide vê rewşê?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 4444.. Ev tişt divegerê perwerdeya me bi tevayî, em wek

civakek ji civakên Rojhilata Navîn, têkiliyên me yên rewşenbîrî , û

danûstandin a me bi milletên derdora me re bandora xwe li

têgihiştina meyî giştî kiriye, û bi ser halan de, em bindestê

derdora xwe ne, tu dezgehên me çênebûne, ji bilî parçeyê başûr ji

Kurdistanê, ew jî hê di hinge dinga xwe avakirin û xwe

parastinêdene.

Mebesta min ji gotinê ewe, ku em nehatine perwerdekirin, da ku

em dezgeh û sandîkeyan avabikin li gorî mercên hevçerx, berevajî

vê peyvê , em di aliyê têgihiştina şaristaniyê de li paş mane.

Di her yekî ji me de gundiyekî asê heye, em hemî di xwe de xwe

dibînin ku gereke em bin yê rêber, rêberiya çibê, divê em li ser

wê, hevdû nihorî bikin .

Asta têgihiştina me ne asteke hevçerxe, û biryara me ne di destê

me de ye.

Ez bawerim di demên go werin de wê hin bi hin ev tişt nemînê û

emê karibin di bin siya yek sazî û yekîtiyê de bixebitin.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.5555.. Tu wek mirovekî rewşenbîr, ku hin caran li ser rûpela te a Facebookê hin nerînan teyî

teyî siyasî dixwînim, tu li vê rewşa aloz a ku îro welatê Sûriyê bi gelemperî û herêma kurdan bi taybetî têde derbasdibe, çawa dinerxînî?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 5555.. Em wek milletekî di hundirê nexşe ya Sûrî de

dicivin, û em bivin û nevin, em parçekin ji vê netewê bi rabûn û

rûniştinê xwe, me xwe wilo didît, lê mixabin rêjîma Şamê ji roja

desthilatdariya Be’is ve em didîtin mîna milletekî dîl, û bende.

Ji aliyekî dî ve, evê rêjîmê xwest ku me weke milletê kurd, bikê

dijminê milletê ereb, û hemî pêkhate yên Sûrî ji ol û netewan.

Çil sal ji avakirineke bê bunyad, û çil sal ji zilm û zor û lêdan û

çavsoriyê, û ji dûbare û neyrtiyê bi milletê Sûrî bi giştî û bi

milletê kurd bi taybetî re, kir ku ev rêjîme bibe gur, û bi xelkê

kevê, û kir ku kîna rêjîmê, bikeve dilê milletê Sûrî de. Pirojeyeke

wek ya ”zinnara erebî” tenê pêdiviya şoreşekê hebû, dev ji

dehan ji pirojeyên şofînî yê dîtir berde.

Di adara 2011 ande dema şoreşa Sûrî dest pê kir, me got bi xêr

hat, dema guhertinê ye, lê mixabin hin bi hin şoreşa Sûrî bû

şoreşeke çekdarî, û kînên Sunne û Elewiyan dane ser daxwazê

millet yê ku guhertin omîda wî bû, û pêre azadî, êdî em weke

kurd di nav vê cengê de, çi ji me dihate xwestin em bikin, da ku

em xwe tevlîçirava tayifî nekin, û ji me re ne gelekî xeme, kî

desthilat darbê, Sunne yan jî Elewî, tenê mafên me di bin siya

sîstemeke fidralî ji me re çareserî bû, herwiha çareseriya

girêbesta Sûrî, fidralîbû, îro nizanim ka ew fidralîjî wê werê erê

kirin an na, ji herdû aliyên hev rik yên sereke piştî vêqas wêranî,

û hev kuştin û hev oîskirin, û hev gurandin û derbi derkirinê de .

Me jî wek milletê kurd qelenekî mezin danî, û bê ku pêdiviya wê yekê hebê em wî qelenî deynin, me kurdistana Sûrî vala kir, me kûbanê ji kokde wêran kir, me bi hezaran şehîd dan, me xwe tevlî cenga xelkê kir, me karîbû xwe nekin nava wî şerî de, bi iparast,

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

17 HEVPEYVÎN

HevpeyvînaHevpeyvînaHevpeyvînaHevpeyvîna ””””Pênûsa NûPênûsa NûPênûsa NûPênûsa Nû””””

ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd ligel helbestvanê kurd

Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Abdulhamîd Yûsiv (Kasî YûsivKasî YûsivKasî YûsivKasî Yûsiv)))) Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.3333.. Di vê şopa teyî çandeyî, torevanî, helbestî de. Rewşenbîrên meyî rojavayî Kurdistanê ji berî 25 salan ta niha, çi gav avêtine, gelo cudabûneke wilo mezin û balkêş di van salan û waran de tu dipelîne?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 3333.. Di dema berî 25 salan de, alav û emrazên ragihandinê pur kêmbûn, lê îro em

dibînin her mirovek bîriwa wî ya ragihandinê di berîka wî de ye, ji ber her telifonek, bûye kamîre,

û bûye tilvizyon, û girêdaneke zindî di navbera mirovan de êû dikê ji ber bernameyên nîvisandin

û montac û şandina vîdyoyan têde hene, lewra alav pur bûne, tê bîra min dema ku te memoste

Ebdulbaqî, te pirtûka min ya yekem di danî li ser kombiyûtera te, wê demê, ez dihatim min li nik

te kombiyuter dît bê çawaye, herwiha derxistina kovara Zanîn, weke nimûne, bi awakî zor dihate

çapkirin, û me teva pelê xwe didane te û rehmetiyê Ferhadê Çelebî, hetanî we ew diguhezandin li

ser kombiyterê, we gelek zor didît. Ev ji alîyê teknîkî ve, lê ji aliyê asta nivîskaran, ez dibînim ku

nivîskar bûne gelek, lewra pîvan û mercên pênasandina nivîskar ji bo me pêwîstin, kiye nivîskar,

û çi gereke yê ku bêjê ez nivîskarim. Ji ber ku ev merc û pîvan nebin. Di nêrîna min de, gelek

pênûsên baş hene derketine, ji wê demê heta niha,û gelek zexel û qelpîjî hatiye nav bêndera

nivîskaran. Tiştê herî balkêş damezirandina yekîtiya nivîskarên kurdbû.

Page 18: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

şêwazin dî, ne şêwazê hilgirtina çekan ji rêjîma ku em 50 salî

werivandin û dîl kirin.

Di van her çar salên bûrî de qurbaniyê me bêtirbûn ji ji hemû

xesareta me ya 40 salê berî wê, yên ku me di bin siya zordariya

mala Esed de bûrandin , tevî dijminatiya wan ji hebûna me re.

Tîrora ku peyda bû, ji destê rêjîmê bû, raste Şîşanî û Efxanî , û

niza çî dî hatin Sûrî, lê kê ew anîn, ji bilî Êran û rêjîmê, û bedane

na çavê xelkên deverê.

Çawa Malikî yê piştgirê rêjîma Şamê, bi milyaran çek ji Da’iş re

hiştin û xwe kişandin, ma eger Da’iş dijminê Êran û rêjîma Şamê

ba, çim neçûn şerê Tehran û Qerdaha , çima berê xwe dane Erbîl

û Şingal û Kûbanê, dêmek leyistik ,leystika Êranê bû, ji vê yekê,

ez dibînim, gereke kurdan li Kurdistana Sûrî, destê serokatiya

herêma Kurdistanê, girtibana û xwe ji ser xeta ku wî ji wan re

dikişand bernedabana.

Lê mixabin em ji şerê Sûrî heta îro bi xesareta herî mezin der

ketine, ji ber me kurdan destê xwe ne xistiye destê hevde, û

berevajî berjewendiyên xwe yên netewî, hinan ji me destê rêjîmê

girtine, û biryarên wê pêk tênin, û hinê din destê xwe dane ber

riwê xwe, û li rewşê temaşe dikin.

Niha ev bûye demek ku şer li Yemenê çêbûye, di navbera

erebistana Siûdî, û di gel hevpeymaneke erebî, ji alîkî, û Hûsî û

Êranê ji aliyekî dî ve, hêviya min ewe ku ew şer bibê sedema ku

Êran destê alîkariyê ji rêjîma Şamê û ji girûpên xwe yên dijberiya

kurdan dikin bikşêne, ji ber Êran bi rastî bûye sedema herî mezin

ji nek rêziya kurdan re, çi li Kurdistana Sûrî û çi li herêma

Kurdistana Iraqê.

Bi lawazkirina Êranê, ez bawerim wê riya me baştir bibê, û emê

karibin gavên xwe ber bi azadiya Kurdistaneke mezintir ji sê

parêzgehên li başûr ava bikin.

Pirsa.6.. .. .. .. Di gumana te deDi gumana te deDi gumana te deDi gumana te de û ligor vê çarçewa kuû ligor vê çarçewa kuû ligor vê çarçewa kuû ligor vê çarçewa ku kurd têde dijîn, ji nakokiyê, û ne liheviyê, û kurd têde dijîn, ji nakokiyê, û ne liheviyê, û kurd têde dijîn, ji nakokiyê, û ne liheviyê, û kurd têde dijîn, ji nakokiyê, û ne liheviyê, û beravêtîkirina hemî peymanên di nav wan de, û beravêtîkirina hemî peymanên di nav wan de, û beravêtîkirina hemî peymanên di nav wan de, û beravêtîkirina hemî peymanên di nav wan de, û a dawî ” Lêvegera Siyasî”, hêvî heye ku kurd a dawî ” Lêvegera Siyasî”, hêvî heye ku kurd a dawî ” Lêvegera Siyasî”, hêvî heye ku kurd a dawî ” Lêvegera Siyasî”, hêvî heye ku kurd bighên ti armencê, û wê mafê gel bê parastin?bighên ti armencê, û wê mafê gel bê parastin?bighên ti armencê, û wê mafê gel bê parastin?bighên ti armencê, û wê mafê gel bê parastin?

Bersiva. 6.. Ev pirs kurte çîrokeka ku şiroveya pendekê dikê,

tênê bîra min,têde hatiye: ku mirovek çû mêvanî malekê,

xwarina wan jî nîsk bû, piştî xwarina xwe xwarin, ode ji mêvan re

vala kiribûn, livîna wî danîbûn, ewî jî serê xwe danî û raziha,

dipiştî ku malî kerbûn û hew deng ji wan hat, bû xure xura ûrê yê

mêvan, xwest herê çola dora xanî ,da derkevê ji der ve, ji bo

destava mezin bikê, lê dema derî vekir, dît seyekî weke hirçekî li

devê deriye, û nahêlê ew derkevê, vegeriya hundir, ûrî wî bêtir

kire xur xur û êşiya, hew xwe girt di bin lihêfê de berda , axir

sibehê malik hatin da taştê bidin mêvanê xwe, dîtin destava mezin

bi doşek û lihêfa wan de berdaye, jê pirsîn: Lo mêvano, bo çi te

wilo kir? Ewî jî li wan vegerand: Heta ev seh li devê deriyê we ye,

hûnê vî gûyî bibînin.

Mebesta min ji vê kurte çîroka ku şiroveya pendeke kurdîye, heta

ku ev rêjîm heye, û Êran li piştêye, emê tu mafî nebînin, lê di

baweriya min de, di dema nemana vê rêjîmê, û lawazbûna Êranê

de, wê kî pera bidê kesên me ji kurdan, yên girêdayî bi van herdû

dijminan re, Êran û Şam, em nikarin peywendiyên peyrewên wan

ji wan bibirrin, divê hêzeke nav netewî biryareke wilo bibê serî,

ne tenê mana me weke kurdên Kurdistana Sûrî di bin gefê deye,

îro rewşa Kurdistana başûr jî ne gelekî arame weke berî niha, ez

dibînim çareseriyeke hevbeş ji me herdû parçeyan re tê amade

kirin, yan hebûn yan nebûne.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.7777.. Pirsek konkirêt, û berdewamiya pirsa şeşane, wekû em dibînin ku PYD destê xwe bihinera çekan daniye ser hemî alavên jiyana kurdan li rojavayî Kurdistanê, û tu derfetê nade (ENKS). Tu çawa karê vê partiyê dinerxîne, gelo wê ev rewş jê re bidome?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 7777 .. Min bi çavê xwe dîtiye, tu kesî ev yek ji minre ne

gotiye, PYD, parastina berjewendiyên rêjîma Elewiyn dike, li

herêma Kurdistana Sûrî, parastina ”mexmûriyan” dikê li ser zikê

me, parastina bîrên petrolê dikê, ji rêjîma Elewiyan re, kurdan di

qurmiçênê, û wan sirgum dikê, xortên kurdan dide kuştin li çeper

û berên ku rêjîm dibêjê wa bibe wir, parçek ji sistema rêjîmê ya

ewlekariye, îro ev partiya han, weke Hizbullaha lubnanî, yê ku bi

ser vê partiyê de werê wê rêjîm bermîlên xwe bavêjê wan, û hêza

rêjîmê qebûl nakê hêza vê partiyê lawaz bibê, dema em dibêjin;

PYD weke em bêjin basikê Êran yê çekdar di herêma Kurdistana

Sûrî de, û ev yek ne veşartiye.

Ma (ENKS)ê wê çi karibê bikê eger bixwazê bikê, mane hildana ala

kurdistan ji sala 2004 û pê de bûbû tiştekî normal li Qamişlo, ev jî

min bi çavê xwe dît,û bi destê xwe min ew ala çêdikirin û min

didane xortan, û rêjîma Be’is xwe di kurdan re ne didît wan neçar

bikê da hew wê alaya pîroz hildin, û PYD hat û hildana wê alayê bê

fedî û tirs qedexekir, (ENKS) ê tu çekdarên wan nînin li Qamişlo

weke çekdarên Mihemed ElFaris yê ereb, û PYD qebûl nakê

hêzeke kurdî hebê, weke ku qebûl dikê ku hêzeke erebî hebê.

Ez bawerim her çareseriyek ji pirsgirên me re divê bi biryara hêzên

navnetewî werê danîn, nema li hundurê Sûrîye çareseriya

pirsgirên me.

Pirsa.8Pirsa.8Pirsa.8Pirsa.8.. Dijminên kurd zehfin, ji bilî herçar dewletên ku Kurdistanê dagirdikin, Daiş jî li meydanê peydabûye, gelo hebûna Daiş li ser sînorên Kurdistanê, çi li başûr çi li rojava, ti bivîya wê heye?

Bersiva. 8Bersiva. 8Bersiva. 8Bersiva. 8.. Weke ku tê zanîn, Ereb ji nezaniya wan, qebûl

dikin bibin esîrê Tirkan,û êraniya, lê devê wan nagerê bêjin Kurd

bûne dewlet, ev girêbesteke sîkolociye, Êran wê ji xwe re bi kar

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

18 HEVPEYVÎN

Page 19: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

xwe de hat, ev bi biryara serokê kurdistanê hat. Di navxweyî de

Kurdistan bûye nimûneya avakirin û jiyana aram di herêmên

derdor de, di peywndiyên nav netewî de jî gavên baş avêtine.

Mixabin ku mam Celal Talbanî ji jiyana siyasî hate dûrkirin, û

biryara YNK kete destin dîtir de, û tevlî heviya li dijî ber

jewendiyên Kurdistanê dikin ew dest, aloziya di nav YNK de ne

veşartiye, û tevlî wilo serokê Kurdistanê nexwest YNK parçe

bibê, û hêviya hevgirtinê ji wan re û ji wan xwest.

PKK weke partîyeke Kurdistanî xwe ditît, îro ji wan xwestekê

cemawerê xwe daye paş, û banga xweseriya dimuqaratî dikê.

Xetîb Dicle dibêjê: me Kurdistan avêtiye ser tingan, û Dewran

Kalkan dibêjê; hew çêdibê Erbîl bi tenê rêberiya Kurdistanê bike,

û PKK hewl didê bi alîkariya YNK Şingalê û Êzîdiyan dûrî

Kurdistanê bikin, ev ne karê kurdîtiyê ye ku ew dikin.

Tevlî wilo hêjî serokê Kurdistanê bi giyanekî biratî dan û standina bi herdû aliyanre dike, û banga yek rêzî û yek nîşanê dikê.

Têbîniya min li van herdû partiyên navkirî heye, ewe ku herdû

Elewiet û Şî’îtî raya xwe berdaya nav movikên biryar sitên di

nava wan de, lewra nikarin xwe ji êranê dûr bikin û di çerxa wê

de dizîvirin dema ku tê demeke pur hestiyare, ji bo paşeroja

Kurdistanê, û eger sînorek ji kesên xirab di van herdû partiyan re

newê danîn, wê ziyaneke mezin gihênin destkeftên kurdistanê

,lewra pêdiviya karekî diplomasî heye ku serokatiya kurdistanê

pê karibê, wan ji dînbûna wan vegerênê, ji ber ew nîşankirinên

şerê navxweyî ku ji aliyê YNK ê derketin, ne ji berxwede, hatine,

û PKK ji berê ve li govendeke wilo digerê.

Pêwîst bû vê demê serokê Kurdistanê berdewamiya karê xwe

kiriba di parastina kurdistanê de,ta ku ev astengî nema bana.

Êran dizanê ku ew nabê peyrewê wê, ji ber wilo keleman di riya

wî de diçîne lê her kelmeek sikkehek jê re heye.

Pirsa.10Pirsa.10Pirsa.10Pirsa.10.. Pirsa dawî, gotin ji te re ye, eger tiştekî balkêş di warê tore û çanda kurdî de, min

jibîrkiriye, tu dikare bîne ziman, herwiha di warê siyasî de jî, eger ti nerînên te di bûyerekê taybet de heye, tu kare wê jî binavbike..fermo?

Bersiva. 10Bersiva. 10Bersiva. 10Bersiva. 10.. Ez divim bêjim ku ne ji Berzaniyê bav bana, me

kurdîtî hew didît, û îro eger ne Berzaniyê bira bê, emê tu

Kurdistana nebînin.

Man û nemana me bi guhrtinên bin poşve girêdayî ne, lê ez

bawerim emê bi serkevin, ji bo hertiştî wê sînor werin danîn,

piştî ku gefên herêmî werin hilanîn, nû wê her tişt zelal bibê,

hetanî nivîskar û ne nivîskar wê werin bêjing kirin, di

operasyoneke xwezayî de. Tirs li ser me namîne bi vekişîna Êran

û hevpeymanên wê.

Pirsên te, refek kew ji ser singa min frandin, ez bi wan

kêfxweşbûm, ez spasya te dikim li ser vê hevpeyvînê memoste

Ebdulbaqî Huseynî.

Spas ji hogir û hevalên minî di kovara ”Pênûsa Nû” de xebat

dikin, bi hêvî me em divaya milletê xwe cî bi cî bikin, di erkê ku

me avêtiye ser milên xwe ve.

tîne îro, ji bo du çûkan bi kevirekî bikuje, ereba û kurdan berdide

hev, û ew li wan temaşe bike, mane sînorê me bi erebên Sunne re

ye, û tu Elewî nêzîkî me nînin, ji ber vê yekê Êran nikarê şerê me

bikê eger em karibin van erebên hevsînorên bighênin bawerîkê,

ku em ne dijminên wane, em berevajî vê yekê hevparin di olekî

de, betirê kurdan musilmanên Sunnene di vê herêmê de, di

paşerojê de, ez bawerim em dikarin peywendiyên baş bi

nişteciyên ereb yên Sunne re girê bidin, û berjewendiyên hevbeş,

wê me li hevdû rûnênin li ser yek masekê, ev Da’iş a ku Êranê

hevsar ji serê wê kir bi alîkariya Malikî , û Beşar El Esed, kirin nav

piyê erebên Sunne û kurdan de, ma we bihîstiye carekê li şarekî

Elewiyan li Sûrî karin kirine van girûpên tîrorist, an jî li başûrê

Iraqê ku wargihê Şî’iya ne, an jî li Êrana guneh bar û rû reş.

Ez Erebên Sunne bê gunah nakim, lê ya rast eve, ku erebên sunne

bi kînwerî bi bêtirê xwe têne aliyê Kurdan de, lewra ew kuştara li

Şingalê kirin û wê beramberê wî karê xwe nerxekî mezin bidin û

em ji tewnbaranre vê yekê wilo naberdin. Tirsa mezin ne Da’işe,

lê ewên min bi navkirin ku ew damezirandin , ew bela wan ji me

vebê, em azadin û Da’iş nepoxeke wê talî bi yê ku ew peyda kirî

de wê bipeqê.

Pirsa.9Pirsa.9Pirsa.9Pirsa.9.. Li Kurdistana başûr xire-cirek heye, ji alîyekî dijminên Kurdistanê, çi firs, çi ereb, û ji aliyê din ve PKK û YNK, dixwazin nehedanê têxin herêmê de, û kek Mesûd Berzanî ji seroktiyê hilînin. Tu wek kurdekî zane, vê rewşê çawa dibînî?

Bersiva. 9Bersiva. 9Bersiva. 9Bersiva. 9.. Divim bînim bîra her kurdekî, ku her milletekî

cîhanê simbolên wan hene, Xandî yê Hindiyan û Corc Waşinton yê

Emerîkiyan, û Bismark yê Elmaniyan, Me jî îro simboleke me heye,

Mesûdê Berzanî ku ji bo Kûbanê du şev û du rojan nerazaye, ta ku

hewar hatneke navnetewî jê re şand, tevlî hewr hatineke ji

pêşmergeyan, ewî bi qasî ji Şingalê û Hewlêrê û Kerkûkê re kir ji

Kûbanê re jî kir. Ez dibînim bê wijdaniyeke mezin em pêşî bi xwe

re dikin û dûv re em bi paşroja xwe re û bi dîroka xwe re dikin,

dema em çavê xwe ji vê rastiyê bigrin.

Ji bo kurdên me yê awareyî Kurdistana başûr bûn qedrekî pur

mezin hate girtin, ji aliyê wî bi xwe ve, xebateke mezin bo aramî û

bi cî kirina wan awareyan kir.

Ka em kampên şahistana Urdin û Libnan û Tirkiyê, bidin ber

kampên kurdistanê, emê zanibin bê çi ciyawazî heye, ev ne ji ber

xwe de hat, ev bi biryara serokê kurdistanê hat.

me

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

19 HEVPEYVÎN

Page 20: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

� �� �� �� �

warê

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.1111.. Destpêka te ya hunerî, kengî bû, gelo ev ji xwendinekê taybet hatiye, an ji ber xwe ve, te wek hopî vê hunerê diafirîne?

Bersiva. 1Bersiva. 1Bersiva. 1Bersiva. 1.. Ti carî hunera şêwekariyê bala min ne dikşand ko ez

bikar bînim, lê berî bi 4 sala Wejdan Derikî Hevala min e û

şewekare, gropek amede kir ji bo fêrbûna hinerê, ez jî beşdar bûm,

û min nema karî bû jê dûr bikevim, renga xwe berda nav canê min û

ez pê kêfxweş û rihet bûm.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.2222.. Rêngên dijwar di taployên te de, ji kû ve hatine, gelo evin rêngên kurdan, an jî wateyên wan taybet li cem te hene?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 2222.. Ew rengên Kurdane û ez xwe têde dibînim. Dema bi

rengên tarî kar dikim pê dihisim tabloya min seqete, û sedema dî ji

ber zora li Jinê dibe, bê hemdî xwe ez ber bi rengên sor û zerve

diçim.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.3333.. Serbora te di vî warî de, çend pêşengehên (galerîyên) te heta ana çêbûne û li çend welatan? Eger hindikbin, gelo çi zehmetiyên amadekirina pêşengeheya hene?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 3333.. Heta niha min 7 pêşengeh çêkirine 4 tevayî û 3 yê

minî taybetin, min tev li bajarê Sundsvalê (Siwêd) pêşkêşkirine, ji

bo derveyî Siwêd astengî hene, lê mirov kare çareser bikê, û ji bo li

dervî Siwd pêşkêş bikim belgeh ji min re pêwîstin, piştî vê

pêşengehê we sîvya (CV) min çêbibe û rê vedibe.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.4444.. Tu wek jineke kurd, gelek çîrok û destan di dîroka kurdî de bihîstine, tê bîra ku tu hin ji van destanan bike tabloyeke û bi şêweyên xwe amade bike?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 4444.. Piraniyatabloyên min li ser rewşa jina Kurd û

astengiyên kû pê re derbas dibin. Di destpêkêde min yek bi navê

Perî resimand,mijara wê; Çawa jin, zarok û welatê xwe, bi canê xwe,

ji agir diparêze.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.5555.. Têkilîyên te bi hunera kurdî û huner mendên kurd hene, çi karên hevbeş hûn dikarin bi hev re bikin?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 5555.. EZ hunera hunermendên Kurd dişopînim, lê têkilyê

min tenê ji nêzîk ve bi Wejdan Dêrkî re hene, mirov karê gelek karî

bi hevre bikê, lê piroblêma her kes dibêje Ez! ji ber wê dûrbûn

çêdibê.

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

20 HEVPEYVÎN

Hevpeyvînek ””””Pênûsa NûPênûsa NûPênûsa NûPênûsa Nû””””

ligel şewekara kurd Dilşa Mehdî

Hevpeyvîn: Ebdulbaqî Huseynî

Page 21: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

21

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.6666.. Gelek navên navdar ên hunermendên kurdên Rojava li cîhanê hene, wek nemûne; Omer Hemdî (Malva), Beşar Îsa, Xelîl Ebdulqadir, Înayet Ettar, Zuhêr Hesîb,…td. Tu serborên van kesan çawa dinirxîne, eger navin din bala te dikşînin, tu dikare bîne ziman?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 6666.. Ev hunermendên Cîhanî ne rexne li hunera

wan nabê, ez Behrem Haco û Semer Dirêî jî dişopînim û

Wejdan Derkî jî ne kêmî wane, û helbet gelek hene hinera

wan veşartiye, bi tevayî miletê Kurd pir jîrin, lê mixabin bê

xwedîne.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.7777.. Di van çar salên dawî de, şoreşek li Sûriyê hebû, û kurd jî tevlî wê bibûn, evan bûyeran tu wêne li cem te ava nekir. Tu taployên te derbarî van bûyerên dijwar hene?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 7777.. Belê min çend teblo di derbarê wê de

çêkirine, lê 2 tablo xweş didin xweyakirin, yek jê dide

xweyakirin çawa jina kurd ji mala xwe penaber bûye û di

şikeftê de dijî, û ya dî dide xweyakirin çawa Jin û Mêr dest ji

mala xwe berdidin û derdikevin.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.8888.. Huner li cem zilaman xurttire li cem jinan, tu hunera jina kurd çawa dibînî, ji bilî Wijdan Dêrikî û Jankîman kesên dî jin hene ku vî karî dikin?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 8888.. Belê ez Semer û Sherin Baran nasdikim û

jinek Kurd bi navê Nesrîn Mehmud Bayam, muhendisa

dîkorê ye, çend tablo çêkirine pir bedewin. Heger ji xwere

bike kar, wê pir biserkeve û helbet hinî dî jî hene ez wan

nasnakim.

Pirsa.Pirsa.Pirsa.Pirsa.9999.. Pêşeroja te a hunerî, tu dixwaze bighê çi astê, gelo tu hizir dike ku rojekê tu yek ji hunermendên bi nav û deng e be?

Bersiva. Bersiva. Bersiva. Bersiva. 9999.. Helbet ez dixwazim, lê ya herî giring ez pê

rihet dibim, û dema mero tabloyan diresmîne, li hember

mirov nîvê derd û êşa mirov dikşîne nava xwe.

Pirsa.10Pirsa.10Pirsa.10Pirsa.10.. Pirsa dawî tu di riya vê hunerê de çi dixwaze ji xelkên re bêje, gotina a dawî ji bo xwendevanên rojnameya ”Pênûsa Nû” çiye?

Bersiva. 10Bersiva. 10Bersiva. 10Bersiva. 10.. Spasya we dikim ku we ev derfet da min, û

dibêjim; werin em bibin yek, dijminê me yeke!.

HEVPEYVÎN

Page 22: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

(Fer'ewn Amûĥûtebê Sêhem) Di Entîkxaneya (Arşîva) Til Amarne (Tebe) ya Misirê da heft

nameyên padîşahê Mîttaniyan Tûşratta ji Fer'ewn Amûnhûtebê

Sêhem ra hene ku kûraniya vê dostaniya nevbera wan didin

xuyakirin. Va ye em naveroka nameyekê ji wan nameyan didin

xuyakirin. Bê guman, wergerandina wan şeş nameyên din û

belavkirina wan, wê pir agahdariyan derbarê peywendiyên

Padîşahiya Mîttanî-Horî û Padîşahiya Misirê bidin zanîn.

Hin beş ji nameyên Tûşratta bo Amûnĥûteb:

Tûşratta di nameyeka xwe da ji Amûnĥûtebê Sêhem ku navê wî

pêş bibe Fer'ewn "Nîmûriya yan jî Îmûriya" bû dibêje: "Ji bo

Nîmûriya, padîşahê mezin, padîşahê Misirê, bira û zavayê ku ez

pir jê hezdikim û ew jî ji min hez dike. Rewşa min başe.

Hêvîdarim ku tu, malabata te, xwîşka min, kebaniyên te yên din,

zarokên te, erebe û hespên te, welatê te û her tiştê te, hemû bi

xêr û bereketeka pir bin. Dostaniyeka xurt hên ji dema bav û

bapîrên me da, me bi hev va girêdide û hên jî hate xurtkirin.

Dostaniya te bi bavê min ra gelek xurt bû. Ji ber ku niha jî

dostaniyeka gelek xurt di navbera me da heye, te ev dostanî hên

deh caran ji dema bavê min xurttir kir. Ev dostaniya me bi vîn û

daxwaza Xweda herku diçe xurttir dibe. Bi daxwaza Xweda

Teşşûb (mezinê xwedawendên Horiyan) û Xweda Amûn (mezinê

xwedawendên Misiriyan) ev dostaniya me wê herdem bimîne.

Dema birayê min, şandiyê xwe Manî, hinart ba min, got:

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

22

Dijberî û dostanî: Herêmên rojhilatê Derya Sipî (Sûriya, Libnan û Filestîn) di warên

aborî û geo-siyasî da ji bo Padîşahiya Misirê li başûr û Padîşahiya

Mîttanî-Horî li bakur gelek girîng bûn. Bi taybetî jî - ji ber ku

paytextê Mîttaniyan, bajarê Waşûkanî (Washukkani, bi erebî nav

lêkirine Til Fexariye) li herêma Cizîra niha, li rojavayê Kurdistanê

bû1.

(padîşahiya Mîttanî-Horî)

Di dema Fer'ewnê Misirê Amûnĥûtebê Duwem (ji 1436 heya

1413 b.z. yan jî 1428 heya 1400 b.z. serdarî kiriye) û padîşahê

Mîttanî Sawşattar (1440 heya 1400 b.z.) da, di rewşa siyasî ya wê

herêmê da hevsengî pêkhatibû û du hêzên din beramber van

herdu padîşahiyan di asoyê dîrokê da xuyadikirin ku ew jî

Padîşahiya Aşûr li rojhilat û Padîşahiya Hittîtan li bakur bûn. Ji

lew ra, Padîşahiya Misirê û Padîşahiya Mîttanî li gel hev

peymaneka aştiyê danîn û li gor wê Sûriya di navbera wan da

hate parvekirin. Di pey ra, di dema Fer'ewn Tiĥûtmûsê Çarem û

padîşahê Mîttanî Artatamayê Yekem da ev peymana aştiyê êdî

bû peymaneka dostanî û hevkariyê û ev dostanî bi peywendiyên

zavatiyê di navbera herdu malbatên padîşahî da hate xurtkirin2.

Ev peywendiyên dostanî, hevkarî û zavatiyê di dema padîşahê

Mîttanî Şûttarnayê Duwem (Shuttarna II, kurê Artatama, ji dor

1380 heya 1366 b.z. serdarî kiriye) û Fer'ewn Amûĥûtebê Sêhem

(Amnûfîs) (1390 heyan 1352 b.z.) berdewam bûn. Fer'ewn

Amûnĥûteb bi Tadû-Xîpa (Dadû-Xîpa) xwîşka Şûttarnayê Duwem

ra zewicî bû û dixwast bi Tadû-Xîpa keça Şûttarnayê Duwem ra jî

bizewice. Ev di sala dehan ya serdariya Amûnĥûtebê Sêhem da

bû; yanê di sala 1380 b.z. da bû. Padîşahê Mîttaniyan ev daxwaza

Fer'ewn pêkanî û keça xwe ya bedew Tadû-Xîpa li gel cihêzekî

giran şande Misirê3.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên Tîrêjên ÇaÇaÇaÇarrrrşşşşembêembêembêembê Xelek – 5, 6

Nameyên Navbera Padîşahên Nameyên Navbera Padîşahên Nameyên Navbera Padîşahên Nameyên Navbera Padîşahên Mîttaniyan û Fer'ewnên MisirêMîttaniyan û Fer'ewnên MisirêMîttaniyan û Fer'ewnên MisirêMîttaniyan û Fer'ewnên Misirê

Page 23: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

23

"Keça xwe wek kebanî ji min ra bişîne ku bibe padîşaha Misirê". Ji ber ku ez bi ti awayî naxwazim dilê te bişikînim, min bi kamiranî got: "Ezê vê daxwaza te bi cih bînim". Gava Manî ev keça ku birayê min dixwaze dît, pir pesna wê da. Ez bi hêvî me ku bi xêr selamt bigihîne welatê birayê min, bi hêviya ku Aştar

(xwedaya Horiyan Şawûşka) û Amûn birayê min bidin şahkirin.

Şandiyê min Cîliya gotinên birayê min gihandin min. Gava min ew bihîstin, pir li xweşiya min çûn. Bi wan diyariyên ku te

şandibûn jî (lodên zêr) ez gelek şahbûm û min got: "Li ser van peyvan ev dostaniya me wê hemdem be". Gava min ji birayê xwe ra şand, dîsa min got: "Deh caran bêhtir ji bavê min ra, min ji birayê xwe pir zêr tika kir û got: "Belkî tu vê carê bêhtirî ku te ji bavê min ra şandibû û her car ji min ra dişand, bişînî. Ma ne te ji bavê min ra pir zêr şandibû, amanên zêr yên mezin, misînên zêrîn û nîgarên zêrîn mezin. Min jî li hember wan pir tiştên ji mis (baqir) şandibûn. Belkî tu vê carê zêrnî pir bêhtirî ku ji bavê min ra hatibû, bişînî"4.

Tûşrattayê Duwem di nameyeka din da ji bo Amûmĥûtebê Sêhem dibêje: "Ji bo Amûnĥûtebê rûmetdar, padîşahê Misirê,

bira û zavayê ku pir jê hezdikim û ew ji min hezdike, dibêjim, ez Tûşratta, padîşahê Mîttanî rûmetdar, birayê te ku ji te hezdike û bavê kebaniya te. Saxiya min başe. Ez silav û giramên xwe ji bira û zavayê xwe ra dişînim û herwisa ji xizimên te, kebaniyên te, zarok û maliyên te ra...."5.

Komek ji nameyên din heye ku padîşah Tûşratta ji Fer'ewnekî malbata heşdehmîn ya Misirê ra şandiye. Wek tê xuyakirin ji zarok û maliyên te ra...."1.

Amûnĥûtebê Sêhem ra hatine şandin. Ev hemû name di Til Amarna da hatine dîtin. Tûşratta di nameyekê ji wan da dibêje: "Di dawiyê da bila birayê min rê bide ku ji min agahdar bibe, derbarê derhatinên (mesref) zemawendê (dawetê) ku birayê min bi destê Manî şandibûn gihîştin min.... û wisa silav û giramên xwe hinartin ji ber ku birayê min diyariyên ku min bi rêya Manî xwastibûn gihîştin min. Û ew nameyên ku birayê min ji min ra şandibûn (ku hin diyariyan jî bişîne) ezê pir û pir dilşad bibim.

Birayê min! Eve hemû rastiya ku min got"6.

Di nameyeka din da bi hejmar 25 tê xuyakirin ku padîşahê Mîttanî Tûşratta ji Amûnĥûtebê Sêhem diyariya zemawenda keça xwe wergirtiye, ew dibêje: "Ev peykerê ku ji zêr hatiye lêkirin, ev Tadû-Xîpa ye, keça Tûşratta, padîşahê Mîttanî ku niha bûye kebaniya Îmûriya, padîşahê Misirê. Îmûriya ji bo wê peykerek ji zêr lêkir û bi temamê hezkirina xwe ra gihand Tûşratta"7.

Dr. Ebdulezîz Salih qala nemeyekê ji padîşahê Mîttanî da dike ku nabêje ew kîjane, lê xuyaye ku ji Tûşratta ye, ji bo zavayê xwe Amûnĥûtebê Sêhem dibêje: "Bira ez hêvîdarim tu zêrnî pir û pir diyarî min bikî. Ez her bawer dikim ku birayê min wê vê daxwaza

min bi cih bîne û zêrnî ku bêhtir ji bavê min ra hinartibû ji min ra bişîne. Ma ne zêr li welatê birayê min mîna axa zemînê ye? Bila Xweda xêr û bereketê têxe axa welatê birayê min ku hên ji niha bêhtir pir qat bibe. Ez hêvîdarim ku ev daxwaza min li te giran nayê û te dilteng nake. Ezê ji birayê xwe ra vê comerdiya wî deh qat ji tiştê ku bixaze vegerînim. Ev ax jî axa wî ye û ev mal jî mala wî ye"8.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Şîrovekirina Nameyên Padîşahê Mîttanî Şîrovekirina Nameyên Padîşahê Mîttanî Şîrovekirina Nameyên Padîşahê Mîttanî Şîrovekirina Nameyên Padîşahê Mîttanî Tûşratta bo Fer'ewn AmûnhûtebTûşratta bo Fer'ewn AmûnhûtebTûşratta bo Fer'ewn AmûnhûtebTûşratta bo Fer'ewn Amûnhûteb

Me di lêkolînên derbasbûyî da hin beş ji nameyên padîşahê Mîttanî Tûşrattayê Duwem ji Fer'ewnê Misirê Amûnĥûtebê Sêhem ra anîbûn ziman. Niha jî hin serinc û şîrovekirin ji wan nameyan ra.

Serinca Yekem: Nameyên "Mîttanî-Misirî" ku hatine belavkirin, tenha ew name ne, yên ku ji padîşahên Mîttanî da ji Fer'ewnan ra hatine şandin. Em di nav wan da ti nameyan nabînin ku ji Fer'ewn da ji padîşahên Mîttanî ra hatine şandin. Ev diyarde ne li gor rastî û xwerisk, ûrf û adetên dîplomasî ye. Adet berê wisa bû û niha jî wisa ye ku gava rêberê welatekî - çi di rewşên şer û çi di rewşên aştiyê da - nameyekê ji rêberê welatekî din ra dişîne, li

ser wê bersiv tê şandin.

Di nameyên Tûşratta da ji Amûnĥûteb ra belge hene ku Fer'ewn şandek bi rêberiya misiriyekî bi navê Manî dişande Waşşûkanî, paytextê Mîttaniyan û arezûya Fer'ewn digihande Tûşratta ku ew dixwaze bi mîreka Mîttanî ra bizewice. Ma gelo tê aqilan ku Fer'ewn bi Manî ra nameyan neşîne û vê daxwaza xwe têda nenivîsîne?. Dîroknas Wilhelm Gernut derbarê zavatiya navbera Tûşratta û Amûnĥûteb da gotiye: "Ev zavatî piştî hevt salan pêkhat, yanê piştî pir gengeşiyên dirêj"9. Gelo tê aqilan ku ev doza hevt salan kişandiye bêyî nameyên Fer'ewn ji padîşahê Mîttanî ra be?

Bê guman, wê pir name ji Fer'ewn da ji padîşahên Mîttanî ra hebin. Sedema tinebûna wan di jêderan da ewe ku yan hemû name xirab bûne (şikiyane, wendabûne), ev jî îmkaneka pir dûre. Yan jî hene, lê nehatine wergerandin û belavkirin. Heger wisa be, ev bixwe jî mijareka pir balkêşe. Bê guman, belavkirina van

nameyan wê pir ronahiyê bide ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn di wê demê da.

Serinca Duwem: Ji nameyên ku hatine belavkirin, tê xuyakirin ku Fer'ewnan dixwastin bi mîrejinên Mîttaniyan ra bizewicin. Em di jêderan da nabînin ku padîşahekî Mîttaniyan xwastiye bi mîrejineka misirî ra bizewice, yan jî bi mîrejineka misirî ra zewiciye. Gelo ev çawa tê şîrovekirin?

Belkî sedem ew be ku Misiriyên kevnar bawerdikirin ku xwedayê

bala "Rah" (xwedayê rojê) kurê xwe kiriye padîşahê Misirê û Fer'ewn hemû ji tov û neslê wî ne. Ji lew ra, Fer'ewn lexema "Kurê Rah" standiye. Ji ber wê Fer'ewnan nedixwastin xwîşkên xwe, keçên xwe û her mîrejineka ji malbata padîşahî bi padîşahekî yan mîrekî ne misirî ra bizewice10. Bê guman, padîşahên Mîttaniyan ev baweriya ayînî li ba Misiriyan dizanîn û ji lew ra nexwastine ku tiştekî wisa ji Fer'ewnan bixwazin ku li dijî ayîna misirî ye û pêkanîna wê daxwazê ne gengaze. xwîşkên xwe, keçên xwe û her mîrejineka ji malbata padîşahî bi padîşahekî yan mîrekî ne misirî ra bizewice11.

Bê guman, padîşahên Mîttaniyan ev baweriya ayînî li ba

Misiriyan dizanîn û ji lew ra nexwastine ku tiştekî wisa ji Fer'ewnan bixwazin ku li dijî ayîna misirî ye û pêkanîna wê daxwazê ne gengaze.

Serinca Sêhem: Zewaca Fer'ewnan bi mîrejinên Mîttaniyan ra sê nifşan kişandiye û hin caran Fer'ewnek bi du mîrejinên Mîttaniyan ra zewiciye. Wek nimûne, Amûnĥûtebê Sêhem bi xwîşka Tûşrattayê Duwem ra zewiciye û di pey ra bi keça wî ra jî. Heger armanc ji van zewicandinan tenha siyasî bûya, hîngê zarok û maliyên te ra...."1.

Page 24: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

24

zewaca bi yek mîrejineka Mîttanî ra bes bû. Em bawer dikin ku zewaca Fer'ewnan bi pir mîrejinên Mîttaniyan ra bi gelemperî vedigere ser bedewî û zîbayiya wan û teybetmendiyên wanî çej, demîn û sinciyên şaristanî û bilind. Tûşratta di nameya xwe da, derbarê keça xwe, vê yekê piştrast dike û dibêje: "Min jinek da birayê xwe, ya ku wê dilê wî tijî şahî bike"12.

Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, Misiriyên resen (esîl) miletekî afrîkî ne û rengê cermê wan tarî ye. Li ba wan rengê gewr û çîl taybetmendiyeka bedewî û xweşikayiyê ye. Wisa tê xuyakirin ku jinên Horiyan bi bedewiya xwe navdar bûne; bi taybetî jî bi rengê gewr û çîl. Heya niha jî ev şêweyê bedewî û spehîtiyê di

nav Kurdan da pir heye. Ji lew ra, ne dûrî aqilane ku taybetmendiya "horiye, ĥoriye" di çanda erebî da ku tê maneya "qeşeng" û "feriştên bihuştê" ji taybetmendiya wan jinên Horiyan hatibe birin.

Serinca Çarem: Wisa tê xuyakirin ku Tûşratta ji kûraniya baweriyê da bi xwedayên Horiyan bawer bû ku ew dikarin mirovan ji nexwaşiyan sax bikin û xwedayên Horiyan ne tenha ji gelê xwe hezdikin, ew bi gelên din ra jî dilovan û mihirvanin; ew li gelên din jî xwedî derdikevin û wan jî ji nexwaşiyan saxdikin gava ji bo wan pêwîst be. Ji ber wê, Tûşratta xwedaya Horiyan Şawûşka (Shawushka) dişîne Misirê daku Fer'ewn Amûnĥûteb ji

nexwaşiyeka ku pêketibû sax bike. Şawûşka mezina xwedayên Horiyan bû; ew xwedaya evîndarî û cengê bû. Navê xwedaya Mêzopotamiya "Eştar" avêtibûn ser wê13.

Ji hêla din va, ji nameyên Tûşratta tê xuyakirin ku ew pir rêz û hurmetê ji mezinê xwedayê Misiriyan "Amûn" (xwedayê rojê) ra digire û wî bi awayê "serwerê min" bi navdike. Armanca wî ji hinartina Şawûşka ra ne ku here dijberiya "Amûn" bike yan jî nirxa wî kêm bike. Helbet, her gelek xwedayê xwe li gor çanda xwe, bîreweriya xwe û dîtina xwe ji jiyan û hebûnê ra bi taybetmendiyan dibîne. Helwesta Tûşratta tê wê maneyê ku gelê Horî di warê ayînî da vekirî, nerm û mêşin bû, û ne bi

awayekî dijminane li xwedayên gelên din temaşe dikirin. Ev dîtina vekirî û nerm di hemû heyamên dîroka Kurdan da aşkera û diyare. Mirovê Kurd di warê ayînî da ne serhişk û êrişbaze; taybetmendiyên wisa paşê ji ayînên dervayî civaka kurdistanî hatine nav Kurdan.

Serinca Pêncem: Tûşratta di peyvên xwe da ji bo Fer'ewn pir nazik û mêşine; ew peyvên dostane û ne fermî bi kar tîne (birayê min, dostê min, zavayê minî ku ez pir jê hezdikim) û dixwaze ku Fer'ewn, malbata wî, malmezinên wan, hesp û erebeyên wan yên şer di saxî û selametiyê da bin.

Pir gengaze ku Mîttaniyan bi hesp û erebeyên şer alîkariya

leşkerê misirî dikirin, ji ber ku di wî warî da Horî navdar bûn. Ji Horiyan kesekî bi navê "Kikkuli" jî tê naskirin ku siwar û erebeyên şer yên Hitîttan jî perwerde dikirin14.

Ev awayê nivîsandina ne fermî û pir nerm di navbera Tûşratta û Fer'ewnan da pir dostane bûye û Tûşratta xwastiye ku ev peywendî berdewam bibe, daku hevpeymana wan yan siyasî di navbera Padîşahiya Mîttanî û Padîşahiya Misirê da her bimîne û xurt bibe. Da ku ew bi vî awayî careka din li ser Sûriyayê nekevin şer û pevçûnan û ji hêla din va Padîşahiya Misirê ya xurt ji wî ra piştgir be li dijî êrişên padîşahên Hitîttan. Ji ber ku di wê demê da Hitîtt li her delîve û fersendekê digeriyan ku Padîşahiya

Mîttanî talan û dagîr bikin.

Serinca Şeşem: Tûşratta, di nameyên xwe da, wisa tê xuyakirin ku ew ji aştiyê hezdike; di nameya xwe da hêvî dike ku ti dijminên da

dijminên wî tine bin. Lê helbet dide xuyakirin ku ewê her êrişeka li ser welatê wî û li ser Misirê jî paşva vegerîne. Ew dibêje: "Welatê me di aştiyê da dijî. Ez hêvîdarim ku ti dijminên birayê min jî tine bin. Lê heger dijminek bi ser welatê wî da hat, bila min agahdar bike. Hîngê seranserê welatê Horiyan, çek û cebilxaneyên me, ji bo vegerandina êrişa dijmin, wê têkevin xizmeta birayê min. Ji hêla din va, heger dijminekî min hebe - ez hêvîdarim ku tine be - ezê birayê xwe agahdar bikim û hîngê birayê min jî wê welatê Misirê, çek û cebilxane û tiştên din ku li ba dostê min hene têxe xizmeta min"15.

Ev şêwazê aştiyane di piraniya heyamên dîroka Kurdan û pêşiyên

wan da serdare û neteweya Kurd di piraniya heyamên dîroka xwe da neteweyeka ku di ber xwe da berevanî dikir bû; berxwedêr bû, û ne neteweyeka talankar, êrişbaz û dagîrkar bû. Û heya roja îro jî wisa ye.

Serinca Heftem: Tûşratta ji Fer'ewn zêrinî pir dixwaze û vê daxwaza xwe dubare dike. Di wê demê da Misirê zêr di kanên welatê Nûbe derdixist. Tûşratta bi jîrekî ji Fer'ewn dixwaze ku ew peykerekî ji zêr ji ber keça xwe va ji wî ra bişîne û peykerekî din ji aç (şîrmahî) jî1. Wilhelm Gernut dibêje: "Tikaya Tûşratta ku dubare dike ji wî ra pir zêrî bişîne nîşana wê yekê ye ku dixwast li welatê Horiyan goreka ji zêr (bi horî gereşk) ji bapîrê xwe

Artattamayê Yekem ra avabike. Ev baldariya wî bi pêşiyên malbata xwe vedigere ser wê yekê ku ti guman li ser rewayiya desthilata wî nemîne"16.

Em bawer dikin ku sedemeka din heye, ew jî ewe ku hin serwerên Kurdan ji berê da ji jiyana dewlemendî, comerdî û rûmetdar hezdikirin. Di vî warî da nimûne gelek pirin. Yek ji wan ewe ku bi çi şêwazê astbilind bajarê Akbatana (Amedan, Hemedan), paytextê Madan, di heyama padîşahê yekem Deyako, avakirine û ketina Madan nav jiyana dewlemendiyê di heyama padîşahê dawî Ezdehak da ku Farisan ew ji holê rakirin. Û di pey ra çawa padîşahê Dewleta Dostikî (merwanî) Nesir El-Dewle û derdora wî

ketibûn jiyana dewlemendî û rijandina diravan û wisa Turkên Selcoqî ew ji holê rakirin.

Di rastiyê da ev taybetmendî di kesayetiya kurdî da yek ji taybetmendiyên neyînî ye û piraniya caran bûye sedema peydabûna dijberî, kefteleft, têkçûnan û dagîrkirina Kurdistanê. Me ev taybetmendî di pirtûka xwe da "Kesayetiya Kurdî: Lêkolîneka Civaknasî" şîrove kiriye.

Jêder 1 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. Ehmed Hibo, dîroka rijhilat ya kevin (Sûriya), rûpel 182. 2 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/246, 255. Ebdulhemid Zayed, rojhilata hemdem, rûpel 478 - 479. 3 Tewfîq Sulaiman, lêkolîn li şaristaniyên rojavayê Asiyayê ya kevin, rûpel 314 - 315. 4 Ehmed Fekhri, lêkolîn li dîroka rojhilat ya kevin, rûpel 81. 5 Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/92. 6 Cemal Reşîd Ehmed, xuyakirina Kurd di dîrokê da, 2/92. 7 Ebduleziz Salih, rojhilata nêzîk ya kevin (Misir û Sûriya), rûpel 238. 8 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 64. 9 Dr. Îmam Ebdulfettah Îmam: Zordar, rûpel 29. Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 76. 10 Tewfîq Sulaiman, lêkolîn li şaristaniyên rojavayê Asiyayê ya kevin, rûpel 277. 11 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 70 -73. 12 Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 13 Ebdulhemid Zayed, rojhilata hemdem, rûpel 473. 14 Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 15 Fadil Ebdulwahid Eli, Ji Somer ta bi Tewratê, rûpel 158. 16 Wilhelm Gernut, Horî, rûpel 73.

LLLLêêêêkkkkoooollllîîîînnnn

Page 25: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

25 ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Çi hebû, çi tune bû…

Jineka ciwan, ku mêrê wê çûbû leșkeriyê, bi tenê xwe, di maleke hejaran de, li tenișta daristanekê dijiya. Ew bi roj gelek xemgîn dibû û bi șev jî balifê wê ji hêstiran her șil dibû, ji ber ku wê pir ji mêrê xwe yê dûrketî hez dikir û bîra wî dikir.

Paș ku çend sal derbas bûn, mêrê wê vegeriya, lê nema wekî berê be. Ew pir hatibû guhartin, êdî herdem rûtehl, xeyidî, gilîpir û tew nedixwest bi kesekî re bipeyive an bijî. Hezkirina di dilê wî de zuwa bûbû û wilo dixuya, ku ew gelek nevîna jina xwe dike.

Jina wî dizanî, ku leșkeriyê teviya mirovatiya wî revandiye û tenê Xwedê dizane, ka wî çendîn tehlî, êș û bêmirovatî di cengê de dîtiye, herroj dîtina kuștiyan û bihîstina nalîna birîndaran rewșa wî tevlihev kiribûn, hiș û dilê wî wekî bêșeyeke bê av û bê dar bûbû, ku tenha vîngevînga bahozên tund jê tê. Lew re ew jin beziya çû bazarê, xweștirîn xwarin û baștirîn diyarî ji mêrê xwe re kirrîn û anîn li ber wî danîn, hema çi mifa jê negirt, mêrê wê wekî xwe ma, ne bi wê re peyivî, ne bi wê re lîst û ne jî bi wê re raza. Gava wê bizava xwe dikir, ku xwe ji wî ve nêzbike, wî jinik ji ser xwe têvedida û tenha bi dengekî nizim digotê:“-Min bi tenê bihêle, jinê!“.

Jina xemgîn, nedixwest mêrê xwe ji dest bide, lew re bizava xwe kir, wî bibe ser toxtir, hema mêrê wê neçû û bi dizîka got:“- Min bi tenê bihêle, jinê!“.

Jina wî rabû, çû ba cadobazekê „Sihirbazekê“, ku li wan deran navdar bû û pir jin dihatin ba wê, jê re kul û derdên xwe digotin, wê jî ji wan re șopên di fincanêd qehwê de dixwendin, an jî li ser qûmê xêzik û giloverk bi darekî pêda dikir in, û ji wan re dermanên kul û derdan digotin an jî li ser kaxedekê hinde peyvên ku kesek tew tênagihe dinivîsandin û ji wan dixwest ku wê kaxedê di avê kin û avê bidin yarê xwe…Wekî dixuya, li ba wê hemî dermanên evîn û nevînê, dostanî û neyartiyê, dilpêxweșî û dexsîniyê hebûn.

Jinika xemgîn çêroka mêrê xwe, ji xanima cadobaz re, bi firehî got û li hîviya dermanekî ma. Cadobaza zîrek û jêhatî got:

„-Tenha yek çare heye, ew jî pir giran e ji jineka jar û dilșikestî re “. „- Çî ye? Ez amade me zêrê gerdenê xwe bidime te” .

Wilo got û dest avêt zincîreke zêrî, ya ku li dor gerdenê wê yê mermerî bû, ji histoyê xwe kir û ber bi wê dirêj kir. Zincîra zêrîn li ber rohniya ku mûmekê davêjt dor wan, di wa mala tarî de, vebirîsî. Cadobazê ew zincîra giranbiha bir, xiste berîka cilê xwe yê hevrîșmî û bi gelek neqișin tirsavêj bû. Piçekî bêdeng ma, pișt re got:

“-Tu yê biçî nav çiyayê li paș daristanê, li wir hirçekî pir girs û bi hêz heye, ku ta niha gelek nêçîrvan kuștine an birîndar kir ine, hinekan jî ji tirsa wî re xwe ji zinaran ve avêtine xwarê û mirine.

Tu yê biçî mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî jêbikî û ji

Cankurd

Mûyek ji histoyê hirçekîMûyek ji histoyê hirçekîMûyek ji histoyê hirçekîMûyek ji histoyê hirçekî Kurdîkirina efsaneya Japonî „Tsukino waguma“

min re bînî. Ew dermanê mêrê te ye. Ji wî mûyî pêve çi derman ji nexweșiya mere te re nînin.”

“-Malava… xanima mezin û giranbiha… Ez yekser diçim û mûyekî wekî berfê sipî ji histoyê wî hirçî ji te re tînim.”

Wilo got û ber bi mal ve beziya. Ew bi hêvarê re giha mal. Di wê șevê de hemî tiștên, ku bo hilkișîna nav çiya pêwîst bûn, civandin ser hev, tûrekî xwarinê jî amade kir, û heta sibê ji xwe re strana nêçîrvanên çiyayî „Arîgato zaișu“ stra, ku têde tê gotin „Çiyayo malava, ku te hêla ez hilkișim ser pișta te.“

Bi berbangê re, barê xwe hilda ser pișta xwe, tûrê xwe yê xwarinê bi milê xwe xist, çoyekî dirêj kire destê xwe, ji mal derket, di nav daristanê re, rûyê xwe da nav çiyan û di rê de strana xwe stra.

Di nav geya re, di nav darên bilind re, ku kokên wan qelew bûn û damarên wan di zevînê de pir kûr çû bûn û fireh belav bûbûn, pișt re di nav zinarin girs re, ên bi șêwazên xwe tirsavêj bûn, di nav kelemên siq re, ku wekî hoz û zincên mezin dixuyan, bi tenê xwe, bi jor ve hilkișî, lê nema dikanî bistirê, bihna wê leztir û kintir bû û zoreke giran hate ser damarên dilê wê…

Wê dizanî, ku tenha jineka pir ji mêrê xwe hezdike, bi bizaveke wilo dijwar û encam nenas radibe… Wê jî ji mêrê xwe hez dikir.

Herku çû rê tengtir û bêçaretir bû, zinar tûjtir û bilindtir bûn, kelem û histirî bêtir bûn û birînêd wan li ser rû û destên wê xûnîtir bûn. Li ber çavêd wê hinek tûm wekî pêjnên Reșkên șevê an jî wekî yên Gonê diyar bûn. Tirsê dilê wê girt, hema hezkirina mêr berxwedana wê li hember tirsê xorttir dikir.

Bi dengekî bilind, bi wan pêjnan re, peyivî û xwest bi wê șêweyê siya tirsê ji ser dilê xwe winda bike:„Dev ji min berdin, ji min bi dûr kevin, qey ez ne ji merivên we yên mirî me? Ma hûn tew li dilê min ê ji xeydê zuwa bûye nanêrin? Ez û we merivên hev in, govdeyê min herroj jar dibe û heger mêrê min sax nebe, ez ê jî wekî bibim canekî bê govde.“

Li dawî, berf xuya bû, wîçewîça hinek fir indan hate guhên wê, bayekî sar û xweșik kete difna wê û xiftexifta berfê di bin solên wê yên çermî de bilindtir bû. Ew gihaye ser milên çiyayê gir, ku hîn berî pêdabûna mirovatiyê li wir wekî dêwekî mezin mexeliye.

„-Hirço, tu li ku yî? Ez li te digerim, da mûyekî sipî ji histoyê te yê qaling bistînim…Ne tirse, were, ji șikefta xwe ya sar derkeve û bila em rû bi rû bi hev re bipeyivin, em bazarekê bi hev re bikin, tu mûyekî bide min û ez jî giș xwarina xwe bidim te…Were, qey tu ji jinekê ditirsî an tu fedî dikî?“

Teviya wê rojê, ew li nav çiya geriya, hema hirçê pirç s ipî nedît. Bi șev jî xwe di bin zinarekî de kom ser hev kir, xwe bi kurkê xwe, yê ji postê beranekî bû, pêça, û ji xwe re hizirî:“-Heger îșev bêtir berf bibare, ez ê bi roj baștir rêç û șopên hirçê xwe li ser berfê bibînim…Ez ê bi pey wan rêçan kevim, ta ez wî dibînim.“

Page 26: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

26

Li vê serdana dawî, min diva derbasî hevdîtina xwe bibim, min dî çendek zilam kom bibûn li wir.. li tenişta cadê, û bi destan wan hebûn dar û lole û kêrin dirêj, û tiştin din jî hebûn veşirtî nexuya.

Sawa tirsê ez girtim, lê piştî min wan dît û wan jî ez dîtim, nema bû xwe bidim alî bizîvirim an vegerim, ji ber ezê arca wan bi çavkim, tevî helwesta min ku dawiya min hat -neçare- çiko heger li min bigerin wê bi min re bibînin, al, caw û belavok an tiştin xwepêşindanê.

Navbêna min û wan nêzîk dibe, bi meşa min û bendewana wan, min xwest derbasbim herim hevdîtina xwey teybet, weke hayê min ji tu tiştekî tune. min hiskir dengek mîna dûmanê li dû min elor bû:

- Evê han yek ji wane, emê pir tiştan jê nasbikin. Û tiliya xwe bi alî min de şankir.

Yêdî bi awirekî li min nerîn, lê vegerand û got:

- Emê tolê ji vî kesî bistînin, ev yek ji wane, rengê wî xuyaye ku kurê cinane,hatiye pîlanekê derbas ke. Dengekî din got:

- Emê wî di cih de temam bikin, ne kêm ne zêde.

Têlê serê min li hev ketin, reh û damarê canê min hişkbûn, lê hêrza çak li mine, ku ez bi berbejinim, wê min biparêze ji gullan.. lê bi hêvî bûm.. ku erd biqelişe û têde winda bibim.

Bi pêgin giran ez têm, yekî rûniştî ban min kir.. û weke min ew nebihsît, min deng nekir, lê min fatîhe liser ruhê xwe xwend, belê. Min amedebûna berxwedanê jî kir.. Piştî du gavan, yek kes ji wan bi destê xwe got:

here, weke bi navê min axivî, lê fermî çibû, herim cem wan, an bimeşim bi riya xwe de?

Di wê hingê de, ew kes belabûn li qiraxa dîwar û hina jî paldan li erdê û berê çekê xwe dane min amadene ji bûyereke nişkayî ve.

Min xwest birevim, xwe bidim alî, lê dengê teqîna gavên min giran kirin, qene ez di nav heriyê de dişopim, lê bawerbûm êdî ku berxwedan bê sûdeye.. deng ilor bû, toz ilor bû:

- Bese, herin wî girêdin û bînin.

Yek bi alî min de hat ku min bigre, min dît ku bask ji min re çêbûn, min jî yek nekir dido, baskê xwe li ba kir û hil bûm jor, ez firiyam mîna balindakî çak, dengê pijqîna gulan pir bû li min, lê ez difiriyam, û bihana xweş ji min tê, rengên geş dibînim, ez difûriyam bi azad...

Ez difirim, û li seranserî kolanê rêzek ji mêrên bi cilên Sipî û Reş dibînim, çekê xwe hildane bi alî min de û libên baranê ji binî û jor hiltên û datên, qumçikên gulan, libên birincê, û dengê selewata, leneta û pir dengên din tevî halan bandikin:

- Çû firiya, dakeve kuro, bi kuve here tê were.. haha.

Deng bandikin, çav dinêrin û dest li ba dibin.. û ez difirim, çi xweşe firîna azad .

Çi dûman bû, çi mij bû, veşirtim li herêma hêviya, gelo qada tê de derbas bûm qedexe bû, kes derbas nebe rawlê, dilê min vebû ku rêzgarbûm azadbûm.. divê ez herim pêrgîbûna yara xwe (Omîda Aza) ya me bi hev re soz dabû hev, ew yara li bendî mine nuha li qiraxa çem.

Belê, wiha, min ew dî li tenahiya xwe digrî û geh distrê. Wê min nedît dema gihiştim cem, min bankirê, dengê min nekir, nêzîk bûm, min dest dayê agahdar nebû, hey çendî xapîn bûm di xwe de, ku ne ewe!.

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Ciwanê ABDAL

FIRÎNA BÊ WATE

Wilo got û ji ber ku pir westa bû, çavêd wê bi zûkî hatin girtin û ew di xew ve çû. Wê șevê xweșiktirîn xewn di jîna xwe de dît. Mêrê wê li ber wê digeriya, ku ew bi wî re di avkoyekî „hewzoyekî“ ava germ de danîșe û bi wî re bilîze, wê jî xwe giran dikir û dihêla ku mêrê wê gelek caran tika jê bike.

Roja dî, ku royeke mezin û tîngerm di ser seriyê wê re pesindariya çelengiya xwe dikir, dît ku rêçên hirçekî di berfê de, ku bi șev gelek jê barî bû, dixuyin. Ew dilșad bû û bi lez û bez bi pey wan rêçan ket. Paș nîvro giha ber devê șikefetekê, ku hindir wê tarî dixuya. Di dilê wê de, hîviya dîtina hirç û tirsa ji wî hirçî tev li hev bûn. Rabû hinek pelên goștê hișkkirî, ku ji tûrê xwarina xwe derxistine, danîn ser destmalekê û li ber devê șikeftê ji hirçê xwe re wekî xewaneke piçûk amade kir û gavek bi paș ve avêt, pișta xwe da zinarekî ku hîn șil bû û çavrêya șahê çiya kir.

Bihna goșt giha difna hirçê, ku demekê li wan deran birçî mabû.

Seriyê xwe yê giran rakir û ji șikeftê derket, carekê li herdu aliyan û li pêș xwe nêriya, dît ku destmaleke bi pelên tenikên goșt li ber wî ye.

Hirç yekser guman kir, ku dîsa nêçîrvanên xiniz û davbaz hatîne wî bigirin. Carekê difna xwe bi jor ve hilda, bihna rîș û kelemên li jêr kir, hurmîneke tirsavêj ji wî hat, ku newalê li xarê deng veda, û li ser histoyê xwe, yê ji yê șêrekî qalingtir bû, geriya û bi hindirê șikeftê de zîvirî.

Jina ku govdeyê wê ji tirsê ler izî bû, bang li wî kir, got:

„-Vegere keko, vegere, ez nehatîme nêçîra te bikim, ez ne neyara kesekî me, mêrê min nesax e û ez hatîme tenha mûyekî ji histoyê te bibim…Ka bide min û ez teviya xwarina xwe ji te re dihêlim.“

Hirçê ku xeyidî bû, lê cara yekemîn e ew dengekî wilo naz û nerm di jiyana xwe de dibihîse, demekê bêdeng û bêliv, di șikeftê de, ma..

Page 27: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

RengRengRengRengê XXXXunavunavunavunav

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

27

Deng li min hilbû ku hîna ew kes li dû min dibezin, zîvirîm berê xwe da malê, lê min dît wan kesan êrîş birin (Omîdê) da wê bigrin, wê jî bi zûve xwe dahişte ava çema diherikî û pêre çû, bihna min vebû û min berî da malê, min dît jina min zaroka me dilorîne, û keça min razaye, ca min jî li pixêrîkê ye û xuha min di pencerê de distrê, min bankir, lê kes bi min negiha, min xwest bi baskê xwe dakevim cem wan, lê min nikarî bû.

Tama devê min şor bû, laşê min dêşiya, destê min şelû bû, deng di çavê min bibûn dîndoq, lê tevî vî hawî jî bala min li yarê bû, li malê û zaroka bû, û temînya xwe li dayka xwe kir û girtim:

- Li rumeta xwe miqatebin.Û diya min got:

- Law Siwar, dev ji xwe û Omîda Aza berde.. giran be, dîwar û dîwar here, çî te û dîwarê bilind, te sî sal kiriye. Tu ne biçûke.

Belê, ev jî nêrîna jina min bû, lê xuh û zarok bi hêviyeke pak li min dinêrin.

Min got: ez wê divêm. Jiyan bê wê nabe.Û firiyam, firiyam û ahîna min min hildike, eve dawiya mine, belê tiştê min diva ne çû serî, ne hêviyê min, ne evîna min, ne pêşerojê min, wax tiştek bi cih nebû.

Firiyam li ban û kolanan, li bax û bistanan, li mezelan, qene ji hişê xwe çûm, ji nişkêve weke ez dadikevim, weke ez dikevim, ji dengê fîkîna tirmbêlekê li dû min diqîje, ku li min xist, wê hingê li xwe hay bûm, ketim di cih xwe de, lê min li dora xwe nerî ku ew kesên hanê bi min ve hatine bi wî dengî re..

Bi lez û bi çarpîka rabûm ser xwe, hêdî meşiyam û çûm, min derbas kir derî û ew kesên hanê wek hayê min ji wan tune, lê

min dît (Omîda Aza) di şibakê de li bende mine, min guh nedayê û ez meşîm û bi xwe re axivîm (qene feq bû ev), û berî da malê, bê li dû xwe binêrim. ku hîna ew tişt bi min re ne;

- Çî min û vê derê, yabo, mala min heye çiman çav li derveyî. De ezê tiştê mayî bişewtînim û hew.

Piştî du rojan, û dema ez li kar bûm, Omîda Aza bi telefonê axivî û pirsa çima hevdîtina me beravêtî bû, kir, çima neçû serî, û nesoziya min daxuyanê kirin, min tu bersiv neda, lê min û wê dîsa pêrgînek din li darxist.., lê wê cih li ku be? Ev bû cih mepirsiyê.. erê dibe, erê nabe.. li kolanan nabe, li bistanan nabe, li çolê nabe.. gelo li ku hevdîtina me wê pêk bê? Bi evarî, bi şev, belê Omîda ji min dipirse lê tu bersiv neda yarê.

Min weke tiştekî amat bibînim min got; li newala qelaç, li koşê kehrîza..dema danê nîvro. Wê hingê kes tune, û emê hev xweş bibînin.

Omîda.. madê xwe xeland, na na nabe, çima nabe, min pirsî:

Wê hingê kes tune, û ne hes pê dizane em çidikin.. got: tu zane, lê wê cihekî ne xweşbe.. De bera roja pênşemê, be danê êvarî. Û gotana raza me wê (êvar) be.

Roja hevdîtinê, ez çûm pêrgîna xwe û Omîda, gava daketim nav boriya, nav tariyê, nav bihn û xuşîna avê, min Omîda xwe dî li bendî mine, nêzîk bûm, deng oriyan û min dî hezar çav li me dinêrin bi kerb.. û hezar dest dirêj bûn dixwazin me dîl bikin, dest difiriyan, çav êrîş dikirin, Omîda Aza vecniqî û reviya, firiya, windabû (haho) û min jî da dû.. Berê xwe dam sînor.

ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK

Xunav SalihXunav SalihXunav SalihXunav Salih

Page 28: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

28 HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Helbestvan:Sebaheddîn Eloxlû* Wergerandin: BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

JI DÎROKA JI DÎROKA JI DÎROKA JI DÎROKA SERKEFTINA KURDANSERKEFTINA KURDANSERKEFTINA KURDANSERKEFTINA KURDAN

Ey Xweda, ji te dikim hîvî,

Ji destê nezan min dûr bivî.

Hêz bidem seddê bilind dakevim,

Rastîyên kilîd mane ez vekim.

Çi dem ku, ez hîn bûm dîrokên kevnar,

Biryar kir, soz vekim ji gelê navdar.

Buhurya vî gelî bi şeref heye,

Ev şeref îro jî dîrokêdaye.

Têgîhanên mezin kengê ku rabûn,

Esnafê dinyayê kurdara şa bûn.

Ji qeşagirtinê dunya kevn berê,

Bo parastina kurd dihat hewarê.

Buhurtîyên dûr ku tu her bîr bînî,

Tê kurd li gerdûnê hêsyay bibînî.

Resena kurdan ku bigerî wekî,

Tera dastan bide dîrokan vekî.

Xwedayên dunyauê, kêm kirin kurda,

Lema li gerdûnê tenê ma Xweda.

Demekî pêşdaçûn gêhşte wî cî.

Kurdan çêkirine xelçeyên firî.

Wextekî dunyayê ku hildide av,

Nuh Nebî silamet jê dertê berav.

Hema ku germaya tavê temirî,

Rozgara kurd wê demêda vemiri .

Pey dunya belavbûy çi qewimîye,

Axaftinek tijî qelbê min bûye.

Li hezar salîyan mêzekî eger.

Ji mertdîya kurdan qal dike beşer.

Dîrokêda ev gel bi du xizmeta,

Hatîye nirxandin jêra tune ta.

Yek dadmende berê kurda efirand.

Zincîrên sîtemê gelek qurufand.

Ya din jî serwete bi serwet însan ,

Hertim ava dike dijî li cîhan.

Gelek berx bêhejmar kurda helanîn,

Gotin ku kêmbibe yê bihetme jin.

Amazonêd kevnar,şumêrêd kevnar,

Cav vekirinê kurd dî tine sîyar.

Ji bereva Nîlê ta hetanî Çîn,

Bi şopê şênayî kurd bûne dengîn.

Kelayên kevnar ku kurdan çêkirne,

Bigerî gerdûnê her derê hene .

Bajarêd kurdan jî li bin erdêda,

Bigerî bivînî tê qatê kûrda.

Kevirên bi surr ku ji berê dikin qal,

Bi navê kurdava destpêdikin sal.

Belgeke pirtûka tu Anna Banê,

Hînbibe gerdûnê erd û esmanê .

Kurdin paşîkarê lûllûbeyanan,

Millanda bi hêzan navdar şayanan.

Mêzopotamîya bajarê qedîm,

Meger kurdê rengîn,xas daneynî hîm?

Lûlûya,Kûtîya herd berekêd merd,

Çima înkar dikin meger nînbûn kurd?

Ji sê hezar sal jî berya Mîladî,

Dîrokê nîvsare culeta kurdî.

Ew şahê Naramsîs xûnmij ,sîtemkar,

Bi derbeyên kurdva zef bûye hejar.

Li hemberî kurda zarokin yûnan,

Xwîna kurd jî heye tevî xwîna wan.

Ji bo ku zêdebin leşker ra rêber,

Yûnana kurd heskir bi dil û ceger.

Iskender hezar kurd hilbijart û bird,

Bedewa ji kurdan bi eşq dol digird.

Bi mêrê kurdanva dibûn bextewer,

Bedewên yûnana ha xwe didan der.

Abxazên kevnar jî kalkêd wane kurd,

Kafkazê çêkirne gelek bircên xurd.

Wextekî kurdên êzdî û kurdên ecem,

Belavbûn ragirtin ev dunya temam.

Dirokê bêjing kir ev gelê kevnar,

Yê nema wek qet miletek dijwar.

Were înkar neke rastya dîrokê,

Dewleta kurd Şeddad ava kirye kê ?

Mehemmed bin Şeddad Kurd bikî vîyan,

Pirtûkên kevn veke yê bibe eyan.

Rast dusid bîst sê sal hukum kirin wan,

Fermandarîya rast tu dem ne hasan.

Kurda ava kirin Gence ji nûva,

Bêdawî li dîrok mane ew zûva.

Li Gencê çêkirin wan merkezîyyet

Page 29: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

29 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Şuhreta vî warî bilindbû hêret.

Kurda bi dil anîn Kafkaz gîyanê,

Wan berê bac danîn ser Gurcustanê.

Kurd bûn Kafkazêda ruhdar, payedar,

Kurdan bac distendin çawa altindar.

Hertim bilind girtin helbest û huner,

Belavkirin li dunê çand bi bawer.

Quretîyê meke were bibîze,

Xwe bilind negire nebe geveze.

Wê demê dinîvsî Tebrîzî Qetran,

``Gence hêlûna ulm behra helbestan.

Aqilva,sewdava her dijî Gence,

Nolî buxçê bêhişt her tijî Gence.``

Bixwazî bizanbî hunerê kurdan.

Xudaferîn binhêr yê bibe eyan.

Şeddadya hilçinîn hebûna xwe dan,

Him ew, him derîyên Gencê hat cîhan.

Kerwana anîne xût zêr vî cîra,

Lê çûnê hildane pirtûk ji vira.

Bi zêr dixemlandin pirtûkên kevnar,

Li Gencê bê dîtin zêr jî bê hejmar.

Pey erdhejandinê Genca ruxandî,

Çi ma jê soz vekim ji ya efrandî.

Her ku kişand ev derd dilê min êşya,

Hemyarek li min ra nehate xuya.

Şeref û şayana Gencê wê hênê,

Serbajar dinêra hat nirxandinê.

Bi min ev baş yê bê pejirandinê,

Nîzamî kurd bûye ku bê gotinê.

Ku Kafkazê kurd hildidine dest,

Li Kafkazê file tunebûn tu kest.

Çîyayên Kafkazê yên kurda bûne,

Kurdan li van cîya zef birc danîne.

Lezgî ku koka xwe bigerin eger,

Yê bivînin qewmtîya soranî, xencer .

Ji kurdan wextekî çêçên xuliqîn,

Mertdîyêda têkûz ew jî bûn rengîn .

Ji kalekî çêçên bikî pirsniyar,

Ew ji kurd bûna xwe yê bike dîyar.

Resena kurd herkê hînbibî wekî,

Zengezûrê gerek werê mêzekî.

Dîrokzan bidîta çîyayê Bisûtin,

Ji vir yê dest pêkira dîrok nîvsandin.

Hinek ji xêzên li êhrama Misrê,

Li qesra Axoxlan bûne şûve-rê.

Kevir hesinava wan verotine,

Hezar hîkmet vî cî efirandine.

Ala serkeftinan tim li çîya dan,

Li ser çîya burcêd belek danîn wan.

Rêya azadyêda gelek qurban da,

Ev gel tê bîrkirin nizanim çima?

Zanî çi kirine demekî kurdan?

Rizgar kirine Îslam, ji derbên giran.

Xaçperestên hov ê Awropa kevnar,

Sed salan ruxandin mizgeftê evrar.

Paşerojê wekî hînbin musulman,

Yê bitewin hertim pêş dergê kurdan.

Him şûr û mertal, him tîr û kevan ,

Kurda pir xebitand hînbe dîrokan.

Di şerêd giranda ala serkeftin,

Kurda bilind kirin xûd li ser dijmin.

Xaîntî tunebe bawerke kurdan,

Ser teht rez biçikand dexil yê hildan.

Şahêd rojhilatê kurda parastine,

Qesrêd ku kurd lêbûn pir rehet jîne.

Bê tirs, bê xof jîne hin welat carnan,

Dîroka Kafkazê bikarbî hînbî,

Evan gotinên min tê testîq bikî.

Artêşêd xedar ji Kafkazê radan,

Meger kurd nînbû ji çi dikî nanan.

Yên cavên gulpikî di camê Tuxyan.

Meha baharêda alt kirbû kurdan.

Ji wê demê êrîşên Rojhilat rawesta,

Yên pêşda dihatin bi hespa bi sa,

Tirk ji xwe derneyên nekin erafan,

Rojêd xwe giranda çûne cem kurdan.

Bi şûrê kurdanva vejîne Tatar,

Ku vê nanakin hene delîl hercar.

Di berîya şera Ehremên kevnar,

Kurdanva girtine û hildane kar.

Li bendera Xezer xûd Merdî-Mekan,

Kurda ava kirin kanî ev mekan.

Li şerê şûrada egîtê pir xas,

Tenê Koroxlîye were bibe nas.

Kurda çi çêkirin, hîştin li dunya,

Dijware bîr bînî tew nayê xuya.

Kitêbêd kevirî xwendî hebûya,

Mifta êqil yê wek tav bibirqîya.

Apincîyê kurd jî ji dewrêd berê,

Mirov parastine ji berf, bagerê.

Ya tesewir dikî dinya lap kevnar,

Leystikên kurda ra egle bû pir car.

Govendên kurd digrin naha ku hene,

Li qeyayên mezin şiklên wan mane.

Miqamên kevnar ku hînbibî wekê,

Qelbê te ça maqnît kaşke hîkmetê.

Dîlokê, Hêyratê miqamên leystkê,

Bibîzî îro jî xûşa te yê bê .

Ku lê kurd bûne rêberê leşkeran.

Terand ji Xezerê, hîndên wê hênê,

Ew xanê kurd nînbû ji Kurdexanê?

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 30: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

30 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Ji kurda pirs vekir kalekî pispor,

Got,qezenca kurdan dostan xwar bi dor.

Cem kurd edet nine bidehev serwet,

Doxavg û hingiv xwerina kurd her wext.

Yê ku ji sifra kurd dixarin kivav,

Ji sifrê rabûnê pesnîne hergav.

Kurdra dostanîyê herkê bikarbî,

Tera berx serjêke heya ku hebî.

Kurd ra bibî cînar pêl pîya neke,

Ew rojên giranda tera komeke.

Kincê kurd mêzekî nizanbe feqîr,

Sîyanetê hertim ew dike teqdîr.

Ku dîroka kurda min kişand nezmê,

Idî kurd nemabûn li niştiman ê .

Kurd ji bo xerîva çûne mirinê,

Pir gel rizgar kirin ku nebin finê.

Dîroka kurd têkûz binîvsim herkê,

Gelê dest vekşînin ta ji dîrokê.

Pir sura zelalkim hewil bikim her,

Çira yê vêsînin bike tu bawer.

Eloxlû xayîke hinek axaftin,

Dem ê bê nezmêra yê bên kişandin.

Ji çi min gilî kir, hezara ferde,

Axaftinek ha jî huner ê kurde.

15.09.-15.10.1999

* Ji zimanê azerbaycanî welgerand BÊWAR BARÎ TEYFÛRÎ

* Şaîr Fîlosof

Xwedanê qelama zêr Rewayî

Selaheddîn Eyyûbî dikim

Jaffer Joqy

Xwedawendekî ji befrê Li bin konê

Ku bîrhatinên bi êşa me re pîr bûyîn

Dorpêçkirî

Ronahiya fanosa min

Bi bawişkên pênûsê re

Dicive

Û tarîstan tevahiya desthilatê

Bi dest dixe

Tu tê yî

Bi navekî xwaziyar

Bi dêmekî vehilhatî ji hêstira

Û bi tilliyên xwe

Yên fêrbûyîne bê şermî û wêrekiyê

Ji dirwana kifinan

Albûma wêneyên dîmenên

Semaya li bin baranê

Vedikî Û Derbasî neynikên ku ruxsarên xwe wendakirîn dibî

Rûpelên bîreweriyan ji ser hev didî alî

Ez jî dibim alûdeyê vegerê

Neçar dibim

Tevlî nav

Xwîna te ya sipî bibim

Dibime pêxemberekî demkî

Peyama azarên te

Li xîvgehên hatîn vegertin

Li pêşiya dergehê dojehê de

Belavdikim

Beramber beşdarbûna

Li fîstevala girî

Li ser pişta tenûrên birçî

Li kolanên me yên bê mefer de.

Ji zarokên xwas re

Behsa paşerojeke geş dikim

Ji nexweşên li seraya gorê de

Buhişta te wesif dikim

Hemû merc û daxazên te

Bi cihtînim

Dema ku polîsên

Ser bi xewnên min ve got

Tu kî

Ez ê bêj im

Qasidê xwedawendekî ji befrê me.

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 31: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

31 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Boniye Cegerxwîn

YARA KURDAYARA KURDAYARA KURDAYARA KURDA

Gelo ma tev dizanin

yara mi B' nav û denge

cîhan hişyare bi wê

Ewqasî şox û şenge

Axaftin tim li sere

Hingî naz û pirşenge

Herkes tê wê dixwazê

Lê ew bê zar û denge

Zanî kî hildibjêrî

Dilxwazê wê çelenge

Her daxwazî bi aştî

Ger nebî şer û cenge

Kurdno rabin li gel hev

Wê bighwêzin derenge

Lara ,naze bûka me

Xemla wê çendî renge

Kesk û sorîn bi menge

Tîşkên rojê hevrenge.

Faysel Yakoub

Ferînaza min gulperî

Dil bi qêrrîn, hawar û gerî

Dijmin çav sor û serserî

Hov û dewar û wek kerî

Êrîş dikir guliyên zerî

Helbesta çemê xewna min derbaskir

Kefenê bê deng xwelî li tirsamin ş iyarkir

laşê min kevelê dîrokê xwe ji rojê re li bakir

ji ber ezim ji tîpa çêdikim destê bi kevir

û ji mayêna ava dikim çiyayê şekir

çola reşpelê min mi teng û fereh kir

ji ber meydana pînosa min sînor ve kir

Li himber zilma dagirkera

Serkeftin wê were ji me ra

Ferînaza min çi zerî

Rûk gulhinar û mêwên terî

Dijmin birçî wek sayê gurî

Gilîz ji devê wî difirî

Ferînaza min kir hawar

Guliyên zer wer bike rêzgar

Kurdo rabe ez im bihar

Kurdo rabe ez im buhar.

çav min kirîne ȗ derya xeyala mi lêkir

û bejnê bilind min pînos li ber çêkir

di nav şevêda min rok peyîda kir

memleka xwînî min bi tenê xirakir

kevirê devê azadîyê min rakir

ez çemê jiyanê min payîz li ber xwe bir

helbesta bi dil şopa siwara vekir.

Ferînaza min li berxweda

Can kir gorî şeref neda

Bû sîmbola gelê kurda

Mihabadê dîsa jîn da

Yad a Qazî di bîra me da

Agir geş kin li çar çira

Dest bidin hev herçar bira

FERÎNAZFERÎNAZFERÎNAZFERÎNAZ

Ferhan Keleş

Kavilê biKavilê biKavilê biKavilê biççççavavavav

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 32: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

32 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Mizgîn Hesko

Pencereyên rengo rengo

Pencere...1

Lo ...

Ma hayê te

Ji bayê bakur heye...?

Pencereyên dilê min

Pir tenik in.

Pencere...2

Her û her

Te digot:

wê pencereyê

Vekirî bihêl e

Bila tîrêjên rojê

Derbas bibin.

Û min digot:

Na ....Heman pencereyê

Girtî bihêl e

Ditirsim...

Ku di werzekî deyûz de

Rewrewk jî

Derbas bibe!

Pencere 3.

Dê û bavê min

Çi gava ku ez

Bêriya wan dikim

Pencereyên bîreweriyê

Dagirtî...

Hilm û bîna

Endekoyê dibe.

Pencere 4.

Di heman pencereya

Keskîn de

Baran....

Tovê evînê

Dibişirîne.

Pencere 5.

Jineke payebilind bû

Di pencereyeke vemirî de

Çav ...her li rê

keziyên xwe

Dicûtin.

Pencere 6.

Ax...

Çima di pencereyan de

Remedêlk...

Bînê li min

Diçikîne

Û gerdena min

Weha ..rojane

Dorpêç dike.

Pencere 7.

Ji pencerê ta bi pencerê

Êdî...

Her kes dinerê

Yek ...

Her li jor

Û yekî din

Her...li jêr dinerê...!

Pencere 8.

Û welatek...

Di dema ...ku alayên seyr

Çavên me

Diqurimînin.

....û ditirsim

Ku em

Pencere bi pencere Pencere 9.

Ku geşbîniyê

Xwe di pencereyan de

Werkire mala te

Rê nede reşbîniyê

Ku di dergehan de

Derbas bibe....?

Te...

Pir pencer

Di riwê min î zaro de

Vekirin

Pencere 10.

Lê....

Pa te jibîrkir

Ku tu....

Bi peyveke nazik

Pencereya dilê mêya xwe

Bixemilîne

Û ku min

Ji te heznekiriba CAN..?

Gulana 2015

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 33: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Ey canê pir şêrînê,

Şêrîn gulê eprî zînê

Şêrîn gulê eprî zerê,

Nîşana alê li serê.

Ka ew peymana tey berê

Ji mere bûyÎ kulû keserê

Ji ava hewtê kewserê,

Şêrîn gulê eprî zerê.

1976

DOZ Sint û, warso li me pêlan kir,

Hîla cîhanê li me kar kir

Çawa neyar li şêra har kir,

Şêrîn welat li dijmin mar kir

*****

Ahîn dostê li ber hesar kê,

Çend bi hêvî bûm bêt û,ar kê

Çawa kurdo tê jê bar kê,

Wê çirawiskê li me sar kê

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

33

Ekrem Kinho

A L Şêrîn gulê eprîzetê,

di gel kurda bê merwetê,

Mizgîn li te roja te tê,

Kesk,û sor li bejna te tê

Pir pir bika bi wê heybetê,

Şêrîn gulê eprîzetê

Şêrîn gulê eprî zînê,

Cîhan li ser har,û dine

Her dema dijmin dibÎnê

Di gel eprê ceng,û kînê,

Li rindî bûrî salek jwexit,

Di nav lipê şahê bê bext

Eprî zanê hilatî bext,

Gotî xorto bi bêçê rext

*******

Xweş bika şer xweş bika ceng,

Gul pişkivîn gul bûne reng

Bi top û, tifing gel bike deng,

Rezgar bike bibe piling

*******

Pêşmerga rabû ji eyranî,

Car dî li welat şahîdanî

Sûnd di xwarî bi yezdanî,

Ne behwer bê biyek peymanî

Serwer bikê kak berzanî,

Bi şal û,şapikê xwe yê botanî

Ji bo kurda armênç danî.

1970

Ser singa xatûna bê

Wa kurdo

Gelo çima tu ji xewa xwe şiyar nabî

Û ji wê ser hişk bûna xwe peya nabî

Gelo ma tu nabînê dijmin te dixapînê

Û li ser pişta te bercewendiyên xwe pêk tînê

Ne tenê kom kujî fermane

Koçberiya ji ber te

Û ji ber nezaniya te mirenek erzane

Gelo ma kanî armanca te

Kanî berxwedana jiyana te

Kanî sûnd û peymana te

Kanî serxwebûna Kurdistana te

Wa kurdo

Gelo kanî Qamişloka evînê

Tu dizanî bûye bajarê birînê

Gelo ma kanî Kobana rengîn

Tu di zanî bûye bajarê dilbixuîn

Dil bûye bi xwîn ji Dêrik Ta Efrîn

Wa kurdo

Li xwe veger bê çi raste û çi derew

Ji bîrbikê mêjiyê wan partiyê bedew

Ta ne kes ji te re bêjê hew

Û ne jî kes ji te re bêjê tew

Û heger te tevde pêk anî

Tu di karê bêjê ezim yê kar

bikê bi rengekî kurdistanî.

Ridwan Caro

WA KURDO Ta kengî tê çixara

li ber devê Mîra bê

Ta kengî tê xelîyona

Di nav destê axa bê

Ta kengî tê ew zêrê

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 34: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

34 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Oflaz Toutî

Çavê binefşa biçûk

Çavên te

Berxezalkî

Li min

Dinirin

Ez jî

Feyokim..

Ji mîrê hekariya

Bipirse

Binefşa min

Narîna min

Heft salin

Pezê te diçêrînim

Te jî xwe ragirtî

Netê

Serdanekê

Bêrîyekê..

Ma tu

Dengê bilûra

Şivanê xwe

Nakî..

Ma tu nabîsî ..?!!

Îroj westiyayî me

Were

Were dil bi te ye

Te bi xudê ye

Were..

Sal û demsal

Li hêviya te ne

Were

Bilûra min lalbû ye

Darê dest min

Rizî ye ..

Çirûk bûne

Kab û kuliyên min

Were..

Bi ser min de

Ewrekî

Reş û tarî

Dibar e

Bi roniya xwe

Min rizgar bike

Were..

Were..

Were Binefşa min

28.4.2015

Bi bin çegî

Vê demê dim û

Lêxim

Bila here

Ma ti kes tune ye

Ji vî re bêje

Kûçik bav

Dakev bese?

Ma ev qas xwîn

Ne bese?

Heft şuruk

Bûne yek

Hey bê namûs!

Tu çi dikî?

Kî ne evên tu

Dikujî?!

Hey bê ûjdan

Bese bes!!

31.12.2014

Baranê?!

Û

Kanî

Lêmiştên

Xwînê?!

Kanî

Kenê zarokan

Kanî

Xemla bûkan

Ev qelandin

DIXWAZIM YEKÊ

Ev hêstirên dijwar

Ev rojên şewitî

Ev dêwên bê

Rû û nav

Ji te çi dixwazin?

Ma ne bese

Ev bûn çend sal

Ma ne bese?!

29.12.2014 –

Hommelvik

Lêmiştên

Wê hilweşin.. Ev dêwên bi saw

Wê bimirin

Wê bi qebqeba

Kewan be

Çûk jî

Ji wîçwîça xwe

Namînin

Ji pozikî berbangê de

Tanî

Îlikên şevê

Ev ava zelal

Wê bi xupxupke

Here....

28.12.2014 –

Hommelvik

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 35: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

35 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Çîçekên bax û buharan

Mane bê gul-av û bîn

Guh didêrim dengê zaran

Bilbilan dîsa girîn

Her li dil kêra neyaran

Min nedît rojek şirîn

Dil wekî lat û zinaran

Bo welatê xemrevîn…

Roj û şev herdem li karan

Dest û lingêd min şikîn

Tu li ber cotê guharan

Herdu çavên te revîn

Ez li pey derman û çaran

Bo welatê dilbirîn

Ez diçim bustan û daran

Tu li pey kincê zerîn

Ez dikim gazî, hewaran

Tu dibêjî: Gul çirrîn!

Jin wekî hespên suwaran

Pir bihane nên kirrîn

Hezdikin dengê guharan

Hiş bi wana re firrîn

Ger tu pêdî deh hezaran

Wê bibêjin: Kanî…hîn

Bav û dê mîna tucaran

Herdu bê wijdan û dîn

Jin wekî alafê aran

Ey birano, kes nebîn

Piştê xwe dane dîwaran

Dilguman in, bê yeqîn

Lêdidin mîna neyaran

Dev û lêvan hingivîn

Ma niye carek tu karkî

Bo welatê Kurdoîn?

Van gulên gêtî şiyarin

Vane Hindî, vane Çîn

Bo me Kurdan reş û tarî

Her li jêr û serşikîn

Ez dikim kar û xebatê

Tu li ser min bûyî Zîn.

1979

Tu nervîna min a sorî ji dijminan re her gorî

tim li ser te şer û cenge

alaya berzî li jorî sura ku li min di borî

miletê kurd pir çelenge

tu gul û beybûn û morî xwediyê ciwaniya zorî rengdêriya te bi denge

ey helkefta cejna mezin

tîrêja stêra bi pesin ahenga me renge renge

xecê û zîlanê hevsalin hembazin lê ne hevalin dîlana şahiyê tenge vaye semaya evînê bi şad û şahiya jînê rabin dem li me derenge .

Cankurd

JINA KURD

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

ARYA

Page 36: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

36 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Zivistana bûrî, çi bi serme, seqem û reşî bû?

Çelpe çelp û nirçe nirça dilopan,

Kêfxweșîya mêhtina șîrê zarokekî,

Reht dikir?!

Şewqa lempeya gazê,

Herdû çavên wî hembêz kiribûn,

Û di melûlî yê de,

Xilmaș mabû………

Vîze Vîza bayê,

Ewr gur kiribûn, û weke tîrêjan, baran ê

Banê xanîyan û rûkê xakê şoreşa xwe têde,

Vala dikir????.

Ewr û tav diketin cengê de

Ne ewr ji a xwe dihate xwar, û ne

Tav jî serê xwe jêre datanî,

Herdûwan di wê cengewazî yê de, berdewam dikirin….

Ev çi dema gelaca ye?

Kiras û xwedî nahêlin

Li hev bikin

Kil û çav ji hev dûr

Dikin

Beko li her mal û

Li her civat ê ye!?

Şîrê dayîka nema bi zarokan

Xweş e?

Û dengê lorînê;

Nema dighêje guhê wan!?

Gel ji gund û şaran hatin bi der xistin

Û penaber bûn

Lewend Dalînî

BAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊ

Dê li bakur, bav li başûr û

Zarok li rojhilat ê ne

Dema min gulek çinî;

Min kesek nedî kû ez jêre bikim

Diyarî

Gel ê malan wind bûne!?

Bajar û gundên me di reşîyê de

Dijîn

Û bê sermiyanin….bê xwedî û xwedanin!!!???

Zarok di tirsê de

Di pûnijin?

Sawîrê reşikên şevê û

Xwedî yên rihên dirêj

Sînoran avadikin

Ev dema xwîn mija û şûr dirêja ye

Li hawîr dora me?

Tovê çete reșan șînbûye?

Firîz û zexelî ya wan,

Li damarê dexla me da,

Û ew daye hișk kirin

Nirxê zanistî yê bûye çerxîyek

Mafê kesayetî yê jî bin pê Bûye

Kurm ê dar ê ji dar ê ye

Li ser xaka xwe em

Berjewendîyên dijminan

Pêk tînin û em zextikan;

Li hev didin?!

Dema tê yekîtiyê.

Em hêç dibin

Biryarên ku şofînizma nikarîbûn pêk anîba,

Em li hev bi kar tînin

Ev çi hovîtî û serhişkîye?

Şoreşa azadî yê

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 37: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

37 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

BAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊBAJARÊN REŞÊ Têkve çû

Û komkujî yê

Dest pêkir

Behvi la kesî nema

Dişewitê

Û hestên netewî hatine

Beravêtî kirin

Berpirsiyarên rêxistinê me, li paytextan

Qedehan li ser têkveçûna me di nûşin û,

Nameyên nerazîbûna xwe li dijî komkujî û

Penaberî ya, Şingal û Kobanê li ser rûpelên,

Tiwîter û fêsbûk ê bi hişkî,

Belav dikin,

Sibeha ji xemgînî,

nîskaf ê û şîr vedixun û êvara jî şevbûhêrkên xwe bi

Wiskî re di qedînin……Û gilî û gazinên xwe ji hevre,

Dibêjin!!!!?????....

Ev roja danîna sînorên netewa ye?

Roja hebûn û nebûn ê ye?

Tanî tu heb ê divê tû bi hêz bê!?

Perçebûn û hovîtî ji mere bin axkirine?

Ji xew şiyarbe ey berpirsyarê serhişk û

Bi meqeresîîîîîîîîîîîîî.

Êdî bese êdî bese…

23 ê Çirya Pêşî 2014,

Beirût - Lûbnan

Beyar Robarî

Xanim û segXanim û segXanim û segXanim û seg Sibeye derva xweşe

Min dî xanimek por çîl û ciwan laşe

Tev segekî hêdî-hedî dimeşe

Çep û rast dike temaşe

Segê wê qebe û reşe

Av û girêz ji dêv diweşe

Min got:

Xanim roj baş

Te seg derxistî gerê ger ez neşaş

Ez hêvîdarim te seg meşand xweş

Wê got:

Roj baş ciwan mêr

Na .. ez nû derketimî ji mal bixêr

Min got:

Xêre xanima çeleng

Rû şêrîn û ken aheng

Padem xweş û ezman hişîn reng

Kuve ye rêya te ger pirsa min nehat dereng?

Wê got:

Ez kanim ji seydê bikim pirs?

Min got:

Fermû bêtirs.

Wê got:

Çima te ji min kirin ew pirs?

Min got:

Ez didim besîvê

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 38: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

38 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Gger tu razîdibî em bihevre bidin rê

Got wê:

Çima na .. rabe pê

Min got:

Zor sipas jibo te xanimê

Wê got:

Tu xelkê çi welatî û herêmê?

Min got:

Ez xelkê Kurdistanê lê dilovanê

Û ev çend salin dijîm li Rotterdamê

Wê got:

Tu bixêr hatî vî welatî

Lê ez kêm dizanim li ser welatê tu jê hatî

Hele ez deketimî bigerînim segê

Ma tu li çi digerî li vê derê?

Min got:

Xanim ez digerim li babetekê

Karê min helbestin, ger li zora te netê

Ha vaye ez gihîştim yekê!

Wê got:

Axiftina te xweş û hêja ye

Tu dibêyî çi?

Em li ba min vexwun qehwakê tev van rêzaye

Min got:

Bo min ciyê kêfxweşiyê ye mazovaniya te

Lê ez ditirsim bixeyde mêrê te

Wê got:

Seyda ez bê mêrim

Û hatina te ba min ciyê xweşî û zêrin

Min got:

Zor sipas jibo gotina te

Ma we nebê çi keç an lawê te?

Wê got:

Min heye keçek

Tu karê wê tune bi jiyna mina taybet bi carek!

Ger te dile, wê ji xwe re meke barek

Em kanin bihevre derbaskin wek dost û yarek

Min got:

Jibo gotina te ciyê xweşî û rêzê ye

Ez tev te derim mal û mêvanê te me ta sibê ye

Min pirsî û got:

Keça te çi dixwûne û dere pola çendê ye?

Wê got:

Keça min dere dibistana seretayî pola pêncê ye

Wê dest da min û got:

Seyda navê min Daniëlle ye û navê te?

Min dest dayê û got:

Navê min Beyare û navê zor ciwane

Wê got:

Sipas, gotina te ciyê xweşiya dilane

Beyar tu bi yarî an bi jinî?

Min got:

Ez jî wek te biserê xwe me

Ez û jina xwe demek jihev cûdane

Wê got:

Ev rewşa pir kesane

Evîna hîro durî dilane

Hemû tişt ketî kar û perane

Min got:

Xanim gotina te raste

Rastire ji rastiya maste

Ji dest vê raweş û birînê ez bûm helbestvane

Wê nîşan da û got:

Ev mala min û derî vekir û berve me bezî

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 39: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

39 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 37 " // Gulan 2015

Keçikek şêrîn û çav hişîn wek xezale

Silav da û dayîkê got:

Eva mamoste Beyare, nas û hevale

Û navê keça min Sara ye

Min got:

Xwedê ji te re bihêle û biparêze

Serkeftinê jêre dixwazim û rêze

Wê got:

Fermû Beyar danîşe

Tu ke çi vexî an te pêwîste heye bi nêne?

Min got:

Mela qehwebe ji kerema te

Û qedehek avî hênik ji sarina we

Wê got:

Başe gor daxwza te

***

Qehwe anî tevê av

Bejina narê qend û zirav

Lê alandî kincek tenik jibo mal

Memkan serî hildayî wek gula rû bi xinav

Çû û hat mey pêre, şuşa wiskî reng zêre

Û anîn mîwe û çeneq û kêre

Û qedehên ciwan ji kirîstêle

Xuyakir şeva me biber û xêre

Pirsî û got:

Çi mûzîk tê li xweşiya Beyêre?

Min got:

Frans Bauer, Daniëlle

Û bi Espanî Julio José Iglesias

Wê got:

Başe min hene herdû dengbêj û CD`î

Tu zanî ez nizanim qet çaweya mûzîka kurdî

Min got:

Nêzîke ji mûzîka Farisî û Hindî

Jiber em ji yek komêne: Îndo-Êranî

Ev jî yeke ji koma: Îndo-Ewrupî

Wê got:

Xuyaye te mijûlî bi kêşeyên zimanî

Û te heye meraq li ser vî karî

Ji bilî cîhana helbestvanî

Min got:

Rast dibêjî Daniëlle

Karê û nîvê jiyanê min ziman û helbesta kurdî

Û nîvê din jîn û jin û yarî

Çand û hûner û rêwîtî

Wê got:

Ka ez dagirim qedehan biqeşe û wiskî

Da rabe ji nava me, şerm û fedî

Û tu vehesa xwe bibî

Û rûniştina me geşbibe û nebe melûlî

Tev dengê Jolio xweşik û zêrî

Min got Daniêlle:

Gotin gotina te ye ezbenî

Ew ji min ve nêzîk bû,

Û dest di stûyê min re bir û kenî

Ji agir û pêta canê wê, dilê min kelî

Bê gotin lêvên min û wê lihevgerîn

Piştî wê ez nizanim, em li ku rawestîn!!

12 - 08 - 2013

HHHHEEEELLLLBBBBEEEESSSSTTTT

Page 40: Bûyerên meha Gulanê!meha Gulanê! - PÊNÛSA NÛ ... wisa jî ji civaka mirîdan ra gotye mirîdxane, ango, civaka mirîdan. Hew! Û, ji bilî vê, dema kalên me digotin êzdîxane

Sernivîser Derhêner

Ebdilbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Hemîd Yûsif (Kasî)

- Mizgîn Hesko

- Oflaz Toutî

RÛPELA DAWIYÊ

Ji bo hinartina berhemên kurdî :

[email protected]

Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :

www.penusanu.com

ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî // hejimar " 36 " // Nîsan 2015

40